Argun "Ramanên Azad, Özgür Düşünceler" » 6-Bajarên Wendayi

Bajarên Wendayi : Dêrsim
Dêrsim herêmeke bakurê Kurdistanê ye. Hemû gelê Dêrsimê kurd in, li bakurê û nava Dersimê kirmanckî tê axaftin, li başûrê Dêrsimê kurmancî tê axaftin. Di navînê vê herêmê de bajarê Mamekî (bi tirkî: Tunceli) heye. Di dîrokê de Dêrsim ji başûrê Erzinganê dest pê dike, li rojava digihijê Sêwasê, li rojhilat cîranê Mûş û Bîngolê ye, li başûrê Dêrsîmê sînorên Amed û Elezîzê dest pê dikin. Li Dêrsimê bi piranî kirmanckî (zazakî, dimilî) tê axaftin, lê ji bilî dimilî, kurmancî jî tê bikaranîn. Piraniya gelê Dêrsimê elewî ne.

Gel

Hemû gelê Dêrsimê kurd e. Piranî kirmanckî (dimilî/zazakî) qise dikin. Lê jî pir kurmancî qise dikin. Dêrsim bajarekî Elewî ye.

Nav

Ji ber madenên herêmê navê Dêrsimê ji gotina (Der- sim: deriyê sim yan jî ziv) tê. Dema serhildana Dêrsimê de, hereketa eskeri ya tirkan bi navê Tunceli li dijî kurdan dest bi şer kirin. Navê bajar jî wek Tunceli ji alî tirkan ve wê demê hatiye guhertin. Hinek kes ji bajarê heremê re Kalan jî dibêjin.

Ol û civak

Piraniya nifûsa herêmê ji kurdên zaza pêk tê. Ji aliyê olî ve piraniya gelê herêmê ji elewiyan pêk tê, lê muslumanên sunnî jî li herêmê hene.

Av û hewa

Li herêmê avhewayeke reşayî heye. Havînan kin û hênik lê zivistanan sar û dirêj derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Çiyayên Mûnzir (3.071 m), Kirklar (2.033 m), Topatan (2.234 m), Karaoğlan (2.422 m) û Yilandax (2.950 m)

Deşt, zozan û gelî

Deşta Zerenik: 1.350 m ji behrê di navbera çiyayê Munzir û Çemê munzirê de ye li Zerenikê bilind e.

Gelyê Mizûr/Mûnzir: Ji Çiyayê Mizûr/Mûnzir dest pê dike heta Gola Kebanê dirêj dibe. Geliye Pilemorî û Perê jî geliyên din ên herêmê ne.

Çem û gol

Çemê Pêrê; şaxek çemê Miradê ye ji Çiyayên Şeytên li Çewligê dest pêdike diherike gola bendava Kebanê.

Çemê Mizûr/Mûnzûr; Ji çiyayên Mizûr/Mûnzûr dest pêdike û diherike gola Kebanê. Çemê Pilemorî jî shaxê çemê Munzûrê ye.

Gola bendava Kebanê dikeve hundirê hudûtên Dersimê jî. Li ser çiyayan hinek golên biçûk jî peyde dibin. Gola Kebanê heta binê pira Mêzgirê tê.

Serwetên bin erdê

Li hêla Zerenikê, sifir, asbest, xwê û mangenez hatiye dîtên. Li Pilemorî jî krom, manganez, ji bin erdê dertê.

Babetên heywanan

Herêm ji alî heywanên kovî û çiyayî pir dewlemend e. Kûze, darbir (semasî), ruvî, keroşk, bizin û pez kovî, qertel, gur, baz, kew yên herî pirin ku peyde dibin. Li herêmê nêçira heywanan bi qanûnan tê kirin.

Xwarênên herêmê

Lop kifte: Ji arvanê nîsk û cûlbant ( beqleyek) tê çêkirin. Nîsk û cûlbant tevlihev dibe û tê shilkirin, pivaz û baxdenosa hurkirî dikeve navê. SHiklê rûlo tê dayîn û tê kelandin, pishtre rûnê sorkirî bi îsota sor bi ser tê reshandin û tê xwarin.

Bastêq, dims, penirê tulim jî li herêmê pir tên xwarin. Nan li ser sêlê tê çêkirin.

Kincên herêmê

Jinên herêmê etegek ku jê re dibêjin “Pêshî” û bi serde ji îshligek li xwe dikin. Li pishta xwe kefiyek û bi ser kefiyê de jî sherîdek rengîn ku jê re dibêjin “Kejik” girê didin. Di nigan de qonderên Qapikbilind û gorên hirî tê li xwe kirin. Keçên ciwan sharpe yên tul, jinên pîr jî yên hevreshim û rengtarî didin serê xwe.

Şalwar, îşlik û çakêt kincên herêmî yên zilaman e. Sê newên goran yên zilaman heye “galik (bi çarox tê li xwe kirin)” , dîzleme (heta ser çongê dirêj e)” û “konçî”

Kronolojî

Berî Îsa(zayîn)

1200 – 612 Dema Mushkiyan

612 – 550 Dema Medan

332 Dema Mekedoniyan

Piştî Îsa (zayîn)

17 – 395 Dema Romayiyan

395 Dema Bîzansiyan

639 Dema Ereban

648 Dema Bîzansiyan ya duyemîn

651 Dema Ereban duyemîn

699 Dema Bîzansiyan ya sêyemîn

1226 Dema Selçûkiyan

1243 Dema Moxoliyan

1373 Dema Osmaniyan

Adar 1916 Serhildana Dersim ya yekemîn

Adar 1921 Serhildana Koçkirî

1937 Serhildan Dersim ya duyemîn

Cîhên turîstîk, tarîx û gerê

Germavên herêmê: Haçik (Mamekiye), Mêzgir, Harik (Qisle)

Geliya Mûnzûr ji bo gerê û Seyranan ji alî tabiatê ve pir musaitt e. Kela Pêrtagê jî ji alî gel ve tê ziyaret kirin

vk

Herêma Omeriyan û ”Omeriya Mirsom”
Omeriya herêmek giring e. Ji aliyê çandî, dîrokî, aborî û polîtîk ve cihekî xwe yê taybetî heye. Polîtîkêr û rêvebirên herêmê ku ji Sadûnê kurê Mihemedê Cizîrî dirêjî hetanî Zibêrê Evdelê Silêman dibin û neslê nû jî hemêz dikin, bandora xwe ne tenê li herêmê, her wisa li siyaset, çand û aboriya welêt jî kirine, dikin. Herêmek wisa divê bibe cihê lêkolînên cewaz û piralî.

Ev demek e hejmarek pirtûk li ser herêmên cewaz yên Kurdistanê û kurdên sirgonkirî, bi destê nasdarên wan têne nivîsîn. Şoreş Reşî û Nûh Ateş li ser kurdên Anatoliayê, Paşa Uzun li ser Sîweregê, Mamoste Amed Tîgrîs li ser Lîcê û Eslîxan Yildirim jî li ser Nisêbînê bi dirêjî zaniyariyê didine mirov. Ji bilî zaniyariyên yekser, di berhemên çandî û edebî de jî, di xebatên Celîlê Celîl ya zargotina Kurdên Sûriyê, di roman û ceribandinên Enwer Karahan de li ser Dêrika Çiyayê Maziyê û Amedê, di xatiratên Musa Anter de li ser Nisêbînê û derûdora wê û di romanên Silêman Demir de li ser herêma Omeriyan gelek wêneyên balkêş têne pêşkêşkirin. Helbet mirov dikare gelek navên din jî bêje. Xebatên wisa ku bi destê nivîskar û zaniyariyên herêmê têne nivîsîn, gelek caran rê li ber tevluheviyê digirin. Her wisa, nivîsîna dîrok û çanda me bi destê me û bi kurdî, me ji gelek awiran ve ji bandorên neyênî yên ji derve diparêze.

Diyar e ku herêmek wisa dê bala gelek hêzên hundir û derve bikşîne. Herêma Omeriya, ji bilî girêdan û rengên giştî yên netewî, mîna herêmên din xwedî çand, devok, dîrok, aborî û siyasetek xweser e. Dema rewş wisan be, ev nirxên hene bê guman e ku derbasî ser rûpelên dîrokî bûne, bandora xwe li stiran, serpêhatî, helbest û pêkenokan kiriye.

Nivîskar û zaniyarên Omeriya demek e ji gelek aliyan ve xebatê dikin û me li ser herêmê bi zaniyariyên cewaz ronî dikin. Yên ku hayê min ji wan hene ev in: Di berhemên edebî de Arjen Arî, Serkan Brûsk, Silêman Demîr û di lêkolînên xwe de Eslîxan Yildirim û Şerefxan Cizîrî xebatên hêja dikin û cî didin Omeriyan. Di vê nivîsê de ez dê li ser berhema nivîskar Şerefxan Cizîrî ya nû, ”Omeriya Mirsom” kur bibim.

Pirtûk ji 11 beşan pêk tê: Dîtinên giştî li ser eşîran, Cografya herêmê, aboriya wê, nasname, çand, berberî û nakokî, siyaset û berxwedan, xebata parlamenterî, nexşeya malbatê û nifûsa herêmê…

Nivîskar, di `dîtinên giştî` de, li ser `berhemên qala Omeriya dikin`, radiweste, bi şêweyek rexneyî nêzî wan dibe, şaşîtiyên hene destnîşan dike û rastiya heye dihêne zimên:

”Weke mîsal Profesorê Holandî Martîn Van Bruinessen di pirtûka xwe ya bi navê `Aga, şeyh û devlet` de qala eşîra Omeriyan dike lê agehdariyên şaş dide xwendevanan. Di derbara bend û berberiya siyasî li herêma Omeriyan de dîtinên nerast dibêje. Ez Bruinessen nas dikim. Mirovekî delal e, dostekî kurdan e û li zanabûna xwe jî ewle ye. Gava ku min hinek mijar di pirtûka wî de jê pirsî, bersivek e wilo da min; ez li `Binya Xetê` anku Kurdistana Sûriyê bûm û hinek mirovan qala Omeriyan ji min re kirin. Min jî ew dîtin nivîsandin. Martîn bi xwe Omeriya nedîtibû û li nava eşîra Omeriyan jî nejiyabû…”

Beşa `li ser eşîran`, balkêş e. Awira klasîk û nêzîkbûna li feodalîzm û eşîrtiyê dinirxîne, şaşîtiyan ji awira nirxandina eşîrtiya li welêt nîşan dide, û pêwîstiya dîtin û nêzîkbûnek nû û xweser li eşîrên kurdan, derdixîne holê.

Cografya Omeriya beşa herî balkêş e. Pirtûk bi gelek zaniyariyên nû hatiye barkirin. Nivîskar nexşeya Omeriyan wisa dikşîne:

”Li rojhilat û bakûrê Omeriya Tora Hevêrka û Mihelmiyan heye. Li rojhilatê Omeriya Newala Bûnisra ye û li rojava jî bajarê Mêrdînê heye. Li gora hesabên ku min kirine, herêma Omeriya bi dirêjahiya xwe 60 km û kinahiya xwe 40 km ye. Bi tevahî herêma Omeriyan 2400 km2 pêk tê. Herêm di sêpeya navbêna Midyadê, Mêrdînê û Nisêbînê de ye. Di navbêra Midyadê û Mêrdînê de navçeya Mehsertê jî heye…”

Beşa `ekonomiya herêmê`, de bazirganiya li herêmê ji gelek aliyan ve tê ronîkirin. Zaniyarî li ser xebat û toreyên hevbeş yê herêmê tê pêşkêşkirin, weke guhertina mal ya `serbiser`, avakirina qesran bi metodên aqidê, prosesa çêkirina kilsê, şiklên tirî, çêkirina mewîjan û qala palûte anku xebata kolektîv ya gundiyan dike. Min peyva palûte bihîstibû, hayê min ji wateya wê hebû. Lê zaniyariya Cizîrî giringiya peyvê û rola wê baştir derdixîne der. Peyvên wisa bi wate ku ji awira aborî, civakî û polîtîk ve bersiva gelek tiştan dide divê neyêne jibîrkirin û piralî bêne bikaranîn:

”Di avakirina xaniyan de hemû mirovên gundan alîkariya hevdû dikirin. Ji vê alîkariyê re digotin `Palûte`. Roja palûtê ji her malê mirov dihatin ser avaniyê û hemû kesan ji aliyê xwe de xebat gur dikirin.”

`Nasnameya Omeriyan`, ji Mîrsomê ji malbata Mîrê Soma dest pê dike. Têkiliyên wan û Eyûbiyan derdixîne pêş û bicîhbûna Mîrsomê pêşî li Omeriyan ronî dike. Bicîhiştina jiyana koçertiyê û bicîbûna li herêma Omeriya, girêdana bi Mîrê Botanê, çîroka avakirina Tinatê, mezinbûna herêma Omeriyan, avabûna navenda nû li Çalê, û nasnameya rûniştvanên li Omeriya xal bi xal ronî dike. Wisa binav dike nasnameya Omeriyan:

”Omerî ji bona hemû kes, bavik, bend û gundên ku li herêma Omeriya dijîn û nasnamê, kultur û sosylabûna xwe ji wir girtine , dihate gotin. Anku nasnameya wan objektîf bû. Omeriya him welatê mirovên Omerî bû û him jî navê eşîra wan bû…”

Berberiya Omeriya, dubendiya etmankî û mehmûdkiyan û çîroka wan bi serê xwe dikare bibe mijara roman anjî fîlmekî. Berxwedana xelkê, xebata demokratîk û lehengên ji Omeriya herdu aliyên medalyona rastiya me kurdan derdixîne ber çavan: Qencî û xirabî, hezkirina welat û dûrketina ji netewîbûnê…

Omeriya Mirsom, li ser bingeha ”oral intervju”, anku hevpeyvînên devkî ava bûye. Pişta xwe dide axaftina şahidên buyeran, rîsipî û nasdarên herêmê. Nivîskar, herêmê ji gelek awiran ve, bi rêya zaniyariyên hatine berhevkirin di gel belge û dokumentên li ser herêmê dinirxîne. Di xebata wî de ji zimanê rojane bêhtir, nêzîkbûnek akademîk xwe dide der. Gelek peyvên hatine jibîrkirin birbîr dihêne, bi saya peyvên pêşiya û biwêjan, kêşera xwendinê zêde dike û ji wan ferhengekê ava dike:

”Ketûber, mafê nenivîsandî, efrît, pîrebok, serbiser, pekandin, mitqal bi mitqal, hesûdî, qûretî, hevdû çîz kirin, mekrohî, morîka xewê ji guhê xwe derêxist û pirsgirêkên xwe dihanî zimên, berxê nêr ji bo kêrê ye, weke noka ku mirov li kevîr xîne” ûhwd.

Pirtûk bi kurdî hatiye nivîsîn. Xebata wî dikare ji ber karanîna piralî ya peyvên biyanî weke swêdî û ingilîzî bê rexnekirin. Lê ev yek rastiya nivîskar nikare bide wundakirin: Nivîskar bi kurdî hizir kiriye û xebata xwe bi vî rengî afirandiye:

”…Di vê tevgirêdanê de nirxên manewî yên ku xerabkar bûn, ji hêlînên xwe derdiketin û diketin nava bedenên mirovan. Mirov û eşîr li hev sor dikirin. Efrîtên cinan derdixistin pêş û şerê bênavcî destpêdikir…”

Divê beşê çandê bê xwendin. Di stiranên herêmê de mirov dikare gelek wêneyên rengîn ku herêmê dide danasîn bibîne û li ser herêmê bibe xwedî dîtin.

Pirtûk bi sebrê hatiye avakirin. Her çiqasî ji aliyê Şerefxan Cizîrî hatibe nivîsîn jî, keda nivîskar Biro Omerî, ji awira zaniyariyên dîrokî, çandî û nexşeya malbatê de piralî derdikeve pêşberî mirovan. Berhem weke xebatek hevbeş xuyanî dike: Anku Şerefxan Cizîrî û Biro Omerî xebatê piralî bilind dikin.

Jin nîvê civatê ne. Tevayê lehengên mezin, ji jinan çêbûne û ji bo serkevtina wan, jin bûne alîkar û rolek aktîf lîstine. Mirov zane ku li Kurdistanê rola jinên serokeşîr û bavik, mezin e. Anku jin ne tenê bûne alîkar, wan rêvebiriya me jî kirine.

Hejmarek mezin jinên Omeriya ji bo parastina çand, ziman, tore û welatê xwe kedek mezin dane, îro jî di xebatên demokratîk de û li serê çiyayên Kurdistanê xebatek bê rawestan pêk dihênin. Li bajaran rêvebir in, li serê çiyayên Kurdistanê serleşkeriyê dikin. Bê guman e ku nivîskar dikarîbû, rola jinan ya sed sala dawî jî bike mijarek ji bo xebata xwe, dikarîbû nexşeyek jina jî weke karek bingehîn bikira. Lê wisa xuyanî dike ku ev xebat maye ji bo berhemek e din, anjî çapa duwê.

Di beşa cografyayê de, dikarîbû navê gundên Omeriya li deverekê bihata komkirin. Her wisa hejmara rûniştvanên wan gundan, li gorî çavkaniyên fermî bihata nivîsîn. Li ser dîroka wan gundan, kurtezaniyarî bihata pêşkêşkirin. Nexşeya Omeriya ku di dawiya pirtûkê de hatiye dayîn, nayê xwendin. Divê em kêmasî di çapa duwê de bê serastkirin.

Bi kurtî, pirtûka Omeriya Mirsom di mijara xwe de têra xwe serkevtî ye. Kurdiya wê akademîk e. Tevayên mijaran bi rêkûpêk û li gorî pîvanên zaniyariyê hatine rêzkirin û bicîhkirin. Car carna nirxandinên teorîk dirêj bibin jî, rê li ber kêşara pirtûkê nagirin. Çavkaniyên hatine bikaranîn nirxê xebatê bilind dikin. Mirov bi rêya xebatên wisa herêmên welatê xwe nas dikin û li ser dibin xwedî zaniyarî û dîtin. Her çiqas ji awira jinan ve kêmasiya xwe hebe jî, pirtûka Omeriya Mirsom xebatek cidî ye û bi nirx e.

Pirtûka Omeriya Mirsom, berî nuha (2009) di nav weşanên Marhas ê de derketibû. Xebat ji 320 rûpelan pêk tê. Kesên bixwazin dikarin bi rêya : mar_has_der@hotmail.com ê pirtûkê bi dest bixînin.

Gabar Çiyan

EuroKurd News –

Bajarên Wendayi:Bidlîs
Bidlîs bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye. Bedlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê Gola Wanê cih digre û di sînorê Agiriyê de ye. Navê Bedlîsê; di Kurdî de tê wateya lehengî û bêtirsî. Bi rastî navê Bedlîsê ewil ‘Bêtirs’ bûye. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bedlîs.

Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.

Dîrok

Di dever de herî pirr titûn şîn dibe. Ji bilî viya Bedlîs bi bexçê meyweyan û ji alî dexl(zad) de gellek dewlemend e. Avhewa wî gellek hişk e. Dîroka dever, bi dîroka Aryan destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna wî digihîje beriya zayinê, salên 5000’ê. Xerakirina mezin a li ser navçe, li gor hin çavkaniyan ji alî Asûriyan pêk hatiye. Ew dem jî dema desthiladariya Mîtaniyan e. Ji ber ku Mîtanî, zimanê Xurrîkî bikar dianiyan, ji vê kargeriyê re Împeratoriya “Xurrî-Mîtanî” tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13’an de piştê helweşîna Mîtaniyan, di sedsala12’an de ya Hîtîtiyan, li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de gelê Aryan bicih bûne. Di sedsala 9’an de gelê Aryan federasyonekî ku navenda wî Tûşpa ye, desthiladariya Urartû saz kirine. Bi talanên Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. Ji ber ku van êrîşan bidawî bikin Aryan, di sedsala 7’an de li Îrana Rojava, bi Medan re digihîjin hev. Keyê Med Keyaksares, welat ji hemî talankeran paqij dike û heta Behra Sor Aryan di bin alekî de digihîjîne hev.

Di sedsala 6.’ê de Persiyan wek derb, tên ser artêşa Med. Her çiqas bikevin nêvenda rêvebirina wan a ramyariyê jî pirr bihêz nîn in, ji ber vî yekê beriya zayinê, di sala 333′an de artêşên Persan bi cenga ‘Îssas’ ji alî Keyê Makedonyayê Skender têk diçin. Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên Gordyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêşên Romayê du car êrîşê van axan bikin jî, pirr nikaribûne li vir bisekinin û vegeriyane.

Zanînên li ser dîroka Bedlîsê, bi taybetî di pirtûka Şerefname de jî hatiye komkirin û hatiye weşandin. Li gor vê pirtûkê jî di wê demê de, di vî herêmê de 25 eşîrên Kurd ku ji hev cuda dijîn, tên ba hev û biryara bihevrebûnê digrin. Wê demê hukumdarê Gurcî, Tadît li herêmê serwer e. Eşîr êrîşê artêşên vî hukumdarî dikin û kelê û bajar bidest dixin. Van 25 eşîrên ku eşîra Rojkan pêk tînin û bi navê Rojkan hatine binavkirin, navên wan ev in: Qeysan, Baykan, Modkan, Zoqeysî, Zeydî, Keleçeran, Xirbelan, Balkan, Xiyartan, Goran, Bireşan, Sekran, Garisî, Bêdoran, Belakurdan, Zerdûsan, Endakiyan, Pirtayan, Qewalisî, Girdîkan, Suhrewerdiyan, Kaşaxiyan, Xaldan, Istûkan û Ezîzan.

Li dûv vê hevgirtinê, Bîzans û Sasanî tên herêmê, lê pirr na mînin. Di sedsala 11.’ê de dagera tirkmenên bi navê Selçûkiyan tên zanîn pêk tê. Navçe ku di nav sînorên Dugela Merwanî Kurd de ye, di sedsala 13.’ê de rûqalê dagira Moxolan tê. Piştê van dageriyan Bedlîs di nav Împeratoriya Eyyûban de dimîne. Bedlîs piştê dagera Tîmûr jî derbas dike êdî di bin birêvebirina Şerefxaniyan de bi sedsalan dimîne.

Di dema Hz. Umer de Bedlîs mislimaniyê nas dike û di vê demê de gel dibe misliman. Bedlîs di bin birêvebirina Emewiyan, Ebbasiyan, Merwaniyan de jî maye û di sala 1537′an de bûye bajarê Osmaniyan. Di sedsala 16.’ê de Bedlîs bi tevahî girêdayê Osmaniyan e. Heta sala 1894′an ji alî Şerefxaniyan tê birêvebirin. Di sala 1915′an de bi dagîriya Rûsan rû bi rû tê. Ev dagîrî di Bedlîsê de hilweşînekî mezin pêk tîne. Di sala 1916′an de bi saya axa, beg û hemî gelê Kurd, Bedlîs ji dagîriya Rûsan xelas dibe. Lê her çiqas ji dagîriyan xelas bibe jî herêm li gor demên berê nîn e. Lewra rûqalê gelek dagîriyan hatiye û gelek wendabûnên wê hene. Berê gelhê Bedlîsê qasê 60 hezaran e, piştê van talanan, bi taybetî piştê dagirkeriya Rûsan hejmara gelhe dikeve hejmarên hezarê. Di sala 1929′an de Bedlîs dibe navçeya Mûşê, lê di sala 1936′an de dîsa dibe bajar.

Bi taybetî jî Bedlîs; ji alî hunermendiyê gelek pêş ve çûye. Di sedsalên 17, 18, û 19′an de bûye navenda çand û hunermendiyê. Her çiqas ji gelek talanan derbas bibe jî, ji vê taybetiya xwe tiştek wenda nekiriye. Bi sedsalan avahiyên Bedlîsê; mizgeft, tirbe, serşok, mescîd, xan û bi gelek avahiyên xwe bal kişandiye. Navçeyên Bedlîsê: Adilcewaz, Exlat, Guroymak, Hîzan, Mutkî û Tetwan e.

Mizgeftên Herêmê: Mizgeftên li Bedlîsê ne; Mizgefta Mezin, Mizgefta Gokmeydan, Mizgefta Kizil, Mizgefta Şerefiye berhemên girîng ên mirov divê bibînin in. Mizgeftên dinên jî vana ne; Dortsandik, Ayne’l Bedrîd, Şêx Hesen, Alemdar, Kûreyşî, Taş, Xatûniye û Mizgefta Kalealti.

Avgermên Herêmê: Li navend û dora Bedlîsê gelek avgerm hene û vana li ser xêza fay in. Ji vana hinek navê wan wusa nin: Guroymak, Ilicak, Çiyayê Nemrûd, Alemdar, Koprualti, Çîm Colmugu, Pira Ereb, Yilan Dîrîlten, Aci Sû. Serwetên Bin Erdê: Asin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Çem û Gol: Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekê din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd. Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bedlîs û Oranz in.

ÇIYAYÊN NEMRÛD Û GOLÊN WÎ YÊN KRATER

Axên bajarê Bedlîsê pirê wî, ji çiyayên dijwar û ji yê bilind hatiye pêkanîn. Li bakûrê bajêrî, Çiyayê Nemrûd ku bilindiya wî 2935 m. ye û di nav sînorê navçeya Tetwanê de ye çiyayek bi agirpij e. Ji ber teqandina agirpijan gelek golên kraterîn di nav çiyayî de peyda bûne. Ya balkêş ew e, ku Gola Sar (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikê hev bin jî, di Gola Sar de, zebeş di avê de diperçive û di Gola Germ de jî hêk di demekî kurt de ji kela avê dipije.

Gola Nemrûd ku di nav nêvenda çiyayê kratera Nemrûd de ye, ji alî meziniyê de di dinê de ya duyemîn e. Çiyayê Nemrûd ku di nav xweza de rewneqdar e, her sal bi taybetî di mehên havînê de ji alî pir mirov û mirovên biyanî de tê gerîn.

Ji van çiyayan yek jî çiyayê SÎPAN e, Li bakûrê Gola Wanê ye û bilindiya wî 4058 m.ye. Lûtkeya wî bi qeşayiyan hatiye rûkişandin.

Efsaneya Nemrûdê: Dema keyê Nemrûd ê zordest ku di heyama xwe de dijiya, çiyayê ku li nêzê Tetwanê ye wek zozan bikar aniye. Dema teqîna agirpija çiyayê destpê dike, agir ber bi ser gundên nêzê çiyayê Nemrûdê ne tê. Di vî navberê de zordestiya Nemrûd ku ji Pêxember Îbrahîm re kiriye, tê hişê gel û ji alî gel ve li hember ziyana Nemrûd ku vî çiyayê wek zozan bikar dianiya wusa hat gotin: “Bû wek zilma Nemrûd.” Li ser vî bûyerê, navên çiya wek Nemrûd dimîne.

Navenda Temaşekirina Çivîk Di sînorên Bedlîsê de; navenda temaşekirina çivîka Gola Nemrûd, navenda çivîka Sodaligol û nêvenda çivîka Gola Wan hene. Xwarinên Wê Yên Navdar: Li devera Bedlîsê kebaba Buryan xwarinekî gelek navdar e. EV xwarin e,ku ji goştê karikê tê çêkirin, di mehên Hezîran, Gelawêj û Tirmehê de tê xwarin. Yên karibin ji xewna xwe fedakarî bikin, dikarin serê sibê seet 05:00’an de ji xwarina “avşor” tam bikin. Şekalok, Kifta Bedlîs, Tutmanc û Çortî xwarinên din yê herî naskirî yên herêmê ne. Navdarên Bajêr: Herêm ji nava xwe gelek zanayên navdar derxistiye. Ji vana hinek navê wan wusa ne: Îdrîsê Bedlîsî, Seîdê Kurdî, Şemsî Bedlîsî, Şerefxanê Bedlîsî KELHÊN WÊ 1- Bedlîs 2- Adîlcewaz 3-Adîlcewaz Kef 4-Kela Exlat ya Berav 5- Kela Exlat 6- Tetwan 7- Zeydan 8- Kelhok 9- Derî Ezdînan 10- Dolek 11- Tax 12-Kelha Sîndbadî KELHA BEDLÎSÊ: Wek tê zanîn di dema Ariyan de ev kelhe hatiye çêkirin. Di nav her du avên Bedlîsê de ku di cihekî de digihîjin hev, li ser zinaran ev kelhe hatiye avakirin. Kelhe, çargoşe ye. 670 berkazên wê hene. Di alî rojhilat û rojavaya wê de cihê du bircê ji bo raçaviyê hatiye çêkirin. Dora kelhê 2800 m,ye, bilindiya wê 56 m,û firehiya wê jî 7 m,ye. Di nav kelhê de 800 mal, xanek mezin, qesr, depoyên qût (erzaq) û embarê çekan hene. Wek tê zanîn di sedsala 10′an de di nav rojekî de wan eşîrên ku ji bo yekîtiyê hatibûn ba hev, li vê Kelhê hevdîtinên xwe pêk anîne û biryara yekbûnê di vê Kelhê de dane. Medrese, Mizgeft, Xan, Kerwanseray, Serşok, Qesr, Mal, Pirtûkxane û gellek hunerî ji van deman maye. Nava kelhê bi axê tije ye. Ji ber vê yekê mirov nikare di nav de bigere, lê li lûtkeya kelê dema bê nêrîn dîmenek di xweşiyek derasayî de tê dîtin.

Kelhe ji ber ku li ser lûtkeyek ku hilkişandina wî dijwar hatiye çêkirin, li dora wê çala parastinê tuneye. Di dema me de, tenê kelhe heye û bi restore kirinan rewneqdariya xwe nîşan nade. Ji bilî kelha Bedlîsê, lûtkeya Dîdeban jî hebûye, lê niha tenê jêmayên wî hene. Medreseyên Wê: Navên medreseyên wê wusa ne; 1-Îxlasiye 2-Xatîbiye 3-Şerefiye 4-Nûhiye 5-Hecî Begiye 6-Yûsûfiye 7-Ahlakiye 8-Şukriye 9-Xatûniye 10-Bersenkî (Îdrîsiye) 11-Xelîliye Tevlî guhertina erdnîgara me, digel parçekirina erdnîgarê, pişt re ji bo jibîrkirina dîrokê jî sazûmanê hewlên herî mezin danî, sazûman bi viya jî nema. Îro ne ji bo zanîna hemî van bûyerên dîrokê xebatek, ne jî ji bo restorasyon û nûkirina van avahiyên hêja tu hewlekariyek tuneye. Ev ji xwe sekna sazûman a hemberê gelê Kurd nîşan dide. Lê divê em Kurd li van nirxên xwe heta dawiyê xwedî derkevin û kirinên ji bo me qet ji bîr nekin. Di vê navberê de ger hûn herin Bedlîsê; HETA HÛN VANA NEKIN VENEGERIN Heta hûn Çiyayê Nemrûd û Gola Kratera Nemrûd nebînin, Kumbetên Axlat nebînin, Kelha Bedlîsê, Medreseya Îxlasiye, Mizgefta Şerefiye û Kumbetên ku li navenda bajar e serî lê nedin, Kebaba Bedlîsê ya Buryan û Avşor nexwin, Berên bestir, yê ji kok boyax, gopala Exlat, findiqa Hîzan, gûza Adilcewaz, hingivê Mûtkî û penîrê kûp ne stînin û li Tetwanê gola Wanê nebînin…

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê qismek (1.874 km²) ji Gola Wanê 8.551 km² pêk tê. Ji kismê reşahiyê ji %71 çiya, ji %10 deşt, ji %3 zozan û ji %16 jî plato ye. Ji vê erdê ji %80 ji bo çandiniyê kêrhatî ye. Tûtin, gûz, genim û çewder ên herî pir li herêmê tên çandin in.

Avhewa

Li herêmê avhewayeke di navbera reşahî û Behra Sipî de serdest e. Zivistanan pir sar, havînan jî hênik derbas dibe.

Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr

Elcewaz (Adilcevaz), nifûs 43.755, pîvana erdê 812 km² ye. Navçe li bakûrê Gola Wanê ye.

Xelat (Ahlat), nifûs 36.490, pivana erdê 1044² ye. Navçe li rojavayê bakûrê gola Wanê ye.

Çuxûr an Norşîn (Güroymak), nifûs 34.175 e.

Xîzan, nifûs 38.174, pîvana erdê 917 km² ye. Navçe li bashûrê bajêr e.

Motkî, nifûs 38.697, pîvana erdê 1.068 km² ye. 25 km dûrî bajêr e.

Tûx an Tetwan (Tatvan), nifûs 80.046, pîvana erdê 1.235 km² ye. Navçe li başûrê rojava yê gola Wanê ye.

Tevayî ya nifûsa herêmê (tevî gundan) 339.645 e.

Çiyayên herêmê

Sîpan (4.058.m), Ziyaret (3.002 m), Nemrûda Bidlîsê (2.935 m)ê Turşik (2.828 m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.

Deşt û zozan

Ji ber çiyabûna herêmê deşt û zozan li herêmê kêm in. Deşta Revha, Ahlat, Arîn û Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne

Nivîsara sernameyê

Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin 1.900 m yî.

Çem û gol

Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd, bilindbûna wî ji behrê 2400 m ye. Mezinbûna golê jî 10 km² ye. Mezinbûna Gola Nazlûk 3,5 km² û ya Arînê jî 13,5 km².

Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bidlîs û Oranz in.

Serwetên bin erdê

Hesin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Babetên heywanan

Herêm ji bo nêçira berazên kovî, gur, hirç, werdek, kew û bizinên çiyayî musaîd e. Di çem û golên herêmê de mehsî jî tên girtin.

Dîn (ol) û civak

Mislimantî li herêmê pir xurt e. Li herêmê bandora terîqetan li ser gel pir e. Piraniya nifûsa herêmê kurd in. Tirk û ermenî jî li heremê hene. Herêm bi tirbe û medreseyên xwe tê naskirin, wek: Seyîd Brahîm, Ziyattin Xan, Şemsî Bidlîs û hwd.

Xwarênên herêmê

Şekalok: nîsk û nok di beroshê de tê kelandin. Qaşilkên hişk (zuha) yê xiyaran di beroşek din de tê kelandin. Kiftên ji qîme û bulxur çêkirî dikeve nav beroşa ku nîsk û nok tide dikele. Hinek av û xiyarên hişk dikeve navê û piştre rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Kifta Bidlîsê, Tutmanc, Çortî û Biryanî xwarinên din yê herî naskirî yê herêmê ne.

Kincên herêmê

Zilam “şal û şapik” (ku ji mû yê bizinan çêdibe) li xwe dikin. Bi ser şal û şapik de kefiyek li pişta xwe girê didin. Kefî yan jî “egal” didin serê xwe. Pêlava ku dikin nigê xwe li herêmê ji re dibijin “xarik”. Gorên ku dikin nigê xwe ji hirî tên çêkirin.

Jinên Bidlîsî piranî fîstan û entarî li xwe dikin. Jinên malên dewlemend carna çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Êlegek ku ji mû tê çêkirin jî bi ser fistan re li xwe dikin. Di bin fîstan de jî derpiyek ku ji re dibêjin “direl” tê li xwe kirin. Di niga de çarox û gorên ji hirî çêkirî hene. Şarpeyek ku ji re dibêjin “laçik” bi kefî re li serê xwe girê didin. Kefî bi perê hesin yan jî zêr tê xemlandin.

Nav û kronolojiya bajêr

Navê bajêr yê kevn ji alî Îskenderê Zulqerneyîn ve wek “bad- lis” hatî ye danîn. Piştre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhertin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiş derbas dibe.

Berî Îsa (zayîn)

1000 Dema Urartiyan

550 Dema persan

331 Dema Mekedoniyan

Pishtî Îsa (zayîn)

641 Dema Ereban

990 Dema Merwaniyan

1207 dema Eyûbiyan

1220 Mîrîtiya SHerefxanan

1230 Dema Selçukiyan

1394 dema Moxolan

1405 Dema Akkoyuniyan

1467 Dema Akkoyuniyan

1495 dema SHerefxanan ya duyemîn.

1514 Dema Osmaniyan

1578 Dema SHerefxanan ya sêyemîn

1670 Dema Osmaniyan ya dûyemîn.

1915 Dema Rusan

1916 Dema Tirkan

[biguherîne] Cihên turîstîk û gerê

Herêm ji alî tarîx û tabîatê ve pir dewlemend e. Tetwan, li ber gola wanê ciyek turîstîk e. Xelat jî ji alî tarixa xwe ve pir kevn e. Kela Bidlîsê, tirba Şerefxan, Mizgefta Mezin û ya Kureysh, medresên herêmê (wek Ihlasiye, Hatibiye û Nuhiye ) cihên herî pir tên ziyaret kirin.

[biguherîne] Navdarên bajêr

Îdrîs-î-Bîdlîsî (?- 1494)

Saîd-î- Nûrsî (1873-1960)

Şemsî Bidlîsî (?- 1788)

Şerefxanê Bidlîsî (?-?)

navdarên ku herî pir tên naskirin yên herêmê ne.

çavkanî:viki

SEFEREK BER Bİ DÊRİKÊ (Dr. Nodar Mosakî)
Di gelawêj (august) a sala 2008 de ez bi seferekê çûbûm Kurdistana Turkîyê û di vê sefera xwede min serîk li Dêrika Çiyayê Mazî jî xist. Ev bajarê ne pir mezin dikeve nava sînorê wîlayeta Mêrdîn. Piştî şerê cîhanê yî duemîn Dêrikê roleke giring di dîroka Kurd û Kurdistanê de û bi teybet di tevgera rizgarîya netewî a kurdistanêde a lîstîye. Ne tesadufe ku pisporê Kurdistana bakur zanyarê mezîn Prof. M.A.Hesretyan dema behsa nevendên tevgera Kurdîstanê dike Dêrikê datîne kêleka van navendên mezin ên wek Îstenbûl, Anqara, Îzmîr, Diyarbekir û Wan ê (Tevgera Kurdî di dema herî nuh de. – Mosko, 1987, rup. 244. Bi zimanê rusî.). Dêrik jı salên 1960 û heta destpêka salên 1980 navendek çalakvanên Partîya Demokrat a Kurdistana Turkîye (PDKT), Ocaxa kulturî a şoreşgerên rojhilat (DDKO), Komela kulturî a demokratên şoreşger (DDKD) û Rizgarîxwazên neteweya Kurdîstan (KUK) ê bû.

Dêrik wek tradîtsîonel her dem navendek nasyonalîzma Kudî bû. Ne tesadufe şairê Kurdî ê mezin ê qirnê XX Cegerxwîn dibêje: min kurdperwerîya xwe ji Dêrikê wergirtîye. (Cegerxwîn bi tevayî 6 sala li Dêrikê jiyaye jê 3 sala li medresa Dêrikê xwendîye),

Li gor hinek jêderan navê vî bajarê Kevin, ku di navbera çiyayên Mancel, Êrge Baba û Tûrcelê de ya, ji gotina Kurdî «Dêrê» hatîye. Nufûsa bajêr dor 20 hezarîye, tevaya xelkê bajêr Kurdin. Bêhtirîn xelkê bajêr ji du eşîran pêk tê eşîra Abasa û Rûta her weha hinek eşîrên din jî li Dêrikê hene.

Heta nîvê qirnê XX li Dêrikê gelek Ermenî di jîyan (sedî zedetir). Keda Ermenîya di avakirina Dêrikê de gelek e wek di tıcaretê de, di avakirinê de, di senetkarî yê de (hedad, sol çêkirin u hwd). Lê piştî sala 1970 yî êdî ji ber êrîşên dewleta Turk li ser tevgera rizgarîya kurdî Ermenî mecbûr man ji ber bê ewlekarîyê Derikê terk bikin û çûn Mîdyatê, Îstenbûl û Awrûpayê. Navserên (îxtiyarên) Dêrikê digotin Koçberîya Ermenîyan ji Dêrikê tesîrek xerab li ekonomîya Dêrikê kir. Van navserana di çarçîya Dêrikê de hinek dikanên girtî bû nîşanî me dikirin û digotin ev hemû nuha kes bi kar nine bêhtirîn vana, dikanên Ermenîyan bûn. Di dema serdana min a Dêrikê 2 malbatên Ermenîyan tenê mabûn. Yek ji wana malbata Kevo Demîrçîyan bû. Kevo Demîrçîyan Dêra ermanîyan a li Dêrikê a bi navê “Dêra Sor”(1) di parast. Kevo pîştî demekê çû ser dilovanîya xwedê (2). Ji ber wê jî Dêrikya digotin, jiber Kevo ê herî paşîyê Dêr parastîye, wek Ermenîyên Dêrikê ê dawî bi nav dikirin.

Ermenîyên Dêrikê ne kêmî kurdekî bi kurdîyek gelek paqij di peyivîn, mirov ew ji kurdan ferq ne dikirin, Ev dema em çûn atolya (dikana) Naîfê hedad min ew fêm kir. Gelek Ermenî di nava rizgarîya netewî a kurdî de bûn û di nava rêxistinên Kurdî de xebat dikirin. Li gor gotina navserên (îxtîyarên) Dêrikê, hinek kurdan xwe Ermenî dinivîsandin ji bo bikaribin biçin Istenbûl bixwînin û paşê di nav dezgehên Ermenîde kar bikin. Xelkê Derikê gelekî bi dilsozî û hurmet behsa Ermenîyan dikirin û di gotın koçberya Ermenîyan ji Dêrikê tesîrek gelek xerab li ser jiyana Dêrikya kir.

Dema Rêya merkezî bêyî ku di ser Dêrikê de here rewşa ekonomîk lı Dêrikê xerab bû û rola Kiziltepe xurt bû.

Berê Dêrik navçak zîreetê bû her weha li Dêrikê zeytûn, hijîr û tirî gelek bû.

Di dema serdana Dêrikê de me mala malbata Karahana ziyaret kir, her weha me avahîyên wan ên kevn ku hilweşîya bûn dit. Di nava malbata Karahana de ê navdar Edîp Karahana, Edîp Karahan yek ji serokê tevgera kurdî a salên 60-70 yî ye. Brayê wî yê bi çûk ku li Swedê diji Enwer Karahan nivîskarê Kurd ê nav û denge (3).

Her weha şair, nivîskar u wergerê navû deng Qedrîcan (1911-1972) ji Dêrikê ye, yek jı berhemên xwe diyarî Dêrikê kirîye (Bihara Dêrikê, Hawar, № 13, 1933).

Malbateke Dêrikê din ya nav û deng malbata Önen a ye. İzzet Önen (İzzet axa yê Dêrikî) yek ji serokên tevgera Kurdî piştî salên 40 û PDKT (Partîya demokrata Kurdîstana Turkîye) ye, çend caran surgûnî bajarên Turkîyê wek Köyceğîz (qeza Mûğlayê ye li ser behra sipî ye), Adana û Sûrîyê her weha çend salan li Kurdîstana Başûr li cem Melle Mustefa Barzanî maye. Rewşenbîrê Kurd Fuad Önen di salên 70 de yek ji xwendevanên Kurd ê pêşî bû ku li İzmirê dest bi avakîrina Komikên (hucreyên) rêxistinek Kurdî kir.

Malbateke Dêrikê din a bi nav û deng malabata Türka ye. Ahmet Türk ewê ku di salên 70 de du caran bûye milletwekîlî û nuha jî serokê DTP (Partîya Civaka Demokratîk) ye. Ahmed Türk di nava DTP de wek baskê nasyonalîzma kurdî tê hesibandin. Apê Ahmed Türk Hecî Ebdulhelîm Türk yek ji çalakvanên salên 60 ê PDKT (Partîya demokrata kurdîstana Turkî) tê hesêb.

Herweha nivîskar û werger ê Firat Cewherî jî Dêrikê ye.

Heta van demên dawî li Dêrikê bes bi kurdî dihate peyivandin, bi Turkî peyivandin şerm (eyb) bu. Lê van salên paşî ji ber siyaseta asîmîlasyonê a dewleta Turk xort dest pê kirine bi Turkî di peyivin.

Derik di hilbijartinan de her dem piştgirîya DTP dike (her weha dema serdana mede ji reisê beledyê ji DTP bu, her weha di hibijartinen 29 adarê de ji li Dêrikê DTP bi ser ket). Li di dema serdana xwe ya Dêrikê de, ji axaftina bi xelkê re di hat fêm kirin ku xelke bajer rayên xwe didin DTP ne jiber hewqas heyranê DTP ne, bêhtir ji bo dewletê protest bikin, bes ji bo rayên xwe nedin partîyên Turkan rayên xwe didin DTP.

(1) Wek Enwer Karahan di nivîse berê li Dêrikê 7 Dêrê Ermenîyan hebûn: Enwer Karahan. Kevo. //www.nefel.com, 08.01.2007.

(2) Binere li ser mirine Kevo «nekroloja edebî» ya Enwer Karahan: Ez ji Dêrikê xeyîdîm, Kirîbo. // www.nefel.com, 10.09.2008.

Binere: Arjen Arî. Krîvê Kevo (1). // www.diyarname.com/news.asp?ldx=1214.

(3) Binere nivisek nastalgî: Enwer Karahan. Çend dîhn û dîmenên Dêrikê – 1 // www.nefel.com, 27.12.2007.

Enwer Karahan. Çend dîhn û dîmenên Dêrikê – 2. // www.nefel.com, 05.01.2008.

P.S. Ev nivîs herweha bi Rûsî di rojnama “Kurdîstana Azad” de u di malpera “livejournal” http://community.livejournal.com/eurazia_ru/56673.html ê de hatîye weşandın.

Dr. Nodar Mosakî

Bajarên Wendayi : Colemêrg
Colemêrg navê navçe û bajarekî Botanê, di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye. Navê wî yê tirkî “Hakkari” ye.

Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî yêt gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navêt gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekarî yê bûye, lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêma diçêbît. Herêm û bajarêt girêdayê bi wê mîrgehê ra ewene: Şîkeftan, Şîwelan, Masero, Suwartan, Kemerburc, Şîno (Çolemerg), Çal, Ertoşî, Teyarî Jêr û Teyarî Jor, Hemîdîye (Xoşab), Gever (Bajêrgeh-Duz), Oramar, Şemsdînan, Elkê (Beytuşebab), Şatax, Mukus, Wan, Karçîkan, Norduz, Ebaĝa, Mehmûdiye (Saray), Xavasor, Arçak, Tîmar û Esporkan Erdîş, Bergîrî, Duzespî, Eleşgirt, Menapert, Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorêt Hekarîyê carcar li wan herêmêt bas lê hatîye kirî kêmtir bûn.

Şerefname dibêjît damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Şemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezinê Kurda Selahedîn Eyubî da bûye. Paşi Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218-a zayînî, Hekarîy yê ketiye bin destê Melik Adili.

Yêkmîn Mîrê wê binemalê ku Şerfname bas lê diket Yezdan Şêre (ku bi ’Erebî ’Izz al-Dîn Şêr yêt gotîyê), ku ķelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387-ê zayînî yê girtin.

Di nawbenda sala 1460 û 1465-ê zayînî da Qere Qoyûnliya Hekarî dagêr kirin û Mîrêt Hekarîyê li ĥukum êxistên û mîretî dane malbata Kurdêt Donbulî. Bigotina ansiklopediya îslamê, Dombulîya, bi harîkarîya Aqqoyûnlîya, ķelata Bayê li Şemsdîna li gel beşek Hekarîyê girtine bin destê xwe.

Hinek têcirêt Asuriyêt Hekarîyê ciwab dane yek li zelamêt binemala mîrêt Hekarîyê binavê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji Kurdan berhev kiribû û çubû xizmeta ĥakimê Misrê. Mîr Esededîn vegerîya Hekarîye û mîretî bi şer li Donbulîya wergirt û carek dî mîretîya bav û bapîra bidestîna . Ewê binemalê paşi hingî navê Şembo girte xwe.

Li dewrê Têymur Lengi Diyarbekir girti, ewi kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekarîyê. Nikitine li wê baverîyê ye ku ewi Qere Osmanî li gel kiçe Kurdekê li binamala mîrêt Hekarîyê dawet kir û bû sebeba serkewta wê binemalê.

Li dewrê Şah Ismaîlê I (yêkê), serokêt Şembo (Mîrê Hekarîyê) li ķelata Bayê li Şemsdînan, dijîn û ĥukum dikirin.

Ewê binemalê ĥeta nîva sedsalêt 19:a zayînî li Hekarî û Elbakê ĥukum yê kirî. Mîrê herê dawîyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paşî zortir basa wi dêhête kirin. Nûrula Beg paşi birayê xwe dibîte Mîrê Hekarîyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguherîte Elbakê.

Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtîyêt Mîr Bedirxan Begê Botanê bûye. Bigotina misiyonerêt Emrîkî, li wi dewri, pêşî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrêt Hekarîyê gelek li mîrêt Botanê bi hêztir bûne.

Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şernex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Ûrmiyeyê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê 9.521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.

Avhewa

Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.

Nifus û navçeyên bajêr (1997)

Colemêrg (navend) (Hakkari), 73.221(1997)

Çelê (Çukurca), 15.778(1997)

Şemzînan (Şemdinli), 38.816(1997)

Gever (Yüksekova), 91.530(1997)

Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212.486 (1997)e. Tevahîya gelhê herêmê 246.469 (2007)

Çiyayên herêmê

Reşko (Geliyê şîn 4.135 m), Durek (4.060 m), Maunsel (3.850 m), Gelyano (3.650 m), Garê (3.460 m, Geverokê (3.356 m), Termo (3.275 m), Barêdalo (3.250 m) û Çiyayê Reş (3.630 m).

Deşt û zozan

Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye (175 km²), deşt 1.900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zapê li dora çemê Zapê ye. Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Zozana Kanimahan’e li dora gunde Çarqela ye.

Çem û gol

Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2.950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.

Ji çemên Avarobaşîn, Şemzdînan û Hacibegê Çemê Zapa mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye.

Serwetên bin erdê

Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.

Babetên heywanan

Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek; Bizin û mî yên çiya, hirç (li hêla Şemizdîna û Çelê), rûvî, gur, keroşk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.

Ol û civak

Nifûsa herêmê piranî musluman in, ji mezhebên şafî ne. Kêm hiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji alî gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Wek Tirba Gulareş, Ibedullah Nehrî (li Şemizdînan)

Xwarênên herêmê

Gulûl: Ji mast, birinc, savar yan jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe.

Kêpayî (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.

Mertoxe: Şêraniyek, ji tuxavk, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. Tuxavk û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê şerbet jî dikeve navê.

Keledoş: Ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.

Doxave: Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlîkirin. Goştê qîmeyê weke kofteyên piçuk tê çêkirin û tê tevlîkirin.

Qirîs: Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin

Kincên herêmê

Zilamên herêmê shal û shapik li xwe dikin. Du babetên shal û shapikan li herêmê hene ( Diyaryane yan jî SHirnexyane). Bi ser û shal shapik de kefiyek li pishtê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin “Kerik” bi serde tê li xwe kirin. Di bin shal de derpiyek dirêj ” kiras derpê” tê li xwe kirin. Milên îshlikan bi nexshe û jê re dibêjin “lewendî”. Li serî bi kefî re dismalek ku ji re dibêjin cemedanî ( çefî ) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengin û pêlavên ku jê re dibêjin “reshik” hene.

Jinên Colemêrgî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek ( bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên “Qutik” li xwe dikin. Di serî de sharpeyek hewreshim yan jî kefiyên resh tê pêçandin. Carna çarshefek ku jê re dibêjin ” xîzar ” jî ji alî jinan ve tê li xwe kirin.

Nav û kronolojiya bajêr

Navê Hekkarî yê ji gotina ” hekkar” ku di sedsala dehan de navê eshîrek bû ku li herêmê dijiyan tê. Navê Colemêrg navê bajarê herêma Hekkarî yê ye û di dema Memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê Ermeniyan “Ilmar” û bi zimanê Suryaniyan jî “Gularmak” e.

Kronolojî

BZ (Berî zayînê)

1000 – 585 Dema Ûrartûyan

585 – 550 Dema Medan

550 – 331 Dema Persan

331 – 323 Dema Mekedoniyan

88 – 66 Hukumdariya Tîgran

66 dema Romiyan

PZ (Piştî zayînê)

297 – 638 Dema Sasaniyan

978 Dema Ereban

1054 Dema Selçûqiyan

1142 Hukumdariya Îmaddîn Zengî

1343 Dema Karakoyuniyan

1360 Dema Mîrîtiya Hekkariyan

1386 Dema Moxolan

1405 Dema Mîrîtiya Hekariyan ya duyemîn

1534 Dema Osmaniyan

1855 Serhildana Îzzedîn Şêr

1914 Dema Rûsan

1918 Dema Tirkan

1924 Serhildana Nastûriyan

Ciyên turîstîk û gerê

Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.

Navdarên bajêr

Mela Hisênê Bateyî (1417, – 1494)

Ehmedê Xanî ( sedsala 17 an

Îhsan Colemêrgî

Ayhan Geverî

Qahir Bateyî

elî herirî

Eşîr

Pinyanişî

Ertoşî

Doskî

Dirî

Oremarî

Silehî

Beyzade

Hinareî

Bayî

çawkanî:viki

Argun Edit(Fk)

Bajarên Wendayi : Mêrdîn
Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi başûrê biçûk, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê nêzî 850.000 kesan e. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Dîrok

Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. “Mîrê Kelahan” hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye.

Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, asuriyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.

Ol û civak

Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zafaranê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz…

Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir

Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çan

Avhewa

Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.

Gelhe û navçeyên bajêr (2000)

Mêrdîn (navend) (bi tirkî, Mardin), 108.340

Kerboran (Dargeçit), 27.611

Dêrika Çiyayê Mazî (Derik), 55.278

Qoser (Kızıltepe), 183.475

Şemrex (Mazıdag), 27.434

Midyad (Midyat), 128.085

Nisêbîn (Nusaybin), 103.863

Mehsertê, (Ömerli) 14.584

Stewr (Savur), 34.402

Rişmil (Yeşilli), 22.026

Tevayî nifûsa herêmê (tevî gundan) 705.098 e

Çiyayên herêmê

Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra

Deşt, zozan û gelî

Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.

Çem û Gol

Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye

Binerd

Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên

Babetên heywanan

Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroşk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane.Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê şahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuştin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi.

Xwarinên herêmê

Li herêmê savar û xwarinên ji savêr bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanê reş. Zelateya hinaran, şorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêka de sorkirî re dibêjin “irok”). Rişte û Kibe (hûr û roviyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîşka bi gijnîjê birajtî, sembusek (lehmacunê sergirtî), beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û ûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan dew tê vexwarin. Li herêmê qehva tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e

Kincên heremê

Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê “deq” e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de “egal” an jî “çefî” heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.

Kronolojiya bajêr

Di dema persan de navê bajêr “Marde” bû. Di dema Bîzansiyan de jî “Mardîa” bû. Ereban jî navê herêmê kirine “Mardîn” . Suryaniyan ji bajêr re gotine “Marde” (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.

Berî Zayînê

2000 – 1243, dema Huriyan û Mîtaniyan

1243 – 612, dema Asûriyan

608 – 550, dema Medan

550 – 312, dema Persan

331 – 312, dema Mekodonîyan

Piştî Zayînê

197 – 395, dema Romayiyan

395 – 640, dema Bîzansiyan

640, dema Ereban

1202, dema Eyûbiyan

1515, dema Osmaniyan

1847, serhildana Bedirxanan

Cihên turîstîk, dîrokî û gerê

Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin.

Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.

Gundê Dara

Çavkanî

Jean-Baptiste TAVERNIER (1692), Les six voyages, I:187

Carsten NIEBUHR (1778), Reisebeschreibung, Copenhagen, II:391-8

Pietro della VALLE (1843), Viaggi, Brighton, I:515

Albert SOCIN (1904), Der Arabische Dialekt von Mōsul und Märdīn, Leipzig.

Hugo MAKAS (1926), Kurdische Texte im Kurmanji-Dialekte aus der Gegend von Mardin. Petersburg-Leningrad.

Hasan SHUMAYSANI (1987), Madinat Mardin min al-fath al-’arabi ila sanat 1515. Bayrūt: ‘Ālam al-kutub.

Otto JASTROW (1969), Arabische Textproben aus Mardin und Asex, in “Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft” (ZDMG) 119 : 29-59.

Hans-Jürgen SASSE (1971), Linguistische Analyse des Arabischen Dialekts der Mhallamīye in der Provinz Mardin (Südossttürkei), Berlin.

V. MINORSKY (1991), Mārdīn, in “The Encyclopaedia of Islam”. Leiden: E. J. Brill.

Otto JASTROW (1992), Lehrbuch der Turoyo-Sprache in “Semitica Viva – Series Didactica”, Wiesbaden : Otto Harrassowitz.

Ayliffe, Rosie, et al. (2000) The Rough Guide to Turkey. London: Rough Guides.

Michaela WITTICH (2001), Der arabische Dialekt von Azex, Wiesbaden: Harrassowitz.

George GRIGORE. L’arabe parlé à Mardin. Monographie d’un parler arabe périphérique. Bucharest: Editura Universitatii din Bucuresti, ISBN (13) 978-973-737-249-9

Peyamaazadî,viki

Argun Edit (FK)

Siwêreg-IV ‘Xalê Bedirê kamyoncî’ (Paşa Uzun)
Xalê Bedirê kamyoncî

Kuça Modanliya(Modanli sokak) li ser Kolana Huriyetê û li hember qehwexana Xalê Hiso bû. Sibehan û êvaran gava muşteriyên Xalê Hiso li Kuça Modanliya dinêrîn, bê kamyona Xalê Bedir tiştekî din nedîtin. Xalê Bedir, hertim kamyona xwe li ser Kolana Huriyetê û li devê kuça mala xwe parkdikir.

Kamyona Xalê Bedir weke dîwarekî, Kuça Modanliya li paş xwe vedişart û muşteriyên qehwexanê ji temaşekirina kuçeyê mehrûm dihîştin. Yek caran jî, lawên Xalê Bedir û şofirê wî Heno bi xortima avê dikişiyan ser kamyonê û rêx û fişqiya dewaran duşiştin. Pîsiya ku diket ber ava xortimê, ji karoserê kamyonê diherikî ser asfaltê û ji wir jî, weke hespên serîgirtî heta ber Kela Siwêregê diherikî. Bêhn û buxekê pîs dadiket ser Kolana Huriyetê. Dibe ku hinekan di dilên xwe da”la hewla” dikşandin û hinekan “nalet li çavê şeytan” dianîn, bes tu kesekî gilî û gazincîyên xwe bi deng nedikir.

Zatî li hember Xalê Bedir, tewrekê wisa jî ne mimkun bû. Li hember mirovekî wisa dirust û rast, gotinên tirş û tal kirin qet çênedibû. Wê demê, di Siwêregê da herkesî hev du nas dikir, herkesî ji herkesî ra hurmet û rûmet nîşan dida. Serxweş û esrarkêşên Siwêregê bile, gava di kuçe û kolanan da rastî mirovên weke Xalê Bedir dihatin, borebora xwe dibirîn, rêkûpêk didan xwe, silavên xwe didan û derbasdibûn. Hinekan jî ji ber halê xwe fedî dikirin, loma serê xwe xwardikirin û derbasdibûn.

Marka kamyona Xalê Bedir Ford bû. Li ser herdu deriyên şofêrmehelî “ÇÖL ŞAHÎNÎ”-Şahînê Çolê- û di navbera şofêrmehelî û baxaja ku li ser şofêrmeheliyê da cîhdigirt, bi herfên mezin “MAŞALLAH” hatibû nivîsandin.

Wê demê, hejmara kamyonên ku di navbera Siwêregê û gundên doraliya wê da diçûnûdihatin şeş-heft heb bûn, ji wan yek jî Çol Şahîniya Xalê Bedir bû. Qehwexana Porteqalê li ber Kela Siwêregê, li kêleka Xana Îbramê Abika cîhdigirt. Qehwexana Porteqalê, mekana sîmsar, şofêr, muewên û kamyonciyan bû. Transporta gundiyan, pez û dewaran, sewzî, fikî, xwarin, cil, caw û hwd. ji wir çi dibûn.

Hejmara sîmsaran jî wê demê, kêm-zêde qasî hejmara kamyonan bû. Yên ji wan tên bîra min, Hisunê Bro, Mehmedê Tosqa, Ayibê Eynê, Elo Yonta û bavê min bûn. Ayibê Eynê dû ra bû xwedî kamyon û dest bi siyasetê kir. Di nav CHP(Cumhuriyet Halk Partisi)ê da xebitî, demekê ji reîsê Belediya Siwêregê ra wekîlî jî kir. Yên din jî weke Ayibê Eynê, ji xwe ra kamyon kirîn û dest bi kamyoncîtî kirin. Ya di sala 1975an yan jî di sala 1976an da, min serokatiya Komela Çandperwer a Siwêregê(Kultur Sevenler Dernegi) dikir. Li ser erdê Komelê me dest bi avakirina salonekê kiribû. Gava ji me ra alîkarî hewcekir, Xalê Ayib weke wekîlê reîsê Belediyê ji me ra xwedî derketibû.

Qamyonên gundan, berê nîvro xwe li ber qehwaxanê rêzdikirin, sîmsarê her kamyonê jî kursiya xwe diavêt ber kamyonê, li ser kursiya xwe rûdinişt û cixara xwe yê qaçax dikşand. Carbicar jî radibû ser pîyan û bi dengekê bilind bangdikir.

-Qaynax! Qerebexçe!

-Qaynax! Qerebexçe!

Heta saet 11.00 yan jî 12.00an Şahînê Çolê heta dêv têje dibû. Karoserê kamyonê bi her babet tişt ve dihat dagirtin, herî dawiyê muşteriyên ji her cinsî û ji her emrî hildikişiyan ser barê kamyonê û cîh didan xwe. Du-sê kes jî li ser baxaja şofêrmeheliyê rûdiniştin. Xalê Bedir derbasî paş direksiyonê dibû, lawê wî Îhsan jî li kêleka wî rudinişt û berê xwe didan Qerecdaxê.

Dûraxa ewlî gundê Arastûlê bû. Şahînê Çolê, bi dorê, li Ûçkuyu, Kerteş, Qaynax, Gedûk û Qerebexçê disekinî. Dûraxa herî dawiyê Qerecdax bû, ku gundên Qizilkuyê, Birabirêz,Qolibaba, Mêrgêmîr girêdayiyê wê duraxê bûn. Li Mêrgêmîrê dawiya bar û muşteriyan dihat. Îcar muşteriyên ku diçûn Siwêregê, bi mirîşk, elok, pez, ker û dewarên xwe suwarî kamyonê dibûn. Xalê bedir li hember muşteriyên xwe sadiq, hurmetkar û alîkar bû, muşteriyên wî jî li hember wî wisa hereket dikirin. Havînan, gava penêrkerên siwêregî bi kamyonên xwe ve diçûnûdihatin penêrxaneyên xwe yên li Qerecdaxê, rastî muşteriyên Xalê Bedir dihatin û hewldidan xwe ku wan suwarî qamyonên xwe bikin. Muşteriyan xwe li cîyê xwe nedileqandin û ji wan ra digotin;”Efû bikin! Em li benda Xalê Bedir in.” Penêrkeran diranên xwe diguvişandin, serê xwe dihêjandin û derbas dibûnûdiçûn.

Vegerê da Şahinê Çolê cardin yekoyek ji ber wan gundan derbas dibû û di doraliya saet 16.00-16.30an da digîhîşt ber qehwexana Portaqalê. Berê ku Şahînê Çolê were, kêmasî çar-pênc erebeyên hespan û 15-20 cambazên pez û deweran riya wê dipan. Ne tenê wan, di Siwêregê da herkesî dizanîbû ku kamyona Xalê Bedir tu car vala naye. Her cara ku Şahînê Çolê paş ve dihat, di nav barê wê da, 20-30 mirov, 20-30 pez û 5-10 dewar, 15-20 sandoq penêr û bi lîtiran şîr, mast, rûn peyda dibûn.

Gava Şahînê Çolê li ber qehwexana Porteqalê disekinî, roja mahşerê dadiket. Cambazan xwe diavêtin ser pez û dewaran, ji diranan heta siman her tiştên wan sehî dikirin û dipelandin û ji aliyê din ve jî, di mêjiyên xwe da, çend kîlo goşt dikaribû ji wan derketa, hîsab dikirin. Erebciyan, bêî ku ji xwedîyan bipirsin, sandoqên penêran barî erebeyên xwe dikirin. Gundiyên ku li ser kamyonê ji deng û bayê sergêj bûbûn, di navbera erebeciyan, cambazan û zarokên xwe da diçûnûdihatin. Bi hevîya ku malên wan bi buhayekê baş bêfirotin û erebecî wan nexapînin, geh bi cambazan ra, geh bi erebeciyan ra pazarî dikirin.

Di salên 1970an da Xalê Bedir ji xwe ra şofêr girtibû. Îcar Şofêrê wî Heno û lawê wî Remo bi Şahînê Çolê ve mijûldibûn. Yek caran jî, wexta mekteb tetîl dibûn lawê wî Keko jî bi kamyonê ra diçûûdihat. Wê wextê mala Selahattin Tîmûr û yazixana wî jî lê kêleka APê cîhdigirt. Mudûrê PTTê Ebdullah efendî, xwediyê rojnama Dengê Siwêregê(Siverek’in Sesi) Selahattin Timur hevalên Xalê Bedir yên herî başbûn. Hema hema her roj, her sê tev li ber yazixanê rûdiniştin û diketin nav suhbetên kûr û dirêj.

Hevaltiya rojnemevan, mudûr û kamyonciyekî dikare ji hinekan ra ecêb were. Gor hinekan, divê her kes bi hevalên yên weke xwe ve rabinûrûnin, yanê eyarên wan, rewşa wan, navûdengê wan kêmzêde weke hev bin. Bes di Siwêrega kevn da têkilî, dostanî û hevaltîya di navbera mirovan da, pirr caran gor wan prensîban çênedibûn. Çi feqîr, çi zengîn, çi mudûr çi kamyoncî dikarîbûn bibin hevalên hev û dibûn jî.

Ji %90ê siwêregiyan macîr bûn, ji her derê Kurdîstanê û ji ber sedemên çêşîd bi çêşîd barkiribûn û hatibûn Siwêregê. Dibe ku macîrbûyina wan, derd û kulên xeribiyê, hesreta erdên bav û kalan yên li dû xwe hîştibûn, sînor û cudatiyên di navbera wan da bêqîmet dikirin û ew nêzîkî hev dianîn.

Xalê Bedir ji Mala Qelenderiya bû, gor dihatgotin Qelenderî jî weke malbat û eşîrên din ji derve hatibûn Siwêregê. Jina Xalê Bedir jî ji aliyê Dêrsimê bû. Eyşê gava tê Siwêregê zaroyê. Diya Nebî Cirît, wexta ji aliyê Dêrsimê bi 15 malên paloyî ve tev tê Siwêregê, Eyşê jî bi xwe ra tîne. Eyşê li Siwêregê mezin dibe û bi Xalê Bedir ve dizewice. Ji wan ra 14 zarok çêdibin, şeş dimirin, heyşt dijîn.

Wexta em ji DDKDê veqetiyabûn, Keko jî li gel me veqetiyabû. Ez ketim hefsxanê şûn da, wî û hevalên din gor zanetî û bîr û baweriyên xwe, xebata xwe domandibûn.

Di şerê Siwêregê da, ji rojan rojekê serokê Bûcaxiyan, M.Celal Bûcax, peyayên xwe şandibû pê Xalê Bedir. Xale Bedir radibe diçe. M.Celal gotibû, “divê tu lawê xwe ji nav vê şerê derxînî!” Xalê Bedir, ne elemqulem kiribû û ne jî galgalên xwe dirêj kiribû. Rastanrast gotibû, “lawê min, guhdariya min nake!” M.Celal qasî bêhnekê, serê xwe girtibû nav destên xwe û ponijîbû. Dawiyê da serê xwe rakiribû û ji peyayên xwe ra gotibû;”Xalê Bedir bi silametî bigîhînin mal.”

Xalê Bedir bi dilnerehetiyekî gran vegeriyabû mala xwe. Gotinên ku wî ji M.Celal Axa ra gotibû, ji sedîsed rast bû. Lawê wî Keko jî weke şoreşgerên din, di riya xwe da meşiyabû. Weke hevalên xwe yên şoreşger, gotên û şîretên dê û bavê xwe guhdarî nekiribû. Di wê nuxtê da tiştekî zêde ji destê Xalê Bedir nedihat.

Lêbelê Keko lawê wî bû, ji xwîna wî bû. Erê! M.Celal Axa ji wî ra gotinên tûj û tal negitobû, ji ra heqeret nekiribû. Gora xwe mirovekî baqil bû, usûlên eşîr û eşîrtiyê, cirantî û hembajarîtiyê zanîbû. Bes daxwaziya ku li Xalê Bedir kiribû, bi mane û naveroka xwe eşkere bû:”Ger wî lawê xwe ji nav şer dernexista, lawê wî dikarîbû bihata kuştin.”

Her çuqas Keko bavê xwe guhdarî nekiribû jî, dilê Xalê Bedir ranedikir ku, li ber çavên wî nêçîra lawê wî bitekirin. Ji alîyê din jî hukma wî, îmkanên wî tunebû ku şerê Siwêregê rawestîne. Gava hinekan hewldan xwe ku lawê wî Neco bikujin, Xalê Bedir diha zêde damiş nebû, barkir çû Diyarbekirê.

Salên xwe yên dawiyê li Diyarbekirê derbas kir, dilê wî di bin giraniya derd û kulan, hesreta Siwêregê, heval û dostan da pelixî û têkçû.

Li Kuça Modanliya, di nimra 4an da êdî Xalê Bedirê kamyoncî najî, êdî Şahînê Çolê li ser Kolana Huriyetê xuya nake.

Paşa Uzun

Siwêreg-III (Paşa Uzun)
Qehwexana Hiso

Gundiyekî ji gundiyekî ra gotibû.

-Do ez li Siwêregê bûm.

Gunduyê duduyan pirsîbû.

-Tu çûy qehwexana Hiso?

-Na.

-Tu çûy aşxana Çawiş?

-Na.

-Tu çûy aşxana Sefo?

-Na.

-Malava! Wê gavê tu neçûye Siwêregê!

Ev çîrok çuqas rast e, ez nizanim. Hevalekî ji min ra behs kir, ez jî ji xwendevanan ra behsdikim. Gune li stûyê wî hevalî be.

Aşxana Xalê Sefo di destpêka Kuça Şeytana da cîhdigirt, yê Xalê Çawiş û Miçoyê Macîran jî cardin li Kuça Şeytana, li jorî aşxana Sefo cîhdigirt. Di nav gundiyan da aşxaneyên bi nav û deng aşxana Çawiş û ê Sefo bûn.

Aşxana Xalê Sefo biçûk û teng bû. Li ser du qatan bû, qata yekê ji bo mêran û qata duduyan jî ji bo jinan bû. Gava mirov ji deriyê aşxanê diket hundur, dezga Xalê Sefo li qata jêrîn, li ser piyê çepê bû.

Xalê Sefo kin, esmer û qelaw bû. Baş nayê bîra min, lê ez bawer dikim, por li serê wî tunebû, yan keçel bû yan jî porê wî weşiyabû.

Muşteriyên wî bi piranî gundî bûn. Gundiyên ku dihatin bajêr, pez, dewar, rûn, mast, dew, penir û hwd. difrotin şûn da berê xwe didan aşxana Sefo yan jî yê Çawiş. Xalê Sefo, li hember muşteriyên xwe hurmetkar û dilovan bû, bi rûkenî ew keremê hundur dikirin, hal û ahwalê wan dipirsî û siparîşên wan digirt.

Wê wextê dibe ku li hinek malên halxweş makînên goştkişandinê peydadibûn. Bes di aşxanan da goştê kebabê bi destan dihat amadekirin. Kêmasî di aşxana Xalê Sefo da wisa bû.

Sibe zû Xalê Sefo bi du kêran ve diket ser goşt. Pêşî hestî û goşt ji hev vediqetand, goştê six û piçek bi rûn dida aliyekî û hestiyên ku ji tiştekî ra bikarnedihat, diavêt ji kûçik û pisikan ra. Bi du kêran ve hûrkirina goşt weke xuyadikir, ne hêsa bû. Bi saetan ve Xalê Sefo bi wî goştê ve heşir neşir dibû, di wê germa havînê da di nav xwêdanê da dima.

Hûrkirina goşt temam dibû şûn da bacanêsor-reş, îsotên tûj û netûj, goştê kişandî bi ser şîşan da dikir û li ser agirê komirê rêz dikir. Gava dixana agirê û bêhna goştê sorkirî dadiket ser kuçe û kolanên doraliya aşxana Xalê Sefo, yên birçî nebûn jî, xwe birçî hîsdikirin û berê xwe didan aşxana Xalê Sefo.

Ji derveyî van aşxanan, li ser Kolana Inonu, li hember Kuça Şeytana, aşxana Fehmî wan hebû. Navê aşxanê “Ornek Lokantasi” bû û li bin Klûba Ticaran cîhdigirt. Di Siwêregê da aşxana herî luks ew bû. Eşrafên Siwêregê, memûr û mamosteyên Siwêregê yên tirk li wir xwarin dixwarin.

Di Mekteba Navîn da ez û Fehmî Kuyurtay bûbûn hevalên hev, her sibe, berê ku mekteb vebe, ez û wî diçûn parka li hember Postexaneya kevn û em ji xwe ra hereketên akrobatik yên Yilmaz Guney di filîmên xwe da bikardianî, hîn dibûn.

Yên aşxane îdare dikirin, bavê Fehmî û birayê wî yê mezin Îsmaîl bûn. Birayê Fehmî Faîk di dema DDKDê da bû hevalê me, Sedat di Kawayê da cîhgirt. Di dema lîseyê da riya min û Fehmî ji hev veqetiya, ew çû lîseya normal, ez çûm lîseya teknîkî. Hevaltiya me di warê fûtbolê da domkir, di Kela Sporê(Kale Spor) da me tev fûtbol dilîst. Di salên pey lîseyê da ez ketim nav siyasetê û dû ra jî ketim hefsê. Fehmî xwendina xwe domand û bû duxtor, duxtorekî hêca, nefspiçûk û bêdeng. Siwêregî bi wî çuqas îftixar bikin, di cîda ye.

Berê ku ji bîra bikim, dixwazim nuxteyekê piçûk li gotinên jorîn zêde bikim. Li jor min gotibû, aşxana Xalê Çawiş û Xalê Sefo li ser du qatan bûn. Qata jorîn ji bo jin û malbatan bû, lêbelê tu rojekê ez şahid nebûbûm ku jinek yan jî malbetekî li wir xwarin xwaribûn.

Qehwexana Hisoyê Remoyê Îmê û Mala Bedirê kamyoncî li hember hev bûn. Demekê şûn da AP(Adalet Partisi)ya Suleyman Demirel bû cîranê Xalê Bedir, Miçoyê Ataşan jî aşxaneyekê li kêleka Qehwexana Hiso vekir û bû cîranê wî. Qehwexana Xalê Hiso ji du qisman pêkdihat. Qisma ewlî ku, li wir tenê sandelye û maseyên bilind hatibûn bicîhkirin, cîyekî maqûl bû. Qisma duduyan ku, ji wir ra Pêke dihatgotin, ger mirov serê xwe xwar nekiriba, nikarîbû têketa hundur, ji qehwexaneyekê zêtir bi şikeftekê dima. Dîwar û binê Pêkê herî bû, pace û qulik li ser dîwaran tunebûn, ronahiya ku li hundur hebû, tenê jê lampeyekê ku bi asraqê ve hatibû daliqandin, dihat. Dixana ku ji cixaran derdihat, şewqa lampeyê ditepisand, çav çavan neditît. Ji bona ku milet bikaribin bêhna xwe bigrin û dora xwe bibînin, carbicar ji muşteriyan yekî digot, “Ka hela piçek rawestin! Cixareyên xwe bi dorê bikşînin ku em bikaribin nefes bigrin!”

Yên li Pêkê rûdiniştin, muşteriyên mîrî bûn, hema her roj li wir bûn, bûbûn perçeyekî Pêkê, ne Pêke bê wan dibû, ne ew bê Pêkê dibûn. Ji wan ra tu caran çaya beyat nedihat. Nuha çawaye nizanim, wê demê prensîbekî nenivîsandî di navbera muşteriyan û xwediyên qehwexaneyan da hebû. Mana wê prensîbî ew bû ku ji muşteriyên mîrî ra hertim çaya teze dihat îkramkirin, ji wan ra çaya beyat îkramkirin, necaîz û nerastbû. Herdu alî jî, yanê hem xwediyên qehwexanan û hem jî muşteriyên mîrî, derheqê vê prensîbê da serwext û şiyar bûn.

Ciyê dezga çay gor havîn û zivistanê dihat guhertin. Zivistanan, muşteriyên qehwexanê ji ber du sedeman zêde dibûn; sedema yekê, ji ber sar û sermayê kes nikarîbû li derve rûne. A duduyan, zivistanan hinek kar û bar yan xelas dibûn yan jî kêm dibûn, ew jî dibû sedem ku piraniya siwêregiyan berê xwe didan qehwexaneyan.

Ji ber wê yekê gava zivistan dihat, Xalê Hiso dezga çay ji qisma ewlî radikir û dibir qisma Pêkeyê. Di Pêkeyê da li kêleka dezgê, bi textan ve qulikekê jî hatibû avakirin, yên dixwestin xumarê bilîzin, diketin wê qulikê û heta saetên dereng bi xumarê ve mijûl dibûn. Xalê Hiso jî “cîxiz dikşand”. “Cixîzkişandin” dihat wê maneyê ku, yên di xumarê da qezenc dikir, parekê dida xwediyê qehwexanê, bi gotinek din dida Xalê Hiso.

Xalê Hiso û Xalê Şefîqê Ayibê Înce şîrigên hev bûn. Yê çay çêdikir karkerê wan Xoce bû. Dibe ku hinek muşteriyan navê wî yê eslî zanîbûn, lê tu rojekê min navê wî meraq nekiribû û ji kesî jî pirs nekiribû. Ne kuma xwe ya sipî ji serê xwe derdixist û ne jî nimêja xwe ji bîra dikir. Misilmanekî dilpak bû, ji kesekî ra xirabî nedikir û ji kesî ra zerar nedida. Sibê zû dihat karê xwe û êvarê diçû mala xwe.

Xoce çay çêdikir, karkerê din Îsmet jî çay belavdikir. Yê herî zêde li nav qehwexanê û li ber qehwexanê xuya dikir Xalê Hiso bû. Xalê Hiso, hertim cixare di nav lêvên wî da, destekî wî di bêrîka şelwerê da, li nav qehwexanê diçû û dihat. Carbicar derdiket pêşiya qehwexanê, weke li benda yekî bû, li aliyê rojhilat û rohava dinêrî, di bin çava ra li yazixana APyê dinêrî, silavên nas û dostên ku ji ber qehwexanê derbasdibûn, digirt. Çend kursiyên ku vir da wir da belawela bûbûn, li dora maseyên nizma yên li derve, dida dûzanê û diket hundur.

Gava Xoce diçû mizgeftê yan jî karekê wî derdiket, Xalê Şefîq derbasî paş dezgê dibû û çay çêdikir. Xalê Şefiq jî weke Xalê Hiso û piraniya muşteriyên qehwexanê ji Taxa Kelokê bû. Cîyê ku bi navê Taxa Kelokê ve dihat navkirin, ji paşiya Mala Bucaxiyan destpêdikir û digîhîşt Esmerçayirê. Li alîyê rojhilata Taxa Kelokê, qada fûtbolê a eskerî hebû. Qişla eskeran ji wir rabûbû şûn da, zarokên taxê cîyê qişlayê weke qada fûtbolê bikaranîbûn. Loma ji wir ra digotin qada eskerî. Taximên xort û zarokan, maç û antiremanên xwe li wir pêkdianîn.

Yek ji muşteriyên mîrî yên qehwexana Xalê Hiso, hevalê min Qara Miço bû. Berê ku behsa Qara Miço bikim, dixwazim çend gotinan derheqê Çûzo Ahmed da bikim. Çûzo Ahmed, birayê Çawiş Îbo bû. Çawiş Îbo wê demê di Siwêregsporê da fûtbol dilîst û di Belediya Siwêregê da weke zabitê belediyê kar dikir. Mirovkî heqperwer, durust û merd bû. Gava 12 Îlonê da eskeran destdabûn ser îxtidarê, li her derê Kurdistanê xelkê terorîzekiribûn. Bi taybetî giraniya xwe dabûn ser Siwêregê. Li Siwêregê êdî xelkê newirîbû silavan li dê û bavên şoreşgeran bikin. Di rewşekê wisa da gava Çawiş Îbo, rastî dê û bavên şoreşgeran dihat, hal û ahwalê wan dipirsî, bi çend gotinan dilê dê û bavan xweşdikir û li hember wan dostanî û dilovaniya xwe nîşandida. Demekê şûn da dev ji Belediyê berda û di Panqa Zîraet ya Kolana Huriyetê de, weke memûr destbikarkir.

Çûzo Ahmed jî yek ji muşteriyên Qehwexana Qalê Hiso bû. Di warê psîkolojîk da rehet nebû. Pirr kêm rûdinişt, piranî li ser piyan, li pêşiya qehwexanê piyase dikir û xwe bi xwe diaxifî. Bi çavê Yilmaz Guney li xwe dinêhirt, meşa xwe, hereketên xwe, rabûnûrûniştina xwe bi Yilmaz dişiband. Dirfê wî jî kêm zêde bi Yilmaz dima, ger te wechê wî ji nêzîk nedîta, mirov digot qey, Yilmaz Guney hema ji nav fîlimê derketibû û li ber Qehwexana Hiso piyase dikir.

Di salên 1960 û 1970n da hema hema hemû ciwanên Siwêregê bi çavê Yilmaz Guney li xwe dinêrîn. Her kesî xwe weke Yilmaz dihesiband û dixwast weke Yilmaz hereket bikira. Yilmaz Guney, bi mesaj, şexsiyet û bûyerên ku di fîlimên xwe da bikardianî li ser siwêregiyan tesîrek giran dikir. Hela hela hatina wî yê Siwêregê, heş li serê kesî nehiştibû.

Di tarîxa 9 Eylul 2007an da, Mahmûd Kîper di nivîsarê xwe yê Kurdinfo da behsa vê serdanê kiribû. Di sala 1967an da, roja ku Yilmaz hatibû Siwêregê, ez li mektebê bûm. Ji xwendevanan yekî gotibû;”ew ê Yilmaz Guney tê Parka Lezgo, pêşî me xwendevanên Mekteba Navîn -ku wê demê li ser Kolana Huriyetê bû- bawer nekiribû, qasî bêhnekê em li xwe şaş bûbûn. Dû ra me hemûyan xwe ji pace û deriyên mektebê avêtibûn der û bazdabûn Kolana Huriyetê.

Em û împalaya Yilmaz a sipî tev gihîştibûn ber deriyê Parka Lezgo. Qatekê cilê sipî li ser bû. Ji ereba xwe derket, şûna ku ji deriyê Parkê têkeve hundur, çû ber dîwarê Parkê, destekî xwe danî ser şivên hesinî yên li ser dîwarê û xwe çendî aliyê hundur kir. Ji kêfan em firiyan, dengê çepikan, “bijî Yilmaz!”, “herbijî Yilmaz!” pêl bi pêl li ser siwêregê vedabû. Hatina wî yê Siwêregê ne bes bû, serda jî xwe ji ser deriyê Parkê çendî aliyê hundur kiribû, êdî ji kêfan, ji dilşadiyê em bûbûn serxewş.

Weke Mahmûd digot, heta wê rojê, hinekan digot, Yilmaz ji Edenê ye û hinekan jî digot, ji Siwêregê ye. Gor Mahmûd; bi serdana xwe yê Siwêregê, Yilmaz siwêregiya xwe îspat kiribû. Ez dixwazim gavekê din pişta biçim. Yilmaz siwêregiya xwe, ne tenê bi serdanê, ji ser dîwarê Parkê çendkirinê ve jî, îspatkiribû ku ew sedîsed ji Siwêregê bû.

Ma mirov ji Siwêregê nebiya, şûna deriyê vekirî da, ji ser dîwarê çend dike?

Muşteriyên Qehwexana Xalê Hiso babet bi babet bûn. Ji her beşên civatê, ji her emrî mirov di nav muşteriyan da peyda dibûn. Esnaf hebûn, ticar hebûn, cambazên pez û dewaran, şoreşger, welatperwer, şivan, gavan, diz, xumarcî, oxlancî û hwd. hebûn. Ji Ahmet Karli heta Alî Soldiq, Mahmud Al, Behzat Baskin, Mehmet Cibran, Nedim Ozbingol, Ednan Ozbingol, Yusuf Kuşar û hwd. yên şoreşger li vê qehwexanê rûniştibûn, çay vexwaribûn û suhbetên kûr û dirêj kiribûn.

Di nav muşteriyên Qali Hiso da Qara Miço yê herî balkişandî bû. Jîyana wî bi jiyana kesî nedişibiya, rabûn û runişkandina wî cardin wisa. Di qehwexanê da cîyê wî Pêke bû. Ji Pêkê dernediket, zivistan û havînan bi saetan ve di wê tariyê da û di nav wê dixanê da rûdinişt. Weke muşteriyên din qaxiz jî nedilîst. Zatî bê 52an tiştekî nizanîbû. Mîna keviran li cîyê xwe rudinişt û ranedibû. Di mêjiyê wî da çê derbasdibû, çi difikirî kesî nizanîbû. Tenê gava ji tiştekî bêhna xwe tengdikir, yan jî hirs dibû, çend dilopên xwêdanê li ser bîvila wî peydadibûn, evqas.

Kesî nizanîbû emrê wî çî ye. Herkes mezin dibû, pîr dibû, diqermiçî, nexweş diket yan jî dimir, bes tiştek bi Qara Miço nedihat. Ew, ne pîr dibû, ne diqermiçî û ne jî porê wî diweşiya. Zivistan û havîn li Pêkê rûdinişt, tenê berbê êvaran, wexta Mekteba Navîn û Lîse belavdibû, ji Pêkê derdiket pêşiya qehwexanê, dûzan dida pantolê xwe yê “duşukkemer”, destên xwe didan ser qorikên xwe û çavên xwe li ser yên ji ber qehwexanê derbasdibûn, zîqdikir. Digot;”ser çavên min ra çav tunene! Kilomîtroyek wê da qeratûya yekî, sîya yekî bi ber çavên min keve, bese, ez zanim ew kî ye.”

Carbicar, me bi rica û minet ew ji qehwexanê radikir ku ew piçek bimeşe û bêhna xwe derxe. Wisa neba ji qehwexanê dernediket. Bi wê halê jî her salî beşdarî Beza M.Kemal -ku ji deh kîlomîtroyê pêkdihat- dibû û qezencdikir. Di Siwêregsporê da jî fûtbol dilîst, pirr caran tî û birçî derdiket maç û antremanan, bes ji futbolciyên din kêm nedima, qasî wan baz dida, qasî wan xwe diwestand û xwêdan dirêjand.

Tu karekê nedikir û ne dixwest karekê jî bike. Hevalên wî ketin kar, zewicîn, bûn xwedî zaro. Wî wisa nekir, di Pêka da rûnişkandin û fûtbollîstin ji xwe ra kir kar.

Dawî dawî bi alîkariya Çawiş Îbo bû bekçiyê Panqa Zîraetê. Wê wextê, Panqa Ziraetê gava mirov ber bi riya Diyarbekirê dimeşiya li ser pîyê rastê û ji qehwexana Xali Hiso 100-150 mîtro wê da bû. Qara Miço bû bekçî şûn da, her roja Xwedê, kursiya xwe dadanî kêleka Panqê û li ser rûdinişt. Û çavên xwe li ser yên ji Kolana Huriyetê diçûnûdihatin, zîqdikir. Bi wê ferqê ku îcar maeş digirt.

Berê vê salekê di şîna bavê min da me hevdu dît, bi Adil ve tev hatibû şînê. Bila emrê wê dirêj be.

Kolana Huriyetê di salên 1960 û nîvê 1970an da sakîn bû. Teşqele û bûyerên ku dibûn sedemên telaş û hêcanê kêm bûn. Tenê carbicar hespên ku serî digirtin û ûsibtûtanê ku li têlên elektrikê diketin, ziravên muşteriyên Xalê Hiso û şêniyên Kolana Huriyetê diqetandin.

Ew hespana yê kî bûn? Û ji ku dihatin? Kesî nizanîbû. Salê du-sê caran, çend hesp ji aliyê riya Diyarbekirê serî digirtin û diketin ser Kolana Huriyetê. Dibe ku ji gundê Silimpiyarê, yan jî ji malên derveyî bajêr dihatin. De îcar Kolana Huriyetê ji aliyê riya Diyarbekirê, heta ber Kela Siwêregê berbijêr bû. Ji ber wê yekê gava hesp digihîştin ber Mekteba Navîn, êdî nikarîbûn xwe bigrin, her ku diçû lezdar dibûn. Kî têketa ber nalên wan, xelasbûn tûnebû.

Gava çavên muşteriyên Xalê Hiso li hespan diket xwe diavêtin hundur, yên ji fersendê diketin, hema xwe dispartin dîwarê qehwexanê û silawat dikşandin. Û yên bi cesaret jî, bi hêviya ku hespan rawestînin, kursiyên bin xwe diavêtin pêşiya hespan. Ji wan wetnê, bi saya kursiyan hespên rawestiyana yan jî riya xwe biguherandana. Kursiyên ji text, li ser asfalta hişk û biring belewela dibûn û reqîn û teqîna wan berevacî hesp ditirsandin.

Bêguman li ser Kolana Huriyetê, hem li aliyê çepê û hem jî li aliyê rastê kuçeyên teng û ziraf hebûn. Lêbelê bê wê lezayê û bi wê tirsê hesp nikarîbûn bizivirin nav wan kuçan.

Kolana Huriyetê li ber Kela Siwêregê xelas dibû. Li wir, Belediya Siwêregê nêrdewanên du-sê mîtro fire çêkiribûn ki mirov ji ser wan nêrdewanan dikarîbû derketa ser Kelayê. Gava hesp digîhîştin ber nêrdewanan, bi neçarî hêldikşiyan ser wan nerdiwanan û li nîvê nerdiwanan radiwestiyan. Tirs û hêcana muşteriyên Xalê Hiso û şêniyên Kolana Huriyetê jî dawî dihat û vedigeriyan ser meşxeleyên xwe.

Ûsibtûtan ji çûçikên Siwêregê çêşîdekê ye. Bi kewan dişibin, bes ne kew in. Renga wan qurşûnî û babetên qurşûnî ye. Ji mirovan natirsin, hêlînên xwe yên beredayî ji qirş û qalan çêdikin, bayekî sivik jî bê, hêlînên wan bi xwe ra digre û dibe. Li ser xanîyan, li ser têlên têlefonan vedinişin û qebqeb dikin.

De îcar, yek caran bi xeletî li ser têlên elektirîkê yên ji ber qehwexana Xalê Hiso derbasdibûn, vediniştin. Gava li ser têlan vediniştin, ceyeranê ew digirtin û weke demançê deng ji wan derdiket. Muşteriyên Xalê Hiso bêhemdî xwe diavêtin hundurê qehwexanê û heta mesele eşkere nedibû, ji hundur dernediketin.

Navê lawê Xalê Hiso Ahmed bû, Xali Hiso ji wî hezdikir. Rabû ji Ahmed ra bisîkletekê kirî. Ji rojan rojekê wexta Ahmet bi bisîkleta xwe li ber qehwexanê çerx bûbû, di bin erebeyekê da mabû û miribû.

Ji wê rojê pê da jî Xalê Hiso qehwexana xwe xebitand, bes birîna ku di dilê wî da vebûbû, ne me dikarîbû derman bikira û ne jî wî dikarîbû.

Rîha
Riha di cîhanê de bajarekî herî qedîm û kevnare ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan

Bajarê Riha yê wek ” Bajarê Pêxamberan” tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji biheshtê (cennet) tên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê musilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, ereb û tirk piranî ya nifusê teshkil dikin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Eleqeyeke mezin nîşanî bazirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir biryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir îtiraz pêk nehatiye

Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.

Navê bajar yê kevn “Edesa” ye. Ev nav ji dema Mekodoniyan maye. Navek din jî bi zimanê suryaniyan ” orihaî” û bi erebî jî (vurihaî (ava pir) ) bû. Pishtre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek “Şanliurfa” hatiye guhertin.

Berî Îsa (zayîn)

2000 – 1300 dema Mîtanî û hûriyan

100 – 612 dema Asûriyan

612 – 550 dema Medyan

550 – 332 dema Persan

332 – 313 dema Makedoniyan

132 hukumdariya Osroene

Piştî Îsa (zayîn)

117 – 395 dema împaratoriya Roma

395 dema Bîzansiyan

639 dema Ereban

1071 dema Selçukiyan

1514 dema Împaratoriya Osmanî

Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir

Çavkanî:Wiki , Amadekar: Argûn

DI DİROKÊ DE WAN
Navê Wanê ku pêytaxta Urartuya bu dı demê kevın de “TUŞPA” bu. Diroka Wanê heya Bİ(Beri İsa) 7000 dıçe. Kolyarê lı Tilki Tepe ku 6 Km lı başurê Vanê ye û lı Goristana Ernis ku lı bakurê Gola vanê dıkeve hatiye pêk hatın leqay çanda qalqolitik, hesın û bronz hatiye. Bajar jı terefi şahbanuya (Qraliçe) Asuriya Samiramis va hatiye avakırın. Lı heremê pêşi Hurriyan bı ci buna. Pışti Hurriyanra Urartuyan, Medyan, Persan, Makedoniyan, İskenderê Mezın, Partiyan, Sasani û Bizansi hatıne û bune serwarê haremê. Pİ(Pişti İsa) 675 anda jı terefê mıslımana hat fetihkırın, pışti wan herem jı Bizansiyanra, Selçukiyara, İlhaniyanra, Celahiroğullarıyanra, Karakoyunanra, Akkoyunanra û jı Safeviyanra bu war.Hurriya, Bİ 2000 an da jı Gola Wanê hata Bahra Reş buna serwar.Dı sedsalên xııı an da otorita Huri-Mitatniyan bêhêz ket û mirek derketin holê. Dı vê demê da Kralê Asuriya dı xwest ku van mireka têxê bın bandûra xwe. Lewma dı navbera wan û Nairi û Urartuyan da pevçun destpêkır. Ev pevçun hata nivça sedsalên xı da domkır û Asuriyan ev herema bı geli û zınarê asê xıstın bın bandûra xwe de.

NAVÊ WANÊ JI KU TÊ : Evliya Çelebi dı seyhatnama xwe da dı beje ku, İskenderê Mezın navê ibadetgeheka ku dı nav kelê da û navê wê VANK a da ye bajêr. Lı gora rıwayeteke dın; Bİ 1900 da şahbanuya Asuriyan Mensure Şah Meryem(Semiramis) navê xwe lı bajêr kır û bı navê “Şah Meryem Kürd” hat navdar kırın. Dı dema Kevaniyan da wali ye ki ku navê wê Wan bu bajar lev ani û xemıland, lewma bajar bı navê wi hat navdar kırın. Dı derheqa çavkaniyên navê Wanê de ditine ka aqli û ılmi ji eve; dı zımanê Urartuyanda jı “Biane” an “Viane” hatiye afrandın. Hamu çavkaniyên diroki dı bêjın ku, Urartyan xwe bı navê “Bianiliyan” navdar dıkırın û lı der dora Gola Wanê bı navê “Biane” gelek bajar û cıvak hatıne navdar kırın. Rıwayeta dın ji eve:Dirokvan dı bêjın ku Wan dı sala Bİ 1800 an da jı terefi şahbanuya Asuriyan Semiramis ve hatiya avakrın. Semiramis şahbanuya Mezopotamya jorên bu. Serwarê welatekê mezın bu, çı bı xwesta dı hate cih, bı xwesta seri dı hat jêkırın û bı xweşkaya xwe jı bı nav û deng bu. lê belê heya wê rojê yeki bı dılê xwe ne dıtı bu. Haya roja ku jı bona seferê çu qaza Muradiye. Dı pêvajoya vê seferê da Semiramis dıl kete serwarê heremê ku navê wi Ara ya. Semiramis qasi xweşik buna xwe peyagır(mağruru) ji bu û ev sırê xwe jı tu kesi re ne dıgot. Dı berdevama şer de Semiramis herem xıst destê xwe û Ara dı şerde hat kuştın. Wextê Semiramis xebera mırına wi bıhist dengê xwe dernaxıst lê pır û pır xemgin bu û bı lez emrê vegerê da. Dı vêgerê de tê Wanê. Wan bı şinahi, bı rez û baxçen xwe, bı gola xwe gelek lı xewşiya Semiramis dıçe lê jı van bêtır lateka bı xof bala Semiramis dı kişine. Jı bona bîraniya Ara lı serê wê latê bıryara ava kırına kelekê dıke. Dı demeki nêzik de kele xılas dıbe û lı dor kele bajare ki hêja tê avakırın. Navê bajar dıkın “Şamrangerd.” Dı navberê da sal derbasbun. Semiramis jı ber hesreta welatê xwe haw idarekır û bıryara vegerê da. Kela û bajarê ku avakırıbu teslimi serdarê xwe kır ku navê wi Wan bu û vegeriya welatê xwe. Tê gotın ku navê Wanê jı navê wi serdari hatiye afrandın.

Wergêr:Neziré CIBO

1869 an da Diyarbekir Ciki Çawa bu?
Li gora serjimara 137 sal berê nıfusa navenda Diyarbekirê ji Kurd û gayrî muslumana çêdı bu. Tenê Tırkek jî li Diyarbekirê tunebûye.Netica serjımara ku lı navenda Diyarbekir pêk hatiye lı jêr hatiye ravekırın.

1 Wargeha Hukumatê û Daira Haremê1 Wargeha Hukumatê a Liva 4929 Mal, 1840 dıkkan, 31 maxeza, 76 embarên kereste û êdin, 8 xan, 12 hemam, 34 qehvexane, 28 aş, 6 dingi Brınc, 24 dingi savar, 36 fırın, 159 kox, 288 ersa, 2 Odên bekçiyan, 2 kadin, 1 gusulxane, 12 Bızırxane, 4 Meyxane, 2 Sellaxane, 1 Kırêçxane, 1 Mıdmanxane, 2 Sabunxane, Çıkrımxane, 1 Menzilxane, 1 Çeperxane(Postexane), 1 Alçixane, 7 Qereqol, 29 Tebeqxane, 4 Odê tebeqxana, 1 Haşirxane, 1 Kargeha pıyala, 2 Patrikxane, 1 Tımarxana kevın, 1 Damgexane kevın, 21 Gonixane( Boyaxxane), 1 Islahxane. 6 Bendıkxane, 1 Qelixane, 1 Demxane, 1 Şehina(Terazi) Avê 1 Xêrxana Avê, 15 Mızgevtê Henefiya, 4 Mızgeftê Şafeiya, 2 Mızgeftê arsasi, 30 Mescid, 11 Mezel, 1 Darulkurre, 5 Xewlexane(Tekke) 6 Xwandegeh (Medrese), 1 Mkteba Ruştiye, 11 Mektebên Musulmana, 3 Mektebên Ermeniyan, 1 Mekteba Protestanan, 1 Mekteba Ruma, 1 Mekteba Rumê Qatolik, 1 Mekteba Keldaniya, 1 Mekteba Suryaniya, 1 Mekteba Yahudiyan, 1 Mekteba Zabitan, 1 Embara Polisa û Redifan, 8 Deriyê Dizê(kele), 167 Maxezên Dizê, 13 Dêr(kılise), 1 Havra Yahudiya, 9 Mêşgeh, 11 Qesr, 149 Zevi, 308 Bexçe, 22 Spindargeh, 85 Golên Qeşayê, 17 Qeşaxane, 24 Bostan, 7 Rez, 1 Kargeha Sıfır (Baxır), 1 Gumrukxane, 8 Gorıstanên musulmana, 4 Gorısatnê Fıle(Xırıstıyan), 1 Gorıstana Yahudiya û dı ber Dıclêda 2 iskela dara, 8099 Musqalat û erd hatiya ravekırın.

Dı encama vê serjımarê da 4781 mêr û 5033 jın bı tevahi 9814 Kurd, 3577 Mêr û 3276 jınê Ermeni, 7684 Ermeni, 428 mêr û 403 jınên Ermeniên Qatolik, 747 mêr 687 jınê Süryani 1608 Süryani, 94 Mêr û 80 jınê Süryani ê Qatolik 504 mêr û 468 Jınê Keldani 976 Keldani 179 Mêr û 128 jınê Rum 25 mêr û 30 Jınê Rum ê Qatolik 362 Rum318 Mêr û 332 Jınê Protestan

143 Mêr û 137 jınê Yahudi 280 Yahudi

Bı tavahi 21 372 Mêr û jın hatiye pêtandın.

Wergêr:Neziré CIBO