Argun "Ramanên Azad, Özgür Düşünceler" » Paşa Uzun
Leyla Fîgaro û Tera-lay-lay, tera-lay-lay, tera-lay-lay, laaay…
Leyla Fîgaro di eslê xwe de Leyla û Fîgaro ye. Leyla û Fîgaro weke jin û mêr pênc salan bi hev re dijîn û ji hev vediqetin. Rastirîn, Leyla dev ji Fîgaro ber dide û bi rêya xwe de diçe. Piçekî li kuçe û kolanan digere, li qehwexaneyekê rûdine û dû re diçe mala xaltîka Cemîlayê. Li wê derê poşman dibe û li Fîgaro vedigere.
Berhem li ser veqetandina Leyla û Fîgaro hatiye afirandin. Ji derveyî veqetandinê, bûyer û kirinên kêlekê yan jî paralel yên ku bi bûyera esasî ve girêdayine, xuya nakin.
Kesên din yên ku di berhemê de xuya dikin, Dîlber, sîmsar, Bedewê, şagirtê qehwexaneyê, xaltîka Cemîlayê û du qîzên wê, hemû di çarçoveya veqetandinê de tên û diçin. Dîlber qahpik e. Çawa û ji bo çi bûye qahpik, “ji derveyî zilamekî baş û pak”, serencam, serpêhatî, derd û kul, hêvî, hesret û daxwazên wê ji jiyanê çi ne, dernakeve holê. A girîng, di nav evqas cîranan de çima Dîlber? Ji bilî meraqdariyê, sedemên ku wê tevî vê çîrokê dike çi ye?
Ne tenê der heqê Dîlberê de, der heqê her şexsî û her tiştî de nivîskar li hember xwendevanên xwe bi çikosî tevdigere. Der heqê bûyera esasî bi xwe de jî agahdariyên têr û tije nade xwendevanan. Tenê di ciyekî de, bi wasita Leylayê xwendevan têdigîhije ku ew zarokekî dixwaze û li hember vê daxwaza wê Fîgaro dibêje;”ez naxwazim ku niha zikê te mezin bibe, tu ji min re lazim î, ez hê ji te têr nebûme.” Ji derveyî pirsa zarokan, di veqetandina wan de nakokiyên din çêbûne an na, xuya nake. Ne şexisên berhemê û ne jî vebêjer, ji me xwendevanan re behsa nakokiyeke din nakin û înformasyoneke din nadin me.
Ji aliyekî Leyla û ji aliyê din jî Fîgaro ji me xwendevanan re behsa hîs, fikir, xeyal û hesreta xwe dikin û pesnê hev didin. Galgalên xwe yên bê mane û bê mexsed li dû hev rêz û dubare dikin.
Durustî, rastî û zanetiya Fîgaro ji Leylayê, delalî û xasekiya Leylayê jî em ji Fîgaro guhdarî dikin. Evîn û êşa evînê, êşa veqetandinê, wan çawa dişewitîne û dikizirîne, difitilin û dubare dikin. Di bendekê da, Fîgaro Leylayê dişibîne cîrana xwe ya qahpik û di xeyalên xwe de wê dixe hemêza nenasan û seksa wan bi awayekî sadomazoşît ji me xwendevanan re taswîr dike û dû re jî; li hember wê yekê xwe diçirîne û perçe dike ku dilê me bi wî bişewite û ji evîn û êşa dilê wî bawer bikin.
Di xeyalên Fîgaro de, Leyla “…diranên xwe di canê min re rake, bila xwîn biherike ji her devera ku te gez kir. Min bixwe, min biçîrîne, min perçe perçe bike…” dibêje.
Li hember vê xeyalê, agir bi dilê Fîgaro dikeve û dest bi qîrîn û qarînê dike.
“Bessseeeeeeeeeeeeeee! Bi herdu destên xwe bi biskûrên fanêreyê xwe girt û çîrand. Rehên stûyê wî dikira biteqiyana. Diranên wî jidiyayî. Çavên wî nepixîbûn û bûbûn du pizotên êgir.
Têr nebû. Ji te hez nake êdî! Ji te hez nake. Hez nake! Nake! Dê ji “yekî din” hez bike. Yekî din. Din. Qedeha din jî bi serê xwe de kir û qedeh bi hemû hemda xwe avêt dîwarê kêlekê. Qedeh bi şerqîniyekê perçebû û li hundur belav bû. Şerreeeqqq!”
Lê mixabin Fîgaro bisernakeve û nikane me îkna bike. Tu sempatiya me li hemberî wî çênabe. Ji ber ku; di bersîva wî ya ku digot “ez naxwazim ku niha zikê te mezin bibe, tu ji min re lazim î, ez hê ji te têr nebûme” wî qalîte û şexsîyeta xwe nîşanî me daye û mahdê me li hev xistiye.
Bêguman mirov li ber xwesteka zarokxwestinê dikane bifikire, biponije û bitirse jî. Tiştên nenas û nû, tiştên ku bi çêbûna xwe re dikanin şert û mercên nû derbixin pêş mirovan, timî dikanin bibin çavkaniyên tirs, endîşe û dudiliyê. Ger mirov bi her awayî ji tiştekî wisa re amade nebe, pir normal e ku mirov helwesteke neyînî werbigire. Lê helwesta Fîgaro ne bi vê babetê ye, bi hevoka “ez hê ji te têr nebûme” mebest seks e. Ji ber wê yekê ye ku em bersîva wî antî-entelektul dibînin, ji nezanî û cahiliya wî eciz dibin û ji wî bi dûr dikevin. Di bersîva wî de jin objeyeke seksê ye. Tiştekî ku mirov heta ciyekî bi kar tîne û jê têr dibe.
Wî çi heval, dost û nas tune ne. Herçuqas Leyla behsa hevalên wî dike jî, xwendevan tu carî rûberî heval û hogirên wî nabin. Loma Fîgaro weke zarokekî çar salî berê xwe dide diya xwe û dibêje:
“Yadê, tu li ku yî, yadê! Binihere, keça xelkê çi anî serê lawê te yê ku te digot ez ê dinyayê xera bikim heke lawikê min î delalî bigirî. Te digot ez ê agir bera mala wan bidim, heke hin te bi girî bikin. Berê qey xelk ji te ditirsiyan û ji ber wê bi sî û sitarên min nediketin, yadê, lê piştî ku tu jî mirî binihere bê çawa heyfa xwe ji min hiltînin. Yadê, binihere lawê te digirî ha! Were êgir bera mala xelkê bide, yadê were dinyayê xera bike! Yadê, min çi bêriya te kiriye, yadê!”
Erê! Ev gotin hemû ji devê Fîgaro yê ku “qûn li siyasetê, edebiyatê, sosyolojiyê û psîkolojiyê qetandibû, ji muzîkê hez dikir, ava felsefe û jiyînê derxistibû!..” derdikevin. Û ev Fîgaro yê ku ji evînê evqas fam dike, di bendekê berhemê de fîlosifiya evînê jî ji me re datîne.
Di tevayiya berhemê de nivîskar me ji hemû înformasyonan mehrûm dihêle û hew dixwaze em guhdariya hawar û nalîna Leyla û Fîgaro bikin. Kesên berhemê kî ne, eslê wan, zimanê wan, xusûsiyetên wan çi ne, qusûr û kêmasiyên wan, li ku dijîn, imrê wan çi ye, çi karî dikin, mal û malbatên wan kî ne, çima navê lêwêk Fîgaro ye, yên di berhemê de, bi navê rojhilatî û rojavayî bi lêv dibin kî ne, rojhilatî ji kîjan bajarî yan jî welatî ne û hwd. bê bersîv li hewayê dimînin.
Bajarê ku Leyla û Fîgaro tê de dijîn, bajarekî Tirkiyeyê ye. Navê bajêr di berhemê de derbas nabe. Hew gava Leyla li erebeyan dinêre, marqeya tekerên wan bi lêv dike. Mişelîn, Godyear û Lassa. Û carekê gava Leyla difikire ku biçe mala nasekî, behsa trêna navbajêr dike. Ji wan gotinan em têdigîhîjin ku Leyla û Fîgaro li metropolekî Tirkiyeyê dijîn. Çima navê vê metropolê tune ye, taswîra vî bajarî li ku ye? Taswîra taxa ku Leyla û Figaro lê dimînin çima çênebûye? Ka bêhna wê taxê, ka deng û karekterên wê taxê?
Fîgaro “qûna siyasetê çirandiye” û “ava felsefe derxistiye”, lêbelê ji derveyî Leylayê û “fîlosifiya” wî yê evînê, em rastî dîtin, fikir û kirinên wî yên di derbarê tiştekî din de, nayên.
Weke xwendevan sempatiyeke me li hember Leylayê çêdibe, bes gava biryara xwe dide ku li Fîgaroyê fisgenî vegere, em ji wê aciz û hêrs dibin. Ji bo çi em ji wê hêrs dibin?
Gava du kesên ku ji hevûdu hez bikin, dê hevûdu maç bikin, bi hevûdu re razin, bêriya hev bikin û hesretiya hev bikşînin. Ev tevgerên normal û xwezayî ne. Li ser kaxizên spî nivîsandina tevgerên wisa nabe huner. Divê tiştekî din hebe, tiştekî ku ji evîna du kesan re astengiyan çêdike, evîna wan tehdît dike.
Dramatîka roman û novelan, li ser nakokî, dijberî û astengîyan tê afirandin. Dema em li berhema Leyla û Fîgaro dinêrin, tenê em nakokiyekî dibînin. Leyla zaro dixwaze û Fîgaro dibêje, na. Ecêba mezin ew e ku; eger Leyla ji ber xwe de qala vê nakokiyê nekira, xebera me dê ji wî jî çênebiya. Ev nakokî dibe sedem ku piştî jiyana pênc salan ew ji hev veqetin. Berhema Leyla û Fîgaro ji veqetandinê pê de dest pê dike. Di jiyana wan a pênc salên berê de, ev nakokiya kengî û çawa ketiye rojeva wan, kê, çawa li hember vê nakokiyê helwest girtiye, ji hevûdu re çi gotine, bi çi awayî nîqaş kirine, li hember zarokxwestinê çi fikirîne, çi gotine, çi hîs kirine, em pê nizanin. Ji bilî vê gotina Fîgaro;”ez naxwazim ku niha zikê te mezin bibe, tu ji min re lazim î, ez hê ji te têr nebûme.”
Di salekî de 52 hefte hene, eger di hefteyekî de du caran ji hevûdu hezkiribin, di salekî de dike 104 car. Em çarê bavêjin û bibêjin sed. Wê gavê di pênc salan de dibe 500 caran ku ew bi hev re raketine. Nuha eger ev zilamê hanê, Fîgaro, bi qamîşê xwe nafikire, em ê gotina “ez hê ji te têr nebûme” çawa şîrove bikin?
Û ya girîngtir em ê çawa tehamûl bikin ku Leyla li vî qamîşî vegere! Gelo Fîgaro li ser zarok xwestinê fikirî? Fikira xwe guhert? Ji vê yekê Leyla agahdar kir? Yan jî got, piçek wext bide min da ku ez xwe amade bikim? Na! Tiştê ku em dibînin, Fîgaro di xeyalên xwe de Leylaya xwe dike hemêza nenasan û di qulikê re li wan dinêre û dû re jî dest diavêje fîlosofiyê. Weke ji me re bibêje, ka binêrin, ez ne tenê bi qamîşê xwe, bi mejiyê xwe jî difikirim ha!
Û Leylaya delal li vî fisgeniyê pîs vedigere û xwe diavêje hemêza wî.
Bi kurtî:
Li welatekî bê nav, li bajarekî bê nav û di wî bajarî de taxeke bê nav. Du kesên ku em nasnakin, du kesên bê nasname, du kesên bê etnisîte, du kesên ku ji kîjan welatî ne û çi zimanî qise dikin, em pê nizanin, ji hev vediqetin, dikûrin û li hev vedigerin.
Ji bo çi ji hev vediqetin? Jinik zarok dixwaze, mêrêk zarok naxwaze.
Mêrêk zarokxwestinê qebûl dike? Em nizanin.
Jinik dev ji xwestina zarokan ber dide? Em nizanin.
Wê gavê çima poşman dibe û vedigere! Em nizanin.
Li ser kitaba Leyla Fîgaro, navê roman hatiye nivisîn.
Lê ev ne roman, ne novel û ne jî çîrok e. Tenê galgal in. Û bi galgalên vala jî romana evînê naye afirandin.
“Tera-lay-lay, tera-lay-lay, tera-lay-lay, laaay… Dengê telefona wê ya destan bû ev.”
Paşa Brodrej
Not: Î. Seydo Aydogan, nivîskarê kıtaba Leyla Fîgaro ye. Ez wî nasnakim û nizanim. Tenê çend gotinên wî yên di manşeta a malpara Rîzgarî da bala min kişandibû. Ji ber meraqdariya xwe, min kitaba wî ya dawîn a ku di sala 2003 da hatiye çapkirin, xwend û nirxand.
Leyla Fîgaro, Îbrahîm Seydo Aydogan. Weşanên Elma, Îlon 2003.
Çend gotin li ser lîteraturê û nivîsandina romanê
Li ser pirsa nivîsandina edebiyatê her kes bi babetekê difikire. Li gor hinekan; yên dikanin biaxifin, dikanin binivisînin jî. Hinek dikanin bixwînin, ji ber wê yekê jî dikanin binivisînin, yan jî her kes dikane binivisîne. Li gor hinekan jî, divê berê mirov rastnivîsandina zimanê kurdî hîn bibe û dû ra jî binivisîne. Li gora hinekan jî mirov hema ji xwe ra komputurekê dikire û dest bi nivîsandinê dike. Bêguman yên îmkanên wan heye, dikanin ji xwe ra komputurekê bikirin û binivisînin.
Ez ê li ser nirxandina van dîtinan nesekinim. Tenê li ser mijara nivîsandina edebî ez dixwazim cîh bidim dîtinekê nivîskarê danîmarkî Bente Clod.
“Tekstên rast di lîteraturê da tune ne, tekstên “heqîqî” û tekstên “xelet” tune ne. Di edebiyatê da tekstekî bi qusûr û kêmasî jî dikane bibe tekstekî xuya û li pêş be. Quralên dersên zimanê swêdî, ji bo tesktên lîteraturê derbas nabe. Çênabe ku pêşveçûyina zimanê lîteraturî, li gora pîvan û mêzîna gramatîka ziman bê nirxandin. Tekstên lîteraturî, li gora xweşiya xwendinê tê ecibandin.
Di nivîsarên zanistî da mirov li rastbikaranîna ziman dinêre. Di tekstên lîteraturî da mirov li pîvanên din dinêre. Berhemên nivîskar yên berê, zanetiya nivîskar a ziman, miqayesekirina berhemên nivîskar û yên li ser eynî mîjarî, kitaba nivîskar ji navê xwe ra yan jî ji beşa ewlî ra layiqe an na.
Gelek gotin hene ku di axiftinê da tên bikaranîn, lêbelê hêja di zimanê nivîsandinê da cîh negirtine. Gotinên wisa bêguman mirov dikane di tekstên lîteraturî da yan jî di warê şano da bikarbîne. Hinek gotinên besît û sivik dikanin hêz û ciwanî bidin tekstên lîteraturî.”
Ger yek ji min bipirse, ez ê bibêjim; her kî dixwaze bila binivisîne. Binivisîne, li ku derê dibe bila bibe, binivisîne.  Ji xwe ra defterek û pênûsek peyda bike û binivisîne. Di nav derd û kulan da, li hember zilm û zordariyê, ji bo jiyaneke azad û serfiraz, ne ji bo xirabekirin û hêlweşandinê, berevacî ji bo avakirin û afirandinê, helwest û hewldanên posîtîf dayînin ber xwe, avakar û afirîner bin. Tenê binivisînin, çav û deriyên dilê xwe li hember jiyanê vekin. Li dora we û li ber çavê we çi diqewimin û çi naqewimin, bibînin û bizanibin. Hişyar û guhdar bin, hunera xwe ya nivîsandinê bi xwe ra nebin gorê.  Binivisînin, hîna ku hûn sax in, hîna ku destê we penûsê pêdigire, binivisînin. Tu cara ji bîr mekin ku yên ku li ser vê dinyayê hebûna we nexwaze, her gav dikane, dawî li jiyane we bîne, lêbelê ew çi bikin jî nikanin nivîsar û berhemên we ji holê rakin. Lewra binivisînin, ji bo xatirê mirovatiyê, xatirê welat û hemwelatiyan û ji bo xatirê xwe binivisînin. Û bi zimanê xwe binivisînin.
Gava derd û kulên jiyanê bi ser we da tên, li benda tiştên mikemel nemînin. Eger bi rastî hûn dixwazin binivisînin, divê hûn ji xwe ra astengiyan peyda nekin. Ji karê xwe yê nivîsandinê ra hurmet bikin. Atmosfereke mikemel û odeyeke mikemel yan jî komputereke perfekt nepên.
Tiştên mikemel tune ne û dê tune bin. Li gor şert û mercan tevbidin, guherbar bin. Xwe hîn bikin ku hûn bikanibin di hemû şert û mercan da û li hemû ciyan binivisînin.
Di trên û otobosan da, li mitpaxê, li nav daristanê pişta xwe xwe bide darekê, li ber çemekî lingên xwe têxe nav avê, di çolê da li ser kevirekî rûne, li ser piyareyekê, nêrdewanekê, li ser qoltixa erebeyekê, di aşxaneyekê da, li gel duxtorê diranan, li balafirxaneyekê, li Cizîrê, li Diyarbekirê, li Wanê bigere, rûne û binivisîne. Li nav goristanê, di germahiya havînê da li bin siya darekê rûne û binivisîne. Gava te dest bi nivîsandinê kir, êdî li ku derê dibî bila bibî, ji te ra ferq nake. Tu ji dinyaya rastî derbasî dinyayeke din dibî. Li wê dinyayê tenê tu, kaxiza li ser çogê te û penûsa te heye.
Li ser teredud, nerastnivîsandin, nuxte û bîhnokan zêde mesekinin û nefikirin. Gava kela we li tiştekî rabû, gava hisiyat û fikirên we weke ava nav beroşê keliya û sera çû, destê xwe biavêjin pênûsê û li ser kaxizê sipî bineqişînin. Weke siwariyekî ku hespa xwe radike çargaviyan, li paş xwe menêrin, ji dilê we û ji mêjiyê we çi dertê û diherike, binivisînin. Ne têgêhiştin û mentiqa tevayî a xelkê û ne jî ego û sensûra we ya hundurîn bila ji we ra nebin astengî. Xwe ji bin nîrên wan azad bikin.
Bi kêmasî û kêmzanîstiya xwe binivisînin û hîn dibin, xwe hîn bikin û binivisînin.
Ger em ji şert û mercên Kurdistanê derkevin rê, em dikanin bibêjin yên bi kurdî dinivisînin yan jî hewl didin xwe ku bi kurdî binivisînin, ji “mekteba sîyasî” tên. Piraniya wan ya di nav tevgera kurdî yan jî di bin tesîra tevgera kurdî da xwe gîhandine hunera nivîsandinê.
Piraniya vê grûbê û cardin nifşên nû yên ku di wan salên dawiyê da xwe li nivîsandina kurdî gur kirine, bi tevayî li ser siyasetê, civatê, dîrokê û hwd. dinivisînin û lêkolînan çêdikin. Û qismek jî dixwazin li ser lyrîk, epîk û şano binivisînin. Bes tenê xwestin yan jî daxwazkirin pir caran bes nake. Mirov di kîjan warî da dinivisîne, lazim e ku mirov wî warî nas bike. Bingeh, prensîb, têgeh û qaîdeyên wî warî çi ne û çawa dixebitin, divê mirov nas û fam bike. Naskirin û famkirin kilîda zanyariyê dide destê me.
Bi kurdî û di nav kurdan de nivîsandina romanê bûyerekê nû ye. Di nav tunebûyinê de, di bin nîrê zordarîyê de, bi zimanekî ku paşerojên wî tarî xwuya dikin, kurd dixwazin û hewl didin xwe ku di dinyaya edebîyatê de ji xwe re cîhekî çê bikin.
Yek ji xeyalên nivîskarên kurdan ew e ku; romana gerdûnî a kurdî binivisînin. Xeyaleke baş û bi rûmet e, li dû xeyalên mezin  bazdayin, ne tiştekî xirab e. Dibe ku yek ji sedemên newendabuyina kurdan a ji tarîxê ew e ku; tu car ji xeyalên xwe yên mezin dev bernedane. Li pey her têkçûyinê, li pey her pelaxtinê, rabûne ser piyan û daxwaza Kurdistaneke serbixwe kirine. Ji aliyê din jî li pê xeyalan meşandin û bazdayin jî ne bese, ji bo gîhaştina wan xeyalan divê mirov ji xwe ra rêkûpêkan jî hîn bibe û ava bike.
Ji bo romana gerdûnî a kurdî; divê nivîskarên kurd dev ji temrîna nivisînê bernedin. Bi temrîna nivîsînê ye ku mirov form û kondisyona xwe avadike û diparêze. Bezkarekî çawa her roj xwe bi temrîna bezê ve amade dike, divê nivîskar jî her tim bi temrîna nivîsê xwe ji romana gerdûnî ra amade bike.
Sê tiştên girîng hene ku yên dixwazin binivisînin divê ji bîr nekin. Xwendin, guhdarîkirin û nivîsandin.
Gava mirov dixwaze tiştekî fam bike, divê mirov wî tiştê nas bike. Ger mirov dixwaze fêkiyek nasbike, divê mirov wê fêkiyê tam bike. Ger mirov dixwaze bibe helbestvan, hewceye ku mirov helbestan bixwîne, guhdarî bike, form û rîtmên wan hîn bibe. Romannivîskarî jî wisa ye. Ger mirov dixwaze romanan binivisîne, hela hela ger mirov dixwaze romaneke gerdûnî binivisîne, divê mirov romanan bixwîne, avakirin, afirandin, hûnandin, pêşveçuyina wan hîn bibe.
Rêkûpêkên ku di afirandina romanan da bikarhatine fam bike û hîn bibe.
Loma em dikanin bê mibalaxa bibêjin ku yên guhdarî bikin, bixwînin û binivisînin dê gav bi gav nêzikayî li wê xeyala xwe ya mezin bikin.
Bivênevê “nexweşiyên zarokatiyê” dê biqewimin. Her çuqas mirov hêvî û daxwazî bike û têkeve nav hewldanan jî romanên hêja û bi rûmet di şevekê da çênabin. Û ji aliyê din jî ne hewce ye ku her romana ku tê nivîsandin divê mikemel bibe. Di edebiyata kurdî da, romanên hêja û yên nehêja, baş û nebaş dê her tim hebin. Ji ber wê yekê, li hember romanên ne hêja, ne hewce ye ku mirov qiyametê rake.
Bi bawerîya min, her kî çi dixwaze bila binivisîne. Kurteçîrok, helbest, şano, roman, hema çi hat ber wan, hema dikarin çi binivisînin, bila binivisînin. Bila qisûrên van berheman hebin, bila kêmasiyên wan hebin, bila kêmzanistiyên wan hebin. Qisûr û kêmasiyên wan berheman bixwe, dê bibe sedemên mineqeşeyan, sedemên hewldanên nû yên bi zanistî û şîyarî, ev yek.
Ya dudiyan: xwendevanên ku wan berheman dixwînin, dê wan li bêjingê bixin. Berhemên hêja dê bijîn û yên din jî dê bêdeng û seda winda bibin û bên ji bîr kirin..
Di warê romannivîsandinê da miletên din yên serdest pir û pir pêş da ne. Êdî li mektebên xwe rêkûpêkên romannivîsandinê hîn dibin û hîn dikin. Romannivîskarên navdar û yên nenavdar bi kursên taybetî, bi riya înternetê û li unîwersîteyan dersên romannivîsandinê didin.
Di vê nivîsara xwe de, ez dixwazim hinek fikir û dîtinên romannivîskarên cuda bi cuda bi xwendevanan re parve bikim. Hêvîya min ew e ku perspektîfên  nivîskarên kurd, bi wan dîtinan re hêj zêde, fireh û kûr bibe, da ew çêtêrîn binivisînin û çêtêrîn biafirînin.
Berya her tiştî, piraniya romannivîskaran li ser nuqteyekê hemfikirin. Nuqteya ku ew li ser  hemfikir in ev e:
Li gorî prensîbên bingehîn, gelek mirov dikarin romanekê binivisînin. Lê nivîsandina romanekê û zindîkirina wê, du tiştên cuda ne. Gelek mirov dikarin romanan binivisînin lê pirr hindik mirov dikarin ruh bidin romanên xwe.
Li gor dîtina jorîn pirseke wisa derdikeve pêşberî mirov:
Gelo mirov çawa dikare romaneke bi ruh binivîsîne?
Dîsan gelek romannivîskarên navdar dibêjin; ji pirseke wisan re bersîv dayîn ne hêsan e. Hinek ji wan dibêjin, romaneke bi ruh nivisîn, ne karê herkesî ye. Tenê mirovên hunermend dikarin romanên bi ruh binivisînin û bi perwerde nikane kesekî bibe hunermend. Yanê bi gotinek din dibêjin ku, hunermendî divê di ruh û mêjiyên mirovên nivîskaran de hebe.
Hinek nivîskarên din jî li hemberî vê dîtinê derdikevin û dibêjin:
Mirov dê ji ku bizanibe ku hunermendî di ruh û mêjiyên kê da heye yan jî tune ye û didomînin.
Helwesta rast ew e ku divê mirov xwe li ser karê nivîsandinê hûr û kûr bike. Bi rêkûpêk, bi sebir û bi înad binivîsîne û biceribîne. Tenê bi nivisandin û cerebandinê, kî dikane binivisîne û kî nikane binivisîne, derdikeve holê.
Di edibiyatê da ciyê romanê li ku ye?
Nuxteya hevbeş a ku Epîk, Lyrîk û Dramatîkê bi hev ra girêdide ew e ku; her sê xal jî teqabilî edebiyatê dikin. B.g.d. edebiyat ji epîk, lyrîk û dramatîk pêktê.
Epîk; hunermendiya vegotinê, Lyrîk tarîfkirin yan jî taswîrkirina subjektîf a tiştekî û Dramatîk jî şano ye.
Roman û novel di nav çarçova epîkê da cîh digrin.
Çend xalên romanê:
1) Romana perwerdeyî
2) Romanname
3) Romana rojkitabî
4) Romana pîkaresk : Serpêhatî û şemaya wextê yên berhemê li doraliya şexsekî  sereke tê hûnandin.
5) Romana serpêhatîyan
6) Romana krîmînal
7) Trîler
Romana dîrokî
Bi kurtasî roman çi ye?
Bi tevayî, ji vegotinên dirêjan ra dibêjin roman. Vegotinên bi tekst û serpêhatî, bi destpêkê û dawî û tiştên ku di navbera wan herdu nuxteyan da diqewimin, naveroka romanê pêktînin.
Roman û novel ji rastîyan azad e. Bikaranîna her tiştî di romanê da mimkun e. Ji ber wê yekê jî, ne tenê heq, pêwesitiya her nivîskarekî ye ku azadî û fantasiya xwe bikarbîne. Di derheqê vê nuxteyê nivîskarê kolombî Gabrîel Garcîa Marquez wisa dibêje;”Di rojnamevaniyê da agahdariyeke xelet dikane tevayiya berhemek xira bike, lêbelê di warê fîksiyon da agahdariyeke piçûk û rast ji tevayiya berhemê ra meşrûtiyet dide.”
Rastiya ku roman pê ve mijûl dibe, rastiya berhemên dukumenterî nîne. Rastiya romanan li ser psîkolojî, hîsiyat û mirovatiyê tê avakirin. Romannivîskarê emerikî John Gardner di vê warê da wisa dibêje:
-”Roman, deriyê xewn û xeyalan li ber me vedike. Lîstikeke dewlemend û zindî di hafiza me da lidardixe. Em di destpêka romanê yan jî çîrokê da çend gotinan dixwînin û bi carekê ve em li xwe hay dibin ku; tiştê ku em li ser pelê romanê dibînin ne gotineke, şûna wê da em dibînin ku trenek ber bi Rûsyayê ve diçe, zilamekî îtalî rûniştiye û digirî yan jî baranek li ser holikeke nav rezan dişidîne.
Em xwendin û xewna xwe ne bi awayekî pasîf, berevacî bi awayekî aktîf domdikin.
Şexsên romanê gava biryar didin ku, gelo ew dê kîjan riyan hilbêjirin, em bêhuzûr dibin, gava dengên li paş wê deriya fîktîf digîhîje me, xof dikeve dilê me, bi serkeftina wan dilşad û bi têkçuyina wan em xemgîn dibin.”
Roman û novel herdu jî li ser taswîrkirina mirov, cîh, dijberî û hwd. tên afirandin yan jî avakirin.
Mîna xwûçik û birayê hev in. Ji  hucre, kromoson, skelet û xwînê çêbûne, bi ferqa ku jiyan û fikirên wan cuda ye.
Derveyî îstisnayan novelên tîpîk li ser bûyerek, roman li ser pir bûyeran tê afirandin.
Di herdû vegotinan da, destpêk, navend û dawî heye. Yanê herdû jî li ser vegotinên bi destpêk û bi dawî tên avakirin.
Di novelê da mirov berê xwe dide zîrweya çiyayê Nemrûdê û hildikêşe jor, di romanê da mirov li dora çiyê difitile û hildikêşe jor. B.g.d. mirov bi fitilandinê ve hildikêşe ber bi jor. Bi vê şiklê rêgirtin, riya mirovan dûr û dirêj dike. Di vê riya dûr û dirêj da gelek bûyerên kêlekîn yên bi hev ra girêdayî, yên li ser hev tesîr dikin û yên di nav têkiliya sedem-encam da rê li ber bûyerên din vedikin, diqewimin. Ferqiyata ku di navbera novel û romanê da heye ev e.
Roman ji çîrokan pêktê, çîrokên romanê weke xelekên zincîrê bi hev ra girêdayî ne. Her çîrok bi ser ê xwe, vegotineke bi destpêk, navend û dawî ye. Çîrokên kêlekîn, paralel yan jî kêlekîn û parelel bi hev ra, li doraliya çîroka esasî dibin yek û hevdu temam dikin. Ji ber wê yekê jî di romanekê da, ji derveyî zirweya romanê, mirov rastî zîrweya çîrokan jî tê.
Mirov dikane wisa jî bibêje, ger mirov 4-5 novelan bi hev ra girêbide, dibe roman. Bi şertê ku serpêhatiyên wan novelan bi hev ra girêdayî bin û bi hev ra tev hevgirtinek, temamiyek pêkbînin.
Di romanê da mirov; rindî û xirabiyek, zilamekî baş yan jî xirab di nav kirinan da nîşan dide. Ger nivîskar dixwaze xwendevan baweriya xwe bîne ku yek ji karekterên romana wî qatil e, divê xwendevan bi çavê xwe qatilî û zalimtiya wî ya bibîne û şahid bibe. Bes nake ku nivîskar ji xwendevanan ra bibêje, ev qatil û yê din jî diz e. Gava xwendevanan bi çavê xwe dît ku qatil bi kêra xwe serê yekî jêkir, êdî wê gavê îkna dibe.
-”Mebêje, nîşan bide!” prensîbeke girîng e. Bikaranîn yan jî nebikaranîna vê prensîbê nivîskarên ecemî û ostayan ji hev cuda dike.
Di navbera zanetî û nivisandinê da têkiliyek girîng heye. Olof Lagercrantz der heqê vê nuxteyê da wisa dibêje.
- “Gava min dest bi nivîsandinê kir, ez têgihîştim ku di navbera nivîsandina min û zanetiya min da pêwendiyeke girîng heye. Dereceya zanetiya min a derheqê tiştên ku ez li ser dinivisînim çuqas zêde û fireh dibe, zimanê nivîsandina min jî evqas baştir dibe.
Ji ber wê yekê ye  ku gava yek ji yekî ra yan jî ji min ra dibêje, zimanekî te yê xweş û herikbar heye, ez ji xwe û nivîsandina xwe dikevim gumanê. Gelo ma va zimanê ku hûn dibêjin, xweş e, ka ji me ra çi dibêje? Zimanê ku agahdariyan û zanetiyê nagîhîne me, dê çawa xweş bibe?”
Ji van gotinên Olof Lagercrantz encama ku em dikanin derxin ev e:
- Zanetiya romannivîskar di derhqeqê karekter, cîh û bûyeran da çuqas zêde be, nivisandina wî jî dê ewqas hêsa û baştir bibe. Bi serê xwe “zimanekî xweş” tune ye, xweşbuyina zimanê bi zanetiyê ra girêdayî ye.
Teknîk:
Teknîk, metod, awa û riyên praktîk in. Di pêkanîna karûbar, avakirin û afirandinê da şiklê tevgera me ye. Bi wî şiklî em karekî biserdixin, tiştekî avadikin yan jî diafirinîn. Ger teknîkeke me ya taybetî, yan jî yeke me bi xwe kişfkiribe, tune be, em teknîka ku di wî warî aktuel da heye, bikartînin.
Di her babet prokdiksiyonê da teknîkên cuda bi cuda tên bikaranîn. Weke mînak; teknikên ku yekî hesinger û yekî necar bikartînin ji hev cuda ne.
De îcar di warê roman nivîsandin û afirandinê da em bêmibelexa dikanin bibêjin, li riyê dinyayê çuqas nivîskar hene, evqas jî teknîkên roman nivîsandinê hene. Her nivîskar li gora zanyarî, heweskarî û fantasiyên xwe teknîkên cuda bi cuda bikartînin.
Hinek romannivîskar tenê bi hîsekî yan jî bi fikrekî derdikevin rê û dest bi romana xwe dikin. Hinek tenê bi bûyerek ewlî destpêdikin, hinekên din bi encamek dawî û hinekên din jî; berê ku dest bi nivîsandinê bikin, pêşxebatek bi rêkûpêk tînin cîh û dû ra dest bi nivîsandinê dikin.
Lêbelê hacet û perçeyên(komponent) ku ew bikartînin hevbeş in. Her çuqas teknîkên cuda bi cuda  bikarbînin jî sê perçeyên ku ji karekter, cîh û bûyer pêktên, di avakirin û afirandina romanan da sê stûnên girîng û bingehî ne.
Ev sê stûn di eynî demê da hacetên jî. Bi van her sê hacetan û hacetên din yên wekî; diyalox, nakokî, dijberî, perspektîf û dengê vebêjeriyê, wêna sehneyê, hevok, perçe û bihevgirêdayina perçeyan, nuxteyên zivirandinê, mijar, hêcan, hîs û fikrên ewlî û bi detay nivîsandin, romannivîskar berhemên xwe diafirîne û ji me xwendevanan ra pêşkêş dike.
Gava ez dixwazim romannivîskarekî bişibînim zenaetkarekî, bê necariyê zenaetekî din naye heşê min. Sedem her çi ye ez nizanim, lê ji bo min necarî û romanniviskarî bi gelek aliyan dişibin hev.
Ji bo çêkirina tiştekî, necarekî osta bes nake. Ji derveyî başbûyin û ostatiya wî hewce ye ku li ber destê wî hacet û malzemeyên rast û pirbabet hebin ku ew bikanibe li gora plan û pîvanê xwe tiştekî mezbût û hêja çêbike. Weke em dizanin îroroj, bizmarên hundur û der hene. Xusûsiyeta bizmarên der ew e ku li ser wan baran û berv bibare, yan jî bi ser wan da av were jî, zengarî nabin. Gava li ber destê necarê me yê osta bizmarên der tunebe, ew ê rabe bizmarên hundur ji bo tiştên der bikarbîne. Bizmarên hundur, gava temasa wan bi avê ve çêbibe, dê zengarî bibin. Lewra tiştên derveyî yên ku ostayê me bi bizmarên hundur ve çêbike, dê demekê şûn da ji hev bikevin û belawela bin.
Romannivîskarî jî wisa ye. Li ber destê romannivîskar çuqas zêde hacet û teknîkên cuda bi cuda hebe dê ewqas baş bibe.
Romannivîskarî zenaet e, zenaetkarî ye. Ji ber wê yekê jî divê nivîskar zenaeta xwe fam bike, ji bo bikaranîna wê zenatê hewcedariya çi hacetan heye bizanibe, bikaranîna wan hacetan hîn bibe.
Dewlemendiya fantasî, serpêhatî û bûyeran ji bo romanekî hem hewce û hem jî zarûrî ye. Lêbelê ne bese. Ger di ber destê nivîskar da hacet û teknîkên hûnandinê tûnebin, yan jî hay û baya nivîskar ji wan hacet û teknîkan tunebe, dê nikanibe biserkeve.
Di romanê da karakter:
Li gora serpêhatiya romanê, lazim e ku romannivîskar, karekterên minasib, karekterên ku ji çîroka wî ra misaîd in, peyda bike. Di derheqê xusûsiyet û dîroka wan da înformasyonan bi dest bixe û analîz bike. Kar, nav, rabûn û rûniştina wan, cil û caw, dîtîn, xûy, mal, erebe, ker, hesp, ode, hewş, cînsiyet, seqetî û qisûrên fîzîkî, şekal, xelk wan çawa dibîne û ew bi xwe, bi çi çavî li xwe dinêrin, divê nivîskar bizanibe.
Teferûatên ku naveroka wan bi mesajan dagirtî ne, divê neye ji bîr kirin. Destên bi belalûk, bêçiyên ku bi dixana cixaran zer bûne, lingên textîn( ger em behsa bajarê Sirûca kevn a salên 1960 û 1970an bikin, divê lingên protez yên textîn neye ji bîr kirin. Di wan salan da, sirûciyên ku bi qaçaxçîtiyê mijûl dibûn car bi car li mayinan diqelibîn û lingekî xwe wenda dikirin. Yên bê ling diman, ji xwe re lingekî textîn çêdikirin.), diranên qirêj û kurmî(nîşana xizantiyê yan jî nezantiyê), kumên sipî yên dîndaran, pêşnavên weke hecî, axa, beg û hwd.
Karakterên romanê çawa xwuya dikin, ne bes e. Divê nivîskar, resmên hundurê wan jî bikşîne. Psîkolojiya wan çawa ye? Fikir û hîsên di mêjî û dilên wan de çi ne, divê nivîskar bizanibe û behsa van bike.
Dibe ku, karakterekî romanê, radibe axayê gund dikuje yan jî xwe dikuje. Ger haya xwendevan ji psîkolojiya  karakter tunebe, dê bûyera kuştinê ji wan re bêmane were. Fikir û hîsên ku mirovan dike qatil, aşiq, diz, parsek û hwd. girîng in. Yên tewr û tevgeran didin ber mirovan ev in, yên mirovan dikin bi cazîbe, balkişandî, sirdar û yan jî xwîntehl ev in.
Nifûsa dinyayê ji şeş mîlyarî zêdetir e. Lê yek bi yekî namîne, her mirov di xwuyakirin û hundurê xwe de xweser in. Û dîsan di nav şeş mîlyar mirovan de ne mumkin e ku mirov rastî yekî mikemel were. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku; di vê dinyayê de bi her awayî mirovê mikemel tune ye. Loma ne rast e û ne jî mentiqîye ku karakterên romanê ji mirovên mikemel pêkwerin.
Divê qisûr û kêmasiyên karakteran hebin, divê xeletî bikin, ji bîr û baweriyên xwe têkevin şikê, ji xeletiyên xwe dersan derxin û xwe biguherînin. Nivîskar divê karakterên xwe têxe nav dijberîyan, têxe nav teşqele û şeran û wan bicerîbîne.
Karakterên bi ruh û can, li ser xwendevanan tesîrekê mezin çêdikin. Karakterên bi ruh û can reaksîyonên xwendevanan dileqînin û wan dixin nav tevgerê. Kelecana ku li gel xwendevan çêdibe, wan dixe meraqdariyê. Gelo wê çi bi serê wî/ê karakterê de were? Wê çawa xelas bibe? Wê çawa xwe biparêze? Bi pirsên wisa ve xwendevan bi karakterên romanê ve tê girêdan. Êdî tu ebdekî Xwedê  nikare têkeve navbera xwendevan û karakterê romanê. Heya roman xelas dibe, xwendevan û karekter dibin yek.
Karekterên romana xwe tespît kirin û wan naskirin, awantejeke mezin dide nivîskêr. Bi saya naskirina wan, nivîskar dizane ku karekterên romanê, wê li hember bûyeran, çawa tevbigerin, çi bibêjin û çi bifikirin. Êdî hewce nake ku nivîskar ji gotin, serpêhatî û tecrubeyên xwe derkeve rê û wan ji karekterên romanê xwe re mal bike.
Mîsal: Nivîskar di romana xwe da behsa mehkûmekî dike. Navê mehkum çîye, li ku hatiye dinyayê, li ku mezin bûye, mala wî, bira û xwûngên wî, derbasiya wî, çima bûye mehkûm, çawa xwe ji ber eskeran vedişêre û diparêze, çawa debara xwe dike, di derheqê rewşa xwe de û jîyana mehkûmiyetê de çi difikire, ji bo çi bûye mehkûm, xwe poşman hîs dike yan nake, di der heqê mirovan de çi difikire, bi çi çavî li xwe dinêre, fikir û hîsiyatên ku wî nerehet dikin çine û hwd.
Ew û hin înformasyonên zêdetir, mehkûmê romanê serbixwe dike. Ew dibe xwediyê derbasiyekê, xwediyê tarîxekê ku di wê derê da hemû înformasyon heye. Êdî ew mehkûm dê bikaribê bi tecrube û gotinên xwe beşdarî romanê bibe. Di diyalogan de, wê dîtin, fikir û hîsiyatên xwe bîne zimên, tewrên xwe deyne û têkeve nav tevgeran.  Êdî karê nivîskar jî rehet dibe. Ji ber ku mehkûmê wî dikare li ser lingê xwe bisekine û rola xwe bilîze. Bi saya wan înformasyonan, sînorê ku di navbêra nivîskar û mehkûm de heye ji holê radibe. Nivîskar bê astengî dikare bi mehkûmê xwe re bibe yek û tecrubeyên wî ji xwendevanên xwe re pêşkêş bike.
Cîh, sehne:
Di jiyana rastî û rojane da buyerên xwezayî, mirovî, ciwakî, şexsî û hwd. li ser ciyekê, warekê, navçeyek, herêmek, welatek û hwd. diqewimin. Di romanan da jî wisa ye. Di romanekê da karekterên bi ruh û can afirandin bes nake. Divê ciyên ku karekter li ser dijîn, tevger dikin, û beşdarên bûyeran dibin jî bi awayekî wisa bê afirandin ku xwendevan karekterên romanê baştirîn nas bikin.
Her mirov berhemê, mal, bajar, gund û welatê xwe ye. Her mirov berhemê ciyê xwe ye, ciyê ku ew li ser dijî û dixebite. Di şikilgirtina mirovan da taybetiyên(xusûsiyetên) wan deran rolekê mezin dilîze. Bi lêkolîn û analîzkirina wan cîyan mirov dikare taybetiyên mirovên wan deran jî li ber çavan raxe. Nimûne; li Kurdîstanê li nav çavên jina mizekirin eyb e, li Ewrûpayê li nav çavên mirovan nemizekirin eyb e. Mirov dikare bi rehetî bibêje, mirov cîh e, cîh mirov e. Romannivîskarê jêhatî û baqil, vê nuxteyê tu car ji bîra nake.
Her cîyê ku li ser bûyerek diqewime sehneyek e û her sehne jî li cîyekê ye. Mesela em bibêjin, lawikekî di kuçeyekê da di bin kamyonê da dimîne. Cîyê ku lawik di bin kamyonê da dimîne, sehneyek e. Taswîr û atmsofera wê sehneyê, bi gotinek din taswîr û atmosfera wê kuçeyê divê wisa bê afirandin ku xwendevan bikanibe ji xwe ra resmê wê kuçeyê  derxe û li binêre.
Sehne û cîh divê mirov li nav hev nexe. Cîyê ku bûyer li ser diqewime sehne ye. Bûyerên romanê yên cuda li ser sehneyên cûda bi cûda diqewimin. Û ew sehneyên ku li ser bûyer diqewimin jî li ser cîyekê yan jî li ser hinek cîyan cîh digrin. Cîh ji sehneyan mezintir û firehtir e. Di romanê da cîh cîyekî coxrafîk e. Romannivîskar, sehneyên romanê li ser wê coxrafyayê tespît dike û ji ser wan sehneyan bûyerên romanê pêşkêşî xwendevanan dike.
Riya herî baş ew e ku nivîskar, cîh û sehneyên romanê bi çavê xwe bibîne û nasbike. Li wan deran çi heye û çi tuneye, şiklên çiya û baniyan, bajar û gundan, avûhewa, çanda kevnar û jêmayîyên wan, şev û roj, ezman, stêrk, ewr, flora, deng, bîhn, heywan, tiştên ku mirov pê mijûl dibin û nabin û hwd. divê nivîskar ji nêz bibîne ku bikanibe wan deran di romana xwe da ji nû ve biafirîne.
Nivîskar, bi taswîrkirina sehneyan, karekterên xwe ji xwendevanan ra dide naskirin, beyî ku pêçiya xwe têxe çavên xwendenan û deqe carê ji wan ra bibêje; ew zilamekî xurt, mêr, tirsok, pîs, pîntî ye.
“Mebêje, lêbelê nîşan bide” di romannivîsandinê da prensîbek girîng e. Bi taswîrkirina ode, mal, nîvîsgeh yan jî erebeya ku karekterê romanê bikartîne, nivîskar rê dide xwendevanan ku ew bi xwe di der heqê karekterê romanê da biryar bidin û wî/wê şîrove bikin.
Çi babet roman dibe bila bibe, taswîrên cîh û senheyên romanan, moral û fantasîya xwendevanan dixe nav tevgerê û ji reaksiyonên wan ra rê vedike. Bi saya wan taswîran, dê xwendevan bikanibe li hember ew deran, kêfxweşî, xemgînî, hêrs û bêhntengiya xwe nîşan bidin û tewr bigrin.
Taswîrên serketî dibin sedem ku gava xwendevan romanê dixwîne û xelas dike, dikeve nav hîsiyatekê ku wekî ew bi xwe çûbe wir û li wir jîyabe.
Ji bo prensîba “mebêje, lêbelê nîşan bide” ez dixwazim ji romana Xurşîd Mîrzengî a bi navê Belqitî, mîsalek bidim.
“…Dema gihîştin ber minareya Çarling, Şîrêz Feso li pêşî, Kunêr Şefo li dû wî û Virik Cemo li pey wî bû. Şîrêz Feso qeda xwe nefirota kesî, bela xwe di kî bida, îflah nedibû. Kunêr Şefo bi kîn û buxd bû, tişt ji bîr nedikir, welê birîn di canê neyarên xwe de çêdikir ku şopên kunêran di cendekên wan de diman. Sed sal jî dused sal jî bijiya, ew şopa wê birînê xuya dikir. Kî ji Virik Cemo, çuqas dûr buya, ewqas nêzî Xwedê û pêxwember bû. Xwedê tu beniyê xwe nexista tor û dawa Virik Cemo. Zêde qursaxteng bû. Heke li ciyekê bi şaşî meriv bi terqa wî biketa û biketa virika wî, tobe tobe, qiyametê de meriv nikarî xwe bi heft qalib sabûna rihayê jê bişo. Ne pak dibû û ne herê. Dondila diya wî li himama Qadî jinên karbidestên dewletê lûfik dikir û dikir fena vilikê. Lê wê jî nikarî virika kurê xwe pak bikira. Her siyan jî xwe ji qeda û belayan nedida alî, xincerên wan di ber wan de, ew li qeda û belayan digeriyan. Yê her siyan jî pêrêzeyên wan hebûn. Çend roj berê li ser birina derpiyên jina rexder, her sê jî hatibûn girtin û her yek sê roj bin darên polîs de mabû. Polîsan beden bi Virik ve nehîştibû, can lê kiribû boyaxa reş û tarî. Dema derket, Dondilê deh fitîr kişandin ser şûna derbên masyayî û bi zorê şûna wan reng vekirin.
Virik Cemo li devê deriyê beqal rawestiya. Şîrêz Feso û Kunêr Şefo ketin hundur.Xwediyê dikanê li pişta maseyeke şerpeze, tereziyek kevink li ser masê. Bi hundirketina wan re, rabû ser piyan. Heya rabû, Şîrêz jî gihîşt pêş masê. Bilî tiştek bibêje, bi pehniya lepê welê li binê çena dikandar da ku pîyên wî ji erdê biriyan, pişta wî li reflikên bi dîwar ve ket û ket xwarê. Ew qutî û paketên di refik û qebalikan de ketin, bi ser serê wî de wer bûn. Şîrêz li dora masê fitilî û qet sar nekir, weşandin. Li kuyê wî ketiye, ne girîng bû, bi piyan, bi destan, gurmîn bû lê dida. Mêrik li erdê dirêj bû, firsend neda ku ji erdê rabe. Fena bilûlika misînê xwîn ji pozê dikandar dipijiqî.”Ez ê te geber bikim, seyê beratan.” Feleka mêrikê dikandar ji binî ve çep ziviribû. Ne tiştek wisa hatibû serê wî û ne jî fikirîbû. Hewar hewara wî bû, lê Şîrêz ew firsenda hewar hewarê jî jê sendibû. Biyokekî di devê wî da qirase kiribû û nedihîşt ku awaz jê derkeve. Dikandar gir bû, lê girbûna wî li miqabil xurtiya Şîrêz nedikir bi manqirekî. Nikarîbû xwe du qasik jî ber bide. Li erdê, di binî de her du destên xwe bilind kiribûn, bi devê dagirtî fena bibêje:”Hewaro, hûn çi dixwazin ez ê mîna we bikim.”
Kunêr Şefo jî dikan sero bino kiribû. Ard û şeker, nok û şekirê bi qulpik li nava hev dabûn. Şûşeyên nokdanik, şekirdanik, îsotdanik û çi danik û çi danik hemî perçe perçe kiribûn. Elbikên aqîta Dîlokê li şerbikên zeytûn û tirşiyê dabûn, hebanên toraq û tulixên penîr li nava hev ketibûn û kafirkeretî çê bûbû. Dikan kiribû xana Dîlawer û hîştibû. Deh kes nikaribûn wan tiştan di hefteyek de ji hev derxin. Li ser refik û qebaliqan tiştek nehîştibû, hemî anîbû xwarê. Dikan ji dikaniyê derxistibû.
Tiliyên Misto û Biro di devên wan da bûbûn bilûr. Nikaribûn bikevin navê û bibêjin:”Bes e guneye, lê nedin. We mala wî wiran kir.” Biro wisa mizmizî:”Teres, hêjabû ku te xwe wisa kepeze kir?”
Di dawiyê da Şîrêz bi defa sînga wî girt, ew rakir ser pîyan, pişta wî da refikên dîwar, çend kulmên dijwar jî avêtin tengalên wî û jê re got:
“Tu yê careke din guyek wisa bixwî? Kerseleyê qûşfilitî.”
Bi zorê ew biyok ji devê xwe deranî û bi heyecan got:
“Na na, min kiriye hûn nekin. Hûn çi dibêjin bila fena we be.”
“Alçax! Tu careke din tiştek wisa bikî, ez ê paldimê jina te bikim hefsar, qûşê wê bikim berwêr û derpiyên wê jî ji te re bikim tûr û bidim serê te.”
Şîrêz fitilî ser Biro û jê pirsî:
“Biyokên we çend kîlo bûn?”
“Barê maya min heftê û yê kerê jî pêncî.”
We çiqas bazar kiribûn?”
“Kîlo deh quriş!..”
Fitilî ser dikandar:
“Navê te çi ye qebrax?”
“Mehemed.”
“Tu qurbana wî navî bî. Tu bi eslê xwe ji ku yî, zirto?”
“Ez stewrî me.”
“Tu ji wan etarên qûnde yî?”
“Herê, ez benî.”
“Kurê kelarzê. Bavê te jî welê qûnde bû ne wisa?”
“Belê ez benî.”
“Dîyar e! Bavê te qûnde nebuya, tu wisa qûnde jê nediket!”
Dikandar di şûna “herê” de stuyê xwe xwar kir.
“Ji îro û pê ve tu tiştek wisa bi yekî bikî, tu dizanî dê çi were serê te?”
“Çima ez ji kerê ketime? Ev ders besê min û heft bevê min e.”
“Tu dê çar qatê mafê wî bidî!”
“Hûn çawa bibêjin, hûn çawa bibêjin. Min gû xwar, min gû xwar. Hewaro, hewaro min malik li xwe şewitand. Min gû xwar. Min mala xwe bi destên xwe viritand.”
“Ji îro û şûn de, tu dê mehê pêncî panot bêj bidî! Te seh kir, teremuyê qûnde?”
“Ser serê min, hûn çawa bixwazin. Hûn dixwazin ez sedî bidim?”
“Baş e qebrax. Bila sed be. Tu teşxelekî piçûk derînî, çêlikek li dû te namîne!”
“Qey ez ji kerê ketime, ez teşxele derdixim? Na babo, ez ê her mehê sed panotê xwe bidim. Hûn ewareyê li vir nebin, zarûkek bişînin bes e, ez benî.”
Dema her çar ji dikanê derketin, ku Virik Cemo tiştek li pêş dikanê sax nehîştiye. Ew sindoqên fêkî û zerzewatan gis belawela kirine. Nava kuçê ji firingî, zebeşên şikiyayî, qawinên nava çem, biyok, hinar, gîzer, tivir û kartolan hatiye dagirtin. Tirî buye helfa avêtinê û şîre jê dinisile. Kes nikare, di kuçê de derbas bibe. Di nava kuçê de hinek zarûk û çend kesên ku di wir de derbas dibûn bûbûn qirdik û li Virik Cemo mêze dikir.
(Xurşîd Mîrzengî. Belqitî. Komal 2004)
Belqitiyê me ji gund tê Diyarbekirê û li wê derê dibe qebedayî, lê qebedayiyek bi wîjdan û edelat. Navê xwe jî kiriye Keko. Şîrêz Feso, Kunêr Şefo û Virik Cemo pêyê wî ne. Li ser navê Keko, ew dersekî xweş didin dikançiyekî sextekar û li gor prensîbên xwe edaletê tînin cîh.
Weke ku mirov dibîne, di qisma jorîn a ku min bi renga reştarî nîşan kiriye da, vebêjer ji me xwendevanan ra behsa Şîrêz Feso, Kunêr Şefo û Virik Cemo dike. Li gor gotina wî, ew her sê camir weke agir in, bela ne, gava mirov têkeve tora wan, heft qalib sabûna rihayê jî bes nake ku mirov xwe ji wan xelas bike.
Lêbelê weke xwendevan em qîma xwe bi wan gotinên vebêjer naînin. Berê her tiştî em dixwazin wan camiran bi çavê xwe bibînin, ji helwest û kirinên wan ra şahid bibin. Wê gavê em dê bikanibin biryara xwe bidin, wê gavê em dê bikanibin ji xwe ra qeneatek avabikin.
Di qisma duduyan da, hunermendiya nivîskar bi her babetî derdikeve ber çavan. Li ser sehneyeke zindî em temaşeyî Şîrêz Feso, Kunêr Şefo û Virik Cemo û kirinên wan dikin.
Li hember dikançî şîdeteke bêpîvan bikartînin, heqeretên mezin li wî dikin. Lê cardin jî li hemberî wan sempatiyek me çêdibe, di eynî demê da qeneate me çêdibe ku heqîqeten jî ew bela ne. Divê mirov xwe ji wan dûr bigire.
Qisma duduyan hunermendiya nivîskar li ber çavê me radixe. Nivîskar karekterên berhemê li gor prensîba “mebêje, lêbelê nîşan bide”, di nav kirinan da pêşkêşî me dike. Lewra gotinên qisma yekê dibin tiştên zêdeyî ku; ne hewcedariya çîrokê û ne jî ê xwendevanan ji wan gotinan ra namîne.
Min romana Belqitî bi tevayî nenirxandiye, lê ez dikanim bibêjim, ew berhemek zindî û bi ruh e. Ji ber wê yekê ye ku; weke xwendevan em ji ser qusûr û kêmasiyên wê gav dikin. Yên ew nexwendiye bila bixwînin.
Bûyer:
Ger em bûyerên xwezayî li aliyekî bihêlin, di warê civakî da bûyer, kirinên şexisan e. Ji kerê werbûn bûyerek e. Bi destê xwe ve zarokên xwe kuştin jî buyerek e.
Her bûyer di nav proseseke mantiqî da destpêdike, diherike û dawî tê. Her bûyer, li dû xwe encamek yan jî encaman derdixe holê. Ew bixwe jî dibin sedemên bûyerên nû.
Mînak: Di qezeyekê trafîkê da dê û bavekî dimirin. Qîza wan a deh salî û lawikê 15 salî bi birînên sivik ji mirinê xelas dibin.
Encamên ku ev bûyera derdixe holê ev in:
- Du zarok, bê dê û bav dimînin. Bi gotinek din bêxwedî dimînin.
- Dê çawa bi êşa bê dêûbavmayinê bijîn?
- Kî yê li wan xwedî derkeve?
- Ew dixwazin çi bikin yan jî dikanin çi bikin?
- Hebûna ku ji dêûbavê wan dimîne dê çawa bibe, û hwd?
Bi kurtasî; bi qezaya trafikî rewşa mewcûd, yanê statuko têguhertin. Rewşeke defakto derdikeve holê.
Di vê rewşa defakto da ji yekî zêtir encamên ku naveroka wan bi bûyerên potansiyel ve dagirtiye, di jiyana herdu zarokan da cîhê xwe digrin. Ji ber wan encaman(sedeman) her çi gavê biavêjin, dê xwe di nav bûyerên nû da bibînin. Roman li ser hal û ahwalê wisa û yên mîna vê têafirandin.
Ji derveyî hinek istisnayan, di her romanî da bûyerek esasî û li doraliya wê jî bûyerên din cîh digrin.
Hemî bûyer divê li ser pêwendiya ku di navbera sedem û encam da heye, bê hûnandin. Hemî bûyer bi hev ra girêdayîne, çê yan jî xirab li ser hev tesîr dikin. Hem hewceye û hem jî zarûriyeteke ku xwendevan di derheqê sedeman da bê agahdarkirin. Qet çênabe ku romannîviskar bûyeran li pê hev rêzbike, bêyî ku sedemên wan nîşanbide. Bûyerên bê sedem û encam tenê ji teqwîm û ansîklopediyan ra dibe.
Her bûyer, weke kevirên domînoyê divê kevira din bileqîne û biqulibîne. Bûyera ewlî kevira ewli ye. Bi ketina kevira ewlî, divê kevirên din jî li dû hev bikevin. Ger kevira ewlî, kevirên din neleqîne û nexîne erdê; tê wê maneyê ku romannivîskar di pêwendiya sedem û encaman da biserneketiye.
Roman ne tenê li ser çîrokek, li ser pirçîrokan tên avakirin. Her çîrok di nav xwe da xwedî nuxteyeke bilind e. Li gor termonolijiya edebeyatê ev nuxteya bilind, bi “klîmaks” tê navkirin.
Weke mînak mirov dikane îmamên mizgeftan nîşan bide. Di tarîxa nêzîk da li ser minareyên mizgeftan operlor tunebûn. Îmamên mizgeftan wexta ezanê ji nerdiwanên hêldikişiyan ser minareyan û li wê “nuxteya bilind” da ezana xwe dixwendin û dadiketin jêr. Hem çîroka novelê û hem jî çîrokên romanê bi avayî tê hûnandin. Li ser wê “nuxteya bilind” çîrok digîhîje “klîmaksa” xwe. Piştî klîmaksê êdî îmam ji ser minareyê dadikevê jêr. Avaşêlî zelal dibe, sedemûencamên bûyeran, kê, ji bo çi, çi kir, çi got û çawa kir, di şexsiyetên karekteran da çi guhertin çêbû yan jî çêdibe li ber xwendavanan tê eşkerekirin.
Ji bo romanan tenê bûyer ne bes e. Hewceye nakokî jî hebin. Bi saya nakokiyane ku; romannivîskar dikane çîroka xwe bi awayekî balkişandî û hunermendî ji me ra pêşkêş bike.
Bûyer divê dramatîk be. Dramatîk, xwendevanan bi çîrokê ve girêdide.
Vê qisma “bûyer”ê dixwazim bi dîtinek Elîzabeth George ve girêbidim.
-”Di romannivîsandinê da tenê qaîdeyek heye ku; tu qaîde tuneye.
Ez bi xwe tenê li pê qaîdeyeke dimeşim. Lewra ew qaîdeya min bi xwe afirandiye. Ez mîna hinek romannivîskaran bêhazirî dernakevim ser riyan û hêviya xwe li karekterên romanê girênadim ku dê ew karûbarên min biserbixînin.
Berî her tiştî, ez çîrokeke gor dilê xwe, cîyekê rast, rewşekê misaîd û temayek rast tespît dikim. Ev ji bo min dibe gava destpêkîn.”
Perspektîfa vebêjeriyê:
Romannivîskar divê berê her tiştî biryar bide dê bi çavê(perspektîf) kê çîroka xwe vebêje.
Bi mîsalekê ve em pirsa perspektîfê zelal bikin.
Em bibêjin; zarokek ji mektebê diçe mala xwe, gava ji ser riya seyaran derbasî aliyê din dibe, seyareyek li wî diqelibe.
Li gel şoforê seyarê, du hevrêwiyên din û du dikançiyên li ser rê jî, dibin şahidê vê bûyerê.
Gava bûyer diqewime her şahid ji nuxteyek cuda li bûyerê dinêre. A duduyan; gava bûyer diqewime her şahid di nav şertên cuda da ye û bi tiştekî cuda mijûl dibin. Ji ber vê yekê, her şahid; ji cîh û mercên cuda bi cuda derdikeve rê û di mêjiyê xwe da resmekê bûyerê çêdike. Îfadeyên wan, tarîfkirina wê resmê ye. Û bi îhtimala mezin her şahid, dê wê resmê bi awayê xwe tarîf bike. Ji vê yekê ra em dibêjin, perspektîf. Di romannivîsandinê da perspektîfên ku tên bikaranîn ev in:
1-Perspektîfa objektîf
2-Perspektîfa ku hertiştîzane
3-Pespektîfa şexsên romanê
a) Perspektîfa yek kesî(ez)
b)    -//-         pir kesî (ew)
4-Perspektîfa observator
Perspektîfa objektîf:
Gava romannivîskar biryar dide ku bi perspektîfekî objektîfî berhema xwe biafirîne, tê wê maneyê ku ew dê bi çavê rojnamevaniyê binivisîne.  Ew ê xwe li derveyî mêjî û derûniya karekterên romanê bigire. Di vê perspektîfê da, xwendevan nikanin derûniya karekteran bibînin û bizanibin. Kêmasî û qusûr, heviyên wan çi ye, planên wan çi ye, nizanin. Fikir û hisiyatên karekterên romanê nagîhîje xwendevanan.
Ev perspektîfa bi aliyekî rê li ber xwendevanan digre û ji aliyê din jî rê li ber fantasî û xeyalên xwendevanan vedike.
Ger romannivîskar di vê perspektîfa xwe da biserketîbe, xwendevanên bikanibin karekterên romanê, bi hêvî, hisiyat û planên xwe dabigrin. Bi gotinek cuda, romannivîskar “nîvê” romanê dinivisîne û nîvê din jî ji aliyê xwendevanan tê nivîsandin.
Perspektîfa hertiştîzane:
Em bi hêsanî dikanin navê vê perspektifê bikin perspektîfa xwedê. Di vê perspektîfê da romannivîskar her tiştî dibîne, her tiştî zane û nas dike. Tiştê ku ji ber çavê wî/ê bireve tuneye.
Dilê wî, kêfa wî çawa bixwaze wisa dike. Ji mêjiyê karekterekî derdikeve û dikeve ê yekî din. Çi jin û çi mêr, di romanê da çi karekter hebe, ew dikane qalibê wan bigire û der û hundurê wan li ber çavê xwendevanan raxîne.
Ev karekî ne hêsane, biserketina vê perspektîfê girêdayiye nivîskare. Divê terzê wî yê edebî bi hêz be, karekterên berhema xwe, mijara wê, cîh, bûyer û kirinan pir xweş bizanibe.
Perspektîfa şexsên romanê:
Di vê perspektîfê da romannivîskar çîroka xwe bi çavê karekterên romanê vedibêje.
Karekterên romanê aktîf in. Hem beşdarî bûyeran dibin û hem jî çîrokê ji xwendevanan ra dibêjin.
Gava romannivîskar bi vê perspektîfê tevdide, hewceye ku sînorek daîne ber xwe. Di navbera wî û karekterên romanê da ferqiyet hene. Dîrok, tecrube û bîrûbaweriyên wan cuda ne. Helwest û hewldanên wan yên di nav bûyeran da, li ser dîrok, tecrube û bîrûbaweriyên wan têavakirin. Weke mirovên serbixwe tiştan dibînin, zanin, difikirin û hîs dikin.
Perspektîfa şexsê yekê:
Romannivîskar xwe di mêjiyê şexsê yekê da vedişire û ji wê derê çîroka xwe vedibêje.
Perspektîfa şexsê sisiyan:
Romannivîskar çîroka xwe bi çavê şexsê sisiyan vedibêje. Şexsê sêsiyan di hemî sehneyan da aktîf cîh negire jî divê li wê derê be ku bikanibe bûyeran û tiştên ku diqewimin bibîne. Ew hacetekî girîng e. Loma divê li her derî hazir û nazir be. Ew ne tenê vebêjer di eynî demê da di navbera romannivîskar û xwendevanan da wezîfeya pêrekê jî tîne cîh.
Perspektîfa obserwator:
Yê ku bi vê perspektîfê çîrokê ji me ra dibêje, tu car nakeve nav bûyeran. Ji derve li bûyeran temaşe dike û ji me ra vedibêje. Di qewimandina bûyeran da rolekê wî/ê tuneye. Bûyerên dê ber bi kîjan aliyê biçe, têkil nabe. Tiştên ku ew zane û ji me ra vedibêje, ya ji yekî/ê pêhesiyaye yan jî bi xwe şahid bûye.Weke mîsal em dikanin romanên Şerlok Holmes nîşan bidin. Hevalê Şerlok Dr. Watson bi vê perspektîfê tevdigere. Bi agahdariyên Şerlok û şahidbuyina xwe ji xwendevanan ra çîrokê vedibêje.
Dengê vebêjeriyê:
Em qala awayê bilêvkirina serpêhatiya romanê dikin. Qesta lerza(ton) deng dikin. Lerza ku gava vebêjerê romanê li sehneyê cîh digire û ji wê derê, serpêhatiya romanê ji me xwendevanan ra pêşkêş dike.
Ger romannivîskar bixwe ne vebêjer be, dengê vebêjer ne ê wî ye, Vebêjer mîna romannivîskar naaxife û nafikire.
Gava vebêjer ne romannivîskar be, lê cardin jî rabe mîna romannivîskar biaxife û bifikire, wê gavê em dikanin bibêjin, nivîskar di hunermendiya xwe da biserneketiye.
Baş e, gava dengê vebêjer ji romannivîskar dernaye, gelo ew dengê kê ye?
Ev denga ji şexsên ku romannivîskar afirandiye tê. Ger çîroka romanê bi perspektîfên pirşexisan ve hatiye vegotin, dê deng û lerza vebêjeriyê jî li gor şexisan biguhere.
Nivîskar karekterên romanê xwe di destpêkê da tespît bike û di derheqê wan da lêkolîn û analîzan çêdike. Ew kî ne, li ku hatine dinyayê, li ku mezin bûne, rewşa mal û malbata wan, têkiliyên di nav malê da, ehleq, bîrûbawerî, ol, dîtên û fikrên sîyasî, civakî û sosyal, ji çi hez dikin, ji çi hez nakin, cil û caw, cixarekişandin yan na, têkiliya wan û alkol, esrar, afyon, eroîn, kar û bar, erebe, kompitur, kitab xwendin, hevaltî û hwd.
Bi saya wan analîzan şexisên romanê û xusûsiyetên wan bi her aliyê ve derdikevin pêş. Ew dibin şexisên zindî, serbixwe û di romanê da jiyana xwe dijîn. Dengê wan, devokê wan, şiklê axiftin û îzahkirina wan ji hev cudaye. Yekî abûqat, yekî cotkar, mêrekî, jênekî, zarokekî mîna hev naaxifin, dengê wan mîna hev nîne. Hevokan bi awayê xwe avadikin û peyvên cuda bi cuda bikartînin.
Bi analîzkirina şexisên romanê, romannivîskar ji xwe ra bingehek mezbût avadike. Şexisên romanê êdî dikanin bixwe bifikirin, têkevin nav hewldanan û bi dengê xwe biaxifin. Weke her mirovê zindî, dengekê wan ê taybetî çêdibe. Û di vebêjeriya berhemê da jî wê dengê xwe bikartînin.
Dîyalox:
Her kes dizane ku diyalox çi ye. Gava du kes yan jî pirkes li ser kaxiz bi hev ra diaxifin, ew diyalox e.
Sehneyek vedibe û şexsên li ser sehneyê bi hev ra diaxifin, tevdidin (dilivin, tevdigerin), hem diaxifin û hem jî tevdidin û sehne têgirtin. Ev diyalox e.
Diyalox haceteke girîng a romannivîskariyê ye. Romannivîskarekî jêhatî dikane bi ostatî vê hacetê bikarbîne û jê sûd bigire. Yên ku ji vê hacetê ne hay in û nikanin wê bikarbînin, bi mirovên ku nizanin pisqilêt biajon, dişibin.
Bi diyaloxan ve romannivîskar serpêhatiya romanê pêş ve dibe. Di diyaloxan da şexisên romanê; tiştan eşkere dikin, tiştên ku şahid bûne qebûl dikin, hinekan tevî hewldanan dikin, li hinekan gilî dikin, derewan dikin, xwe diparêzin, hinek tiştan nîşan didin, naxwazin bi hinekan ra rûber bin, bi hinekan ra rûberî hev dibin, rê li ber guhdarên xwe şaş dikin, agahdariyên girîng înkar dikin û hwd.
Di diyaloxên dagirtî da şexisên romanê xwe didin dest. Tiştên ku ew dibêjin û bi çi awayî dibêjin, ew kî ne, hewldanên wan ji bo çi ye, eşkere dikin.
Dixwazim bi sê mîsalên nîşan bidim. Mîsala ewlî min ji romana “Tabloya Belînî” a Jason Goodwinî girtiye.
Padîşahî hilpişkiya û serçavê xwe bi destmala herîrî paqij kir.
“Yek li gel qralîçeya Îngilîstanê ye”, got bi wechekî tahl.
Reşîd paşa serê xwe xwar kir. Qeral Wilîam jî weke sultan Mahmûd çûbû gorê. Nuha, împaratoriya Îngilistan û Osmaniyan ji aliyê keçzarokan ve tên îdare kirin, fikirî ew.
“Belê sultanim, wisa ye. Xwedê emrê cenabê we dirêj bike.”
“Qasî ku ez têgihîştim, galeriyên  Xanedana Habsburyan pir in. Qesr û qonaxên Îtalyaya a bindestê wan bi tabloyan ve tije ne.” Wî pozê xwe yê terikî bi destmalê şil kir. “Qeralê Avusturyayê dikane her gav li tabloyekê binêre da kalikê kalikê wî çawa xwuya dikir, Reşîd paşa.”
Paşa yê ciwan destên xwe li hev girêda. Gotinên ku sultanî gotibû rast bûn lêbelê di eynî demê da komîk bûn jî. Habsburyan bi nexweşikiya xwe dihatin naskirin, hemû bi hev dişibiyan. Di nav xwe da dizewiciyan û bi her nifşê ve çena wan diha zêde dirêj dibû. Li hemberî wan, li ber destê sultanekî osmaniyan, xanimên herî bedew yên ku her gav amadebûn ku ciyê xwe bi wan ra parve bikin, hebûn.
Reşîd paşa milên xwe rast kir. “Ew kuçikên avusturyayî her dem di eynî ciyê da dimizîn”, bi qerf kenînek got. “Kî yê bixwaze li serçavê yekî wisa binêre?”
Gava ew gotinana ji devê wî derket, li şaşiya xwe hay bû. Ger sultan Mahmûd sax ba dê ew gotinên wî fambikira, lê Mahmûd mirîbû.
Padîşahî eniya xwe qermiçand. “Nuha me behsa kuçikan nakin.”
“Bêguman hûn rast dibêjin, padîşahê min”, got Reşîd paşa û serê xwe xwarê erdê kir.
“Ez qala fatîhî dikim”, got Abdulmecîd bi awayekî pozbilindî. “Ev xwîna ku di van damaran da diherike.” Qevda destên xwe nîşanî Reşîd paşa da, mişawirê ciwan serî li ber xwe xwar kir.
“Eger hebûna wê tabloyê rast e, ez dixwazim wî bi dest bixim”, got padîşahî. “Ez dixwazim wî tabloyê bibînim. Ma Reşîd paşa tu dixwazî resmê fatîhî di destê kafiran da be û ji wan ra bibe ê temaşê?”
Reşîd paşa keserek kişand. “Lê cardin jî sultanê min, em nizanin ew tabloya li ku ye yan jî tabloyek wisa heye ana na.”
Hukumdarê ciwan cardin hilpişkiya û dest avêt destmala xwe, Reşîd paşa gotina xwe domand: ” Ji sêsed salan zêtêre ku, tu kesî ew tabloya ne dîtiye û ne jî pê hesiya ye. Îroroj riwayetek wisa li ortelixê belav bûye. Divê mirov bi dîqet tevbide, padîşahê min. Ma em mehekê din, salekî din sebir bikin dê çi bibe? Rastî mîna miskê ye, bêhna wê tu car naye veşartin.
Padîşahî serê xwe li ba kir. Lêbelê gotinên Reşîd paşa erênî nekir. “Riyekî zûtirîn heye”, got bi dengekî belxemî.
“Bang Yaşîm bike.”
(Jason Goodwin. Bellinis porträtt. Alfabeta Bokförlag 2010)
Sehneya ku li ser diyaloxê avabûye, bi hilpişkîna padîşah Abdulmecid ve vedibe û bi fermana wî ve xelas dibe. Di diyaloxê da mijara herî esasî tabloya Belînî ye. Belînî tabloyeke Fatîh çêkiriye û Abdulmecîd dixwaze wê tabloyê bi dest bixîne. Dawiya diyaloxê da, padîşah dibêje, “bang Yaşîm bikin.”
Ji ber çi sedemi ye em nizanin, Reşîd paşa cangiran xwuya dike. Naxwaze ku padîşah bidestxistina tabloyê da bilezîne. Dixwaze wî sakîn bike. Padîşah şîretên wî diavêje paşguhê xwe. Texmîna me ew e ku li ser wê pirsa tabloyê, di navbera wan da nakokiyek heye. A sêsiyan Reşîd paşa, bi qiyaskirina sultan Mahmûd û Abdulmecîdî, ji me ra nîşan dide ku; ew bi Abdulmecîd qayil nabe, wî kêm û nezan dibîne.
Xwendevan Yaşîm nasnakin. Ew kî ye û padîşah ji bo çi bang wî dike nizanin. Ji ber wê yekê dikevin nav meraqdariyê. Ji bo xatirê wê meraqdariyê, rûpelên romanê diqulibînin da ku heta Yaşîm xwuya bike.
Fermana padîşah tevgerek diafirîne û hemû kes beşdarî wê tevgerê dibin. Reşîd paşa divê ji Yaşîm ra xeber bişîne. Xwendevan divê rûpelan biqulibînin û romannivîskar divê beşên nû binivisîne ku em xwe bigîhînin Yaşîm yan jî Yaşîm derkeve huzûra padîşahî.
Diyaloxa sehneyê pêwestiya xwe bi serkeftî tîne cîh. Rê li ber kirin û bûyerên berhemê vedike û pêş ve dibe. Rewşek nû derdikeve holê, li gora wê rewşa nû karekterên romanê dikevin nav helwest û tevgerên cuda. Hunermendî ev e.
Diyaloxek ji romana Belqitî.
Piştî xanima Tirkan derket, ruyê Satilmiş efendî pê re mîna ribêsê tirş bû. Nizanî bû ji ku dest pê bike.
“Ez ji ku dest pê bikim, nizanim?..”
“Bêje bêje, binê zimanê te şil e. Ez ji xwe qediyame, hima tu ji ku dest pê dikî bike.”
” Ev ket hefteya diduyan. Me bîn li xelkê çikand. Ez bi gizînga sibê re radibim, nîvê şevê diçim mal. Heke berê me rojê sed kes oxleme dikir, niha ez tenê rojê dused kesî digirim. Bi tirkî jî biaxifin, yek gotinek kurdî li navêxin, ez wan ceza dikim. Bîst qasê pere û bazinê te, me li serê rê û dirban çek û cebilxane girtin. Şeş qasê dirav û bazinê te, ji xelkê hat sendin. Lê tewş e, em rastî diz nehatin.”
“Tu dibêjî cin û perî bûn?”
“Na na…”
“Lê?”
“Mezinên me difikirin ku…”
Di vir de tiştek di hinavê Dûrmiş efendî de got ´çirp´ û şikiya. Xwe bi xwe: Ehheh! Ew tiştê ez jê ditirsiyam…
“Mezinên me çi difikirin?”
Bi heyecan got.
“Difikirin ku jina te…”
“Jina min?..”
“Herê jina te!..”
“Yanê dostê jina min?..”
“Nizanim…”
“Difikirin ku dostê jina min heye, ne wisa?”
“Nizanim…”
(Xurşîd Mîrzengî. Belqitî. (Komal 2004)
Ji vê diyaloxê xwendevan têdigihîje ku Satilmiş û Dûrmîş efendî memûrên dewleta Tirkiyê ye. Diz ketine mala Dûrmîş efendî û zêr û pereyên wan dizîne. Di qisma berê diyaloxê da em pêdihesin ku; serda jî derpiyê jina wî dizîne. Ji ber wê yekê Dûrmîş efendî ji qehiran nexweş dibe û dikeve nav ciyan. Hevalê wî Satilmiş efendî ji aliyekî li dizan digere û ji aliyê din jî kurdan ceza dike.
Lêbelê pirs ne pirsa mal û milk e, derpiyê Tirkan xanimê pirsa namûsê ye. Derba namûsê ye ku dest û lingê Dûrmîş efendî şikandiye. Ew jî ne bes e, Satilmiş efendî tiştek din dibêje. Ne ku eşkere eşkere lê ji bin re pirsa dizîna derpiyê bi dostê Tirkan xanimê ve girêdide.
Gava diyalox destpêdike, bi mana çayçêkirinê Tirkan xanimê ji odê derdixin. Piştî derketina wê diyalox destpêdike û Satilmiş efendî şika xwe bi awayekî sergirtî îma dike.
Rewşek nû derdikeve holê. Heta wê gavê Dûrmîş efendî û Tirkan xanim mexdûr bûn. Lê şêka ku Satilmiş efendî diqutîne dilê Dûrmîş efendî, dijberî dixe nav wan. Dostmostê Tirkan xanim tuneye, xebera wê ji vê şikê jî tuneye. Dê nuha çê bibe?
Encama ku diyaloxa jorîn derdixe pêş me ev pirsa ye. Hêcan bi xwendevan dikeve, nikane li ciyê xwe rûne. Di vê rewşa nû da dê Dûrmîş efendî çê bike, Tirkan xanim dê xwe çawa biparêze, xwendevan meraq dikin. Nivîskar divê di vegotina xwe da gavek din pêşve biçe, di navbera Dûrmîş efendî û Tirkan xanimê da dê çi biqewimin, divê ji me ra nîşan bide.
Nivîskarê Belqitiyê jî mîna Jason Goodwin me hemûyan dixe nav tevgerê û di eynî demê da rê li ber çîroka xwe vedike. Ev hunermendî ye.
Mîsala dawiyê ji 3 gav û 3darek.
“-Qetek zebeş niha hebûya wê hinekî ev tîbûna zalim, şikandibûya.
Şêx Seîd dilê xwe bijande qetek zebeş. Pişt re bi lez vegeriya nav werzên xeyalê xwe ji lemên têr meywe bîranîn çinîn.
Seydayê wî yek caran henek bi feqeyê Melazgirî Rustem dikirin û digot:
-Tu zanî çi ji zebeşên Diyarbekirê mezintir e li van wilayetan?!
Feqe devê xwe ji hev dikir û mijangên xwe nêzîkî hev dikirin weke yekî ji dilê dil li bersîvekê bigere, dawî bi kêf digot:
-Kundir! Kundirê di lema xwe de heta dawiya payizê dimîne.
Seyda dikeniya, sîwaka xwe li milê wî dixist û digot:
-Na welle na. Serê te ji herduyan jî mezintir e. Bes vala ye!
Feqe Rustem him nezan bû, him jî bêcirr bû. Mirîdiya xwe ya Şêx Ubeydullahê Şemzînî dida ser ilm û zanînê. Feqeyên wê hucrê hemî Neqşebendî bûn, lê wî dikir ku ew xelîfeyê şahê Neqşebend bi xwe ye.
Seyda jê re digot:
- Bi Teqlîdê tenê nabe feqe, hinek Qiyas jî lazim e.
Lê wî her digot:
-Sultan Evdilezîz imamê misilmanan e û yê li ber rabe, yan dest bide dijminê wî, bi hukmê şerîetê kafir e, îcar em dê vê yekê li çi qiysa bikin? Hukmê şerîetê kifş e Seyda!
Seyda tizbiya xwe ya Erzerûmî ya reş dikire gulokek, destarê hêrsa di hundurê wî de dihat ku wê tizbiya seddaneyî bihêre. Feqeyan digotin hindik maye ew wê di nav çavên Rustem de wer bike. Lê seyda hefsarê hêrsa xwe dikişand û digot:
-Aqûbeta te xirab e Rustem.
Êdî civat germ dibûn wê buharê, her êvar feqe li wî dibûn yek û ew dorpêç dikirin. Ji hemûyan bêtir Xalisê Bedlîsî qerfên xwe pê dikirin, jê re digot:
-Risto! Hinek tûtina qenc ji bo te li cem min heye, tu nakirî? Rîxa hespa hezretî Padîşah bi xwe ye, tu bikişînî tu yê rast û rast têkevî cenetê.
Yek caran jî bêyî ku ew hay jê hebe, serê sîwaka wî di tûtinê da dikir û vedigerande berîka wî, dema ku wî devê xwe sîwak dikir, gazekê çeng dibû û dibeziya misînên li dora bîra mizgeftê, av di devê xwe werdida û bang dikir:
-Bi serê şêx ez dizanim kî ye! Ji wî Iblîsê Bedlîsî yê tiralê pê ve kes nîne.
Xalis bi sarbûn dikeniya û digot:
-Bi xwedê Risto eger jehra Silêmanî li ba min hebûya min sîwak di tûtinê nedida.
Yek caran jî, ji nişka ve Xalis xarika xwe ji lingê xwe dikir û li o paş stûyê Rustem dixist û digot:
-Ha Risto, cîhad bi çaroxan jî nabe gelo?!
Deyaxa Rustem êdî li Mûşê nema. Roj bi roj navbera wî û feqeyan û Seyda nebaş dibû. Geh diçû mizgefta Eladîn radiza, geh jî diçû mizgefta mezin li cem feqeyên hucreya wê dima. Ku zanîbû êdî Xalis ketiye xew, vedigeriya cîhê xwe. Lê dîsa jî Xalis pê dihesiya û di xew de, dûyê qelûna xwe, pif dikire firnikên wî. Dawî karê xwe kir û bi rûyekî tehl pişta xwe da mizgeftê û bi karwanê ku diçû Bayezîdê re, di şevekê ji kilê subhanî reştir de, berê xwe da Melazgirê.
-Ev şeva min jî kil e.
Şêx Seîd li biniya sêdarê di dilê xwe da got û xwereke weke girr, kete çavên wî…..”
(Jan Dost. 3 gav û 3darek. Avesta 2007)
Qisma jorîn yek ji xeyalên Şêx Seîd e. Zatî romana 3 gav û 3darek ji sêrî heta dawiyê li ser xeyal û bîranînên Şêx Seîd hatiye avakirin.
Qisma jorîn a ku li ser diyaloxa kevnehevalên Şêx Seîd de hatiye avakirin, tenê bi encamek ve xelas dibe. Risto ji qerf û henekên hevalan eciz dibe û Mûşê terk dike. Ger min xelet nexwendibe, Risto carekî din di romanê da xwuya nake. Di vê diyaloxa jorîn da em Risto nasdikin û wenda dikin, hew. Tu encamekî ku çîroka romanê pêş ve dibe, dernakeve holê.
Bêguman mirov dikane romanek li ser xeyal û bîranînan jî avabike. Bes divê di temamiya romanê da bi hev ra bên girêdan û li hev bikelin, hevdu temam bikin. Hemû sehneyên romanê divê bûyera esasî yan jî yên kêlekîn pêş ve bibe. Sehne ji bo vê pêwestiyê di romanê de cîh digirin, ger vê pêwestiya xwe neînin cîh, ji hebûna wan ra îhtiyacek namîne.
Diyolaxa jorîn wisa xelas dibe:
“Dawî karê xwe kir û bi rûyekî tehl pişta xwe da mizgeftê û bi karwanê ku diçû Bayezîdê re, di şevekê ji kilê subhanî reştir de, berê xwe da Melazgirê.”
Û sehneyan duduyan wisa destpêdike:
“-Ev şeva min jî kil e.
Şêx Seîd li biniya sêdarê di dilê xwe da got û xwereke weke girr, kete çavên wî…..”
Têkiliya ku di navbera herdu sehneyan da heye, tenê ji “şeva kil” pêk tê. Lê mixabin “şeva kil” ji bo diyaloxeke serkeftî bes nake.
Wêna sehneyê:
Nivîskar gava dest bi afirandina romana xwe dike, divê hemî babetên vebêjeriyê bigire ber çavê xwe: Vebêjeriya dramatîk (bi kurtasî yan jî bi babeteke din), sehneyeke bi detay yan jî sehne û vêbêjeriya dramatîk bi hev ra.
Bikaranîna sehneyan reng û zinditî li vegotina romanê zêde dike. Karekterên romanê li ser wan sehneyan derdikevin pêş xwendevanan û beşdarî çalakiyan dibin. Xwendevan weke li sînemayê rûniştibin, kirin, tirs, hêcan, kêfxweşî û tengasiyên wan bi çavê xwe dibîne.
Ger romannivîskar dixwaze di vegotina xwe da sehneyan bikarbîne; berê avakirina sehneyê yan jî gava sehne têavakirin, hewceye ku li ser hinek nuxteyên din jî bifikire. Divê sehneya xwe bi awayekî wisa avabike ku; şexisên romanê di sehneyê da her bi çi awayî tevdidin bila bidin, divê beşdariya wan, kirinên romanê pêş ve bibe yan jî di derheqê beşdaran da înformasyon bide xwendevanan.
Pêwestiya sehneyan ew e ku dramatîk biafirîne, lewra, divê romannivîskar dirûvkirina bûyeran bi awayekî dramatîk pêşkêş bike. Ji bona pêşveçûyina çîroka romanê, divê tiştekî ku dibe sedema pêşveçûyinê di sehneyê da hebe. Înformasyon, eşkerekirin, kişfkirin yan jî guhertinek bêhemdî û hwd.
Ger di sehneyên romanekê da tiştekî wisa tunebe, tiştekî wisa cîh negirtibe, ne hewceye ku romannivîskar sehneyek yan jî sehneyan biafirîne. Şûna sehneyan da dikane çîroka xwe bi vegotinek dramatîk(bi kurtasî yan jî dirêj) bidomîne.
Ger bibêje; na, ez dixwazim sehneyan jî di vegotina xwe bikarbînim, wê gavê mejbûre ku hewcedariyên sehneyan jî bi cîh bîne.
Di sehneyekê da divê nakokî hebe, sehneyên bê nakokî bi sifra bêxwarin dişibin. Ne hewceye ku mirov li dora sifra bêxwarin rûne. Sifre û xwarin çawa bi hev ra girêdayî ye, sehne û nakokî jî wisa bi hev ra girêdayî ne û hevdu temam dikin. Bêguman nakokiya sehneyê ne nakokiya bûyera esasî ye. Nakokiya sehneyê dikane nakokiya a bûyerek duyemîn yan jî a bûyerek kêlekîn be.
Weke hemî nakokiyan, divê nakokiya sehneye jî di herikandina vegotinê da hilkêşe ber bi jor û bigîhîje zîrweya herî bilind. Rêkûpêkên ku di afirandina romanekê da tên bikaranîn divê di avakirina sehneyan da jî bê berçavkirin. Berê jî me gotibû; romannivîskar her çawa ji temamê çiroka romanê ra şikil dide, divê bi wî awayî jî şikil bide sehneyên xwe.
Gava sehne tê lîstikandin, hêcana ku çêdibe gav bi gav zêde bibe, di eynî demê da nakokiya sehneyê jî weke şîreya nav beroşa ser êgir bikele û bipilqe da ku di ser ra biherike.
Gava nakokiya sehneyê gihîşt nuxteya herî bilind, beşdarên sehneyên şûrê xwe dikşînin û dikevin nav hev. Li wê ciyê bilind gava milet bi şûr, tivang, tomet, buhtan û rexneyan bi hev dikevin, wan serbest berdin û rê li ber wan megirin. Bi serê hevdu da çi tînin bila bînin. Ew û kêfa xwe ne. Yê ji nivîskar ra lazim e, encama wê teşqelê ye. Bi wê encamê ve, dê ew bikanibe temamiya romana xwe pêş ve bibe. Ger sehne, encameke wisa dernexe holê û rê li ber pêşveçûyinê vekeneke, tê wê maneyê ku sehne biserneketiye.
Nuxteyek din ya girîng ew e ku ne hewceye mirov her tim, tenê bi awayekî şikil bide sehneyên xwe. Mirov dikane hinek sehneyan jî bi zîrweyê ve destpêbike û dû ra jî paş ve biçe û hatina wê nuxteyê ji xwendevanan ra îzah bike û sehneya xwe ber bi dawiyê bidomîne.
Herwiha mirov sehneya xwe bi çi awayî dide destpêkirin bila bide, rasterast yan jî berevacî lê divê di her sehneyê da destpêkek, zîrweyek û xelasiyek heye. B.g.d. her sehne ji sê perçeyan pêktê. Destpêk, zîrwe û dawî. Ciyê wan perçeyan guherandin, girêdayiyê romannivîskar e. Li gor dilê xwe, yan jî li gor planê xwe dikane sehneyan romanê bi zîrweyan yan jî bi destpêka bûyeran avabike.
Ji derveyî van herdu babetan, romannivîskar bi fantasî û hunermendiya xwe dikane bi şiklên cuda sehneyên xwe avabike. Gelek romannivîskar carbicar di avakirina sehneyên xwe da teknîka kamerayê bikartînin. Bi vê teknîkê ve sehneyên romanê weke sehneyên fîliman tê avakirin.
Pêşî bi kamerayê ve mirov ciyê sehneyê(em ferz bikin xaniyekî ye) belî dike. Sehneya ku ji aliyê kamerayê ve tê tespîtkirin, ji bûyerê ra dibe bingeh. Bûyer li ser wê sehneyê destpêdike û pêşve diçe.
Romannivîskar bi wasita şexsekî, seyareyek, gemiyek, trenek, balafirek, hespek yan jî bi çûçikek bala xwendevanan dide ser ciyê ku bûyer li diqewime yan jî dê biqewime.
Romannivîskar penûsa xwe dike kamera û dikeve dû şexsekî sehneyê. Bi nivîskar ve tev xwendevan jî dikevin nav tevgerê û didin dû wî şexsî. Xwendevan bi çavê wî, ber bi ciyê bûyerê diçin, bi çavê wî ciyê bûyerê ji nêzîk ve dibînin û nas dikin.
Em bibêjin, ciyê ku şexsê sehneyê nêzîkayî lê dike, xaniyek, mahkemeyek, mizgeftek, qahwexaneyek yan jî nexweşxaneyekî ye. Gava ew dikeve hundurê wê derê, bûyer û diyalox destpêdike. Her cara ku kamera xwe dileqîne, em nêzîkayî li beşdar yan jî beşdarên sehneyê dikin û ji gotên û kirinên wan ra şahid dibin.
Nivîskar bi çi awayî sehneya xwe avadike bile bike, nuxteya girîng ew e ku divê sehne bixebite û fonksiyonê xwe bîne cîh. Ji aliyê din jî tûr û bêrikên nivîskar çuqas bi hacet, teknîk û rêkûpekan ve dagirtibe, evqas jî başe. Pir caran ostatî û hunermendî bes nake, hewceye ku di destê nivîskar da babet bi babet hacet hebin. Hacetek nebû, bikanibe haceteke din ji nav tûrê xwe derxe û bikarbîne.
Di warê sehne avakirinê da ez ê behsa du babetên din bikim û derbasbim.
Deng û wêne. Di vê şiklê da sehne bi diyalox ve destpêdike. Beriya diyaloxê çi qewimeye em nizanin. Weke mînak em dikanin abûqatekî bînin ber çavê xwe. Abûqat sibe zû tê yazixana xwe û ji sekreterê xwe dipirsi; sibe kîjan daweyên mîn heye? Sekreterî wî dosyayên li ber xwe dida aliyekî û teqwîma ser maseyê dikşîne ber xwe.
Abûqat ji bo çi vê pirsê dipirse em nizanin. Berê çi qewimiye haya me jê tuneye.
Romannivîskar sehneya xwe bi pirsekê vedike û nahêle sekreter bersîvê bide. Şûna wê da paşve diçe,  berê diyaloxê çi bûye, kê çi gotiye û çi kiriye, ji me ra îzah dike ku da em bikanibin sedeme wî pirsê fam bikin. Xwendevan mesele têgihîşt şûn da, romannivîskar rê li ber sekreter vedike ku bersîva ebûqatê bide. Êdî vedigerin ser diyaloxê, bi bersîva sekreter ve dîyalox domdike.
Di sehne avakirinê da babetek din jî; nûdem, paşdem, nûdem e. Nivîskar, weke mînaka jorîn lêbelê ne di destpêkê da,lê du navenda sehneya da xwe dide rawestandin û paşve diçe. Tiştên ku heta wê gavê qewimiye û xebera me ji tuneye, ji me ra îzah dike û cardin vedigere dema nû.
Bêguma di şiklên avakirina sehneyan da qaideyek mejbûrî nîne. Her nivîskar dikane li gor terzê xwe sehneyan avabike û bikarbîne. Ya girîng ew e ku sehne fonksiyona xwe bîne cîh û bi temamiya çîrokê ve bikele, serpêhatiya romanê gavek din pêşve bibe yan jî rê li ber pêşveçuyinê veke.
Ger ez fikirê xwe bibêjim, divê romannivîskarên kurdan xwe li ser deman û bikaranîna wan da serê xwe biêşînin. Di sehneyekê da, di beşekê da, mejbûrî nîne, lê mirov dikane sê deman jî bikarbîne. Bes çênabe ku mirov di perçeyek kurt da, du deman yan jî sê deman bi hev ra tev bikarbîne. Divê di navbera deman û bikaranîna wan da planek, dûzanek hebe. Rastgele bikaranîna deman, ji derveyî gêjkirina xwendevanan, gêjiya yan jî ecemîtiya nivîskar jî eşkere dike.
Hevok, perçe û bihevgirêdayina perçeyan:
Di ziman da hevok xwediyê ciyek girîng û bingehî ye. Bi wasitaya hevokan e ku em dikanin ji hev du fam bikin û ji hev du ra bidin famkirin. Em çawa di axiftinên xwe da hevokan bikartînin, kirin û serpêhatiyên romanan jî bi hevokan têne afirandin û vegotin. Bi zanîna bingeha zimanê xwe ye ku nivîskar dikane; li gor şert û mercan bi pîvan û balans hevokan avabike, bixemilîne yan jî şût û tazî bike. Hevok bi çakûça destê necarekî dişibe. Yekî necar her cara ku çakûça xwe dişerqîne ser bizmaran, hêza xwe bi pîvan û balans bikar tîne. Bikaranîna hêza bêpîvan û balans dikane ji şikandina textan yan jî xwarbûyina bizmaran ra bibe sedem.
Bi têgihîştina avakirina hevokan, nivîskar dibe siwariyê hespa xwe. Hînbûyina avakirina hevokan, kilîta guhertinan dide destê wî. Bi wê kilîtê ve, li gora hewa û atmosfera bûyer û kirinan hevokên xwe diguherîne yan jî bi awayekî cuda formile dike. Bi guhertin û şiklên curbe bi cur formilekirinê ve, nivîskar hewa û atmosferên ku ji bûyer û kirinan ra teqabul dikin, diafirîne û bi wî awayî xwendevanan kaşî nav bûyeran dike. Wan dixîne nav tevgerê, di bûyer û kirinên romanê da wan difitilîne û digerîne.
Hinek diwarên xaniyan bi qermîtan û hinek jî bi keviran tên avakirin, di warê nivîsandinê da jî perçeyên sehneyan û beşên romanan bi hevokan tên avakirin. Cîh, rewş, bûyer yan jî kirinên romanê, bi perçeyên ku ji yekî zêtir hevokan pêkhatiye, ji xwendevanan ra tên taswîr û îzah kirin. Hevokên ku di nav perçeyekî da bi hev ra tên girêdan, di nav sînorên wî perçeyî da hevbîrî, yekbûyî û ahengî nîşan didin. Înformasyonên ku bi wasita perçeyan tên pêşkêşkirin, li ser mîjarekî ye û bi wî mijarî ve girêdayî ye. Bi gotinek din, her perçe li ser elementekî tê avakirin. Gava mijar yan jî element diguhere, pereçeyek nû destpêdike.
Hevokên ku di perçeyekî da cîh digrin, divê hevdu berfireh bikin. Hevoka dawî, lazim e ku hevoka pêşiya xwe di warê înformasyonê da berfireh û tije bike yan jî di bin re ji me xwendevanan ra qesda mijarekî giştî bike. Eger hevoka dawiyê, ji hevoka pêşiya xwe zêtir înformasyon nede me, yan jî înformasyona ku hevoka pêşiyê dide me, dubare bike, tê wê maneyê ku tu fonksiyonekê tije nake û loma jî ne hewce ye di perçeyê da cîh bigire.
Di perçeyekî da cîhgirtina hevokên bi vê babetê, yanê hevokên ku înformasyon nade me yan jî înformasyonên ku berê gihîştiye me, dubare dike,  ji herikîna xwezayî ra astengî çêkin.
Di vegotinekê da perçe çi ye, kêm zêde em têgihîştin. Nuha jî em piçek li ser bi hev ra girêdayina perçeyan bisekinin.
Terziyek çawa caw dibire em dizanin. Pêşî pîvana mirovan digirin û li gor wê pîvanê cawê xwe dibirin û dû ra jî didirûn. Nivîskar jî kêm zêde bi vê babetê perçe, sehne, bûyer û kirinên romanê bi hev ra girêdide. B.g.d. di nav perçeyan da piran avadike ku em xwendevan ji ser wan derbasî aliyê din bin. Bê guman, ger pirên ku tên avakirin mezbût û ewlekar xwuya nekin, em ê ji ser wan derbasî aliyê din nebin û romanê heta dawiyê nexwînin. Bi tevayî, hevoka dawî a perçeya pêşîn û hevoka pêşîn a perçeya duyemîn, pêwestiya piran digrin ser milê xwe û tînin cîh.
Weke mîsal em bibêjin, dawiya perçeyek bi gotinek wisa xelas dibe.
-”…rûnişt û fikirî.”
Perçeya ku li pey vê were divê ji me xwendevanan ra behsa fikrên wî/ê bike. Ew çi fikirî, çi hîs kir ji me ra bibêje.
-”… êzêngên xwe li kerê kir û berê xwe da ber bi bajêr.”
Gava perçe bi gotinek wisa xelas dibe, êdî yê ku berê xwe daye bajêr ne tenê xwediyê barê êzênga ye, xwendevan jî berê xwe dide ber bi bajêr û dimeşe. Loma divê di perça din da, nivîskar bûyerên ku li ser rê yan jî li bajêr diqewimin, ji me ra bibêje. Gava em berê xwe didin bajêr, ew rabe ji me ra behsa tiştên din bike, çênabe.
Mijar:
Piraniya romanan li ser mijarekê, yan jî di der heqê mijarekî da ye. Bûyer û kirin û şexsên romanê ji ber wê mijarê ye ku di nav temamiya romanê da bi hev ra tên girêdan. Mijar dikane dîtînek yan jî fikreke nivîskar bi xwe be. Nivîskar fikra xwe yan jî dîtina xwe bi serpêhatiya romanê ji me ra pêşkêş dike. Ji ber sedema mijarane ku şexsên romanê di nav nakokiyan da tevdigerin, li hember astengiyan hewldan û helwestên cuda bi cuda nîşan didin.
Mijarên ku roman li ser tên afirandin, rastiyên bingehî yên jiyanê ne, lê rasterast kopiya jiyanê nîne. Azadî, bindestî, evîndarî, mêrkujî, bêbextî, bêwîcdanî, neheqî, edalet hwd., ji mijaran qevdek e.
Berê ku dest bi romana xwe bike, divê nivîskar li ser mijaran bifikire, berhema wî dê di derheqê kîjan mijarî da be tesbît bike. Bi tesbîtkirina mijarê ye ku nivîskar armanca xwe zelal dike. Bûyer, kirin û nakokiyên romanê li gor wê armancê avadike û dixebitîne.
Bes divê neye ji bîrkirin ku yekcaran di nîvê romanê da yan jî di dawiya romanê da mijarek din yê ku nivîskar hesab nekiribe derkeve holê. Qewimandina îhtimaleke wisa her dem mimkin e û dikane li serê her kesî biqewime. Ji ber vê yekê, hinek dikanin bibêjin; ne hewceye ku ez destpêkê da li ser mijara romana xwe bifikirim. Gava berhema min xelas bibe, dê mijarê jî derkeve holê. Bes, di destpêkê da li ser mijarê fikirandin awantajek dide niviskar. Eger nivîskar mijara xwe bizanibe, dê bikanibe bi hêsanî, bûyer û kirinên kêlekîn yên serpêhatiya romanê, gora mijara xwe plan û avabike. Yan na, îhtimala ku ew bûyer û kirinên kêlekîn, weke goşiyên ku li ser darmiwan bên ji bîrkirin û biçilmisin, mezin e.
Bûyer û kirinên ji mijarê ra xizmet nakin, dê weke zêdeyîkî bilasedem li ser milê berhemê bibin bar.
Ji derveyi mijar, divi niviskar li yekineyên(enheter) romanê jî binêre ku hemû li hev dikelin û hevdu temam dikin. Li ser hemû sehneyên ku nivîsiye yan jî dê binivisîne, bisekine û bifikire. Divê ji bîr neke ku hemû sehneyên romanê, bûyera esasî yan jî yên kêlekîn pêş ve bibe. Sehneyên ku vê fonksiyonê naîne cîh divê bê avêtin. Sehne ji bo pêwestiyeke di romanê da cîh digire, ger ew pêwestiya xwe ya pêşvebirinê neîne cîh, ji hebûna wî ra hewcedarî namîne.
Ger em gavek din paş ve biçin, divê nivîskar perçeyên her sehneyî jî yekoyek ji ber çav derbas bike. Perçeyên ku sehneyê pêş ve nebe, perçeyên ku di derheqê mijarekî de bi awayekî eşkere yan jî di bin re înformasyonan nede, divê di nav tekstên sehneyê da cîh negirin.
Cîh, karekter, bûyer, sehne, diyalox, mijar û hemû perçeyên din yên ku di romanê da cîh digirin, divê di temamiya romanê da fonksiyonên xwe bînin cîh û bi perçeyên din ra tev, tevgerek tevayî derxin holê. Eger nivîskar gihîştibe vê encamê, tê wê maneyê ku ew biserketiye. Êdî ew dibe xwediyê çîrokeke bi destpêk, zîrwe û dawî.
Hêcan:
Di derheqê hêcanê da her kes bi babetekê difikire.  Li gor hinekan hêcan, bi kuştin, şer, teşqele û reqînûteqînê ve tê afirandin. Li gor wan, ger di romanekê da bombe neteqin, serê mirovan bi kêra ko ve neye jêkirin û mirov neye daliqandin, hêcan çênabe.
Gava mirov li ser hêcana romanê difikire, di eslê xwe da mirov dixwaze ku xwendevan kitabê ji destê xwe bernede û rûpelê biqulibîne. Gava nivîskar dixwaze hecanek biafirîne, mexseda wî ew e ku xwendevanan bi romanê ve girêbide.
Di romanekê da, bi taybetî jî di destpêka romanê da, hewceye ku nivîskar bi rûpelek yan jî di rûpelên ewlî li gel xwendevanan meraqdariyek biafirîne û bala wan bikşîne ser romanê. De îcar ew jî bes nake, divê balkêşî û meraqdariya xwendevanan heta dawiya romanê pêbigire û bernede.
Weke dahfikên çûçikan, ji bo qefaltin û pêgirtina xwendevanan, haceta hêcanê tê bikaranîn. Bi afirandina hêcanê, nivîskar xwendevanan zevt dike. Bi rabûna hêcanê, di eynî demê da li gel xwendevanan daxwaz û hêvî jî çêdibin. Ji ber wan daxwaz û hêviyan, xwendevan dixwaze; dê çi bi serê şexsên romanê were, bûyerên ku ew beşdar dibin dê çawa pêş ve biçin û serpêhatiya romanê dê bigîhîje çi encam yan jî encaman, fam bike û bizanibe. Eger xwendevan romanê heta dawiyê nexwîne, dê çawa ji pirsên xwe ra bersîv bibîne?
Li pey berketinê, eleqederbûyin tê. Berketin hîs e, eleqederbûyin praktîk e. Gava mirov bi ber tiştekî dikeve yan jî bi ber halê yekî dikeve, mirov dixwaze eleqeder bibe, alîkarî û piştgirî bike. Bi rabûna hêcanê ve, xwendevan dikevin nav tevgerê. Tevgera wan, yanê pratîka wan, ji xwendina romanê pêktê.
Ji hacetan yek jî karekter in. Nivîskar di nav kirinan da karekterên romanê ji me xwendevanan ra pêşkêş dike yan jî nîşanî me dide.  Xwendevan di şexsiyet û tecrubeyên wan kareketeran da xwe nas dikin, xususiyet û tecrubeyên wan û xwendevanan bi hev dişibin. Di jiyana rastî da jî wisa ye. Gava em rastî mirovên ku derbasî, rewş, serpêhatî û jiyana wan bi ê me dişibin, tên, di navbera me da sempatiyek çêdibe. Em bi wan ra diaxifin, hevaltî dikin, ji hevdu ra sempatî nîşan didin. Em ji hevdu ra alîkarî û piştgirî dikin. Durustî, nefspiçûkî û fedakariya wan em texdîr dikin û ji ber wê yekê jî em rûmet û qîmet didin wan. Gava ew dikevin tengasiyê, em dixwazin ji wan ra alîkarî bikin, da ku bi serkefin. Em bi têkçûyina wan xemgîn dibin, dilê me bi wan dişewite û hwd. Di romanê da jî gava sempatiya xwendevan ji bo karekterekî çêdibê, êdî ew bi romanê ve têgirêdan.
Ger kirin  yan jî bûyerên romanê destbide, mirov dikane karekterên romanê rûberî rîskan jî bike. Bi taybetî jî karekterekî ku xwendevan xwe lê girêdide û eleqeder dibe, gava rûberî rîskan dibe, hêcan radibe. Gava qehremanê me rûberî rîskekî dibe, bi wî ra tev weke xwendevan em jî dikevin hêcanê; gelo qehremanê me yê ku ji ber eskerên tirkan direve, gava gîhîşt ber kendalakî bê serî û bê binî dê xwe çawa xelas bike?
Ji bo afirandina hêcanê, ne tenê rîskên fizîkî, niviskar dikane rîskên psîkolojîk jî bikarbîne. Di bikaranîna rîskan yan jî fenên din da divê nivîskar bi pîvan û balans tevbigere. Pirî zêde bikaranîna vê teknîkê, dikane talûka deformekirina vegotinê derxe holê.
Hinek caran jî xwendevan dikane bi wasita kirinan li romanê bên girêdan. Çi fantasî û çi rastî ferq nake, bes e ku kirin yan jî bûyerên romanê qabilê baweriyê bin ku xwendevan, bîr û baweriya xwe bi wan kirinan bîne. Her çuqas şêkên xwendevanan hebe jî, kirin û bûyerên romanê ji wan ra “rast” û “logîsk” werin. Mesela romanên science fiction wisa ne. Xwendevan dizanin ku kirin û bûyerên romanê ne rast in, lê cardin jî kitabê ji destê xwe bernadin.
Di romanan da hêcana tradîsyonel li ser lêgerînê tê afirandin. Weke mîsal; qolçî li qaçaxçî digere, cendirme li mahkûm digere, polês û cendirme li kurdperwer û kominîstan digere, qehremanê romanê li sûcdaran digere, kurdperwerê kominîst li axa û begên kurd yên ku hevkarê dewleta tirk in, digere.
Kuştin û şîdet jî ji bo afirandina hêcanê pir caran tê bikaranîn. Ne tenê di romanên krîmînel û dedektîvî da, di romanên din da jî ev faktorana tên bikaranîn. Gava mirov nexwaze di vegotina xwe da kuştin û şîdetê bikarbîne, mirov dikane weke alternatîf pevçûn û bihevketinan bikarbîne. Herwiha bi şîdet yan jî êrişek verbal mirov dikane di bûyer yan jî sehneyekê romanê da hêcanê biafirîne. Kişfkirina tiştekî, tometkirina yekî, eşkerekirina tiştekî dizî an veşartî  jî dikane hêcanê biafirîne.
Bi tevger û wext jî mirov dikane hêcanê biafirîne. Romannivîskar karekterê romanê beşdarî tevgerek dike. Di wexta xwe da gîhaştina ciyekê, tiştekî, şandina xeberek yan jî biryarek ji bo afirandina hêcanê tê bikaranîn. Qehremanê romanê li hember wextê dikeve xarê. Eger ew di wexta xwe da negîhîje ciyekî yan jî kesekî dê felaketekê mezin biqewime. Hinek roman hene ku ji sêrî heta dawiyê bi vî awayî tên hûnandin.  Romannivîskar xezîneyek, gustîrek, şûrekî efsûnkirî li ciyekî vedişire û şexsên romanê beşdarî  lêgerîna wî tiştî dike. Lêgerîn û kişfkirina wî tiştî dibe, bûyera esasî. Li doraliya bûyera esasî bûyerên kêlekîn û paralel diqewimin. Bi encamên wan bûyeran, bûyera esasî gav bi gav pêşve diçe û digîhîje encamê xwe.
Bêguman afirandin û bilindkirina hêcanê da mirov dikane pir tiştên hêsa jî bikarbîne. Bi bikaranîna îma û elemetan, bi bicîhkirina nîşanên mîna, kêrek, tifingek, tîrkuvanek, bêr û bivirekî jî mirov dikane hêcanê bilind bike. Gava xwendevan kêrekî yan jî bêrekî di sehneyekê da dibîne, dê kêmasî texmîn bike ku di sehneyên pêş da ew ê bên bikaranîn.
Herwiha ji bo afirandina hêcanê çi tê bikaranîn bila bên, nuxteya girîng ew e ku, divê romannivîskar pêwestiyên zeneatkariya xwe bîne cîh ku bikanibe hêcana romanê biparêze. Bi nuxteyên zivirandinê ye ku romannivîskar hem hêcana romanê diparêze û hem jî çîroka xwe pêşve dibe. Di nuxteyên zivirandinê da pêşveçûyina bûyerê/an berê xwe dide aliyekî din, înformasyonên girîng derdikevin holê yan jî eşkere dibin, hinek tiştên girîng kişf dibin, lêhevkirin yan jî biryarên girîng tên girtin. Bi nuxteyên zivirandinê; romannivîskar çîroka xwe dehfî pêş dike û rê li ber sehneyekî nû vedike. Lewra mirov dikane bi hêsanî bibêje, romanên bê nuxteyên zivirandinê, berhemên ne temam in û nikanin hêcana romanê biparêzin.
Haceteke din. Bi detay binivisînin!
Gotinên xwe bi detay îfade bikin. Her mirov xwedî navekî ye. Ji ber wê yekê, em bi navên hev ji hevdu ra hîtab dikin.  Fêkî, sewzî û kulîlk û tiştên din jî wisa ne. Her tişt xwedî navekî ye. Eger tu qala henaran dikî, navê henaran bikarbîne. Tama sêvan û porteqalan ne weke hev e, bêhna nêrgizan û gulbuharan cuda ye. Şûna ku tu yê bibêjî fêkî yan jî sewzî, navê fêkî yan jî sewziyê ku tu qesd dikî, bibêje. Gava em navê tiştekî dizanin û di tekstên xwe da bikartînin, nezelaliya ku di tekstê da xwuya dike winda dibe û têkiliya me ya dîrekt bi wî tiştê ve çêdibe.
Helbestvanê navdar  yê emerekayî Williams Carlos Williams dibêje;”tiştên ku li ber pozê te ye binivisîne.”
Weke nivîskar divê mirov bizanibe ku li ber pozê me çi heye û çi tuneye. Hewce ye ku niviskar kapasiteya xwe ya lênerînê pêşve bibe û xurt bike. Bi xurtkirina vê kapasiteyê ye ku mirov dikane înformasyonên diha zêde bi dest bixe û diha zêde tiştan hîn bibe.
Bileheq nabêjin;”di hebekê qûmê da dinyayê û di kûlîlkekê mêrgan da ezmanê bibînin…”
Lewra hewce ye ku nivîskarekî navê her tiştî bizanibe, ger nizanibe divê hewl bide xwe ku hîn bibe. Navê çûçikan, kulîlkan, fêkiyan, xaniyan û hwd.
Nivîskarekî ne tenê gundî yan jî bajarî ye, di eynî demê da ew her tişt e. Hewceye ew ku pir alî be, di her warî de zanîna xwe pêş ve bibe û zêde bike.
Hîs û fikrên ewlî:
Li gor Natalie Goldberg, di nivîsandinê da hîsa ewlî, fikra ewlî girîng in. Gava di der heqê tiştekî da hîsek yan jî fikrek li gel nivîskar çêdibe, divê wan pêbigire û bernede. Fikrên ewlî bi enerjîyek gûr ve dagirtî ye. Ger mirov di wexta xwe da wan zeft neke û li ser kaxiz nenivisîne, enerjîya ku di navoraka wan da heye winda dibe. Sensura hundurîn û lêberçavgirtina têgîhîştina giştî yê ku kêm.zêde li gel hemî mirovan heye, weke taqozan dikeve nabera nivîskar û wan fikrên ewlî û dibin sedema têkçûyina wê enerjiyê.
Di fikrên ewlî da enerjîyek nefambar heye. Mirov dibêje qey têgîhîştina mirovan bi ruh û can dibe.  Censura me a hundurîn bi piranî fikra ewlî a ku li gel me çêdibe, difetisîne. Şûna wî da em mejbûr dibin ku bi fikira duduyan, sêsiyan yan jî çaran razî bibin. Mentiqa tevayî a li ser me hukum dike, her tim ji me ra dibêje, yek û yek dike dudu.  Ji ber vê fikirandina logîsk û mentiqî ye ku em her carîn kêlek û goşeyên tûj yên fikir û hîsiyatên xwe rende dikin ku li qalibên yên mentiqa tevayî bên.
Gava em bibêjin û binivisînin ku;”ker li hespê siwar bû”, yan jî “hesp li axê siwar bû”, mentiqa tevayî dê wekî jendirmeyê dewleta tirkan li me rabe xezebê.
Ji ber ku em nekevin ber xezeba wî, em gavek paşve diçin û dinivisînin.
-”Zilam li kerê siwar bû”. Wilo ha!
Jendirmeyek din jî ego ya me bi xwe ye. Gava em fikir û hîsiyatê xwe ê ewlî di wexta xwe da îfade nekin, egoya me mîna talazê doraliya me digire û naxwaze em tiştên derveyî kontrola wî bikin yan jî bibêjin. Ji me ra şîretên xwe yên her demî yên wekî; ev dinyaya domdar e, ne ecib e û mantiqî ye, dubare dike. Weke em dizanin ev dinyaya hîç ne domdar e, îroj heye sibe tuneye. Ev dinya herdaîm diguhere û dê biguhere û ev dinya bi êş û jana mirovî dagirti ye.
Ger mirov weke nivîskar bikaniba fikirên xwe, gotinên xwe ji bin hukma sensûra hundurîn û egoya xwe azad bike, enerjiya ku di nav fikiran da heye dê derkive holê. Wê gava nivîskarê bikanibe ji me ra rewşa rast çi ye bibêje. Wê gavê nivîskar dê bikanibe siwarî pêla zanistiya mirovî bibe û bi îmakanên xwe yên şexsî serpêhatiya xwe ji me ra vebêje.
Bi çend gotinan dawiyê vê nivîsarê girêdidim. Roman li ser sê stûnên bingehîn tê avakirin. Karekter, cîh û bûyer. Ev sê stûnana di eynî demê da hacetên roman avakirinê ne jî. Karekter, cîh, bûyer, sehne, hêcan, mijar, diyalox, nakokî, hevok, perçe, perspektîfa vebêjeriyê, dengê vebêjeriyê, nuxteyên zivirandinê, teknîka bihevgirêdana perçeyan, gotinên bi detay û hwd. qevdek  ji komponent û hacetên romanê ye.
Hacetên roman avakirinê ne tiştên mitlaq û bi sînor in. Mecbûrê nîne ku hemû nivîskar wan hacetan bikarbîne û li gor wan berhema xwe biafirînin. Di afirandina xwe da, nivîskar azad û serbest e. Gelek nivîskarên osta û hunermend di avakirina berhemên xwe da teknîk û hacetên nû diafirînin û bikartînin. Yan jî hacetên ku hene bi awayekî taybetî bikartînin.
A girîng serkeftin e. Yekî nivîskar dikane berhema xwe li ser diyaloxekî ku du navbera karekterek û dîwarekî da diqewime, biafirîne. Eger berhema wî serkeftî be û xwendevan rûpelan li pey hev biqulibîne û bixwîne, êdî mesele xelas dibe.
Lîteratur:
George Elîzabeth. Skriv på! (Prisma 2004)
Augustsson Lars Åke. Att skriva romaner och noveller. (Ordfront 1999)
Stolpe Jan. ARISTOTELES Om diktkonsten. (Anamma Böcker AB 1994, 2000)
Lagercrantz Olof. Om konsten att läsa och skriva. (Walström & Widstrand 1985)
Clod Bente. Skriv-en bok om att skriva. (Alfabeta Bokförlag AB 1984)
Natalie Goldberg. Skriva med kropp och själ. (Norstedts Förlag 1986)
Göran Hägg. Författar skolan. (Wahlström & Widstrand 1993 )
Marie Louise Ramnefalk. Författaren, världen, språket (Ordfronts Förlag 1996 )
Staffan Björk. Romanens formvärld (Natur och Kultur 1983)
Jason Goodwin. Bellinis porträtt. (Alfabeta Bokförlag 2010)
Xurşîd Mîrzengî. Belqitî. (Komal 2004)
Jan Dost. 3 gav û 3darek. (Avesta 2007)
Ji bo redaktekirina vê nıvîsarê, ji Serdar Roşanî ra spaziyên xwe pêşkêş dikim.
Paşa Brodrej/Adar 2010
Ferîd û “serokê netewî” (Paşa Brodrej)
Ev resma ji aliyê kek Zîya Avcı gihîşt destê min, ji wî ra spaziyên xwe pêşkêş dikim. Li gor agahdariya ku wî da min, ew ya di xelasiya sala 1969 an yan jî destpêka sala 1970 an da hatiye kişandin.
Wî demê DDKO(Komeleya Kultura Şoreşgerên Rohilatî)ya Enqereyê hatibû avakirin.
Yên DDKO avakiribûn kurd bûn. Ji derveyî kurdbûyinê, ew şoreşger bûn jî, ji rewş û bindestbûyina kurdan ne razîbûn.
Ji bo ku bikanibin di rewşa mewcûd da guhertinan pêkbînin û rewşeka nû derxin holê, pêşî ji xwe destpêkiribûn.
Li nasname, çand û tarîxa xwe vegeriyabûn.
Li ser nasname û tarîxa xwe, hem di nav xwe da û hem jî bi tirkan ra axifîbûn û niqaş kiribûn, çanda xwe hînbûbûn û hînkiribûn.
Ji xebatên wan yek jî hînbûyina folklora kurdî bû. Ji bo wê, di nav DDKOyê da Ekîba Folklora kurdî avakiribûn.
Di resma jorîn da, yên di serkêşiya Ferîd da li govendê rêzgirtine, beşdarên wê ekîbê ne.
Ji milê çepê ve; Ferit Uzun, Dr. Salih Ozgukçe, Ziya Avcı û Mehmet Erdem .
Li serçavên wan, giranî, serbilindî û xurûrî têşopandin.
Her çar jî simbêltûj û cênîkdirêj in.
Simbêlên tûj kurdbûyina wan, cênîkên dirêj jî çep û şoreşgeriya wan diyar dike.
Ferîd mirovekî rûken bû, bi rûkenîyek pak li dinyayê dinêrî.
Şewqa derûniya wî ya pozîtîf û hêvîtêje, li serçavê wî kêm nedibû.
Rûkeniya wî di vê resmê da jî xwuya dike.
Bi rûkeniyê rabû ser pîyan û bi rûkeniyê şoreşgerî kir.
Li ser nasname, zimanê xwe israr kir.
Bîr û baweriya xwe bi azadîyê û bi kurd û Kurdistanê anî.
Li hember dewleta kolonyalîst a Tirkiyê û îdeolojiya kemalîzmê helwesteke rast danî.
Di têkoşîna xwe da sist û sar nebû.
Li hember generalên 12 Adarê, negot, diya min tirk e.
“Ez amademe ku ji dewleta Tirkiyê ra xizmet bikim”, negot.
Paye û pesnê kemalîzmê neda.
Xwe nekir cerdwanê “unîter dewlet” û parêzgerê kemalîzmê.
Xwe kurdperwerekî çep qebûl kir û li neteweperweriya kurdan xwedî derket. Kurdperweriya kurdan pîs nekir
Hevalên xwe û şoreşgerên derveyî xwe nedakuştin.
Şexsiyet, azadî û îrada hevalên xwe nepelaxt.
Evdilah Ocalan û hevsûcadrên wî yên bêdîrok, Ferîd û yên mîna wî ji xwe ra weke astengî, wekî dijmin qebûl kirin.
Bi dîroka Ferîd û yên mîna Ferîd qayil nebûn. Gotin;”em ê dîrokekê nû avabikin”.
Dîrokek diha şoreşger, diha radîqal, diha marksîst û lenînîst û Kurdistanek yekgirtî û serbixwe!
“Li Kurdistanê cara ewlî em ê çekan biteqînin”, gotin.
Lûleyên têvingan zivirandin ser dîroka heyî a kurdan.
Çalakiyên Jîtemê bi kuştina Vedat Aydin destpêkir.
Jiholêrakirina dîroka heyî a kurdan jî bi kuştina Ferîd destpêkir û bi kuştina şoreşgerên din yên kurd ve hat domandin.
Yên di nav PKKê da li hember vê sosretê derketin jî li nav şikeft û çolan winda bûn.
Di nav sî salan da tarîxa heyî ji aliyê fizîkî, siyasî û îdeolojîk ve ji holê hat rakirin.
Bêdîrokiyan, bi kuştina şoreşgerên kurdan ve ji xwe ra dîrokek nû avakirin.
Dîroka nû, prensîb, helwest û xusûsiyetên nû û cuda derxistin holê.
Ji “serokê netewî” ra sedeqet, îtiqad û rîayet bû pîvan û nîşana kurd û kurdperweriyê.
Bi hezaran û sed hezaran kurd, ji cotkaran heya abûqat û meyandîsan, mitehît û duxtoran bi wê pîvanê rabûn û bi wê pîvanê geriyan.
Dev ji azadiya xwe, ji raman û helwestên serbixwe berdan. Dil, mêjî û namûsa xwe teslîmî “serokê netewî” kirin.
Karê fikirandin, afirandin û analîzan ji “serokê netewî” ra berdan.
“Serokê netewî” çi kir?
Ji destê wî çi hat, texsîr nekir. Şev û roj xwend, fikirî û ponijî. Xwe li ser her tiştî û her kesî hûr û kûr kir.
Li ser Mehemed, Marx, Lenîn, Hegel, Îsa, Mûsa, Heso û Hiso bi sedan kitab û berhem xwend û nirxand.
Bi dîtên, fikir û teoriya kesî qayil nebû. Di nav wan girêgiran da dilê wî tenê ji bo M. Kemal Ataturk gurpiya.
Xwe li ser M.Kemal hûr û kûr kir. Kemalîzm mîna bîra bê binî bû! Her cara ku xwe li ser kemalîzmê kûr kir; fikirek nû, dîtinek nû, meziyetek nû kişf kir.
Her cara ku tiştek nû kişf kir, diha zêde ji Ataturk hez kir, diha zêde xwe nêzîkî wî hîs kir û cenabê xwe bi wî şiband.
Dawiyada dawî biryara xwe da (yan jî pir berê biryara xwe dabû!) û ket nav hewldanan.
Li pey hev biryarên dîrokî da û ji xelkê Kurdistanê ra îlan kir.
Dev ji Kurdistanek sosyalîst, yekgirtî û serbixwe berda.
Serxwebûn, xwedî dewletbûyin ji bo kurdan qet ne baş e, got.
Federalîzm, otonomî tewş e, “dewlet jî bidin min, ez qebûl nakim!”, got.
Ez li hember dewleta unîter a Tirkiyê nînim, got.
Tu kesî qasî min Ataturk fam nekiriye. Hewceye ku kurd Ataturk fam bikin, nas bikin, ji wî ra rûmetek mezin nîşan bidin û di riya wî da bimeşin, got.
Jı dused salan zêtire ku kurd ji bo heq û daxwaziyên xwe yên xwezayî şer kirin.
“Serokê netewî” ew heq û daxwaziyên kurdan, hêdî hêdî tunekir.
M. Kemal û îdeolojiya kemalîzmê ji kurda re xweş û şîrin kir. Pîne kir, boyax kir, cîla kir û da destê kurdan.
Gelek, gelek, gelek kurdên “zane”, “baqil” û “serwext” yên ku îrade û namûsa xwe emanetî “serokê netewî” kiribûn, kemalîzma bi pîne, boyax û cîlakirî hembiz kirin û gotin:
-Me rastî dît, em guherîn û me xwe guherand!
Welhasil “serokê netewî” ji hemî heq û daxwaziyên kurdan dev berda. Lêbelê tenê li ser nuxteyekê israr kir.
“Rê li ber min vekin! Min muxatab bigirin!”, got û dubare kir.
Û bi hezaran û sed hezaran kurd, ji cotkaran heya abûqat û meyandîsan, mitehîd û duxtoran;
-”Rê li ber serokê netewî vekin! Serokê netewî muxatab bigirin!” gotin û dubare kirin.
Paşa Brodrej
2009/11/20
Leopoldê duduyan û artêşa tirkan!
Ji sala 1989an heya îror bi sedan zarokên kurdan hatin kuştin.
Navên wan, temenê wan, li ku derê û çawa hatine kuştin, di medîa kurdan da hatiye nivîsandin.
Herî dawiyê, di 28ê meha ilonê da Ceylan Ozkol li Licê hat kuştin.
Ceylan donzdeh salî bû, hinek çavkanî dibêjin ew 14 salî bû. Donzdeh yan jî çardeh herwiha Ceylan zarok bû.
Di mektebê da xwendevaneke jîr, di nav malê da piştgirê diya xwe bû.
Gava hewce bikira, şivanî jî dikir.
Wê rojê pezên malê dabû ber xwe û berê xwe dabû çolê.
Ji diya xwe ra gotibû, wexta ez vegeriyam, tu dikanî ji min ra meqarne çêbikî?
-Wey ez qurbana qîza xwe bibim, gotibû diya wê. Gava tu vegeriyay, ez ê ji delala xwe ra meqarnayê çêbikim.
Lêbelê delaliya wê venegeriya malê.
Artêşa dewleta Tirkiyê, bi roketekê yan jî li gor hinekan bi topa hewanê delaliya wê perçe perçe kir.
Diya wê, bi destê xwe perçeyên Ceylanê yên li ser dar û beran belav bûbûn, berhev kir.
Rojên pêşî ji dewleta Tirkiyê û artêşa wê deng derneket. Ji hikûmetê deng derneket. Ji bilî rojnameya Tarafê, ji sîyasetvan û media Tirkiyê deng derneket.
Ceylan bi teqînekê hatibû kuştin. Bi zanatî, xwînsarî û hovitî li Ceylanê nîşan girtibûn û pê li tetikê kiribûn.
Roket yan jî topa hewanê rê li xwe şaş nekiribû, rasterat rastî bedena Ceylanê hatibû.
Qasî saniyekê dinya li ber çavê Ceylanê rengareng bûbû, bedena wê ya ciwan, zirav û sivik firiyabû hewayê û di nav xwînê da daketibû jêr.
Di civata kurdan da dibe ku hinek dê û bav ji ber sedemên xizanî, nezanî û bindestiyê li zarokên xwe neheqî û xedarî dikin. Lêbelê bi tevayî kurd ji zarokên xwe hez dikin, li ser wan dilerizin û ji bo wan dimirin.
Navê Ceylanê bi kurdî Xezal e. Xezal xasekî ye, delalî ye, narînî ye.
Li gel kurdan, zarok xetasor e.
Di bedena Ceylanê da li netewa kurd nîşan hatibû girtin.
Bi derbekê ve xwestin agir bi dilê kurdan xin û biserketin.
Bi perçekirina Ceylanê ve dilê kurdan şewitandin.
Bi ihtîmala mezin yê pêl tetikê kiriye eskerê dewleta Tirkiyê ye.
Di navbera salên 1885an û 1908an da Kongo milkê şexsî ê qeralê Belçîkayê Leopold II bû.
Li gor fermana Leopold welatiyên Kongoyê koleyên wî yên şexsî bûn û mejbûr bûn ku her roj mixtarek qawiçix ji bo wî berhev bikin.
Yên wezîfa xwe nedianîn cîh yan jî kêm dianîn cîh, bi destjêkirinê û kuştinê dihatin ceza kirin.
Tiştên ku Leopold bi serê kongoyiyan dianî, bi sedsalane dewleta Tirkiyê a “modern” û mixabin kolonyalîst û artêşa wê ya ku kurdan wekî mirov nabîne û naxwaze bibîne, bi serê kurdan de tîne.
Rayedarên dewletê Kurdistanê weke milkê xwe dibînin.
“Yek welat, yek al û yek zimanî” li ser me wezîfe dikin.
Û gava em wezîfa xwe neanî cîh yan jî kêm anî cîh, serê gerîlayan û bêçiyên zarokan jê dikin, destê zarokan dişkînin û xezalan bi roketan perçe perçe dikin.
Yên ji bo Ceylanê digirîn, yên dilê xwe bi Ceylanê û zarokên kurdan dişewitînin, yên qala edalet, huqûq, aşitî û biratiyê dikin, bila berê her tiştî, daxwaziya paşda vekişandina artêşa tirk ji Kurdistanê, bîne zêmên.
Li tu derê dinyayê mirov bi qatilê xwe re di cihekî de ranaze.
Ne “realîstên” kurdan û ne jî demokratên tirkan, bila vê daxwaziyê ji kurdan nekin.
Paşa Brodrêj
15 10 09
Keynekî mi rê vato “şekerim”.
Ji gotina “bê çiyayayan hevalên kurdan tuneye” mirov dikane gelek înformasyonên girîng û fireh derîne.
A yekê; di Kurdîstanê da çiya hene.
Hevalên kurdan tuneye.
Li hember dijminan tu kes li wan pişt derneketiye.
Tu kesî heqê wan neparastiye.
Tu kesî dilê xwe bi wan neşewitandiye.
Bi serpêhatî û tecrubeyên xwe fam kirine ku çiyayên wan herî hevalên wan yên saxlem û mezbût in.
Çiyayên wan, di rojên teng da ew star kirine,ew parastine.
Ew ji kuştin û mirinê hemet kirine.
Gotina “bê çiyayan hevalên kurdan tuneye”, tenêmayî û bêxwedîbûyina kurdan jî îfade dike.
Tenêmayin û bêxwedîbûyin dibe sedem ku ew berê xwe ber bi çiyayan vedigerînin. Tarîxa kurdan ya bindestiya a ji sed salan zêtir, hîsiyatên tenêmayî û bêxwedîbûyinê li gel kurdan pirr û pirr bi hêz kiriye.
Ew hîsiyata dibe sedem ku kurd zû bi zû baweriya xwe bi xerîban naîne û berevacî zû bi zû baweriya xwe bi her kesî tînin. Ji ber ku; ji heval û hogiran ra îhtiyacekê wan ê mezin heye. Loma kurd her tim li heval û hogiran digerin û hesreta wan dikşînin. Hema kî li wan nêzîkayî bike û ji wan ra bibêje, ez hevalê we me, bes e.
Li Swêregê, di taxa me da malbatek hebû. Lawê wan, mal û milkên malbatê li pawyonên Rihayê û Edenê çarçûr dikir. Malbata wî li ser cila reş mabûn, her çi digotin û her çi dikirin fêde nedikir. Lêwik mîna xwe dikir. Şîretên nas û dostan jî li ser wî tesîr nedikir. Her kê ji wî ra çi digot, bersîva wî nediguherî:
“La şima fam nêkenê! Nêkenê! Keynekî mirê vato şekerim!”
Erê! Ji bo na ku keçikekê pawyonê ji wî ra gotibû “şekerim” wî mal û milkên malbata xwe tarûmar kir.
Kurdên başûr li başûr, kurdên bakur li bakur daxwaziyên xwezayî ( qedera xwe bi xwe taînkirin) yên kurdan li ber çavên me hemûyan eşkere eşkere difroşin.
DTP/PKK/ÎMRALÎ û gelek kurdên din yên bi rêxistin û bê rêxistin, bi hev ra tev kurdan belaş belaş difroşin. Tu daxwazekê wan ê sîyasî tuneye. Tenê daxwazekê wan heye. Ku keçik ji wan ra bibêje, “şekerim”.
Kurdên başûr dît ku Malikî ew siktir kirin, berê xwe ber bi keçika tirk vegerandin. Bi hemî kelecan û hesreta sed salan dixwazin keçika tirk ji wan ra bibêje, “şekerim”.
Û ji bona ku keçikê rojekê berê razî bikin, bi lez û bez, hem xwe û hem jî me difroşin.
Paşa Brodrej
Zilamê 158 cm.
Zilam ji bejna xwe qet ne razî bû. Ji qama xwe ya kin gelek eciz dibû û zehf li ber xwe diket. Bi hebûna Xwedê bawerî nedikir, lê cardin jî ji xwe ra digot; ger Xwedê hevde sentîmên din jî bejna min dirêj bikira, min ê hebûn û mezintiya wî qebûl û rojê pênc caran jî, jê ra nêmij bikira.
Pirsa qamê di mêjiyê wî da bûbû nuxteyeke navende û sabit. Her cara ku ji xwe ra pêlav dikirî, di xwûdanê da dima. Pêlavên jinan yên topixbilind di her dûkanê da peyda dibûn. De vêca ji bo mêran wisa nebû. Heya ku pêlavên topixbilind ji xwe ra peyda dikir, çavê wî sipî dibû.
Ji ber wê kêmasiya xwe, eslê xwe da ew kêmasî nebû, bês wî ji xwe ra weke kêmasî qebûl dikir, her êvar û her sibe diçû ber neynika avdestxana mala xwe û li bejna xwe temaşe dikir, difikirî û diponijî.
Wê sibê, piştî ku zarok çûbûn mektebê ew û xanim tenê li mal mabûn. Gava xanimê dest bi paqijkirina malê kiribû, wî jî bazdabû ber neynikê.
Li pêş neynikê sekinî û li xwe nihêrî. Tayekî reş di nav porê wî da nemabû. Serûçavê wî, mîna xortekî hîjdehsalî gewr û bê qurmîçik bû. Gava lı bejna xwe mizekır, awirek tal li ser wechê wî veda.
Neynika wan ê avdestxanê biçûk bû û li jorî lewaboyê bi dîwêr ve hatibû daliqandin. Ji bo ku bikanibe qama xwe di neynikê da temaşe bike, kursiya naylon a li kêleka lawaboyê kişand ber xwe û hêlkişiya ser wê.
Li ser kursiyê rabû ser pîyan û qasî bêhnekê temaşeyî bejna xwe kir. Zivirî ser piyê xwe yê çepê. Wexta li aliyê xwe yê çepê mêze kir, çepîtiya wî hat bîra wî. Gelo dirûvê wî çu qasî dişibîya Lenîn?
Ger gepên wî wisa têr û têje nebûna, navbera wî û Lenîn da tu ferqek nedima. Qama wî û Lenîn santîm bi santîm weke hev bû. Bejina Lenîn 158 cm bû û a wî jî.
158 cm ne xirab bû, lê 17 cm din dirêj biba dê baştir ba.
Çepîtî û soyalîstiya wî hat bîra wî. Her çu qas di wê demê da tiştek havil nekiribû jî, xwezî bi wê demê anî. Her tişt çuqas xweş û hêsa bû!
Di nav çend mehan da mirov dikanîbû ne partiyek, deh partiyan ji carê ve avabike.
Di wan salan da ji semînerekê bazdida yeke din. Dı semîneran da, bi fikir, dîtin û tespîtên xwe yên îdeolojîk û siyasî perdeyên li ber çavan radikir. Ji bo Kurdistaneke serbixwe û sosyalîst, rêk û pêkên ilmî, rast û realîst diafirand.
Heval û hogiran, nas û nenasan bi çavên superstar li wî dinêrin, qîmet û rûmeteke bêhempa nîşanî wî didan.
Ew teorisyen û hevalên wî yên şerkir jî, praktîsyen bûn, ew mejî yên din jî laş bûn. Mejî tunebe, laş ji çi ra dibe?
Loma hevalan, ew weke çavê xwe diparast û hemet dikir. Tu kesî nedixwest, ew beşdarî çalakiyên bi talûke bibe û tiştek bê serê wî.
Mixabin hinek hevalên wî hatin kuştin, lê tiştek nehat serê wî.
Piştî cûntaya 12ê Îlonê gava reviyan çûn Sûriyeyê, li wê derê jî hevalan ew xwedî kir û parast.
Piraniya hevalên wî ji erebên filîstîniyan ra bi perayan eskerî kirin û bi wan pereyan ew li Şamê têr û star kirin.
Hey gidî hey, çi rojên xweş û çi dewraneke bi tam û mane bû!
Li xuyana xwe a li neynikê nihêrî û jê pirsî.
- Ne wisa bû?
Xuyana wî a li neynikê jî, serê xwe li ba kir û got:
- Xwedê heq wisa bû!
Emrê te bûye 53. Çil salên te di nav tevgera kurd da derbas bûn. Piştî sî salî tu çûyî Kurdistanê. Bê çend kesan, kesî tu nasnekirî. Ma ev ji te ra rewaye?
Mirovekî mîna te zimanzan, bi aqil û aqildar, zû bi zû peyda nabe. Di her tilîyeke te da hunerek heye, her aliyê te bi ilîm û zanetiyê dagirtî, têr û têje ye.
Nuha xwe li ser milê rastê bizivirîne û temaşeyî xwe bike. Xusûsiyet û hêjayiyên te yên ku li wî aliyê veşartiye, kişif bike û bi karbîne.
Metirse! Xwe kişif bike û ji nû ve biafirîne!
Ji cahil û cihûlên kurdan ra nîşan bide ku li ser wî qama te ya 158 cm çi mejî, çi aqil heye!
Bibe av û biherike!
ilîmê xwe, dîtinên xwe weke rehma Xwedê li ser kurdên bêxwedî û reben bibarîne û wan derxe firehiyê û ronahiyê!
Hindik mabû ji ser kursiyê bikeve. Bi tirs û xof li xuyana xwe ya li neynikê mêze kir û mat ma. Ev çawa dibe? got. Bê min tu kes li vir tune ye. Xuyana ku li neynikê a min e. Gelo ev deng ji ku hat? Çawa hat?
Ev çi elamet e, çi ecêb e!
Gelo ma mimkun e ku mirov li pîyan xewn û xeyalan bîbîne, deng û gotinan guhdar bibihîse?
Pozê xwe givuşand, guhê xwe kişand, canê wî êşiya. Ji hundurê malê dengê geziya eleltrikê (tozmijok) dihat.
Bala xwe da ser neynikê û ji xuyana xwe ya li neynikê pirsî:
- Gelo te çi got?
Xuyana wî ya li neynikê, pirsa wî lê vegerand.
- Gelo te çi got?
Du carên din ji xuyana xwe ya li neynikê pirsî.
- Gava dinê te ji min ra çi got?
Xuyana wî lê vegerand:
- Gava dinê te ji min ra çi got?
Her çi kir, çawa kir, tiştê ecêb ê ku gava berê qewimîbû, dubare nebû. Neynik û xuyana wî ya li neynikê, gotin û tevgerên wî nuxte bi nuxte dubare dikirin.
Lêbelê gotinên ku ji neynikê der hatibûn, mîna delemeyekê di heşê wî da doş dibûn. “Aliyê xwe yê rastê di neynikê da temaşa bike.. xwe kişif bike.. bibe av û biherike..”
Bi bizdokî û şermokî xwe li ser kursiyê zivirand aliyê rastê û li neynikê mêze kir.
Ji aliyê rastê şikil û şemala wî hîn xweş û delal xuya dikir. Ji camêrekî navsere bêtir, dişibîya pêxemberan. Tîrêjên tavê yên ku ji camê paceyê digîhîştin hundur, li dora serê wî ronahiyek nûranî û mistîk diafirandin.
Di nav wê ronahiyê da awireke nerm, dilovan û pak li ser wechê wî diyar dikir. Şewq û çirûsên çavên wî, çi xusûsîyetên baş û hêja yên li gel wî hebûn eşkere dikirin. Sebir, metanet, tolerans, dirustî, sedeqet, bîrûbawerî, hevbeşî, hevwekî, demokratperwerî, aqildarî, ilîm, zanetî, lîberalî û hwd, tev wekî gulokeke pemboyê sipî li ser sûretê wî yê gewr û boz veniştibûn.
Gelo çi qas dişibî serokwezîrê Fransayê, Sarkozî!
Bi îhtimaleke mezin bejina wî jî 158 cm. bû. Bi ferqa ku Sarkozî nedixwest Tirkiye bibe endamê YE(Yekitiya Ewrûpayê) û wî jî dixwest ku rojek berê Tirkiye bibe endamê YE. Sûretên wan jî bi hev nedişibiyan. Derveyî van herdu nuxteyan ew û Sarkozî di warê sîyasî da digihîştin hev.
Herduyan jî bi YE û neolîberalîzmê bawerî dikirin. Li gor wan neolîberalîzma Milton Friedman a ku li YE û dinyayê hukum dikir, azadî û demokrasî jî li ser dinyayê direşand.
Hemî gelên dinyayê di nav wê azadî û demokrasiyê da bextewar dibûn.
Li ber neynikê devê wî vekirî mabû. Bi matmayî li bejina xwe mêze kir û dema xwe ya pêş û paş 12 Îlonê da berberî hev.
- Pêş 12ê Îlonê em çu qas cahil û nezan bûn, got. Ew çepitî û şoreşgeriya vik û vala, mala me şewitand lo! Ji ber wê yekê ez yek caran dibêjim, Xwedê hezar carî ji Kenan Evren razî be. Di saya wî da em li xwe hay bûn, me kêmasî û qusûrên xwe fam kirin. Herî baştirîn em ji wê sosyalîzma tiroviro xelasbûn.
Ji nû ve me xwe kişif kir, me hem xwe kişif kir hem jî demokrasî. Ev demokrasî çi tiştekî xweş e yaboo!
Hela ew lîberalîzma ku nuha li dinyayê belav dibe pir delal e! Lîberalîzm her diçe ku, demokrasî, azadî û aşitî û wekhevitiyê jî bi xwe ra dibe.
Ez van gotinan bîlasedem nabêjim. Bi tecrubeyên xwe dizanim ku wisa ye. Çend sal berê ez li vê welatê ji ber pirsekê adî ketim hefisxaneyê. Ya şeş yan jî heşt mehan, ez li wir razam.
Tu rojekê li min heqaretek çênebû! Hemî qerdiyanan, ne tenê li hember min, li hember hemî girtiyan bi hurmet tevdigerîyan. Her çu qas min û hefsiyên din hukum xwaribû jî, bi çavên mirovan li me dinêrîn û li gor wê bi me ra libat dikirin. Hefisxaneya me mîna qampa tatîlê bû. Ji xwe ev zikê min li wê derê ev qas qelaw bû.
Ma sîstema ku ji hefisiyên xwe ra bi vê awayî libat bike, ne cenet e?
Sosyalîzm! Ma sosyalîzm ne diktatorî ye? Ma qey Lenîn bi xwe jî nedigot, sosyalîzm diktatorîya proleteryayê ye!
Na birayê min, me bi salan xwe xapand! Bi xêra 12ê Îlonê û têkçûyina Sowyetê perdeyên ber çavê me rabûn û ji Xwedê ra şikur em têgîhiştin ku; sosyalîzm diktatorî û lîberalîzm jî azadî û demokrasî ye.
Ev sî sal heye ku ez di civateke demokratîk û lîberal da dijîm. Yek ji min bipirse; gelo ev cenet li ku derê ye, ez ê bibêjim, a ev welat cenet e.
Di vê cenetê da, min xwe kişif kir, min xwe perwerde û zane kir. Ez hînî gelek tiştan bûm. Gotin ne şerm be, ez bûm derya û herikîm.
Bi vê bejina xwe, min çi bi serxist û çi sernexist!
Zimanê kurdî min bi serxist, bi vî zimanî min nivisî, li ser navdarên kurd min lêkolîn çêkir, li ser tarîxa Kurdistanê min bêhejmar semîner dan.
Bila bejina min 17 cm dinê dirêj biba, wê gavê dê xelkê bidîyana lawê bavan çawa nin!
Pişta xwe da neynikê, cîh li xwe xweş kir ku bibîne ka dawiya wî, heşa ji we xwendevanan, qûna wî çawa xuya dike.
Di nav pantolan da dawiya wî tew belî nedibû. Ruyê wî keniya. Ev baş e, got. Eger dawiya min jî weke zikê min mezin xuya bikira, xêr di min da nedima.
Piçek bi şermezarî di ber xwe da mizmizî û got; di eslê xwe da ev dawiya min ne dawiya têkoşînê ye, ev dawiya ji qoltixên çermîn û nermîn ra layiq e!
Ev qas sal e, ez di nav van karan da me, me nikanîbû ji xwe ra qoltixek peyda bikira. Bi xêra serokatî û teorîsyeniyê min canê xwe xelas kir.
Eger ez wekî wan cahîl û cuhûlên praktisyenan bama, dê ez jî di nevalekê da bihatama kuştin yan jî di zîndanekê da, dê têrika min derxistana. Ji Xwedê ra şukur bi serokatî û aqildariya xwe, min xwe xelas kir.
Di vî welatê Ewrûpayê da jî, malpara min ez xelas kirim. Navê dukana min… efû bikin! Navê malpara min Kurdistan Netoticaret e, slogana malpara min jî ev e;”Bihêle bila bikirin, bihêle bila bifiroşin!” Sloganeke pir hêja ye, teqabulê lîberalîzmê dike.
Sermiyanê min ev e! Xêra vê malparê neba ez ê çemûçem biçuyama, serê min dê li ku derketa ser avê Xwedê zane.
Yabo ez jî xweş dixetibim ha! Welehî ezîm min malpara xwe kir CNNa kurdan!
Ji sibe heya êvarê vir da wir da baz didim, ji xelkê reca û minet dikim ku ji min ra bibin piştgir û alîkarî bikin.
Rojê carekê nebe jî, hefteyê carekê ez cîh didim nivîsareke kurdên başûr yan jî bi yekî ra hevpeyvînek çêdikim. Camir bûne dewlet û xwedî qudret. Divê ez malpara xwe da cîh û granî bidim wan. Ne wisa ye?
Axir çend caran wan ez dawetî festiwal mestiwalan jî kirim. Heya carekê cenabê serokvezîr Neçîrwan heppeyvînek jî da malpara min. Pismamê min rojnamegerekî çak e. Li ser navê malpara min bi Nêçîrvan ra hevpeyvînek têr û tije çêkir.
Ew hevpeyvîn, bi taybetî ji bo pêşerojên min û malpara min bû reqlameke baş.
Ji ber wê yekê ye ku ez gendelî û gemariya wan zêde tevnadim.
Ez çawa bikim? Ev dinya, dinyaya alvêrê ye. Ez tiştek didim wan, ew tiştek didin min. Ez memnûn ew memnûn.
- Ma gelo ev şelafî ye?
- Karên wisa li hemî dinyayê bi vê awayê nabin?
- Ma çima ji xelkê ra helal û ji min ra heram e?
- Dinya çawa dike, ez jî wisa dikim heyran!
Kî çi dibêje bila bibêje, divê ez ji van kulîmekên xwe ra qoltixeke xweşik û nermik peyda bikim.
Vê havînê ez çûm Kurdistanê. Zarokên do yên hîna nikanin du qisa bînin ber hev, bûne xwediyê dezge û dolaban. Hinek fîliman çêdikin û difroşin, hinek li ser qoltixan rûniştine, bi şano mano û çand ve mijûl dibin û bi ser da jî meaşên xwe digirin.
Di warê dîrokê da ez osta me, di warê ziman da cardin wisa. Ez mirovekî lêkolîner û pispor im. Têkiliyên min bi her babet mirov, bi her babet kom û komelên Kurdistanê ve heye. Ev çil sal in min porê xwe di xebata kurdî da sipî kir. Sibe yan jî dusibe ez ê bimirim.
Yekî mîna min divîya nuha, di ciyekê da profesorî, pisporî bikira, yan jî biba mudûrek.
Li neynikê mêze kir û ji xuyana xwe ya li neynikê pirsî.
- Gelo tu çi dibêjî? Ez ji ciyekê hîn bilindtir ra layiq im an na?
- Bêguman bêguman! Ji te ra meqemaqe, dezgeheke çêtirîn hewce ye!
Di ciyê xwe da tevizî. Ev bersîva rasterast ji xuyana wî ya li neynikê hatibû. Êdî gumana wî a der heqê çavkaniya wan gotinan bîskî berê da, ji holê rabû. Xwe bi xwe got, Xwedê heq, ev neynika bi keramet e!
Ma tiştê bêkeramet dikane ji ber xwe bersîvan bide mirovan!
Ji nişkê ve deriyê avdestxanê lêket.
- Mêro mêro! Derî veke!
- Xêr e xanim, tu çi dixwazî?
- Kuro zû bazde were! Ji Enqereyê têlefon dikin!
Gava navê Enqereyê bi ber guhê wî ket, gurpîn û kelecaneke wisa li dilê wî rabû ku, laşê wî mîna hêlkanê çû û hat. Di nav wê teşa û ecelê da carekê din li xuyana xwe ya li neynikê nihêrî.
Xuyana wî ya li neynikê got:
- Bazde biçe, roj roja te ye!
Bi ken ji ser kursiyê çendî jêr kir û beziya ser têlefonê
Paşa Brodrêj
24.09.2009
Pêşî hurmet!
Di dîroka kurdan da, Hefsxaneya numre 5 a Diyarbekirê cîhekê girîng û taybet digire.
Di wê hefsxaneyê da, di şexsê girtiyên wê hefsxaneyê da; dewleta Tirkiyê xwest, bi mêjîşuştinê ve “kurdara azadî” ji mêjiyên kurdan paqij bike.
Mêjîşuştin, bi xwîndarî û sîstematîk hat meşandin.
Eşkenceyên fîzîkî û derûnî, li paş dîwaran li ser girtiyan û li pêş dîwaran li ser zîyaretçiyan, bêwestan hat bikaranîn.
Zarokên kurdan li ber çavê kurdan qetil û eşkence kirin.
Li hundur girtî, li derve, ziyaretçiyên wan giriyan û qiriyan.
Dengê wan neçû kesî. Dengê wan li wan vegeriya.
Medîa Tirkiyê ji wê hovitîyê ra çepik lêxist û teşwîq kir.
Aboqat, unîwersite, huqûqçî, ronakbîr û karkerên Tirkiyê û sendîkayên wan, ji bo zarokên xwe giriyan û ji bo zarokên xwe ketin nav hewldanan. Ji bo kurdan kesekî bêçiya xwe neleqand.
Bê çend îstisnayan, axa, beg, neviyên şêx û paşa yên kurdan jî deng ji xwe dernexistin.
Ez jî li hefsxana numre 5 a Diyarbekirê raketim. Xortaniya min li wê derê tarûmar kirin, pêşerojên min li wê derê serûbin kirin.
Bêhejmar heval û nasên min li wê derê hatin kuştin.
Ji bo azadiya miletê kurd, mirovên herî xasek li wê derê canê xwe feda kirin.
Biratiya mîna şîr û şeker, hevaltî û hevwelatiya herî pak, herî xweş li paş wan dîwaran derket pêşiyê.
Bûyerên ku li wê derê qewimîn, di dilê me da bîrînên kûr û bêderman vekirin.
Dilê dê û bavan bi kul û derdan hat dagirtin, hinekên wan ji qehiran behîcîn û mirin. Azadiya zarokên xwe dîtin, ji wan ra qismet nebû.
Di nav wê cehenemê da, cesaret, mêranî, sedeqet û bîr û bawerîya kurdperweran hat ceribandin.
Hêjayiyên azadîxwazan hatin ceribandin û biserketin.
Hukumet û dewleta Tirkiyê a ku dixwaze bi “vebûna kurdî”, kurdan bike birayê xwe, divê berê her tiştî ji tarîxa birayê xwe ra hurmet nîşan bide.
Hefsxaneya numre 5 a Diyarbekirê, dîroka me ye, perçeyek, hêjayiyek ji jiyana me ye.
Hilweşandina wê, li hember dîroka me hewldanek nîjadperest û kolonyalîst e.
Pirsa kurd, pirsekî tarîxî, civakî û siyasî ye.
Çareseriyên pirsa kurdî, divê berê her tiştî li ser dîrokê bê avakirin. Û Hefsxaneya numre 5 a Diyarbekirê perçeyek ji wê dîrokê ye.
Paşa Brodrej
“Vebûna kurdî”
Vebûna kurdî gavekê girîng e.
“Vebûna kurdî” a ku ixtidarê daye ber xwe rojeva sîyasetê ji kok ve guherand. Niqaşek fireh, him li Tirkiyê û him jî li Kurdîstanê roj bi roj fireh dibe. Ev niqaşa ji bo her kesî baş û hewceye. Di civatek normal da, di atmosferek demokratîk da, mirov her babet pirsên xwe bi axiftin, niqaş û lihevhatinan çareser dike.
Dewleta kemalîst a Tirkiyeyê, heya îroroj mecal û derfet neda kurdan ku qisebikin, derdên xwe bibêjin û li mafên xwe bigerin. Hewldanên kurdan yên ji bo axiftin û niqaşan, bi têfêngan, zîndanan, kuştin û eşkenceyan ve hat rawestandin.
Gelê tirk bi dijminatiya kurdan, pîj û perwerde kirin. Dewlet, artêş, sîyasetvanan, medîa, unîwersiteyan, hebûna xwe û karûbarên xwe li ser vê dijminatiyê avakirin û birêvebirin. Dewleta Tirkiyê topyekûn li hember kurdan şerkirin. Mafxwestina kurdan bi tundî û bêwîjdan hat pelaxtin û perçiqandin.
Li gor polîtika fermî a dewleta kemalîstan, bi salan hebûna kurdan hat înkarkirin.Ji profersorên unîwerstiyan heya goşenivîskarên rojnamevanan, piraniyan ronakbîrên(bi navek diha rastî xwendeyên tirkan) tirkan, ji bo ku tunebûna kurdan îspat bikin, bêhejmar kitab nivîsandin, bêhejmar lêkolînên “îlmî” çêkirin û bu hezaran meqele li dû hev rêzkirin. Lêbelê kurdan, bi xwîn û jiyana xwe ve hebûna netewa kurd îspatkirin û parastin.
Gava xwendeyên tirkan dît ku sefseteya politîka fermî a “kurd tune” têk çû, îcar bi politika fermî ra tev, kurd bi “cudaxwaziyê” sûcdar kirin. Dewleta kemalîst û haceta wê ya şidetê artêşa tirk, gava “cudaxwaz” li vir û li wir qetilkir, li vir û li wir ew ji eşkenceyan derbas kirin, xwendeyên tirkan jî di warê fikir û ramanan da hewcedariyên vê politikayê anîn cîh. Seranserê Kurdîstanê bû gola xwînê. Di vê gola xwînê da her mal û malbatek tiştekî xwe windakirin. Hinek ji malê xwe bûn, ji xanî û karên xwe bûn, ji gundê xwe bûn û ji zarokên xwe bûn. Pênûsvanên bi meaş û “azad” yên tirk, piştgiriya vê têkoşîna politika a fermî kirin û çepik lêxistin. Li dijî “terorîzmê” bi dil û can li gel dewleta xwe rêzgirtin.
Îroroj, sefseta “terorîzma cudaxwaz” jî têkçûye. Kurdan, kefena terorîzmê a ku li wan hatibû pêçandin, di hilbijartinên herêmî da bi rayên xwe çîrandin. Piştî hilbijartinên heremî, mixalefeta kurd bi heybet û ezemeta xwe xofekî gran xist dilê herkesî. Ne tenê xwendeyên tirk, xwende û sîyasetvanên kurd jî tirsiyan. Rojekê pey hilbijartinê Ahmet Tirk ji rojnemavanan ra got;”em ê siyaseta nasnameyî nekin”.
Xwendeyên tirk yên namûsa xwe li gel li Misak-i Millî îpotek kirine, bi vê xofê çiv dan xwe. Îcar dixwazin kurdan bi mafên mirovî û demokratîk razî bikin û bi vî awayî emrê Misak-i Millî dirêj bikin. Kurdan wekî milet nabînin û naxwazin bibînin. Hevî dikin û dixwazin ku kurd qîma xwe bi mafên mirovî bînin û li wir rawestin. Dixwazin kurdan îkna bikin ku çekdanîna gerilayan dê ji bo her kesî baş bibe. Ji aliyê din, li ser pirsa cerdevanan dengê xwe dernaxin, artêşa Tirkiyê a ku sibe êvar li erdê û ezmanê Kurdîstanê agir dibarîne, li hember mirovan û xwezeyiya Kurdîstanê çalakiyên jenosîdî pêktîne, naxin rojevê, lêpirsîn nakin, daxwaziya lêdawîanîna êrêşên artêşa tirk nakin. Ji dewleta xwe ya ku seranserê Kurdîstanê bi qereqol, cendirme, mît, jîtem û artêşe ve dagirtî û dorpêç kiriye, napirsin, naxwazin û newêrin bipirsin ku; gelo li ser erdên ku yê me nîne hûn çidikin? Hûn ji bo çi paşde venakişin? Hûn ji kurdan çi dixwazin?
Wekî hevwelatiyên dewletek serbixwe, hemî nîmet û îmtiyazan ji xwe ra rewa dibînin û ji me ra jî mafên mirovî û maqûl pêşneyar dikin, li me şîreta dikin ku em bi daxwaziyên “tûj” û “tal” dernekevin meydanê.
Bi vî awayî tevgerkirina wan da sedemek gîrîng kurd bi xwe ne. Di warê mafên xwe yên netewî da tewrekê mezbût, zelal û bi îstiqrar nîşan nadin. Bi salan berê gava Evdilah Ocalan got;”em ji bo serxwebûna Kurdîstanê şerdikin”, kurdan ji ber vê maf û hesreta xwe yên sedsalan hebûna xwe ya herî xweşik, zarokên xwe şandin ser çiyayan. Bi sedan, bi hezaran keç û lawikên kurdan li çol û baniyan hatin kuştin. Xelkê, ji piştgiriya gerilayan û xwedîlêderkitina şehîdan dev bernedan.
Bobelata ku li serê tevgera kurd hatibû, bi girtina Evdilah Ocalan ve derket holê. Evdilah Ocalanê ku serok û şoreşgerên tevgera kurd bi xwînsarî dabû kuştin û cenabê xwe li ser kurdan ferz kiribû, ji bo canê xwe tirsiya û lerziya.
Girtina Evdilah, girîngiya meziyetên serokatiyê, bi her awayî li ber çavê kurdan raxist. Ne bese ku serokek, tenê aqildar û zane be, di eynî demê da divê cesaret û mêraniya wî jî hebe. Ji ber tûnebûna wan meziyatan, ji roja pêgirtina xwe, Evdilah xelaskirina jiyana xwe kir stratejiye tevgera kurd. Mixalefeta kurd ji bo jiyana wî rabûn û ji bo jiyana wî giriyan. Evdilahê ku digot “min di heftsaliya xwe da li hember neheqiyan dest bi berxwedanê kir”, ji carekê ve azadiya kurdan da aliyekî û ewlakariya xwe xist navenda rojeva mixalefeta kurd. “Ji min ra dewlet jî bidin ez qebûl nakim” digot. Tewrê Evdilah hêvî û şewqa dewlata kemalîst a ku dixwaze bindestiya kurdan bidomîne, zêde kir. Xwendeyên Tirkiyê yên îmtiyazên dewletbûyinê tenê ji xwe ra layiq dibînin, cesaret girtin. Bi “aşitî” û “biratiya gelan” derketin meydanan û gotinên Murat Qarayilan;”pêşneyazên çareserkirinê di nav sînorên dewleta uniter da” derxistin ser manşetan.
Xwendeyên kurd yên ku di her demê da bi dewleta Tirkiyê ra têkiliyên xwe diparêzin, yên ku demê “misaît” da weke kufkarikan ji binê erdê derdikevin, (ku daxwaziyên wan ji Evdilah zêtir nîne), piraniya wan bê îstikrar in, bi wan bawerî nabe, her tim dualî tevdigerin û dilîzin. Her tim dixwazin tirk û kurd maqûl û sakîn bibin. Gelekên wan heya Bekayê çûn û li ber Evdilah dest girêdan û secde kirin. Hinekên wan jî heya Xelfetiyê bazdan û dest maçkirin. Evqas bêşexsiyetî û bêqerekterî nîşan dan ku ne mimkune kurd ji wan hêvî bikin ku ew li ser mafên wan israr bikin. Evan hem li ser dewleta Tirkiyê û hem jî li ser xwendeyên tirkan telkînan dikin. Di eslê xwe da “kurd tiştek zêde naxwazin” dibêjin, ji Ahmet û Mehmet beyên tirkan ra telkînên wisa dikin. Û xwendeyên tirk jî bi kêfxweşî wan aqilmendên kurdan îlan dikin.
Guhertinên civakî, ekonomîk û sîyasî ji ber sedemên cuda bi cuda pêktên. Katastrofek xwezayî yan jî bombeya atomî jî dikane bibin sedemên guhertinan.
Di warê civakî da; bi tevayî yên dibin sedemên guhertinan mirov in. Ji mirovan ra nan û av, yanê debare hewceye, zarûriye. Mirov ji bo debara xwe tevdigere, yanê ji bo domandina jiyana xwe dikeve nav hewldanan. Hewldanên mirovan dibin sedemên hinek encaman ku ew encamana jî di eynî demê da dibin sedemên guhertinan.
Ne tenê debare, ji mirovan ra azadî jî hewceye. Di nav ewlekariyê da jiyana xwe bê tirs û xof domandin heqekê xwezayî û mirovî ye. Yên ku ev heqa ji dest hatiye girtin, dê rojekê ji bo azadiya xwe tevbide.
Bi peymana Lozanê, Kurdistan bi şiklek qethî ji destê kurdan derket. A ku ji destê kurdan çû ne tenê welat bû, azadiya wan jî ji holê rabû.
Ev guhertina li ser azadî û welatê kurdan pêk hat. Encama guhertinê bû bindestiya kurdan û Kurdistanê. Bindestî bû sedema serhildanên kurdan.
Ji ber vê yekêye ku kurd azadî dixwazin.
Di salên 1970an da gava Bulent Ecevit di mitîng û civînan da got, “halklarin kardeşligi”, kurdan got “kurdara azadî.
Ma kurd li hember biratiya gelan bû?
Na, kurdan tu caran dijminatiya gelan nekir.
Lêbelê kurd û kerên kor jî dizanin ku, biratiya serdestan û bindestan çênabe. Kole bi kole ra, serdest bi serdest ra dikanin bibin birayin hev, lêbelê biratiya serdestan û bindestan qet çênabe. Mirov nikane daxwaziya biratî û aşitiyê li bindestiyan bike. Û herî girîng mirov nikane ji bindestan ra bibêje;dev ji azadiyê berde!
Niqaşkirin, prosesekê demokrasiyê ye, “vebûna kurdî” rê li ber vê prosesê vekiriye. Kurd, ji azadiyê çi fam dikin, çawa fam dikin, divê bibêjin û bînin zêmên. Kibarî, maqûlbûyin, demokrat û aştîxwazperwerî ji mafên xwe yên netewî devberdan nîne.
Ji bo pirsa kurd çareseriyekê adîl peydakirin ne tenê ji bo kurdan dê ji bo tirkan jî baş be. Ne tenê em, ew ê jî azad û bextewar bibin.
Paşa Brodrej
Hêdî hêdî!
Tu ji bo çi naxwazî kurd qedera xwe tayin bikin?
-Bi qeneata min; qedera xwe tayinkirin, yan jî li pê xeyala Kurdîstanek serbixwe meşandin, bê xwîn û mirinê tiştek din naîne. Şerê çekdarî yê sî salan, zilma dewletê û cerdevanan, qetliamên jîtemê, valakirin û şewitandina gundan, koçberî û xizanî hal di xelkê da nehîştiye. Ji kurdan ra aşitî û aramî hewceye, divê bêhna xwe bigirin û heşê xwe berhevî serê xwe bikin. Di nav sinorên Misak-i Millî da jiyanek azad û demokratîk ji bo kurdan herî çêtir e.
-Yanê tu dixwazî kurd ji Tirkiyê ra entegre bibin?
-Ev çi pirse? Hele carekê li dora xwe binêre! Ji Mêrsînê pêbigire heya Trakyayê her der bûye kurd. Kurd û tirk bi hev ra dizewicin, bi hev ra kar dikin û bi hev ra dijîn. Yanê gotina min ew e ku kurd zatî entegre bûne. Binêre, ev taxa ku ez li rûdinim ciyê dewlemenda ye. Bê du cîranên min hemî kurd in. Di nav wan da mitehît, tucar, abûqat û profesor hene. Nuha ew vegerin Kurdîstanê dê çê bikin?
-Başe! Kurdên ku li Kurdîstanê dijîn dê çawa bikin?
-Bila dev ji şer berdin û li kar û barê xwe mizebikin.
-Kurd dixwazin di welatê xwe da bi azadî û serbilindî bijîn. Ger Tirkiyê artêşa xwe ji welatê kurdan vekişîne, pirsa kurd çareser dibe, şermer namîne, kî ji bo kêfê şer dike?
-Ev ne tiştê bûyinê ye kekê min! Daxwaziyên wisa pirr radîqal e. Roja ku em tiştê wisa bibêjin, heval û dostên me yên tirk dê ji me dûrbikevin.
-Ma qey heval û dostên me yên tirk naxwazin em kurd azad bibin?
-Belê belê! Ew dixwazin kurd azad bibin, lêbelê ne bi vê awayî.
-Bi kîjan awayî ew dixwazin em azad bibin?
-Wekî min di sêrî da gotibû, di nav sinorên dewleta unîter da kurd dikanin bigîhijin azadî û ewlekariyê.
-Ê başe! Di nav wan sînoran da dê çi heqê kurdan hebe?
-Divê nasnama kurdan bê naskirin û di qanûnaesasî da cîh bigre. Vaye TRT6 vebûye, dê li hinek unîwersîteyan beşa kurdî jî vebe. Ji xeynî van, xwendevanên ku bixwazin dê bikanibin zimanê kurdî hilbijirin û hîn bibin.
-Li Kurdîstanê, zimanê kurdî dê bibe zimanê fermî?
-Nuha belî nîne.
-Li Kurdîstanê, zimanê kurdî dê bibe zimanê perwerdebûyinê?
-Ew jî ne belîye. Divê em ji bo wan bixebitin.
-Gava yek ji kurdan bibêje ez ê mafên te yên demokratîk û etnîkî nasbikim, ez bawer nakim ku kurd bibêjin, na em tiştek wisa naxwazin. Ev dewleta Tirkiyê her çi mafê kurdan nasbike û ev mixalefeta kurdan a ku DTP ji ra rêberî dike, her çi mafê kurdan bi dest bixwe, kurdên li wan mafan xwedî derkevin û wan biparêzin. Nuha, a ku ez meraq dikim ev e; gava kurd gîhîştin hinek heqên xwe yên demokratîk û etnîkî, êdî bila qala mafên xwe yên netewî bikin an nekin?
-Ez wekî mirovekî kurd bi entegrasyonê bawer dikim û entegrasyonê dixwazim. Lêbelê sibe kurd bibêjin, em dixwazin qedera xwe bi xwe tayin bikin, ez ê li hember wê daxwaziya wan ranebim.
-Tu zanî ev gotina te çi anî bîra min? Bi salan berê em carbicar bi kominîstên tirkan ra diketin niqaşan. Wan jî digot, em baweriya xwe bi têkoşîna proleteryayê Tirkiyeyê tînin û ji bo îxtidara proleteryayê dixebitin. Lêbelê gava kurd bixwazin qedera xwe bi xwe tayin bikin, em ê astengiyan dernexin. Salan şûnda, piraniya wan kominîstan bûn kemalîst, nîjadperst û li dijî kurdan sekinîn.
-Nuha te nok û nîsk li nav hev xist! Ma ez ê çawa bibim kemalîst, ez ê çawa bibim nîjadperst!
-Te ji pirsa min a mafên netewa kurd ra bersîvek neda!
-Tu ji min bipirsî, mileta kurd nikane rojê carê şerekî azadîyê organîze bike. Va sî salên dengê çekan ranewestiya. Ne me zora tirkan bir û ne jî ew dikanin zora me bibin. Wext wexta aşitiyê ye, divê çek bêdanîn.
-Erê wele! Bila herdu alî jî çekên xwe daînin. Bila cerdevan bêne belavkirin û artêşa Tirkiyê ji Kurdîstanê derkeve û gerîla jî ji serê çiyê vegere mala xwe.
-Car ev nebû! Ev gotina te pirr û pirr tûj e.
-Ma qey Kurdîstan nehatiye dagirtin? Artêşa tirk ne dagirker e?
-Belê belê, ew dagirkere! Lê hewceye ku em realiteyên xwe ji bîr nekin.
-Yanê tu dibêjî, bila bindestiya Kurdîstanê dom bike?
-Na! Ez wisa nabêjim. Lazime ku em realîst bin, şert û mercên xwe û yên dinyayê bizanibin. Hêdî hêdî, gav bi gav em bimeşin. Xebata me ya bi salan îroroj fêkiyan dide. Em piçek li xwe rawestin û fêkiyên vê dara xweşik tam bikin.
-Wele ev gotina te xweşe! Ka hele ji min ra bibêje, em çawa wan fêkiyên xebata xwe berhev bikin û bixwin?
-Hay û baye te ji dinyayê tuneye! Rabe biçe Stenbolê û ji xwe ra şîrketek fîlman çêbike. Bi wasita wî şîrketê tu dikanî program û dukomenteran çêbikî û bifroşî TRT6. Tu dikanî weşanxaneyekê kurdî avabikî û kitabên kurdî çap bikî.
-Ez ê bi çi sermayeyê kitaban çap bikim?
-Sermeya filan ne lazime. Nivîskarên kitaban bi piyên xwe tên ber destê te û ji bêrîka xwe pere didin ku tu kitabên wan çap bikî. Bi vê awayî hem navûdengê te çêdibe û hem jî tu dibî xwedî pere. Yan jî tu dikanî malperekê kurdî çêbikî û di malpara xwe da piçek pesn û paya hukumeta Kurdîstana başûr, DTP, PKK yan jî Evdilah Ocalan bidî bese. Gava tu wisa tevger bikî, rasterast pere nedin te jî, li ber te gelek rê û derî vedibin. Îhale, proje, monîka û tiştên wisa…
Hukumeta Kurdîstana başûr pirr caran xwediyên malparên wisa, dawetî festîwalan dikin, ji wan ra hinek tirşik didin xwarin û hinek hevpeyvînan bi wan ra çêdikin.
Herwiha tevgera kurd nuha gihîştiye merhelayek wisa ku li pêş me bêhejmar îmkan û fersend peydabûne. Divê em ji bo xebatên xwe yên rojênpêşîn wan îmkan û fersenda bikar bînin. Li pê xewn û xeyalên nerealîst bazdayin, bê fêde ye.
-Bêguman mirovên wekî mîna min û te; gava bixwazin, gava ji şexsiyet û prensîbên xwe tawîz bidin dê bikanibin hinek fêkiyan tam bikin. Li Diyerbekirê û li her bajarê Kurdîstanê bi hezaran zarokên xizan û birçî hene. Cardin li Diyarbekirê keç û lawêkên bêxwedî û bixwedî ji ber xizantiyê canê xwe difroşin, çop berhev dikin û parsê dikin. Gundiyên ku ji gundê xwe bûne, ji malê xwe bûne, li metropolên Tirkiyê pêrpêrîşan in. Gundiyên ku li gundê xwe mane ya cerdewanên yan jî di bin zilm û zorbetiya cerdewanan da nikanin bêhna xwe bigrin. Bi hezaran keç û lawikên kurdan yên unîwersîte xelaskirine, ya betal in yan jî li cem abûqatekî, li yazixanekî çaycîtî dikin û di înşeatan da emeletî dikin. Emê wan çawa bikin? Ew fêkiyên ku tu behs dikî, dê çawan bigîhîje wan?
Keç û lawikên ku ji bo Kurdîstanek azad çûne serê çiyê û bi salane li wir şerdikin û tên kuştin, fêkiyên ku ji para wan ra dikeve li ku ye? Yên di hefsxanan da eşkence dibînin û dirizin dê çawa bibin? Fêkiyan li aliyekî berde! Tu yê bikanibî ciwantiya wan, jiyana wan li wan vegerînî?
-Hêdî hêdî! Ew ê jî çareser bibin. Zatî yên ji gundê xwe bûne, tazmînat digirin û vedigerin gundê xwe. Ev karana di rojekê da nabe! Hêdî hêdî û bêhna fireh em ê meseleyên xwe çareser bikin.
-Yanê bila kurd ji Tirkiyê ra entegre bibin?
-Belê, ez bi entegrasyonê bawerîya xwe tînim.
-Û tu dixwazî ez jî baweriya xwe bi entegrasyonu bînim?
-Çêtirîn ew e.
-Ma te xwe belût kiriye ne bese?
Pasa Brodrej
Çoplixa diya min
Diyarbekir germ e, xwûdan e, bêhn e. Bêhna kebabê ji aşxaneyan, bêhna çopan a kuçe û kolanan, dixana kamyon û erebeyan, xwûdana laş û lingan bi hev ra tev li ser bajêr û li nav bajêr hukma xwe diajon.
Diyarbekir deng e. Dengê eskeran, polisan, fêkî, sewzî û her babet tiştfiroşan, dengê ezanê, girî û qîrîna zarokan, tûtika erebeyan, sîrena ambûlansan, def û zurneyên dawetan, sloganên meş û mitîngan û dengê teyareyên arteşa dewleta tirk. Teyareyên ku her roja xwedê bi sedan bombeyan ji balafirxana Diyarbekirê bardikin û li ser kurdan û Kurdîstanê valadikin.
Di destpêkê da min ew têkilatîya wan fam nekir. Ji dûr ve û ji der ve min xwest ku pêwendiya di navbera diya xwe û çoplixa da şîrove bikim û têbigîhîjim ku ka ev çi meseleye. Mixabin ez negîhîştim encamekê. Ruhîyet, naverok û kûraniya wê têkilatîyê min fam nekir. Lêbelê diya min, bi sebir, aqildarî û bêhnfirehbûna xwe mesele ji min ra da fam kirin. Pêwendiyeka çawa di navbera wê û çoplixa a li ser trafoyê da çêbûye, li ber çavê min eşkere û zelal kir.
Çend roj berê diya min xwarin çêkir û danî ser maseya mitpaxê, min berê xwe ber bi trafoyê kir û li ber maseyê rûniştim. Diya min bi kîbarî û zimanekê dîplomatîk, cîhê min guherand.
Min mizekir nabe, min ciyê xwe guherand û pişta xwe da ber bi çoplixa li ser trafoyê. Gava diya min berê xwe da ber bi trafoyê çavê wê çirûsîn.
Ez diaxifim û diya min jî guhdarî dike. Gava min behsa hinek tiştan kir, bêyî “erê, imm, heyra heyra, wax wax û hwd.” gotinek din ji devê wê derneket. Li nav çavê min jî mize nekir û nekeniya. Ez ketim gumanê.
>>Madam wisaye, madem ku lawê min zane tenêbûyin çi ye, qasî ku zimanê min digere, ez ê ji lawê xwe ra bibêjim. Tenêbûyin zehmete, zore, tenêbûyin di nav dengan da bêdengiye, xwarina bê xwê ye, dixwî naxwî tam nade devê te.
Ez û diya xwe ji ber masa xwarinê radibin û diçin balkonê. Diya min tiştên ku liser trafoyê kom bûne yekoyek bi bêçiya xwe nîşanî min dide.
Girî li qirika diya min dipiçike, xemgîneyek gran li serçavê wê vedide. Bi paş de em vegerîn mitpaxê.
Diya min bi gotinên xwe yên feylesofî ez xweş îkna kirim ku jiyan û tişt piralî ye. Çênabe ku mirov tenê ji yek aliyê li tiştan binêre. Divê mirov hewl bide xwe ku her tiştê ji gelek aliyan bibîne, binirxîne û fam bike. Piştî ku diya min ev sirê xwe ji min ra eşkere kir û ez kirim sirdaşê xwe, êdî em ji mitpaxê dûrneketin.
Her cara ku em li mitpaxê yan jî li balkonê rûdinin, çavê me bê çoplixa a liser trafoyê tiştekê din nabîne. Bi seatan em li hember çoplixê rûdinin û diponijin. Her cara ku em li çoplixê dinêrin, tiştên ku berê me qet ferq nekiribû û nedîtibû, kişf dikin. Her cara ku em tiştek nû liser trafoyê dibînin, dinya dibe a me, ji kêfan em bi ezmanan dikevin, dilşadiyeke bêemsal li dilê me radibe. Em hezar carî ji cîranên apartmanê û belediya Kayapinarê ra dua dikin. Xwedê û pêxember ji we cîranan razî be ku hûn çopa xwe diavêjin ser trafoyê û cardin xwedê û pêxember ji belediya Kayapinarê razî be ku wê çoplixa a liser trafoyê diparêzin. Xwedê cîyê we cenet bike, rehma xwe liser we kêm neke, amîn!
Berê vê çend rojan şîna lawikekî ku cîranê diya min bû, çêbû. Lawik gerîla bû û termê wî li çolê hatibû dîtin. Li paş apartmana ku diya min lê dimîne, belediyê du çadirên mezin vekirin, kuçe û kolanên dora çadiran paqij kirin, şuştin û sandelye û mase li bin wan rêzkirin. Sê roj sê şev mîvan hatin û çûn. Sê roj û sê şev slogana “şehîd namirin” deng veda, mewlid û fatîhe hatin xwendin. Sê roj û sê şev diya min li çoplixa ser trafoyê mizekir û guneyê xwe bi lawikê cîranê xwe anî. “Lawikî xasek bû, di zarokatiya xwe da, bi hevalên xwe ra li ber siya trafoyê dilîstin. Dibe ku ew şekala naylon a kevn, yan jî ew demançeya naylon a liser trafoyê ê wî bû. Ez çizanim! Xwezî nehata kuştin, xwezî cardin bihata ber trafoyê, cardin bi hevalên xwe ra bilîsta û çopên xwe biavêtana ser trafoyê.”
>>Na lawê min! Dinya jî rabe ez naxwazim ev çoplixa min ji ber çavê min winda bibe. Ez hêvî dikim, ez ji cîranan û belediya Kayapinarê reca dikim ku ew vê çoplixa min ranekin. Ji diya xwe ra erzuhalek binivisîne. Bibêje ku diya min ji belediya Kayapinarê, ji cîranan reca dike û li ber wan digere ku ew dest bidin destê hev, bi hevkarî, alîkarî û biratî çoplixa li ser trafoyê zêde bikin. Ev trafoya piçek diha mezin û fireh bikirana wê diha xweş biba.
Her kî tê mala min, her kî li mitpaxa min rûdine, her çavê kê li çoplixa a ser trafoyê dikeve, heş li serê wan namîne. Li hember dîmena mitpax û balkona min serxweş û sergêj dibin. Bi seatan rûdinin û ranabin. De ez jî pîr im, bê teqet im, seatekê carê halê ku ez jiwan ra çay û qehwe çêbikim tuneye. Tu bibêje hema ez bi darêzorê wan ji mal derdikim.
Ez heyrana lawê xwe bim, xweş binivîsîne! Ezîzê birayê Osman Baydemir bi salan di apartmana me da ma. Ezîz çû hecê jî. Ger wê wextê min ji Hec Ezîz ra bigota û wî jî ji birayê xwe ra bigota, dibe ku nuha ez bûbûm xwediyê çoplixeka bi rêk û pêk. Min negot! Heya heş hat serê min, Hec Ezîz ji vir derket û çû apartmanekê din. Herwiha xwedê ra şukir ku tu li vir î! Emrê min ya salekê yan jî du sal maye. Di nav van salan da ez hêvî dikim ku tu kes dest neavêje çoplixa min û dûzana min xêra neke. Daxwaza min ew e ku ez bi çoplixa xwe ra tev bi huzûr û rehetî bijîm û emrê xwe temam bikim.
Ger belediya Kayapinarê bixwaze dilê min û dilê mîvanên xwe yên hevwelatî û derwelatîyan xweş bike; bila trafoya min jî zîyaret bikin û min û trafoyê nîşanî mîvanan bidin. Bila her kes bi çavê xwe bibîne ku em çuqas ji jîyan û çoplixa xwe dilxweş û razî ne.
Wan rojan gava ez pêhesiyam ku Osman Baydemir cil û cawên kurdan li xwe kiriye û ji mîvanên xwe ra gotiye,” ser çavan û ser seran hûn bixêr hatine!”, ez pir qehirîm, min hesûdî kir.
>>Ne rez û ne jî pez! Birêz birêz! Ka bitirkî dibêjin ya sayin Mehmet bey, sayin Ahmet bey. “Birêz” kurdîgotina “sayin” e. Te fam kir?
>>Ji serok ra! Divê tu bibêjî, “birêz serok”.
Paşa Brodrej
29.06.2009
Li Ser Fîlmê Dokumanter yê Hefsxaneya Numre 5.
Hefsxaneya Numre 5. trajedeyeke însanîyetê bû, ku li wir hemî alî û taybetîyên mirovahîyê bi kûrahî û firehiya xwe xwuya kirin. Taybetîyên ku mirovan dikin mirov yan jî mirovan dikin hov, di her şev û roja wê hefsxaneyê da hatin hemberî hev, dan ber hev û bi hev ketin. Lê piştî şerekî dirêj, dijwar û xwînî mirovahî bi ser ket.
Ji her ol, etnîk, kom û komelên sîyasî mirov di Hefsxaneya Numre 5. da hatin berhevkirin. Cure bi cure eşkenceyên bêemsal li ser girtîyan hatin ceribandin. Li wir bi taybet kurd, herwisa, suryanî, ermenî, ereb, tirk û laz; wekî ol êzîdî, elewî, xrîstîyan û musluman, tev di bin çerxa zilmê da hatin pelixandin û perçiqandin…
Bêguman wê demê di hefsxaneyên Tirkiyeyê yên din da jî eşkence, zilm û zordarîyên mezin hebûn. Lê zilma ku li Hefsxaneya Numre 5. hat kirin, ji her aliyan ve, ji zilma li hefsxaneyên din cihêtir û taybetîtir bû. Ger ev zilm bi têgeheke hîn rast îzeh bibe, mirov dikane bibêje, zilma ku li ser girtîyên Hefsxaneya Numre 5. çêbû, jenosîdeke domdar bû. Ger em têgeha jenosîdê bi çavê kurdan bibînin û şîrove bikin, wê gavê em dikanin bibêjin, jenosîd ne tenê ji holê rakirina fizîkî ye, di eynî demê da ji holê rakirina derûnîyê ye jî. Li Hefsxaneya Numre 5. hem fizîkî hem derûnî, ji holê rakirina girtiyan hat tetbîqkirin. Wekî mînak, ji girtiyan gelek kes rasterast hatin kuştin; ji “mirîyan” tu kesek bi “mirineke xwezayî” nemir. Îşkencekaran pirr baş dizanîbûn ku di bin wê îşkenceyê de dê bimrin û jixwe gelek ji wan jî mirin. Lê ji holê rakirina hemî girtiyan ne mumkin bû, lewma, jenosîda derûnî bi tundî û bi awayekî domdar hertim hat tetbîqkirin. Esas, di nav hewldanê de bûn ku girtiyên kurd bikin tirk, lê yên ku wekî îhtîmal ger nebin tirk, pirr bi tundî û xedarî mêjîşuştinek bêemsal tetbîq kirin. Wekî mînak, li gorî vê konseptê, di rojekê de, di nav çend saetan de, srûdên (marşên) dirêj ên tirkî ku ji deh û donzdeh qitayan (her qitayek 4-5 rêz) pêk dihatin, bi girtiyên kurd, alman, ermenî, ereb, suryanî û hwd. dihatin jiberkirin. Di fîlmê Çayan Demirelî da ev kirin li ber çavê temaşevanan pirr zelal xwe eşkera dike.
Piraniya tevgerên kurd yên di Hefsxaneya Numre 5. de, di navbera salên 1980 û 1983an da, li hemberî wê jenosîdê, ji ber sedemên cihê bi cihê nikanîn helwêsteke mezbût û serbilindane nîşan bidin. Bîla îstisna, hema bibêjin ku tevayî qawişan stûyê xwe li hemberî wê jenosîdê danîn û di bin darê zorê da mecbûr man ku bibin “ornek kogus”. Tek-tuk girtîyên ku rexbet nîşanê mertebeya “ornek koguş”îtîyê nedan, ji aliyê hevalên xwe yên qawişê û xwedîyên copên reş ve hatin “terbiyekirin”. Ev proses heta payiza 1983an dewam kir. Xweşewitandina çar kesan ne têde, ku ew çar kes jî ji PKKê bûn, ji bo kom û komelên kurd yên din, tu nirxê ku lê xwedî derkevin û biparêzin, pêk nehat. Ji ber vê yekê ye ku heta niha pirranîya kes, komel û grûbên kurd ji dil li pratîka Hefsxaneya Numre 5. xwedî derneketin. Bi dudilî û şermokî, carînan qal kirin, nivîsîn lê bi giştî xwe li bêdengîyê danîn.
Berxwedana li hucreyan heta gulana 1982an dewam kir. Di meha gulanê da girtiyên hucreyan jî bîla îstisna hemîyan stûyê xwe danîn. Lê ruhê berxwedanê ji binî ve venemirî, xwedaliqandina Mazlum Dogan û dû ra jî xweşewitandina çar kesan taqeta berxwedanê ji ber derîyê sînorê jenosîdê paş da vegerand.
Piştî rojiya mirinê, ku di wir de Xeyrî Durmuş, Kemal Pir û yên din mirin, gelek girtiyên li hucreyan li qawişan hatin belavkirin. Yên ku ji hucreyan çûn qawişan, bi helwêst û tevgera xwe li ser girtiyên li qawişan tesîreke mezin çêkirin û ew ji ser riya “ornek koguş”îtîyê dagerandin. Hem ezbera îdareyê û hem jî ezbera girtiyên qawişan xira kirin. “Ornek koguş” vegerandin ber bi “wuqûat koguş”îtîyê û hemî bi hev ra tev ber bi serhildana payiza 1983an meşiyan. Ger em bi çavekî sîyasî binêrin, ji wê serhildanê pê ve tarîxa Hefsxaneya Numre 5. dibe tarîxa hemî kom û komelên Kurdîstanê. Lê di wê prosesa ku heta payiza 1983an dewam dike da, kom û komelên siyasî yên din nikanîn mîraseke baş li dû xwe bihêlin. PKKyî li mîrasa wê demê xwedî derketin û bi awayekî siyasî baş bikaranîn. Lêbelê îro jî, wê mîrasê û nirxên din ku xelqê kurd bi xwîna xwe, bi ked û ezîyeta xwe afirandiye dixwazin bi buhayê kelepîrê bifroşin. Qismek ji çîroka Hefsxaneya Numre 5. ev e, ev dîtina min e.
Niha em werin ser filmê Çayan Demirelî. Çayan, ji Dêrsimê ye. Lêbelê li Îstanbulê tê dinyayê û li wir mezin dibe. Çayan û hevalên xwe yên îdealîst ên tirk gava zilma Hefsxaneya Numre 5. diqewime, hîn deh-donzdehsalî ne. Mezin dibin, mekteb dixwînin û dixebitin, carînan derheqê Hefsxaneya Numre 5. da hinek tiştan pêdihesin û dixwînin. Di Çayan de meraqek çêdibe, dixwaze tarîxa xwe fêm bike, nas bike. Bi hewldanên xwe yên ewilî dokumentera “Dêrsim-38″ çêdike. “5. Nolu Diyarbakır Cezaevi” dibe dokumentera wî ya duduyan. Qasî ku min fêm kir Çayan di dokumentera Hefsxaneya Numre 5. da, bi çavekî humanîst xwe nêzî bûyerên hefsxaneyê dike û wan bûyeran bi gotin û hestên girtîyên wê demê ji temaşevanan ra pêşkêş dike. Herçiqas di nav temaşevanan da kurd hebin jî, Çayan filmê xwe esas ji bo temaşevanên tirk çêkiriye û xwestiye ku gelê tirk filmê wî bibîne, tarîxa wî nas bike. Herwisa, bi rêya vê tarîxê Çayanî nasbikin, kurdan nasbikin; ew kî ye, kurd kî ne, ji bo çi ew tişt bi ser wan de diqewime û hwd.
Çayan bi fîlma “Dêrsîm-38″ dixwaze bav û kalên xwe nas bike, rîçeyên xwe peyda bike, çi bi serê bav û kalên wî da hatiye, dixwaze têbigihê. Xwe dide kêleka bav û kalên xwe û derdikeve pêşberî hevalên xwe yên tirk û temaşevanên tirk. Temaşevan wî çêtir nasdikin, bi çavên wî li tarîxa kurdan mêzedikin û xemgîn dibin. Çayan di filmê Hefsxaneya Numre 5. de bi tarîxa xwe ra dibe yek. Êdî bi dilekî rehet bi temaşevanan ra rûdine, li film dinêre û digirî. Bi wî ra em jî digirîn. Em digîhîjin Çayanên xwe yê windayî, Çayan jî digîhîje me û bi Çayanan ra em tev digihîjin hevalên wî yên tirk, tirkên xasek û dilşewitî yên mîna Ayşe Çetinbaş û Çigdem Kesik, yên mîna Koray Kesik, Burak Dal, Mustafa Atalay.
Ji gotinên girtîyên Hefsxaneya Numre 5. pirr zelal eşkere dibe ku zilma ku li hemberî wan hatiye kirin ji ber kurdbûyina wan e, yan jî berevacîya wê, ji ber ku hîn nebûne tirk! Dokumentera Çayan wekî hinek dokumenterên din tilîyên xwe di çavên temaşevanan ra nake, li serê wan naxe, li wan şîretan nake, slogan navêje. Çayan, ne fîlmekî, neynikek çêkiriye. Wê neynika xwe dide ber çavê gelê tirk û ji wan ra dibêje, a ji we ra, di vê neynikê da li xwe binêrin, ka hela hûn ê çi bibînin. Ya rast, di tu dereka filmî da Çayan pêçiyên xwe di çavên gelê tirk ra nake û nabêje, binêrin dewlet û artêşa we çiqas wehşî ye! Di şûna viya da, dixwaze ku temaşevan bi xwe bifikirin û biryara xwe bidin, kirinên dewleta xwe bibînin û navekî lê bikin. Gava ku li salona sînemayê ya Universiteya Bogaziçi nîşandana fîlm xelas bû, keçikeke delal a tirk rabû û got:
- Ez ji dewleta xwe, ji Miletê xwe, ji welatê xwe fedî dikim û ji we kurdan lêborînê dixwazim!
Bersîva wê keçika delal bû xulasaya filmê Çayan.
Dokumentera ku bi navê “5 Nolu Diyarbakır Cezaevi” a ku ji aliyê Çayan Demirel û hevalên wî hatibû çêkirin berê li Îstanbulê di 28. Festîvala Navnetevî ya Fîlman da, dû ra, di 9. Festîvala Çand û Hunerê ya Diyarbekirê da û di dawiyê da jî, di çarçova 3. Festîvala Dokumenteran da li Unîversîteya Bogaziçi hat nîşandan.
Ji du hezaran zêdetir kesan dokumentera Çayan Demirelî temaşa kirin, giriyan, xemgîn bûn û bişirîn. Roja dawiyê, bi tesadufî min jî ew dokumenter li Unîversîteya Bogaziçi temaşe kir. Ez jî wekî temaşevanên din giriyam, xemgîn bûm û bişirîm.
Cara duduyan min û Çayan Demirel û hevkarên wî Koray Kesik û Mustafa Atalay me hev dît. Min hevkarên wan ên din jî naskirin. Ji wan yek Ayşe Çetinbaş, yek Çigdem Kesik û yek jî Burak Dal bû. Herî salmezinê wan di sala 1971, herî piçûkê wan jî di sala 1981 de hatîye dinyayê. Bav û diya Çayan Demirel ji Dêrsimê ne. Çayan bi xwe li Îstanbulê hatiye dinyayê û li wê derê mezin bûye, zimanê wî jî tirkiye.
Wan ev dokumenter bi îmkan û keda xwe çêkirine, ji aliyê pereyan ve, tenê Hatice Yaşar piçek ji wan ra alîkarî kiriye. Hevpeyvînên ku bi hinek kesan ra çêkirine digihîje 200 seatan. Filmê wan ê ku saet û nîv dirêj e, li ser van hevpeyvînan hatiye avakirin. Lê piştî ku ez pêhesîyam hinek kesan ji ber ku di fîlm de zêde cih bo wan nehatîye dayîn yan jî cih negirtine hêrsa xwe li van ciwanên delal anîne, ez xemgîn bûm. Lêbelê bêyî ku kesî li derve bihêlin, hewldana wan a duduyan ew e ku, van hevpeyvînan bi tevayî bikin kitabek û bi CD ya fîlmî ve ji xelqê ra pêşkêş bikin. Deşîfrekirin û nivîsandina hevpeyvînan bi alîkariya hinek kesên dilxwaz û dost temam kirine.
Paşa UZUN
Di edebiyatê da nivîskar û xwendevan
Leo Tolstoy kitaba xwe ya “şer û aşitî”, ji bo sererastkirinê dide xanima xwe. Xanim, kitabî wî sererast dike û li wî vedigerîne. Tolstoy ji wê dipirse; gelo di der heqê kitabê da dîtinê wê çi ye?
Bersîva ku Tolstoy ji xanima xwe digire eve.
“Gava kitaba te ji nû ve dinivisînim, ez dikevim nav dinyaya helbestan. Li wê derê ez li xwe hay dibim ku; ya ku başe ne romana te ye, ya baş û baqil ez im.”
Lêkolînerê alman Wolfgang Îser dibêje;”xwendin platformekê wisaye ku, li wê derê nivîskar û xwendevan bi hev ra tev lîstikek fantastîk pêktînin.”
Nivîskarê polonî-ingîliz Joseph Conrad di nameyekê xwe da ji hevalê xwe ra wisa dinivisîne;”xebera xweş ew e ku te ji kitaba min hezkir. Hezkirina te tê wê maneyê ku, nîvê kitabekê nivîskar û nîva din jî xwendekar dinivisîne.”
Hinek dîtin û fikrên din yên der heqê pêwendiyên di navbera nivîskar û xwendevanan da ev in:
“Ne tenê nivîskar hunermende, xwendevan jî hunermende.”
“Nivîskarê ku bi xwendevanê xwe ra hevkarî dike, nivîskarekî hêjaye.”
“Kitaba baş ew e ku xwendevanan li tecrube û serpêhatiyên wan yên raborî, vedigerîne. Tiştên ku hatine ji bîrkirin, tên bîra mirovan.”
“Bi xwendina kitabên edebî mirov nabe mirovekî baştir.”
Gelo mirov dikane baweriyekî zêtir bi kesên ku kitabên edebî dixwînin, bîne? Na!”
“Mirov,  bê  xwendinê jî dikane şexsiyetekî dewlemend yê ruhî û fikrî pêşda bibe.”
“Di edebiyatê da dubare kirin, terzê mirovan dikuje.”
“Nivîskarekî baş, di qismekê da gotinek du caran bikarnaîne.”
“Di romanê da bûyera bingehîn eslî ye, kakil e. Nivîskar divê ji wê kakilê derkeve rê û tevger bike. Divê carbicar paşda û pêşda biçe ku xwendevan bikanibe bêhna xwe bigire û xwe di ciyekê weke hefsxanê da hîs neke.”
“Her nivîskar bi awayekê, bi terzekê dinivisîne.”
Nivîskarê swêdî Jan Guillous, ji bo nivîsandina romanek hêja çar şîretên jêrîn li nivîskaran dike.
“Tiştê ku tu dinivisînî, divê zelal be û ji aliyê xwendevanan bê famkirin. Enerjiya xwe bi hewldanên helbestkî serf meke.”
“Tiştê ku tu dinivisînî, divê di der heqê tiştekê gîrîng da be. Jîyan û mir in, ji wan mijarên girîngin.”
“Tiştên ku tu dinivisînî, divê ji aliyê xwendevanan ve bên naskirin. Ji ber wê yekê, ciyên ku xwendevan nasdikin û zanin, bikarbînin.”
“Bêguman te romanên nivîskarên din xwendiye û tu ji wan hin tişt hînbûye. Tu wê hînbûyina xwe, di nivîskariya xwe da bikartînî. Kî çi dibêje bila bibêje, tevgerek wisa pirr xwezayî û normale. Sedîdased orîjînalîtet tu derekê da tuneye.”
“Tehlûka herî mezin ewe ku; ji ber nav û dengê xwe, nivîskar dikane di bîr û baweriya xwe da bibe qels. Ji bo ku tiştên xelet neke û tiştên xelet nebêje, tiştên ku xwendevan ji wî hêvî dike û dipê, dinivisîne.”
Nivîskarê navdar yê swêdî Stig Dagerman, wê rewşê wisa îzah dike;”nivîskariya min, ez kirime kole. Ji tirsa ku ez ê navûdengê xwe xira bikim, cesareta min nemaye ku ez nivîskariya xwe bikarbînim. Di bin nasnameya xwe ya nivîskarîyê da ez xwe evqas kole dibînim ku her hevoka xwe bi tirs dinivisînim.”
“Ji aliyê din jî nivîskar heye ku li nivîsarên xwe venagere. Ji qelema wan çi derdikeve, ew e.”
“Gelo ji bo çi mirov dinivisîne? Bersîva normal ev e; nav û deng û pere. Ji bo mejbûriyetê jî mirov dinivisîne. Tenêbûyin, cîyekê teng, bûyerên trajîk û hwd. jî dikanin bibin sedemên nivîsandinê.”
Ew fikir û dîtinên jorîn ji hezaran desteyek e. Kurdên ku bi nivîskariyê mijûl dibin, bi taybetî jî yên ku bi edebiyatê mijûl dibin, divê wan nuxteyan bigrin ber çavan û li ser wan bifikirin. Wekî Jan Guillos dibêje, ne hewceye ku nivîskarên kurd dinyayê ji nû ve kişf bikin. Û ne mimkune jî. Divê em jî wekî her kesî ji edebıyatê xwe û ji edebiyatê dinyayê hîn bibin û wê hînbûyina xwe di nivîskariya xwe da bikarbînin.
Berê vê çendekî ez rastî hevalekî nivîskar hatim. Em piçek li ser astengiyên nivîskaran axifîn. Di ciyekê suhbetê da tiştek wisa got,”divê em kurd li gor urf û edetên xwe, berhemên edebî biafirînin.” Min tiştek negot, lêbelê ew gotina wî ji min ra pirr û pirr ecib hat û bala min kişand.
Nuha em li ser wê gotinê piçek biponijin.
Bi têgînekê(kavram) tûj em dikanin, yan jî ez dikanim bibêjim, çanda me kurdan ji sêrî heya dawiyê li ser “tabûyan” hatiye avakirin. Ne hewceye ku wan tabûyan yekoyek bijmêrim, yên di civata kurdan da hatiye dinyayê û li wê derê mezin bûye, wan tabûyan nasdike û dizane. Piraniya wan wekî urf û edet tên navkirin û li ser civatê tesîrên mezin çêdikin. Pırr caran dibin sedemên bûyerên trajîk û xemgîn. Vê mijarê ez dixwazim bi mîsalekê vekim.
Weke mîsal em bibêjin; nivîskar Ahmed rabû romanek nivîsand û romana xwe li gor “urf û edetên” kurdan nivîsand. Di romanê wî da keçikek ji ber mesela namûsê ji aliyê bav û birayê xwe tê kuştin.
Nuha Ahmed efendî dê çawa tevger bike? Gelo ew ê li hember bav û birayê keçikê çawa bike? Ew ê hîsiyatên wan, fikrên wan, dudiliya wan dê çawa ji xwendevanan ra, ji xwe ra îzah bike?
Bêguman Ahmed efendî dê nikanibe gûyekê jî bela bike. Di destpêkê da bi prensîba ji “urf û edetan ra hurmet” ve derketiye rê. Bi îrade û biryara xwe, xwe kiriye “koleyê nasnameya nivîskarîyê”. Naxwaze ku xwendevan û hevwelatiyên wî ji gotinên wî eciz bibin. Naxwaze “tiştên xelet” bike û “tiştên xelet” bibêje.
Gelo mirov ji yekî mîna Ahmed efendî ra dikane çi bibêje?
23/05/2009
Paşa Brodrej
Ceneta Singo (Pasa Brodrej)
Di salên 1970an da ew şoreşgerekî mezbût bû. Ji bo azadiya Kurdîstanê bêwestan xebitibû. Çavên xwe ji tiştekê nekutabû, di meş û mitîngan da, her tim xwe dabû pêşiyê. Di xwepêşandinan da, gava çavên hevalan li bejn û bala wî diket, cesareta wan zêde dibû.
Wekî hemû şoreşgerên wê demê, ji aliyekî mekteb dixwend û ji aliyê din jî şoreşgerî dikir. Di wan salan da gelekan dev ji mekteban berdabûn û tenê bi karê şoreşgeriyê mijûl bûbûn. Û hinek ji wan jî, gava cûntaya 12 Îlonê dest danîbû ser ixtidarê, mejbûr mabûn ku dev ji mekteba xwe berdin. Lêbelê wî bi awayekî mekteba xwe xelas kiribû û bûbû abûqat. Wekî piraniya abûqatên kurd, li Diyarbekirê dest bi kar kiribû û di demekê kurt da gelek zengîn bûbû.
Ji aliyê aborî ve tu astengiyek wî tunebû. Dûzana mala wî temam bû. Ji xanim û zarokên xwe hez dikir. Di nav mehekê da sê-çar caran kulîlkên rengareng ji xanima xwe ra dikirî û dida wê. Her caran ku diçû Stenbolê destvala venedigeriya. Ji zarokên xwe ra lîstikên nû û ji xanima xwe ra jî parfumên buha û bêhnxweş dikirî.
Bes di wan salên dawiyê da, kek Singo di du nuxteyan da bûbû diltenik, yan jî mirov dikane bibêje ew piçek hatibû guhertin. Ju wan du nuxteyan yek mîkrofon, a duduyan jî jin bû. Gava di civîn û çalakiyan da çavê wî li xelkê diket, kek Singo hema dixwest derkeve ser têxt û qisa bike. Gava miletê ew guhdarî dikir û bi taybetî jî gava ji wî ra çepikan lêdixistin, pirr û pirr diçû xweşî wî. Hele gava di nav beşdarên civînan da çavê wî li xaniman diket, kelecana wî du-sê derecan bilind dibû. Dengê xwe gur, serê xwe bilind û gotinên xwe dirêj dikir. Heya ku yekî ji ra negota, wexta temam bû, dev ji axiftina xwe ber nedida.
Gava kevnehevalên wî di salên 2000an da ji nû ve rêxistinek teze avakirin û banî wî jî kirin, ew bi dilxweşî beşdarî wan bû û di rêxistina wan da cîhê xwe girt. Zatî siyasetvaniya salên 2000an jî tam gora dilê wî bû. Hevalên wî yên abûqat, duxtor, meyandîs û mitehît yên bi sîyasetê mijûl dibûn, mîna berê li kuçe û kolanan şoreşgerî nedikirin. Êdî kar û barên xwe li yazixane, otêl û salonan dimeşandin.
Jina kek Singo xasek bû, lê cardin jî têra wî nedikir. Çavê wî her tim li der bû. Her cara ku hevalên wî yên sîyasî diçûn bajarên mezin, ew jî bi wan ra diçû. Gava li kuçe û kolanên Stenbol û Enqereyê dimeşiyan yan jî li lobiyên otêlan rûdiniştin, her çavên wî li ser jinan bû. Gava karûbarên wan xelas dibûn, ji hevalên xwe ra digot; de hayde em ji xwe ra biçin qedehekê araq vexwin. Di eslê xwe da dixwest bibêje ku; ka de werin em biçin pawyonekê. Hêviya wî ew bû ku; tiştê ku ew dixwaze, hevalekî din bîne zêmin û ew ji şermezariyê xelas bibe û di eynî demê da mirazê wî jî were cîh. Zatî a girîng çûyina pawyonê bû, gava hemû bi hev ra biçiyana wê derê, mesele çareser dibû. Ji ber ku wê gavê hemû dibûn gunekar, sirdaş û hevkar, êdî tu kesî wê nikanîbûya tometan bikira.
Her çi dikir, her çawa dikir bisernediket. Ji vexwarina araqê ra her kesî digot, erê. Bes tu kesî ne qala pawyonê û ne jî qala jina dikir. Hebû tunebû sîyaset bû. Stenbol tije qahpik bûn, bes wî li xwe nedanî ku li dû qahpikan bigere û bazde. Ê wî dixwest û hêvî dikir ew bû ku;qahpik li dû wî bigerin û qahpik jî li dû wî nedigeriyan. Demekê şûn da teseliya xwe ji hevalan û qahpikên Stenbolê xist û çavên xwe zivirand ber bi aliyê Ewrûpayê. Ji nas û dostan pirr caran guhdarî kiribû û pêhesiyabû ku li wê derê bi jina ra têkilî danîn pirr hêsaye. Gor dihat gotin; jinên bedew û dilxwaz li her deran peyda dibûn. Mirov diçû kuderê biçiya li her derê jin hebûn. Li aşxane, pastaxane, qahwexaneyan jin û mêr tev rûdiniştin û tev vedixwarin û tev serxweş dibûn.
Ger wî carekê xwe bigîhanda wan deran, bêhna wî dê fireh biba. Pereyên wî û pasaporta wî ya kesk jî hebû. Li Ewrupayê kevnehevalên wî jî hebûn. Hema hema li her dewletên Ewrupayê hevalên wî peyda dibûn. Wî bi taybetê dixwest biçe Swêde, pirr pesnê jinên swêdîyan guhdarî kiribû. Wekî dihat gotin, ew ne tenê xasek, ew azad û bi serxwe bûn jî. Kêfa wan ji kê ra bihata, diketin hemiza wî. Yanê ji bo ku bi yekî ra rakevin, ne hewce bû ku ji kesî bipirsin. Ne gor dê û bavên xwe û ne jî gor pis û pismamên xwe tevger dikirin. Tenê dilê wan çawa bixwesta wisa tevger dikirin û tu ji kesî ra mejbûr nebûn ku hîsab jî bidin. Welhasil tiştên ku dihatin gotin rast ba, wira cenet bû. Û wî bi dil û can dixwest ku biçe wir, wê cenetê bibîne û xwedê qismet bike, fêkiyên wê cenetê jî bi devê xwe tam bike.
Hema di meha Axistosê da çawa tatîla edlî destpêkir ji kevnehevalê xwe yê ku li Swêdê ra, xeber şand, bilêta xwe girt û ket rê. Çar seat şûn da teyara wan li balafirxana Stockholmê daketibû. Gava muşteriyên teyarê ketibûn qisma passqontrolê, ji hev cihê bûbûn, yên ewrûpayî û yên neewrûpayî li aliyên cuda cuda rêz girtibûn. Kek Singo ketibû pêşiya rêza neewrûpiyan.
Çavên kek Singo li ser kabîna polês zîq bûbû. Erê! kek Singo li balafirxaneyên Stenbol û Enqerê rastî gelek polîsên jin dihat. Lê a ku nuha li pêşiya wî xwuya dikir, bi her awayî cuda bû. Porê xwe yê rengzêrîn li paş serê xwe girêdabû. Çavên wê kesk, gepên wê weke sêvan sor bûn. Diranên wî yên pak û sipî di navbera lêvên wê yên şikilxweş da weke sedefan diçirûsîn. Te digot belkî, hema rastanrast ji cenetê derketibû der, cilên polîsan li xwe kiribû û ji bo kontrolkirina pasaportan li wê derê rawestiya bû. Hele gava jinikê bi rûkenî jê pirskiribû ku gelo mexsada serdana wî ya Swêdê ji bo çi ye? Dev li kek Singo kilît bûbû û deng jê derneketibû. Jinik mejbûr mabû ku pirsa xwe dubare bike. Wê gavê ew li xwe şîyar bûbû û bi îngilîza xwe ya çatopato gotibû;”visit! visit!”
Ji kontrola pasaportê derbas bûbû şûnda piçek heş hatibû serê wî û ji xwe ra gotibû, ez qurbana wê bim! Bila polisên weke wê, her roj min bigrin û li min eşkence bikin, qet xem nîne!
Bi kelecenakê mezin bawila xwe girt û derket der. Kevnehevalê wî Cengo, li benda wî bû. Hevdu hemiz kirin, destên hev hêjandin û ber bi erebê meşiyan. Cengo jî wekî wî şoreşgerekî kevn bû. Piştî Cûntaya 12 Îlonê, wexta rêxistina wî belewela bûbû, ew jî derketibû derveyî welêt. Deh salên wî yên ewlî bi kar û barên sîyasî ve derbas bûbûn. Deh salan şûnda rastî jinekê swêdî hatibû û bi hev ra zewicîbûn. Ji wan ra keçikek çêbûbû. Gava qîza wan heyşt saliya xwe temam kiribû, ew û jinik ji hev veqetyabûn. Qîza wî li gel diya xwe dima. Ew du sal bû ku Cengo tenê dima. Serdana Singo kêfa wî jî xweş kiribû. Du salên dawiyê her tim xebitibû. Êvaran gava dihat mala xwe, ji westan nikanîbû tiştek din bikira. Xwarina xwe dixwar, piçek li televizyonê mêzedikir û xew ra diçû. Gava Singo xeber dabû wî ku ew ê were serdanê, ji cîyê karê xwe qasî hefteyekê destûr girtibû ku bikanibe bi kevnehevalê xwe ra piçek bigerin û kêf bikin. Bes pereyên wî tûnebû, meaşa wî tenê ji xwarin û vexwarina wî ra bes dikir. Mazûbaniya bêpere jî qet çênedibû. Berê ku Singo were, ji hevalekî xwe yê dûkandar piçek pere deynkiribû û bi wî awayî mesela pereyan jî çareser kiribû.
Du-sê rojên ewlî serdana hinek hevalan kirin, li nav bajêr geriyan û çûn muzeyan. Sê-çar rojên wan her li gel kevnehevalan xelas bûbû. Singo ji pêşveçûyinan razî nebû, sebra wî roj bi roj kêm dibû. Ya roja çaran yan jî roja pêncan, gava ew û Cengo li mal rûniştin û şûşeyek araq nîvçe kirin, Singo da nav.
“Ma kek Cengo! Gelo tu qet ji xwe ra naçî der û bêhna xwe nagirî?”
Cengo, pirs û mexseda wî fam nekir. Bi dilê saf bersîva wî da.
“Çawa naçim der! Bê guman, car bi car ez derdikevim der û ji xwe ra dimeşim.”
“Te xelet fam kir! Mexseda min ew bû ku gelo tu yek caran diçî cîyên bi musîk û filan…?
“Belê! Çawa naçim! Ez her sal diçim Newrozê û cardin dawet mawetên me kurdan gava çêdibin, ger ban min kiribin, ez bi kêfxweşî diçim û govendê digrim.”
Gava gotina govendê ket guhê Singo, ji xwe ra got, wele vaye min poçika kerê pêgirt, divê ez ji destê xwe bernedim.
“Geli tu dansên swêdiya jî zanî yan na?”
“Wele ez çi bibêjim…”
“Efû bike! Min pirsa te birî, lê ez pir dixwazim ew dansên ewrûpiyan hinek biceribînim, ka ez dikanim hîn bim an na. Ma gelo cîyên wisa tuneye ku em ji xwe ra îşev biçin wir?”
Cengo qasî bêhnekê bêbersîv ma, wê bersîvekî çawa bida nizanîbû. Bîst salên wî li swêdê derbas bûbû, lê hîna jî neçûbû ciyekê dansê. Ne meraqa wî hebû û ne jî îmkanên wî. Ji aliyê din jî nedixwest di mazûbaniya xwe da qusûr bikira.
“Kek Singo! Rastiya min ew e ku ez caran neçûme cîyên wisa, ger tu pirr dixwazî rabe em biçin. Lêbelê ger tu ji min bipirsî, ez dibêjim em neçin. Ev swêdî gava serxweş dibin, heş li serê wan namîne, yek rabe bela xwe dime bide em ê çi bikin!”
Singo dinêre, poçika kerê ji nav destê wî dê bişemite, xwe dişidîne.
“Ya star kek Cengo! Ma yekî bela xwe di me da, em ê jî bela xwe di wî bidin! Ez jî gora xwe qanûnan dizanim, huqûq dizanim.. ne wisa?”
Cengo êdî fam kir ku ew ê ji destê Singo wisa hêsan xelas nebe.
“Başe! Min got û guneh ji min çû! Madam wisa rabe em biçin!”
Singo wekî qurşûnê ji ciyê xwe pengizî û dest bi hazirîyê kir. Telaş û kelecana wî Cengo jî leqand, di nav seatekê da xwe pak û paqij kirin û ji mal derketin.
Êvara roja Şemiyê bû. Ji bo xwarinê pêşî çûn aşxaneyekê navdar. Aşxane heya dêv bi mişterîyan ve tije bûbû. Maseyên vala nemabûn. Li pey wan hinek mişteriyên din jî ketibûn hundur û ji bo ciyekê bi dest bixin, ketibûn dorê. Ne tenê li Swêde, li tevayiya Ewrupayê wisa bû. Ji roja Duşemiyê heya roja Îniyê her kesî kar dikir. Êvara Înî û Şemiyê jî her kes diçûn der, dixwarin, vedixwarin û dans dikirin. Ji ber wê yekê, aşxane, bar, dîskotek û cîyên dansê her tim qelebalix bûn.
Piştî payina pênc deqîqeyan, garsonê aşxanê ji Singo û Cengo ra maseyekê vala nîşan dabû û sîparîşên wan girtibû. Bi xwarinê ra şûşeyek şerab jî vexwaribûn. Serê wan xweş bûbû. Seat gîhîştibû 23.00an , bes Singo qet nedixwes biçe mal. Wî çend caran xwest ku bibêje, rabe em biçin pawyonekê, bes baş nizanîbû ku li Swêd pawyon heye an na. Ji bo ku xwe nexe nav rewşekê pêkenînê devê xwe venekiribû. Gava ji aşxanê derketin, Singo got, were em biçin cîyekê din da ku em ji xwe ra piçekî din alkol vexwin. Her çuqas Cengo bêdil bû jî, nexwest hevalê xwe bişkîne.
Qasî deh deqîqeyan li ser kolanekê şên û şayî çûn û hatin. Çend cîyên ku lê rast hatin, neket serê wan. Berê ku teseliya xwe ji wê kolanê bixin, li serê goşeyê cîyekê şên û qelebalix ket ber çavê Singo. “Wele ew dera baş xwuya dike! Ka em biçin wir.”, got.
Li ser lewhaya derîyê, bi herfên mezin “PARADÎS”(Cenet) hatibû nivîsandin.Gelek mirovên di emrê wan da li ber derî ketibûn dorê. Bekçiyên li ber derî, li cil û cawên muşteriyan dinêrîn û dû ra jî hinek berdidan hundur û hinekan jî paş da vedigerandin. Jinên xasek û xemilandî nediketin dobê, gava çavên bekçiyan li wan diket, hema ew keremî hundur dikirin. Singo û Cengo cilên xwe yên herî xweşik li xwe kiribûn, rîya xwe traş kiribûn û bêhna xweş li ser xwe reşandibûn. Qundureyên wan yên nû û çermîn di ronahiya lampeyan da diçirûsîn. Bekçiyan tu astengiyek ji wan ra dernexistin û ew jî berdan hundur.
Gava Singo ket hundur çavên wî qemişîn û heş li serê wî nema. Li qisma dansê, xanimên porzer, porsor, porreş û porqehwerengî yên bi cilên dekolte, weke hûriyên cenetê dans dikirin. Hinekên din jî li ser qoltix û sandelyeyên çermîn bi hevalên xwe ra runiştibûn û vedixwarin. Singo û Cengo li nêzî qisma dansê ji xwe ra masyekê vala dîtin û li wê derê cîh dan xwe.
Garson, sîparîşa wan girt û vexwarina wan anî ser maseyê. Hîna dawiya vexwarina xwe neanîbûn, jinikek xasek û delal li ber masa wan peyda bû. Destê xwe avêt destê Singo û got;”kom och dansa med mig!”(were bi min ra dans bike) Kelecanek wisa Singo girt ku weke pelê daran li cîyê xwe lerizî. Ji bo alîkarî li Cengo mizekir. Bala Cengo li aliyekê din bû. Tew ferq nekiribû ku jinikek li ber Singo rawestiyaye. Singo, destê xwe da ser milê Cengo û ji pirsî.
“Ev çi dixwaze?”
“Ma tu nabînî? Ew dixwaze tu bi wê ra dans bikî.”
“Ma tu nikanî ji kerema xwe ra ji wê ra bibêjî, ez nizanim dans bikim?”
Jinikê destê Singo carekê din kişand û hewl da xwe ku wî rake ser pîyan.
“Kom igen!”(De were!)
Cengo li Singo vegeriya û got.
“Yê dixwest dansên ewrûpiyan bibîne, ne tu bûy? Vaye ji te ra lêhat. Di vê teşqele û qelebalixê da tu dans bizanibî wê çi bibe, nizanî wê çi bibe. Hema rabe ser xwe û xwe hinek li ba bike, evqas! Bes divê haye te ji te hebe, li gel jinên swêdiyan em zêde bi …”
Gotinên dawî yên Cengo neçû guhên Singo, êdî ew rabûbû ser pîyan û ji maseyê dûr ketibû. Jinik serxweş bû, hemû laşê xwe spart Singo û dest bi dansê kirin. Bejna jinikê ji Singo dirêjtir bû. Serê Singo zar zor digîhîşt ber sînga jinikê. Gava jinikê xwe spartibû wî, memikên wê û sifetê Singo gîhîştibûn dûşa hev . Bêhna parfima ku ji memikên wê dihat, ji qulikên bifîla Singo diçû mêjiyê wî û ji wir xwe berdida nav hemû damarên ku di laşê wî da hebûn. Di warê araq û alkol vexwarinê da Singo zilamekî sist nebû. Wisa bi çend qedehan zû bi zû serxweş nedibû. Lê ew parfima jinikê bi tiştek din nedişibiya, ji araq û esrarê xirabtir bû, heş meş li serê Singo nemabû. Wê gavê yekî ji bipirsiya, wî yê hezar carî sond bixwara ku ew xewn dibîne.
Singo ji xwe ve çûbû. Xwe bi jinikê ve zeliqand û li ser pîyan ket nav xeyalên erotîk. Di nav mêjiyê xwe da babet babet xeyal avadikir û xêradikir. Ji wan xeyalan yeka herî xweş ev bû; gava Singo ji teyarê dadiket, pênc polîsên pîrek yên porzêrîn bi şika ku ew terorîste, demançeyên xwe li wî rast dikin û dibêjin, teslîm bibe! Gava çavê Singo li wan dikeve, hema ew jî destên xwe radike hewayê û bi îngilîziyekê xweş dibêje, “ez qurbana we bim! Qet ne hewceye ku hûn min teslîm bigrin! Ez, bi kêfxweşî xwe teslîmî we dikim û xwe ji we ra dikim qurban!” Gava ew wisa dibêje, hema polîs demançeyên xwe diavêjin erdê, bazdidin gel wî. Wî hembêz dikin, maç dikin û dû ra jî wî digrin nav xwe, li erebeyekê siwar dibin û ji ber çavan wenda dibin.
“Kom vi gor nu!”(Were em nuha biçin!)
Jinikê destê wî girtibû û li dû xwe dikişand. Singo, bi lez çavekê avêt ber bi masa xwe, bes Cengo li wir nebû. Jinikê jî hema destê wî dikişand û dixwest Singo li dû wî were. Singo mêzekir nabe, teseliya xwe ji Cengo xist û da pê jinikê. Ji xwe ra got, çuqas nebe têlefona min a desta heye. Gava hewce kir ez dikanim xwe bigîhînim Cengo.
Jinikê texsiyekê rawestand, jinik û Singo li texsiyê siwar bûn û bi rê ketin. Qasî 15 deqiqeyan şûn da texsiya wan li ber xaniyekî misteqîl sekinî. Jinikê hinek pere ji cuzdana xwe derxist û heqê texsiyê da.
Jinik xweş serxweş bûbû, gava ji texsiyê daket, ji Singo neba ew ê biketa erdê. Ew ketin hundur şûnda, hema li ber derî, li aliyê hundur, jinikê Singo rawestand û berneda. Singo xwe dirêjî lêvên jinikê kir, çênebû, xwe dirêjî memikan kir, çênebû. Bala jinikê li ciyekê din bû, daf da Singo ku ew pişta xwe bide derî û li ser piyan raweste. Gava Singo bi a wê kir û li ber derî rep sekinî, jinikê dest avêt qayişa wî. Singo ji ber xwe got; ma gelo ew çima wisa dike? Qasî ku ez dizanim, mirov ji jor destpêdike û ber bi jêr diçe. Ev çima ji jêr destpêdike, ez fam nakim, got û bi herdu lepên xwe ve serê jinikê pigirt û xwest wê rake ser pîyan.
Porê jinikê di destê wî da ma. Gêjomêjo geh li porê nav destê xwe û geh li serê gûzankirî mêzekir. Gava têgîhîşt ku çi bi serê wî da qewimiye, dinya li ber çavê wî tarî bû. Bi lez û bez serê mêrêk ji nav şeqên xwe derxist û xwe avêt der û bazda. Heya ku bêhn lê çikiya nesekinî.
18/04/2009
Pasa Brodrej