ÎSKEÎSKA BEXTÊ PÎNEKIRÎ (Xizan Şîlan)
Ocak 31, 2010 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
hevokên bedena helbesta tazî
bi keskesora asoya deryayê
dixemilînim
li nav reşbîniya hestên newêrek
zengilê dergehên xweşbîniyê
NALÎN Û GAZIN
Aralık 9, 2009 by bahoz
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
tîp koçber in
pêçî lerizîn
dest û pî tevizîn
dil sergêj û mest e
QERFÊN JIYANA ZENGARÎ
Ekim 18, 2009 by bahoz
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
bêhna goristana genî
ji çermê xewnên qurmiçî
difûre
bêdengiya henasa qewirî
bûye meydana şerê navxweyî
XEYALAN DIRÊSIM
Ağustos 10, 2009 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
ez/
li kolanên xerîbiya xopan/
jana evîndariya derbeder/
dixwim/
birîna kul û derdan/
RÛREŞIYA DIRAV
Mayıs 1, 2009 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
Min bi dil û can dixwest ku nêzikî wî bibim, bibînim, nasbikim û di derheqê wî de agahdar bibim. Lê ew tim û tim ji min dûr bû. Wekî ku ji min xeyidîbû an jî nediwêrî nêzikî min bibe û her dem berê xwe dida çol û beyaran û bi gavên lezok ji ber min direviya
ÇÛKA BERBANGÊ (Xizan Şîlan)
Mart 25, 2009 by bahoz
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
Çûkê! Te jî mîna Bazê hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser Zinaran di tenetiyê de avakiri bû ji qirş û qalşan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê
HENASA AWIRAN QELIŞÎ (Xizan Şîlan)
Şubat 21, 2009 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
bi kilîda hêviyên piştxûz
dergehê dojeha dil
vedikim
li êşkenceya zîndanên hestên xwe
ŞOPA ZENGILÊ DIL (Xizan Şîlan)
Aralık 13, 2008 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Xizan Şîlan
Min çavên xwe kiribûn qelem û firçe, dilê wê jî tabloya spî. Min firçeya xwe li ser tabloya spî digerand;
Wêneyê baxê gula sor; li gulîstana biharan dibişkivîm û bi bêhna qurnefîlan ber bi wê ve difûrîm.
wêneyê stêrkan; li koretariya şevereşên xewle di gerdûna nava xwe de dibiriqîm û ber bi wê ve dixuricîm.
BALCAN (Xizan Şîlan)
Ekim 17, 2008 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Xizan Şîlan
Wekî ku ez bûbûm mehkûmê girtîgehê, pêş ve û paş ve diçûm û dihatim. Qey tu dibê ez bûbûm çerxa feleka demsalên bedbext û li derdora xem û xeyalên xwe yên bi canêş dizivirîm, di navbera çar dîwarên zîndana odê de
WERIN JI MIN BIPIRSIN (Xizan Şîlan)
Eylül 8, 2008 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Xizan Şîlan
keser û nalîna
li ser dilê çemê qeşa girtî
hêrsa pêlên bahoza
hinavên dîn û har
xemgîniya şewqa finda lerzok
ŞEVEREŞÊN SÊWÎ (Xizan Şîlan)
Haziran 26, 2008 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Xizan Şîlan
bi lerza tiliyên bedenê kor
kulîlka xeyalên çilmisî
ji nû ve
dibişkivînim
PÊJNÊN LAŞÊ MIRÎ (Xizan Şîlan)
Nisan 7, 2008 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Xizan Şîlan
ez
li seqema zivistanên xopan
dergevanê ber deriyê
asoya havîngehên te me
di fala qehweya esmer de
li şewqa rûyê te yê fîncanî

