Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê

Şubat 20, 2010 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Li ser pirsê çalakî dibin û jin organîze dibin. Helwesta beşek ji rêvebirên herêmê li ser pirsê êrênî ye. Ev tev îşaretên pêşketinê ne, dive bê dîtin û gotin.

Rojnamevan Seyidxan Anter:Divê Jenosîda Dêrsimê bibe pirsa cîhanê

Ocak 4, 2010 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Di 24 Çileya Paşîn 2010 de Konferansa Dêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piştgiriya xwe pêşkêşî konferansê dikin

Nivîskar Eslîxan Yildirim û pirtûka:”Di sedsala 20 an de Kurdistan û sînor”

Ekim 12, 2009 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Pirtûka nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ya nû ”Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor 1” di nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê berî nuha belav bû.

Firat Cewerî: “Em ê îzolasiyona nivîskarên sirgûnê bişikînin”

Ağustos 12, 2009 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, 5-Hevpeyivîn, Gabar Çiyan

Bi sedan nivîskarên sirgûnbûyî li Swêdê dijîn. Hinek ji van nivîskaran xwediyên bi dehan kitêb in û li welatên xwe navdar in, lê ji ber ku bi zimanên xwe dinivîsînin, ew li Swêdê di bêdengiyê de dimînin

Pirtûka ”dîroka kurdên koçber”

Temmuz 30, 2009 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Ez, di dema xortbûnê de, salên berî 80 pê hisiyam ku Kurd li derveyî Kurdistanê, hejmarek mezin li Israîlê, komarên Soviyetê û aliyê Anatoliayê jî hene. Sedemên bicîhiştina Kurdistanê û rewşa wan ya îro ji awira parastina ziman û çanda xwe, ji min re bûbûn cihê pirsê…

Rapor:Hevpeyvîn bi pîlotê şer Tariq Ramadan re li ser qirkirina Helebceyê

Nisan 29, 2009 by brahim  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Pîlot Tariq Ramadan di dema Sadam Hisêyn de pîlotê şer bû. Di destpêka 2005 an de ji aliyê Hêza Ewlekariya Herêma Kurdistanê- Asayisê ve hatibû girtin. Bi beşdarbûna bombebarankirina Helebceyê hatibû sucdarîkirin

Ji EHR ê raporek skandalî:Pîlot Tariq Ramazan qatilê Helebcê ye an na? (Gabar Çiyan)

Nisan 22, 2009 by argun  
Filed under Gabar Çiyan

Sal 1988, meha adarê. Bi emrê Eliyê Kîmyewî û Sadam Hisêyn bajarê Helebce bi bombeyên kîmyewî hate bombebarankirin

Konferansa li ser Êzdayetiyê serkevtî bû (Gabar Çiyan)

Nisan 12, 2009 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Berî nuha bi demek e kin konferansek li ser Êzdayetiyê li Beljîkayê pêk hat. Hejmarek kesên pispor beşdar bûn û pirs ji gelek awiran ve hate nirxandin. Em bi Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwêş M. Ferho re axifîn. Em hevpeyvîna pê re, pêşkêşî we dikin.

Sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê -1- (Gabar Çiyan)

Şubat 28, 2009 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Sunetkirina keçan, girêdan û kontrolkirina hîsên jinantiyê ye. Ji baweriya dîtina jinê, weke mal û navgînek kêfxweşiyê, tê. Encamên pêşerojê nayê hizirkirin. Nexweşiyên bedenî û rûhî nayên hesab kirin. Xeyal û evîndariya jinan nabe cihê lêpirsînê

“Ragihandinî bi rêvebiriya amatorî pêş nakeve!” (Gabar Çiyan )

Şubat 18, 2009 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Rojnamevan û programçêkirê ASOsatê Cemal Batun:Ragihandinî bi rêvebiriya amatorî pêş nakeve!

Lêkolînêr Beth-Şawoce:Rewşa Suryaniyan têra xwe tevlîhev e (Gabar Çiyan)

Şubat 4, 2009 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, 5-Hevpeyivîn, Gabar Çiyan

Navê min Jan-Beth Şawoce ye. Ez di sala 1955 an de li bakurê Mezopotamya, Tora Evdînê hatime dinyê. Piştî derketina derveyî welêt, di gelek komeleyên Mezopotamyayê de xebatên min çêbûn

Rêz û hurmet ji bo Dr. Ismail Beşikçi (Gabar Çiyan)

Aralık 24, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

41 sal berê te gavek ber bi me ve avêt. Me, te bi analîza li ser “Xwepêşandanê Kurdistanê” nas kir. Xwepêşandanê Kurdistanê, anku ”Dogu Mitinglerinin Analizi” bû pirek, û bi rêya pirtûkê, te silav da me…

Mahmut Baksî:Evîna welat di dilê min de ye(Gabar Çiyan)

Aralık 21, 2008 by nezir cibo  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Di sala 1998 an de, xebata min ya rojnemaniyê li ser pirsên çandî û edebî pir alî didomiya. Wê demê kovara ”Cîhana Weşana” û ”Şano û Sînema” di bin rêvebiriya min de derdiket.

Pirtûka ”Xalê min Ferîd Uzun” (Gabar Çiyan)

Aralık 7, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Qetilkirina Kurda bi destê Kurda helwêstek neînsanî ye. Dîroka me bi nimuneyên kûştin, çavtirsandin û pasîvîzekirina kurdên polîtîk, rengîn e. Li başûr û bakurê welêt, şerê hêzên kurdan li dijî hev, jiholêrakirina endamên partî û beşek ji ronakbîrên Kurdan bi destê partî û desthilatdariya Kurdan ji gelek aliyan şensê dide me ku

Ji Komîteya Rêvebir ya Komkarê Salihê Omerî:Kurdistan bê Êzîdî nabe(Gabar ÇİYAN)

Kasım 16, 2008 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Rola dezgehên demokratîk, helwest û kirinên wan li ser pirsa Êzidiyan giring e. Di nav dezgehên me yên netewî de Komkar xwedî cihekî giring e.

Çanda Ezidî Çanda Kurdan ya herî kevnare ye(Gabar Çiyan )

Kasım 8, 2008 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Hêja Şermîn, em te ji xebatên Federasyonê yê piralî û rengîn nas dikin. Em dixwazin dîtina te li ser parastin û ewlekarîya Êzidiyan bistînin… Şermîn Bozarslan: Kurdên Ezidî ji ber ku him kurd in û him jî Ezidî ne; gelek teda dîtin e. Bi taybetî ewana di herêmên ku bi fermî ne li ser Kurdistanê [...]

Gotina “Êzdî Kurdên resen in” têr nake(Gabar ÇİYAN)

Kasım 5, 2008 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

- Hêja Loqman, em te ji rojnamevanî û nivîsên te û ji rêvebiriya dergush.com ê nas dikin. Ji kerema xwe re ji mere qala xwe bike. Loqman Bariş ki ye? Loqman Bariş: Ez di sala 1975′an li navçeya Ruha Wêranşarê li gundê Zewra ji dayik bûme.

Serhan Isa: Şingal Kurdistan e (Gabar Çiyan)

Ekim 30, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, 5-Hevpeyivîn, Gabar Çiyan

Di sala 1974 an de li Rojavayê Kurdistanê gundê “Alareşa” ji dayîk bûm. Min, xwendina seretayî li gund bi dawî anî, paşê û bi sedema xwendinê li bajarê Tirbespiyê akincî bûm, hetanî sala 2000 an.

Parastina Êzidiyan wezîfeya Hikumeta Herêmê ye (Dr. Ismail Beşikçi)

Ekim 27, 2008 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Dr. Ismail Beşikçi eyne ye. Neynik e. Rastiya me, bi xweşî û nexweşî, rastî anjî şaşîtiyan nîşanî me dide. Dr. Beşikçi pisporê Doza Kurdan e. Pirtûkên wî, nivîsên wî li ser Kurdan in. Wî ji ber helwest û dîtînên xwe, beşek ji jiyana xwe di zindanê de derbas kir…

Terora Navdewletî (Gabar Çiyan)

Temmuz 26, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan, Ji Çapamenî yê

Çalakiyên terorî ekstrêm in, rûhê mirovî hedef digirin. Şêweyên pêkanîna bûyeran, hovane ne, tirsek mezin li cem civatê peyde dikin. Ji navendekî, pir bi zanabûn têne organîzekirin. Ji bo bidestxistina armanca xwe, civatê ji awira psîkolîk û fizîkî ve ji desthilanînê dixînin, falincî dikin.

Pirtûkên bijarte -10 (Gabar Çiyan)

Temmuz 9, 2008 by argun1  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

”Enqere çi dibêje bila bêje, dîsa jî kurd hene” de bi kurtasî şiroveyek wisa belav kiribû: Zimanê Uzun têra xwe kur e. Çiqas mirov pirtûka wî bixwîne, kurbûna wî ji awira zimên û tecrûbeya penaberî û pirçandîbûnê bêhtir derdikeve pêşberî mirov.

Nîşan û Dawet (Gabar Çiyan)

Temmuz 5, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan

Bi nîşan û dawetekê miradê du kesan bi hev dibe. Lê di bingeha xwe de, şahiyên wisa dibin navgîn ku gelek xort û keç hev bibînin. Ne tenê du kes dighêjin miradê xwe, lê belê her dawetek û şahiyek rê ji bo hevdîtin û dilketinên nû vedike.

Ji awira kurdan ve Yilmaz Guney (Gabar Çiyan)

Haziran 21, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, Gabar Çiyan, Ji Çapamenî yê

“Serê me tevan sax be”, digot. “Yilmaz Guney çû rehmetê. Gelê Kurd sêwî ma. Ji hers, derd û keseran hêstiran dibarîne. Dîroka Kurdan stewr e. Ji sedsalan cerekê kesekî mîna Yilmaz Guney diafirîne…