Argun "Ramanên Azad, Özgür Düşünceler" » Silêmanê Norşênî

Naskirina şêxên Kufrewî (Silêmanê Norşênî)
Yek ji malbatên şêxan ê bajarê Betlîsê ku rolekî girîng di jiyana Kurdên Serhedê da leyîstine şêxên Kufrewîn ne. Ev malbat di warê çandî, aborî, olî û sîyasîda bi giranîya xwe heta derecekî şiklekî dane civata Kurdên Serhedê. Her wusa wek perçekî dîroka civata Kurd hêjaye ku xwendevanên Kurd ên berrêz vî malbatê ji nêzîkva nasbikin. Ezê bi her awayê hawil bidim, ku ayînên wan objektîf bînim berbi çavê xwendevanan.

Mehemed Kufrewî li mintîqa Şîrwan, li bajarê biçûk Kufrayê hatîye dinê. Dîroka ji dayîk bûyîna wî 1775 e. Malbata wî bi eslê xwe Kurd ın. Di biçûkîya xwe da, li wî deverê dest bi perwerda xwe a olî kirîye. Bi xatuneke bi navê Fatma ra zewicîye. Piştra perwerda xwe a olî li deverên cûda û cûda û di duwayî da ji ber destê Seyyîd Tahayê Nêhrî xelîfetîya xwe a olî girtîye. Lê belê, li gorî nivîsên hêja berrêz Şakir Epozdemir, Mehemed Kufrewî xelîfetîya xwe ji Mewlana Xalidê Şehrezorê girtîye. Lêkolînên ku min kirin, di nav derû dorên olî û pirtûka silsilan, ku di medresan da bi kar tê anîn, şika min nema ku Mehemed Kufrewî xelîfetîya xwe ji wê derê girtîye. Mehemed Kufrewî girêdayî terîqeta nexşibendî a Mewlana Xalidê Kurd bû. Xelîfe mele Mehemed Kufrewî piştî temam kirina perwerda xwe a olî li bajarê kevnare û dîrokî Bedlîsê, li mehela Kizilmecîdê da bi cîbu.

Di nav demekî kin da li wan derûdoran xelîfe Mehemed Kufrewî tê naskirin û derdikeve pêş. Di zanîn û têgîhîştina xwe a olî da pirr serkeftî bûye. Her ku diçe dergehê şêx Mehemed Kufrewî geş û xûrtir dibe. Heta nav û dengê wî digîhîje bajarê Sitenbolê û derûdora saraya Osmanîyan jî. Xelîfe û mirîdên şêx ji deverên cûda û cûda çêdibin. Ji bajarê Erzirûmê bigire heta Milazgir û dora wî, Patnos, Agirî, Erdîş, Elcewaz, li dora Qersê şêx bi hêz bu.

Xelîfeyê Mehemed Kufrewî, Ketencîzade Mehemed Rûştî Efendî ji Erzirûmê bû ku di navbeyna salên 1834-1916 da jîyan kirîye û bi eslê xwe Laz bû. Ketencîzade bi terîqeta nexşibendî va hate girêdan.

Ji Hesenqeleyê, xelkê gundê Qindixê Mehemed Lûtfî ku wek Îmamê Alwarê jî bi nivîs û helbestên xwe ên olî naskirî bû jî, di 1891 da buye xelîfeyê sêx Kufrewî û bi terîqetê va hatîye girêdan.

Wekî din, li dora Patnosê ji gundê Mûsikê, xelîfe Qurban ku bi eslê xwe Tirkmên bûye, bû xelîfeyê şêx Mehemed û kete terîqeta nexşibendî.

Wekî din jî li dora bajarê Agirîyê gelekî şêx û xelîfeyên ên girêdayî mala Kufrewîyan hebûn. Wek mînak: li gundê Qeraxlixê şêx Remezan, li gundê Koşkê xelife mele Ehmed, li Elcewazê xelîfe Kamil, miftîyê Patnosê ê berî Huseyîn Baîrakdar hebûn.

Li gorî agahıyên hêja yên nivîskar û lêkolîner berrêz Rohat Alakom da min, li deverên bajarê Qersê jî mirîd û şêxên ên girêdayî mala Kufrewîyan bi xurtî hebûne. Digel civaka Kurdan, di nav Tirkanda jî şêxên Kufrewî bi rêxistin bûne. Şêx Zeynelabidîn ku xwedî qedir û giranîyekî teybet li devera Qaxizmanê û gundê Çengellîyê, girêdayê şêxê Betlîsê – şêxên Kufrewî bûne. Heta şêx Cesîm ku bi xwe nevîçirkê şêx Mehemed Kufrewî e, di xortanîya xwe da li cem kurê Zeynelabidîn, şêx Sêna maye. Pirr caran wexta Cesîm Kufrewî diçû ji bona zikat û xêrûxêratan topbike, li mala Elî Bîngolê ê bi eslê xwe Tirk, dibû mêvan.Yanê li cem Tirkan qonax dikir.

Wekê din Seîdê Nûrsî/Kurdî yek ji wan kesane ku dersa xwe a olî herî dawî ji şêx Mehemed girtîye. Bi saya vî dersa olîye, ku pirr hindik be jî, agahî û înformasîyon di derheqê şêxê Kufrewî da di malper û rojnameyên nurcîyan da peyda dibe. Her wisa, berrêz doktor Nacî Kutlay di pirtûka bîranînên xwe da hêz û giranîya Qesîm Kufrewî, nevîyê şêx Mehemed Kufrewî, di dengdanê gelwekîlîya bajarê Agirî da nîşan dike. Mixabin, doktor Nacî Kutlay agahıyên berfireh nedaye.

Hêz û qeweta şêx Mehemed Kufrewî li Serhedê bi pêşket û zêde bû. Heta giranîya wî gihîşt Azerbeycan û Kurdistana Îranê jî. Her ku çû dergeh li bajarê Betlîsê geş bû. Serdanên xelîfan, mirîdan û kesên nexweş û bedhal ên li pey şifaya xwe û nexweşê xwe digerîyana, xwe dıavêtin ber piyên şêx û bextê dergeha wî.

Bi alîkarîya Mûrşidên xwe, şêx Mehemed bı serkeftî bingehê şêxîtîya xwe avakir. Ji bona hê jî dereca şêx bilintir bikin, xelîfe û mirîdên şêx wî wekê Seyyîd, Sultan Hezretê Şah û pîrê Kufrewîyan jî bi nav dikirin. Ev eşq, heskirin û alîgirîya ji bona şêx di nava mirîdan da gihîşt derecekî usa ku li ber dergehê, bi çarlepî însan topdibûn û bi rojan li benda duaên şêx diman. Li ser bermayên xwarina şêx pihevdiçûn, ji destê hevdu xwarinê direvandin, ji bona ku teberik bû. Wekî din, perçekî nanê ceh yan jî, eger hebûya, perçekî nanê genim ji tekîyayê şêx dibirin wekî teberik ji bona jin û zaroyên xwe.

Tu şik tê da tine ku, şêx Mehemed di şolê xwe da pirr têgehiştî û zana bû. Ferqekî wî ji şêxên nexşibendî ên wî demê ew bû ku xerîbê jiyana bajarvanî ne bû. Ji bona vî jî em dibînin, tersê şêxên din, şêx Mehemed piştî perwerda xwe qedandîye, yekser li bajarê ê stratêjîk Bedlîsê da bi cî bûye. Em dibînin ku şêxên hevtayên wî, ên nexşibendî ê wê demê û piştî wî jî bi tevayî li derûdora bajaran di gundan da bi cî bûne. Malbata şêx Mehemed di bajar da bi cî bûn, jîyana bajarvanî digel xwe nîzikî û danûstan bi rêvebir û birokrasîya dewletê ra hêsan dikir ji bona şêx. Li alîyê din jî, di nav gundî û hejaran da, dereca şêx hêjî bilindtir dibû û gelekî awantajê din jî bixwe ra dianî.

Gelek balkêşe ku şêxên nexşibendî ên sedsala XIX da li Kurdistana Bakur bi cî bûne.Yek ji wan jî bi kokên xwe niştecîyê wan deveran nînin. Ji herêmên din ê Kurdistanê, koçê wan cîyan kirine û bi cî bûne. Evî rewşê, wî îmkanê daye wan ku bikarin li ser derbazî, kok û silsila xwe, çawa bixwazin civatê înforme bikin.Yanê, bi çi aweyê li hesabên wan hatîye, bi wî rengê çîrokekî ji bona xwe honandine. Piranîya wan, di rêya Hesen, Hiseyîn, Ebûbekrê Sidîq, hezretê Omer û wekî din ra xwe dighîjînin Mehemed Pêxember û xwe esil Ereb didin naskirin. Dema mirov ji nîzik da li ser derbazîyên wan kur dibe, wî wextê dibîne ku ji rastîyê dûr û bi rêkûpêk tiştekî li holê tineye. Heta-heta li ser kok, silsile û derbazîyên pirranîyan ji wan perda mij û xûmamê ku heye, merî nikare tiştekî bibîne.

Ji tevê rastîyan dûr, xelîfeyên alîgirên şêx, mirîd û nevîçirkê wî îdaa dikin ku şêx û xatûna wî Fatime Seyyîd in. Di şopa kurê hezretê Elî, Hesen da dighêjin silsila Mehemed Pêxember û rasterast bihêştîne. Ev îdiaa zuwa û ne raste.

Ji bona ez rê nedim şaşfemîyekî, lazime nîşan bıkim ku fêda ol û oldarî gelekî zêde gihîştîye civaka Kurd di dema bûrî da. Yek ji alîyê balkêş a şêx Mehemed ji heftayên wî cûda ewe ku, di nav civaka Tirk, Laz û Çerkezan da li coxrafîya Kurdistanê bi hêzbûye. Di nav wan komikan da, li Kurdistanê xelîfe û mirîdên wî ê pêgir hebûne. Şêx bi zimanê Erebî, Farisî, Osmanî û Kurdî baş zanibûye.

Şêx Mehemed Kufrewî, nêzikê rêvebirên dewleta Osmanîyan bû. Heta eleqetên wî bi dora sarayê ra jî hebûye. Di şerên sedsala nonzdeh da, navbeyna Osmanî û Rûsanda, şêx bi hêzên xwe va aktîf li cem Osmanîyan li dijî Rusan cî girtiye.

Şêx Mehemed Kufrewî di 1898 da çû li ser heqîya xwe. Wextê koçê dinyaya din kir, 123 salî bû. Şêx li peyê xwe xîmekî saxlem û dergehekî geş ji bona malbata xwe hîşt. Her wisa, mirina şêx jî bû hêzekî saxlem ji malbatê ra. Tirba şêx li ba dergehê, di nav baxça wî da defênkirî ye. Paşayê Osmanîyan Sultan Evdilhemîdê 2 an ji Stenbolê, mîmarê xisûsî şandîye û li ser tirba wî kûmbetekî daye avakirin. Tê gotin ku derîyê wî kumbetê bi zêr û zîv hatîye nexişandin.

Di şerê Cîhanê ê pêşîn da,wexta hêzên Rûsan bajarê Bedlîsê dagir kirine, dergehê Kufrewîyan bûye cîyekî ji qonax û hengxana wan. Dema Rûsan hêzên xwe ji para kişandine, derîyê kumbeta şêx Mehemed jî bi xwe ra birêne.

Lı ser nav û mîrasa wî ê olî, kurê wî Muftî şêx Evdilbaqî seroktîya malbatê girte destê xwe.

Domayîk tê…

Silêmanê Norşênî

Şêxên Devera Norşênê
Min di pêşîda gotbû ku seyda Ebdurrehman xelîfetîya xwe ya olî ji Xews girtîye. Navê seyda ê esil Ebdurrehman e û wî di sedsala XIX da dem borandîye. Navê kalê wî sofî Zeynedîn û bavê wî sofî Mehmûd e û navê dayîka wî Meyassîn e. Bi eslê xwe ji gundê li dora Şêrwanê ê bi navê Mawîtêye. Tê gotin ku ji eşîra Husamîn e. Malbatekî bi kokên xwe ji miletê kurde.

Malbata Ebdurrehman di nav dem da koçê gundê Hîzanê ê bi navê Taxikê kirîye û li wir bi cî war bûne. Navê wî yê leqeb Seydaye û her ûsa hatîye naskirin. Seyda di sala 1831 da çevên xwe li dinê vekirîye. Perwerda xwe a olî di medreseyên cûda û dûwayî da jî li ba mala Xews di medresa wan da dom kirîye. Di dema perwerda xwe ya medresa mala Xews da nasîya xwe dide mele Reşîd û mele Evdilayê Kose. Ev hersê xelîfe jî girêdayê terîqeta Nexşîbendîne. Hevaltîyekî dilgerm û heskirinekî baş di nav van hersê kesan da çêdibe.

Piştê wan xelîfetî ji Xews digrin, pirsgirêka bi cîbûyîna mele Ebdurrehman derdikeve. Li ser daxwaza xelîfe Reşîd û xelîfe Evdilayê Kose, ku herdu jî merifên hevûdu û ji gundê Norşên û mala Sobaşîyanin, xelîfe Ebdurrehman bi wanra tê Norşên. Kesê bi navê Ehmed axa ê ji mala Sobaşîyan cî dide mele Ebdurrehman û wek meleyê xwe qebul dike. Bi piştgirîya Ehmed axa jî, xelîfe Reşîd û xelîfe mele Evdilayê Kose bi fidakarîyekî mezin xweyîtî li hevalên xwe yê hêja dikin: ji alîkarîya bêdera bigir heta çeperên ji bo şewatê, ji tu fidakarîyê ji para namînin.

Xelîfe Ebdurrehman bi alîkarîya herdu hevalên xwe û axa yê a mintîqey Ehmed axa, xebatên xwe yên olî dimeşîne. Di vî demêda civaka kurd bi danûstandinên xwe ê civakî, aborî û olî misaîd bû ji bona dezgeyên şêxîtî yên nû. Ev derfetên ku mele Ebdurrehman bi dest xistibû, rê dida ku derkeve pêş û hilkişe qadekî jor di civakêda. Du xelîfeyên gellekî hêja û têgehiştî ji wî navçeyê û Ehmed axa bi giranîya xwe va heta dûwayî yê derîyên mala xwe, ji bona Seyda vekiribûn.

Seyda bi dezgey xwe ên olî derket pêş û hat heskirin di derûdor da. Ji aşîr û deverên cûda feqîyên seyda çêbûn û bi medresa xwe hat naskirin. Di nav demda pozîsyona seyda bilind bû û derket jora aşîr, axa û malbatan. Di alozî û bihevçûnên nava komik, aşîr û malbatan da rolê li hevanînan kete li ser milên Seyda. Wek kesekî bêteref, di civakê da cî ji bo Seyda firetir bû. Rê li ber zikat, fitre û xêr−xêratan jî vebû û tekya her ku çû geştir bû.

Seyda dixwast hîn bi hêztir bibe. Her ku diçû xebatin xwe yê di nav mirîdan da xurt û sînorên xwe firetêr dikir. Bi amanca destxistina mirîdên nu, Seyda derdikeve sefera gundên deşta Mûşê. Bi îzna Ehmed axa, Seyda kurê wî Zemanxan jî digel xwe dibe seferê. Li gundê bi navê Tirçong girêdayî Kopê dibin mêvan. Seyda hedîsan dide. Ji helal, heramîyê, xêr û xêrat, riya rast û cep, doje û bihiştê şîretan dike. Û pê dihese ku jinekî hatîye revandin. Li ser mijarê şertûşirûtê îslamyetê qal dike. Ew kesê a jin jî revandîye di civakêda hazre. Ji gotinên Seyda zora hazra diçe û li Seyda heqaretê dikin û Seyda ji gund derdixin. Kurê Ehmed axa Zemanxan li wî mala ku lê mêvane, jêra dibêjin ku Seyda ji gund derxistine. Di wî kerecalê da Zemanxan derdikeve û di nav bihevçûnanda mêrekî ji wî gundê dikuje.

Yek ji axayên deverê bi nave Ehmed axayê Mire xweyîtî li Zemanxan dike û nahêle ku bê kuştin. Kesên ji mala Xalitê Baqo ê mêrê wan hatîye kuştin, dawe li axa dikin ku Zemanxan teslîmî wan bikin. Lê belê bersîva axa kine: dibêje kurê Ehmed axa yê Çixûrê pezê qurbanê nine ku ez wî teslîmê we bikim. Û wî li wir ji kûştinê xilas dike.Wexta Ehmed axa yê Mire, kurê Ehmed axa yê Çixurê ─ Zemanxan teslîmê wî dike, Ehmed axa yê Sobaşîyan gelekî pê kêfweş û şa dibe. Ji bona vî qencîyê Ehmed axa, keça xwe dide kurê Ehmed axa yê Mire. Ewha, hem bûn xizmên hevdu û di oxira şêx Ebdurremanda jî mêr hat kuştin û keç hat qurban kirin.

Seyda danûstandinên xwe her çiqas bi derûdorên firera baş dimeşand jî, lê belê eleqetên wî ên sitratêjîk bi mala Sobaşyan ra bû. Ewî baş dizanîya eger li wî biqewime, ên wî biparêzin her wê ew bin. Xelîfe Ebdurrehman ji bona danûstandinên xwe bi vê malbatê ra hîn xurtir û geştir bimeşîne, merivtayê bi wanra çêkir. Ewha: keça Bedir axa yê Sobaşîyan ji kurê xwe yê bi navê Ebdûrrehîm ra xwest û zewicand. Û bûn xizmên hevûdu û pişta Seyda hîn zeximtir bû.

Xelîfe Ebdurrehman kar û xebatên xwe ên olî, li wan doran bi awekî serkeftî dimeşand. Seyda medresa xwe ya olî di 1880 da sazkir. Bi hedîs û nesîhetên xwe li dij zulim, zorî, şêlandin, talan û mêrkûştinan da radiwestîya û rêya rast dixwast nîşanê gel bide. Gotarê bi vî rengî ne li gorî menfîeta hin kesan bûn. Ji van kesan yek Hecî Mûsa Begê Xwêytî di serîda begên Xivyanê bûn. Bi awekî vekirî dijîtî û acizîya xwe li himber Seyda dîyarkirin. Bi vî semedê ji Ehmed axa yê Sobaşîyan xwestin ku wî malbata ‘derwêşan¬’, Ebdurrehman, ji cem xwe biqewrînin. Bersîva Ehmed axa li dijî begên Xivayan tund û yek bû: em xweyê Seydane, tû kes nikare wan ji cem me derxîne. Li himber bersîveke ûha, begên gundê Xivyan neçar man û bêy xirûcir wê rewşê qebûlkirin.Wexta Xelîfe Ebdurrehman di sala 1886 da xatirê xwe xast û koçê dûnyay din kir, li pey xwe gelekî kurên xweyên gihiştî û bingehekî xurt ji bona malbata xwe hîşt.

Seyda diçe, Hezret tê.

Piştê wefata Seyda, pêşewanîya malbatê ji kurên Seyda yê bi navê Zîyauddîn ku di sala 1856 ji dayîk bûye, girte destê xwe. Wî xelîfetîya xwe ya olî ji xelîfeyên bavê xwe, şêx Fetullah el Werqanêsî girtîye. Zîyauddîn, bêtir bi navê xwe ê leqeb Hezret tê nazkirin. Hezret pêşewanîya xwe ya olî, sîyasî û aborî da ji bona mala Seyda bi awakî pirr serkeftî meşandîye. Di dema wî da refên mirîdan hîn zêdetir bûn, dergeh û medrese bêtir bi pêşketin. Rê li ber xêrûxêrat, zikat, fitran û malên ji bona weqfê bêtir zêdebûn.

Hezret digel şêxên Oxinê, dûrê tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û Kurdistanê sekinîye. Hêlê yên xwexwazî li cem Hezret pirr zêde bûn. Di wî navçey da du hêzên Hemîdeye alayîyan hebûn. Yek alayîya Zemanxan axa bû û yê dî ê Hezret bû. Di herba yekan a dinya da, ew bi qawetên xwe yên Hemîdîye alayîyan, li dijî Rûsan ketin nav şer. Di vî şerêda Hezret milê xwe yê çepê wunda kir û du birayên wî ê bi navên Mehmed Seîd û Mihemed Eşref şehîd ketin. Ji bona fîdakarîya Hezret di vî şerê da Siltan V.Mehmed Reşad nîşana zîv a Mecîdîye dayê û jêra milekî pirotêz şand.

Mistefa Kemal piştî kongra Erzurumê ji Hezret ra namekî rê dike û ewî dewat dike ku tevlê kongra Sêwasê bibe. Lê belê Hezret beşdarê wî kongreyê nabe. Berîya Hezret biçe li ser heqîya xwe di serkêşîya Mistefa Kemal da komara Tirk a nû di sala 1923 da hate damezrandin. Hezret bi hêzên xwe va alîkarîya hereketa Mistefa Kemal nekir. Lê belê li dijî wan jî derneket. Ji deverên cuda ên Kurdistanê 15 kes xelîfetîyê ji Hezret girtine. Çend kes ji xelîfeyên wî evin: şêx Ehmed Xeznewî, şêx Muhemed Selîm Amed/Hezan, şêx Eladîn Werqanisî Oxîn, şêx Şahbedîn Tîlê, şêx Ebdirehmanê Çokreşî Erzûrûm Qereyazî, şêx Evdilhekîm Menzîl ûwd. Berîya serhildana şêx Seîdê nemir ê mezin, Hezret di meha sibatê sala 1924 da çû li ser heqîya xwe. Ciyê cenabê wî bihişt be!

Dewran bı şêx Mehsûn ve berdewam dıke.

Piştî wefata Hezret birazyê wî bi navê şêx Mehsûm pêşewanîya mala Seyda meşand. Şêx Mehsûm nevîyê Seyda, kurê Ebdûrrehîm û xarzîyê mala Sobaşîyane, di sala 1884 da hatîye dinê. Hê di biçûktaya xwe da dê û bavê xwe wunda kir. Di nav mala Seyda da li cem apên xwe mezin bû. Li rex Hezret bi apên xwe ra beşdarî şerê dinê ê yekan li dijî Rûsan bû. Di nav ref û qewatên milîsan da hilkişîya heta ritba yûzbaşîtîyê. Perwerda wî ya olî û wek din pirr hindik bû. Lê belê, şêx Mehsûm rêberekî piratîk, civatnas û têgihîştî bû. Hêgîna wî a safîkirina dijmintayî û pirsgirêkan di nav aşîran û gelda taybet bû. Evî cîyê şêx Mehsûm di nav hevtayên wî da qedrê wî zêde dikir. Dema şêx Mehsûm pêşewanîyê girt destê xwe wî wextê di civakê da bûyerên pirr mezin pêk dihatin. Dewleta Osmanîyan bela bibû, lê şûna wî komara Tirk a nû hatibû damezirandin û rewşa Kurdan bi tevê giranîya xwe li naven dibû.

Komara Tirk a nu bixwe ra guhertin û ketma hiqûqê miletê Kurd derxist holê. Lê himberê ketma mafên miletê Kurd liv û tevgerên Kurdan destpêkir. Pirr nêzikê şêx Mehsûm ji serkêşên rêxistina azadîyê du kes, Xalid begê Cibrî û Yusif Zîya beg, digel wan Hecî Musa begê Xwêyîtî di zîndana Betlîsêda girtîbûn. Bi awekî Mûsa beg hat berdan, lê belê, çi heyf, Xalid begê Cibrî û Yusuf Zîya beg bidarda kirin. Ew şehîdên Kurdistanê yên nemirin! Haya şêx Mehsûm û giregirên wî deverê ji rêxistina azadî û tevgerên şêx Seîdê nemir hebû.

Dema şoreş di bin serokatîya şêx Seîda destpêkir, şêx Seîd bi qasidên xwera name jibona mezinên wî deverêra rêkirin. Ji wan dixwest ku tevlî şoreşê bibin. Çar name hatibûn, jibona şêx Mehsûm, Zemanxan axa, Hecî Mûsa begê Xwêytî û ji şêxê Oxînê şêx Eladîn ra. Bi vî semedê ev kes li gundê bi navê Mişkan nîzikî Norşênê li hevûdu civîyan. Ev civîn û gengeşî bi rojan dom kir. Di nav wanda beşdarên wî civînê Hecî Musa beg û kurê Ehmed axa, Zemanxan axa ji mêjda di mesela şêxên Norşênê û desthilatdarîya wî heremê dijî hevûdin û ji hevûdin nexweş bûn. Pêlên şoreşê gihîştibûn bajarên Vartoyê, Milazgir, Kopê û li deşta Mûşê bi pêşdiket. Di civînêda mijar ew e ku bavêjin li ser bajarê Betlîsê û bajar bigrin destê xwe. Hê civîn berdewame xeber tê ku kurê Silêmanê Ehmed a aşîra Hesenan qezay a Xelatê girtîye destê xwe. Hecî Mûsa beg dibêje: Xelat cîyê babê mine ez bi kesekî nadim xwarin. Di mêjda Mîrza beg, bavê Hecî Mûsa beg, li Xelatê mudûrî kirîye. Şêx Eladîn bi tûndî dijî şoreşê helwest digre û Zemanxan axa jî wek wî li dij disekine. Her çiqas jî şêx Mehsûm û Hecî Mûsa beg dixwazin tevlî şoreşê bibin jî, lê belê biser nakevin.

Wek li vêderê jî xûyaye, pirranîya şêx, axa û begên Kurdan kapên stûyên xwe bi destên xwe hazir kirine. Dinyay wan a teng û hesabên wan ên biçûk wek perdekî reş karîye bibe asteng li pêşîya yektîya wanî miletî.

Wek tê zanîn, hereketa şêx Seîdê nemir biser neket. Piştî têkçûna hereketê rêjîma kemalîst, şêx Mehsûm û bi şêx Eladîn va ku ew bi tûndî dijî tevlîbûna hereketê derdiket, sirgûnî bajarê Îzmîrê kirin. Piştî sirgûnê bi du salan şûnda, îzin dan wan ku biziwirin cî û welatên xwe. Wekî dî, di wextê komkujîya gelîyê Zîlanê da, şêx Mehsûm ji nûka hat girtin û wî kirin zîndana bajarê Dîlokê. Piştî şeş mehan wî berdan, lê belê bi demekî dirêj nehiştin bifetile cîyê xwe. Di dûwayî da rê danê ku bifetile cîyê xwe, lê belê kontrola dewletê li ser wî dom dikir. Yanê şolê şêx Mehsûm ne hêsan bû.

Dewleta Kemalîst bi biryara qanûna 1 meha cotmehê sala 1928 da girt ku alfabeya Erebî qedexe kir û derbazî alfabeya Latînî bû. Ev rêform û biryar bêy ku tû hazirî û xebata berê bê kirin hat ferzkirin di civakê da. Bi vî biryarê rê li ber perwerda di medresên olî da dihat girtin. Tê zanîn, ku di civaka Kurdan da rola medresan jibona zanîn û pêşketina civakîda zêde bû. Her usa pêtên fêmkirina miletî di civaka Kurdan da bi xûrtî ji van medresan destpêkirîye.Wek mînak Ehmedê Xanî, Melay Cizîrî, Feqîyê Teyran, şaîrê mezin Cîgerxûn, alimê mezin Mehmed Emîn Bozaslan, rêberê mezin Mele Mistefa Berzanî uhwd çend kesayet ji wanin. Bi vî biryarê rê li pêşîya şewqa rojê a civaka Kurd jibona demekî hat girtin. Kurd mehkûmê bi tarîtîyê bûn.

Di nav şert û mercên ûhada, şêx Mehsûm pêşewanîya mala Seyda bi dezgeyên Dîwanxane û medreseyê xwe meşand. Dîwanxane an jî meriv dikare bibêje parlamena biçûk, di desthilatdarîya mala Seyda da cîkî pirr teybet digre. Şêx Mehsûm û bi heyeta xwe va di dîwanêda, mirîd, mêvan û gelên ku ji deverên dûr dihatin qebûl dikir. Ciyê ku mêvan jî lê rûniştina, derece û mezinîya mêvanan nîşan dikir. Dîwanxane navça danûstandin û naskirina bi gelra bû. Bingeha herê xûrt a şêx û mala Seyda li vir dihat hûnandin. Ji gelekî deverên cûda û cûre cûre xelk beşdar dibûn. Dest maçîkirin, şîret, tobe, qedir nîşandan, alozîya nav aşîrên cûda û mirîdan da ─ bi giştî pirsgirêkên di nav gelda tevlîhev dihatin xeberdan. Her roj carna bi sedan û herê kêm bi dehan serdanên gel çê dibûn. Yanê bi kinî, navendekî hêza sîyasî û polîtîk bû. Ciyê dîwanxaneyê di hêza şêxên Norşênê da pirr taybete.

Her ûha medresa mala Seyda a Norşênê, pirr baş tê nazkirin di Kurdistanê da. Bandora medresa mala Seyda li ser medreseyên deverên dîn yên Kurdistanê pirr berbiçev û xuya dike. Mînakê wî pirrin, ez çend ji wan rêzkim: Menzîl, Tilo, Oxîn, Xênus, Zoqeyd, Hezro, Qesrik, Têl Merûf û û hwd. Di medresa mala Seyda li Norşênê digel zimanê Erebî, zimanê Kurdî jî bi xurtî dihat bikaranîn. Di medresê da îslam û ola îslamî dihat fêrkirin. Rêvebirîya medresê şêx Mehsûm di serî da ji alîyê mala Seyda va dihat meşandin. Lê belê keda kurê xelîfê Evdilayê Kose, Seydayê mele Baqî tu aweyî nayê paşçavkirin. Wek xelîfe û mamoste yê bilind fayda wî pirr zêde gihêştîye medresa mala Seyda. Bi demeke dirêj perwerde li ser milên wî hatîye meşandin. Mesrefên medrese ji alîyê mirîdan, gundîyên Kurd ên feqîr, malên weqfê û kesên ku dixwastin xêrûxêrata xwe bidana dihat kirin.

Dewleta Tirk bi hêzên xwe va bi rêya cimaetan alternatîfê şêx û hereketa netewî li Kurdistanê oldarîyê bi pêş dixe. Bi tevên defret û îmkanên xwe li pişt hêzên wek Hizbûllah, Silêmancî, Nûrcî û Fetulahcî disekine. Wek ku ev hêzên diha têrê nakin û tevên pirsgirêkên civata Kurd çareserkiribin! Di vî dûwayêda hêza TRT şeş jî li serda, ola îslamyetê ji nû va fêrî Kurdan dikin. Miletê Kurd li bakûr her roj di bin bombebarana olîdaye. Dewleta Tirk li Kurdistanê tuwext sêkûler nebûye û siyaseta wan li ser direw û xapandinekî mezin û bêkiras hatîye avakirin.Yanê Tirk li dijî zagonên xwe suç dikin.

Şêx Mehsûm du caran zewicî bû. Xatûna wî ya ewêl bi navê Fatima, ji malbata axayên Pîyongêne bû. Xanima wî ya dudûyan bi navê Raîfe ji begên Zoqeydê bû. Ji her du xaniman pirr zarûyên wî hene. Di roja 17 hezîranê sala 1971 da şêx Mehsûn diçe li ser dilovanîya xwe. Berî mirina wî zaroyên wî û bi giştî mala Seyda, bi îştahekî zêde û awekî hesûdî li rewşa mala Xews di sîyasetê da bi balkêşî dişopandin. Şêx Mehsûn peyrew nebû ku kes ji wan bikeve di nav sîyaseta parlamentarîyê û pêşî lê digirt.

Mehyedîn Mutlu.

Piştî mirina şêx Mehsum kurê wî bi navê Mehyedîn Mutlu di dengdanên giştî ên 14 meha cotmehê sala 1973 da bû namzetê serbixwe di hilbijartinan da. Ev gav di jîyana mala Seyda da şolekî nû bû. Hinekî jî bi tirsa biserneketinê, êdî nêzîkê wî dewleta ku jê re digotin zalim û kafire dibûn. Mehyedîn Mutlu dibistana bi tirkî nexwendibû. Li gorî ji min re gotî, ulmên bi erebî ên bilind di medresê da xitim kiribû. Herî baş bi zimanê Kurdî dipeyîvî, hinekî Tirkî û zimanê Erebî dizanîya. Dûrra, baştir fêrî zimanê Tirkî bû. Di dûwayîka vî dengdanê da ew bû gelwekîlê bajarê Betlîsê. Rêya çûyîna wî berb meclîsê vebû.

Şêx Mehyedîn tevê jîyana xwe, belkî du caran neçû bû bajarê Enqerey. Niha bi yek carê wek gelwekîlê bajarê xwe li Enqerey bicî bû. Ew jibona dewleta Tirk xerîb û dewlet jibona wî xerîb bû. Dest bi jîyanekî nû kir. Ev jiyana nû a gelwekîl û bajarî tam li gorê kêfa şêx bû. Pirr zû û di demekî kin da entegrey jîyana li wir û sîstemê bû. Cîgirtina şêxên Norşênê, di nav çerxa dewletêda, cî û pozîsyona wan hem li wî deverê di nav gelda û hem jî li deverên di nav hevtayên wan ê Kurdistanê da bi hêztir û qedirê wan bilêntir kir.

Li Enqerey di nav jîyanekî nûjen û li Norşênê kefîyê sipî li serî, bi jîyanê kêf xweş bû. Şêx Mehyedîn ji Kurdbûna xwe fêdî nedikir û digot ez Kurdim. Lê belê tû hewildanekî wî yê Kurdî û Kurdistanî tûnebû. Li Enqereyê hemwelatîyan pêşwazî dikir. Alîkarîya wî jibona hinek kesên wî deverê bikevin kar çêbûye.

Wek ku bûye edet di nav gelwekîlên ji bajarên Kurdan, ku li Enqereyê bicîbin, şêx Mehyedîn jî bû nijtecîyê liwir û di Enqereyda bicîbû. Kurdistan ji wan dûr û ew ji Kurdistanê ra durbûn.Tu berhemekî hêja ku merî tilî bide li ser û nîşan bike li wî deverê ku Mehyedîn pêk anîye tuneye. Gelwekîlî bi kêrî şolê wî û derûdora wî hat.

Şêx wek gelwekilê serbixwe demekî dirêj di meclisê da ma. Dûrra di sala 1975 da derbazî partîya Erbaqan MSP bû. Heta derba leşkerî sala 1980 wek gelwekîl di vî partîyêda bû. Piştî derba leşkerî rê da jibona dengdanên nû. Ji sala 1983yan heta 1988 di partîya ANAP da bû gelwekîlê bajarê Betlîsê.

Şêx Mehyedîn di warê sîyaset û nîzêkiya bi dewleta Tirkra jibona şêxên Norşênê bû pêşrew. Ew rewşa ku peyda bibû tam li gorî êştah û daxwaza şêxên Norşênê bû. Ew tirsa wanê ku êdî biser nakevin şikestibû û temijîn wan destkeftîyên berhemên nav sîyasetê. Gelwekîlî û cîgirtin di nav çerxa dewletê da jibona wan serbilindî bû.

Di dengdanên giştî jibona parlamena Tirkan 1977da jibona şêx Mehyedîn ji bajarê Betlîsê bû namzet û mekan têrnedikir. Pismamê wî, kurê şêx Taha, Mehmed Emîn Seydagil li bajarê Mûşê li cem xelîfeyên bavûkalan bû namzet. Di vî dengdanê da herdu jî hatin hilbijartin jibona parlamêna Tirkan. Salekî li pey vî birayê şêx Mehyedîn ê biçûk bi navê Huseyîn Mutlu bû serokê beledîya Norşênê. Mehmed Emîn Seydagil xwendina wî ya bi zimanê Tirkî tune bû. Huseyîn Mutlu dibistana pêşîn bi zimanî Tirkî xilas nekiribû. Wek li vir jî, eşkere xûya dike şêxên Norşênê ji her alîyêva bi eşq sîyasetê dorûpêç kirin.

Herciqaz ewha biserketin jî, ne hêvîya wan ji xwe bi xwe û ne jî hêvîya gel ji wan hebû ku bikarin xizmetên çê pêk bînin. Sedem tû vîzyon, program, dîtin û femên wan yên jibona xizmeta gel tûne bû. Jibona wan ê herî girîng ew bû ku li pêşîya civakê xuya bikirina. Demekî pirr dûr û dirêj şêx Huseyîn Mutlu wek serokê beledîya Norşênê ma. Ji salê neh mehan li Enqereyê bû û jîyana bajarên mezin bêtir li gorî tema wî bû. Di desthilatdarîya wî a sîsalan da berhemekî hêja ku merî derxe pêş û nîşan de tûneye. Xeynê ku Norşên wek kavlekî li holêye. Merî dikare bi hêsayî rêvebirîya wan wek mînakê herî xerab û ecêb nîşande. Ev rewşa han bi vî awayî li gorî hesabên dewleta Tirkan jî bû. Jiber ku şêxan tu sergêjî û astengî jibona dewleta Tirkan dernedixistin.

Berê şêx Mehyedîn Mutlu di 6/11 1998 da biçe li ser heqîya xwe, birazîyê wî, kurê şêx Nuredîn Ebdulxalik Mutlu derket pêş. Di dengdanên 1997 da ji partîya Fazîletê bû namzet û hat hilbijartin. Ebdilxaliq Mutlu ji nifşên nû ê mala Seyda, dibistana bilind xwendîye û bû gelwekilê bajarê Betlîsê. Haydarê doza miletê Kurde. Heta sala 2002 an di meclisê da bû. Wextê dengdanên giştî a 2002 an hat ji şêxên Norşênê kurê şêx Hefît,Yehya Çevîk di dorêda ji partîya DYP yê bû namzet û hat hilbijartin. Ewî jî xwendina bilind qedandîye û di dewa gelê Kurd da hişyare. Li ser navê şêxên Norşênê heta sala 2007an Yehya Çevîk di meclîsa Tirkan da bû. Di dengdanên 2007 da şêxên Norşênê jî wek mala Xews ji şêxên Hîzanê, kursîyên wan di meclisa Tirkanda vala ma.

Dûwayîk şêxên Norşênê bi babetên jîyana xwe gundîne û hêza xwe ji gundîyên Kurd digrin. Û bi giranî temsîla civaka gundîyan dikin. Refleksên wan ên menfîetên xwe yê malbatî parastin pirr li pêşe. Cara yekem di salên şêstanda benzînxana awil li Norşênê mala Seyda sazkirin. Malbata wan firê û mezine. Nûha ji kurên şêx Mehsum, şêx Nuredîn li pêş xuya dike. Çan ji dervada xuya dike, yekşivî û li hevûdu nînin. Dijberî, nakokî û lec di nav wanda pirr kure. Dîwanxaneyên wan ji hevûdu cudane. Şêxên Norşênê di demê borîda, ji femkirina azadî, demokrasî û ji têgihîştina mafên netewî dûrbûn. Bi tirsa dojeyê ola îslamî di nav gundîyanda bi awekî bê wîjdan û bê sînor bikaranîn jibona berjewendîyên xwe. Pirranîya wan bi awekî di nav çerxa dewletê da cî girtine. Wek berê medrese faêl nîne an jî pirr kême. Hêza wan di nav gelda mîna berê tuneye. Nifşên nu ji şêxên Norşênê zêdeywan dibistanan xwendine û welatevînî li cem wan heye. Ji deverên cûda serdan jibona Merqedê domdike. Gund û zozanên wan hene û ticaretê cûda û cûda dikin.

Not. Jibona agahîyên hêja û alîkariyê ez spasya xwe ji berrêz Naîf Yûksel û Rifet Ozkan ra dikim. Her ûsa sûda nivîsên Metîn Yuksêl jibo vî miqalê çêbûye.

Silêmanê Norşênî

Tisbiyên destên tirkan -II
Li gor lihevkirina di navbera Îsmet Înunî û Celal bayar da; sîstema pirrpartî dê tiştekî formel ba û bi awakî cidî nehata bikaranîn. Lê belê pêşveçûyinên ku bi dengdanan derket meydanê, ew plan û lêhevkirina wan têkbir. Weke tê zanîn, heta wî demê wekilên bajarên Kurdistanê ji jor da ji alîyê dewleta tirk û rêberîya kemalîstan dihatin taînkirin.

Dijî zulma dewlet û kemalîstan, di dengdanên 1950 da gelê Kurdistanê piştgirîyekî pirr xurt dan DPê û ew birin ser îxtidarê. Di vê hilbijartinê da ji her deverê Kurdistana bakur şêx, axa, beg û xuyayên kurd ketin parlamênta tirkan. Di nav wan da Şêx Silhedîn jî hebû. Piştî dengdanên 1950, şêx Silhedîn ji partîya CHPyê îstîfa kir û derbazî DPê (Partiya Demokrat) bu û dest bi parlamenterîyê kir.

Pêşveçûyin û guhertinên ku derketin holê, hem ji bo kurdan û hem jî bo tirkan tiştên nû bûn. Piranîya parlamênterên ku ji coxrafiya Kurdistanê ketibûn meclîsê, bi rewşa nû kêfxweş bûbûn. Tevayiya wan, ji axa, beg û şêxên kurdan pêkdihatin. Ekseryeta van kesan kurdbuyîna xwe înkar nedikirin, lêbelê kurdçîtî û welatparêzî jî nedikirin.

Axa Kurdistanê û deverên wê yên ku bi sloganên nîjadperest û şovenîst yên weke, “bextewar be ku tu tirk çêbûyî”, “yek tirkek bedalê dunyayê tev e”, “yek welat, yek milet, yek dewlet”, “ji bona welatê tirk can fida”, “her tişt ji bona welat”, hatibû dagirtin, xema wan nebû. Li cardin jî, dewleta tirkan a kemalîst ji rewşa nû qet kêfxweş nebûbû. Sebebê nekêfxweşîya wan ew bû ku; hinek kesên ku bêhna kurdîtî ji wan dihat ketibûn parlamêntoyê. Daxwaza tirkan ji kurdan ew bû ku ew bibêjin; em ne kurd in û kurd tune ye. Qîma tirkan bi wê tirkîya xerab a wekilên bajarên kurdan ku pê sond dixwarin û dibûn pêkenokê dinya alemê jî nedihat. Her çiqas parlamenterên esilkurd; li ser şeref, namûs, hesiyata xwe sond dixwarin ku ew ê girêdayî pirînsîb, şoreşa Ataturk û girêdayî dewleta tirk bin û ji bo maf û serkeftina miletê tirk bixebitin û xiyanetê nekin jî, tirkan baweriya xwe bi wan nedianîn. Şik û bêbawerîya tirkan her dom dikir. Sîstema pirrpartî di nav kurdan da hêcanek bêsînor rakiribû. Hinek kesan bawer dikirin ku; jîyana pirpartî dê firsetê bide ku hesabê buyerên dîrokî ji dewletê bêpirsîn. Li gora informasîona pirtûka M.Zana (Bende be Diyarbekir, bi zimanê tirkî, rûpêla 41), Nazim Onen di kar û xebatên rêxistinî û xeberdanên di hilbijartinan da li meydanan ji bo DPê propaganda dikir; “wexta DP bê ser îxtidarê, em ê hesabê bûuyerên sala 1925, serhildanên şêx Seîd, Dêrsim, Zîlan, Sason, Pira Reş û kuştîyên yên Ozalpê bipirsin,” digot. Bi hêviyên vî rengî, Nazim Onen hat hilbijartin û wekî miletwekîliyê Amadê çu Enqerê. Bi çavê xwe dît ku, desthilatdarîya DPê tu sozekî xwe neaniye cîh û dê neîne cîh. Nazim Onen weke protest him ji DPê û hem jî ji parlementa tirkan îstîfa xwe da.

Mînakê bi vî rengî esilzade, bi şeref û serbilindî di dîroka parlementarîya kurdên Tirkîyê da tuneye. Bi tevayî, piranîya parlementarên esilkurd bi sîstema dewleta tirkan ra hevkarî kirin û weke memûrên berdestê dewletê xebitîn. Şêx Silhedîn jî kêm zêde rolekî wisa nîşan da. Di navbera Enqereyê û hevwelatiyên xwe da rola pirekê lîst. Jo bo Betlîs û derdora wî hinek kadro bidestxistin, hew.

Demokratpartî di tevê salên pêncî de li ser hukum bû. Rolê mixalifî ji CHPê ra giran dihat, ne karî qebûl bike. Di mixalifetê da bi piranî qerta kurd li dijî DPê bikardianî. Her çuqas baş dizanîbûn ku DPê dijî kurdane jî, weke îroj serokê CHPê Îsmet Înunû digot, “hukumet teslîmî kurtçiyan bûye”. Di 1960 da CHP gîhîşt mirazê xwe. Li dijî hukumata Ednan Menderes û DPê, di 27 Gulan 1960 da, bi pêşkêşîya CHPê derba eskerî pêkhat. Eskeran, serokwezîr, wezîr û gelek parlamenter girtin û şandin girava Yasîadayê. Paşê bi ûsûl û femkirina made în Turkîsh, serokwezîr Ednan Menderes, Hasan Polatkan û Fatîh Rûştû Zorlu hatin daliqandin.

Parlamenterê Bêtlîsê şêx Silhedîn jî li nav girtiyên Yasîadayê cîh girtibû. Ji hêla dadgehên leşkerî û nehiqûqî ve cezayên giran (miebet) lê hat birrîn. Heta sala 1963an girtî ma, dû ra jî bi sebebê temenê xwe ê bilind û tendûrestîya wî a xirab ji hefsê hat berdan. Pey berdanê, qasî salekî şûnda çû li ser dilovanîya xwe. Rehmeta yezdan lê û cîyê wî bihişt be! Wek din jî, kurê şêx Silhedîn ê mezin Zeynil Abdîn Înan, bi sûcdarîya ku alîkarî daye DPê hate sirgûn kirin.

Wezîrê karbarê hundur Muharrem Îhsan Kiziloglu yê ku: “bavê min celadê kal û bavê we bû, ez jî celadê we me,” digot, li ser îş bû. Di roja 1 Hezîranê 1960 da kemalîstên tirk derketin nêçîra kurdan. Ji her deverê Tirkîyê û Kurdistanê şêx, axa, beg, kesayet û xwendayên kurd 485 kes topkirin û li kampa Sêwasê civandin.

Çi qeder! Bêyî ku ji bona welatê xwe şer û berxwedan bikin, giregirên kurdan cardin li xezeba dijminên xwe rast hatibûn. Li gora rêvebirên dewleta tirk, “kurtçîtîya melanet” tev ji bin serê van kesan derhatibû. Lewra dewletê dixwest bi cezayên giran û bi destdanîna li ser mal û milkan, wan îslah bike.

Bi vî awayî dewleta tirkan çavê wan kesan pir tirsand. Serokerkanê wî wextî Ragip Gumuşpalan, Di rojnameya Oncu a hejmara 19 Cotmeh 1960da wisa digot.

-Şêx, axa, beg li gûndiyan zulmê dikin, lazime em wan ji holê rakin. Ew kurdîtîyê ji bo dest hilatdarîya xwe bikartînin… Tirkiye û tevayiya Tirkiyê bi tenê welatê tirkan e. Çend kesên ku di xew û xeyalan da ne, em ê bi wan bidin femkirin!

Bi kurtasî, ji kurdan daxwazî dikirin ku kurdbuyîna xwe înkar bikin û di nav resmî îdeolojiya dewletê da tevbigerin. Kampa Sêwasê li ser vê armancê afirandin û ji bo vê armancê bikaranîn. Ku feodalên kurd di dewama jîyana sîyasî da, ne li korîdorên meclisê û ne jî li derveyî meclîsê peyîva kurdî negirin ser zimanê xwe.

Demeke şûnda, ji bona sirgunî deverên cuda bi cuda bikin, ji girtiyên kampa Sêwasê 55 kes hatin hilbijartin. Ji wan kesan yek jî Zeynel Abdîn Înan ê kurê şêx Silhedîn bû. Lawê şêx di rêya sirgun da û şêx bi xwe jî li girava Yasîadeyê girtî bû.

Êsîrên din yên kampa Sêwasê, wek tiştekî neqewimîbe, piştê neh mehan bi efûyekî hatin berdan. Berê ku bên berdan, ji bo xwarina kampê, ji her girteyekî, 400 lîrayê wê wextê hat girtin. Halbûkî dewletê tu xwarin nedabû wan. Di kampê da, her kesî bi pereyên xwe zêkê xwe têr kiribû.

Piştê wefata şêx Silhedîn kurê wîyê mezin Zeynel Abdîn Înan, di refên Edalet partîyê da carekê din derket qada sîyasetê. Di dengdanê sala 1965 da, wek wekîlê bajarê Betlîsê hat hilbijartin û çû meclîsê. Şêx Zeynel Abdîn Înan di mesela kurd da hişyar bû û kurdbûyina xwe înkar nedikir. Lêbelê kurdîtî û kurtçîtî jî nedikir. Li Enqereyê bi cî û war bû û jîyana wî yê parlamênterî ê dirêj wek memûrtîya dewletê ê ji rêzê domkir.

Her çuqas dewleta tirk a kemalîst bi dijwarî û xwînxwarî zilma xwe li ser kur û neviyên Seyîd Elî dimeşand jî, ne şêx Silhedîn û ne jî zarokên wî li dijî dewleta tirk devê meqesê ji hev venekirin. Piştî ewqas zilm û cewsandinan, mala şêx bi riya parlementeriyê bi sîstemê ra entegre bûn. Malbata şêx, ji dewra koçberîyê hetanî niha temamê jîyana xwe ji civaka kurd dûr, di nav civak û çanda tirkan da borandin. Hîzan û gundê Xeydayê wek havîngeha salane bikaranîn. Her çuqas di jîyana rojane da, bi giştî ji gund û gundîtîyê gelekî dûrbûn jî, Zeynel Abdîn Înan û malbata wî, di dengdanan da bi referensên olî û dezgeha şêxîtiyê, di nav gundîyên derdora Bêtlîsê da tevdigeriyan. Mala Xews di nav gundîyên derdora Bêtlîsê da xwedî hêzek bi taybet bû. Di her dengdanê da bêyî ku xwe biêşînin dihatin hilbijartin. Heta gelek caran parlamenterê bajêr ê didûyan jî, di terkîya xwe da dibirin Enqerê. Qeweta mala Xews ewqas zêde bû ku di deverê da dihat gotin, eger Zeynel Abdîn ji bona namzediyê şewqa xwe jî daîne dê bê hilbijartin. Ji ber vê yekê, partiyên sîyasî yên tirkan pir dixastin ku mala şêx di refên wan da cih bigrin.

Herwiha li Kurdsitanê, di bicîhbûyina partiyên tirkan da malbatên şêx û feodalên kurdan rolekî serecem leyîstin û dilîzin. Mala wan ne ava be!

Ji aliyê din jî, gelê deverê û gundiyan, mala şêx wek mexdurê zilma dewleta tirkan didîtin û xweyîtî li wan dikirin. Qewata mala şêx wek hukumdarîya qiralîyetê hertim domkir.

Zeynel Abdîn Înan heta derba leşkerî a sala 1980ê jî di refê APê da parlamênterê bajarê Betlîsê bû. Di sala 1983 da çû li ser heqîya xwe. Rehmet Yazdan lê be, cîyê wî bihişt be!

Di 14 Cotmeh 1973 da, di dengdanên sênatoriyê da kurê şêx Silhedîn Kamiran Înan, birayê Zeynel Abdîn Înan ê biçuk, wek sênatorê Betlîsê ji APê hat hilbijartin.

Sala 1929 de ji şêx Silhedîn re kurek bi navê Kamûran Înan çêbû. Dayîka Kamûran Înan, jina şêx Silhedîn a biçûk, bi navê Mecbûre xatûn bi eslê xwe ji Ermenîyê Mûşê bû. Hema-hema tevî jîyana Kamûran Înan li sirgûn û bi xwendina dibistanan li dervayî coxrafîya Kurdistanê derbaz bûye. Ji xeynî miletê kurd û ermenîyan ji her tiştî hez dike. Tirk û tirkçîyekî li gor eyarê xwe ye. Kamûran Înan xwendina li dibistanên bilind him li Turkiyê û him li Awropayê qedand. Fakulta hiqûqê li Enqerê û li Cênêwreyê di fakulta îlmê sîyasetê de li ser beşa hiqûqê diktora xwe qedandîye. Di wezareta derva a dewleta Tirkiyê da demeke dirêj xebitîye. Ji xewnê wî yek jî ew bû ku bibe wezîrê derva ê dewleta tirk. Lêbelê, dewleta tirk ew firseta neda wî. Wek wezîrê dewletê û wezîrê ênerjî û deskeftên xwezayî di hukmatên cuda da cîh girtîye. Seroktîya komîsyona karûbarê meclîsa tirk ên dervayî welêt kirîye. Û her usa seroktîya grûba parlamênterên tevda û seroktîya komîsyona senatorê cimhûrîyetê ê karên derva kirîye.

Haya Kamûran Înan pir baş jê hebû dê kengê derba leşkerî çêbibe. Lema jî di 7 Hezîran 1979 da ji sênatorî îstifayê xwe da û ji karbarên meclîsê vekişîya. Piştî vekişandinê, li Cênêwrê di rêxistina Yekîtîya Miletan da bû daîmî temsîlcîyê dewleta tirkan heta sala 1983an û ew karê xwe meşand.

Wexta aktorên derba leşkerî a sala 1980î pêşî li ber dengdan û partîyên sîyasî bi sînorbejî berdan, Kamûran Înan ji Cênêwê fetilî Tirkiyê û bû endamê partîya eskeran. Carek din li devera bajarê Betlîsê di partîya MDP(Millyetci Demokrasi partisi) da bû namzed û bi dengên kurdan hat hilbijartin. Di sala 1987an da derbazî partîya Anawetanê bû. Heta sala 1991an mebûsiya bajarê Betlîsê dikir. Dû ra ji bajarê Wanê bû miletwekîlî. Kamûran Înan ji bona kar û xebatên xwe yên li Awrûpayê gelek xelat girt. Xelata zêrîn a parlamêntoya Awrûpa, xelata zîv ê şirîktîya dewleta tirk û AET yê, wek din dewleta Firansayê nîşana Lêgon D.Honneur da wî. Li ser biryara parlamêntoya dewleta Firansayê a ji bona qirkirina miletê Ermenîyan, Kamûran Înan xelata dewleta Firansayê li wan vegerand.

Tevayîya jîyana Kamûran a sîyasî û xebatên wî yên ku di rêxistinên Awrûpayê da bi dijîtî û dijminatiya miletê kurd û ermenîyan derbaz buye. Di jîyanê da tiştê ku ew herî zêde jê mekrû dibe, miletê kurd e. Lê ji aliyê din jî ez bi xwe şahidim ku; Kamuran Înan bi navê gora ejdadên xwe (Xews û Seyîd Elî), ji gelê kurd daxwaza dengên wan kiriye. Gelo, eger tu wek xwenda û rêberê olî fenfêlên bi vî rengî li vî gelî bikî, wê hale vî miletê belengaz çi be? Ev camêr an jî necamêr li vê dinyayê têra xwe gerîya û xwe ji her kesî zanetir dibine. Lê mixabin bûye dijminê koka bab û dayîka xwe.

Kamûran Înan gelê kurd pir nezan û biçûk dibine. Qencî û fedakarîya milete kurd ji bo pêşdaçûyîna wî ya şexsî bê hed û hesab bû. Lêbelê Kamûran tucar şikir nekir. Ew deyîndarê miletê kurd e. Kamûran bi saya miletê kurd bu parlamênter, wezîr û di dinyayê da hat naskirin. Kamûran bi keda gûndîyên belengaz û xûdana zarokên kurdan ê yêtîm mezin bû û xwend. Ew xwîna ku di laşê Kamûran da digeriya ji risqê zarokên yêtîm hatîbû birîn.

Kamûran, ew kes bû ku bi qewata dewleta ku dixwast û dixwaze koka kal û welatê kale wî, gelê wî, ziman û çanda wî ji rûyê vê dinyayê û ji nav dîrokê paqij bike, tevgeriya. Dibe ku bi dardakirina kalê xwe jî kêfxweş e. Ciyê necamêrên wisa divê li civata kurdan tunebe!

Kurê Zeynel Abdîn Înan, Edîp Sefter Xeydalî di 1952an da ji dayîka xwe hatîye dinyayê. Di rêçka bab, kal û apê xwe da, ji partîya ANAPa tirk da di dengdanên sala 1991 da bû miletwekîlê Betlîsê. Heta dengdanên sala 2007an di parlamêna tirkan da bû. Wek wezîrê dewletê jî wezîfe girtîye. Di dengdanên sala 2007 da Edîp Sefter Xeydalî vêca ji partîya CHPê bu namzed, lêbelê nehat hilbijartin. Sefter şeş tîrên partîya CHPê wek şertên dîn û îmanê ji bona gel şirove dikir. Wek din birayê Sefter, Mehmud Celaded Xeydalî jî wek namzedê serbixwe ket dengdanên sala 2007an. Pîştî pêncî salan cara ewil bû ku mala şêx nekarîbûn bikevin parlamêna tirkan û kursîyên wan vala man. Heta wê rojê, sê nesil li pê hev di meclîsa tirkan da cîyê xwe girtibûn. Yanê di meclîsa tirkan da kursîyên mala şêx qet vala nemabû. Ev bûyer bi xwe dîrokî ye.

Di dîroka parlamênterîya pêncî salan da berhemê herî hêja ê ku mala şêx li pey xwe hiştin, ji bona bajar û derdorê Betlîsê ra, baxçê gundê Xeydayê ye.

Tiştên ku li pişt wan maye, miletekî hên jî kole, xêzan, bêy îşûaş û bajarê dîrokî Betlîs li ber xiravbûn û hilweşînê ye.

Ji bona alîkariya zelalkirina informasiyona li ser çend bûyerên jîyana mala şêx ez spasiya xwe ji bi rêz Cemal Saygîlî û bi rêz Alîşêr-Zîya Avcî dikim. Wek din feyda pirtûka Nacî Kutlay Kurt kimligi olusum sureci (1997), Mehdî Zana Bekle Diyarbakir (1991) û nivîsên Îsmaîl Beşikçî ji vê miqalê re bûye.

Silêmanê Norşênî

Tizbîyên destê tirkan -I
Betlîs bajarekî, cîh-meskenê mîr, beg û aristokratên kurd, navça çandê, medrese û dibistanên bilind û xwedî dîrokeke kevnar e. Di dîroka kurdan de bûye wargeh ji bona gelek kesayetên naskirî yên bi nav û deng, wek nivîskarê dîroka kurdan Şerefxan û alimê diplomat yên mezin Îdrîsê Betlîsî.

Bajarê Betlîsê bi navçeyên xwe ve, di her demî de ji bo saziyên şêxtiyê bûye navendeyekê girîng. Bandor û giranîya şêxan li ser gelê deverê gelekî xurt e. Rola wan di jiyana rojane a gel de bi her awayî derdikeve pêş û xwuya dike. Nemaze di ware olî, sîyasî, çand û aborî de şopa wan nayê paşçavkirin.

Di jîyana gel ya sîyasî, çandî û aborî de yên ku herî zêde derketine pêş, mala Xews û xelîfeyên wan, mala Seyda yên ku ji Noşînê ne. Wek din jî, şêxên Oxînê, mala Gêlanîyan, şêxên Kufrewî û Qadirî hene. Ji van malbatan, yên ku heta demên nêzik jî, bi dezgeyên xwe yên şêxtîyê fealin û dixebitin, mala Xews, mala Seyda û şêxên Oxînê ne.

Qet şik tê de tineye ku saziyên şêxtîyê di civata Kurd de ciyekê teybet digire. Lewra çi baş û çi xirab, hewceye ku ev saziyana bi her aliyên xwe ve bêberçavkirin. Armanca min ji van xetan; ne ewe ku ez secera şêxên deverê derxim holê. Ez dixwazim rol û giranîya van malbatên şêxan yên ku di jîyana sîyasî ya aktuel de derketine pêş, raxim ber çavan.

Ez ê bi şêx Sexbetullah destpêbikim. Ew bêtir bi navê xwe yê leqeb ê Xews tê naskirin. Bi eslê xwe ji gundê Arwasê ye. Arwas girêdayî nafça Miksê û di nav sînorê bajarê Wanê de cîh digre. Navê bavê wî Lutfullah bû. Di sedsala XIX de bi alîkarîya hinek eşîr û malbatan, li gundê Xeydayê(gundekî Hîzanê ye) bi cîh bûne. Yek ji van eşîran ku bi sadiqî xweyîtî li Xews kiriye û paşê jî bune xal û xarzîyên hevûdin Helacîn e.

Zewac û têkiliyên bi vê rengê ji bona malbatên şêxan bûyerên pirr rêzeî ne. Ji bona ku di civaka kurdan de xwedî hêz û serkeftî bibin, saziyên şêxtiyê zewac daxil her babet metod bikartînin.

Her çiqas mala Xews li herêma Betlîsê û deverên din, weke Seyîd hatibin naskirin jî bi eslê xwe malbatekî kurd in. Lêbelê ew jî weke şêxên din xwe ji koka xwe ya kurdî dûrdixînin. Derveyî îstisnayan piraniya şêxên Kurdistanê dixwazin û hewldidin xwe ku koka xwe bi ereban ve girêbidin. Mirov bi hêsanî dikane bibêje; ji esilkurdîtiya xwe dûrketin û xwe nêzî esilereban kirin li gel wan bûye adeteke domdar.

Xews xelîfetîya olî ji ber destê Seyîd Taha yê Nehrî girtîye. Seyîd Taha yê Nehrî, yek ji wan kesayetane ku di Kurdistanê de baş tênaskirin. Ew bi xwe ji terîqeta Qadirî û Nexşêbendî bû. Di Kurdistanê de girêdayî Seyîd Tahayî Nehrî gelek şaxên terîqeta Nexşêbendîyan heye.

Di sala 1827 de, piştî wefata rêberê terîqeta Nexşêbendî Mewlana Xalid, bi alîkarîya dewleta Osmanîyan, terîqeta Nexşêbendîyê di tevayîya Kurdistanê de, weke saziyeke olî bi xurtî cîh girt.

Mala Xews jî yek ji wan Nexşêbendîyan e. Bi taybetî şêx Sexbetullah li deverê di bicîhbûyîna terîqeta Nexşibendî de rolekî mezin leyîstîye. Wek şêx û meleyên naskirî yên deverê, Seyda ji şêxên Norşênê, melle Selîm û yên din jî xelîfetî ji şêx Sexbetullah girtine.

Di xilasîya sedsala XIX û destpêka sedsala XX de di nav dewleta Osmanîyan de li gelek deveran, gelên cuda bi cuda bi daxwazên azadî û veqetandinê li hember dewleta Osmanîyan rabûn ser pîyan û têkoşîn.

Di wê demê da, yek ji wan ciyên ku gelek buyer lê qewimîn coxrafîya Kurdistanê bû.

Kurê Seyîd Tahayê Nehrî, Şêx Ebeydilahê Nehrî li dijî dewleta Osmanî û Farêsan serkêşiya serhildanê dikir. Li başur di mintîqa Berzan de berxwedana şêx Evdilselam û mala Berzanîyan hebû. Nemaze li bakurê Kurdistanê, li mintîqa serhedê qada buyerên germ bu. Şerê Ermenîyan li dijî dewleta Osmanîyan dihat meşandin. Li rexê din, hewildanên kurdan li deverên cuda bi cuda rû didan.Yek ji van hewildanan ê mele Selîmê nemir e. Mixabin, hêja di amadekirina xebata rêxistinî de, bûyerên bêwext qewimîn û serhildan destpêkir. Mele Selîm ji alîyê hêzên dewletê ve hat girtin. Li ser girtina Mele Selîm, Seyîd Elî û şêx Şahabedîn diavêjin ser eskerên dewletê û mele Selîm azad dikin. Seyîd Elî û Şêx Şabedîn kurê apê hev in, herdu jî nevîyên Xews in. Li himberê dewleta Osmanîyan, ji bona bidestxistina mafên miletê kurd bi xurtî dixebitîn. Bi Mele Selîm ve tev serkêşîya serhildanê dikin. Bi vê mebestê, eleqetên wan bi derdorina rêxistinên ermenîan û malbatên kurd yên pêşber ra hebûn.

Li gor lihevkirina wan, şêx Fetullah, Hezret/Dîyadîn, şêx Mehmed Bakî Kûfrewî dê beşdarî serhildanê bibana. Lêbelê ew li ser soza xwe nasekinin û alîkarîya tevgerê nakin. Serhildan têkdiçe.

Nevîyên Xews, Seyîd Elî, şêx Şabedîn û birayê wî Mehemed Şêrîn, kurê Seyîd Nur Mehemed ku temenê wî li dora 19-20 salî bû, di sala 1914 de li bajarê Betlîsê, li jêra Gok meydanê tên daliqandin û di nav karvanên şehîdên Kurdistanê de cîyên xwe yên bilind digirin. Rehmeta Yezdan li wan. Ciyên wan bihêşt be. Miletê Kurd wan ji bîr nake!

Şerê cîhanê ê yekem bi xwe ra belavbûyîna dewleta Osmanîyan anî. Di bin serokatîya Mistefa Kemal de li ser kavlên dewleta Osmanîyan; bi alîkarîya dewletên serkeftî yên emperîyalîst wek Înglistan, Fransa, Îtalya, Amerîka û bolşêwîkan, Komara Tirkiyê hate damezrandin.

Di bin îdara Mistefa Kemal da, Komara Tirkiyê li ser yek şêf, yek partî, yek cêş, yek dewlet, yek al, yek ziman, yek milet, yek ol, yek dirok, yek çand, yek tirkekî hêjayî dinyayêkî û hwd. hat afirandin.

Bi van curan îdeolojîya fermî ya dewleta tirk kemalîzim, hat bipêşxistin. Ev raman û helwestên nexweş û newrotîk bi alîkarîya leşker û birokrasî, rêbazên zorî, cewsandin û kuştinan li ser tevayîya civakê hat ferzkirin. Ciyê milet û qewmê kurd di vê Komarê de tune bû.

Di vê dewleta nû da, CHP bû partiya esker û burokrasiya kemalîstan.

Berê avakirina Komara Tirkiyê, sozên ku ji kurdan ra hatibûdaîn, li pey avakirina Komarê hatjibîrkirin. Berevacî, bi înkar, helandin, kuştin û cewsandinên nedîtî, xwestin kurd û Kurdistanê li ser erdê rakin.

Di bin desthilatdarîya tirk û rêjîma kemalîstan de Kurdistanê kirin bin potîn û singûyên leşkerên tirkan. Kurd bi rewşekî nedîtî û emrêwaqîra rûbirû man. Rêjîma kemalîstan, şêx, axa, beg û mezinên kurdan mecburî berxwedanê kirin.

Di pêvajoya damezirandina Komarê da û pişti avakirina wê; gelên kurd bo mafên xwe yên xwezayî di nav liv û tevgerê de bû. Bakûrê Kurdistanê di nav sînorên Komara Tirkiyê de bû qada şerê azadîya miletê kurd.

Berxwedan û serhildana Koçgirîyê, tevgera şêx Seîd, tevgera gelîyê Zîlan û di bin seroktîya Ihsan Nurî de a Agirîyê, di bin serokatîya Seyîd Riza de şerê Dêrsimê, serhildana Sasonê û deverên din, bi qehremanî rabûn ser xwe. Mixabin encam wek tê zanîn!

Himberî berxwedan û serhildanên kurdan bersîva dewleta tirk û rêjîma kemalîstan pirr tundî û bêînsaf bû. Ji bo kemalîstan; miletê kurd wehş û çiyayî bû. Bê darêzorê ji zimanekî din fam nedikirin. Bi vê dîtin û famê ye ku kemalîstên dewleta tirk, ev 86 sale xwîna kurdan dirêjîne.

Divê jenosîdê da, ji ber sedemên cuda bi cuda hinek mal, malbat û eşîrên kurdan jî li gel kemalîstan cîhê xwe girtin û li mileta xwe bûn dijmin.

Dewleta Tirkiyê, gava serhildanên kurdan diqewimî mal, malbat û eşîrên ku wan pê bawerî nedianîn, sirgûnê bajarên tirkan dikir.

Ji van malbatan yek jî nevîçirkên Xews, şêx Silhedîn Înan e. Şêx Silhedîn, kurê cenabê Seyîd Elîye ko bi cesaret û mêranîya xwe dihat naskirin û yek ji rêberên serhildana Mele Selîm bû. Seîd Elî nevîyê Şêx Sexbettulah e.

Rêjîma kemalîst a dictator, şêx Silhedîn û malbata wî di wextê şerê azadîyê ê Agirîyê de sirgûnî bajarê Bûrsayê dikin. Bi malbata xwe ve 15 salan zêtir li wî bajarî dijîn.

Şêx Silhedîn, li gora zanîna min, du caran zewicîbû. Xatûna wî ya mezin ji bajarê Mûşê keça Celal begê ye(dayîka Zeynil Abdîn Înan e). Xatûna wî ya biçuk, bi navê Mecbûre xanim, dayîka Kamiran Înan e. Mecbûre xanim bi eslê xwe ermenîya bajarê Mûşê ye û xebatçîya mala şêx Silhedîn bû. Dur ra şêx Silhedîn bi Mecbûre xanim re zewicî.

Di xilasîya herba dinê a diduyan de, wek li dinayê tev, li Tirkiyeyê jî hinek guhertin çêbûn. Rêjîma kemalîst a diktator di 1946 de li gor pêwîstîyê şertên dinyayê û ê hindurê welêt mecbûr ma ku derbazî jîyana pirrpartî bibin.

Roja 7e meha Çila Paşîn, di sala 1946an de Partîya Demokrat di bin serokatîya Celal Bayar û Ednan Menderes de hate damezrandin.

Dewleta tirk bi komkujîyên xwe yên dijî însanîyetê di Kurdistanê de, bêdengîyek pêkanîbû. Lêbelê li dijî dewletê, tevayîya Kurdistanê bi hêrs, kîn û nefretê tijî bûbû. Her çiqas tirkan gavên pirrpartîyê bêyî dilên xwe avêtin jî ev biryar gelekî bi kêrî wan hat. Bi van gavên nû, ji bo demekî dirêj rê li ber serhildanên kurdan girtin.

Di jîyana sîyasî û pirrpartî de, ji bona dewleta tirkan giringiya şêx, axa, beg û serokeşîrên kurdan qad bi qad zêde bû. Bi bendewarî û îştahekî pirr zêde, şêx, axa, beg û serokeşîrên kurdan jî dewleta tirkan bêbersîv nehîştin.

Di eynî demê da vegera Şêx Silhedîn dikeve rojevê. Şertên sirgûn û penaberîyê li şêx Silhedîn pirr giran bibûn. Kurê wî, Kamiran êdî xort û gihiştî bû. Zor û zehmetiyên ku bav û malbata wî dikişand, ji wî ra giran dihat. Êdî naxwaze wê rewşê qebûl bike. Ji bona çareserîya rewşa malbata xwe, bi serokê dewletê Îsmet Înonîyê re dikeve nav têkilîyan. Rewşa bavê û malbata xwe jê re pêşkêş dike û dixwaze rê bidin ku ew vegerin cîyê xwe ên berê. Îsmet Înonî razîbûna xwe dide, lêbelê bi şertê ku şêx Silhedîn ji Betlîsî bibe namzedê CHPê a miletwekîliyê.

Şêx Silhedîn, bêdilê xwe vê şertê Ismet qebûl dike û piştî sirgûna 15 salan vedigere cîh û warê xwe. Di dengdanên roja 14ê meha gulana 1950î de şêx Silhedîn wek namzed ji partîya CHPê wekîlê bajarê Betlîsê tê hilbijartin.

Dûmahîk tê….

Silêmanê Norşênî

Piçûkkirina doza kurdî (Silêmanê Norşênî)
Serok û birêvebirên dewleta tirkan navê miletê kurd bi zora xwe bi lêv dikin. Lê belê ne tesaduf e ku kurd, laz, çerkez, arnawut, gurcî, boşnak û mahcirên balkanan li pey hevûdin û bi hevûdin re bi kar tînin. Ev helwest ji mêj da bûye wek qaîdeyekî li cem berpirs, serok û birêvebirên dewleta tirkan. Di wan hewildan û bikaranîna navê kurdî li ber navê laz, çerkez, gurcî, arnawut û boşnakî da wexta bi kar tînin, fikir û niyêtek pir bi dizî û xerab tê da heye. Di dem û wextên cuda da pê mebestên cuda û cuda bi kar tînin.

Wexta tê qeta bilind a siyasetmedarên tirk, navên kurdan li ba ê van girûbên etnîk bi kar tînin. Hêvî û bendewarîya wan a herî girîng, doza miletê kurd ji eyar da bixin û giranîya dozê piçûk û sivik bikin. Armanceke wan ya din jî heye: bi van hevokan li cem hevûdin bikar anînê da, hinek mesajên veşartî û sergirtî hene ku bidin kurd û wan grûbên êtnik yên cuda. Ji bona kurdan bi heşkere tê gotin ku Tu jî wek ê dinan qîma xwe bi qedera xwe ê helandin û tunekirinê bîne û li cîyê xwe rûnê. Mesaja ê ji bona laz, çerkez, abxaza, arnawut, gurcî û ereban jî bi zelalî ew e: mêze, way hûn dibînin, xwediyê we dewleta tirk e. Em we ji kurdan diparêzin, lazim e hûn bi me ra li dijî kurdan tevbigerin.

Birêvebirên dewleta tirkan di van rê û rêbazan da hostan e. Ji dewra dewleta osmanîyan û hetanî nuha ew metod cêrbandine.

Gelo ne xerîb e ku ew tirkîtiya herî tûj, hişk û nîjadperest bi agir û pêt li dijî miletê kurd ji van girûbên etnîk derdikevin! Ew kesên bêkok ji axa axatir û ji began jî begtir in, ji werîsên xwe hatine qetandin. Wek insanên şaqis û sersem êrişî gelê kurd dikin.

Bi mebestekî din jî ew e ku pir bi sixletî ji hêla birêvebirên dewletê wan bi kar tînin. Em tev di bin ala dewleta tirkan da û bextewar wek bira bi hevûdin re dijîn. Çi tirk, kurd, laz, Çerkez, arnawut, boşnak, ereb û gurcî em tev de biran e. “Tu ayrî û xeyrî” di nav me da tuneye. Em tirk in û yek millet in. Wekî din jî sergirtî gelê kurd bi cudaxwazîyê sucdar dike û gilîyê wî li ber miletên dinyayê dike. Îdîologiya dewleta tirkan ev e: yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman.

Navên wan grûbên etnîk ê piçûk bi hawe û nîyetekî din jî bi kar tînîn. Belê, tê da xapandin, qedandin û piçukkirina doza miletê kurd veşartîye. Wexta kurd, laz, çerkez, gurcî, arnawut, boşnak, ereb û mahcirên balkanî li pey hevûdin rêz dike, hêvî û bendewariya wan ew e ku raya giştî ya dinyayê û ya tirk û kurdan bixapînin û hiş û aqilê wan tevlihev bikin.

Her wekî ku miletê kurd di van du sed salên dawî da ji bona welatê xwe hîç şer nekirîye, bona azadîya xwe ranebuye pîyan, bi dahan serhildan û şerên mezin pêk neanînye, qet bedêl nedaye, bi deh hezaran şehîdên wî tune ne û welatê wî ji hêla dewleta tirkan va nehatîye kambax û wêran kirin. Wek mesela laz, çerkez, gurcî, arnawut, boşnak çî ye yê kurdan jî ew e. Pir piçûk û basît e. Xuyaye hewcedarîya birêvebirên tirkan di mesela kurdan da bi rehabîlîtasiyona psîkolojîk heye. Û ew jî ne şerm û ne jî eyb e.

Ez bahwer nakim ku tu kurdekî xwe naskiribe û bi aqilî bibêje ez naxwazim ku bila heq û huquqê laz, çerkez, arnwut, gurcî û boşnakî bê dayîn. Mesele ne dijîtîya kurdan li himberî van grûbên etnîke.

Pirsgrêka herî girîng ew e ku miletekî bi hejmara wan li ser çil mîlyona ra hatîye perçekirin û perçê herî mezin di nav sînorê dewleta tirkan da ye. Di ser bîst milyonan ra serhejmara xwe heye. Ev tê maney ku ji sisêyan yek nifûsa Tirkîyê kurdin. Coxrafîya wan, nav û welatê wan heye ku navê wê jî Kurdistan e. Bi coxrafîya, dîrok, çanda û zimanê xwe miletekî ji tirkan cuda ye.

Bi darê zorê di welatê xwe da hatîye hêsîr kirin. Sitatûya vî miletî yê koletîyê jî jê ji dest hatîye girtin. Tevayîya mafên însanî wek hiquqî, çandî, sîyasî, aborî û azadî ji dest hatîne girtin.

Ji alîyê din va heger meriv bi tenê ji dîroka cûmbûrîyeta tirkan va bigre heta niha kurdan ji bo parastina welatê xwe, azadî, desthilatdarî, demokrasî, hiqûq û ji bo mafên xwe yên xwezayî bi dehan serhildan pêk anîne. Bedelên pir giran û yê bê emsal dane. Bi sed hezaran kurd şehîd bune. Bi mîlyonan kurd ji cî û warên xwe hatine koçberkirin; bi hezaran gundên kurdan hatine şewtandin.

Kurd miletekî ku ji bona azadî û serbilindîya xwe li ser pêyan û bê navber tekoşîn dane. Miletekî xwedîyê armanceke bilind ya sîyasî û desthilatdarîyê ye. Ew rewş tev, tu wek serokwezîr û berpirsên dewleta tirk nabîne û naxwazî bibîne jî. Navên kurdan bi navên van grûbên yên etnîkî ra ku tu daxwazîyek û tekoşînekî wan tuneye bi kartînin. Eva henekkirina bi miletê kurd re ye! Ji ber her tişt li holê ber bi çav e.Tu dozekî van girûbên etnîk ya heqxwazîyê tuneye û bi rêxistin jî nînin. Tirkîtîya herî xurt û nîjadperest di nav van gruban de hene. Hewildanên van grûbên etnîk gihiştîye dereceyek werê ku tirk bi xwe jî êdî pêsîra xwe ji wan dadweşînin.

Kurd bi partîyên xwe yên sîyasî, bi dehan rêxistinên sîvîl, çandî û meslekî, çi li hundur û li dervayî welat, bi rêxistinin. Ji bona mafên xwe yên insanî, azadî, çandî, sîyasî, demokrasî û welatekî azad bi dehan salan li ser pêyan tekoşînê didin. Ji avakirina cumburîyêta tirkan û hetanî niha, şerên kurdan bê navber dom kirîye. Ji bona hebûn û tunebuna xwe li berxwedan kirîye.

Tu, wek sîyasetmedar û serokwezîr vî rewşê tune hesab dîkî û kurdan di rêza laz, çerkez, abxaz, arnawut û boşnakan da, grûbên bê daxwaz û doz, bi kar bînî û bi gotinên Em biran e, yek milet û yek dewletin bi hevûdin ra dijîn û tu problem tuney, bêjî. Kî bi çîrokên wisa bahwer dike! Biratîya li ser van bingehan û bi vî rengî, cîyê wî bi heft qatan di binê erdê da heye! Peyva biratî ji hêla hinek kurdan, tirk û birêvebirên wan va vala ye û bi armanca xapandina hevûdin bikar tînin. Bingehên vê biratîya ku dibêjin çî ye? Kuştin, koçberkirin, talan, kole û qedandina ”birakî ye!”

Na, tu biratîyek bi rastî di nav tirk û kurdan da tuneye. Alîyek dikuje û alîyê din jî xwe diparêze û bindest e. Cîyê biratîyek bi vî rengî dojeh e!

Kesek dikare derkeve û bibêje ku laz, abxaz, çerkez, arnawut, boşnakan û gurcîyan ji bona mafên xwe yên sîyasî, çandî, azadî û welatê xwe partîyên sîyasî avakirîne û bi rêxistin li Tirkî şer dimeşînin. Lê li gel ku berpirs û rêvebirên dewletê baş dizanin jî bi nîyetek xerab, sîyasî demagojîyê dikin û navê kurdan bi haweyekî sivik, bê qedir bi kar tînin. Ev jî bi xwe sivikî û basîtîya wan nîşan dide.

Mizgînîya min ji sîyasetmedar û civata tirkan ra ye. Di sed sala 21an da di dinyaya gilobal û informatif da rêya bi kurdan ra jîyanê li Tirkîyê da qebulkirina sîstêmekî federal e. Bi tersê vê, Kurdistana serbixwe wê sînordaşê te be. Li rêya dinyayê tu hêz û aktor nikarin pêşî li vê pêşveçûnê bigrin.

Silêmanê Norşênî