Argun "Ramanên Azad, Özgür Düşünceler" » M.Ali Kut

LO! Pirsa mezin?
Li angorî salnameya çînî, di sala kûçik de; destpêka buhareke germîn meha adarê bû. Rojekê esra dereng LO ji kar vedigerîya malê. Li ber derîyê hewşê pêrgî pîra Eyşo hat, wekî her car ber derîyê hewşê dimalişt û bi zilamekî re ko LO nas ne dikir daxêvî. Her dem mijûl bû! Wexta ko ne dimala, dîsan jî melkesa wê pê re bû. Li nêzî derîyê hewşê, li ser dikê rûdinişt. Kesên ko di kolanê re derbas dibûn lê silav dikirin, çend gotin pê re daxêvîn û paşê bi reya xwe de diçûn. Ji ber cira wê ya xweş û nasîna wê ya bi gelek kesan re, li kolanê êdî wekû adreseke taybet bû. Ger ko pirsên hinekan di derbarê kolanê an rûniştevanên wê de hebaya ê rasterast bihatana ba pîra Eyşo. Ev kesana ko biyanî ba na jî ê rûniştevanan ew bişandina ba Pîrê. Haydar bû, xwe bêyî tu agahdarîyan ne dihişt. Di kîjan malê de çi biqewumîya, wê pê dizanî bû. Wekî din jî, xelkê meselokên xwe jê re digotin û paşê dihatin saloxên wan agahîyên ko wan rojekê berê ji Pîrê re gotibûn, dîsan jê digirtin.

Gelek feqîr in lawo, bi serê te girîyê mirov bi halên wan tê. Perîşan in, aha, nuha esr e, lê ew nizanin bê nîvroyê çi firavîn xwarine! Wusan tiştan zû ji bîr dikin. Feqîrê aqilê xwe ne. Dane dû malê dunyayê û çend qirûşkên pîsik. Hiş û aqilê wan li ser fêda malê dunyayê ye! Hikmet û qudreta mirovahîyê di maldarîyê de dibînin. Zanyarî, dilovanî, mirovhezî, evana ji bo wan ne tu qudret û qîmetin hêja ne, tenê karên mirovên beradayî û zigurda ne! Lê dema ko mirov ji aqilmendîya dunyayê bêpar be, ew maldarî jî nabe nesîbê mirov. Kesê ko aqilmendî nekir rêber ji xwe re, ji hemî dunyayan bêpar e! Ji pirsa mezin re tu bersiva wan tune ye. Dema ko mirov nizanibe çima hatiye, mirov napirse çima diçe jî!

Qewet be ji te re LO!

Sipas Pîrê, tu çawan î gelo?

Gelek baş im kurê min, xwedê te û zarokên te bihêle! Bawerim ewana jî kêlîka berê hatin malê!

Himm!

Xwe bi xwe «zarokên min hatin!» got. Dîsan «temenê Pîrê jî derbas bûye… hişê wê nema baş bi bîr tîne» tiştekî din ji pîrê re negot, bi pêlikan ve hilkişîya qata dudiyan û li derîyê malê xebitî ko veke. Dengên ji paş derî, gotinên Pîrê dîsan pê bi bîr anîn «zarokên te hatine!» wexta ko derî vekiribû, derbasî hundurû bû bû, du zarokan li bayê bezê bergirtiya wî kiribûn. Xwe avêtibûn himêza wî, ew di nava maçan de hiştibûn.

Babo… hat! Babo… dayê!

Paşê jî wusan bi bayê bezê xwe jê dûr xistibûn.

Dema ber bi odeya rûniştinê ve beziyabûn, ji herduyan keçika heft salî hinekî rawestibû, li paş xwe zîvirî bû, bi awirin bişik LO dawerivandibû: «çima weha sar û biyanî?» Lê dîsan bêşik ji deya xwe re ko li metbexê firax dişûştin re deng da:

Babo hat! Bavo hat dayê!

LO hemî behetîbûn û ecêbmayîya xwe veşart, bêyî ko tiştekî li xwe derxe derbasî hundurû bû. Li ber derîyê metbexê:

Tu çima wilo li min dinerî? Dibê qey te ez hîç nedî me!

Bi lez li xwe fitilî, tebaxçeyek hêj şil ko di dest de bû, zuwa kir û di refikê de bi cî kir. Paşê dîsan berê xwe da LO, destê xwe yê rastê (yê rastê an yê çepê bû? Bi rastî baş nayê bîra min!) ber bi wî ve bilind kir:

Ka? Qaşo tu dê bihata pêşiya me? Li istîgehê… ew barê giran û bi herdu zarokan ve! Ûjdan tune ku… Baş bû ko em rastî pismamê min HO hatin. Xwedê jê razî be! Alîkariya me kir, bi texsîya xwe heta malê em anîn.

LO qet deng nekir, bersiva wê neda. Tenê bi awirin biyanî lê dinerî ew ditefsiland.

Li beramberî wî: Jinek! Ne kin ne dirêj, ne qelew ne jî zeîf, porê wê dirêj bû lê ne gulîkirî bû. Dev û ruwê wê li hev bûn, mirov dikanî bû bigota xweşike jî. Jinên pordirêj hertim bala LO kişandibûn, ji porê dirêj hes dikir. Jinên pordirêj bêtir pê feminîn dihatin. Porê dirêj jinbûyinê dikemilî ne, bêtir nazik û nazdar dike. Xwe bi xwe «wele tu sipehî ye!»

Li salonê herdu zarokan ji xwe re dilîstin. LO bi giranî û hinekî bêhal xwe avêt ser dîwana yekcî, rûnişt. Kêlîyekê wusan li herdu zarokan temaşe kir. Zarok bi lîstikên xwe dilîstin, virde, wirde baz didan, bi dû hev diketin. Lê qe ne dihatin ba LO, xwe nêzî wî ne dikirin, tu pirs jê ne dikirin. Mîna hemû zarokên dunyayê ji xwe re dilîztin tenê. Di wê nawbênê re, carekê, dema lawik ê ko pênc salî bû, di ber wî re derbas bû bû, LO bi herdu lepên xwe ew girtibû û devê xwe ber bi guhê wî ve biribû, bi dengekî nizm jê pirsî bû:

Navê te çiye?

Lawik keniya bû, berê xwe dabû LO û gotibû:

Ez gur im!

Paşê jî xwe ji nav lepên wî xelas kiribû, revîya bû, çû bû cem xweha xwe.

Heta wê demê, xanima malê jî karê xwe li metbexê qedandi bû, hati bû ba wan. Wekî karê pêşin, awirek di LO veda û bêyî ko jê re tiştekî bibêje çû li ser dîwança mezin li beramberî wî rûnişt. Porê xwe î dirêj, mîna gokvanekî ko çawa bi serê xwe li gokê dixe, bi serlivandineke wusan bi paşde avêt, serê xwe xiste nava herdu destên xwe, enîşkên xwe danîn ser herdu kabokan û bi herdu çavan ziq li LO nerî.

Demeke ji bêdengiyê, bê pitepit. Tenê xuşîniya dengin ne diyar ji derva û yek gotinên zarokane li salonê.

Piştî demekê LO ji van awirên bi geft ko li ser asê bû bûn nerehet bû û hewl da xwe ko rabe. Wê gavê, xanima malê; em jê re wusan bibên heta me navek jê re peyda kir.

Na na! Qe hewcedarîya min bi navê ko tu ji min re peyda bikî nîne, xwe newestîne, sipas! Bavê min navê min Gulasor danî ye. Ez ji navê xwe razî me berêz.

Bibore! Sipas GULASOR! Gulasor an Gulesor?

Gulasor! Ne Gulesor, Gulasor birêz!

Gulasor ji cihê xwe rabû, herdu destên xwe ber bi LO vekirin û hinekî bi hêrs kire pitepit:

Tu ê bi kû de biçî? Ji xwedê bitirse! Te ji serê du mehan ve ev zarok nedîtine. An wan tu nedîtiye. Ma tu hinekî bi wan re şa nabe? Bavitîya te ev e! Ma heqê wan tuneye? Here… bireve! Ji xwe hertim te wusan kiriye!

Offf! Dev ji min berdin! Nizanim hûn!…

Di ber xwe de kire pistepist û gotinin bilêv kirin, lewra wî bi xwe jî fam ne kiribûn. Paşê jî ji salonê derket, ber bi derva ve lezandi bû. Li ber derî, xwe bi xwe:

Divê ez bifikirim! Na. Ez divê bifikirim rastir e. Bifikirim divê ez çawaye gelo? Ez divê derkevim der. An; derkevim der divê ez. Jiyan derketina derva ye. Belê derketin e. Piştî neh meh, neh roj û neh saetan. Li gorî viya diva bû ko mirov gelekî bêhnfireh bû na. Belê heyra eva ji bo her kesî derbas nabe bêguman, zûtir û hinekî derengtirîn jî dikane bibe. Rast e. Wekî tu difikire ye.

LO!

LO!

Babo!

Bavo!

Ji bîr nekî! Wexta tu hatî malê, ji min re şekirê qursikan binî!

Ji min re jî benîştekî binî, erê?

Bi lez kincên xwe li xwe kirin, pêlav bi lingan kir û di derî re derket. Zû zûka di derencan re daket. Li der, li ber derîyê hewşê pêrgî pîra Eyşo hat:

LO! Bi kû de? Dibê qey tu ji ber hinekan direvî!

LO tenê awirek ko bi tîpên mezin digot: EZ TIŞTEKÎ FAM NAKIM di Pîrê veda û ji wir bi dûr ket.

Belkî jî havîn bû, ji ber ko dunya gelekî germ bû. Digel ko berêvarî bû jî, dîsan germ bû.

Bawerim havîn bû. Bêşik ê wusa be. Ev destpêka buharê ji ko hat!

Li ser LO, tenê îşligek, panteronek hebû. Xwîdan dabû, ji ruwê wî, ji herdu alîyan diherikî, dilop bi dilop. Gewdê wî jî xwî dabû, îşligê wî ê hevrişim î hêşîn ji xwîdanê belek xuya dikir. Belbî ji ber ko ew bi meşeke xurt dimeşiya xwîdan dida. Dilezand. Nizanî bû ji bo î çi! Çavên wî, awirên wî tiştek zêde ne didîtin û ne ditefsilandin. Tenê dîwarin ji keviran ber bi çavên wî diketin. Mirovên ko li ber van dîwaran rawestiyabûn û mîna ko bazara karekî dikirin jî bala wî ne kişandibûn. Evana hemû mîna lêlanekê di ber çavên wî re dibuhurîn, diçûn.

Fikrên wî belawela bûn, çend caran hewl dabû ko wan bicivîne, wexta fam kiribû da ê nikaribe, paşê devjê berda bû. Wekî çawan yek bi kamerayê wêneyan bikşîne, lempeya kamerê ji nişka ve vêdikeve û vedimire, di mejîyê wî de jî tiştin wusan diqewumîn. Lewra zû derbas dibûn, nola masîyên nava avê; di nav tilîyên wî re dişemitîn diçûn. Carna ko yek digirt û dixwest bi jor de serav bike û ji nişka ve difilitî… 1..2..3… dom dike, nêzîk dibe lê bi ser nakeve. Tavilê hêvî jî qut nabe, loma mirov didomîne.

«Li vê dunyayê her tişt poşmanî ye! Tu çi bikî tuê dawîn poşman bibî! Lê ko tu nekî jî tuê poşman bibî! An te kir an te nekir, tuê dîsan poşman bibî!» Gelo evê Denmarkî ji me re dixwest çi bibêje? Rêzikin wusan mîna ko di pirtûkekê de xwendibin, di mejîyê wî re bihurîn, lê tu qîmet nedabûn van rêzikan û zû ji serê xwe avêtibûn.

Ewê demekê bi rê ve çû be, gelek kolan û dîwar derbas kiribin, ji ber ko westiya bû û ji têhna jî dev lê zuwa bû bû. Te digo qey hinekî jî fikrên wî civiyabûn ser hev, weke fikra pêşin. «jiyan ew e ko mirov xwe bigihîne der» Vêya jî xweşîyek didayê. Gavên wî sist bûn, mîna ko bîhnek pê bê, li derdora xwe nerî û meşa xwe domand. Lê nuha, êdî hêdî hêdî nola efendîyekî dimeşiya.

Efendîyekî kumsor, bi işligekî sipî, qundreyeke bi kapik, bi bedlekî reş û tezbiheke sedûyeklibî, li kolana Alî Paşa. Na. Li Mêrga Ehmedî. Naa li Stroget. Mîna dîkekî, çît dimeşiya. Xelkno werin temaşê! Intressant. Det er en efendi som har kommet til Staden! Gode folk kom og se!

Ji xwe re: «divê ez bifikirim» got. Dûvre bi hemû hêza xwe hewl da ko hişê xwe li ser «derketina derve» bicivîne. Hêj wusan di wê rewşê de û ji nişka ve bi dengekî veciniqî bû, ev denga pê xerîb nehatibû:

Tu bi xêr hati yî LO! Tu ji hundurû direve derva û li der jî xwe nikanî ragirî, dîsan direve hundurû! Eva çi dijayetiye wusan?

Himmm.

Erê LO! Kesek ber derîyê xwe namale. Gelek berderî hene ko divê ez bimalim. Keremke!

LO tu pirs û gotineke din ji Pîrê ne kiribûn û di derî re derbasî hundurû bû bû.

Barman! Barman! Ko te cihekî rûniştinê ji min re bidîta, min dê bîrayek vexwara!

Paşê jî çavên xwe li hundurê bara tijî mirov, li cihekî rûniştinê î vala gerand. Hêj wusan, dît ko yê Barman bi destê xwe jê re cihekî îşaret dike!

Li qorzîyeke barê, ber dîwêr, maseyeke piçûk ji bo du kesan dît. Li ser sendalîyekê xanimek rûniştibû, piyaleke nîvtijî şeraba sor li ber bû. Sendalîya din jî vala bû. LO hinekî dudilî nêzî masê bû; dîsan bi wê dudilîyê xwe tewand, destê xwe avêt sendalîyê:

Gelo destûr heye?

Xanim:

Fermo! Keremke! Destûr ya te ye.

Barman piyala wî ya bîra jî anî bû, li ser masê, li ber wî danî bû. Ji bîraya sar ha ha gulpek dudo vexwaribûn, nava xwe hênik kiribû. Paşê jî serê xwe rakiribû, li xanima beramber xwe nerî bû. Mîna ko ji bîr kiribû, weke efûxwestinekê, cara sisiyan piyala xwe rakiribû:

Noş! Goti bû.

Lê xanima beramberî wî bi awirekê mîna ko bibê: «tu dereng ma yî!» bersivandibû û piyala xwe ranekiribû. LO dîsan gulpek sêyemîn bi ser xwe de kiribû, weke ko heq bide xanimê jî, ew bi awireke fedîkoyî bersivandibû. Piştî vê jî demeke dirêj tenê bi awirên çavan, bê axaftin derbas kirin.

Xuyaye tu ne ji vî bajarî ye?

Piştî bêdengîyeke bi erê, na, xanimê ew bersivand:

Naxêr! Ez ne ji vî bajarî me. Dûvre domand: diyar e tu jî wekî min ne ji van deveran î?

Rast e! Ez jî wekî te mahcir im.

Xanimê dema gotina «mahcir» bihîst pêre pêre awirek tê veda, gotina wî birî:

Naxêr! Ez ne mahcir im, tenê ne rûniştevanê vî bajarî me. Ji bo ko dostekî bibînim hatime vir, wa xuyaye wî ez ji bîr kirime û va nehat civanê xwe. Bi destûra te be ez dê rabim biçim!

Xanimê hewl da xwe ko rabe, lê LO destê xwe bilind kir, mîna ko bi destê wê bigre, lê dîsan çend centîman jê dûr hişt û got:

Min bibexşîne! Bawerke ne ji ber tiştekî, an ji bo ko te hêrs bikim min wusan gotibe. Eger tu nuha biçî, bi rastî ez dê xemgîn bibim. Bi vê gotinê min tenê xwest ez rewşa xwe eyan bikim. Mahcirî hevokeke ko hemû rastîya min şirove dikî. Ez ne tenê li vî bajarî lewra li vê dunyayê tevî mahcir im!

Paşê berê xwe vegerand û bi destekî xwe nîşan da, got:

Aha li vê civata mirovan binere! Tu derkevî der, li sûkên vî bajarî tuê bi hezaran li mirovên din rast werî, ez di nava van mirovan tevan de xwe tenê hîs dikim. Mahcir im! Ji ber tiştekî min î ko ez bi wan re parve bikim nîne! Ez hesûdîyê li girî û kenên wan, li kêfxweşî û xemgîniyên wan; na na li hemû tiştên wan dikim. Ne ko ez xwe ji wan baştir an aqilmendtir dibînim. Min her hewl daye, xwestiye bibim yekî ji wan, bi wan re bigrîm, bikenim, lê çi fêde! Bi salan ez bi ser neketime, her di eyarê xwe de tenê ma me, ecinîme. Ne ko evana hemû biyanî ne ji min, di eslê xwe de ez yek ji vê komê me. Ne teyrekî ko refê xwe windakirî me, lewra teyrekî di nav refê xwe de tenê me. Di nav koma mirovên xwe de mahcir im! Eva wekî toqa naletê di histuyê min de maye û nikarim bavêjim!

Xanima nîvşipya bi dû ko li van gotinên LO guhdarî kirin, li ser sandalîya xwe bi şûnde rûnişt, bi cih bû. Di ruwê wê de balkêşiyek û hinekî jî dilşewatîyek peyda bû bû, bi meraq destpê kir, ev mêrê beramberî xwe dawerivand.

Barman! Barman! Ka bîrayeke sar bo min û piyaleke şeraba sor bo vê xanima hêja!

Bi bişirînekê xwestina xwe ji barmanê ko tepsî di dest de û di ber wan re dibuhurî re got:

Vê gavê ez dê bînim birêz! Got û ber bi barê ve çû.

Şorên LO bi bandora meyê hêj xurtir û germtir bû bûn. Digel ko xanimê zêde galegal nekiribû jî LO destpêkir li xwe mikur hat:

Bawerke! Ez kêm li mirovê nola te, ango jin!… wusan bîrwir, sergiran û zana rast hatime. Loma jî ez dixwazim te nas bikim, dostanî bi te re deynim.

Paşê piyala xwe danî, destê xwe dirêj kir rahişt destê xanimê:

Navê min LO ye!

Xanimê jî rahişt destê wî, guvaşt û bi bişirînekê:

Ece! Bi nasîna te ez kêfxweş bûm.

Gotin ji gotinê pê diket, piyalên vala tijî dibûn û dostaniya wan kûrtir, germtir dibû. LO zêde rê ne dida Ecê ko baxive:

Wusan e! got. Mirov carna xwe mahcir, bi tenê hîs dike. Bi milyaran însan li vê dunyayê dijîn, de were di nav koma van mirovan de xwe tenê hîs bike! Hinekî jî bêguman sûcê meriv e! berya hertiştî jî divê ko kesek hewl bide. Eger xwestineke ji dil li ba me nebaya, me ê çawan hevedin nas bikira? Bêşik divê xwestin hebe û piştî vê jî hewldan.

Mîna ko li benda bersivekê be serê xwe rakir, ziq li Ecê nerî. Ecê di mana erê de serê xwe hejand, gulpeke din ji şeraba sor vexwar:

Tu gelekî rast dibêjî! Hewldan girîng e. Mirov divê li hev bigere, hevdu nas bike. Ez dibînim ko tu mirovekî bîrwir e, famdar î. Dostanî mihîm e; lê çi fêde! Ev dunya bûye ya menfaetê, bawerî nemaye, her weha evîndarî jî…

Bibore! Min gotina te bi şekir birî! Te xweş got. Bi xwe bawerîya min qe bi evîndarîyê nehatiye. Lê dîsan jî, ez bahwerim ko tiştek di navbêna mirovan de, ango jin û mêr de, diqewime. Ji ber ko min bi xwe ne jiya ye, ez nikarim viya şirove bikim. Tenê ez bi şik im!

LO bi her awayî bala xwe dabû ser Ecê. Li ber çavên wî wekû portreyeke hunermendên klasîkî di çerçoveyekê de bû. Lê zindî bû. Hemû detay û livên wê dişopandin. Bi tevayî ev portre bi çavên xwe zeft kiribû. Vê yekê him xweşîyek û him jî heyecanek li canê wî belav dikir. Di mejîyê xwe de jî hemû raman û fikrên xwe li dora vê portreyê dicivandin. Hayê wî ne ji derdorê û ne jî ji derengîya şevê hebû. Maseyên hundurû hemû ji mirovan vala bû bûn, tenê li qorzîyekê çend kesan bîrayên xwe ên dawîn vedixwarin. Barman nêzî wan bû, xwe tewand û bi dengekî giramgir:

Eger daxwazeke we hebe, kerem bikin! An em dê qasekî din barê bigrin.

Bi van gotinên barman, LO li xwe warqilî, serê xwe hilda. Li barman nerî û paşê jî li Ecê. Wê :

Na! Got. Sipas! Hesabê me bîne em dê jî rabin.

Dema barman ji ba wan bi dûr ket, Ecê berê xwe da LO:

Eger tu bixwazî em dikanin şevbuhêrka xwe li hotêla ez lê dimînim bidomînin.

LO di mana erê de serê xwe hejand:

Bi kêfxweşî! Got.

Hesabê xwe dan û derketin. Bexşîşa barman jî ji bîr nekiribûn. LO nehiştibû ko Ecê destê xwe bigihijîne çenteyê xwe. Zû zûka pere hejmartibûn û gotibû «eva jî bexşîşa te».

Bajar hêj raneketibû. Her cih bi enterîkên vêxistî xemilandî, ronî bû. Sûk hêj bi çûnûhatina erebe, texsîyan û kesên şevdêr qerebalix bû. LO çavên xwe li texsiyekê digerand ko pê biçin; ji nişka ve dît ko Ecê likumî. Hema nemerdî nekir, bi herdu destan bi zendên wê girt û ber bi xwe ve kêşand da nekeve. Vêya wusa kir ko Ecê ji nişkave kete himêza wî. Dema Ecê serê xwe rakir rûçikên wê û ên LO gihiştibûn hev, bîhna wan bû yek. Bi dengekî nizm:

Sipas! Got.

Dûvre bi maçekê ji rûçikên wî evaya tezdîq kir!

Eva ewçend zû qewumî bû ko LO pê re ne gihabû; ne bi fikrên xwe û ne jî bi heraketên xwe. Tenê heyecanek li tevaya laşê wî belav bû bû û kêfa wî ji vê re dihat, bi dilê wî bû. Loma tu bersiv nedayê, ew paşde maç jî nekir. Destê xwe ji texsîyekê re bilind kir, herdu li paş şofêr siwar bûn û reya hotêlê girtin.

Li ber derîyê hotêlê birbirekê bala wan kişand. Nobedarê hotêlê li yekê diqîriya:

Te vê derê baş paqij nekiriye! Dîsan bimale!

Wexta ko nêzîk bûn LO di nîvtaritîyê de Pîra Eyşo tefsiland:

Wey! Şev baş Pîrê! Tu vê nîvşevê li vir çi dikî?

Şev baş LO! Min dê ev karê dawîn jî bikira û biçûma raketima. Lê ev sêlek ji min re dibê «tu baş paqij nake!» ma ez çi bikim, her ev ji dest min tê.

LO ji ê nobedar re got ko «ew divê qedrê Pîrê bigire, ji ber ko nasa wî ye» ji xwe ê nobedar ketibû hundurê hotêlê û mifteya oda Ecê dirêjî wê dikir. Paşê jî bi awirin bişik LO dawerivandi bû lê tu bersiv nedayê.

Di derencan re dema ko bi jor diketin qata dudiyan, ew li pey Ecê diçû. LO nizanî bû çima pêyên xwe hêdî, heta ko jê dihat bêdeng davêtin. Mîna ko ne dixwest mêhvanên hotêlê hişyar bikî. Di wê nawbênê re carekê serê xwe zîvirandibû, nobedarê hotêlê ber bi çavên wî ketibû. Li kaxiza ser maseya ber xwe tiştek lê dikir û ruwê wî devliken bû, dibişirî. Hê ne gihişbûn qata dudiyan, Ecê bi du pêlikan li pêşya wî bû, LO serê xwe rakir û ew tefsiland. Jineke bi bejn, laşekî lihevhatî, bi porekî nîvdirêj heta bi ser milan daketî dît. Vî wêneyî di serê wî de fikrin tevlîhev û heta bi dudilîyek jî vêxist. Xwe bi xwe «ya rebî! Ez çi dikim? Min daye dûv jinekê ko berya çend saetan min ew cara pêşin nas kiriye. Li gel dicim odeya wê ya razanê!..»

Lewra zû ev fikir ji serê xwe avêtin, tenê di sipehîbûn û çelengiya wê de fikirî. Ecê bi dengekî hiş:

Tu çi dikî? Ka were, li qata dudiyan e.

Dîsan hêdî hêdî bi pêyên bihiş da dû Ecê heta bi qata dudiyan.

Fikirî ko ê odeyeke biçûk be, lê wexta derbasî hundurê odê bûn, di vê fikra xwe de şaş derket. LO li angorî odeyên hotêlên ko dîtibûn û li wan raketibû tesewur dikir, lewra eva ne wusan bû. Gava derîyê odê vebû bû wexmeke yasemînî î tûj bi pozê wî ketibû, mina ko ev bîhna li cihekî din jî girtibe bîrewerîn di mejûyê wî de vêketin lê wî bala xwe neda wan û fikrên xwe li ser ferehî û raxistina vê odê civandin. Ji xwe re «nuha Ecê gelek peran ji bo vê odê didî! Diyar e halxweş e» got. Ecê lempe vêxist, cilên ser etekê xwe î nîvdirêj derxistin, darçikandin. Paşê jî mîna kesek westiya yî bêhemd xwe avête ser dîwançeya ber pacê.

LO hêj şipya bû, ode bi çavan dadiwerivand. Di rewşa wî de tu ecêbmayîyeke nebû, lê dîsan jî dixwest raxistina odê fêr bibe. Tenê textê dudoşekî bala wî kişandibû, tu pirs ji Ecê nekirin, pêlava xwe derxist û hat li ba Ecê li ser dîwançê rûnişt.

Ecê bi bişirînekê xwe nêzî wî kir û pala xwe dayê! LO jî bi dilxweşîyekê ew himêz kir û destê xwe avêt ser milê wê û heta bi jêr de daxist anî, destekî wê girt û guvaşt.

Ji nêzîkahiya du canan xweştir tiştek nine! Eva mîna mêzêneke xwezayî ye. Lihevhatinekê diafirîne û ji vêya germîyek peyda dibe. Di xwezayê de ev germî ê her tişt bihelanda; hîç û pûç bikira. Lê di rewşeke wusan de, bi şerîn û tam dike. Laşê mirov bi tevayî sist dibe, mejîyê mirov ji fikran vala dibe. Hîsên mirov hemû dikevin bin bandora şehweteke bihiştî. Tenê ev û ne tiştekî din! Li vir êdî gotin feyde nakin, can û rewanê mirov bi haweyekî taybet bi hev re qise dikin. Mirov ji heqîqeta dijwar û rastîya kambax bi dûr dikeve. Di nava teqareqa bajarekî de li dengên siruştî guhdarî dike. Li bin darekê hejîna pel û gulîyên wê, li ber çemekî xuşîn û herka avê, li peravekê dengê pêlên deryayî dibihîze.

Mîna pêlên deryayî ko çawa hêdî û bi telq, li dû hev xwe digihînin peravê, li qiraxa reşayê dikevin; ewan jî fitil bi fitil, qumçe bi qumçe, pê bi pê xwe digihandin ber textê razanê.

Şevtira din bi serîyekî ji fikran vala, laşekî mat û sist heta sibê mîna zarokekî raketibû. Xewnên ko dîtibûn jî wekû xweşîya di laşê wî de bûn. Belbî şeva pêşin bû ko tu kabûs nehatibûnê; di xewnên xwe de bi ejderheyan re şerî nekiribû û ji ber tu gurên devbixwîn ên sibatê ne direvîya. Bêtir di rengê xewnên sofîyên pîrozwer î xwedayî de bûn. Li ezmanê heftan di bihişta baqî de, li orta bexçeyekî hêşîn de li ser textekî bû. Doşekek di bin de ji perîyên neaman bû. Li derdora wî horî bi fitil bûn. Yekê serê wî kiribû nav herdu şeqên xwe û duxrand, yekê tlîyên wî diteqandin, yekê pişta wî difirkand, yekê nizanim kuderê wî mist dida! Hêj çend heb jî di dorê de bûn!

Dema ji xewê rabû bû çavên xwe girtî hiştibûn, te digo qey bi vî awayî ê xewna şeva din bidomîne. Destê xwe jî dirêjî nav paqê horîyekê kiribûn, lê çi fêde! Mîna çirokên dapîra wî; hemû horîyên wî bi tîrêjên rojê ên pêşin re guherîbûn, bû bûn teyrik, perî û baskên wan hêşîn bûbûn û firîyabûn.

Roj baş LO!

Roj baş!

Hêvîdarim te xewek xweş kiribe! Ger tu bixwazî tu dikanî avekê li serê xwe ke.

Ecê ê teqnekî berê hişyar bû be, ji ber ko serê xwe şûştibû, fanîreyek û kirasekî nav malê li xwe kiribû, porê xwe ê şil li ber neynikê şeh dikir.

LO xwe ji ser text çemd kir, ber bi Ecê ve çû, maçek ji rûçikên wê girt. Lewra tu mane nedayê ko çima Ecê ew nebersivand, rewşa xwe xera nekir û her şehkirina porê xwe domand. Paşê rasterast çû serşokê, bi aveke nîvsar serê xwe şûşt.

Li derketina ji serşokê dît ko Ecê li ser dîwançê rûniştîye, hemra û bodra xwe danîye ber xwe, neynikek bicûk di dest de, li ber, xwe diedilîne. Wî jî li ber neynika bi dîwêr ve, bi destmalekê porê xwe zuwa dikir, dît ko nivisek li ser qertekê bi herfên mezin û çend hejmar li pey bala wî kişand.

ŞEVEK 500$!(berovajî)

Ne qertê, ne jî nivis û reqemên ser tu fikir û mane di serê LO de pênexistin. Sendalîyek kişand bin xwe li beramberî Ecê rûnişt. Mîna mirovekî bextewar ko nû bi bayê işqê ketibe li evîna dilê xwe temaşe kir.

Xwedêyo!

Kî ji te xafil be, kafir e!

Min nizanî bû!

Min bawer ne dikir!

Min ne jiya bû!

Nexwe rast e!

Şêxê ko pêncî caran çûbû Hecê bû bû şivanê berazan!

Lawik bi tena serê xwe çiya herifandibûn!

Xortekî bi tena serê xwe ve, li dijberî sêhezarûhefsed şervanan ketibû şer!

Troya ji ber vê hatibû şewitandin!

Bêguman evana tev rast in. Bêşik evana tev qewumîne!

Ne pêncî, pêncsed hec jî têr nakin!

Ne tenê çiyayek, deh çiyan jî tên herifandin!

Ne bi sêhezarûhefsed suwarî re, lewra bi sêsedûheftêhezar suwarî re mirov dikane şer bike ji bo î vê!

Û ji xwe Troya, ne carekê lewra deh caran mirov dikane bişewutîne!

Xwedêyo!

«ez çiqasî gune me!»

«heta nuha di xefletê de jiya me! Salên min berteref çûne! Ez çima heta nuha li vê çelenga qîzan rast nehatime? Diva bû min eviya berya bist salan, na, sîh salan, na wele çil salan berê bidîta!»

Dilê xwe bi xwe şewutand, hindek mabû ko girîyê wî bihata.

Ecê neynika xwe bi alîyekî kir, lê nerî:

Ma tu naçî?

Ber bi nîvroyê ve civanekî min heye!

Ma ez çawan biçim! Ma destê min ji te dibe!

Bi heyraniyekê berê xwe bi Ecê vekiribû û xwe amade kiribû da ew işqbazîya ko lê peyda bû bû mîna libên şekirî ji ser lêvên xwe ber bi Ecê ve bigindirîne. Lê dît ko Ecê di pirsa xwe de cidî ye, rê nedayê:

Eger tu bixwazî min dîsan bibînî, aha ji te telefona min. Divê tu berê telefon bikî!

Kaxezek ko reqem li ser hebûn dirêjî LO kir û paşê jî:

Tu heqê min jî ji bîr nekî!

Bala wî kişand ser wê qerta ko di neynikê re dîtibû.

ŞEVEK 500$!

Çi qewumî nuha qewumî!

Weke enterîkên Amudê ji nişka ve lempeyên mejîyê wî tev vêketin! Soromoro bû, kabokên wî reelîn, xwîyekê mîna xuka ser giyayê buharê bi serê wî girt û têgihişt! Lê çi fam bike!

Şex Senan berya ko kevirê kabê tewaf bike li rêya Hecê mir!

Zinar herifî bi ser Ferhad ve hat di bin kevirên mîna tehtan mezin de perçiqî, bû nanik!

Derwêş bi derbên bîstûpenc şûran di nav koma gêsan û tirkan de can da çû, Edûlê ne gihişt ser!

Hespê Troya bû bû ejderheyekî bêhawe mezin, agirê ko ji dev derdiket, ne tenê Troya, bajarên derdorê jî hemû şewutandin.

Ecê ev rewşa wî ne eciband:

Lê kêfa min ji te re hat, ji ber wê ez dikanim hinekî ji te re arzanî bikim. Ji ber ko te li barê heqê meyê û ê hatina me ya texsiyê jî da, sêsed bide bes e!

Deng û his nema ji LO derket, mîna ko tu sîtilek ava sar bi serê wî dake lê hati bû. Ji wê xweşîya şevê û xewnên efsûnî ko li mejî û canê wî belav bûbûn tu derhem, pêjn nemabû, zû zûka li pêlava xwe gerîya û destê xwe avêt bêrîka xwe tomarek pere derxistin, xuyaye mehanîya xwe sitandibû!

Yek… dû… sê…

Li ber derî elq hatinê wexta verişiya!

Bi pêyên hiş hilkişiyabû, bêdeng ketibû hundurê odeyê.

Nuha!

Bi pêyên bilez dadiket, ji bo ko nekulime xwe bi derabên qiraxa pêlikanê ve digirt. Çav û hişê wî li der bûn, lingên wî li revê bûn, mîna mehkûmekî li bayê bezê bû. Li jêr, li salonê, bi kuxtekuxtekê li paş xwe zîvirî, nobedarê hotêlê:

Ma tu tiştekî nade me jî, ma qey em dê bêpar bimînin?

Ha, bixar li bêrîka xwe xebitî; wî jî nizanîbû bê çiqase pere derxistin û ragirî ê nobedar kirin. Paşê jî berê xwe da derîyê der, ji hotêlê derket.

Eger Mihemed neçe ba çiyê ê çiya were cem cenabê wî!

Ji nişka ve xwe li istîgehê dît. Otobosek hat li ber wan sekinî. Xelk li dû hev lê siwar bûn, ew jî di nav wan de bû. Li hundurê otobosê cihê rûniştinê nema bû, mîna gelek rêwiyan LO jî şipya ma. Her cara ko şofêr firên digirt, ên li navê, bi paş û pêşde, bi ser hev de diecinîn.

Serê LO ji fikrên tevlihev dagirtî bû. Zêdetir li ser nasîna xwe ya bi Ecê re û bûyerên li hotêlê difikirî. Viya ne tenê serê wî lewra dilê wî jî tev dida. Elq dihatinê, verşîna wî dihat.

Ufff!

Yeehq!

Serxoş!

Araqvexur!

Şofêr!

Şofêr!

Serxoşekî li vir heye, dike verişe!

Yeehq!

Yê şofêr bi banga rêwiyeke jin, li xwe hay dibe û firênekî xurt digre. Paşê jî derîyên otobosê ên otomatîk vedike.

LO weke dizekî xwe ji otobosê çemd kir û ber bi çend darên li qiraxa rê ve bezîya. Destê wî ê rastê li hewa ba dibû, destê çepê jî dabû ber devê xwe. Li ber daran kumişî erdê û tiştê di nava xwe de li wir vala kir, an wî wusan goman dikir! Ji ber ko ji qiraka wî, ji çend dilopên zehferaneke zerane pêva tiştekî din neherikî bû.

Pişta xwe da dareke çam çend bêhn bi xwe ve anîn, cîgerê xwe bi hewa paqij tijî kir, li derdora xwe nerî, mîna ko bixwaze fam bike bê li kîjan deverê ye. Bi dû de jî rê girt meşîya.

Berê xwe da xurbetê û pişta xwe da oxirê. Çîrokên bapîra wî wusan didomandin.

Roja pêşin, dema ko ji malê derketibû hate bîra wî. Diya wî fam kiribû ko demeke dirêj ê lawê xwe nebîne êdî, an jî cara dawîn bû ko didît. Loma jî derketibû der li dû wî temaşe dikir. Pêyên wî ên dûrketinê dihejmartin, wekû bîrhatinên xwe î derbasbû yî… Ev bîrhatin hemû bûbûn reşayîk, ber bi kaşekî ve, li ser xaçerêyekê, li ber tîrêjên roja havînî, mîna lêlanekê diliviya, dûr diket winda dibû.

Emanet! Emanet! Çi biqewume tu ne li derdora xwe û ne jî li paş xwe nenerî! Ko te bi ya min nekir tu ê winda bikî. Meraq tiştekî nebaş e. Ma ne ji ber meraqa Pandora yê bû evqas xerabî, nexweşî û tiştên kirêt li nav mirovan belav bûn. Hema bila ew qutik venekira. Ma kê ji mêrik re go li paş xwe binere? Ma ne ê binerdê jê re soz dabû! De bila safî bike îca! Jinik winda kir çû! Lê carna bêhemd e. Mîna serûpeyekî ko di beroşa xwe de bikele, illeh ê qepaxê bide alî.

Ê min ji te re negot!

Ê nebê te ji min re negot!

Li paş xwe zîvirî.

Pîrediya wî li ber dîwarê xanîyê wan î ko bi kilsê sipîkirîbû rûniştibû, serê xwe î bi çarik kiribû nava herdu destên xwe û li dû wî temaşe dikir. Çend kûçik li nav pirêza ber gund mîna ko keroşkek rakiribin bi ewtînî dabûn ser piştê. Çend dewaran li ser golê av vedixwarin. Jinekê ji kanîya ber gund cerê xwe tijî av dikir. Ecacokek rabû bû, tirabêlka nav gund wekî xurtûmeke badayî ber bi ezmên ve bilind kiribû. Ji dûr zirîna kerekî dihat. Ji nav xiramê kevirên ber rê tît tîta çend têtiyan bihîst.

Evana hemû deng û dîmenên devera wî bûn. Ew devera ko lê mezin bû bû, rojên zarotîya xwe lê buhurandibûn. Lê be daxewa! Nuha tev jê dûr diketin, ji ber çavên wî winda dibûn, tenê di mejîyê wî de dibûn deng û wêneyên bîreweriyan.

Te çima li dû xwe nerî?

Li ber xwe binere wexta tu dimeşî heyra! Mîna araqvexwurekî!…

Bibore ezbenî! Min tu nedî.

Serxoş!

Ezbenî! Ga yê qelew î ziktelêr. Ma ne dibû we hinekî kêm bixwara, xwe parîkî zeîf bihişta? Ma tu dizani gelo bi vê qelewîya xwe tu çiqasî cihekî bêmane li vê dunyayê tijî dikî? Bawerim ko hayê te ji birçîbûn û xelaya li vê dunyayê heba te ê bêguman hinekî kêmtir bixwara û nuha ez dê li binguhê te neketima û belbî bi xêra te jî xelaya salê li Efrîqa di ser çend zarokan re biqevazta. Lê dîsan tu duan bike ko tiştekî twîj bi min re tuneye! An min dê di wî zikê te î telêrî de biçikanda, mîna nepoxeke rojbûyîna zarokan biteqanda…

Kesê qelew ev gotin û heqaretên LO cidî negirtin, tenê mîna gayekî xirîniyek ji xwe derxist û reya xwe domand.

Ev bajar çendî hatiye guhertin! Kengî ev dîwarên bilind lê kirine? Ji bo çi gelo? Ne wexta Timurlenk û Cengizaxanan e jî êdî. Ji xwe Atîla di ber ya Germanî de mir. Xwîn vedirşiya. Belkî jî jehr danê. Ê kî wî bikuje? Belkî jî zarên wî bûn, ji ber ko wan împeratorî li hev pişk kir, her yek li koşeyekî wê bû keyek. Tev diz bûn! Ji ber dîzan ev dîwarên bilind lê kirine, seda Çînê jî ji ber dîzekan lê kirine! Împeratorî ji bavê xwe dizîn. Dûvre jî ew perçe kirin. Weko perçeyekî goşt, de file magnon û biraştin xwarin hahaha… împeretorî xwarin. Xwezî bi dilê van arşîtektan! Ji bo van avahiyên bilind her yekî, nuha dunyayeke pere girtiye. Li gor bilindiya avahîyê pere sitandine. Ê herî bilind ava kiriye, perê herî gelek girtiye. Hemû bi hevedin ve pêçane. Nabên rojekê ê balafirek li binguhê wan bikeve.

Dengin! Qêrînin! Ji wê ve dihatin. Ji pêşiya wî. Xelk bi wê ve direviya! Xelk bi vê ve direviyan! Çi qewumîye dîsan gidî? «1 Lo, ev çi deng e, û çi heydedan e,

û çi guregur e li ezmana? Dengê nefir

û zirne û borîzana. Hin dibêjin qiyamet e,

û hin didêjin axirzeman e.»

Shomaker çû li Jupîterê ket, Haley Bob nêzîkahî li me kir… hema hema, neûzûbillah hindek mabû. Hema di ber re derbas bû. Ma feza ji kevirên wusan tijî ye. Mîna sîh, hinek hene, mîna pêncî çiyayî mezin in. Her sedhezarsalan carekê, kevirekî weha mezin li binguhê dunyayê ketiye ji xwe. Belkî jî ev sala nehsedûnotûnohezarûnehsedûnotûnehsala ye. Ma ne dînazor bi vî şiklî winda bûn, cihên xwe ji dînazorên bicûk re hiştin; Homo Sapian. De hevedin bixwun! Neandertal aqilmend bûn! Xwe zû tune kirin. Wan fam kir bê ê çi felaket bi serê wan de bê! Ji Homo Sapîan xeyidîn, çûn û nema hatin. Li paş çiyayê Qaf man, bûn Hacûc û Macuc!

Xelkino! Rabin ser xwe! Qiyamet e! Çi malê we heye bixwun! Tiştê ko hûn nema dikanin bixwun, belav bikin, li feqîran. Nebên feqîr nemane. Dunya ji feqîran tijî ye. Hêj mirov hene ko nanê rojê nabînin, wekî di xelaya Nisêbînê de, mîna lawiran zikên xwe bi giyayê çolê tijî dikin. Paşê jî rahjin guneh û xêrên xwe û biçin ber mêzênê.

Xelkino! Têkevin rêzê! Sedhezar sedhezar, bi milyon milyon, li ber mêzênê, li beramber katibê xêr û gunehan. Zarok bila xwe bidin vî alî, tenê hûn mezin, xêr û gunehên xwe hazir bikin. Xêrên we bila di destê çepê de be, ji ber ew hertim ji gunehan hindiktirin û guneh jî di ê rastê de. Te go çi? Tu nikane rahjê! Ê ji xwe wa tu xêrên te nîn in, bi herdu destan rahjê! Vê rêzê negrin, viya vekirî bihêlin, ev ji bo ew kesên pîroz in. Bi hezar salan me ev rêz ji wî/wê/wan re hiştiye, lê hêj me nedîye yek

ji peşkên xwîna heram bêpar!

Ka dîsan bigerin!

Ka careke din bikin dengîn, li wî/wê/wan kesên bêguneh mîna gedekî ko nû welidî be, ew ê ko bikanibe di nav agirê dojehê de bimeşe lê rivîna agir nikanibe wî bişewutîne, lewra tenê lê bibe bayekî sar weko di rojên havîneke germ de, ser û çavên wî hênik bike. Gelo heye kesek wilo di nav we mirovan de, ka rê bidinê. Na. Belê. Erê hebû yek. Me şand ji we re, da mizgîniyekê asîmanî bide we. Lê we ew girt, dest û lingên wî qeyd kir û bizmar di laşê wî de kuta, perçe perçe kir ji me re paşde şand! Erê ew pak û dilovan e, lê li benda rehma wî nemînin. Hûn berpirsyar in. Ji kiryarên xwe hûn mesûl in. Hûn in xwedîyên xêr û gunehan. Bêfêde ye, da ez vê defterê dîsan bigrim, belbî hezarsaleke din… keremkin, tenê derîyek ji we re vekirîye!

Lawikek, temenê wî li dor pencsalî, çenteyekî biçûk, ji diyarîyên rojbûyinê tijî li milan ber bi wan ve baz dida. Xwenga wî, emrê wê li dor heftsalan, li pey wî dibeziya. Mîna ko di nav xwînê de soberî kiribûn, ser û çavên wan, cil û bergên wan tev soringî bû bûn. Weke ko lawik birîndar bû,gêj dibû, kabok lê sist dibûn, dikir ko bikeve lê dîsan bi hewlecanekê, weke pisingek ko çawa ji nav agir direve,wan jî wusan, xwe çemd dikir, gavên xwe pêş de davêtin. Deng û his ji wan dernediket, behît bûn, şaşmayî bûn, qeweta di canê wan de li lingan bû.

Bêje, bêjbazê gotinê!

«… me agirekî gur û xurt li dora wan dada bû.«

Behsa wan salan nefiramê bike.

»bi tifing û qezatoran em li derdora agir veketibûn«

Bê we çawa koma wan kovîyan şikand,

»ên ko ji nav êgir direviya, dibûn nîşana tifingên me«

ew turkên çiyayî.

» ko tifing derbas dikirin, di bin derbên qezatorên me de can didan «

« lê»

Lê û quzelqurt! «lê» ya çi?

«ê heval ma ne we got: «bibêje!»

Hevalê çi! Tu carî ji min re nebê «heval» Ez û te tu caran nabin hevalên hev; gotinek wekî vê xapînok, ko maneya wê di civaka me de istîsmar bûye tuneye!

«lê ko ez nebêjim ê bibe derd û bi bedena min bikeve.»

Xwedê bike bibe jehra silêmanî û bi bedena te ke ve! Tu ê nuha rabe bibêjî «ma gunehê min çi heye?« ez tenê leşkerek bûm û min bi ya qumandarê xwe dikir!»

«erê»

Eva gotinên vala ne, qiseyên qor in ji qewla destbirakî me ve! Bi hezarsalan mirovan ev gotin bi kar anî ne da sûcên xwe î herî mezin pê winda bikin ko bi vî babetî kirinên xwe î herî qirêj û kirêt ji ser xwe bibin. Tu berpirsyar î, bi qasî qumandanê xwe!

Ev koma mezinan ko ber bi me ve tê ê çi bikin ji me xwenga min?

Qey ê me dîl bigrin birawo!

De ka em paşde vegerin nexwe!

« ko mirineke me hebe bila bi agirekî xwedayî be û ne bi derbên tifingên romê be»

Li vegerê lawik diterpilî diket erdê, li ketinê çenteyê wî ji milan difiriya diket xwarê. Ew li çenteyê xwe ne difikirî, radibû ser xwe dîsan direviya. Xwenga wî ko li paş baz dida wê gavê li xwe dizîvirî, ji erdê çenteyê birayê xwe hildida.

« bi teqîna dengê tifingekê lawik ji erdê bilind bû pengizî, çend gavan şûnde jî kumuşî ket erdê. Xwenga wî dît ko tiştin ji nava birayê wê firiyan, li pey wan rêz bûn. Tavilê li paş vegeriya yek bi yek ji erdê hilanîn û xistin bêrîka xwe. Weko berêvaran dema ko ji nav gund, ji lîstikên zarokan vedigerîyan malê, wiya xarên xwe ên sindoqî bikirina bêrîka xwe î bi qul û ber bi şîvê ve bilezanda, hayê wî jê ne dibû ko yek bi yek dişemitîn diketin li erdê digindirîn. Wê demê ê xwenga wî ew xarana ji erdê top bikirina û di bêrîka xwe de veşirtina, ta dema raketinê, wexta ko xarên xwe dihejmartin, lê diwarqilî ko kêm in û bi çavekî bişik li derdorê, li dizê xarên xwe digerîya, wê gavê xwenga wî ê lê surprîz bikira û ew xarana ji bêrîka xwe derxistana, bidanayê.»

LO li ber metroyê behît û matmayî li dîmena beramberî xwe temaşe dikir. Dê weledê xwe davêt. Her dever bi birîndaran ve tijî bû. Qîrewîra xelkê, nalînên birîndaran, dengê ambulansan ber bi perê ezmên diket. Kî ko ji derîyê metroyê derdiket serbixwîn bû. Ber derîyê metroyê, derdorê wê, ser betonê mîna ko te her cî bi xwînê neqişandibe xuya dikir.

Rê bidin! Xwe bidin aliyekî! Birîndar hene.

Xwedê wan nehêle! Di agirê dojehê de bişewutin rebî! Me derîyên xwe ji wan re vekir ew hewandin, singa xwe vekir ew himêz kirin! Me ew bi nan û av kirin. Lê ev hovana ji tiştekî fam nakin. Medeniyet çiye nizanin. Her yekî wan bombeyeke zindî ye di nav me de! Bombeyên bi şaşik! Ne hêja ne, ji qenciyê fam nakin. Wan bigrin bavêjin derya yî, bila bibin êm ji masiyan re. Wan di zinaran re werkin, bila bibin xwarin ji teyrik û lawirên çolê re. Wan bicivînin têxin vagonan paşde bişînin welatên wan, bila li wir hevedin bixwun; an… Aushwitzê ji nû de vekin!

Jinikek navsere, bi kirasekî perpitî ko di nav xwînê de mabû, li ser pêlikek derenca ber metroyê rûniştibû, destên xwe li kabokên xwe dixistin, car car serê xwe bi jor de, ber bi ezmên vedikir û nifir dikirin.

Xwe bidin alî! Birîndar hene! Mirî hene…

Vir! Ne wir!

Tu!

Tu! Hûn!

Neçin cihekî! Xwe tev nedin! Li vir têkevin rêzê!

Polîsekî bi hêrs û geft ji LO û komek mirovên ko li wir civiya bûn re cihekî nîşan da ko li wir rawestin û têkevin rêzê. Wan jî wilo kir. Li pêşiya LO yekî bi bejn, girs, porekî gij û reş çenteyek li piştê sekinî bû, paşê wî li LO bû. Hinekî şûnde çend polisên din jî hatin cem ê din, ji wan çend gavan dûr li hev kom bûn. Xuya bû, bi hev dişêwurîn. Li rêzê dinerîn û daxêvtin.

Terorîst…

Bahwerim…

Naaa!

Diruvê wî bi wan ve diçe!

Erê!

Belê!

Naa!

Polisek hat, bi çeplê ê ko li pêşiya LO sekinî bû girt wê de bir ji rêzê hinekî dûr xist. Ew li erdê rûnişkandin da û jê re got ko «çentê xwe veke!» Di heman wextê da polisekî din ji koma polisan qetiha ber bi wan ve hat. Li rê LO dît ko viya qewlikê demança xwe vekir û destê xwe li ser demançê hişt. Viya hêj çenteyê xwe nû vekiribû, fanireyekî alavî jê derdixist û polisê din gihiştibû cem wan. Ji nişka ve ê polis demança xwe ji ber xwe derxist, ber bi serê wî kir û teqand! Mîna ko demançe di serê wî de teqiha be LO ji cihê xwe bilind bû. Lingên wî reelîn, kabok lê sist bûn, weko bibê, nuha dora min e, tayên mirinê pê girtin, çavên xwe li reyeke revê gerand! Ê polis pêre pêre demançeya xwe di qewlik de dîsan bi cî kir û destekî xwe ber bi rêza mirovan kir:

Belav bibin! Herin ji vê derê!

Hûn hatin! Ka birayê we? We Ûsivê min li çolê hişt ko bibe parîyek ji gurên devbixwîn re an di çalekê de ji mişk û maran re. Hûn çiqasî hesûd in, hûn ê xwe ne! Çavên min nabînin an ez dê derketama li çol û çolistanê li Ûsivê xwe bigeryama.

Kesekî ji we lê xwedî derneket. We got:

Em viya nas nakin!

Ew mirovê xwedayî î pîrozwer û bêguneh nola şeytanekî hate recimandin. We berê xwe jê guhert. Serê xwe berda ber xwe her yekî ji we reyeke revê dît û ji wir bi dûr ketin.

Lingo bi qurbano! Wey li wî ê ko xwe xelaske!

Di vê sikakê re.

Di wê kolanê re.

Di vê cadê re.

Di wê bouliwarê re.

Zû zû zû zûzû!

Go go go go gogogogow!

Dûr bikeve ji bajêr. Talûke ye. Xwe ji wan serîyên ko di ber derîyên nîvevekirî re bi meraq li te dinerin… ji wan çavên ko di pacan re bişik te dadiwerivînin û nuha dibên: «gelo ev jî ne yek ji wan be» biparêze.

LO xwe gihandibû nava parkekê, li ser şopereyekê li nav darên cûrbecûr dimeşiya, lê hal tê nema bû. Dev lê zuwa bû bû, giwîn lê vemirî bû. Xwe li ser riçikekê, li ber rê avêt erdê, dirêj kir, xwe bi xwe: «xwedê ez sitirandim! Diya min pariyek nan dabû feqîrekî, çend sêwî bi cil kirine!» got. Hezar caran kêfa xwe jê re anî, di dilê xwe de şa bû ko vê rojê bê “çente” bû. An tiştê bi serê wî mêrkî hat, dikanîbû bi serê wî de jî bihata. Bîhna xwînê li pozê wî, dîmena kuştina wî mêrkî di mejîyê wî de asê bû bû, tiştekî din nikanîbû bifikiriya. Ji paş ve berdabû yê, derb li paşîya serî ketibû. Xwînê çawa ji serê wî pijiqandibû, bêhemd ser devûruwan kumişîbû erdê. Weko plaqekê ko di cihê xwe de digeriya, ev dîmena her saniyê di mejîyê wî de vêdiket, zindî dibû.

Dê:

»Hey malikwêrano, Şahîno tu dey nakî… te dilê diya xwe hêra!«

Destgirt:

»Ezê kolekê ji Şahînê xwe re çêkim ji gul û rihana

heke hindik be, ezê ker kim ji mala cirana«

»ez difikirim

hindik mabû ez bihatama kuştin.

»ez difikirim

hindik mabû ez tune bûbama.

»te birayê xwe kuşt, tu çima derewan li min dikî. Wa xwîna wî ji erdê gazî min dike. Nalet li te bê!

Abel, kurê Hawa, lawê Adem tu ji axê aferî, dîsan dibî ax.

Roj baş xorto!

Bi dengê kalekî ko di ber re dibuhurî LO li xwe hay bû. Rabû ser xwe çarmêrkî rûnişt û silava yê kal vegerand:

Mamo roj baş.

Mamo! Te tiştek ji bajêr nebihîstiye gelo?

Ji pevçûnekê?

Ji xirecirekê?

Ji ber metroyekê?

Ji kuştinekê?

Ê kal ber bi LO zîvirî, bi herdu destan palda ser gopalê xwe:

Êdî ev dem ji min derbas bû xortê delal. Êdî lingekî min li der yekî li gorê ye. Ji xwe di xortaniya xwe de jî min ji pevçûn û xirecirê hez ne dikir. Lê ez ji te re bibêjim, dem hatiye guhertin. Xortên dema min zigurdî, tolazî dikirin lê ên nuha li şer û pevçûnê digerin; ev bajar hatiye guhertin, ne wekî berê ye. Heroj şer û pevçûn e. Kî dizane rojê dilê çend dê û bavan li ser weledê wan dişewute. Însan wekî berê, qedir û qîmetên hev nema digrin. Qey dîsan şerekî ji ber xezebeke bêmane qewumî ye. Ma ê çi bibe wekî din xortê delal.

Piştî ko bi vî hawî tu pirsên LO ne bersivandin, berê xwe jê guhert û bi gavên yextyarane bi reya xwe de çû. Li çûyinê, di ber xwe de:

Ev roj dunya xweş e, sayî ye, germ e. Bawerî bi hewaya vî welatî nayê, sibê dikane ewr û baran be.

Tevdîl û axaftinên ê kal, Xocê Xizir anî bîra LO. Mîna ko dixwest maneyekê ji gotinên ê kal derxîne, teqnekî li dû temaşe kir awirên wî li ser Kalo asê man. Hêj wusan kalo sed gavekî dûr ketibû an ne, dît ko du xort ji nav daran derketin ber bi kalo ve hatin. Pêre pêre tiştek niqutî dilê LO, wekî bibê «evana ne ji xêra kalo re ne». Xelb xelbek li wan peyda bû, kalo virde wêde kişkişandin, yekî destê xwe xist paxîla wî… LO zêdetir nefikirî, nav di xwe da û bi lez di hewara kalo de baz da.

Haho! Haho!

Werin, alîkarî bikin!

Mirov tên kuştin! Haho! Însanan dikujin!

Lê fêde nekir. Heta gihişt ser Kalo, dit ko di nav xwînê de li erdê gevizîye. Herdu xortan tiştê ko ji paxîla kalo derxistin, girtin û bi lez di nav daran re reviyan, ji ber çavan dûr ketin. Tenê bi şelihandina kalo razî nebû bûn, kêrek jî di qefesa sînga wî de çikilandibûn.

Kalo!

Hayy Kaloo!

Çi li te kirin van emirqesifyana kalo!

Ma perê te birin ne besî wan bû?

Ma hewce yî vê kêra malmîrat hebû ko di laşê te de bikutin, vê kuna xedar di singa te de vekin.

Serê kalo li ser kaboka xwe danî, di ruwê wî de li alametên zindîyê gerîya. Lê gwîn li kalo vemirî bû. Xwîna ko heftê salî di rehên wî de digerîya, nuha bû bû weko kulmek av û rijîya bû erdê. Di bin tîrêjên rojê de çavên kalo wekî di îkoneke Urusî de her li ezmên bûn. Xortan tu heceta mudaxelekirinê da kalo dîsan zindî bibe nehiştibûn. Kêrik heta dawîn di qefesa singê de biribûn, dil û kezeb tev qelaştibûn.

Kalo ez çi bikim?

Ez çi xwelêyê li serê xwe kim!

Xwedê nehêle! Ez bi hawara te negihiştim…

Serê kalo danî ser riçikê û kêrka di sînga kalo de jê kêşand. Heta wê demê çend kesên ko kûçikên xwe derxistibûn der, li nava parkê digerandin li derdora wan civiya bûn, behîtmayî çend gavan ji wan dûr rawestibûn, li rewşa wî û kalo temaşe dikirin. Jineke ko derketibû li parkê spor dikir, ew jî gihiştibû ba wan; dema ev dimena li beramberî xwe dîtibû bi qêrînekê xwe li wir bêhiş xistibû. LO fam kiribû, wê gavê kêrka di destê xwe de avêtibû aliyekî û destên xwe î bi xwîn bi giyayê erdê ve paqij kiribû.

Piştî demeke hindik, ne zêde, weko di filmên Emerîkî de, çaxa ko kujar karên xwe diqedîne û diçe winda dibe û paşiyê polis û ambulans tên cihê bûyerê li vir jî wusan amade bûn. Helka helka dilê LO bû. Serê wî bi pirsên bê bersiv tijî bû. Dema ko ev bûyera bi ya ber metroyê ve girêda, rewşa xwe gelek xirab dît.

Bavo ne ez bûm!

Te li wir çi dikir?

Ez…

Çima te ev kalo kuşt?

Dujminatiyeke te pêre hebû gelo?

Heyra ne ez bûm.

Xelkê kêr di destê te de dît, şopa tilîyên te li ser kêrê heye, destên te bi xwîn in.

Ka şahidên te?

Du polisan LO birin aliyekî û hinek pirsên formatîk jê kirin. Lê bala wî li ser koma mirovan û polisên ko ji wan pirs dikirin bû. Axilbe jî li ser jinika ko bêhiş ketibû ko nuha rabûbû ser xwe û ji du polisan re, xuyaye, tiştê ko dîtibûn bi ta û derzî vedikir. Her serê gotinekê jî destê xwe bilind dikir, ber bi LO vedikir.

Mala min xirab bû.

Ev dê min bide dest.

Ji xwe hewce î tiştekî zêde namîne.

Min tu şahid jî nîn in. Kalo di histuwê min de ma.

Baş e ko van ez nekuştim!

An dê ji kîsî xwe biçûma.

Ew mêrikê ha, belbî hayê wî ji tiştekî nebû. Dîsan bû qurbanê gumanekê!

Ev çi boblat e.

Ev çi qiyamet e.

Birêz LO! Tu divê li gel me werî heta bi qereqolê!

Fermo!

LO herdu destên xwe ji bo ko wî kelepçe bikin dirêj kir. Lê polîsan tu kelepçe li dest nexistin.

Em te wekî qesasekî di zena pêşin de nabînin birêz LO. Ji ber vê hewcedarî bi tu kelepçeyan tune ye, tenê bifermo li erebeyê siwar be, li gel me were polisxanê.

»Birawo! Çawan destên min li te gerîyan. Min ne ji bo kuştinê ew fîşeng ajotibû devê tifingê! Min tenê dixwest te bitirsînim. Min hay jê nebû ko nikilê malmîratê ê wusan zû dakeve, ew guleya ji hesin û ji risasê cerg û dilên te biherifîne.

Aha di rengê yakuzên japonî de îro ez tilîya xwe ya qilînçankê bo te diyarî dikim.

Sibe ya gustilkê.

Dusibe ya dirêjekê.

Sêsibe ya dalasekê.

Çarsibe jî ya girdekê.

Perçe bi perçe ta ko bibim mîna gundorekî, ez dê laşê xwe zindî bo te diyarî bikim li ser vê qebrê. Lê zanim ko eviya hemî jî ê te ji bin axa sar venegerîne û ez dê dîsan weko qisasekî, birakuj li ser ruwê vê dunyayê rûreş bijîm ta ko bi agirê dijwar ê dojehê şa bibim.

Birêz LO!

Rast e. weko we gotiye.

Du xort in. li ser wan qewlikê Kalo derketiye. Dema ko xwestine bi qerta Kalo peran ji benqê bikêşînin hatine girtin.

Bêgoman kujarê kalo ew in.

Bibore ji bo ko me tu li vira rawestandin da.

Nuha tu azad î!

Tu dikanî biçî malê.

LO li quncikeke bendîgehê, li ser renzekî ji text rûniştibû, lingên xwe ber bi xwe ve kêşandibûn, serê xwe li ser kabokên xwe diarimand û li gotinên du girtîyan guhdarî dikir. Ji hêlekê ve jî nalet li vê roja bêyom dihanî. Di rojekê de jiyana wî serûbinî hevedin bû bû. Dîtin û bahwerîyên wî di derbarê mirov, jiyan û civakê de hatibûn guhertin. Lewra bi çi babetî, eviya ji wî re jî ne eyan bû.

Salên zarotiyê bi listik, fentezî, keşihkirina tiştên derdorê û guhdarkirina çîrok û meselokên mezinan ve derbas dibe. Dema herî xweş e di jiyana mirovan de.

»xwezka dîsan zar bû ma.

Dema xortaniyê bi henek û laqirdiyan dibuhure. Hevalan ji xwe re çê dike, dibe dost û tiştên nû diceribîne. Demeke bê tirs e. Rojê tu dikanî kelehekê ava bikî û deh dîwaran bidî erdê. Heyranan ji xwe re çê dikî û dibe heyran û evîndar bi xwe. Ev dem jî kurt e, zû diqede. Mîna çivîkekî ji nava lepên mirov difire diçe.

Êdî tu mezin î. An ji mezinan tê hesêb. Tu berpirsyar î. Tu xwedî biryar î. Tu endamekî civakê ye. Te zagona civakî ew lihevhatina social pejirandî ye. Veger tune. Tu xwedî ûjdan e. ji kiryar û biryarên xwe tu mesûl î. LO xwe bi xwe fikirî: «gelo kengî min ev gehênekên jiyanê bihurandine? Min ji çi çaxê ve ev libasê dadmendîyê li xwe kiriye?» tavilê tu pirsek ji vanan nikanîbû bibersivanda û bi dû ”tavilê” ve jî tu bersiv nedîtin ji van pirsan re. Tenê ji wexta ko bîr biribû û ta nuha, xwe berpirs û mesûlên kirinên xwe dîtibû. An wî wusan fam dikir.

Birêz LO. Keremkin eva tiştên we ne.

Polisekî qutîyek ko tiştên LO tê de bûn anîn li ser maseyekê ber wî danîn.

Saeteke destan

Perenin

Deftereke biçûk ya telefonan

Mifteyek

Evana tiştên LO bûn. Dema ji qutîkê mifte derxist, xiste bêrîka xwe, beşişî bû. Eva bala ê polis kêşandi bû.

Gelo tiştek kêm e birêz LO?

Na. Sipas. Her tişt wekî xwe ye. Ez ji xwe kenîyam.

Di navbêna wan de tu axaftineke din ne bihurî, LO tiştên xwe di bêrîkên panteronê xwe de bi cih kirin û derket.

Dunya berêvarî bû. Ro di aso de diçû xwarê, jê re çend qam mabûn hêj. Ewrekî tenîk weko çarikeke bûkekê xwe bi ser ruwê wê de girti bû. Lê şewqa sipehîbûna vê bûka gerdûnî hêj dunya ronî dikir, hinarokên wê î soringî jî rengekî soravî li aso belav dikir.

Pêşiyên me ne bi derewan jê re taet dikirin. Heqîqeta pêşin û dawîn her ew e LO.

Bi ser milê çepê ve serê xwe dagerand, bi heyret li wê hêlê pîra Eyşo keşif kir. Melkesa wê di dest de, hinek qirşûber ji ser betona ber derîyê polisxanê top kiribûn, dida alîyekî.

Pîrê!…

Erê LO, ev şîrketa paqijîyê karê xwe zêde kiriye. Du sal ji min re man. Piştî wê ez dê pala xwe bidim balgihekê weko yextyareke bextewar lingên xwe dirêj bikim û ji fêkiyên vê xebatê bitamînim.

Di wextekê de ko evqas xort bêkar in, tu bi vê yextyariya xwe vî karî dike…

Tişt nabe LO. Ê dem were guhertin, eva jî bi saya xebata me ê bibe. Mîna ko cenabê we li ser pirsa mezin şêwr kiriye ê biqewume.

Ev gotinên pîrê LO behît hiştibûn. Ew babetê nasîna Pîrê î bi salan di serê wî de tevlîhev bû bû. Erê Pîrê gotinên xweş û aqilane dikirin ji xelkê re. Lê wî eva dida tecrubeya jiyanê ya Pîrê. Lê nuha ew weko siyasetmedarekî, zêdetir, mîna feylesofekî deng dikir, gotinên bi mane dikirin. Çend nivîsar ko LO di rojnameyekê de li ser pirsa mezin çap kiribûn tenê ceribandinên akademîk bûn. Dema Pîrê wusan ji nişka ve behsa “pirsa mezin” kir LO şaş ma bû.

Tu ne bi tenê ye LO. Dost hene. Îşev gengeşî li ser ”pirsa mezin” heye. Dixwazin te jî li nav xwe bibînin. Cihekî te î taybet heye li nav dostan LO. Biçe! Li taxa Şoreşê, Qesra Sor.

LO ji pîrê xatir xwest û ji hewşa polisxanê derket. Lê gerîneka pirsên di serê wî de zêdetir bû bû. Çawa mirov carna di derheqê hin tiştna de an kesna de xwedî bawerîyek be û ji nişka ve bûyerek an hewldanek vê bawerîya mirov şaş derdixîne. Bi hemû şêweyên xwe ev xeletî ji kesî eyan dibe, li ber xwe dikeve, dixwaze sedemekê jê re bibînî, şiroveyek aqilane; paşê jî bêçare qebûl dikî eger ne di nav koma mirovan de be jî xwe bi xwe dipejirînî: «erê heyra ez xelet bûm» dibê.

Bêşik li cihekî kêmasîyeke heye, ez di meseleyekê de xelet im, lê çiye gelo? Min çi fam nekiriye. Pîra Eyşo belbî sixurek be jî!

LO meşîya. Bi kûde diçû wî nizanî bû. Li gor dirêjaya kolanê dimeşîya. Fikrên bê mebest ko mejîyê wî çawan tevlîhev kiribûn bi rê de çûyina wî jî bê hedef bû. Bûyerên doh û îro sereqatîya jiyana wî serûbinî hev kiribûn. Rastîyeke ko heta nuha laqî nebû bû didît. Li gor mantiqekî aqilane ev bûyerên lê qesidî bûn rave ne dibûn. Di rewşên wusan de mirov xwe tenê hîs dike ger tu di nav koma mirovan de be jî, dîsan tu bi tenê ye. Mirovên di ber re derbas dibûn tenê weko reşayê bûn, siyên ko diliviyan, bê şekil bûn. Hemû avahiyên kolanê bê derî û pace bûn. Tenê taritî û ronahî ji hev ferq dikir. Hêviya wî di ronahiyê de bû. Lê di ronahiyê de fikir, raman diva bûn jê re. »Ramanên çê zû bi zû di serê mirov de hêşîn nayên. Mîna tovekî zindî ne. Weko pêvajoya çêbûna mindalekî ne. Ko te bizir avêt, tu ê li benda bî. Divê bi baldarî were mezinkirin, ji ber ev pêvajo nazik û girîng e. Bêgoman ked û zehmetkêşî jî jê re divê. Gelek şevên bê xew, bi qolincan mirov derbas dike. Paşê jî wext LO! Wext mefhûmek e. Di hemû aferandinê de heye. Ko ev mindal berya wexta xwe çê bibe, ev pêvajo nîvçe dimîne. Ger ko bijî jî, ji sedî sed ê seqetiyek, kêmasîyek wî/wê hebe.

Ev gotinên ko LO ji nişka ve bi bîr anîbûn ên mamoste Ram bûn. Berya mehekê dema dersên xwe qedandibûn, li hewşa dibistanê bi çeplê wî girtibû, birûbû oda xwe, jê re çayêk ikram kiribû. Mîna ko dixwest şiretina li LO bike pêre axiftibû.

Ev gotinên Ram ko LO lê warqilî fikrên wî civandibûn ser hev. Girîneka fikrî di mejîyê wî de zelal dibû. Mamoste Ram kedkarekî dibistanê î kevntirîn bû. Bi temenê xwe jî mezin bû. Lê fikrên wî gelek caran di nav komikên mamosteyan de bêrewac bûn. Zêdetir weko mirovekî ne modern, konservativ dihate nasîn. Demeke dirêj LO li ba xwe rûnişkandin dabû. Ji hurmeta ji temenê wî î mezin re LO dengê xwe nekiribû, heta dawîn lê guhdarî kiribû:

LO hûn xort in, belbî hûn tu qîmetê nedin fikrên min. Na! Na! Qey nake. Felsefa min ya jiyanê ne wekî ya we ye. Dibe ko ez hinekî bi babetekî kevnare difikirim. Ji ber ko bawerîya min tenê bi tecrubeyên mirovatiyê tê. Tecrubeyên ko mirovan bi hîsên xwe zeft kirine. Bi vê reyê dîrokek, çandek afirandine û di nav aferînendeyan de gihiştine qada herî bilind. Hûn di felsefeya xwe de behsa şoreşan dikin. Şoreşên civakî, herifandina dezgehan dikin. Eva incex dikane tenê kaosekê biafirîne, bawerke ne civakek nû! Mirov xwedî çand in, xwedî dîrok in. Ê dîsan li referensên xwe bi gotineke din, li tecrubeyên xwe vegerin. Wê demê felsefeya we têr nake LO. Mînakên wusan di dîrokê de gelek in LO. Lê nuha ne cihê vê minaqeşê ye. Lewra ji bîr neke ko tu çi dinivisînî; fikir, raman dikarin bi qudret bin. Hikmeta wan heye û gelek caran dikarin bandoreke mezin li ser mirovan bihêlin. Feylesofên pêşin, kesên weko Sokrates insanên basît bûn. Li bazar û gasînan fikrên xwe ji xelkê re kad dikirin, bi wan re diketin gengeşîyê. Ew fikrên Sokrates in ko iro bûye bingehê hemû felsefeya rojava. Tiştên ko we di derbarê pirsa mezin de di rojnameyekê de behs kiriye bêgoman dikanîn bibin bingeh ji hin fikrên siyasî re jî û hin komikên siyasî evana weko fikrên xwe nîşan bidin.

Min dev ji siyasetê berdaye birêz Ram, kî ji xwe re çi fikrê ji nivisa min derdixe bila derxe, eva ne problema min e.

Bi haweyekî dîplomatîkî gotibû û zûzûka ji oda mamoste Ram derketibû.

LO bi reya xwe de gihiştibû ber parkekê lê bi fikrên xwe hêj ne zelal bû. Digel ko bi bîranîna axaftina mamoste Ram ve hin tiştin jê re diyar bûbûn jî dîsan ne îkna bû.

Gelo eve mimkin e!

Bêşik tiştin li ber guhê Mamoste Ram ketibûn ko wê rojê wusan ez vexwandim odeya xwe û ev gotin ji min re gotin. Eve bi salan e em li gel hevedin kar dikin, tu carî nêzîkayek wusan nîşanî min neda ye.

Paşê jî fikrên behît di mejîyê wî de geriyan.

Jina ko bi du zarokan ve di mala wî de rûniştî bû… bûyerên îro… û Pîra Eyşo ko bûbû feylesof û li her cihî derdiket beramberî wî. Berya van tevan jî axaftina Mamoste Ram. Eva tev bi dû ko li rojnamê du nivîs di derbarê ”pirsa mezin ” de nivîsîn qewumîne. Xwe bi xwe:

Xuyaye ez dibim qurbanê komployekê.

Lê çawa hayê min jê nebûye! Heta nuha tiştekî wusan ji min veşartî ma ye.

Tu kîye ko li ser pirsên mezin dinivisîne?

Tu mamostekî basît e, mehaniya xwe digre, pê debara xwe dike! Ma bi serê te ketîye ”pirsên mezin”! Biçe bikeve ber singa Ecê. Pirsa mezin ji te re ew e. Pêsîrên wê mist bide…

Na!

Hemû mirov sedemek in ji pirsa mezin re. Mîna ko Mamoste Ram goti bû, Sokrates însanekî gelek basît bû! Mamoste jî nebû. Lê fikrên wî bûn bingehê felsefeyek dunyayî. Çi ferq dike? Ma ne hatiye gotin ko « di nawbêna erd û ezman de tiştekî nû naqewume, gotinên nû nayên gotin». Mirov kiryar e. Kiryar jî têgihiştin e. Fikir e, raman e. Ez diramim ko ez heme! Ez difikirim loma ez heme. Ji ber ko ez difikirim ez heme. Însan raman e. Raman hebûn e. ”ego sum, ego existo”.

Çima mirov bi dengê bilind nafikirin gelo? Wê demê ê her kesî bi hev zanîba. Başî û xerabiya dunyayê hemî ê li ber çavan ba. Hemû çeqel, gelac û xêrnexwaz eyan ba na. Bawerim xerabiya li dunyayê hemû ji ber vê ye. … ko insan bi dengê bilind nafikire. … ko însan ji binî de nafikire. Ko însan berê fikir bû û nuha devjê berda ye. Li Yewnanîstana kevn karkeran di wexta kar de, belaş diçûn tiyatro. Karkerên îro diva bûn her serê saetekê pênc deqîqeyan dev ji karên xwe berdana û tenê bifikiryana. Cartesius rast gotiye. Her tişt di cogîto de ye.

“Cogîto, ergo sum”

Ew agirê ko ji xwedayan hatiye dizîn fikir bi xwe ye. Adem ji bihiştê nehatiye avêtin. Bi xwe bûye xwedayek, ango xwedîyê fikrê û bi vê reyê jî desthilatdar. Sînorek danîye û li dunyayê xwedî derketiye.

Ma fikir tenê têr dike LO?

Pîrê!… malava tu li vir î! Tu kengî gihişt vir? Eve çawa dibe? Tu mantiq nikane viya rave bikî.

Ber bi parkê ve, li bin dara kajê, li ser tehtekê reşayak, mîna sîyeke ji mirovan rûniştibû. LO ew ji dengê wê nas kiribû. Tavilê ber bi wê ve çû, li ser tehtê li tenişta wê rûnişt. Xwest pirsekê ji Pîrê bike lê berya wê hewl da ko behîtbûna li ser xwe bavêje.

Tu behsa » ew tiştê ko Xudan fikirîye berya ko kaînatê biafirîne…«« dike LO. Ji karê dunyayê re mantiq nîn e. Fikir tenê însan ne afirîne. Afirandin di kiryarê de mana xwe dibîne. Ne kiryarên ji bo têrkirina hîsên şexsî. Kiryarên di reya fikra mutleq de (absolute Idee). Wekî…

Hahahahhahahahahahahahahahihihihihehehe… eviya surprîzeke xweş bû. Bi rastî min nizanî ko tu pisporek fenomenologî ya Gîyan e… dîtinên Hegel ji min re neqil dikî. Hehehe. Te ê bigota «wekî Napolyon» bawerim.

Rast e.

Hohohoh…

Vê dawîyê dengê kenekî ecêb jê derketibû. Heta bi wî jî li derdora xwe nerî, gelo hinekan ev denga bihîst an ne.

Bibore Pîra delal…

Xuyaye fikrên te ne saz in. Tu serê xwe gelekî li ser tiştin hêsan mijûl dikî. Pirsa mezin ji destpêka destpêkê de heye. Ew him destpêk e him jî destpêka dawîyê ye. Heyîn û tunebûn e. kes ne girîng in. Weko we jî gotiye »hemû kes hacet in jê re. Di vê pêvajoya dîrokê de tu rola min û te nîn e. “Minervas uggla börjar flyga först när skymningen faller”. Amanc însan e. însanê azad, ewê xwe pêk tîne. Bêgoman ez behsa pêkanînek di xwezayê de nakim.

Absolute Idee.

Pîrê ez ji însên bawer dikim. Însan raman (Idee) e. Hemû tişt di virde veşirtî ye. Fikir, ango Idee di eslê xwe de pak e. Kiryara pêşin ya fikrê di siruştê de xwe pêk anîye, herweha ya dawîn jî ê di vir de be. Fikir azad bû û pêre jî însan azad bû. Ev pêvajo bi hezar salan domandiye. Demeke dirêj piştî rewşa civakî (social contrat) jî dom kiriye. Di rewşa xwezayî de her mehlûqat bi qasî ko jê re pêwist be seyda xwe dike. Lê lepta fikrê bi bereket bû, ew zêdeyî li hewcedaran belav dibû. Ev jî bû yek ji wan sedeman ko civaka pêşin hate damezrandin. Pêvajo di virde şikest. Ew beraketa fikra însanî bû bela li serê wan. Hinek li ser vê dolemendîyê rûniştin, ketin zewq û sefayê, ew bûn efendî. Bi vî babetî jî dev ji Idee berdan. Ên ko ji bo jiyanê helwest vedan û ji bo heyînê weko çareyeke bi tenê pejirandin, ew jî bûn kole. Ên dawîn dev jî Idee bernedane. Ger ko mirovatî li ser ruwê dunyayê heye îroj bi xêra wan e. Ew hezkirina ji jiyanê ko ew kirine kole, hiştiye ko mirovatî bizrê xwe li ser ruwê dunyayê bidomîne, bireşîne… Di zewq û sefayê de xwe pêkanîn nîn e, ne kiryareke Idee ye. Bilekis jêdûrbûn e, zidê wê ye.

Ji wê ve ji beramberî wan ji reya ko LO têde meşîyabû û nizanîbû bi kû de diçe dengê qerebalixekê dihat. Şawşawek bû, qîrewîrek bû. Her ko nêzîk dibûn, deng jî zêde dibû. Hinekî şûnde xuyanî bûn. Komek mirov bûn. Axilbeyên wan naşî, xort, canên teze î bê guneh bûn. Kinc û libasên wan rengareng bûn. Keske, sore, alavî, hevrişimî, zerane bûn. Bi serên wan ve terîşên belek pêçayî bûn. Bi zendên wan ve paçên ji rengên cuda mîna bazbendên ji şêxên Serhanî girêdayî bûn. Te ê bigota qey karwanekî xêliyên mîrane û xwazgînciyên dotmîrekê ne. Lê bi bez û livên xwe zêde bi rengê nêçîrvanan diçûn. Ji zarên wan gotinên xweş, bi şabaş dernediketin; xebxepkên wan ne ji ber dengên kilêlîyan û stranên xwazgîncîyan ledixist.

Bigrin!

Bernedin!

Lêxin… bikujin!

Evana kî ne gelo, Pîra Eyşo? Vê muxriba han! Di wexta xuyanîkirina »kundê Mînerva yê de. Evana li pey çi dibezin, ê çi mizgîniyê bidin me gelo?

Nêçîrvan in LO. Li dû azadîyek ko winda kirine dibezin. Wê xwe pêk bînin, gunehê xwe î pêşin bikin pê re jî azadiya xwe bifetisînin weko destpêkê. Paşê jî ê di poşmanîyê de bijîn, ta dawîya emrên xwe. Hertim ê li dû wê dunyaya ko windakirine bibezin. Ê bibe hînetiyek ji wan re, ji bo ko gunehê pêşin berteraf bikin ê yê duyemîn, sêyemîn bikin û eva ê her wusan dewam bike. Car car ê têkevin zewq û sefayê, bi mey û dolemandîyan ji ser xwe biçin car car jî ê mîna eremîtan bijîn li can û bedena xwe işkencê bikin, xwe bi sozdayînek xwedayî bixapînin, mîna Sisîfos barê gunehê xwe ber bi serê Olumpos ve hilkişînin. Lê nafîle! Tu tiştek şûna wê azadîya windakirî danagre û tu xêrek jî wî gunehê pêşin efû nake.

Nêçîr ne kîvroşkek an karexezalek bû. Lewra xortekî temenê wî li dor panzdeh şanzdeh salî bû. Hê nû balix dibû. Mîna çêlîyeke teyrikan bi bask û perî bû bû û ê fêrî firê bibaya. Bi dunyaya mezinan şa biba, li xêr û gunehên wan xwedî derketa. Kêliyeke berê li gel hevalên xwe li futbolê temaşe kiribû. Lê xeletîyek an jî rastîyek kiribû. Ji taximekî şaş re tezehurat kiribû.

Baz dida, direvîya. Ew jî li dû bûn. Mîna her zindîyekî di taya canê xwe de bû. (çi bibe bila bibe, tenê ez xwe xelas bikim) Lê ên li dû bi biryar bûn. Mîna gurên devbixwîn ji lêvên wan pizotên agir dibariyan. Ew dê heyîna xwe pêk bînin. Bav û kalên wan û ên berya wan û ên berêtir jî her wusan xwe pêk anîbûn, ev mîras divabû bidomanda, ew agirê ko ji xwedayan hatibû dizîn divabû netefiya.

Li bezê serê wî virde wirde diliviya, xuya bû çavên wî li sitarekê digeriya. Li deyekê, li bavekî, li xwedîyekî, li hevalekî… nafîle.

Wî bigrin!

Darek li newqê… buksek li serî.

Wî bigevizînin.

Lêxin.

Pîhnek. Li serî, li nav piştê… Yek din. Li newqê. Yeke din û yeke din.

LO fam kiribû ko têkeve nav wan ê nikanîbe wan navcî bike. Herweha ê jê re jî xeter ba. Loma jî derketibû ser tehta ko li ser rûniştibû, şipya dikir qîrewîr.

Hawar! Hawar!

Însanan dikujin! Werin alîkariyê!

Devjê berdin! We kuşt.

Ew jî yek ji we ye. Ji we werê hûn nêçîrvan in. Sibê hûn dê bi xwe nêçîr bin!

Xortek ji komê, darê xwe bilind kir ber bi LO ve hat. Guhên xwe da ser şorên wî da fam bike gelo ji wî taximê şaş re tezahuratê dike an ne. Dema tiştek ji gotinên wî fam nekir devjê berda. Li vegerê ji hevalekî xwe re ko li pey hatibû alîkariyê:

Devjê berde! Dînek e.

Koma xortan ko bi wê qerebalix û şawşawa ko hatibûn, wusan jî bi dûr ketin. Di nawbêna çend deqeyan de winda bûn çûn. Li wir li wê ortê tenê cendekê wî naşî di nav golek xwîn de mabû. LO bixar hat ser termê wî, li dorê çû û hat, li pêjnên zindîbûyînê gerîya. Serê xwe bi ser sînga wî de tewand, tu gurpînî ji singê nebihist. Guhê xwe ber bi dev û bêvila wî ve miç kir, tu dengê fişîniyeke zindî ber bi guhên wî neket. Hemû îşaretên termê naşî ne ên ji vê dunyayê bûn.

Tu vê xezebê dibîne Pîra Eyşo! Ma Joseph de Maistre neheq bû, dema ko digo: “li gerdûnê tenê şîdet heye û garantorê vê hevgirtina civakî jî giyotîn e”?

Nizanin bê çi dikin LO. Eva jî dikanîbû yek ji wan ba. Ya girîng pirsa mezin e! Her tişt bi wê ve girêdayî ye, hemû tişt di wê de veşirtî ye. Weko we…

LO hinekî bi hêrs gotina Pîrê birî:

NA. Ne wa ye. Her tişt însan bûyîn e. Heyîn û tunebûn e. Hezkirina ji jiyanê weko qîmeteke gerdûnî ye. Pirsa mezin û bersiva mezin jî her ev e. Ji başî û xerabiyê re tu ilmekî zêde ne pêwist e. Gelek ji felaketên ko bi serê mirovan de hatine ji ber ilmê felsefeyê ne. Mîna dirûnkerên nezan cil li bedena mirovan ceribandine. Mîna nijdarên (cerrah) nezan mirov li ser maseya emelîyatê dirêj kirine û bi kêrikên di destên xwe de hinavên wan herifandine. Ên Ronesansê qe nebe alîyekî çê û çeleng weko hunermendîyê (estetîk) li ba mirovan xurt kirin, lê ên dema Ronahîyê û ên sedsalên dawîn tev sûcdar in, tev gunehkar in. Jiyana mirovan ya berya şoreşan bi seraqet bû. Peyder pê ber bi başîyeke gerdûnî ve diçû. Lê li dû şoreşan ev pêvajo serûbinî hev bû. Mirov bi dewletên nasiyonal û îdeolojîyên cuda ji hevedin bi dûr ketin. Netîca vê jî qetilamên mezin, şerên dunyayî û mirovatîyeke ko ji qîmetên mirovtîyê dûr û biyanî ye ji me re mîras ma. Fatora viya î her î ber bi çav jî termê vî naşî ye. Hemû tişt di dilopên xwîna vî xortî de ko dinuqute ser vê axa sar de veşirtî ye. Bersiva pirsa mezin di sekinandina vê xwînê de ye.

Di rewşa hêrsbûyinê de mirov ne saz e û xweş nafikire LO.

Heta wê demê jî çend erebeyên polisan li gel ambûlansekê hatibûn. Personalên ambûlansê piştî ko cendekê yê xort di kontroleke ecele re derbas kirin, tu pêwistî bi midaxeleyeke zêde nedîtin. Dîsan weko qaîdeyekê mekîna ko qelbê rawestî dîsan bi ruh dike, danîn ser sînga wî sê-çar caran bi voltên ceryanê rakirin û danîn, dema bersivek negirtin, termê wî danîn ser erebeka ambûlansê ajotin hundurê ambûlansê û ji wir bi lembeyên şînesorê vêxistî bi dûr ketin.

Hîşê LO li ser yê xort û laşê wî ê bê liv bû. Bi baldarî li midaxele û lepta personalan dinerî. Awirên wî li ser ambûlansê asê mabûn heta ko ji ber çavên wî bi dûr ket, li kolanekê zîvirî winda bû.

Kî dizane bê çi hêvî winda bûn. Qelbekî rawestayî û bi dehan jî ên şikestî ê li pey bimînin. Tovekî ko hêj nû dibişkivî hate qurmiçandin. Tovekî yî din yê xezebeke bê mane hate çandin li dunyayê. Barê xemgîniya mirovatiyê bi yeke din girantir bû. Mixabin! Nehiştin tu mezin bibî, da bi dek û dulabên dunyaya fanî bihisî. Belbî tu biba burgerekî baş an jî yekî nola wan, ma çi ferq dikir! Rojek ji rojan tu ê li qîzeke nazik û nazdar rast bihata. Belbî jî tu rast hatibû. Lê nizanim tu gihişt ko tu evîndarîya xwe bike nav baqek gulên sor û pêşkêşî wê bike an ne. Wan şevên zivistanan ên dirêj tu ê biketa nav derd û mitalên evîndarîyê, di nav nivînan de bi virde wirde te ê xwe ger bikira û wê xew li te biherimîya. Rojên xweş bi dewlemendîyê ên ne xweş bi zehmetkêşiyê te bibuhurandina. Di xweşîyê de tu ê biba mîna guleke berbero li ber tavê, ê dilgeşî, dilovanî ji te veda. Di zehmetkêşîyê de te ê hezar nalet li wê roja ko dê û bavê te bizrê tovê te ê zindî reşandine bihanîya. Ev rojana ê li pey hev zêde, dirêj bibûna û ê bibana tecrubeyeke jiyanê ji te re. Lê çipkim nuha evana tev hêviyên windayî ne, hemû xewnên dîtî û jibîrbûyî ne.

Birêz LO eger tu xwe bide kêlekê ê baş bibe, ji ber ko hevalên polis ji bo tehqîqatê ê derdorê îşaret bikin. Belbî jî tu bikanibe bersiva çend pirsan bidî, hinek înformasyon em ji te bigrin.

Ser çavan.

LO hinekî ecêbmayî li polisê ko bi navê wî deng lê kiribû nerî. Li ber şewqa lembeya bi sitûnekî ve ew tefsiland, dît ko kêliya berê heman polisê ko li polisxanê jê pirs kiribûn.

Înformasyona ko LO da yê polis tenê ji ”komek xortên nola hev” pêk dihat. Ê polis bêyî ko tiştekî lê binivisîne, qelem û deftera ko ji bêrîka xwe derxistibû dîsan şûnde xiste bêrîka xwe, lê berya ko ji cem bi dûr bikeve:

Birêz LO nizanim çi tesadufî ye, lê xuyaye belayên bajêr îro tev laqî we dibin. Buyerên wusan bivê nevê li ser mirov tesîreke neyînî dihêlin. Eger hûn bivên ez dikanim we bigihînim mala we.

Rast e, wa xuyaye ez mirovekî bêyom, bê oxir im. Mîna miqnetîsekî belayên wusan ber bi xwe ve dikşînim. Lê dîsan jî sipas. Wa cîrana min li vir e! Ez û wê ê li gel hev biçin malê.

Yê polis serê xwe bi wê ve, bi alîyê ko LO îşaret kiribû ve vekir, awirên wî vala man. Serê xwe hejand tiştekî din ji LO re negot û ji ba bi dûr ket.

M. ALÎ KUT

2010-09-02

Gilgamêş – III –
Tablo – III –

Yextyaran Gilgamêş pîroz kirin û berya ko bi rê bikeve hin şîret lê kirin: “Bawerîyê tenê bi qeweta xwe neyne, Gilgamêş hay ji xwe hebe, bi derbên te şûna xwe bigrin. Ew ê ko li pêşiyê diçe hevalê xwe xelas dike, yê ko rê nas dike alîkarîya dostê xwe dike. Enkîdu ê li pêşiya te bimeşî. Ji ber ew reya daristana Urizan nas dike, ew di şer û pevçûnê de mezin bûye, sitewîya ye. Enkîdu dê alîkariya destbirakê xwe bike. Çavên te lê bin û wî sipîsax paşde vegerîne ba jinên wî! Em keyê xwe dispêrin te û bextê te, wî dîsan paşde vegerîne ba me.”

Gilgamêş axift, ji Enkîdu re got: “Destbirako ka rabe em ekhev biçin Egalmahê ba Keybanû ya mezin Nînsun!”

Gilgamêş li beramber Nînsun rawestîya û jê re got:

”Nînsun, ez ko wêrek û egîd im, dê bikevime reyeke dûr, ber bi Humbaba ve biçim, şerekî bê mînak dê bikim, li ser reyên nenas î cîxewle bigerim. Berya ko biçim min pîroz bike, li min helal bike, da carekê din di derîyê goma Uruk re paşde bizîvirim, werim ruwê te bibînim. Wê demê ez dê ji rûmeta Xwedayan re sersalê pîroz bikim, di heman salê de du caran sersalê pîroz bikim. Ez şahî û dawetekê mezin li dar xim ko dengên şadîyên wê li cihî olan bidin.”

Nînsun li gotinên lawê xwe Gilgamêş guhdarî kir, guhdarî kir û xemgîn bû. Paşê çû odeya xwe, destê xwe bi sabûnê şûştin, kincên xwe guhertin, yên herî xweşik li xwe kirin, sînga xwe bi micewheran xemiland, dîyademek danî ser serê xwe û bi pêlikan ve derkete banî ser bên. Li beramber Şamaş hermel vêxist qurbanî danê, milên xwe bilind kirin û ji Şamaş re due kirin: ”Ji bo çi te dilekî wusan bitaswas daye kurê min? Va ye dîsan te ew dilzîz kir! Ew dixwaze bikeve wê reya dûr, ber bi Humbaba ve biçe, şerekî bêhawe bike, li ser reyên nenas bigere, ta ko bigihêje dûrayê daristana Urizan û wî Humbaba yê dirinde bikuje û bi vê jî neçêyê mehû bike lewra ko tu li welêt, ewqas jê nefret dikî. Wexta ko tu her roj li derdorê dunyayê digerî, bila bûka te Aîa bêtirs salixên wî bigihîne te: Wî bispêre nobedarê şevê! Bi şevê û bi rojê ê bûka te Aîa salixên wî bigihîne te. Ew roja ko Gilgamêş û Enkîdu raserî Humbaba hatin, tika ye Şamaş, bihêle ko ba, bager û bahozên bisehm li Humbaba rabin: Başûr, Bakur, Bayê Xerbî, Bayê Sayî, Bahoz û bagerên Imhullu û Asakku, hemî Ecacok û Bablisok, wa bike ko her sêzdeh ba lê rabin da ber xwe nebîne. Bihêle ko çekên Gilgamêş bigihêjin Humbaba. Bila qantirên te yên bezek wan bigihênin cihekî aram î raketinê, li ser textekî xweş. Xwedayên ko birayên te ne… Aîa ew bûka payebilind…”

Mangeya kovî Nînsun dueyeke din ji Şamaş re kir: ” O Şamaş, ma qey ê Gilgamêş nebe yek ji xwedayan?

Ma qey ew dê selteneta asîman bi te re parve nekî?

Ma qey ew dê heyzerana seltanetê û tacê bi hîvê re parve nekî?

Ma qey ew dê li Apsu li ba Ea nebî aqilmend?

Ma qey ew dê li gel Irnîna mirovan îdare nekî?

Ma qey ew dê li gel Ningîşzîda nebe niştecihê welatê bê veger?”

Mangeya kovî Nînsun wusa ji Şamaş re axift, hermel vemirand û ji serbên dakete xwarê. Enkîdu gazî ba xwe kir û pê re axift: “ Enkîdu yê bi qewet, min tu newelidandiye, lê ji nuha û pê ve, secera te ê li gel ya Gilgamêş yek be. Hemû rehbik, jinên pîroz û carîyên perestgehê… Wê zincîra bi nîşan kire histuwê Enkîdu. Rehbikan bergirtiya mindalê dîtî kirin, keçxwedayan ew mezin kir.

Enkîdu, ko ez ewqas ji te hez dikim, te wekî lawê xwe qebûl dikim û Gilgamêş te wekî birayê xwe qebûl dikî.”

Enkîdu ji Ninsun re got: “Gilgamêş… ta ko em ji daristana Urizan paşde zîvirîn.”

Gotinên Şamaş ê alîkariya we bikin. Li ber dergahê Marduk…

Li ber dergahê mezin ê daristana Urizan, Gilgamêş û Enkîdu…

Enkîdu ê alîkariya destbirakê xwe bikî,

Bi ewlehî wî paşde vegerîne ba jinên wî.

Em keyê xwe dispêrin te û bextê te.

Tu wî paşde vedigerîne ba me.

Enkîdu ji Gilgamêş re got:”Destbirako, biryara xwe biguherîne! Re…”

Tablo – IV –

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdora wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dostê min, min îşev xewnek dît. Tiştê ko min di xewna xwe de dît gellekî tevlîhev behît bû.

Di rêbiwara çiyê de… Çiya bi ser çolê de hildiweşîya. Em… weko mêşan.

Tu ko li çolê çê bûye, xewna min şirove bike.”

Enkîdu, xewna destbirakê xwe jê re şirove kir:”Dostê min, xewna te çê ye, xewneke bi xêr e. Dostê min, ew çiyayê ko te di xewnê de dît Humbaba ye: Em dê wî zeft bikin û wî bikujin, em dê laşê wî li erdê bihêlin û sibehî em dê nîşaneke xêrê ji Şamaş werbigrin.”

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdora wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dostê min, min îşev xewnek dît. Di xewna min de çiya dijmunkar bû, ez li erdê didam, bi lingên min digirt dikişkişand, di nav şewqeke dijwar de min zilamek didît, zilamekî gelekî spehî, payantirîn zilamê welêt bû. Wî ez ji nav lepên çiyê xelas dikirim. Wî av da min û ez haş kirim, alîkarîya min kir ji şûnde rabûm ser pîyan.”

Enkîdu ji Gilgamêş re got:”Dostê min em divê bimeşin… Ew ê ko şaşbûyî Humbaba ye. Yê aloz ne çiya ye, Humbaba bi xwe ye. Were û tirsa xwe ji bîr bike, em dê nuha bibînin… Ew zilamê ko te dixewna xwe de dîtiye lehengê Şamaş bi xwe ye, ew weko çavên te, laşê te, bi te re ye, di nêzîk de, sibehî em dê gotinên Şamaş çê bibihîzin.”

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdorê wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dosto, min îşev xewneke sêyemîn dît, ev xewna min tevlîhev û hinekî behît bû, asîman bi gurmîn û dunya bi guregur bû, roj hiş dibû û taritiyê dunya hemî digirt. Piştre birûzkan vedida, agir pêdiketin, rivînên agirî ber bi jor de bilind dibûn, mirin dibarîya. Çirûsk vedimirîn û pêtî diketin xwarê, hemû dibû arî. Tu ko li çolê welidîye, ka vê xewna min şirove bike.”

Enkîdu xewna destbirakê xwe şirove kir, got:”Dostê min, xewna te çê ye, bi xêr e. Ew asîmanê ko te dîtî… Humbaba bi xwe ye… Humbaba weko xwedayekî… ê vêkeve… Em dê li ser wî deynin… Li ser Humbaba… bi nefret… Em dê Humbaba bikujin, li ser wî rawestin… Û sibehî em dê gotinên Şamaş î çê bibihîzin.”

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdora wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dostê min, min îşev xewnek dît, xewna min tevlîhev û hinekî jî behît bû. Min gamêşekî çolê zeft kiribû, dema ko wî bi orîniya xwe dunya diqelaşt, ji ewrekî tozê asîman tarî dibû. Wexta em bi poşa çûn hev, xwe azd dikir… zimanê xwe derdixist… Cewdikê xwe dirêjî min kir, hişt ko ez avê jê vexwum.” »Dostê min, xwedayê ko em şerê wî dikin ne tu gakovîyek e, tiştekî din e. Gamêşê ko te dîtiye nobedar Şamaş e, ko di dema astengîyê de destê me digre, alikarîyê bi me re dike. Ewê ko ji cewdikê xwe av da te, xwedayê te bi xwe ye, rûmetê nîşan dide. Bila em bawermendê Lugalbanda bin, em dê bi hevedin re serfirazîyên mezin pêk bînin!»

Li beramber Şamaş hêsir barandin:”Li Uruk te gotibû… rabin guhdarî bikin… Gilgamêş, dûndeyê goma Uruk, Şamaş gotinên wî bihîstin û di heman gavê de dengek ji asîman hate bihîztin »Bilezîne! Rê li ber bigre, nehêle ew xwe bigihîne nav daristên. Daristana wî ya gurr î xewle… da negihêje ko heft ebeyên xwe li xwe ke. Nuha tenê ebeyek lê ye, şeşê din ji xwe kirine.»”

Ew girtin.

Wan… mîna boxeyên hêç bi poşan çûn hev.

Carekê ew diqîre, barebarek bisehm jê tê, nobedarê daristên nav di xwe dide û diqîre…

Humbaba, wekî xwedayekî…

Gilgamêş ji Enkîdu re got:”Humbaba… Em dê yeko yeko nikanibin pê… ê biyanî… ev erda şahîtok… dudo… du sisê dibin şeş bi hevre.

Mîna werîsekî badayî

Du cewrên şêrê biqudret.

Gilmaş dîsan ji Enkîdu re got: Dostê min, law ne ji paxirê ne…

Enkîdu li Gilgamêş vegerand: Ew ê ko em dê şerê wî bikin… ew Humbaba yê ko em dê raserî hev bibin…

Nuha wexta ko em hatine nav daristên û ez çavên xwe vedikim, milên min sist bûne.

Gilgamêş li Enkîdu vegerand: dosto, tu çima mîna bizdonekekî gazincan dikî? Ma me hemî çiyan ne li gel hev derbas kirin?… berya me, berya ko em darên urizan qut bibirin.

Dostê min, tu di şerî de xwedî tecrube ye û ji şer natirse.

Te laşê xwe baş bi melhema giyayî firikandiye ko dîmenê diguherîne, destbirako bilasebeb ji mirinê netirse.

Bihêle bila dengê te wekî defa şerî halan bide, qidûm bi xwe ve bîn bila çog û milên te bişidin!

Destê min bigre destbirako, bihêle em ekhev bimeşin. Şerî li beramberî me bifikire.

Mirinê ji bîr bike, li jiyanê bigere, tu bi qewet e û berpirsyarîya xwe dizanî!

Ewê ko li pêşî diçe xwe diparêze û dostê xwe xelas dike, û ekhev rûmet û şerefeke abadin digrin!”

Û tevde gihiştin rexê daristên, bêdeng rawestîyan.

M. ALÎ KUT

Gilgamêş – II –
Enkîdu li beramber fahîşeya Shamhatê rawestibû û pê re şa dibû. Şeş roj û heft şevan pê re raketibû û Enkîdû ji bîr kiribû ko li kûderê welidî bû.

Şîretên fahîşeyê li xweşa wî çûn, Shamhatê jê re got:«ji bo çi tu bi ajalên kovî re digerî? Rabe ser xwe, ez te bibim cihê şevîna şivanan.»

Fahîşeyê kirasê li ser xwe kir du perçe, yek li laşê Enkîdu gerand û yek jî ji xwe re hişt, bi destê wî girt, mîna xwedayekê serkêşiya wî kir ew bir cihê şevîna şivanan, cem pez. Şivan hemî li dorê kom bûn, bi hev re axivîn, gotin:

«Ev zilamê ciwan, çendî dişibe Gilgamêş! Bejnbilind û nola dîwarekî bi qewet e. Belbî ew li çiyê welidî ye, ew mîna biruzka Anu bi hêz e.»

Şivanan nan danîn ber da bixwe û jê re şerab tijî kirin da vexwe. Lê Enkîdu nîzanîbû mirov çawa dixwe û veduxwe. Hêj fêrî xwarina nanî û vexwarina meyê ne bûbû. Fahîşeyê jê re got:” Nan bixwe Enkîdu, xwarina xwedayan e, şerabê vexwe Enkîdu, vexwarina keyan e.” Enkîdu nan xwar heta ko jê têr bû, şerab vexwar, heft şerbik bi hejmar. Sermest û kêfxweş bû û qêriya stranan. Laşê xwe yê bi pirç şûşt, bi dohnî nermijand û veguherî ji nû de bû mirov. Serûçavên wî ji sermestî û kêfxweşîyê dibiriqîn. Şivanên yextyar pix kirin xewê, Enkîdu bi tena serê xwe nehtorîya hemî pezî dikir, çend gur li erdê dirêj kiribûn û berdabû ser pişta çend şêrên ko xwe nêzîkî pezî kiribûn.

Xortekî ciwan ko dê biçuwa dawetekê li goma Uruk, di wir re derbas bû. Awirên Enkîdu bi xortî ketibûn, ji Shamhatê re got:”Shamhat, gazî wî xortî bike! Ji bo çi ew hatiye vir? Ew kî ye?” Fahîşeyê dengê xwe li xortî kir, jê pirsî: “Tu bi kûde diçî, xortê ciwan? Sedema rêwitîya te çiye?” Xortê ciwan berê xwe da Enkîdu û jê re got:”Ez vexwendîyê dawetekê me. Zewac nesîbê her mirovî ye. Ez dê xwarin û vexwarinê ji mêvanên dawetê re bibim. Cara pêşin ê çarika bûkê ji bo keyê goma Uruk bê hildan, ji bo Gilgamêş ko keyê goma Uruk e ê çarika bûkê pêşin bê hildan, ew dê pêşin bi bûkê re rakeve û paşê zava tê. Di dîwana xwedayan de wusan, biryar hatiye girtin, ev jî ji çêbûnê de nesîbê wî ye.” Enkîdu li ê xort guhdarî kir û gellekî bihnteng û xemgîn bû.

Shamhat li pey Enkîdu dimeşiya. Enkîdu hat goma Uruk, xelk li derdorê kom bûn. Ew li meydana goma Uruk rawestiya û rê li ber Gilgamêş birî. Niştecihên Uruk li wir kom bûn, xelk ji her alî ve hatin, bi sedan leşker hatin, lawên ciwan li derdorê kom bûn. Weke ko mirov zarokekî piçûk maç bike, lingên wî maç kirin. Ew li wê derê rawestibû, ew mirovê pêşin î bi payan.

Ji bo Ishara nivînek hatibû raxistin û cihek jî, mîna ê xwedayekî, ji Gigamêş re veqetandibûn. Enkîdu bi lingên xwe, li ber derîyê bûk û zavê, reya Gilgamêş birî, nehişt ew derbasî hundurû bibe. Li ber derî hev girtin, dest bi lecê kirin. Hevdu kişkişandin nav gasîn û meydana bajêr. Ji hinga wan teqreq bi zîlanên derîyan ket, dîwarên malan hejîyan. Herduwan, nola gakovîyan bi poşan çûn hev. Gilgamêş lingên xwe bi erdê ve asê dikirin ta ko hêrsa wî çû û dev ji pevçûnê berda. Enkîdu ji Gilgamêş re got:”Tu, ko mîna lawê diya xwe, yekane lawê keybanû Nînsun, ew mangeya bi payan, hatiye dunyayê. Tu serê xwe ji ê herkesî bilindtir digrî, Enlîl keyetî daye te. Ji bo çi tu dixwazî wusan bikî? Ji ber çi tu dixwazî xwe ewçend mezin bikî?”

Herduwan hevdu himêz kirin û bûn destbirakê hev, çûn ba diya Gilgamêş. Mangeya kovî, Ninsun ya bi payan û aqilmend ko bi her tiştî dizanî, ji lawê xwe Gilgamêş re got: ”Destbirakê te gellekî bi qewet e, li vî welatî nola wî yekî din tune ye, fena birûzka Anu ye, bejnbilind, mîna dîwarekî bi hêz e.”

Mangeya kovî û bi payan Nînsun ya ko bi her tiştî dizanî ji lawê xwe Gilgamêş pirsî:

”Lawê min, tu çima wusa bêmad, xemgîn li ber derî radiweste? Yê Enkîdu ne de û ne jî bav heye, porê wî ê xelekî berba dibe. Ew li çolê welidî ye û birayekî wî jî tuneye.”

Enkîdu li paş derî li van gotinan guhdarî dikir, bi xemgînî rûnişt, destên wî sist bûn, çavên wî tijî hêsir bûn, hêz û qewet ji laşê wî firiya. Dema Gilgamêş destbirakê xwe di vî halî de dît, xwe çemd kiriyê, ew himêz kir, bi destên wî girt û paşê jê pirsî:

”Destbirako, çima çavên te tijî hêsir bûne, çima tu wusan bi xemgînî axînan dikêşîne?”

Enkîdu ew bersivand:

”Destbirako, ji ber hemû gazincan histuwê min pûç bûye, zendên min li ba dibin, hemî hêz û qewet ji laşê min derçûye û çavên min bi hêsiran tijî bûne.”

Gilgamêş şipya ji Enkîdu re got: ”Li daristanê Humbaba yê şerkir dimîne, ka em biçin şerê wî, li daristana Urizan, em biçin di mala wî de zora wî bibin.”

Enkîdu dest bi axaftinê kir, ji Gilgamêş re got:”Destbirako, wexta ez bi lawirên xwe re li çiyê digeriyam, min ew dît. Daristanekî xewle ye, bi peyatî pênc roj û pênc şevan naqede. Kî diwêre xwe bi kûraya daristanî ve berde? Dengê Humbaba mîna lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Ji ber çi tu dixwazî wusan bikî? Ne mimkin e ko tu di mala wî de zora Humbaba bibî!”

Gilgamêş dest bi axaftinê kir, ji Enkîdu re got:”Ez dê biçim çiyayê wî, li wir darên Urizan qut bikim. Li wir gellek in.”

Enkîdu axift, ji Gilgamêş re got:”Wexta em biçin nav daristana Urizan, tu şoperê tune ne da em bişopînin, daristan ji çavên mirovan nepen e. Humbaba notirvanê daristên e. Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristanê Urizan. Dengê Humbaba mîna lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Dengê pistepistekê ji dûrayeke bi qandî pênc roj û pênc şevan wirde dibihîze. Adad ê pêşin e û Humbaba yê duyemîn e di rêzê de, kî ji lawên Îgîgî dikane şerê wî bike? Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristên. Ew kesê ko biçe nav daristên, bê taqet dibe, ji desthilanîn dikeve.”

Gilgamêş Enkîdu bersivand:”Destbirako, tu çima nola tirsonekekî gazincan dikî? Çima tu mîna newêrekekî daxêvî? Rojên mirovan ji xwe hejmartî ne. Hemû tiştê ko dike badilhewa ye. Tu li çolê welidî û mezin bûyî, Şêran êrîşî te kir, te her tişt dîtiye, zilamên herî bi qewet xwe ji ber te dane alî! Di şerî de tu xwedî tecrube ye, were dostê min, em biçin ba hesingerekî bila biviran ji me re li qalip xe.” Paşê jî çûn cem hesinger. Hesingêr li hev civîyan, bi hevedin şêwirîn, bivirên mezin û şûrên giran li qalip xistin û seqandin. Şûr bi qasî biltuyekî giran bûn, kemberên wan jî bi qandî wan giran bûn.

»Mêrên li Uruk, li min guhdarî bikin, maqûlên li goma Uruk! Ez karê reyeke dûr dikim, ber bi Humbaba ve bi rê dikevim. Ez dê şerekî bêhawe bikim, ez dê li ser reyên nenas bimeşim. Werin li min helal bikin û min pîroz bikin da careke din di derîyê goma Uruk re paşde vegerim û bêm ruwên we bibînim. Wê demê ji rûmeta xwedayan re dê sersalê pîroz bikim, di salekê de dê du caran sersalê pîroz bikim! Ez dê şahîyekê mezin li dar xim ko qêrînên şadîyên wê yê li her derê olan bidin.»

Enkîdu bi yextyaran re û bi şêwirmendên ciwanên Urukî re axift:”Jê re bêjin, bila neçe nav daristana Urizan. Tu şoperêyê ko diçine wir tunene ko mirov bişopîne. Daristan ji çavên mirovan nepen e. Humbaba notirvanê daristên e. Enlîl ew danîye wê derê, ji bo tirsê, ji bo ko daristanê biparêze. Dengê Humbaba nola lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Dengê pistepistekê ji dûrayeke bi qandî pênc roj û pênc şevan wirde dibihîze. Adad ê pêşin e û Humbaba yê duyemîn e di rêzê de, kî ji lawên Îgîgî dikane şerê wî bike? Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristên. Ew kesê ko biçe nav daristên, bê taqet dibe, ji desthilanîn dikeve.”

Şêwirmend tev rabûn ser xwe, ji Gilgamêş re gotin:”Tu xort e, Gilgamêş, tu bi hîsên xwe dilive, heraket dikî! Tu nizane tu behsa çi dikî, tu lawê perperîkê ye! Dengê Humbaba mîna lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Dengê pistepistekê ji dûrayeke bi qandî pênc roj û pênc şevan wirde dibihîze. Adad ê pêşin e û Humbaba yê duyemîn e di rêzê de, kî ji lawên Îgîgî dikane şerê wî bike? Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristên. Ew kesê ko biçe nav daristên, bê taqet dibe, ji desthilanîn dikeve.”

Gilgamêş li şêwirmendan guhdarî kir, li destbirakê xwe meyizand û kenîya.

M. ALÎ KUT

SWÊD, 19/5 2010

Gilgamêş* [sha nagba imuru] Yê ko kûrahî dît
Tablo I

1 Ew ê ko kûrahî dît, ê ko dawîya dunyayê dît,

2 Wî bi her tiştî dizanî, hemû tişt fam kiribû.

Gilgamêşê ko kûrahî û dawîya dunyayê dîtibû

Bi her tiştî dizanî û her tişt fam kiribû.

3 Wî her çar quncikên dunyayê li hev dan

4 Wî di derbarê her tiştî de zanistîyeke kemilî wergirt

5 Wî li sirê temaşe kir, bi ya veşirtî hisîya

6 Wî serpêhatîya dema berya Tofanê ji dunya-amê re eşkere kir:

7 Ew li her derê, li hawîrdor gerîya, heta ko ji taqet ket û di dawîyê de hizûr dît.

8 Wî serpêhatîyên hemû dijwarîyên xwe li ser kêlekê kolan.

9 Wî hemû bedenên Uruk biçêkirin dan,

10 Xezîneya pak, perestgeha herî pîroz ya Eanna.

11 Li dîwarên wê binere, mîna şerîteke sifrîn e

12 Li vê sûrê temaşe ke, tu nola wê, yeke din nabînî.

13 Bi pêlikan ve derkeve banî ko ji heyamekî kufarî tê.

14 Nêzîkî Eanna bibe ko mala Ishtar e

15 Tu keyekî dahatû an mirovekî din, tu caran nikane nola vê tiştekî ava bike.

Gilgamêş, ji hemû keyên din mezintir, qehremanekî bi navûdeng bû. Lawê Uruk î herî egît bû. Wekî gakovîyekî poşgêr bû. Her dem, fena serdarekî li pêşiyê û wekî arîkarekî li dawîya birayên xwe dimeşîya. Mîna lehîyeke boş ko dîwarên kevirî diherifîne, bi qewet bû. Wekî dîwarê bendavekê, bi hêz, komên xwe diparaztin. Lawê Lugalbanda û Şahbanû Ninsun bû. Gilgamêş, pehlîwanekî bêhempa, aferîdekî zilaman bû. Wî, rêbiwarên çiyê ji nû de vekirin, di qontarên çiyayan de bîr kolan, deryayên mezin qevaztin, di ser okyanûsan re derbas bû, heta ko gihişt devera ko ro lê dihilat. Dawîya dunyayê li hev da, li pey jiyaneke abadin gerîya ta ko gihişt dûrayê, Utnapishtim.

Wî perestgehên ko ji Tofanê xirab bûbûn, ji nû de ava kirin û sazûman li dunyayê ji nû de sererast kir.

Tu keyekî din ko ji nav mirovan derkeve pêş û biwêribe bibê »ez keyekî mîna Gilgamêş im!» û xwe bi wî qiyas bike, tune ye.

Gilgamêş, hêj di destpêka pêşin de, ji çêbûnê de, navê wî bû. Ji sê paran, dudo jê, xwedayî bû, tenê yek ji sisiyan jê, mirov bû. Belet-Îli şiklê laşê wî çixêz kiribû. Porê wî xelekî û rîha wî dirêj bû. Xwedî bejnûbaleke lihevhatî û bê emsal bû.

Hertim li goma Uruk piyase dikir, xwe wekû serbilindtirînê hemûyan nîşan dida. Mîna gakovîyekî serê wî berz dimeşîya. Wexta ko çekdar bû, kesekî hemberî wî tunebû. Wexta ko bi hinekan re dixwest bikeve qayişê, hevalên wî bi tedarik û hay ji xwe bûn.

Xortên Uruk xwe bindest didîtin. Gilgamêş hedan ne dida wan. Tu kesî ji wan, li mala bavê xêr û xweşî ne didît. Bi şev û roj bele û xezaba xwe li wan dida.

Ew ê ko şivanê goma Uruk bû.

Ew ê ko divabû şivanê hemûçkan ba!

Di gel ko Gilgamêş bi hêz, bêhempa û aqilmend bû jî, wî jinên ciwan rehet ne dihiştin. Xwedayan hertim çarîn û gilîyên keçên şervanan, bûkên lawên ciwan dibihîztin.

Xwedayên li ezmanan, keyên Uruk!

» Aruru, te gamêşekî dirinde afirandiye! Ma kesekî din tune ko hemberî wî rabe, wexta ko ew çekdar e?»

Anu hertim gilîyên wan dibihîst.

Wan her car bangî Aruru dikirin:

» Tu bi xwe bû, Aruru, ko te mirov afirandin. De şebîhekî nola Gilgamêş biafirîne da bikaribe wî rawestîne û qayîşê pê re bikêşîne, ji bo ko Uruk hinekî aram bibe.»

Wexta ko Aruru ev gilî û gazinc bihîstin, di dilê xwe de, wêneyekî Anu afirand. Aruru destên xwe şûştin, tertikek ji herîyê şikand û avêt çolê.

Wê, mirovê destpêkê afirand, Enkîdu yê wêrek, birûzka Ninurtayê, ji bêdengîyê çêbû.

Laşê wî hemû bi pirç bû. Fena ên jinekê, kezîyên wî hebûn. Porê wî mîna simbilan bi tof bû. Ew di derbarê dunyayê û mirovan de, nezan û bê agah bû. Mîna lawirekî bi post bû. Bi xezalan re diçêriya, bi ajalên çolê ên kovî re dihat, li ser çemî av veduxwar, têna xwe dişkenand.

Nêçîrvanek li ser çemî pergî hat, rojekê, du rojan û roja sisiyan. Wexta ko nêçîrvan wî dibîne, dibizde û qidûmşikestî dibe. Lê Enkîdu û lawir bi reya xwe de diçin.

Nêçîrvan, bêdeng û his, tirsyayî û behîtmayî di cihê xwe de radiweste û nizane ê çi bike. Piştre, bi lez vedigere malê, gazî bavê xwe dike. Nêçîrvan ji bavê xwe re got:

»Bavo, bavo! Min îro ecêbek dît! Min zilamekî ciwan î çiyayî dît. Bi hêztirîn mirovê vê deverê ye, mîna aferîdekî bi qewet e. Fena birûzka Anu ye. Li van çolan digere, hertim bi ajalên çolê ên kovî re diçêre û diçe ser avê. Ez newêrim xwe nezî wî bikim. Ewî, hemû koncalên ko min kolabûn, ji nû de dagirtin. Hemû feq û dafikên ko min vedabûn, şikandin û ên mayî jî çirandin. Lawirên di feq û dafikan de tev berdan, bi şûn de azad kirin. Ew nahêlê ko ez tu nêçîrê bikim û tu lawirên çolê bigrim.»

Bavê ê nêçîrvan jê re dibêje:

»Lawê min, li Uruk Gilgamêş rûdinê, tu kes nola wî bi qewet nîn e. Ew mîna birûzka Anu bi hêz e û ewçend aqilmend e. Biçe Uruk ba wî. Ew dê rêyeke çareserîyê bi ber te ke!»

Nêçîrvan li şîretên bavê xwe guhdarî dike û li anegorî wan tev digere. Rast reya Uruk digre tê ba Gilgamêş û jê re dibêje hal û mesele ev e.

Gilgamêş ji nêçîrvan re dibêje: »Neçîrvano, biçe ji perestgehê, fahîşeya Shamhatê bigre, li gel xwe bibe. Wexta lawirên kovî bêne ser çemî da avê vexwun, bila Shamhatê kincên xwe ji xwe bike, xwe tazî bike, laşê xwe şanî wî bide. Enkîdu ê keçikê bibîne û xwe nezîkî wê bike. Wê çaxê, ew ajalên kovî ko ew li gel wan mezin bûye ê dev ji wî berdin.»

Nêçîrvan çû perestgehê, fahîşeya Shamhatê li gel xwe bir, kurtereyek girtin û çûn. Di roja sisiyan de ew gihiştin wê derê. Nêçîrvan û ya fahîşe ji xwe re cihek li ber çem dîtin û li benda wan man. Rojek du roj derbas bûn, ta ko qeflên kerî û garanên ajalan ji çiyê daketin ser çemî da avê vexwun, têna xwe bişkênin.

Û ew, Enkîdu yê ko li çiyê çê bûbû, bi xezalan re diçêriya û li gel lawirên kovî ji çemî av vedixwar, bi wan re bû; têna xwe şikand, ji avê têr bû. Shamhatê mirovê destpêkê, ew zilamê ko ji kûraya erda bejî bû, dît.

« Wa ye, ew li wir e, Shamhat! Memikên xwe şanî wî bide, paqên xwe ji hev veke, bala wî bikşîne bi ser xwe ve, jê metirse, bihêle bila bîhna mêyîtiya te bi ser de bifûre. Wexta ew te bibîne ê were vir. Xwe tazî bike, destûrê bidê bila bi te re rakeve. Wusa bike ko ew mirovê destpêkê bi hemû hunerên te ên işqebazî şa bibe. Wexta ko ew bi te re rakeve, wê demê ew lawirên çolê ko ew bi wan re mezin bûye ê dev ji wî berdin.»

Shamhatê cilên xwe ji xwe kirin, deverên xwe ên veşirtî eyan kirin û Enkîdu hate şehwetê. Shamhatê nemerdî nekir, hişt ko Enkîdu bîhna wê bigre, xwe tazî kir û Enkîdu pê re raket. Shamhatê hemî hunerên xwe ên şehwetbazî şanî mirovê destpêkê, Enkîdu kirin û ew anî şehwetê. Kêfa Enkîdu ji vê re hat, evîya li xweşa wî çû. Enkîdu li çolê, şeş roj û heft şevan bi Shamhatê re raket, ta ko jê têr bû, paşê berê xwe da kerîyê ajalan û ber bi wan ve çû. Xezalan Enkîdu dîtin û revîyan. Ajalên çolê xwe jê bi dûr xistin. Enkîdu, pakîya xwe lewitandibû.

Çogên wî sist bûbûn û taqet di lingan de nemabû. Enkîdu ji hêz ketibû û nikanîbû wekî berê baz bida. Lê tavilê stewîyabû û bi aqiltir bûbû. Bi paşde vegeriya, hat li ber çogên ya fahîşe xwe da erdê, ziq li ruwê wê temaşe kir û li gotinên wê guhdarî kirin. Fahîşeyê ji Enkîdu re got:

« Tu sipehî ye Enkîdu, tu mîna xwedayekî ye, ji bo çi tu li van deran bi lawirên kovî re digerî?

Were, bide pey min ez te bibim goma Uruk, te bibim perestgeha pîrozwer ko mala Anu û Ishtar e. Li wir Gilgamêş rûdinê, ew ê ko ji hemî mirovan xurtir, xwedî hêz û qeweteke bê emsal e.» Shamhatê wusa axift û gotinên wê li xweşa Enkîdu çûn. Wî fam kiribû ko pêwistiya wî bi dostekî heye, Enkîdu li Shamhatê vegerand, got:

«Were em biçin goma Uruk Shamhat, min vexwîne perestgeha pîroz ko mala Anu û Ishtar e! Gilgamêş li wir rûdinê, ew ê ko ji hemî mirovan xurtir, xwedî hêz û qeweteke bê emsal e. Ez dê wî dawetî qada şerî bikim, pê re bikevime qayîşê. Ez dê li nîveka Uruk biqêrim, bibêm ” Ez im ê herî xurt û bi qewet!” Ez dê werim wir û qewlê qederê biguherînim. Yê ko li çolê diwelide bi hêz û bi qewet e.»

« Were, em biçin, bila serûçavên te ronî bibin! Were, Enkîdu, em biçin goma Uruk, li wir xortên ciwan bi kember in. Her roj şahî ye, gurmîniya defan e, fahîşeyên li wir bedew in, xwe dixemilînin û kêfxweş in, xewên şevan li yextyaran diherimînin! Enkîdu, tu bêtecrube ye. Ez dê Gilgamêş şanî te bikim, ew zilamê bêxem. Lê temaşe bike! Li serûçavên wî binêre! Zilamekî bi îhtîşam e, xwedî bejnûbaleke dilkêş û bi şeng e. Zilamekî xwedî hêz e, ew ji te bi qewetir e, ne bi şev û ne bi roj, ranaweste! Dexêsiya neke Enkîdu, Shamash ji Gilgamêş hez dike, Anu, Enlîl û Ea hişmendî dane wî. Berya ko tu ji çiyê dakevî, Gilgamêş li Uruk di derbarê te de xewn ditibûn.

Gilgamêş wexta ko ji xewê radibe, ji diya xwe re xewna xwe dibêje: Dayê, min şevê din xewnek dît. Li ezman stêrk hebûn û tiştekî ko dişibîya biruzkekê ji ezmên rijîya beramber min. Min xwest ez ewê hilgirim, lê ji min re gelekî giran hat. Min xwest ez ewê veguherînim, lê ji cihê xwe neqeliqî. Niştecihên Urukî li derdorê kom bûn, xelk ji her alî ve ber bi wê ve hatin, bi sedan leşker hatin, xortên ciwan derdora wê girtin. Wekû mirov çawa mindalekî piçûk maçî bike, ewan lingên wê maç kirin. Min jê hez kir, mîna ko mirov ji jina xwe hez bike. Min rahiştê, anî ji te re. Û te ew mîna serbiserê min diheband. Diya Gilgamêş î zana î aqilmend fam kiribû. Mangeya kovî Nînsun ya zana û aqilmend ji lawê xwe Gilgamêş re got: Stêrkên li ezmên xwe şanî te kirin û tiştekî mîna biruzka Anu ji ezmên rijîya li beramberî te, ket. Te xwest wê hilgire, lê ew gellekî giran bû. Te xwest wê veguherîne, lê ew ji cihê xwe neqeliqî. Te rahiştê, ew anî ji min re û min ew nola serbiserê te hiband. Dê dostekî te î gellekî bi hêz ko hevalê xwe li erdê nahêle ê çê bibe. Li çiyê mezin bûye qewet û hêz girtiye, mîna biruzka Anu xwedî qewet e. Mîna ko mirov ji jina xwe hez bike te jê hez kir û ew himêz kir, lewra ew dê rojekê te xelas bike. Xewna te qenc û hêja bû.

Gilgamêş dîsan ji diya xwe re dibêje: Dayê min xewneke din dît. Bivirek li meydana Uruk bû. Niştecihên Urukî li derdorê kom bûn, xelk ji her alî ve ber bi wê ve hatin, bi sedan leşker hatin. Min jê hez kir mîna ko mirov ji jina xwe hez bike, ew himêz kir û hilgirt anî ji te re û te ew wekî serbiserê min heband.

Mangeya kovî Nînsun ya zana û aqilmend ji lawê xwe Gilgamêş re got: Lawê min, ew bivirê ko te di xewna xwe de dîtiye zilamek e. Te ji wî, mîna ko mirov ji jina xwe hez bike, hez kiriye û ew himêz kiriye. Te ew hilgirtiye, anîye ji min re û min ew mîna serbiserê te hebandiye. Dê destbirakî te î gellekî bi hêz ko hevalê xwe li erdê nahêle ê çê bibe. Ew mîna biruzka Anu bi hêz e.

Gilgamêş li diya xwe vegerand û got: Ez hêvîdar im ko ev fermana keyê mezin Enlîl pêk were, da dostekî min, amojgarekî min çê bibe. Min dostek, yekî ko dikane şîretan li min bike, divê.»

Bi vî şêwî Gilgamêş xewnên xwe fam kiribûn.

Bi vî şêwî, Shamhatê behsa xewnên Gilgamêş ji Enkîdu re kiribûn û pê re raketibû.

Tablo II

* Ev tenê çîroka destanê ye. Ne wergereke bêje bi bêje ye. Li gor naveroka tabloyan şiroveyeke bê tekrar û hinekî jî vebirî ye.

Bi hêvîya ko ê bi kêrî zarê kurdan bê.

M. ALÎ KUT

»Ji, LO û Pirsa Mezin»: Pîra Qorê
Mîna ko şînî an bîhnteng be, di halî-rûhîyeteke nedîyar î naxoş de bû. Belbî jî ji ber dilê wî ê bi taswasî bû. Lê wî tu mane ji vê bîhntengî û taswasîya dilê xwe re ne didît. Çawa ewrekî tarî ripûreş xwe bi ser deştekê de bigre û şîvanan bîhnteng bike, aha bîhntengîya wî jî tiştekî wusan bû.

Ev ewrê tijî av ê bihneke din bi girmîniya birûzkan ê barana xwe li ser deştê bireşîne, lê ew bihnek ne dihat, dereng dima û ev jî taswasa dilê şivên bû. Wekî şivên, ew jî li benda biryarekê bû. Zû an dereng ê ev biryar bihata, lê ev derengîya wê taswas dixist dilê wî, LO bêzar dikir. Mîna segekî ko hergav wexta xwarina xwe zanîbe, li ber derê koxika xwe, li ser her çar pîyan rawestîbe, terîya xwe li ba dike û li benda xwedîyê xwe ye »ka ew li kû ma? ma çi li xwarina min hat, gelo ew nedabe pisingan, ê ne vê carê ko ez wan bigrim, ez bi serê hemû ejdadên xwe î har û dirinde kim, dê wan perçe bikim!» her sanîya ko xwedî dereng dimîne, taswasa dilê seg zêdetir dibe, LO di dilê xwe de rewşa xwe diruvand ya vî segî û xwe bi xwe, ji xwe re tiştek negot, tenê xwe li ser textê xwe dirêj kir. »biborin, solên xwe ji lingên xwe kiribûn, lê cilên wî li ser bûn, tevî kincan xwe ramedandibû»

Gotineke Pascalî hate bîra wî, ko digot »hemî problemên mirovî ew in ko nikane tena serê xwe bikeve odeyekê û weko takekesekî bifikire» Lê di eslê xwe de ev gotin ji bo wî derbas ne dibûn, lewra ji wexta ko bi bîr dihanî, wîya her ev kiribû. Di odeyekê de tena serê xwe fikirî bû.

Di rewşên wusan de, mirov gelek caran derbasî dunyaya xeyalan dibe, weke ko mirov qerpalekî ji tozê daweşîne, bîrewerîyên xwe nuh dike û bi vî rengî dilê xwe hênik dike, wê taswasê jê davêje, qidûm bi xwe ve dihîne. LO jî tavilê wusa kir. Bar kir dunyayek têkel ji xewn, xeyal û bîreweriyan… Di vê rêwitîyê de, zû ne dereng, pêrgî Pîra Qorê hat.

Li rê bû. Kirasekî soringî ko heta jêr, ber bi lingê wê ve dirêj dibû, lê bû, bi ser de jî saqoyekî qesebî neqişandî ko li ber tavê diçurisî li xwe kiribû. Pişta xwe tenê bi terîşa pêşmala xwe ya kesk girêda bû. Ser û ruwê xwe bi kitaneke sipî nixumandibû, li ser kitanê jî heprîyeke sorûreş î Lubnanî, li serê xwe pêça bû. Turekî kurdî li milan û xiltek di dest de bû. (Bawer im, xilt, di destê wê ê çepê de bû)

LO bi hêdîkan, bi kirasê wê digirt:

— Pîrê ez jî li gel te werim.

— Na lawê min, nabe. Ev şerê min û wan e, divê kesekî din têkilî vî şerî nebe. Lê bi soz ko tu û hevalên xwe êvarê werin mala min, ez dê ji we re çîrokekê bibêjim.

LO kirasê wê berdida, Pîra Qorê ê ber çiyê ve bi rê biketa û ew jî li cihê xwe demekê dima, li pey temaşe dikir û li şerê wê difikirî:

Pêşin mêrê wê bi vê qederê çû bû; wexta ko leşkerîya romê dikir, ew rê kiribûn sefera Qorê. Rojekê nameyeke nebixêr jê re tê û tê da dinivisandin ko mêrê wê şehîd ketiye. Lewra ne bi guleyên Qorîyan, marekî pê veda bû û ew kuşti bû. Li dû xwe tenê lawek bi navê Hisên, ko wê demê hêj dusalî bû, hiştibû. Pîrê (ku wê demê ne pîr bû, lê zarokên gund ev nav dûvre lê kiribûn) li ser wî lawê xwe dimîne, weko yadîgarîya heskirê xwe ne bi çavekî lê bi deh çavan lê dinere û wî bi delalî mezin dike, heta ko dibe heftsalî. Rojekê, di destpêka havînê de, li nav pirêzan, di liqata genimî de, Hisên jî bi qedera bavê xwe diçe. Marek pê vedide, wî nagihînin nexweşxanê û li rê dimre. Ew roj, ew roj, Pîra Qorê dikeve girrê maran. Li gund kê marek bikuşta û termê mar ji Pîrê re bibira ê diyarîyek bida wan. Li zarokan jî şekir û nok belav dikirin. Rojên bihar û havînan jî ê hertim xwe girê bida û li çol û beyaran derketa nêçîra maran. Li gund çavê kê kul biba, diçûn cem Pîra Qorê, jê kirasekî maran tika dikirin, da di ser çavên xwe re bibin ko rehet bibe. Lewra li ba Pîrê hemû celebên kirasên maran hebûn, evana wekî tirofeyên şerî li ba xwe dicivandin.

Dawîn, di vî şerê bêyom de Pîrê winda dike, ew jî bi qedera mêr û lawê xwe diçe. LO wexta ko li bajêr, dibistana bilind dixwend ev xebera nebxêr bihistibû, ko zihayekî maran bi Pîrê veda ye û av negihiştiye ser. Gellekî xemgîn bû bû û bi rojan bîrewerîyên Pîrê ji hişê wî derneketibûn.

Nuha jî, gotinên wê ên aqilmendî û yek ji çîrokên wê ko di zarotîya xwe de lê guhdarî kiribû di hişê wî de zindî bû bûn û xwe bi pêlên wê ve berda û wekî di dema zarotîya xwe de, ji nû de bû lehengê çîrokê.

Pîra Qorê digot:

Her kesek xwedî serborîyek e. Li ba her kesekî çîrokek veşirtî heye û ev çîrok divê veşirtî bimînin, lewra ko xelk bi van çîrokan bihesin, xwedîyên wan di heman demê de terkûdunya dibin û kesek nema wan dibîne an nas dike.

Li çav û guhên xwe hertim amin nebin! Ew dikanin mirov bixapînin, ew tiştê ko hûn dibînin û dibihîzin, hergav ne heman tişt in. Dikane rastîyeke wan î din, çîrokeke wan î veşirtî jî hebe. Ma Fatima Seyid Xelîl ne wusan bû? Di eslê xwe de, pîrevokek bû. Seyid Xelîl derzîyeke xilqandî di ber de kiribû û ew dîl girtibû, bû bû navmalya wî. Bi salan hemû karên mala wî dikir. Ji kanîyê av jê re tanî, xwarna wî çê dikir, mala wî hemî dimalişt, dikir weke bilbizêq. Ta ko rojekê xelk pê hisîyan, çîroka wê eşkere bû û Fatima ji nişka ve winda bû. Kî dizane, belbî xwengên we jî pîrevok in, lê hayê we jê hebe, çîrokên wan eşkere nekin an tiştê ko bi serê Fatima de hat ê bi serê wan de jî bê.

Ji ber vê, çav û guh, tenê rastîyekê ji mirov re dibêjin. Lê rastî gellek in û em bi hemûkan nizanin. Ew cotkarê ko her sibe radibe, haletê wî li ser milan û dide dû gayên xwe da biçe erdê xwe gîsin bike, ew şivanê ko her şeveq pezê xwe ber bi qontara çiyê ve dikêşîne, ew gavanê ko bi berbanga sibê re, garana xwe ber bi çolê ve dajo, ew êzingvanê ko berî rohilat li pey kerê xwe, ber bi çiyayên bi devî ve, dimeşe, di eslê xwe de dikanin kesine din bin, belbî di wexteke din de, her yekî ji wan li welatekî, mîr an mîrzayek bû. Lê em bi çîrokên wan nizanin. Ya ko em pê dizanin û ez dê ji we re kad bikim, ya Mihemed lawê Pîrê ye:

Di heyamekî de, li wê çola hanê, li gundekî, xortek bi navê Mihemed hebû. Jê re, Mihemedê Pîrê digotin. Dergûşeke bi tenê ya dayika xwe bû, bavê wî jî zû dimre, loma xelkê ev nav lê kiribû. Mihemed lawekî dilpak û dilovan, çeleng û çapik bû. Lê feqîr bûn, tu maldarîya wan nîn bû, karê xelkê dikirin û bi vî şêwî debara xwe dikirin. Dema ko Mihemed digihê, dibe xort, nema dihêle ko diya wî karê xelkê bike. Debara malê hemû wî dikir. Ji xwe diya wî êdî yextyar bû bû û nema tu kar jê dihat.

Mihemed, ji ber jîr û çelengîya xwe, dilê gellek keçikên gund revandibû. Rojekê gundî û cîran rûniştin, yek jê re minasip dîtin û ew zewicandin. Piştî demekê pîreka wî ducanî bû û wexta ko neh meh, neh roj û neh saet derbas bûn, welidî û cêwîk anîn dunyayê. Du keçik bûn, sipehî wekî du nexşên bihuştê bûn. Navên wan, Zend û Vend danîn.

Êdî devên ko xwarin divan, zikên ko divê têr bibana zêde bû bûn, di malê de û evîya jî barê Mihemed girantir dikir. Xanima wî jî alîkarîya wî dikir, her roj diçû ji çolê, qirş û pûş top dikir û bi vî şêwî tifika malê germ dihişt. Lê rojekê li çolê marek pê vedide, av nagihêje ser, di cihê xwe de emrê xwe dide haziran û ji vê dunyayê koç dike, dimre. Hemû debara malê dîsan, bi tenê di histuwê Mihemed de dimîne. Ji wê rojê şûnde, Mihemed ji xwe re kerekî dikere û dest bi êzingvanîyê dike.

Mihemed lawê Pîrê, (Na! Bibexşînin! LO, lawê Pîrê) ê feqîr ko bi êzingvanîyê debara xwe û deya xwe ya yextyar û herdu keçên xwe, Zendê û Vendê dikir, dîsa hatibû li çîyê êzing dikirin. Westiya bû, ji bo ko bêhna xwe berde li ser tehtekê rûnişt. Lê bi pojin û dilê wî bi taswas bû. Li hejarî û keşkûlîya xwe fikirî, heroj divabû barek êzing bikira, bivir li milan heroj ê bida pey kerê xwe û li van çiyayan li nav devîyan bigerîya. Ferecekê xêrê, nîşaneke ko ê rojekê ji rojan dawî li vê keşkûlîya wî bê, jê eyan ne dibû. Careke dawîn dîsan, berya ko nan û pîvaza ko ji mal anîbû û di nav destmalekê de pêça bû, veke û bixwe, li halê xwe fikirî û bêhemd gotina Ax! Ax! ji devê wî derket û tavilê hewl da ko destmala xwe veke. Di wê nawbênê de, tiştekî ecêb qewumî, dengekî neins ji tehtê lê vegerand û got:

— Ev kî ye? ê ko navê min bilêv dike… Sedûyeksal derbas bûn, heta bi nuha kesekî li vî cihî ev nav bilêv nekir, bi ahd be, ez dê hemî xwestinên wî cih bînim!

Ji tirsan Mihemed ji cihê xwe çemd bû, xwe bi qandî gavekê avêt hêla din û ecêbmayî li tehtê, cihê ko deng jê bihistibû nerî. Ji nişka ve dît ko teht vebû, yekî qambihust î rîgazek û bi qasî bilindbûna wî kopalek jî di dest de, ji nav tehtê derket. Berê xwe bi Mihemed ve kir:

— Ya lawê Benî-Adem, ji min metirse, ez ew im ê ko dê xwezîyên te bi cih bînim, lewra ko te navê min li vî cihî bilêv kir û ji sêhra sedûyeksalê ko ez bi vê tehtê ve girê dabûm, azad kirim, tu çi bixwaze ez dê bidim te.

Bi dû van gotinan de jî ê qambihust î rîgaz destpê dike li dorhêla xwe dizîvire, diraqise dûrikan dibêje:

Ez ew im

Ê ko dihêle kanî

Zêr birêjin li şûna avê

Ez im ê ko dikane

Xulaman dêgerî

Bikî Paşe…

Û ji nişka ve kopalê xwe li tehtê dixe, tavilê deriyek vedibe û derenceke kevirî ko ber bi binê erdê ve dadikeve, xuyanî dibe. Berê xwe bi Mihemed ve dike û dibê:

— Kerem ke, ev derî ji bo te ye, di vî derî re bikeve hundurû û tu derdê te namîne.

Mihemedê behîtmayî pêşin dudilî dibe lê paşê »tewkelî bi Xwedê» dibê û di derî re dikeve hundurû, bi pêlikan ve dadikeve jêr. Piştre, tibabekî li ser reyeke mîna dehlîzekê, ber bi ronkayekê ve dimeşe. Ji nişkê ve, xwe li hewşekê dît. Pîrek li ber sêleke dadayî rûniştibû û nanê şikeva dipêja. Dema çavên bi Mihemed dikeve, dikene û dibê:

— Tu li vir çi dikî, çima tu naçî meydanê? Aha wextî teyr berdin!

Mihemed şaşmayî dipirse:

— Vêderê kû ye? Ez li kû me, teyrê çi?

Pirsan ji Pîra nanpêj dike, lê tu bersivekê jê nagre. Ji Pîrê werê ko Mihemed henekên xwe pê dike û wî ji hewşê diqewirîne. Mihemed derdikeve der, kê dibîne jê pirsan dike. Pirsek ji vî, pirsek ji ê din, heta xwe digihîne meydana bajêr. Çi bibîne, dê weledê xwe davêje, zarokekî pêçekê jî di mal de nemaye, hemûçik hatine meydana bajêr. Heta wê çaxê di derheqê bajêr, xelkê wê de hin agahî bidest xistine. Tu nabê paşayê bajêr mirîye û li gor adetê, dema ko paşe dimre, xelkê bajêr tevî li meydanê dicivînin, teyrekî wan heye, berdidin û ev teyr xwe li ser serê kê deyne ewî dikin paşe. Bêhnekê şûnde deng ji xelkê dibile, tu nabê teyr berdane, wey li wî ê ko serê xwe bilind bike, da bê teyr li ser serê wan daneyne. Mihemedê me jî ko ji rêwitîya xwe westiya ye, hema li cihê ko lê, xwe berdide erdê, rûdinê. Teyrê ko sê-çar caran di ser meydanê û koma mirovan re firî, çû û hat û ji nişka ve xwe li ser serê Mihemed danî. Deng bi xelkê ket gotin»me paşayekî nuh heye» Heta wê çaxê hakimên bajêr hatin cihê ko Mihemed lê rûniştiye û dîtin ko bi rastî jî teyr li ser serê wî danîye û xwe nade alî. Ji ber ko Mihemed tepek dudo lê xistibûn da bifire biçe, dîsa teyr ji ser serê wî nefirî bû. Hakiman teyrik girtin û xistin qefesa wî û bi çeplê Mihemed girtin ew pîroz kirin û birîn nava meydanê şanî xelkê bajêr tevî dan. Piştre ew birin hemamê hemamîş kirin û bedlek cilên minasip lê kirin, kurkê paşetîyê jî bi ser de lê kirin, taceke zêrîn ji cewher, yaqût û elmasan neqişandî dan serê wî, wekî mohra paşatiyê gustilkeke zêrîn bi elmasekî mîna kabekî mezin di nav de, xistin tilîka wî û ew li qesra paşatiyê li ser textê wî danîn.

Mihemed dibe paşayekî adil û bi her şêwî alîkarîya feqîr û mirovên belengaz dike. Kêfa xelkê ji paşayê wa î nû re te û hogirî wî dibin. Piştî demekê jî wî bi qîza paşayê kevn re dizewucînin.

Wext diçe, sal derbas dibin, zarokên nû jê re çê dibin, ew mezin dibin, dizewicin û zarokên wan jî çê dibin. Mihemed Paşa êdî yextyar dibe, di hazirîya pîrozkirina heftê salîya wî de, nexweş dikeve û dikeve nav nivînan. Aha, heta wê çaxê ji jiyana xwe ya kevn tiştek bi bîr ne dihanî, le gavê di nav nivînan de, nexweş, her tişt jê eyan dibe. Jiyana wî ya kevn, weke filmekî sînemayê di hişê wî de vêdikeve. Fam kir ko di eslê xwe de ew Mihemedê Pîrê ye, deya wî ya yextyar û herdu keçên wî Zendê û Vendê li hêvîyê ne, ko bavê wan barê êzingê xwe ê li bazarê bifroşe, pê xwarin û tiştan ji wan re bikire bîne malê. Ji ber xwe fedî kir, dilê wî kizirî, çavên wî tijî hêsir bûn û bêhemd gotina Ax Ax ji devê wî derket. Pêre pêre Qambihustê Rîgaz li wir hazir bû û dîsan li dora xwe raqisî û heman strana xwe got:

Ez ew im

Ê ko dihêle kanî

Zêr birêjin li şûna avê

Ez im ê ko dikane

Xulaman dêgerî

Bikî paşa…

Mihemed xwe avêt dexlê wî, jê tika kir ko wî paşde vegerîne. Qambihustê Rîgaz »ev û ne tiştekî din» got û kopalê xwe li textê wî xist û Mihemed ji nişka ve dît ko li cihê xwe î berê ye. Li ser tehtê rûniştî ye, nan û pîvaza wi jî li ber e, kerê wî jî li hember çiloyê devîyan dixwar. Bi kêf xwe dada nan û pîvaza xwe, aha wê demê gustîlka di tilîya xwe de dît û wê çaxê fam kir ko evîya ne xewnek bû, serborîyeke rasteqîn bû. Gustîlk ji tilîya xwe derxist, xist paşla xwe, nan û pîvaza xwe xwar, rahişt bivirê xwe da barê êzingên xwe temam bike. Li ber devîyekê disekine û bi bivirê xwe derbekê lê dixe, dît ko devî ji qurm de rabû, ket. Tiştekî ko li binê devîyê, li ser axê diçurusî bala wî kêşand, axa ser da alî, çi bibîne… Kûzekî tijî polikên zêr di nav axê de dibîne. Axê vedide kûzê zêran derdixe, dev ji êzingan berdide, li kerê xwe siwar dibe û rast reya malê digre.

Mihemed lawê Pîrê, êdî nema feqîr e. Qesrekê ji xwe re ava dike û du xizmetkaran ji deya xwe re digre û ji bo keçên xwe jî du mamostan… Rojê du dist xwarin li mala wî dikele û li feqîran belav dike.

Wext derbas dibe, kêf û eşq ji mala Mihemed kêm nabe. Lê gelac û hesûd pirr in, li her derê hene. Çendikên wilo li wî gundî jî hebûne û li dor Mihemed û mala wî bi xefî digerîyan da fêr bibin ko Mihemed ev dewlemendîya xwe çawa bidest xistiye. Her êvar jî berya ko rakevin keçikên wî ko êdî bû bûn heyştsalî, ji bavê xwe dixwestin ko çîrokekê ji wan re bibêje. Wî çîrokek ji wan re digot û bi vî hawî ew dixistin xewê. Dîsan êvarekê wusa, çîrokeke nû ko ji wan re bibêje, nehat bîra wî û destpê kir serborîya xwe ji wan re got. Bê çawa li çiyê rastî ê Qambihust î Rîgaz hatiye û viya ew daxistiye binê erdê û li wir bi salan li bajarekî mezin paşatî kiriye û nuha zarokên wî li wêderê jî hene. Û dûvre çawan kûzê zêran dîtiye, hemî ji zarokên xwe re eşkere dike. Dawîn jî weko rastîya vê serborîyê gustîlkê ji paxîla xwe derdixe şanî wan dide. Di wê nawbênê de du gelacên gund jî wê şevê bi xefî xwe nêzî qesrê kiribûn û hemû gotinên Mihemedî yek bi yek dibihîzin. Piştî çîrokê zarokên xwe dike xew û ew jî diçe ser cihê xwe radikeve. Lê sibehê dema malî ji xew radibin, dibînin Mihemed tune ye. Pêşin dibên qey bi karekî çûye cihekî û çendakî li hêviyê dimînin, lê Mihemed xuyanî nake. Roj derbas dibin, meh derbas dibin xuyanî nabe. Gundî, xelk lê digerin, li gund û bajaran tu kes saloxekê jê nagre. Ew roj ew roj Mihemed lawê Pîrê winda dibe, lewra ko çîroka wî eşkere bû, xelk pê hesîyan.

Tê gotin ko salê carekê, destpêka buharê, wexta ko mijek xwe bi ser zewîyan ve digre Mihemed di nav wê mijê re bi kerê xwe ve tê, derbasî çiyê dibe, diçe hêla din, bajarê ko lê paşa bû. Hûn wî nikanin bibînin, lê bi berbanga sibê re ko hûn hişyar bibin û guhên xwe bi baldarî bidin dîwarê oda xwe, ê dengê teprepekê bê we, aha ew dengê lingê Mihemed û kerê wî ye, ber bi çiyê ve dimeşin.

Teprep

Tik tik!

— Fermo, derî vekirî ye

— Birêz LO nameyek ji bo hatiye, ji kerema xwe re vêderê îmza bikin.

— Spas.

— Spas.

M. ALÎ KUT

SWÊD, 10/2 2010

Hêvî
Kêm gotin wekî peyva “Hêvî” di ferhenga kurdî de manedar hene. Dema ko ev gotin tê bi kar anîn, gelek fikir, tesewur di serê mirovî de vêdikevin. Gelek temsîliyên çareserîyê di mejîyê mirovî de diafirin, zindî dibin.

Bawerîyek li ba mirov çê dibe. Hêvî gotinek ko bi heyînê ve gellekî girêdayî ye. Loma ez dibêm me kurda ev peyv zû keşif kiriye û bi gellek celeban bi kar anî ye, zindî hiştiye, weko nav li keçên xwe kiriye, li rojname û rêxistinên xwe kiriye, di nav hevokên helbest û gotaran de daxwaz kiriye. Ronakbîr û egîdê kurd Elîşêr li ser şerê Dersimê eviya wusan anîye zimên:

…Dilo yeman, yeman, yeman

Çiyan girto berfo dûman

Mêra bişîn şahî merdan,

Ev dermanê hemû derdan…

Abdurehman Bedirxan di destpêka sedsala 19 an de, di gotarekê de wusan hêvî ji kurdan kiriye:

Di vê derbarêde ji bo serkeftinê xirêt pêwist e, loma ez pêşin bangî şêx û serokên kurd dikim. Ji ber ko ji hemû xerabiyên ko li Kurdistanê diqewumin ewana berpirsyar in. Nezan û feqîr bedbext in, lewra ji ber vê, gunehê wan di histuwê mezin û birevebirên wan de ye…

Mîna ko di hevokên di jor de, diyar dibe, »hêvî» helwestek e. Gavavêtin e, liv e, kiryar e. Tenê di rewşên wusan de incex heyîn bê paraztin û ferqkirin. Belbî jî ev e, ya ko nehiştiye em winda bibin. Di dîrokê de, me gelek tişt winda kirine, gelek felaket bi serê me de hatine, him şexsî him tevayî, lê hêvîya me winda nebûye.

Her dem di nav gelê me de, kesayetîyên ko li gorî naveroka vê peyvê, ala wê bilind kirine hebûne, ev mîras e ko hêj didome û nahêle agirê kurdayetiyê bitefe. Loma, hêja ye ko em nav û kiryarên wan î bi fedekarî di dîroka xwe de zindî bihêlin. Yek ji van zatê ko navê xwe bi van peyvên zêrîn »Eger ko xortên kurd firinekê çêkin, em dê xwe bikin êzing û têda bişewutînin» di dîroka me de nivisîye, serokeşîr Hecî Mûsa ye. Di salên 1912 an de li Istanbolê ji bo avakirina koma Xwendekarên kurd Hêvî yê, ev gotin bilêv kirine û gellek alîkarî bi wan re kiriye. Ev kurdê hêja di sala 1914 an de, ji teref komitayên Ermenî ve hatiye kuştin û gihiştiye şehadetê.

Hêvî yek ji wan komeleyên modern î kurd ya pêşin e. Di dîrokê de kêm rêxistinên kurdan weko Hêvî hene ko li gorî beşdarîya cografya xwe Kurdistan temsîl kirine. Çend nav û mînakên wê wusa ne: Omer û Qedrî Cemîl Paşe (Amed), Memduh Selîm (Wan), Kemal fewzî (Bedlîs), Zîya Wehbî û Necmedîn Huseyin (Kerkûk), Azîz Baban (Silêmanî), Asaf Bedirxan (Botan), Dr. Mustefa Şewkî (Mehabad) Mihrî (Sinê) Abdurehman Rehmî (Hekarya).

Bêguman 1912 hêj dema împaratorîyê ye û Kurdistan ne çar perçe ye. Lê mîna ko me ev perçebûyîn pejirandibe, bi dû parvekirina welatê me re em jî belav bûne. Heta li Diasporê jî kêm temsîliyeke Kurdistanî di nav dezgeh û rêxistinên kurdî de heye.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, meha borî, kongreya xwe ya 14 an bi beşdarbûna 17 endaman pêk anî, hejmara tevaya endamên wê 33 ne. Li cihekî weko Swêd ko girseyeke nivîskaran kurd lê niştecî ne, bê şik ev hejmar gellekî kêm e. Tu sedem tune ye, ko bikaribe rê li ber beşdarbûna kar û xebatek bi vî babetî bigre, lewra bi dehan sedem hene ko beşdarbûna vî karî misoger û resen dike. Bêguman bi vî karî kesek mineta xwe li yê din nikane bike, ya me jî, tenê hêvîyek e, ew hêvî ya me teva ye…

Hêvî Kurdistan e!

M. Alî Kut

Rojanekirina dîrokê
»Destpêka her tiştî aqil e, li dunyayê ew hukum dike» Anaxagoras, (bz. 500-428) G.W. F Hegel vê teorîya Anaxagoras di şiroveya dîroka cîhanê de dubare dike, lê heman gavê jî dibîne ko mirov, di dîrokê de, li gorî vê rastîyê her car tev nagere û negerîya ne. Loma dibê »Ji hukumdaran, rêvebirên dewletan û gelan, tê xwestin ko ji tecrubeyên dîrokê sûd werbigrin. Lê tecrûbe û zanyarîya dîrokê destnîşan dide ko tu caran ne gel ne jî hikûmet ji dîrokê tu tiştek fêr nebûne; ji tecrûbeyên wê ders negirtine û li gorî van tecrûbeyan tev negerîya ne»

Di vê nivisê de ez dê dûvdirêj li ser dîrokê ranewestim, lewra ew karê dîrokzanan e, û ji xwe vê demê jî kontenjana wan tijî ye, ango para me tiştek nakeve. Tenê taybetmendîyekê ko di vegotina dîroka me de bala min kêşandiye, dixwazim ron bikim. Biserkeftin, ji xwe teqdîra we ye. Lê dîsan jî, ji bo ko ez xwe bi arzanî ji muhakemeyeke wusan azad bikim, dê meselê li vir dapeçînim, bi têbîniyekê we û aqilmendekî Frensî (Dîderot) derxînim pêşberî hevedin »Heger tiştên ko ez dibêjim û dinivisînim, ko li xweşa tu kesekî neçe, ev xerab e. Lê ko li hesabê her kesî jî bê, ev ji xerab jî xerabtir e.»

Lewra ko her tişt bi dîroka xwe heye, gel û netewek jî bê dîrok nabe. Dîrok hîmê hebûna gelekî ye. Incex di vê çerçovê de netewek dikane hebûna xwe tekez bike, bi erkên xwe rabe û serwext bibe. Dîrok hiş û mejûyê netewekî ye. Gel li wê gorê xwe nuh dike, pêş dikeve, xwe pêk tîne. Loma divê zindî be, her car were nuhakirin. Feylesof vêya weko dîyalektîka dîrokê bi nav dikin. Îca em bala xwe bidinê, ka gelo di dîroka me de, diyalektîkek wusan heye, an tenê bi çend temsîliyên û fiksîyonên di a priorî de em xwe dixapînin.

Bê minaqeşe, ez dibêm, di dîroka me de diyalektîkek wusan heye. Ev diyalektîk şerê ji bo rizgarîyê ye. Gelê me bi qandî ko bi mesela xwe hisîyaye, xwestiye ko azad bibe. Ko em tenê li van dusedsalên dawîn binerin serhildan û raperînên ji bo vê helwesta azadbûyinê weko xetek sor, di dîroka me de ron e. Lê evîya her car ji me ne dîyar û gellek caran jî winda bû ye. Sedemên vê bêguman hene, ya bingehîn jî ko me dîroka xwe nenivisîye û bi xwe şirove nekiriye. An jî, ya ko me nivisîye û şirove kiriye, kêm û şaş e.

Lewra ko “aqil li dunyayê hukum dike” ew jî, vê desthilatdarîya xwe bi reya fikir û ramanê dike hest û pêk tîne. Aristotales dema ko mirovan şirove dike, wan dike du beş: yek jê ko mejîyê xwe dixebitîne yê din jî ê ko qeweta laş û lepên xwe dixebitîne. Yên duyemîn ko weko kole bi nav dikir di dema me de dibin rêncber gundî û karker. Evana hê jî ne xwedîyê wê hestê ne ko bikaribin bandora xwe li ser dunyayê bikin, an bibin desthilatdar. Efendîyên dunyayê, her car xwedîyên fikrê ne jî.

Bêguman dunyaya îro û ya Arîstotalesî ne weko hev in. Fikir û raman bi reya çapemenîyê dikane zû belav bibin û her kes bi şêweyekî para xwe jê digre. Lê li vir pirs, fikra milî, hesta netewî ye. Di dîrokê de, (an jî em bibên di nirxandina dîroka me de rastir e) ji tunebûna burjuwazîyekî milî tê behs kirin. »Incex, li ba çînekî wusan dikanîbû fikra milî peyda bûba, ber bi dewletbûyinê ve biçuwa. Ev boçûn bê çendî rast e, em dê minaqeşa wê nekin. Li dunyê, netewe, bi reya vî burjuwazîyên xwe bûne dewlet û desthilatdar û kurd, ji ber ko axa û beg bûn, têk çûn û nikanîbûn fikreke milî î wusan di nav xelkê xwe de bikine hest û ber bi avakirina dewletekê de biçûna. Eger ev fikir rast be jî, dîrok rastiyeke din derdixîne pêşberî me.

Bêyî burjuwazîyekî milî, dîsan di nav kurdan de fikra milî her gav hebû ye, xwedîyên vê hestê şêx û mîrên kurd, ji kevn de, xwestine otorîteyên xwe î desthilatdar biparêzin û di hin rewşan de vêya pêşde bibin, bikin otorîteyeke siyasî î modern, ango bi navekî din dewlet.

Di destpêka sedsala 19 an de, Mîrekîya Soran, ya di bin desthilatdarîya Mîr Mihemedê Rewanduzî de, mînakek wusan e.

Ev Mîrekî ji destpêka salên 1800 de ta 1837 serbixwe ye. Di nava van salan de mîrekî sinorên xwe fereh dike, gelek mîrekî û eşîrên kurd tevî van sînoran dike. Ordiyeke ji 50 hezar leşkerî ava dike. Kargeha çekan ava dike, xençer, fîşek û gelek perçeyên topê bi xwe îmalat dikin. Pereyan bi navê Mîrekîya Soran çap dikin, komîteyên rêvebir (ji bo karên aborî û civakî) têne damezrandin…

Çi ev û çi gelek mînakên din î nola vê, di dîroka me ya dused salên dawîn de, fena bûyerên munferîd (tena serê xwe) ên dîrokek ji têkçûyinê, hatine şirovekirin. Mîr Mihemed, Paşayê Kor ko li seraya TopKapi ji teref Mehmûdê II an ve, weko Mîrê Mîran tê pêşwazîkirin, demekê şûnde surgunî Sewazê dibe, li xewlecihekî ew û peyayên wî ji teref Roma xayîn ve têne kuştin û windakirin.(Li gorî hin dîrokzanan, destûrê didinê ko paşde bizîvire Kurdistanê, lê xefî jî planê tunekirina wî amade kirine û bi vî şêweyî li nêzî Trabzonê hatiye kuştin) Bêguman ev dîrok li wir ranewestîya ye, gelek Mîr Mihemedên din jî, ji nav me derketine, çekên wî hilgirtine û şerê ji bo rizgarîyê domandine, ev diyalektîka dîroka me zindî hiştine. Di virde erka ronakbîrîyê divê û hewce ye ko vê dîrokê rojane bikin, di mejûyê gelê kurd de zindî bihêlin.

Dujmin ne tenê ji hêla erdnîgarîyê ve em perçe kirine, heman perçebûn ji hêla çand û dîrokê ve jî pêk hatiye. Di van sîh salên dawîn de, em dibînin ko hesteke milî li nav kurdan ji nû de xwe nîşan dide, dimeyê. Rêxistinên ko piştî salên 1970 î li Bakurê Kurdistanê ava bûn, axilbe di bin bandora îdeolojîyên biyanî de bûn. Kurdîstanîbûyin ne xeteke sereke bû di tevgera wan de, lewra jî, xwe destpêka dîrokek nû dihesibandin, xwe dervayî pêvajoya dîroka ko em li vir behsî dikin, didîtin. Gelek caran, serîhildanên kurd ne milî, paşverû dinirxandin, heta milîbûyin bi xwe wekû kevneperestîyekê dihat hesibandin. Bi vî şêweyî jî em diketin feqa dujmin, dîroka rizgarîxwazîya kurd ji holê radibû, bê zerar dibû. Bi dû têkçûna Sovyetê, dunya guherî û pê re jî kurd…

Gehîneka ko Kurdistana Bakur îro gihiştiyê rastîyekê destnîşan dide: di pêvajoya dîroka me de dîyalektîkek heye, dixebite û me ber bi azadîyê ve dibe. Ev bawerî, berya herkesî divê li ba ronakbîr û rewşenbîrên kurd hebe. Di dest kurdan de ji Kurdîstanîbûyinê pê va tiştekî din tune ye. Tevgêra rizgarîxwazîya kurd, çendî ko di bin bandora îdeolojîyên biyanî de be, hesab û destên bi kirêt di nav de bin jî ê dîsan xwe veguherîne û Kurdîstanîbûyin ê bibe xeteke sereke. Dagirtina vê naverokê, xurtkirina hesta milî, li ronakbîr û rewşenbîran dikeve, berpirsyarîya dîrokî di virde ye. Tu dîroka gelekî di cîhanê de bê teqûreq, êş û azar derbas nebûye. Ên ko di dîrokê de serkêşiya gelan kirine, hertim ne kesayetîyên baş bû ne. Napolyon li Misrê dema ko bi Ingilîzan ve tê beramberî hev û dibîne ko ê zora wî here, bi dizî li keştiyekê siwar dibe, ordîya xwe terk dike, paşde direve Fransa. Sezar hevalê xwe Pompeyus dide kuştin û paşê peykerê wî dide çêkirin, pirtûkan li ser egîdiya wî dide nivisandin. Tiştên wusan, di dîroka gelan de kevanekên piçûk in û kurd ne dervayî vê dîrokê ne.

“Vebûna kurd!”

Kurd çi dixwazin? Pirsek ko îro di rojevê de ye û gellek siyasetmedar û ronakbîr bi babetên cuda dibersivînin, hewl didin, goya bi aqilekî selîm çareserîyekê ji vê pirsê re peyda bikin. Bêgoman her kurdek, (nexasim ên xwedî pênûs û fikir) di vê derbarê de divê xwedî dîtin û helwest be.

Lê dema ko em kurd, di perspektîfeke dîrokî de li meselê nenerin û di çarçoveya pêvajoya dîroka kurd de wê analîz nekin, tê wê manê ko em ji destpêkê de têk çûne. Ji ber ko ev pirs dîrokî ye û incex bi dîroka kurd dikane bersiva wê bê dayîn. Gelo dîrok çi dibêje ji me re:

Ji destpêkê de, nijadperestîya turk, li ser tunekirina miletê kurd ava bû ye. Ew dîtina ko dibê dewleta Alî Osman ne milî û nijadperest bû, şaş e. Rast e ko gelek Mîrekîyên kurd di nav Împaratorîyê de azad bûn û gellek caran serxwebûna wan ji teref Sultanîyetê ve hatiye pejirandin, lê ev ji ber xurtbûn û hêza wan bû. Nijadperestiya turk, bi navekî din panturkizm, ne bi JonTurkan destpê kiriye. Ev dem di dîroka turkan de, wekî dema “Tanzîmat”ê bi nav dibe, koka panturkîzmê jî divê em ji vê demê bihesibînin. Yek ji sebebên wê jî ev bû ku, di mesela Misrê de alîkariya dewletên Awropî werbigrin û bi vê jî rê li ber heraketên leşkerî li dijî Kurdistanê vekin. Pêşin li dijî Mîr Mihemedê Rewanduzî 1837 û paşê jî li dijî Mîr Bedirxan 1847.

Çima girîngiya vê dîrokê heye? Divê em kurd bizanibin ko di van dused salên dawîn de çi di polîtîka Împaratorîyê de, çi di polîtîka Komara Turk de, li dijberî kurdan tu guhertin tune ye. Mesele tunekirina vî qewmî, vî miletî ye! Dîrokê tenê xwe bicar kiriye. Dema ko bi hêz bûn, bi şûr û tufengan dadane me, qetilham kirine, dema ko qels bûne, bi xweşî hatine me, behsa musulmantî, biratîyê kirine.

Di vî şerê dawîn de, gelek caran di rojname û kovaran de behs dibû ko leşkerên turk poz û guhên gerîlayên ko dikuştin, jê dikirin wekî trofên şerî li gel xwe dibirin. Di dîrokê de ji kevn de turkan ev metodê ne însanî li hember kurdan bi kar anî ye. Di sala 1839 an de Muhemmet Paşa (Walîyê Bexdê) ji vegera sefera xwe ya Kurdistanê li dergahên Bexdê, guhên jêkirî ên kurdên ko kuştibûn, darde kiribûn.

Enver Paşa yê ko vizyona wî avakirina dewleteke turk î mezin bû, dema ko li Sariqamişê têk diçe, vedigere Istanbolê (1914) ji dostên xwe re, wusan behsa şerî dike: “Ger ko ji derva ve mirov li herba Sariqamişê binere, rast e, em têk çûn! Lê dîsan jî ez dibêm em bi ser ketin. Ji ber ku, li daristanên Sariqamişê û li ser reyên ko dikêşin heta bi Erziromê, li dû xwe, me bi deh hezaran cendekên lawên kurd hiştin.”

Di heman salê de, di serhildana Bedlîsê de, konsolosekî Elman di bîrewerîyên xwe de behsa girtîgeha Bedlîsê dike “Doh, 10 ê Nîsanê kurdek ji hucreya wî derxistin anîn odeya lêpirsînê, li ser xwe bû. Lê ji vir ser û çavên wî di nav xwînê de, ne li ser hişê xwe ew paşde birin… Li girtîgeha Bedlîsê ne mimkin e ko mirovekî bi aqil hişê xwe winda neke.”

Gelo tu ferq di nawbêna girtîgeha Amedê ya dema me û ya Bedlîsê berya sed salî de heye? Girtîyên ko işkence û azar dîtine her kurd bû ne û ên ko işkence kirine û celad in her turk bû ne. Çi ferq di nawbêna JITEM, ERGENEKON ya dema me û çeteyên Topal Osmanî (ku dîrek bi Mustefa Kemal ve girêdayî bûn) de heye.

Kurdên ko behsa biratî û aşitîyê dikin û vê hêvîyê ji dewleta turk dipên, di xefletê de ne! Tenê ko em rûpelekî ji dîroka xwe vekin em dê rastî bi dehan qetilhaman bibin ko têda bi hezaran kurd hovane hatine kuştin. Ev ne dîrokek dûr û winda ye, hêj şahidên wê î zindî hene. Rojnama Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16 Tîrmehê de behsa qetilhama Zîlanê dike, dibê:»… di heraketa Zîlanê de, hejmara eşqîyayên ko hatine tunekirin 15 hezarî derbas dike.» Lê di heqîqetê de hemû mirovên bê guneh, jin zarok, yextyar û gundîyên bêçek û bê parêz bûn. Tenê sûcê wan ko kurd bûn û li ser vê xakê dijîyan. Li ser vê xakê tiştekî nû neqewumî ye, Kurdîstan hêj polîgoneke serbest e ji bo leşkerên turk.

Di destpêka sedsala 19 an de du kesayetîyên kurd, belbî ên herî pasifist hebûn ko dixwestin pirsa kurd bi aşitî û di nava çerçova dewleta turk de çareser bikin.Yek, Saîdê Nursî û yê din Seyid Ebdulqadir bû. Di dema Meşrûtiyetê de Saîdê Nursî daxwaznameyekê pêşkêşî Sultan Abdulhemîd dike, dixwaze li Kurdistanê dibistanan bi zimanê kurdî veke. Pêşin ji bo ko dev ji van daxwazên xwe î cudayetîyê berde, mal mulk û cihên bilind pêşniyarî wî dikin, dema ko qebûl nake, wî digrin dixin timarxana Toptaşî, nav dînan. Ji xwe piştî wefata wî jî, termê wî winda dikin. Yê duyemîn ko serokatîya Kurdistan Tealî Cemiyetî kiribû, belbî ji ber secere û kiryarên xwe î berê, digel ko bi wan re li hev jî kiribû û ew kiribûn burokratekî mezin î dewletê, dîsan li gel Şêx Saîd di 1925 an de, wî li sêdarê didin.

Bêguman mînakên din jî di dîroka me de hene, Zinar Silopî di Tarîxa Kurdistan de behs dike ko çawan dewleta turk li ser daxwaza XOYBÛNê kurdên ko surgun kiribûn serbest dihêle. Dema ko li wan teng dikeve jî bi fen û entrîqeyan û efûyên giştî xwestine kurdan bixapînin. Sureya Bedirxan di niviseke xwe de behsa vê yekê dike: Mufetişê Giştî Ibrahîm Tali Bey û walîyê Wanê, nameyekê ji Ihsan Nûrî Paşa re dişînin, pêşniyariya mal, mulk û peran dikin û soz didin ko ê bikin qumandanê qolordîyê ê giştî. Ihsan Nûrî Paşa wusan bersiva wan dide “Ez serokê XOYBÛN ê leşkerî û serdarê hêzên çekdarên kurd ê giştî me. Ez vê wezîfê di bin fermandarîya XOYBÛNê de dikim û tevîbûna XOYBÛNê wekî şerefmendîyekê dibînim. Wezîfa min ew e ko şer bikim ta ko Turkîyê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike û ordîyên xwe ji ser xaka wê vekişîne. Vê wezîfê tenê bi fermana XOYBÛNê dikanim terk bikim. Eger ji bo XOYBÛNê pêşniyarîyên we î siyasî hebin, ez wan dikanim ragihînim. Pêşniyazîyên we ên peran û namên bilind ji bo şexsên cuda bêfêde ye. Lewra, pirsa ko divê were çareserkirin ne şexsî ye, ya miletekî ye. Ew jî incex bi pejirandina mafên serxwebûna wî miletî dikane çareser bibe.”

Dîsan di heman demê de, li hember propaganda dewleta turk, ya aşitî û efûyên giştî ên derewîn, XOYBÛN belavok derxistine, perçeyek ji belavokê wusan e:

“… Kurdino, birano! Hûn beramberî talûkeyekê nû ne ko jiyana we dike xeterê. Bi sedan gundên we ên ko hatine şewitandin, bi hezaran kurdên ko hatine kuştin, sefaleta keç û jinên xwe bi bîr bînin ber çavên xwe. Ji hev hes bikin û li çekên xwe xwedî derkevin. Dujminatîya di nawbêna xwe de ji bîr bikin û li hember zor û zordarîya nû li ber xwe bidin. Amanca turkan ew e ko kurda bi kurdan bide kuştin û bi vî şêwî dawî li qewmê kurd bîne. Em bicar dikin, hevaltîyê û çekên xwe biparêzin.

Kurdino, birano! Turk her serê deqeyekê kurdekî dikujin, tu carî merhametê şanî we nadin. Bi mêranîya ko layiqî her kurdî ye, bi aramî û înad hîsên xwe ên tolhildanê biparêzin. Incex bi tewreke wusa qehremane rojên serxwebûna netewê kurd nêzîk dibe.

Bextê Romê tuneye!”

Çavkanî:

1. Kürt Ulusal haraketleri. Garo Sasuni

2. XIX. Yüzyıl Osmanlı Imparatorluğunda Kürtler. Dr. Celîlê Celîl

3. Kurdistan Teali Cemiyeti. Ismail Göldaş

4. Yeni ve yakın Çağda Kürt Haraketi. Sovyetler Birliüi Bilim Akademisi Doğu bilimler Enstitüsü.

5. G.W.F Hegel Fornuftet i Historien

6. Politika Aristotales

Nivîskar: M. ALÎ KUT

SWÊD, 18/11 /2009

Dîrokbêjê cîhanê
Ji bo bîranîna lehengekî kurd, Şêx Evdurehmanê Garisî, (1869–1932) rehmet û silava Xwedê lê be.

Li devera Şaxê, di qontara çiyayê Arnosê de, raserî gola Wanê, li ser reya koçerên ko diçin zozanan de kanîyek heye, li ber kanîyê abîdeyek û li teniştê jî mizgeftek, bi navê lehengerê kurd Şêx Evdurehmanê Garisî ava ye.

Di saxiya min de, ev nav li min danîbûn.Yek ji nasnavê min e. Li medreseya Gozgehê, dema ez li ber destê bavê xwe, Şêx Ebdule ( Xelîfeyê Şêx Huseynê Besretî yê Neqşebendî) şagirtê ilmê olî bûm, ev hewesa dîrokê li ba min peyda bû bû. Dîrokê her gav bala min kêşandibû, dîroka îslamê, şerê pêximberê axirzemên û eshabên wî, li dijî zordaran û ji bo mezlûman, min bi tevayî jiber kiribû û her car ji bawermendan re bilêv dikir.

Lê zû, ne dereng ez pê serwext bûm ko em miletê kurd, ji her kesî mezlumtir in û zordarên li ser xaka me, çendî xwe wekî misilman nîşan didan jî, ji kafirên herî zalim, zalimtir bûn. Eger ko cîhatek divîya, divabû ji bo vî xelkî û ji bo vî xakî ba. Ger ko yezdanê dilovan em li ser vê xaka pîroz afirandibûn û kiribûn ji umeta xeyrul-beşer, eviya ne bê wate bû. Bi qandî ko îmana me, dînê me diheband, divabû ev xak jî bihebanda. (Rojekê li Yemenê, li ser pirseke şêx Hemîdê Yemenî, min ew wusan bersivandibû, destê xwe li milên min xist got: Tu seydayekî mezin î).

Loma dîrok girîng bû. Axilbe jî dîroka me, ya gelê kurd, bedbextî û bêşensîya me, zilm û zordarîya toran, ereb û eceman.. Min dizanî, ger ko em ji dîroka xwe ne agahdar bin, em dê nikaribin paşeroja xwe jî tekûz bikin, lewra ew jî ê berdewama dîrokê be. Ji ber vê jî min her car dîroka îslam û cîhanê dikir bahane da pê bigihêjim mexseda xwe, da dîroka kurd û Kurdistanê bidim nasîn. Ilmê ko min xwendibû ev rê nîşanî min dida, ango li hember zilm û zordarîyê serîhildan, misilmantîya herî pak eviya bû û min jî dabû ser vê reya heq. Ger ko di vê reya heq de min bizanîya ko ez dê serê xwê jî bidim, ez dê paşde venegerîyama û min serê xwe jî da.

Belê, behît nemînin, mirî jî dikanin baxivin. Her tişt xwedî dîrok e, ez jî perçeyek ji dîroka we me. Lê gavê, mîna rojên di zindîya xwe de, ez dê behsa dîroka keyên Medî an ya Selehedîn nekim, tenê behsa xwe û vî Necmo yê xayîn bikim, ko çawa bi bêbextî ji bo pênc qirûş pere ez kuştim, serê min jêkir, anî Anqerê dîyarî tirkan kir.

Nebêjin bav û kalên me ji bo me tiştek nekirin! Heta bi dawîn ji bo kurd Kurdistanê me şer kir. Ên weko Şêx Seîd û bi sedan lehengên kurd, ji bo vê dawê, di sêdaran de nefesa xwe î dawîn kêşandin. Aha ev kiloxê min î ko nuha ji we re behsa bûyera xwe dike, mînaka xebata ji bo vê dawê ye. şerê ji bo azadîyê wusan e, yek dispêre yê din, ta ko ew roja bixêr pêk were. Bi bawermendîyeke wusa ez bi rê ketibûm, tevî vê xebatê bû bûm.

Şerê ji bo rizgarîya Kurdistanê bê rêxistin ne dibû bêguman, loma, li gel mirê pênûsa kurdî Mîr Celadet, gelek zana û welatperwerên kurd me rêxistina XOYBÛN ava kiribû. Em di hazirîyên serîhildanê de bûn. Serîhildan ne tenê li Agrîyê, me ê li Botan û gelek heremên din î Kurdistanê jî pêbixista. Bi vê watedarîyê li gel sê hevalên xwe û ev Necmoyê bêşeref, ji rojava, ji Eyndîwerê ber bi bakurê Kurdistanê ve em bi rê ketin.

Dijminê me ê zalim ne tenê bi talan û qirkirinê şerê me dikir, her wusa ji bo kiloxê her yekî ji me xelat û mikafatek jî danîbû û di çapemenîya xwe de ji bo her kesî eyan kiribû. Nexwe ê hayê vî Necmoyê xayîn jê hebe ko xefkên xwe ên xayintîyê bi xefî danîbin û qesta serê min kiribû. Wekî Mîrê min dibêje, ma min ê çawa ji »golikê malê» şik bikira. Yê ko li nav mala min mezin bû bû û min parîya nanê xwe pê re parve dikir. Xwedê mala feqîriyê xirab bike, ko dihêle, mirovê kêmîman bênirx û bêşexsiyet bibe.

Şêst û du sal ji temenê min buhurîn, ta ko di qontara çiyayê Arnosê de, li ber kanîyekê bi bûyereke wusa kambax min giyanê xwe sipart Yezdanê xwe î dilovan û çavên xwe girtin, lê bawerî û hêvîyên xwe ji xelkê xwe re hiştin. Min gelek buharên Kurdistanê jiya bûn, lê ev buhara dawîn ê ji hemîyan xweştir ba ko ez beşdarî serîhildanê bibama û halan di keç û xortên kurd î mêrxas de bida, belbî tenê ji ber vê yekê dilê min şikestî be…

Necmoyê nemerd, kiloxê min, tifeng, xincer û belgeyên bi min re tev girt û anî ji walîyê Wanê re. Dema walî dît bê çi malê talanê bi dest xistiye zû zûka hazirîya me kir û em rê kirin Anqerê.

Rêwitîya me, ango ya kiloxê min, Necmo û komek cendirmên tirk ji Wanê heta bi Anqerê sê şev û sê rojan bi tirênê dom kir. Piştî lêkolîn û kontrolekê, li qişleyeke leşkerî, di odeyeke mezin de, kiloxê min li ser maseyekê bi cih kirin. Mîralay, erkanîherb û gelek mezinên wan bi dorê hatin temaşa kiloxê min. Ez bi qesem kim, xofa ko bi vî halî min xist dilê wan ji ya dema saxîya min ne kêmtir bû. Ê ko ji wan, bi çavên xwe kokimê serê min didît sê mehan ji mêranî diket. Ji sê metroyan zêdetir newêrîbûn nêzîkî kiloxê min bibin.

Ji xwe dema paşa efendî Mustefa Kemal, qesasê serê me kurdan, hat temaşê û xwe nêzîkî masê kir, min xwest ez bi gezan biçimê da çend perçe goşt ji laşê wî jêkim, lê mixabin, derfeta min nebû, serê min ne liviya.

Necmo mîna segekî ko çavên wî li xwedîyê wî be, li qorzîyeke odê rûniştî li benda mikafata xwe bû. Hinekî şûnde jî, serbazekî kisikek tijî pere anî da yê û got ko »pêncsed mecîdî têda heye» Û demançeyek jî dayê ko ew jî » ji paşe efendî dîyarî ye.»

Heyla bênamûsî! Ma ez ê pêncsed mecîdîyî me. Qe neba te pêncsed zêrên Reşadî, (na wele hezar) bixwestana, ê dîsan bidana te. Ê ma ez dê qey bihêlim ko tu xêrê ji wan peran bibînî, ê ne ez dê bibim kabûs û bêm xewnên te, bihêlim ko tu wê demançê di serê xwe î bênirx de bipeqînî.

Bi dû şehîdkirina Şêx Evdurehmanê Garisî re, di wexteke kurt de Necmoyê Sêrtî dêhn bû û demançeyek di serê xwe de berda, xwe kuşt.

Cihê şehîdkirina şêx Evdurehmanê Garisî tê zanîn lê cihê gora wî kesek nizane, ta nuha jî tu abîdeyek û mizgeftek bi navê wî tune ye. Bi hêvîya ko kurd li gel navê Kurdistanê, navên lehengên xwe jî ta abadîn heyî bikin.

Jêderên vê bûyerê:

1. Kovara Hawarê hejmar 11

2. Dîmenên ji Dîroka Winda (Samî Ehmed Namî) weşanxana Apec 2000

SWÊD, 30/9 2009

M. ALÎ KUT