Argun "Ramanên Azad, Özgür Düşünceler" » Fahri Karakoyunlu

ZAROK Û TAWAN…!
Wek hûn jî dizanin guhertina “Qanûna li Dijî Terorê” û “ Qanûna Civînê û Meşên Xwepêşandana” dora salekê bû li ber guhertinê bû. Ji bûyerên 28,29,30 yê Adara 2006 an de ya li Amedê qewimî şûnde, di nav qanûnên cezayan de, bi taybeti di “Qanûna li Diji Terorê” de, di aleyhên zarokan de guhertinin ne hiqûqî çêbûn. Dadgeha Bilind ya bi navê “Yargitayê” jî di “biryara civîna giştî” de, biryar dabû ku, ji bo kesên di nav xwepêşandanên ne yasayî de bê te dîtin, tenê ne gor xalên Qanûna Civîn û Meşên Xwpêşandanê, li gor Qanûna li Dijî Terorê xala 2 emîn de, dê wek “kesên endamê tevgera terorê” bête qebûlkirin û bi van cezayan wê bête cezakirin. Ev biryara Dadgeha Bilind ya civîna giştî ne hiqûqî bû û rê li ber cezayên giran vekir.

Ya herî xetere û balkêş jî, zarokên ku di nav van çalekîyên neyasayî de, dihatin girtin jî, li gor vê biryara Dadgeha Bilind ya civîna giştî hatin darizandin û cezakirin. Ji vê pêvajoyê şûn de, zarok bi cezayên giran ve rûbirû man. Mixabin dadgehên heremî jî, êdî gor vê biryara ne hiqûqî biryar dan û ji bo parastina zarokan argumanên hiqûkê ji destên parêzeran hate girtin û darizandin bû darizandinek formel.

Ya balkêş, ev guhertinên li dijî zarokan çêbibû; li ser gotina Serokwezîr Erdoğan ya ku ji bo bûyerên Dîyarbekirê “ Ger çi zarokbin, ger çi jinbin, hêzên ewlekarîyê çi pêwîst be, dê wî bikin” gotibû şûn de çêbibûn. Ev guhertinana, bi ya wan, dê li ber çalakîyên kolanan bigirta. Lê mixabin, bûyer ji vê pêvjoyê şûn de hîn zêde bûn û gellek tişt berovajî bûn.

Di pêvajoya guhertinan de bûyerên balkêş…!

Ev bê edaletî û biryarên dadgahan yên ne hiqûqî di wîjdanê gel de û di reya giştî de nerazîbûyinek mezin çêkir. Ji ber vî, kolanên bajaran û herêm bû qada nerazîbûna vê bêdadîyê û serhildanan. Belê, ceza giran bibû, lê pêşîya xwpêşandana nahatibû girtin. Ji ber wî, bi taybetî ji bo zarokan di nav xwepêşandanên ne yasayî de cîgirtibûn, salekê zêdetir bû ku hinek guhertin di rojevê de bû. Gava ev guhertinana dahate rojeva Meclîsê, her çi tesaduf bû ku; “ bi navê PKK ê !” hinek êrîşên mezin li dijî leşkeran dahate kirin û gelek leşker dihate kuştin. Ev jî, dibû bahaneya ji rojevê derxistina van guhertinana. Gava ku ev guhertina dê 22ê Tîrmehê ya 2010 de bête qebûlkirin hate Meclîsê jî, êrişek bi destê PKK ê hate kirin û di vê êrîşê de heft leşker hate kuştin, li ser vê bûyerê, dîsa ji bo talokkirina vê guhertinê, muhalefetê hewl da, lê îjar biserneket û ji bo azadbûyîna zarokan guhertin çêbûn û di 24 ê Tîrmehâ 2010 de ji alîyê serokkomar hate îmzekirin û di Rojnama Fermî de hate weşandin.

Çîroka lîstokê

Li ser pêvajoya guhertina vê qanûnê, ez dixwazim di pratîka jîyanê de bahsa çîrokekê bikim, wek “çîroka kera wendabûyî”. Wek hûn dizanin, em mezin, yek carina lîstok an tiştên kû zarokên me herî ji hez dikin, em ji ber wan vedişêrin û wek ku zarok ev tiştê xwe wendakiri ye, em wana rexne û yekcarina xwe eciz dikin. Zarok jî, li ser vî tewrên me, xwe gunehbar dibînin û mahçûp dibin. Yekcarina hinek dê û bav wana ceza jî dikin. Demekê şûn de em lîstoka wan an ew tiştê wan yê ku me veşarti bû, wek ku me bi tesadufî dîtibe, mizgîniyê didin wan û em li wan şîretan dikin. Zarok jî, bi bextewarî û kêfxweşîyekê bi coş me himbêz dikin û mezinatya me li ser wan tête pejirandin.

Tu caran nayê hişên zarokan kû, gelo ev lîstoka wan dê û bavên wan veneşarti be?

Belê, ji ser vê çîrokê re, em werin ser mafên zarokên Kurd.

Lê êdî îro, zarokên Kurd, vê çîrokê bi guman dinirxînin û tiştên ku windakirine(!) şîrve dikin û dipirsin:

Mafê kê heye ku, min ji vî mafên rewa ya ku min ji dê û bavê xwe standî ye, bê par bihêle?

Çima em zarok di navn dinyayek azad, aram û aşt de najîn?

Çima mezin(!) tum li ser me hinek armancên xwe bi cîtînin?

Ji bo armancên xwe, zarokan bikaranîn çiqas ahlaqî ye?

Çima em wek zarokên Kurd, bi tawanên wiha giran û ne hiqûqi ve rûbirû dimînin?

Zarok, tim di hedefa şeran de ye, û prensîpên hiqûqê yên ji bo wan tête binpêkirin.

İro ji vî şerê qirêj yê ku li diji kurda tête meşandin, zêdetirîn zerara mezin zarok dikşînin. Ayendeya zarokên kurd, di nav pêvajoyek di bin tundî û tûjîyek de di bin xetereyek mezin de ye. Xewn û xeyalên zarokên kurd hatiye şêlo kirin, tunekirin.

Ji her netewê zarok, li gor hiqûqa navnetewî, bi hinek prensîpên cûdahîyên pozîtif têne parastin. Ji ber ku, zarok dahatûya her neteweyî, dahatûya mirovahîyê bi xwe ye. Ev cudahîya pozîtif di warê perwerdehiyê de, di warê aborî de, di warê ewlekarîyê de, di marê ragîhandinê û hwd. de hatîye tespît kirin. Dewletên ku van prensîpên navnetewî yên hev dem dipejirînin, ji bo cîbicîkirina van prensîpana berpirsîyarin jî.

Lê mixabin, Komara Dewleta Tirkiyê, gellek peymanên nav netewî yên ji bo zarokan her çikas pesend kirî ye jî, ji alîkî de ev peymanana bi rengekî wek ku berpirsîyarîya xwe nayîne cîh, ji bo mafên perwerdehîyê bi zimanê dayikî, û ji bo mafên çandî û etnîkî, ihtîraz danîye ser hinek xalên van peymanana.

Gellek qanûnên Komara Dewleta Tirkiyê, li dijî ev presîpana û li dijî ev paymana ne.

Berî ku em, Qanûna li Dijî Terorê û Qanûna Civîn û Meşên Xwpêşandanan de tiştên hatine guhertin şîrove bikin, sazûmanîya berê yên van qanûnana, ji bo zarokan ji sê alîyan de presîpên hiqûqa cezayî binpêdikir.

Wek tête zanîn, ji bo zarokan, presîpên(rêgez) cezakirinê, darizandinê( mahkemekirin) û prensîpên cezakişanê (infaz), ji yên kesên mezin cûda ye. Lê mixabin qanûnên kû ji bo zarokan dihate tatbikkirin, li dijî

Prensîpên hiqûqê ya wekhevî û dadayî,

Prensîpa pêşlêgirtina tawanan,

Prensîpa di pergala dadê ya cezayê de islahkirin,

Prensîpa rêjederîtîyê(oran- pîvan) ya di tawan û cezan de, bû.

Ji ber vî, zarok di dadgehên bi navê “Dadgehên Taybet bi Rayedar” de, wek mezinan

dihatin darizandin. Lê li gor guhertinên nû, wê êdî zarok, li Dadgehên Zarokan de bên darizandin.

Zarok, wê edî gor Qanûna li Dijî Terorê, wek endamê tevgera terorê nête nirxandin û xala 2 û 5 ya Qanûna li Dijî Terorê, ji bo zarokan nête bikaranîn. Ya kifş ewe ku, êdî zarok di nav xwepêşandanên ne yasayî de werin girtinê, dê ji endamîtîya tevgera terorê nête darizandin û ji bo wan êdî tawanekî wisa dê tunebe. Lê di vê guhertinê de tiştekî ne dîyar heye. Gava ku kesekî zarok( ji 18 salî biçûktir) bi peywirek hîyerarşîk de, di nav xebata tevgerê de were gunebarkirin dê ji kîjan tawanan bête darizandin, bi rastî ev rewşa ne kifşe.

Zarokên ku di nav xwpêşandanên ne yasayî de bête girtin, wê êdi tenê ji tawanên ya di Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanan de hatîye dîyarkirin de, û ji tawana propagandayê dê bên darizandin.

Li gor guhertina Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanan, ceza civîn û xepêşandanê neyasayî ya ji 1,5 ta 3 sala bû, ji 6 heyva ta 3 sala hate guhertin. Ev kiryarên ev tawanana dê li Dadgehên Aslîye( ji bo mezinan), û zarok jî, li Dadgehên Zarokan bête darizandin.

Dîsa li gor guhertinê; yên ku bi çek ( çekên agirdar, teqînok û sûtemenî ) beşdarî van xwepêşandanê ne yasayî bibin, ceza wan ji 1 sal ta 3 sala hatîye rastkiririn. Yên bi alavên wek kevir, dar, flema, pankart û wêne, lixwekirinek taybet, beşdarî xwepêşandana bibin dê ji 6 heyva ta 3 sala bête çezakirin. Ger alavên destê wan an kiryar û çalekîyên wan tawan be, dê ji vî kiryarî jî ceza bigrin.

Ber guhertina vî maddeyî, yên ku bi çek û hinek alavên me li jor diyar kiribû beşdarî xwpêşandanê ne yasayî dibûn, û li dijî hêzên ewlekarîyê disekinîn, ji 5 sala ta 8 sala ceza digirtin.

Bi guhertina van qanûnana; dora 2oo zarokên di girtîgehan de bûn, roj bi roj têne berdanê. Li dor 3ooo zarokên ku di bin gefa van cezayan de dahate darizandin jî, dê êdî ji van gefan dûrkevin. Ji ber ku xewn û xwyaklên zaroka û yên malbatên wan tevlihev bibû. Belê, bi rastî ev guhertin ne bes e, lê rewşek erênî ye.

Gelo ev guhertinana dê zarokên Kurd ji kîjan arîşeyan bi dûrbixin?

Arîşeyên li pêş civata kurd; ne tenê cezaya zarokên di nav çalekîyan de kevir avêtin e. Dahatûya bi milyonan zarokên kurd ya bi aramî, aşitî û azadî jîyan dê çawa çareserbibe?

Çawa arîşeyên wan yên ewlekariyê – her roj zarokek bi wasita gulek leşkeran, bi teqemenîyekê têne kuştin. Di bihara jîyana xwe de têne qetilkirin- bên çareserkirin?

Kesayetîya wan ya ji alîyê civatê, cî bi cî ji alîyên malbatê û ji alîyê pergala rêveberîya desthiladar de tê perçiqandinê dê çawa bên astengkirin?

Ger em çareserkirina arîşeyên zarokên kurd, tenê wek peywira pergala desthiladarîyê binirxînin, û em bihêlin asta çareserkirina kêşaya kurd ya siyasî, wê demê, gellek zarokên me û dahatûya me jî, dê ji dest me biçe. Ji ber vi, dem di aleyhê zarokan me de diherike û diçe. Ji bo wî peywira mezin dikeve ser milê ciwatê kurd, malbata kurd, û sazîyên heremî û sazîyên sivil.

Belê, zarokên kurd gava ku wek zarokên cîhanê û bi kêmasî wek zarokên tirk xwedî mafên netewî be dê gellek arîşe bête çareserkirin. Lê mixabin arîşeyên zarokan dê berdewam bibe.

Ji bona wî, gere em wek ciwat kurd, wek sazî û wek malbat li zarokên xwe xwedî derkevin, û em wana û ayendeya wana li ser her mulahazayê bigrin.

Gere em zanibin ku, tu armanc grîngtir nîne ku zarok, zarokîtîya xwe nejîn û em wana bikin hedefên gurên çavsor.

Ayendek azad, aram û aşitî ji bo zarokan.

27.07.2010 – Amed

Fahri KARAKOYUNLU.

“Ez ê biserkevim…!”
Rojek wek mahşerê bû. Bi hezaran zarok, jin, kal û pîr.

Rivebirên bajêr, serok şaredar, parêzger û serleşkerê bajêr di heyecanek bêsînor de bûn.

Di stadyoma bajêr de civiya bûn .

İro, rojek taybet û pîroz bû ji bo wan.

Jirgî ku, Komar ava bibû, tu car heyecanek wiha neketi bû, nav gel û erkanê Komarê.

Di damezirandina Komarê de, bi hezaran zarokên li ser vê axê dijîyan, bi navê dewletek netewî û nîjatperest hatibû qirkirin. Yê ku ne ji ola wan bûn, ji xwe bi bernamek taybetî bi navê “cîguhertinê”, “ewlekarîyê, “mubadelê”, û bi navê “yekîtîyê” hwd. dûkel bibûn.

Di damezirandina Komarê de bi navê “Desthilatdarîya Netewî û Cejna Zaroka” cejnek ava kiribûn. Ji bo wan, her sazî û dezge, ji bo ewlekarî û ayenda Komarê, û ji bo Damezirînerê Komarê bû. Ji ber wî, komar bibû şûnwarê “cejn û şahîya”. Dibistan, kargeh û ciwak wek sazîyek leşkerî hatibû rêkûpêk kirin.

Ji bo rêvebirên Komarê û Serokê Komarê ne xem bû ku, zarok ji birçîna dimirin, bê mal, bê dê û bav in û di nav jîayanek kambax de dijîn. Serokê Komara Mezin, bi zarokan re di nav hinek dîmenan de dihate xwanê û bextewarîya xwe û zarokan nîşan dida. Li ser damezirandina Komara Mezin, gelek sirûd, ji bo cejn û pîrozbaya hatibû pêşkêşkirin. Zarokan, her sibe bi serê Komara Mezin sond dixwarin. Hebûna xwe, ji bo hebûna Damezirînerê Komarê û netewa xwe feda dikirin.

Ev dîmenana, ji bo rêvebirên Komarê, serkeftinek mezin û bextewarîyek bê hempa bû.

Li paytext û derdora wê çend bajar û hinek navendan pê de li ser axa Komarê, zarok û ciwan dê çi bikin, çi bixun, çawa bijîn, ayenda wan dê çawa be, ne xema tu kesî bû. Komara Mezin, bi sirûd, bi al, bi meş û leşker her di bin ewleyê û aramîyê de bû…

Bernama Komarê, bi navê “ hevdemîtîyê” di bin zordarîyek leşkerî de dimeşîya. Yên ku li dij îdeolojiya “Serokê Mezin” derdiketin, bi tawanên giran, bi kuştinê û bi îşkenceyan ve rû bi rû diman.

Komarek li ser guman û tirsê hatibû ava kirin.

Yen di nav Komarê de hindikahî bûn, mal û milkê wan ji dest wan hatibû stendin û bi piranî revîyan bûn derveyî welêt. Bi rastî, bi navê “mubadelê” hatibûn mişextî kirin. Yên mabûn jî, wek di bin parastina “peymanên navnetewî” de, ji komarê re êdi ne xetereyek bûn. Bernama Komara Mezin, gav bi gav berbî armanca xwe dimeşiya. Lê, di nav Komarê de Gelek he bû ku, ji bo bernama Komarê astengiyek mezin bû. Ev Gela, bi hijmarek mezin, bi hezar salan bû ku, li ser axa xwe dijîya. Bi gelemperî zimanê xwe, tora xwe û erdnîgarîya xwe parasti bû. Ji ber vê, bernama Komara Mezin, wek ku wana hesibandibûn ne diçû sêrî.

Her çiqas, ji alîyê asîmîlasyonê serketinek bi dest xwe xistibûn jî, ji alîyê ramana netewî de, rê li ber tekoşîna wan nehatibû girtin. Ev 20-30 salên dawîn jî, tekoşîna azadiyê û daxwazên netewî her diçû bilind dibû. Ji bo wî, bernama Komarê, wek ku ewan dixwastin ne diçû sêrî û gelek tişt berevajî bibû.

Bi destê nijatperestên Komarê şerekî qirêj berdewam bû. Di vî şerê qirêj de, bi deh hezaran xort, qîz zarok, kal û pîr hatibûn qetilkirin, bi hezaran gund, navçe hatibû valakirin û şewitandin. Bi milyonan gel di rojavaya Komarê de, hatibûn bicîhkirin, di kolanên bajaran de bi hejarî û neçarî, jîyanek bê hêvî, ne bi rûmet berdewam bû.

Komara Mezin, serkeftina xwe li ser fen û fûtê dîplomasiyê ava kiri bû. Rêvebir û aqilmendên Komarê, di vî warî de jîr bûn. Ji bo li seranserê dinê ziman û çanda xwe belev bikin, di nav gelek hewildanan de bûn. Li gelek deverê dinê ta 115 dewletan, ji bo fêrkirina zimanê Komara Mezin, dibistan û hinek sazîyên perwerdekirina zimên ava kiri bûn. Ji sala 2003 vir de jî, wek “Olîmpiyadên Zimên” ji her deverê dinê, zarokên bîyanî dianîn, û bi wan re, li ser Zimanê Komarê pêşbirk çê dikirin. İsal jî, 120 dewlet bi tevî 750 zarok û ciwan beşdarî “Olimpiyadên Zimên” dibûn. Ji Mayammerê û Mepalê bigre ta Perû, Kongo, Flipînaya, DYA û Dewletê Awropayî 120 dewlet…

Ji bo Komarê rojek serfirazî û dîrokî, rojek şadîyê bû.

Ji kongoya Demokratîk du xwişkê reşik; yek benc ya din çar salî di destê wan de mîkrofon, “Sirûda Netewî” dixwandin. Koma erkanê, ketibûn nav coş û xiroşekê. Serokkomar û serokwezîr ji heyecanan, rê li ber hêstirê çavên xwe nikarîbûn bigirtana û di nav girînekê de bûn.

Erkana mezin, wek ku, bi tayê bikevin, ketine nav coş û xiroşê. Bi ya wan, dîsa li ber Vîyanayê ne û di 87 salîya damezirandina Komara Mezin de, derketine seferên dagirkerîyê. Wek serê wan gîhabe erş û ala, helwest û coşa gel, ji stadyomê bela dibe û li seranserê bajêr olan dide…

İcar dora zarokekî Surîyê ye, wê “ Xîtabeta ji Ciwanan re” bixwî ne.

Bi hezaran mirov ketine bêdengîyek wek mirinê. Bêdengî û şaşwazî, dê dilê gel bisekinî ne. Her kes, wek ku di nav cemserê de qerisîne û di cî de matmayî mane.

Wek ku, kes naxwaze ji wê coş û xiroşê derbikeve, di wê xewa mirî de her wisa dixwazin bimînin…

Ev çi bû?

Çi qewimî bû?

Gurîniyek bi nav stadyomê ket, dora serekomar, serokwezîr û erkana Komara Mezin, ji aliyê hêzên ewlekariyê hate dorpêçkirin.

Gelo çi qewimî bû?

Hêzên ewlekarîyê, serok şaredar û serleşkerê heremê ketibûn hev, nizanîbûn çi bi kin…

Gel serobinî hev bibû…

Endamên Komîteya amadekar, ge vir de ge wê de direvîyan!

Tiştekî wiha, çawa qewimî bû?

Dê çawa bersîva serokkomar û serokwezîr bêta dayîn.

Ev komploya kê çêkiri bû?

Ev sedeme şer bû di navbera dewletan de…

Jirgî Komara Mezin ava bibû, gelek komplo û êriş dîtibûn, lê îcar ne wek hercar bû.

Ev sikandalek, komployek mezin bû.

Serokomar dixwast fêm bike, ka çi qewimî bû?

Çima deng hatibû birin. Wi zarokî çi kiri bû?

Serokê komîteya amadekar li ber serokkomar ketibû heyecanekê û dest û pîyê wî dilerizî, dê çi bigota?

Ev ne karê wî zarokî bû.

Kê va kompiloya anîbû serê wan?

Ev rûreşîyek bû!

Ev kompiloyek navnetewî bû!

Dê çi ji serokomar re bigota?

Serokkomar, bi dengekî hêrs û zîz:

“Çi qewimî ye?

Çima “Xîtabet” nehate xwandin?

Ev çi lihevketine, çima gel ketîye nav hev?

Devê serokê komîteya amadekar ketibû hev, dilerizî

“Serokê min, za za zarok… si si rûd … ku ku kur…e e ey”

Peyvên xwe neqedand û li ber serokomar kete erdê.

Rustem, pir xortekî çeleng û jêhatî bû. Di nav malbatek mezin de mezin bibû. Deme Komara Mezin hatibû ava kirin, kalê bavê wî û malbata wan, li dijî proja Komara Mezin derketibûn û ji bo mafê netewî serî hildabûn. Lê mixabin, şerê wan bi ser neketibû û nişxetî Suriyê bibûn. Ji aliyê gelê wir de, bi qedr û qîmet hatibûn pêşwazîkirin. Her çiqas gelek mirov, heval û hogirên xwe li welêt hîştibûn jî, hêdî hêdî ketibûn nav jiyanek bextewar û aram.

Kalê Rustem, rewşenbîr û dîrokzanekî neteweperwer bû. Dû re, li Şamê bi cîwar bibûn. Bavê Rustem, parêzerekî bi nav û deng bû. Xwe li Surîyê dabû naskirin. Her çiqas bi hest û hişmendîyek netewî hatibû perwerdekirin jî, ji ber îstixbarata Suriyê ne dixwast li ber çava be xweyakirin.

Lê di mala xwe de, zarokên xwe bi nirxên netewî perwerde dikirin. Xebera zarokên wan, ji dîroka wan, ji erdnîgarî û nirxên netewî hebûn. Ji kalê wî , pirtûkxaneyek dewlemend ma bû ji wan re. Rustem, bi çîrokên bav û kalan mazin bibû.

Dema wî ya pirsan bû. Her roj bavê xwe dida ber pirsan.

Rokê ji bavê xwe pirsî :

“ Bavo, gelo sirûda me ya netewî qey he ye?”

Bavê wî, ji ber pirsa wî keti bû şikê, lê bersîva wî da bû.

“Belê kurê min qey çawa tune ye”

Û nexwasti bû zêde dirêj jî bi ke.

Wek li gelek deverê dinê, li Şamê jî, dibistanek ya bi zimanê Komara Mezin perwerdeyî dikir he bû. Rustem, diçû wê dibistanê

Herçiqas bi zimanê dayika xwe diaxifî jî, ev ziman tenê di nav malbatê de dahate bikaranîn. Ji ber wî, li dibistanê wek zarokekî Sûriyê dahat nasîn. Li vê dibistanê, fêrî zimanê Komara Mezin jî bibû.

Rojekê mamosteyê wan :

Zarokno, dê li Komara Mezin, “Olipiyadên Zimên” were sazkirin. Ji welatê me jî dê hinek zarok herin vê Olimpiyadê. Ger hûn dixwazin beşdarî vê pêşbirkê bibin, bi malbatên xwe bişêwirin, da ku hûn bên bijartin.

Li ser vê pêşniyazîya mamoste, Rustem, ne bi dilê malbata xwe be jî, ji wan destûr standibû.

Ji bo pêşbirkê hatibû bijartin. Êdî bi mamosteyê xwe yê wêjeyê re, li ser zimên, dîrok û erdnîgarîya Komara Mezin dixebitîn. Mamosteyê Rustem , ji wî bi hêvî bû. Cara yekem bû ku, dewleta Sûriyê diket nav “Olimpîyadê Zimên”. Mabeyna Surîyê û Komara Mezin, demên vê dawîyê baş bibû. Ji ber wî, gelek girîngî didan vê pêşbirkê.

Ne bi dilê wan bû jî, lê nexwastibûn kurê xwe bişkînin, lêbelê, jirgî kû Rustem biryara tevlîbûna pêşbirkê dabû, zêde nedipeyivî, yekcarna xilmaş dibû û tim di nav fikaran de bû. Ev rewşa Rustem, ji alîyê malbatê de dihate şopandin, lê tu wateyek jê dernedixistin.

Dîya wî, gava yekcarina diçû oda wî, wek ji dîya xwe hinek tişta wedişêre diket nav hinek tevdanan. Lê diya wî ne dixwast zêde here ser wî.

Şevekê, dîya wî, bi dengê wî re şîyar bû û zûka çû oda wî.

Rustem, di nav xwîdanê de û bi pest gotina:

“min berdin, min berdin ez ê biserkevim!”

Diya wî ew rakir, himbêz kir û maçî kir û got:

“Belê kurê min, em ê biserkevin”

Dawîya gulanê bû, xebata wî bi dawî bi bû. Mamostê Rustem, bi wî bawer bû û jê pir hêvî dikir. Hatibûn Komara Mezin. Cara yekem bû ku, ev qas zarokên biyanî bi hev re didît. Sipî, reşik,zerik, ji her rengî zarok û ciwan…

Lê tiştekî balkêş bû ku, zarok û ciwanên amade bûn, tev de bi zimanê Komara Mezin dizanî bûn.

Gelo ev çi sazûman bû?

Komara Mezin, çima di nav tevgerek wiha de bû?

Çima di nav ev qas zarokî de tu keskî, bi zimanê wî yê dayikî biaxife,

tune bû?

Bi ser xwe de hizirî û got:

“ez ê bi serkevim”

Ber wî, “Srûda Netewî ya Komara Mezin” hatibû xwandin. Her kes li pîya û di bê dengîyek bê dawî de bû.

Dengek li stadyomê bela bû.

“Niha, wê ji Sûrîyê Rustem “Xîtabeta ji Ciwanan re” dê ji we re pêşkêş bi ke!

Rustem, di nav keskesorekê de bû.

Baskê xwe ji bayê azadîyê re vekiri bû.

Di nav refên şervanê azadîyê de û bi zarokên dinê re difiriya û biserketi bû.

Ey Reqîp her…..

Fahri KARAKOYUNLU

26.05.2010 – Amed

Kurd, Hiqûq û Pêşeroj…
Baroya Dîyarbekirê dixwaze di 4- 6 ê Mijdara 2010 de, bi navê “Kurd, Hiqûq û Pêşeroj” konferansekê lidarxîne. Ez, wek pêşnîyazkar û yek ji endamê komîta vê konferansê, dixwazim di derbarê hiqûq û armanca vê konferansê de, hinek dîtinên xwe û pêçnîyarîyên xwe bi we re parve bikim.

Wek tê zanîn ku, kurd di demek dîrokî û hessas de derbas dibin. Daxwazîya gelê kurd ya ji bo vîna xwe ya sîyasî, bi her kêmasîyên xwe ve jî, ji sedsala 20 an vir de, her berdewam e. Ev xebat û daxwaz, di mabeyna kurdan û dewletên li ser wan desthilatdarîyê dikin de, bûye sedema gelek şerên dijwar. Di van şeran de, bi taybetî di sedsala 20an de, li her çar perçeyê Kurdistanê, di navbeyna kurdan û desthilatdaran de, wek hiqûqek fermî ya vîna gel ifade bike, ji bilî Kurdistana Federe ya Başûrê Kurdistanê mînak nîne. Her çikas di Şerê Cîhanê ya Yekem şûn de, di pêvajoya Sewr û Lozanê de kurd ketin nav hewildnan ku bibin kirderê vê hiqûqê, li mixabin bi xebata dîplomasîya tirka ya bi fen û fota, bi ser neketin. Û ta îro, bê rewşa kiryarî(fîîlî), peyva kurd û mafên gelê kurd, di tu belgenameyek hiqûqa tirk de nehatîye pejirandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, dewleta Kurd ya Mahabadê, ne bi lihevhatinek hiqûqî ya kurd û farsa, lê bi serhildana gel û konjoktura wê demê hate holê; lê mixabin nejîya. Ji wir şûn de, wek hinek destkeftinên ji bo nasname û mafê zimên zêdetir hiqûqek fermî û naskirinek sîyasî di mabeyna kurda û desthilatdarîya farsan de çê nebû ye.

Ji xwe ne hewce ye ku em ji mafê gelê kurd yê Başûrojava (Sûriyê) bahs bikin. Li vir qismek ji Kurdan, gor yasayê Sûriyê hemwelatîyê Sûriyê jî nayên hesibandin û ji bilî mafê wanê netewî, mafê wanê kesane û medenî jî nî ne.

Tê xweya ku, ta hiqûqek bi vîna gel ve girêdayî di nav kurdan û cînarên wan de rast nebe, tekoşîna gelê kurd, bi her awayi dê berdewam be.

Tê xweya ku, ev şer, êdî wê wek daxwazname û çalekîyên hiqûqî berdewam be. Di vê tekoşînê de, mafên gelan yê di nav hiqûqa navnetewî de hatîye pejirandin û yê wekî mafekî rewa tête qebûlkirin, wê derkeve pêş û tekoşîn û çalekî, wê di vî warî de xurt bin.

Kurd dizanin ku, êdi di şert û mercên dinya îroyîn de dîplomasî û hiqûqa navnetewî ji bo destxistina mafên netewî pirr giringe. İro, di gelek, peymanên navnetewî de, ji bo bidestxistina gelek mafên netewî şert û merc hatîye holê. Ji bo bikaranîna van argûmentan, îro ji her dem zêdetir hewcedarî bi dîplomasîyê û bi hiqûqa navnetewî he ye. Ji bo wî hiqûqnasên kurd di vî warî de gere di nav çalekîyan û tevgeran de be.

Ji bo fikrê netewî û yekîtiyê, parvekirina ceribandinên hiqûqî ya her deverê Kurdistanê, konferansek bi vî navî sazkirin, erkek dîrokî dide ser milê hiqûqnasên kurd. Ji ber wî, em dixwazin ev konferansa bibe mînakek dîrokî, di nav tekoşîna gel de.

Gelo di kîjan demê de kurda hiqûqek serbixwe di nav xwe de û di mabeyna gelên cîranê xwe de ava kirin?

Bi rastî, gava peyva “kurd û hiqûq”ê tê ber hev, mirov dikeve gelek metela.

Gelo “hiqûq” ji bo kurda tê çi wateyê?

Kurd, li ser erdnîgarîya xwe, bi desthilatdari kingî bû xwedan hiqûqa nav xwe?

Kurdan, bi kijan deveran re, bi kîjan gelan re re, wek desthilatdar, hiqûqek di navbeyna xwe û wan de danîn?

Ez va pirsana naxwazin zêde bikin û wek zanistîya dîrokî û civakî binirxînin. Lêkolînên dîrokî û civakî wê gelek tiştên ku em nizanin, dê derxe holê.

Lê bi ya min xebatên wiha, gelek tiştin ku em nizanin û gelek tiştin ji bo kurdan bi destê dijminin Kurd an bi destê biyanîyan hatiye nivîsandin dê bî berçav bike.

Tê zanîn ku, gelê kurd jî, wek gelek gelan, di pêvajoya dîrokî de dem bi dem ger bi navê xwe û ger di bin nîrê hinek desthilatdarên rojhilatanavîn de jîya ye.

Gava ku em dîrokê bi kurtasî binirxînin, di dema İmparatorîya Medan de û dû re bi Persan re di nav jîyanek şirîgatî de, hiqûqa nav gelan ji bo me kurda îro tê çi wateyê?

Di dest me de, wek hiqûqa kesane û medenî çiqas belgeyên dîrokî û olî (Zeredeştî- Êzidîtî ) hene. Gava kurd bibin desthilatdar û xwedan maf, dê karibin ji van belgeyan di warê hiqûqî û civakî de çi qas sûd wergirin?

Gava ku Kurd di nav xwe de, wek federaliyên eşîretî û belawela di bin desthilatdarîya Roma Rojhilat (Bizans) de dijîyan, di di mabeyna wan û desthilatdaren de hiqûqek çawa ava hatibû avakirin? Desthilatdarîya Bizans, di nav kurda de, ji alîyê jîyana civakî û jîyana olî de taybetmendîyek çawa rast kiribû? Ji van taybetmendîyan ji bo kurda îro çi man?

Ji İslamîyetê vir de û di serdema navîn de, di bin deshilatdarîya Sefewîyan, Emewîyan û Abbasiyan bi taybetî “Hiqûqa İslamê” ji alîyê civaka Kurd, çawa hate qebûlkirin, Kurdan reeksiyonek çawa li dijî fetha bi navê İslamê kirin. (Hinek dîrokzan dibêjin ku, Kurda bi daxwazîya xwe İslamîyetî qebûl kirin e, ev angaşt (iddia) çiqas rast e?)

Wek tê zanîn, gava desthilatdariyek li deverekê hukim dike an dixwaze hukim bi ke, hiqûqa xwe jî, li nav wî gelî û deverê rast dike. Ji bo wan gelê ku, berê di nav hiqûqekê de dijîyan ev bandorak çawa çêdike?

Di dema Selçûqîyan de, di mabeyna dewletên kurd wek Mervanîyan û Şeddadîyan danûstandina wan ji alîyê hiqûqî çawa bû?

Di dema Osmanîyan de, danûstandina hiqûqî ya herî balkêş, a di mabeyna mîrên Kurda û padîşahê Osmanî yê bi navê Yavuz Sultan Selîm de ye, û ev paymana bi peşengîya İdrîsê Bedlîsî hatîye îmzekirin. Vê peymanê gor wê demê, di mabeyna kurd û Osmanîyan de û di mabeyna mîrîtiyên kurdan bi xwe jî, hiqûqek ava kirî ye. Em vê peymanê, wek hiqûqnasan gere çawa binirxînin?

Gava ku kurd, desthilatdar bûne, bi navê xwe, di nav xwe de, çi qas hiqûqek wekhevî, û zelal rast kirî ye? Em dikarin çi qas belgeyên hiqûqî yên dîrokî ji bo pêşeroja xwe bidesxin û jê sûd wergirin? E va pirsana, ji bo me hiqûqnasên kurd, qadên lêkolînên e.

Ji bo çi konferansek hiqûqnasên kurd?

Ji bo Kurdan peyva “hiqûqê”, gelek caran ji derveyî kurdan, bi destê biyanîyan, bi destê desthilatdaran bû ye amûrekî dagirkerîyê, înkarkirinê. Ji ber wî, gava kurd bi nasnama xwe di nav tekstekî hiqûqê de xwe nebî ne, bi şik li vê peyvê dinêrin.

Îro kurd, dixwaze ku, nasnama xwe, vîna xwe ya sîyasî, çandî û dîrokî, wek her netewek cîhanê, di nav tekstên hiqûqa heremî û navnetewî de bi bîne. Têgihîştina peyva hiqûqê, ji bo kurda, êdî bû ye daxwazek rewa û meşrû ya mafê gelê kurd. Dîsa Kurd dixwazin ku, di sazûmanîyek hiqûqî de bi jîyanek serbixwe, azad û aram bijîn. Tu sazûman û desthilatdarî bi navê “hiqûqê” nikare vê armancê ji destê kurdan bigre.

Ji bo kurda “hiqûqa navnetewî” tê çi vateyê?

Hinek peymanên navnetewî, vîna gelê kurd ya sîyasî tune hesibandî ye. Di serê sedsala 20an vir de “hiqûq” ji bo kurdan bûye amrazê tunekirin, koçberî, çavsorî, tundî, asîmîlasyonê. Kurd îro di qada hiqûqa navnetewî de, di nav Netewêyên Yekbûyî de nê temsîl kirin. Dewletên ku 100-200 hizar kesin, di nav sazûmanîyên navnetewî de, li ser qedera gelê kurd xwedan biryarin. Gelek ji van dewletana bi hiqûqek hevdem û demokratîk tête rêvebirin, lê mixabin gava mafê gelê kurd tête holê “hiqûq” ji bo wana dibe amrazên berjewendîyê wan û bi navê “dîplomasîyê” dikeve bin pîyan.

Di nav nehiqûqîya ku li ser gelê kurd tête meşandin, gelo hiqûqnasên kurd, ji bo sazkirina konferansek wiha de, li çi digerin?

Di nav nehqûqîyek mezin de be jî, îro gelê kurd li ser axa xwe û li derveyî erdnîgarîya xwe, di nav sîstemên cûda cûda de dijîn. Li Başurê Kurdistanê, ji bo avakirina hiqûqek netewî vînek sîyasî, testhilatdarîyek netewî hatîye holê. Bi her kêmasîyê xwê ve jî, ji bo her kurdekî cîhê şanazîyê ye. Lê, ji ber ku, li Başûr, gor pêdivîyê gel hiqûqek hevdem û demokratîk ava bibe, divê gelek xebat bên dayîn û gelek sazîyên medenî jî bên ava kirin.

Me xwast ku em, di konferansek wiha de, hiqûqnasên kurd û hiqûqnasên dostê gelê kurd, bicivînin ser hevûdû da ku, hevûdû binasînin, tecrubeyên xwe yê hiqûqî, civakî bi hev re parve bikin û ji bo pêşeroja tevgera kurd wek caxek hiqûqê vekin.

Ger em karibin, di pêşeroja kurdan de, perspektîvek hiqûqî di rojeva gelê kurd û tevgerên kurd kin, bi rastî em ê bextewar bin. Pêşkêşkirin û şîrovekirina van mijaran, dê me bigihîjîne hinek encaman û berdewamkirina konferansên wiha.

Ji bo seredanek fermî û bi taybetî ji bo amadekarîya vê konferansê, di 28 Adara 2010 an de, bi navê Baroya Dîyarbekirê me ji alîyê Sendîqa Parêzerên Kurdistanê dawetnamek bo seredana Kurdistana Federe wergirt. Li ser wê vexwandinê, em ê di 7- 10 Gulana 2010 an de li Kurdistana Federe bin. Ji bo vê seredana fermî, me bername ji Sendîqa Parêzerên Kurdistanê re, birêkir û em ê di çerçova vê bernameyê de, seredana xwe bîne cîh.

Ji ber ku konferansa me bi naverokek tijî bête sazkirin û bê encamdayîn, em dixwazin li her derê dinê hiqûqnasên kurd û hiqûqnasên dostên gelê kurd, di vê konferansê de ger wek pêşkêşkarekî li ser mijarekê an jî wek beşdarvanekî, tevlî vê konferansê bi bin.

Em hêvîdarin ku, daxwazîya gelê kurd yê hiqûqî û meşrû, ji reya giştî re bi riya vê konferansê bête deklere kirin.

Ez dixwazim hestê xwe bi vê gotina naverok bi dawî bikim. “ Yên ku ji hineka edaletê dixwazin, berî her tiştî gere di nav xwe de ji bo hev adîl bin.” 03.05.2010- Amed

Fahri KARAKOYUNLU

HEBÛN AN JÎ TUNEBÛN
HEBÛN AN JÎ TUNEBÛN

( Ziman û Peyman)

“Tekoşîn û serhildana her gelî, bi serhildana çandî destpêdike”

(CABRAL)

Wek tê zanîn, ziman; ne tenê di nabeyna mirovan û civatê de navgîna ragîhandinê ye. Ziman, ifade kirina çanda civatê ya bi tevayî ye.

Hîngî zarok di hemla dîya xwe da ye, gelek taybetmendîya ji dayika xwe digre û yê di nav van taybetmendîyan de yek jî; jê dengin. Ev dengana, gava zarok tê dinê û bi zimanê dayika xwe diaxife, dibe bingeha zimanê zikmakî. Disa zarok, hewcedarîyên xwe yê herî hêsa bi van dengana tîne ziman. Ewilî, bi dîya xwe re, dûre jî bi derdora xwe re, bi vî zimanî dikeve têkilîyê. Ji ber wî, ziman, bi taybetmendîyên din yê çandî re, xwe bi kesayetiya wi zarokî re dike taybetmendîya herî girîng.

Tê zanîn ku, kesek zimanekî din çikas baş hînbibe jî, ji alîyê kesayetiya mirov, zimanê dû re hînbûyî, wek zimanê zikmakî bandora xwe nikane li ser mirovan bike. Wek dîsa tê zanîn ku, ziman, ji bo civatek etnîkî hêmana esasî ye. Gava mirov, ji nav civakê ziman rake, ji alîyê taybetmendîya etnîsîyê tiştekî zêde namîne. Ziman ji bo etnîsîyê wek neynikekê ye, civak xwe di ziman de dibîne û nasdike.

21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” çima te pîrozkirin:

21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê” ji alîyê UNESCOyê, di 17.11.1999 de hatîye îlankirin û ji sala 2000 î vir de ji, tê pîrozkirin. Sazîya Perwerdehîyî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), tekoşîna gelê Bengiladeşîya ya di roja 21 Sibatê sala 1952an de ji bo zimanê zikmakî dabûn, wek sembolek( nîşanîyek) qebûl kir û ev roja wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” ragihand.

Gelê Bengladeşî û bi taybetî xwendevanên Bengladeşî,, ji bo zimanê Benglî, li ber zimanê Pakîstanî-Ûrdî bibe zimanê fermî, xwepêşandanek girseyî li darxistin. Di vê çalekîyê de, 11 xwepêşandêr ji alîyên polîsan ve hate kuştin. Ev daxwazîya gelê Bengladeşî, her berdewam kir û Dewleta Pakîstanî neçar ma û di 1956 de zimanê Bengalî jî, wek zimanê Ûrdî kir zimanê fermî. ( Bengladeş heta 1971 di bin dagirkerîya Pakîstanê de bû)

UNESCO, bi îlankirina vê rojê re, dixwaze balbikşîne ser zimanê di xetere de û zimanê li ber windabûyînê de ne. Ji bo vî jî, bi pêşengîya NY û UNESCO ye gelek peyman, agadarî û pêşgirî hatine girtin. Di van peyman, agadarî, û pêşgirîyan de, bang li dewleta tê kirin û ji wan, di derbarê kêşeyên ziman û çandan de çareserî tê xwastin.

Her çiqas hinek agahîyên ne mîsoger be jî, li gor raporta Ethnologueyê ( Atlasa UNESCO yê ye) ya herî dawî; heta nûha, li rûyê cihanê hijmara zimanên hatîye peyitandin( tespîtkirin) 6912 ye. Li gor zimanzanê Avûstralyayî Chrîstoper Moseley 2511 ziman di bin xetereya windabûyînê de ye. Li gor raporta Ethnolgueyê, 96 ji sedî nifûsa(serjimêr) cîhanê 320 zimana bikartîne. 4 ji sedî nifûsa cîhanê jî, zimanê mayî bikartînin. Dîsa li gor vê raportê, zimanên di bin xeterîya tunebûnê de ne, wek “ji birîndarbûna sivik bigre heta mirinê”bi penc asta hatîye tespît kirın. 607 ziman wek birîndarîya sivik di pêvajoyek hessas de, 632 ziman wek birîndarên di asta nexweşxaneyê de, 502 ziman di xeterek cidî de û 538 ziman jî, li ber lêxweytîkirina zêde, di asta xetereyek wehîm de ne. 220 ziman jî, di van 60-70 salên dawîn de mirin e. ( www.ethnologue.com- www.unesco.org/culture )

Raporta UNESCOyê, zimanên di bin xeterê de ne, bi awakî din disenîfîne( tasnîf dike). Gor vê senîfandinê, zimanên di grûba “hessas de an li ber xeterê” de ne, tenê di nav malbatan li malan de bi zarokan re tê axaftin. Zimanên di “ bin xeterê” de ne, êdî li malan bi zarokan re wek zimanên zikmakî nayê axaftin. Zimanên di “bin xetera ciddî” de ne, tenê kal û pîr dizanin û diaxifin, zarokên wan bes fêm dikin lê nevîyên wan, tu fêmnakin. Zimanên di bin “xeterek wehîm” de ne jî, tenê kal û pîr dizanin û karin biaxifin.

Gerînendeyê (Midûr) UNESCOyê Koichiro Matsaura wiha dibêje:

“Bi mirina zimanekî, gelek berhemên mirovahîyê yê çandî ya ne maddî (razber) jî winda dibe. Bi taybetî; helbest, destan, gotinên pêşîyan û henek jî, bi ziman re winda dibin û vana ji bo civatekê, mîrat û kevneşopîyên devokîne.

Zimanên minda dibin, di derbarê gerdûnê de zanînên resen jî bi xwe re dibin.”

Giringîya vê rojê, ji bo jîyana nirxên mirovahîyê bi taybetî zimanên zikmakî ne.

Lê mixabin li ruyê cîhanê, bi navê zordestiyê û nîjatperestiyê ji bo zimanên hindikahiya û çandên cûda rêzgirtin û tolerans neme ye. Ev nêhirtina û sedemên wekî din, ji rûyê gerdûnê, ji nirxên cîhanê her roj hinek tiştan kêm dike. Gava ku mirov bi zanebûn û vîcdan li mijarê binêre; ya dimire û dihere, perçeyek ji her civakê, ji her kesî ye.

Li ser ziman û çand, helwesta Dewleta Tirk çi bû û çi ye?

Wek tê zanîn, proja Komara Dewleta Tirkîyê, projek dewletek netewî bû. Gor damezrênerê komarê, li Tirkîyê tenê netewek he bû û ew jî navê xwe Tirk, zimanê xwe Tirkî, ola xwe İslam û mezheba xwe jî Sunî bû. Lê ev ne rastîya Enadolê bû. Rastîya Enadolê di her demê de pirzimanî, pirolî û pirçandîtî bû ye.

Lê, proja di serê damezrênerê Komara Tirk de, ev rastîya him he bû, him jî tune bû. Tune bû, ji bo proja dewletek nîjatperest gere ev rastîya tune be. He bû, lê gere ev rastî, bi destê demûdezgeyên dewletê, ger bi tundî be, ger bi asîmîlasyonê be, ger bi koçberkirinê be, ger ji welat derxistinê be, divê bi aweyekî di nav piranîya Tirk de û di nav çanda û zimanê Tirkî de bên helandin.

Bi rastî ev proje, wek tê zanîn ji bo gelek ziman û çand û kesên ne ji ola Îslamê bûn, bi piranî biserket. Gelên ku ji Balkanan yên ji Kafkasan û ji deverên din hatibûn Enedolê, ji bo nasnameyek serdest, xwe bi ziman û çanda Tirk ve girê dan. Hindikahiyên ne ji ola İslamê bûn, wek Rûm, Ermen û Cihû, li ber êrîş û gefên nîjatperestî, heta salên 1960î bi awayekî ji mal û milkên xwe bûn, û welat terk kirin. Yên mayîn jî, bi hijmarek kêm û dilşikestî di nav tirsekê de jîyan û hîn jî dijîn

Li gor Atlasa UNESCOyê, li Tirkîyê 36 ziman tê axaftin. Ji wana sê ziman mirîne, panzdeh ziman jî bi hawakî di nav xetereyê da ne. Ji van zimanan Mlahsö (zarava Surî û Tirkîyê), Greka Kapadokyayî û Ubıhî li Tirkîyê ji sala 1950 yî vir de mirine. Yên hasasin li ber xetereyê de ne; Abhazî, Adîgeyî, Kabartayî û Dimilkî (Zazakî) ye. Abazî, Ermenîya Rojava, Hemşînî, Lazî, Greka Pontûsî, Romanî, û Sûretî di bin xetereyê de ne. Zimanên di bin xetereya mezinde ne û li ber windabûyînê ne jî; Gagavûzîya Balkanên Başûr, Ladîno/ Jûdeo- Îspanyolî û Turoyayaî ye. Ertevînî jî edî zimanekî mirî ye.

Di serê sedsala 20an de van zimanana, li Enedolê zindî bûn û dijiyan. Lê mixabin polîtîka nîjatperest ya red û înkar, gelek ziman ji holê rakirin. Bi rastî, bi van zimanan re, çand, berhemên civakî, fikr û raman jî qetil bûn.

Ne Makezagona Komara Tirkîyê û ne jî belgeyên navnetewî yê ku sistema dewleta Tirk xwe dispêrîyê – Peymana Lozanê jî di nav de ye- rastîya gelê Kurd û daxwaza gelê Kurd ya ji bo “bi zimanê zikmakî perwerdehîyê” nikane ji holê rake…

Berya ku em belgeyên navnetewî binirxînin û di derbarên van belgeyan de helwesta dewleta Tirk bidexuyakirin, em li zagona bingehîn ya Tirkîyê binêrin. Dewleta Tirk, daxwazên gelê Kurd û pêşnîyarîyên Yekîtîya Ewrûpayê, bisedema sazkirina ev xalên makezagona Tirkîyê red dike.

Felsefeya damezirandina komara Tirk, li ser red û îkarê hatîye sazkirin. Ev polîtîka bi hinek guhertinê vê dema dawîyê hîn jî berdewam e. Ev felsefa di makezagonê de bi zindî xwe nîşan dide.

Makezagon xal 3: Dewleta Tirkîyê, bi welat û netewa xwe tevahîyek e û nê dabeşkirin.

xal 66: Kesên ku bi pêwendîya hemwelatîbûyînê bi dewleta Tirk ve girêdayîne, Tirk in.

xal 42/1: Tu kes, ji mafê perwerdehîyê û hînkirinê nête mahrûm kirin.

42/9: Zi xeynî zimanê Tirkî, tu ziman ji bo hemwelatîyên Tirk di sazîyên perwerdehîyê û hînkarîyê de, bi navê zimanê zikmakî nête xwend kirin û hînkirin.

Hukmên peymanên navnetewî veşartîne.

Li gor makezagona dewleta Tirk, kesên ku hemwelatîyên Tirkîyê ne, Tirkin

Gor makezagonê, Kurd û kesên hemwelatiyê Tirkîyê ne jî, Tirkin in.

Gava ku herkes Tirk in wê demê zimanê zikmakî yên hemwelatîyên Tirkîyê jî Tirkî ye, û bê Tirkî jî tu ziman bi navê zimanê zikmakî li sazîyên perwerdehîyê nê te nête xwend kirin û hînkirin.

Gava ku mirov li peymanên navnetewî, bi taybetî yên li ser ziman û çand dinihêrin, di hiqûqa navnetewî ya mafên mirovan de, sazkirina mafên çand û ziman, gelekî di pêş de ye. Ev hewildana sazîyên navnetewî, yên ji bo mafê çand û bi zimanê zikmakî perwerdehîyê, gelek pêwira jî dide ser milên dewletan. Dewletên ku ev peymanana qebûl bikin, lazime di nav dewleta xwe de, van erkana bîne cîh û zagona xwe ya bingehîn biguherînin, û astengîyên li ber mafên çand û ziman hene jî, ji holê rakin. Tu dewletên hevdem û demokratîk êdi nikane xwe ji van erkane dûrbixe.

Nuha, em li van peymanan û helwesta dewleta Tirk binêrin.

1.Daxuyannama Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Netewên Yekbûyî

2.Peyman û Protokolên Mafên Mirovan ya Ewrûpayê

3.Peymana Navnetewî ya Mafên Sîyasî û Kesane(şexsî)

( Xala 1’em li ser dîyarkirina(tayinkirina) ayîndeya gelan, xalên 2, 4, 24’em li ser mafên zarokan û xalên 25, 26, 27’an li ser parastina mafên hindikahîya ne. dewleta Tirk ev peymana 04.06.2003’ an de pesend (tesdîq) kirîye, lê ji bona xala yekem beyan da ye, ji bona xala 27’an jî dûreperêz ( îhtiraz) nîşan da ye.)

4.Peymana Mafên Aborî û Civakî ya Netewên Yekbûyî

( Xalên 2, 13, 15an li ser mafê perwerdehîyê ye. Ev peymana jî, ji alîyê dewleta Tirk ve 04.06.2003’an de hatîye pesend kirin, lê ji bona bicîhanîna vê peymanê sê beyan hatîye dayîn û xala 13min ya mafê perwerdehîyê sazdike li dijî vê xalê dûreperêz(ihtîraz) nîşan da ye.

5.Peymana Mafên Zarokan ya Netewên Yekbûyî

Ev peymana ji alîyê dewleta Tirk ve di 09.12.1994 an de hatîye dabeşkirin. Xalên 2, 7, 17an, ji bo zarok ji amrazên ragîhandinê yê giştî sûd wergirin, xala 29an mafên perwerdehiyê, xala 30yem jî, li ser mafên sûdwergirtina ku li ser cudahatiya ziman, ol û çandî hatîya sazkirin. Dewlwta Tirk, ji bo xalên 17, 29 û 30emin dûreperêz (îhtîraz) nişan da ye. )

6.Peymana Pêşîlêgirtina ji bo Her Cûre Cudahîkerîya Nîjatperestî ya Netewên Yekbûyî (Ev peymana ji alîyê dewleta Tirk ve 03.04.2002an de bi dûreperêz (îhtîraz) nişandayîn hatîye dabeşkirin,

7.Peymana Navnetewî ya di Perwerdehîye de li Dijî Cudahîkerîyê (UNESCO)

8.Peymana Derbarê Parastina Mîratên Çandî yê Nedîtbar (UNESCO)

(Tirkîye hîn ne terefê van herdu peymana ne)

Peymana Çarçove Hindikahîyên Netewî û Şerta Ewrûpa ya Zimanên Heremî û Hindikahîyan. ( Ev herdu peyman ji alîyên dewletên ku endamê Konseya Ewrûpayê ne, hatîye îmze kirin. Lê ji alîyê Tirkîye ve nehatîye îmzekirin ku ew jî yek ji endamê Konseya Ewrûpayê ye.)

Çima ev guman, îhtîraz nîşan dayîn, tirûşî û xweragirtin li dij peymanên navnetewî?

Çima raberkirinek tundî û nîjatperestî ji bo daxwazên bi zimanê Kurdî perwerdehî?

Wek tê zanîn, Komara Tirkîyê, li ser rastî û taybetmendîya pirzimanî, pirolî, pirçandîyek Enedolê hate damezirandin. Lê damezrênerên komarê ev taybetmendîya Enedolê li ber çav negirtin. Di mijoyê wan de ji bo komarek netewî, gere van taybetmendîyan neyê dîtin. Gere ev rastiya red û înkar bibe. Ger van taybetmendîya bên qebûl kirin, komarek netewî ya li ser taybetmendîya netewa Tirk nê damezirandin.

Wek me li jor rave kir, li ber vê proja damezrênerên Komarê, astenga mezin gelê Kurd bûn. Damezrênerên Komarê jî, ev dizanîn. Gava Komar bi vî şeklî hata damezirandin wek tê zanîn Kurd bi tundî li dij vê projê derketin û serhildanên wan bi qetliyama hate tepeser kirin.

Di Peymana Lozanê de, tenê Rûm Ermen û Cihû wek hindikahîyên olî hate qebûl kirin. Her çiqas mafê wanê olî û mafê perwerdehîya ziman hate dayîn jî, di nav pêvajoyê de, ji wana gelekê wî bi şêweyekî mecbûrî hate koçber kirin, yên mayî jî, bi polîtîkayên nîjatperest bêdeng man.

Gelên ji Qafkasiyayê û Balkanan hatibûn ji, xwe di nav nasnameya Tirk de bi sitare kirin û bûn xwedî imkan û rêvebir. Ji bo wan, Tirkîye welatê

wanê stare bû û gelek ji wan di bin nasnama Tirk de xwe ewla û bextewar dîtin û ji bo proja Kemalîstan nebûn xetere.

Lê Kurd bi hezar salabûn ku li ser welatê xwe dijîyan,. Welatekî wan, ziman, çand û kevneşopîyek wan hebûn. Di dema Osmanî de xweser(Otonom) jîyabûn. Bi pêvajoya Lozanê û damezirandina Komara Tirkîyê, xwe ji mafên sîyasî, çandî û netewî bêpar dîtin.

Sazîyên dewletê, bi her amûrên ku di destê wan de ye, hate ser gelê Kurd. Bi amrazên ragîhandinê, bi dibistanan, “bi xebatên unîversîteya yê qaşo zanistî yê beravojî” bi pradîgma dîrokek sexte, gelê Kurd red û înkar kirin. Wana, hesabê di demek ne dûrûdirêj de tunebûna gelê Kurd kirbûn, lê derbasbûna di bin gelek zilm û zoriya dewleta Tirk de, Kurd her çikas koçberî Enedolê bûn û cî bi cî asîmîle bûn jî, daxwazên xwe yê netewî, sîyasî û çandî her çû bi şêweyekî zanistî û hiqûqî bilind kirin.

Yên komar damezirandibûn, hinek tişt ne hesibandibûn. Ew jî îrada gelê Kurd, ziman û çanda wî ya qewîn û ya bi bavû kala ve girêdayî.

Ji ber vî ye ku, daxwazên gelê kurd yên ji bo, “bi zimanê Kurdî perwerdeyî”, ji alîyê dewletê ve bi tûndî tê raberkirin. Ev daxwaza meşrû, ahlaqî, mirovane û xwezayî, ji daxwazên sîyasî zêdetir dewleta Tirk dike tengasiyê. Ev daxwaziya, him ji aliyê reya giştî û him ji aliyê reya navnetewî ve jî wek daxwaziyek meşrû û mirovane tê nirxandin û tê parastin.

Gere herkes zanibe ku –di sêrîde sîyasetmedar û saziyên Kurd- ger ji daxwazên netewî, ziman bête derxistin, tu tiştekî din namîne. Herkes dizane ku, çareserkirina kêşeya Kurdî, ji bo destpêkê, kêmasî çareserkirin û naskirina ziman û çanda Kurdî ye. Gava ku ziman bibe zimanê perwerdeyê û nasname bê te qebûlkirin dê daxwazên sîyasî jî, li dor geşbûn û pêşveçûna ziman, wê bê astek netewî.

Dewlet dizane ku, mafê ziman û naskirina nasnameya Kurdî, wê rê li daxwazên siyasî veke. Ji bo wî, gava ku daxwaza mafê ziman dibe, dewlet hêç û har dibe. Wê demê, xwe dispêre makezagona xwe û hinek peymanên ku wê bê avêtin sergûya dîrokê.

Zimanê Kurdî rûmet û wîjdanê gelê Kurd e. Ev rûmet û wîjdan, li dij asîmîlasyonê çeka herî mezin e. Kurd, gere vê rumetê, ne wek mîrasê bav û kalê xwe, wek deynê zarokên xwe bihesibîne.

Gava ku, hûn ji aliyê gelê Kurd ve ziman ji holê rakin, ne em êdî kanên qala erdnîgarîyekê, ne em karin qala dîrokekê û ne jî em karin qala çandek hevpar û qala ayîndeya netewa Kurd bikin. Ger ji bo îro daxwazên gelê Kurd yên sîyasî hene, ew jî bi saya zimanê Kurdî ye.

Di bin tunekirin û asîmîlasyonek dijwar de jî, iro zimanê Kurdî kêmasî li Başûrê Welat gîhaye astek zimanê dewletî, perwerdehîyê. Li Bakur û li Ewropayê bi destê zimanzanê Kurd, zimanê Kurdî bûye zimanê romanê, zimanê perwerdehîyê. Belê Zimanê Kurdî êdî hatîye astek bilind, Lê mixabin, zimanê Kurdî bi taybetî zarava Kurmancî, di bin nîr û asîmîlasyona zimanê Tirkî de, di xeterek mezin de ye. Ji bo vî, zimanê Kurdî, nav pêvajoya navgînên ragîhandina giştî de û di bin perwerdaya bi zorî ya zimanê Tirkî de di pêvajoyek hasas û giriîg de derbas dibe. Her çiqas bi dayîna hinek mafên ne dîyar û pratîk wek “TRT Şeş, biryara ji bo zimanên dijîn de li zankoya vekirina estûtîyan, ji bo weşanên berhemên hunerî hinek derfet û hwd. jî, li Bakurê Welêt, zimanê Kurd di bin xetereyê de ye û divê hewildanên mezin, çalekiyên bandordar bên kirin wek gelê Bengiladeşî.

Li gor min, şert û mercên daxazên mafên ziman û çand di cîhana îroyin de hergî diçe dikeve rojevê. Tu dewletên demokratîk nikane li ber van daxawazên mirovahî û meşrû berxwebide. Lewra, dewletên li ser fikrê netewî hatine damezirandin, iro ji wê felsefa yekalîtî dûrdikevin, rastîya civakê dibînin û xwe ji nû de bi rêk û pêk dikin. Piralîtî, pirolîtî û pirzimantî û pirçandîtiyê qebûl dikin. Ev rewşa, ji bo dîplomasîya Kurd rewşek erênî ye. Kurd her çiqas daxwazên xwe yê sîyasî bi her şêweyî tîne ziman jî, li gor min Kurd, çikqas karibin mafê bi zimanê Kurdî perwerdehîyê daxwaz bikin û bi dîplomasîyek xurt vê daxwazê li her platforma navnetewî û li nav welêt di rojevêkin, serkeftina vî warî wê rê li daxwazên sîyasî bi hêsane veke.

Di demborîyek nêz de, raporta Tirkiyê ya bi destê parlementerê Xiristiyanê Demokrat yê Hollandeyî Ria Ooman-Ruijten ve, ji Parlementoya Ewrûpyê re hate amadekirin de, tê gotin ku, gere li dibistanên dewletê û di sektora taybet de rê li ber zimanê Kurdî vebe û di jîyana sîyasî de astengên heyî jî rabe. Ev raporta ku pêşkêşî Parlamentoya Ewrûpayê hatiye kirin, ji aliyê Parlementoya Ewrûpayê ve hatîye pejirandin.

Dîsa çend rojên berê ji aliyê Komela Kurdî (Kurdî Der) ve, li ser elfabeya Kurdî hinek afîş hate daleqandin. Ev çalekiya, bi rastî gelek deng da û bala raya giştî jî kişand. Zaroken Kurd, li ber bilborda wek ku tiştekî nû kifş bikin bi meraq û helecanekê bextewariya xwe dîyardikirin. Daxwazên mafê azadîya zimanê Kurdî, bi her şêweyî gere ji rojevê dernekeve.

Li Bakurê welat her çikas erdnîgariya Kurd bi şêweyekî tê parastin jî, ji ber koçberîya bi dil û ya bi zorî, hijmarek mezin ya nufûsa gelê Kurd, di nav Tirkîyê de belav bû ye. Bi taybetî Kurdên Enadolê û yên ku li welêt ketine bajarên mezin jî, di bin nîrê asîmîlasyonê de mixabin gelek teybetmendiyê xwe û bi taybet jî, zimanê zikmakî winda kiri ne. Pişaftina ziman û çand, û nîrê zordariyê ya li ser nasnama Kurd, berdewam e, ev pêvajoya jî, bi xwe re nifşekî nû yên ji welatperweriyê dûr tîne rojevê.

Ev rewşa ku Kurd tê de ne, li ser daxwazên siyasî ji bandorekê çê dike. Gava zimanê siyasetê û zimanê sîyasetvanan ne Kurdî be, daxwaz û bernameyên sîyasî ji gor vê rewşê xwe diperisîne. Gava ku, daxwaza mafê ziman derdikevê pêş, ji sîyasetê bîna Kurdewariyê tê.

Jîyana zimanê Kurdî, hebûn an tunebûna gelê Kurd e. Heta ku ev mafê rewa bidestkeve, gere, Kurd li her li deverê welat û cîhanê di nav tekoşînê de be û vala nesekine. Ji bo vî jî gere her malek bibe dibistanek û her kurdek jî bi be mamostayek.

Em bîrnekin ku xeleka sîyasetê ya herî qels ev e. 20.02.2010 – Amed

Fahri Karakoyunlu.

Çavkanî: 1. ( Di Hiqûqa Netewî û Navnetewî de Mafên Hindikahîyan( Mînoretan)/ Waqfa

Lêkolînên Civak û Hiqûqê)

2. ( www.ethnologue.com – www.unesco.org/culture)

Ziman û Sîyaset
“ Ger hûn bixwazin welatekî talan bikin, ewilî zimanê wî welatî xira bikin” (Konfîçyûs)

KURDÊN;

Tirkîyê, Iraqê, Îranê, Sûrî, Sovyetê û Asîya Navîn, Anatolîya Navîn, Diysporayê…

Sunî, Feylî, Şebek, Elewî, Êzidî …

Kurmancî, Dimilî, Soranî, Hewremanî, Lorî,,,

Latînî, Erebî, Krîlî…

û hwd…

Ez naxwazim hîn taybetmendî û bi cûdatî din, Kurda bi nav bikim. Ger ez Kurda, bi hinek navên din; wek navên sîyasî, navên heremî, eşîrî û terîqatî bi nav bikim, ne ez û ne jî hûn dikarin ji nav derkevin. Bi ya min, li rûyê dini tu netewek bi vî hawayî ji hev nahatîye cûdakirin û dînamîkê wê yên netewî bi vî hawayî nahatîye perçiqandin. Ev cûdatî û taybetmendî, bi serê xwe, ji bo pirsa netewekê, gelek xetere û dafikan di nav xwe de vedişêre.

Ev taybetmendîyana û yên min bi nav nekirin, bi rastî, rastîyek ji çanda gelê Kurd e û gere mirov ji van eciz nebin. Bes, ev taybetmendîyana gere nekeve ber doza netewî û nebe asteng li ber tekoşîna gelê Kurd.

Di hewldanên dîrokî de her çiqas, car carna di nav van taybetmendîyan de, taybetmendîya olî, mezhebî, heremî derketibine pêş jî, daxwaz û hestê netewî, di nav van tevger û hewldanan de, tu carî kêm nebûye û dijminê gelê Kurd jî ev tevgerana û serhildanana, bi navê serhildan û daxwazên gelê Kurd nirxandin e.

Tevgera Kurd, divê kîjan teybetmendîyê ji xwe re bike bingeh?

Di nav van cûdatî û taybetmendîyan de sîyaseta Kurd gere çi be?

Gelê Kurd, daxwazên xwe yê civakî, siyasî û çandî dê bi kîjan taybetmendiyê xwe bîne ziman?

Belê, ev pirsana em karin dirêj bikin.

Bi gor min, di nav van taybetmendiyan de, ya bi tevayî gelê Kurd digre nav xwe û himêz dike, taybetmendîya zimanê Kurdî û hizra netewî ye.

Taybetmendîya ziman – wek zarava û diyalekt – ne tenê di nav xwe de hinek astengiya dihewîne, bi van zarava re, car carna taybetmendîyên heremî, olî, mezhebî jî, xwe derxistîye pêşiya tevgera Kurd. E van taybetmendîyan, li ser gel bandorên sosyolojîk, civakî û derûnî jî kirîye.

Bi van kêmasî û astengîyanan ve jî, tevgera Kurd, di her demê de, xwe di bin sîvana zimanê Kurdî û nasnameya Kurd de îfade kiriye. Ji ber vî, zimanê Kurdî, di heman deman de, bûye taybetmendîya esasî ya gelê Kurd. Dîroka tevgera Kurd û rastîya gel ya îro jî, ev e.

Her taybetmendî nirxekî gelê Kurd e. Lê…

Wê demê her taybetmendîyek, beşek ji çanda netewa Kurd e, lê ziman bi her cûdatîya xwe û hinek proplemên nav xwe ve jî, taybetmendîya bernama sîyasî ya gelê Kurd e.

Zimanê Kurdî di daxwazên netewî û di bernama sîyaseta tevgera Kurd de, gere wek taybetmendîyek serekî bê nirxandin û ev, wek xetek sor bê nîşandayin. Ji ber ku ziman, hebûna gelê Kurd e.

Her çiqas ji derveyî Bakurê Kurdistanê, zimanê Kurdî ne di xeterek mezin de be jî, li wan deveran jî, proplemê zimanê Kurdî, her çiqas diçe xwe dide hîs kirin.

Wek mînak; Li Kurdistana Federe, zarava Soranî wek zimanê fermî û zimanê perwerdeyê tête bikaranîn. Ev mafa, ji ber ku dema mandatîya İngîlîza di mabeyna wan û desthilatdarîya Iraqê de hatibû qebûkirin û ev tiştekî dîyar e. Lê li ser îlankirina Dewleta Federe ya Kurdistana Iraqê, 18 sal derbasbû. İro Kurdên bi zarava Soranî diaxifin, bi vê taybetmendîya xwe, di nav derûnîyek desthiladarîya ziman û çanda gelê Kurd de ye. Wek em agadarin, di warê perwerdeya zarava Kurmancî de tu gavên balkêş nehatîye avêtin. Ev daxwaza, di nav gelê Kurd yên zarava Kurmancî diaxifin de hergî diçe xurt di be.

Wek mînak, di 13 Çileya Paşîn 2010 an de, li Amedîyê xwendevanên dibistana, daxaznamek bi xwepêşandanekê amadeyi qeymeqamê Amediyê kirin. Di daxaza xwe de, mijara perwerdeya zarava Kurmancî anîn ziman û zarava Soranî ya perwerdeya fermî, li ber serkeftinên xwe ya dersan, wek astengîyekê bi nav kirin û ji Hukumeta Federe ya Kurdistanê çareseri di warê perwerdeya zarava Kurmancî de daxwaz kirin.

Di vê daxwaznama xwe de, qala îstatîstîkên li ser vê mijarê bi zanîstî bûyîn jî kirin û gor van îstatîstîkan, sedeme biserneketina şagirtan ya di ezmûnan de, perwerdeyî ya bi zarava Soranî nîşadan.

Gelek kesên bi zarava Soranî diaxifin, Kurmancîya Jorîn, wek Behdînanî bi nav dikin, nafikirin ku gelê Kurd, ji sedî zêdetir şêştî, bi Kurmancîya Jorîn diaxifin û bi pirranî alfabeya Latînî bikartînin. Ya din, bi vê zaravayê gelek berhemên zimanê Kurdî şad kirîye hene û di wêjeya Kurdî de gelek berhemên klasîk û nûjen jî bi zarava Kurmancîya Jorîn hatîye nivîsandin.

Ev rewşa, di daxwazên gel de û sîyaseta netewî de jî xwe dide his kirin. Wek tê zanîn dijbertîya di vî warî de bi akilane û bi zanistî nê nirxandin. Xebat û sîyaseta di vî warî de li Başûr, ne tenê ji bo wan, bi tevayî ji bo proplemên zimanê Kurdî pêwirek dîrokî û neteweyî di de ser milê wan. Ev, pêvajoyek girîng e û divê li ser her mulahazayan de gere bê nirxandin.

Êrîşa herî dijwar li ser ziman e…!

Dijminê gelê Kurd ji gotina Konîçyûs baş fêm kirine û sûd wergirtine. lê mixabin bi taybetî Kurdên Bakur, ji vê gotinê, ji bo xwe têr ders nestandine.

Ji bo çi ziman grîng e?

Perçiqandina Kurdistanê bi xwe re realîteyekê jî tîne holê. Wek min li jor bahs kiri bû, tê zanîn ku, gelek taybetmendiyên gelê Kurd û yên gelên dewletên Kurdistan di nav xwe de dabeşkirin de, nêzîkayî çêbû ve jî, hebûn û cûdatîya gelê Kurd, xwe bi zimanê Kurdî û çanda Kurd de îfade dike.

Sîyaseta ku bi navê gelê Kurd, di kîjan astê de bê meşandin bila bimeşe, gere li dor ziman û çanda Kurd bê meşandin. Tê zanîn ku, ji ber vê rastîya zanistî, dijminên gelê Kurd, bi her rêç û rêbazên xwe ji bo xirakirin û ji bo pişaftina zimanê Kurdî, çi ji destê wan hatî ye kirine û hîn jî dikin.

Li Başûrê welat bi hinek proplemên xwe wek min li jor qal kir, wê di demekê de, di pêvajoyek erênî de derbas bibe û wê rêçekê ji xwe re bibîne. Ji bo Kurdistana Başûr, xetereya asîmîlasyonê ya ji bo zimanê Kurdî êdî nemaye. Zimanê Kurdî, zimanê dewletekî ye. Zimanê perwerdê, ragîhandinê û zimanê çapemenîyê ye.

Li Rojhilat û Rojavayê Biçûk jî, ji ber Kurd piranî li ser hevin û li Kurdistanê dijîn di nav xwe de axaftina zimanê Kurdî xurt û zindî ye. Gava em li sîyaseta van beşên Kurdistanê dinêrin hestê wan yê netewî hîn xurtin û sîyaseta wan Kurdewarî ye. Daxwazên wan ên sîyasî, li dor ziman wek daxwazên netewî û nasnama Kurdî di rojevê de ye.

Li van perçê Kurdistanê jî, zimanê Kurdî, ji mafên ku ji hiqûqa navnetewî tê, bêparin. Mafê perwerdeyî, ragîhandinî, çapemenîyê – nîsbeten li Kurdistana Rojhilat hinek serbestî he ye – qedexe ye.

Rewşa zimanê Kurdî li Bakur çî ye?

Di pêşerojê de astengî û xetereyên li ber zimanê Kurd çi ne?

Ger hewildanek çawa ji bo ziman bên kirin?

Hinek mafên pratîk yê ji bo zimanê Kurdî, gelo di pirsa Kurd de çi ifade dikin?

Ev mafên pratîk dê çawa bigîhîje konaxek hiqûqî?

Di hiqûqa navnetewî û hiqûqa Dewleta Tirk de, ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî çi hatîye sazkirin?

Ev pirsana û bersîvên van pirsan dê bibe mijara nivîsek din.

22.01.2010- AMED

Fahri KARAKOYUNLU.

Ziman û Hest
Sal 1977 e. Ez li Batmanê-Êlûhê( wê demê navça Sêrtê bû) mamostayê zimanê Tirkî me li dibistana nevendî ya Petrolê.

Wek tê zanin, yên wek me welatparêz û rewşenbîr, wê demê bi tevî peywirên xwe yên fermî, karê tevgeren ne fermî yên wê demê jî dikirin. Ez jî, ji wana yek bûm. Tevgera me jî, wê demê li Batmanê nû cîdigirt, bi hatina min re, ev pêvajo hîn geş bû. Lê mixabin wê demê ev xebata me jî, wek tevgerên din, di bin geft û leftên tevgera wê demê li Batmanê serwer bû. Di vê pêvajoya ne hêsayî de me jî, di fermîyetê de bi navê “ Komela Piştgirîya Karker û Gundîyan” avakiri bû.

Min bi Kurdî dest bi axaftina vekirina komelê kir. Wê demê Kurdîya min ne wek îro baş bû jî. Dû re min axaftina xwe vegerand Tirkî û min berdewam kir. Hola komelê biçûk bû. Gelek mirov ji derve ma bûn û em jî di nav coşîyekê de bûn.

Gava ku min axaftina xwe bi Tirkî berdewam kir, di nav guhdaran de, mirovekî navsalî wek ku em dizanin KDP yî bû, rabû ser pîya û got :

“ Kekê mamosta, te çima axaftina xwe vegerand Tirkî, dibe ku tu mamostayê zimanê Tirkî be, lê Kurdîya te ji Tirkîya te xweştir û baştir bû”

Her çiqas min xwast ku ez vê pirsê bibersivînim jî, lê tu mazereta min cî negirt û “wek kuç li bin newka mirovan ke ve” pirsê cîhê xwe girti bû.

Belê, wek wî biraderê ku gotibû; çima Kurdîya min ji Tirkîya min xweştir û baştir bû?

Gava ku mirov ji alîyê rêzimanîya ziman û xwendin û nivîsîna ziman de li meselê binere, min dibistana seretayî, ya navendî û lîse bi zimanê Tirkî xwendi bû. Dû re li zanîngehê min li ser zimanê Tirkî û wêjeya wê perwerdeya bilind kiri bû. Bi rastî, ji alîyê axaftinê û bikaranîna têgihîştinan de, ez di zimanê Tirkî de hîn serkeftî bûm. Ya girîngtir, di sala 1966- 1969 an de mi li cem kekê xwe – wê demê li Enqerê ew û hevsera xwe bijîşk bûn- dibistana navendî min qedandî bû û bi rastî jî di karanîna zimanê Tirkî de jî ez gelekî serketî bûm.

Ev evsûn û hêza zimanê dayikê ji ku dihat? Çima tama ku di zimanê zikmakî de he ye, di zimanekî din de çê na be?

Ev anekdota di jîyana min de, tiştekî zanistî derdixe holê;

Mirov zimanekî din çikqas baş bikarbîne jî, tama ku zimanê dayikê dide kesayatî û hesta mirov, tu ziman nade.

Mirov di zimanê xwe yê zikmakî de xwe azad dibîne.

Lê gava ku mirov ne bi dilê xwe fêr’î zimanekî din bû be û ev zimana wek bernameyek pişaftinê xwe li ser mirov pêwîst kiri be, heta dawîya jîyana mirov, di kesayetî û hesta mirov de kêmasîyek dê her hîs dibe. Vê tamê û vê kêmasîyê, gava ku mirovên ev pêvajoya jîyayî baştir dizanin. Ji ber vî, kesên ku, bê dilê xwe mecbûrî fêrbûna zimanekî din bû be, ev hîsa bilindtirîn xwe ji bo wan kesan nîşa dide. Mirov, her çikas zimanê ku bê vîna xwe, ji ya zimanê zikmakî baştir fêrbûbe jî, bi her kêmasîya zimanê zikmakî, tama ku zimanê zikmakî dide hesta mirov, tu zimanekî din nade. Ev zimanê ku mirov bê vîna xwe fêrbûbe, birînek kûr di hest û ramana mirovan de ber dide.

Wek tê zanîn, ziman tenê ne pergala pêwendîya di mabeyna kesan de ye.

Bi zimanê zikmakî, mirov digîhije kûrahîya jîyana civakî, digihîje tilsima peyvan ya ku di kûrahîya hesta mirovan de cîgirtî.

Mirov digîhije jîyana zarokatîya xwe ya azad kirî.

Mirov gava xwe bi bi zimanê zikmakî îfade dike, wek kesê ku ji bend û qeydan filitî be xwe azad dibîne.

Mirov xwe, wek ku zarokekî birçî û li ber pêsîra dayika xwe, şîrê dayikê bê mînnet dimêje xwe azad û bi rûmet dibîne.

Mirov, gava ku bi zimanê dayêka xwe, zimanê şêrîn diaxife, wek ku di avek pîroz de xwe şuştî paqij û helal dibîne.

Gava fêrkirina zimanekî din bi armanca bîrkirin û pişaftina zimanê zikmakî be, ev pêvajo wê demê kesayetî û hestên mirov jî heram dike.

Şîrê dayika mirov ya pakij û zelal, bi vê pêvajoya xwepêwîstkirin de, şîlo dibe, tama wê xira di be.

Perwerdeya zimanê zikmakî, di hukuka navnetewî û peymanên mafên mirovan de çawa tê nirxandin?

Ji bo zarokên Kurd, zimanê Erebî, Farisî û bi teybetî zimanê Tirkî çi îfade dike?

Di pêşerojê de, daxwazên perwerdeya zimanê Kurdî, di nav daxwazên sîyasî de tê çi wateyê û tevger û civata Kurd vê mijarê gere çawa binirxînin?

Ev pirsana û hinek pirsên din, ez ê di hinek nivîsên din de bînim ziman.

Sala 2010 bila bibe sala bilindkirina daxwaza perwerdekirina zimanê Kurdî.

Sala 2010 ji bo hemû zarokên dinyayê û bi teybetî ji bo zarokên Kurd, bila bibe salek aşitîyane û aramî.

Bimînın di xêr û xweşîyê de.

Sersala we pîroz be. 29.12.2009 – AMED

Fahri KARAKOYUNLU

Evîndarê Kurd û Kurdistanê Ferîd Uzûn Li ser qebra xwe hat bîranîn.
Ferîd Ûzûn 31 sal berê bi destê dijminê gelê Kurd û Kurdistanê bi biryarek iro êdî dîyare hate qetilkirin. Îro, yê ew qetilkirin di bin vê biryara qirêj de ezabekî mezin dikşînin.Lê bawerim Ew, bi bawrîyek û hêvîyek mezin li cıvata ku hatîye ser qebrê wî dinêre û amadeye ku kujerê xwe efû bike. Ji ber wî, zelalkirina qetilkirina wî, wê bibe sedema zelalkirina pêvajoyek tarî ya li ser gelê Kurd a hîn berdewame. Ji ber wî nirxandina vê cînayetê, ji bo ku Kurd bi dîroka xwe re rûbirû were û bi sedan cînayetê li dij xort û qîzê Kurd hatîye bicîkirin were holê.

Di 31 salvegera qetilkirina Ferîd Ûzûn de bi sedan dost û hevalên wî û dilsozên doza Kurdistanê hatin ser qebra wî.

Li ser qebra wî, ji bo wî û şehîdê Kurdistanê dekeyek rizgirtin hate amadekirin. Axaftvanan li ser kesayeta wî tekoşîna wî dîtinên xwe anîn ziman. Di nav axaftinan de, ya derket holê,

Gere ev cînayeta qirêj zelal bibe û di mîjoyê gel de were mahkûmkirin û xwedîyê vê kiryara qirêj ger kes an tevger be, wek lêborînekê ji gelê Kurd bixwaze.

Ji vir şûnda di bîranînên wî de, kesayetîya wî ya şoreşger û welatperwerîya wî bên nirxandin.

Ji ber ku nifşên nû wî nasbikin û binirxînin bi rêk û pêk bîranînê wî bên kirin û ji bo wî hinek xebatên zanistî bên amade kirin.

Bi van hest û dîtinan civîna bîranînê Ferîd Ûzûn, bi dawîbû.

22 Sermawez 2009 – Amed

Fexrî KEYA

Naa…Naa …Nekee…!
Rojek payizê bû. Êdî dara pel û peçlimê xwe diweşand. Qesra serokkomar û sererkanê artêşê, li bilindîyek dora nehsed metro ye û ji jor de li bajarê nûava, paytexta komarê û dahatûya gelê Komara Mezin hukim dike. Qesr, di nav cûr be cûr daran de, di nav daristanekê de wek rojekê li ser bajêr de diçirûse. Dora panzdeh salaye ku komar hatîye damezirandin. Serokkomar her çiqas bi fermî dev ji serfermandarîya artêşê berda be jî, serfermandarê artêşê yê ebedî ew e. Her tişt bi destê wî ye.

Li dinê fikrê nîjatperestîyê hergî diçe xurt dibe. Kesê ku li dinê polîtîkaya nîjatperestîyê dixwazin sererastbikin di nav hewildanek mezin da ne. Şerê dinê yê duyemîn di hazirîya destpêkê de ye. Serokkomar wisa bi nav û denge ku, wek mamostê nîjatperestan tête nasîn. Nîjatperestên bin av û deng ê wê demê, Wî, wek hestkarê ( îlhamkarê) xwe dibînin.

Di holek mezin de destê wî yê rastê di bêrîka pantolonê wî de diçe û tê. Bê qîrçe qîrça potînê wî tu dengek ji tiştekî nayê, her kes û her tişt di bin bêdengîyek bi xof de ye. Hol bi koltixê modern yê ji awropa hatî xemlandî ye. Li erdê xalîçê cûr be cûr yên bi desta hatine çêkirin. Her yek ji welatekî amadeyî serokkomar bûye, herîr û çavdayî… Gava dimeşe, ew rojên xwe yên ku serfermandarê artêşê bû û çawa ferman direşand, tîne bîra xwe. “Gelo ka wan rojana!” Her çiqas wek berê desthilatdarîya wî bi serê xwe hebe jî, yek carna hinek kes û rewşa komarê ne bi dilê wî ye. Proja wî ya netewdewletek nîjatperest cî bi cî dikeve hinek xetereya. Her çiqas astengên li ber komarê gellek ji holê rakiribe jî, lê gelê Welatê Rojê cî bi cî nerazîtîya xwe tîne ziman. Jirgî ku komar hatiye damezirandin gellek serhildan çêbû ne. Bi tundî çûne ser wan. Gelê Welatê Rojê, komarek yek netew, yek ziman yek ol qebûl nake. Li gor damezrênerên komarê, gelê Welatê Rojê, ne şareza ne, hovin, kevneperestin. Lewma li dijî komarê derdikevin.

Arîşeyên tendirustîyê yê serokkomar destpêkiribû, kadirên komarê yê li dora wî, ji bo postê wî di nav heftûgeftan de, di nav pozberîyekê de bûn. Mabeyna wî û hevalê wî serokwezîr nemabû, ji bo wî ew ji peywirê girtibû. Di nav gelek mijaren de ketibû ponijandinekê.

Yawerê wî, kete hundir û got:

“Serokkomarê min mîvanên we hatin”

Mîvan; serokwezîr, serfermandarê artêşê û hinek wezîr û leşkerên payebilind bûn. Bi rêz ketin salonê û xwastin serokkomar ji bo wan tiştekî bê je. Serokwezîr û serfermandar ketibûn hev…

Gelê Welatê Rojê bi hezar salane ku dixweza bi serê xwe, bi desthilatdarîya xwe bijîn.. Her çiqas di dema berî damezirandina komarê de, rûbirûyî gellek qetlîyama hatibin jî, ji fikr û ramanê azadîyê dûr nelketibûn, di nav xwe de wek biserê xwe otonom dijîyan.

Ev dora du sala ye ku, gelê Welatê Rojê, li himper desthilatdarîya komarê û êrîşan berxwdidin. Fermana ku ji alîyê serfermandarîya komarê pêşkêşî wan hatiye kirin, bi cî neanîne. Peşewayê wan Seyîd, pêşnîyarî û fermana komarê qebûl nekirîye. Ji ber vî, di derheqê gelê Welatê Rojê de ferman hatîye birrîn. Her çiqas li dora Pêşewa Seyîd û eşîra wî gihane hevûdû jî, gelê Welatê Rojê, ji damezirandina komarê şûnde gellek zilm û qetlîam dîtine. Li her perçê Welatê Rojê, ji damezirandina komarê şûnde serhildan û nerazîbûn hatîye nîşandayîn.Lê mixabin Komara Mezin, bi tundî, bi xwîn û qetlîyama bersîva wan da ye. Di bernama Komara Mezin de, gelê Welatê Rojê nîne. Gor bernama wan, ger ew dixwazin bijîn “an ewê koletîyê, xizmetkarîyê qebûl bikin an jî ewê têk biçin…”

Ji gelê Welatê Rojê, hinekan li ber fermana komarê serê xwe danî bû. Lê Peşewa Seyîd û hevalên wî ferman qebûl nedikirin.

Serokomar bi dengekî zîz axifî û got:

“Çima we ev mijara hîn çaresernekirîye? Çi kêmasîyên we hene? Ma we çi xwastîye, min ji bo we amade nekirîye? We qanûn, we ferman, we top û belafir, we leşker…! Ez tu sedem naxwazim, gere ev pirsagirêka, negihîje buharê çareser bibe. Şertê cîhanê ji bo me erênî ye. Li cîhanê yên wek me difikirin di sîyasetê de xurtin. Gelek serokên welatan di warê nîjatperestîyê de ji min sûd vedigrin. Di mijara pirsên kêmnetew ya di nav dewletên nîjatperest de çareserkirina bi tundî de, ji azmûna me û ji dîtinê min sûd vedigrin. Ez nizanim ka çima hûn min bas fêmnakin!

Ez mizgînîyekê jî bidim we “qîza min a manewî” wek pîlot balafirê, bi balafira xwe ya teybetî wê bombe û jahrê bi ser wan de bireşîne. Wê wek destekî pola wana bixeniqîne.

Ez tu lêborîna, efûya qebûl nakim, kevir li ser kevir, dar li ruyê erdê, serî li ser laş, lawir, mal, zaro, pîr û kal, dayik, qîz, çi giha ber we….!

Hûn niha dikarin herin, keremkin….”

Hazirîya artêşa Komara Mezin, edî li qedandinê bû. Bi agir û jahrê wê gelê Welatê Rojê, bida ber xwe. Êdî ferman ji fermandarê ebedî, serokkomar hatibû. Gere kevir li ser kevir nema ya, serî li ser laşa bifirya, zar û zêç, kal û pîr tu kes efû nebûya.

Bi artêşek mezin, bi top û mîtralyozan, bi balafiran û bi jahrê hatibûn îjar.

Pêşî zivistan bû, gere Peşewa Seyîd û hevalên wî, ber çile xwe bigîhandana çîyayên bilind, xwe bigîhandana stareyekê. Stareyek nêzîkî ezmanan, nêzîkî teyran, lê dûrî leşkerê Komara Mezin. Ev dora du sala ye ku berxwedidin, dikevin kemînan, dimirin, dikujin, lê îjar tenê rev divê. Ev çîyana, ev çîyana, çi zilm, çi qatlîyam dîtibûn.! İro, dîsa ji bo wan wê staregahek be. Zarok, jin, kal û pîr gere di starîya de bi cîhbibin. Lewra şerê dijwar be, ferman ji fermandarê mezin de hati bû.

Gelê Welatê Rojê çi kiri bû!

Ew bi hezar salane ku li ser axa xwe, di cîh û warê bav û kalan de dijîyan. Bav û kalên wan ji heftê û heft bavan vir ve xwdîyê van dîyaran bû. Hemî alem dizanîbû, teyrû tûyan, darû daristanan, roj û heyv û stêrkan, co û cobaran, çîya û gelîyan ji vê jîyanê re şahîdî kiribûn. Gelo ev bîyanîyan, ev leşkerê Komara Mezin, van top û tifingan, van balafirên jahrê çi ji wan dixwastin?

Lê êdî ji lûleyên tivingan, ji luleyên top û mitralyozan agir dibarî, Li jor balafiran bi agirê xwe û bi jahran dar û daristan, dehl û gund dişewitandin. Li her derê agir, qîrîn û rev…

Hawar bi rûyê erdê û ezman ketibû. Teyr û tilûr di qajîyan û bi ezmanan diketin. Şervanên Welatên Rojê, ji bo rê li ber leşkerê Komara Mezin bigrin, wek pilingan di nav çîyan û gelîyan de berxwe didan. Bi berrik û arê belafiran di nav gelî û çîyan de winda dibûn. Dayik li zarokên xwe dipiçikîn, dixwastin wana piparêzin di kûrahîya dilên xwe de.

Niha di binê şikeftê de birçî û bêçare li hev dinêrîn. Nema şîna şervanên xwe, xortên xwe yê çeleng dikirin. Şervanê Welatê Rojê li der dora şikeftê xwe didin cî. Êdî nema kanin birevin. Jirgî xwe gihiştibûn vê şikeftê êdi wek berê deng ji erd û ezman ne dihat. Bêdengîyek ketibû dinê. Bêdengî û aramî hinek hêvî dabû wan. Vê rewşê çend heyva berdewam kir. Wan bêrîya rojên berê kiribûn. Hinek bi hêvîyek mezin qala vegera gund û malên xwe dikirin. Qala şahî û dîlanên xwe, qala bextewarîya jîyana xwe dikirin.

Çend heyve ku di vê şikeftê de disitirîn. Şev derbas bibû, ji şevek tarî, ji şevek bi xov rizgar bûbûn. Şervanên wan li dora şikeftê nobedar bûn. Dilê wan di cîdabûn, hêvî ji şervanên xwe dikirin.

Ji bo hewcedarîya jîyanê derketibûn der. Agir vêxistibûn, deng bi wan ketibû. Rojek xweş bû, rojê tîroja xwe dabû devê şikeftê. Devê şikeftê germ bibû. Deng bi xwezayê jî ketibû. Teyr li ezmanan difirîyan. Deng bi lawira û xwezayê ketibû.

Lê leşkerê Komara Mezin çend heyve li pê wan bû. Bê tedbîrîya wan cîhê wan dabû kifşkirin. Bi dengê çend berrika çend şervanên nobedar ketin erdê. Hîngî çû deng zêde bû. Dengê mîtralyoza, dengê topa hawîrdor girt. Ji jor de agir û jahr barî. Şervanên wan, li ber çavê wan ketin newalan. Jin û zarok, kal û pîr matmayî man. Bi tirs, bi xof û bi hawar û qîrrîn xwe avêtin nav şikeftê. Hîngî diçû teqîn zêde dibû. Li hev piçikîbûn. Ji devê şikeftê agir, jahr û berrik wek baranê dihat. Hundirê şikeftê di nav dûxanê de ma bû. Qêrîn û hawar hêdî hêdî hate birîn.

Fermandarê leşkeran :

“ Bese, êdi agir bibirin” got.

Ji hundirê şikeftê berbî derve bînek bi dixanêre dihat. Bîna kizirandinê, kizirandina laşê mirovan, kizrandina termê ajalan, bînek giran, bînek, bînek nêtarîfkirin.

Di devê şikeftê de reşayek di nav dixanê de xuya bû. Hat ber devê şikeftê û ket.

Di himêza wê de lawikekî du salî, ser û berê wî qetyayî, wek di nav tenîyê de mayî, bi zimanekî ku leşker jê fêmnakin dengan derdixe.

Leşkerekî devê tivingê lê rakir.

Fermandarê min, vana wek maxrin, gere serê wan bi çûkayî de were heciqandin. Destûrê bide min…

Naa…Naa …Nekee…!

Bi dehan salan şûnde, di meclîsa nûneran de rojek dîrokî. Civîn bi beşdarbûna nûneran destbêdike. Birîna gelê Welatê Rojê dora sed salî ye hîn jî didome. Gelê Komara Mezin û gelê Welatê Rojê li hêvîya biryarek aşîtîyane ye.

Bi gotina nûnerekî yê xwe wek xwdîyê komarê dibîne, ciwata nûneran bi pirranî serobinî hev dibin. Deng bi meclîsê dikeve, hinek nûner li çepikan dixin, hinek ji wan, dibaxrin…

Nûnerê ku dipeyive, peyva xwe didomîne. Bala wî tu tişt nakişîne.

“Wê îjar jî dayikên bigrîn. Çawa bi salane li Welatê Rojê dayik digrîn û kesî negotîye çima hûn digrîn, wê iro jî û ji vir şûn de jî dayikên bigrîn…!

Di bin vê meclîsê de jirgî Komara Mezin avabûye, ji bo gelê Welatê Rojê, ji bilî biryara qetilkirin û tinebûna pê de tu biryar nahatîye girtin…

Ji kûrahîya avahîyê dengek bilind bû:

“ Nema êdî dayik digrîn li Welatê Rojê…”

20.11.2009 – Amed

Fahri KARAKOYUNLU

Ji zimanên ku dijîn re; El Fatîha…!
Di bikaranîna ziman û hinek peyvan de – ger ev bikaranîn bi destê kesan, bi destê sazî û dewletan be- gellek caran armanca mirov têde veşartî ye. Wek di nav gel de tê gotin “lo ti li zimanê wî/ wê kesê nenêre, bi rastî wî/wê ne dixwast wisa bêje, dilê wî pirr pakij e, di dilê wî/wê de, tu tiştekî xirab tune ye” bi ya min, ev gotin gellek caran ne rast e.

Ger di zanistîyê de û ger di jîyana mirovan de hatiye îspatkirin ku, di bin bikaranîna “ziman” de derûnîya wî/wê kesî weşartî ye. Tê zanîn ku, em nîyeta însanan bi zimanê wanê kesî, yên sazî û dewletan jî, bi zimanê wan ê dîplomasî û medyayê fêm dikin.

Belê çima, kes, sazî û civat gellek caran zimanên ku ne bawerin bikartînın? Sedema xwe çî ye? Çima nîyetên xwe yê rast nabêjin? Çima wateyên xirab li ser hinek peyvan, li ser hinek qewman, li ser hinek fikar û ramanan bar dikin? Bi karanîna hinek peyvan, an nebikaranîna hinek peyvan, nîyeta xwe ya rast belav dikin û dixwazin yên li himper wan jî, ji vî zimanî hinek encaman derxin.

Desthilatdarîya Tirk, tum wisa dike.

Wek tê zanîn testhilatdarîya tirk, ji tunebûn û înkarkirina Kurdan, îro hatine “naskirina Kurdan”. Çawa naskirin; belê Kurd hene lê tune ne. Ew zimanê wan a li ser tunebûna kurda avakirî, tenê bi nîyeta wan a îro nê fêmkirin. Ev nîyet di zimanê wan de, di damezirandina Komara Tirk vir de, eşkere an ne eşkere kifş e. Ji ber ku peyva Kurd û Kurdistanê nekeve nav metnekî nivîskî, çi ji destê wan hatîye kirine. Ev nîyet û biryara wan ya diplomasî û ya “hebûn û tinebûnê”, li Lozanê di xebat û şîrovekirina mijara Kurdistanê de, di nav nûnerên Tirka û bi teybetî İngilizan de, di paş perdan de bi tundî hat holê. Lê di resmîyeta Peymana Lozanê û civîna encûmena giştî de, wek pirsa Mûsilê hat binavkirin. Heyeta tirk, ev navkirina, wek serkeftinek herî mezin a diplomasîya Tirk şirove kirin. Ev mînak tê çi wateyê? Gere peyva Kurd û Kurdistanê di nav peymanekê de, di nav pirtûkekê de di nav metnekî niviskî de nêye derbaskirin.

Gelo ev tirs e, an tercîhek e?

Wek tê zanîn ev qerara wan a dîrokî û derûnîya wan a dewletî û civakî, ji kûrahîya derûnîya civakê û ji polîtîkaya damezirandina dewletê de tê. Bi rastî, tiştê ku îro di pratîkê de diqewimin, ji bo mesela Kurd, di dîroka komara tirk de mînakên balkêş û teybetî ne. Wek weşanên TRT Şeş, an “vekirina Kurd.” Di devê serokkomar, serokwezîr û kesên payebilind de, gellek tiştên ku ji bo komara tirk tabû bûn, îro li ber rayagiştî tê şîrovekirin. Ev pêvajo ji layên sîyasetmedar û rayagiştî ve çawa bê şîrovekirin bila bê şîrovekirin, lê ji bo pêşeroja tirkîyê, ji bo gelê Kurd û Tirk girîgîya xwe heye.Bi kêmasîyê xwe ve jî, gere her Kurd vê pêvajoyê,ji hîseyatê dûr, bi hiş û ramanên xwe binirxîne û zanibe ku, hêzên li dijî vê pêvajoyê derdikevin kîne û çima bi tûndî berxwe didin. Yê gel dike şik û gumanan ne tewrê hêzên leşkerî û burokratê payebilindin. Yê ku gel dike gumanan, tewrê desthilatdarîya sivîl e. Bi destê wan hinek gav pêşta tê avêtin, cardin bi destê wan şûn de tê girtin. Wisa tê xwya ku, desthiladarîya sîyasî û kadirê wan, ji vê refleksa damezirandina dewletê nikare xwe rizgar bike. Wek kesekî were ber erqa diherike ku ser re gava xwe bavêje û derbasî alîyên di be, lê nikare gavê bavêje. Amadekarîya gavkirina erqê dike û xwe bi wî awayî hîs dike, xwe gij dike, lê hizek derûnî û tirsa dîrokî dibe asteng ji bo gavkirina erqê. An ewê erqê gav ke, an jî, wê di ava erqê de bifetis e.

Ger di hinek mijarên mirovahî de gav nê avêtin, dê sîyaset bê xetimandin.

Wek raya giştî zane, Rektorê Zanîngeha Artûklîya Mêrdînê Prof. Serdar Bedii Omay, ji bo di zanîngeha wan de perwerdeya zimanê Kurdî vekirina Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî destûr ji YÖK’e (Lejneya Perwerdeyîya Bilind) xwastibûn. Ji bo vê projê bi zanîngeha Dohokê re 13 Gulanê 2009 de bi serokatîya rektorê unîversîtê Asmet M. Xalît re peyman jî imze kiribûn. Wekî din di nav welêt de jî yê ku li ser zimanê Kurdî doktora xwe kirine li Unîversîta Artûklî wazîfe dabûn wan û amadekarîya xwe bi şêweyekî zanistî kiribû. Lê mixabin biryara ku ji YÖKê derket, hat wê wateyê ku dewlet ji bo bikarnanîna peyva Kurd, hîn li ser qewlê xwe yê damezirandina komarê ye. Ev zimanê tunebûnê, di qada nivisandinê de û ya fermî de berdewam e. Ev, polîtîkaya dewletê ye. Ji ber ku heta ev xala destpêkê, ev sekûka derûnî nê gavkirin, gavên bi destê desthilatdarîya Tirk de bê avêtin, ji layên Kurdan ve dê tum bi şik were nirxandin. Ev jî, ji bo alîyan, di çareserkirina pirsgirêkan de bawerîyê dişkîn e.

Berî her tiştî, divê dewlet ji vî zimanê tûnebûnê û tundîyê dev berde.

Biryara YÖK’ê, rektorê zanîngeha Artûklî Prof. Omay ji êşand. Seredana wan û hewcedarîya rastîya gel li ser beşek Kurdolojîyê bû. Amadekarîya wan j ili ser beşek wisa bû bingeha vê beşê jî amade bû. Lê, YÖK’ê wek hercar, ji ber ku payva Kurd di nav de tune be û nê bikaranîn, ev daxaza bi navê “ estûtîya zimanên dijîn” bi navkir û biryar bi vî navî derxist. Binerên li ser vê biryarê Prof. Omay çi dibêje “ Xebatê bi zanistî li ser zimanê Kurdî heta salên 1787’a diçe. Li dinyayê bi qasî 30 dewletî wek, beş, enstûtî, navend û kursî dersên Kurdolojî tê dayîn. Di welatê me de, bi peyva Kurdolojî neanîna ziman, di izahata zanistîyê de zahmet e. Şûna Kurdolojî, peyva “ zimanê ku dijîn” bikaranîn dê welatîyen me yên Kurd rencîde bike”Belê ev biryara û gellek biryarê dewletê gelê Kurd rencîde kirî ye û dike.

Bi rastî ev biryara bi vî awayî, wek min li jor bahs kir, biryara damezirandina komara tirk e, ev jî tê vê wateyê ku, gere peyva Kurd tu car nekeve metnekî an biryarek fermî û niviskî.

Kurd û zimanê Kurdî dijî û dê her bijîn.

Xebatên “zimanên ku dijîn” tê vê wateyê ku, hinek ziman demakê li heremekê jîya ye, û yê wî zimanî bikartîne bi hijmara tilyê desta mayîne û qîymeta wî zimanî, ji alîyê civatê de êdi nema ye, wek nirxekî dîrokî ji bo jîyana wî zimanî bi xebatek akademîk bila hîn kes wî zimanî fêrbin, xebat tên kirin. Qey zimanê 40 milyon însanî zimanê ku li ber mirinê ye ku, desthilatdarîya tirk hatîye hîmmetê û dixwaze ziman Kurdî nemire û bijî. Xwelî li serê me Kurda be.

Gava mirov ne bi zanebûn û wek tewrekî dîrokî xwedî li zimanê xwe dernekeve û ziman ji xwre neke bingeha siyaseta netewî, hinekê jî kiryara(muamele) zimanê li ber tunebûnê, ji bo zimanê Kurdî bikin.

Li Başûr, zarok, xort û qîzên Kurd, ji dibistana seretayî heta unîversîtê bi zimanê xwe, zimanê şêrîn zimanê bav û kala perwerde dibe. Sedeqa we bila ji were be. Dîrok êdî ji bo Kurda ketîye erqek lezgîn û di rîya xwe de diherike. Êdi, li dinê, bi peyvên tunebûnê û bi zimanê înkarkirinê tu pirs nayê çareserkirin.

Belê li başûr Kurdistanê, di 15’ê Êlûna 2009’an de 1.250.000 law û qîzên Kurd bi destê 85.000 mamostaya û di 5.000 dibistan de, di bin ala rengîn de û bi Ey Raqîp dest bi sala perwerdeyî ya 2009-2010 kir. Gelo biryara YÖK’e ji bo wan çi îfade dike…!

Mixabin ji alîyê din ve, bi milyonan zarokên Kurd li bakurê Kurdistanê, bê nasname, bê ziman û bê nirxê xwe yê netewî, dê dest bi perwerdeya nîjadperet bike û di 24’e Êlûna 2009 de bi sond û dûrişma “ ez tirkim, rastim, jîrim….” û “çi bextewarîye ku mirov bêje ez tirkim”de wê di holên perwerdeyêkevin. Wê ji nasnama xwe, ji zimanê xwe, ji dîroka xwe dûr di asîmîlasyonek dijwar de derbasbibin. Perwerdaya di bin ala rengîn de, bi nasname û bi zimanê şêrîn wê ji bo wan bimîne bûharek din. YÖK’e biryar daye ku, zimanê Kurdî di nav zimanê dijîn de cîyê xwe girtî ye. Ji Qerara YÖK re el fatîha…

22.09.2009- Amed

Fahri Karakoyunlu

Aşitîya me erzan e, A we bi çî ye gelo?
Aşitî demeke dirêj e di devê me Kurdan de wek benîştê kerengê tê cûyîn.

Em bi aşitîyê radibin, bi aşitîyê radikevin.

Bi aşitîyê dixwin bi aşitîyê vedixwin.

Bi aşitîyê şadibin, bi aşitîyê dilîzin.

Bi aşitîyê zaroka dikin xew, bi aşitîyê radikin ji xew.

Bi aşiytîyê dişînın kolanan, bi aşitîyê dişînin dibistanan.

Bi aşitîyê dişînin hola lîstokan, bi aşitîyê dişînın çalekîyan.

Bi aşitîyê peyvên xwe dixemlînin, bi aşitîyê xwe dipesinîn.

Gelo Kurd bi rastî ev qas gellekî aştîxwaz e. Bi rastî ez nikarim bêjim erê. Gava ku Kurd desthilatdar bû, di nav xwe de û ji bo derdorê xwe bi rastî aştîxwaz bû ye? Ger ev ne polîtîka be, bi ya min realîte dibê je na.

Gelo mirov gava bahsa hinek têgîna dikin, ev têgîn di devê mirovan de di devê ciwatan de di devê berdevkê sazîyan de çima wata xwe diguherîn e. Çima her kes dixwaze li gor fikr, raman û daxwazên xwe vê peyvê bi nav bi ke û wateyekê lê bar bi ke.

Aşitî, bi rastî peyvek bi wate ye. Peyvek pîroz e. Peyvek giranbûha ye. Lê…

Gellek caran bi karanîna vê peyva pîroz, wateya ku kes lê bar di ke gelo wek hev e? Na . Wateya aşitîyê, di pratîka jîyanê de dema pirsgirêkek di mabeyna kesan de an civatan de çê di be tê holê. Wekî din aşitî wek têgîhînek felsefi, etîkî ye. Ev wateya ku alîyan pirsgirêkan li aşîtîyê bardikin çima ne wek hev in? Gellek carî, di mabeyna kesan an civatên layan de wek hev nê fêmkirina wê ji desthilatdarîyê û ji derûnîya serdestîyê tê.

Gava ku dîroka mirovahîyê tê nirxandin, di devê desthilatdaran de pêşkêşkirina peyva aşîtîyê, testlîmîyet an tune bûn e… Gava kesek, civatek serdest be an desthilatdar be, ji bo wana aşitî û aramî qebûlkirina desthilatdarîya wan an jî jîyanek ku çerçova wî, wana xêzkirî be. Dîyarkirina ne razîbûna vê rewşa bê rûmet, divê hebûna hêzên gel û berxwdanak bi rûmet destpêbike.Gava ku ev tune be, di devê desthiladaran de wata aşitîyê, teslîmîyet an tune bûn e.

Em gava di devê kes an civatên bin dest de aşîtîyê dinirxînin, ji bo wan aşitî, her car wek hevî, biratî û aramî ye. Ev derûnîya kes an civatên bindest, an jî ne bi hêz, gelo bi rastî ji aşitîxwazbûna wan ciwata an jî, ji bê hêzbûna wan tê? Bi ya min, ev gotar gellek cara di devê van civatan de derûnîya bê hêzbûnê, bê çaretîyê îfade di ke. Kes an civatek bi hêz ku kari be, gellek tiştan bi ke û nek e, ji bo mirovahîyê û ji bo wekhevîyê aşîtîyê bi dev ke, wê demê di devê desthilatdaran de wata aşitîyê cîhê xwe dibîne.

Gellek carî aşîtî li pê şerekî tê.

Gava şerek di navbeyna keskî an civatekê de dest pê dike, desthilatdarîya wê civatê, ji bo ku civat an gellekî din û hiqûqa wê tune bi ke şer derdixe, li hemper vê êrîşa ne hiqûqî jî, civata bin dest vê êrîşê qebûl na ke û gor hêzên xwe berxwedide. Ev wek tiştekî du alî ye. Gava desthilatdar an yên xwe desthilatdar dibînin, êrîşê ne bin ser û hiqûqa wan civatan binpê nekin, ew civatana wê dinav xwe de sazûmanîyek wekhevî dê rastkin. Gava ku xwe serdest bibîne û bi wê civatê re, nexwaze wek hev bijîn, wê dest bi zilmê bi ke û wê şer di navbeyna wan de derkeve. Ta ku herd û alî têbigihîjin ku, şerê di navbera xwe de bê wate bibînin û şer rawestînin û ji bo li hevhatinê di nav hewildanakê ke ve.

Berê na, lê ji şerê duyemîn yê cîhanê vir de, ne seranserê dinê be jî, ji bo destpêkirina dinyake aşitîyane hewldan çêbûn û sazûmanîyên navnetewî, bi destê yekîtîya milleta ava bûn. Bi damezirandina van sazûmanîyan ve ji, di dema pêvajoya şerê sar de gellek şer û pevçun di navbeyna dewlet û gellan de derket, gellek ne hiqûqî û tadeyî bi ser hinek milletan de hat.Gellek caran ne bi dilên alîyan be jî gellek pirsgirêkên navnetewî an çareser bûn an jî kete rîya çareserîyê. Ji rawestandina şer sar û rûxandina sîstema Sovyet şûn de, ji bo çareserkirina pirsên navnetewî hewldanên sazîyên navnetewî zêde bû ye. Hinek mekanîzmên îroîn yê sazîyên nevnetewî li himper gellek şer û pevçûna digrin. Hinek pirsgirêkên dîrokî dikeve rîya çareserkirinê.

Gelo şerê Kurda û Tirka çî ye? Dê çareserî û aşitî çawa wer e?

Mesela Kurda mesela Kurdistanê ye. Her çiqas wek reel polîtîka, ev daxwaz cî bi cî nê holê û dê nivşê nû vê meselê çawa binirxîn e û têke rîya çareserîyê jî, lê do jî, îro jî û di ayende da jî, ev mesela, mesela milletî ye û welatî ye. Ji ber wî, mesela Kurd ne yek alî bi Tirkan re- di çareserkirina meselê de alîyê herî serek Tirk û polîtîka wan e- bi hinek alyê din re jî ger çareser be. Ev pêvajo her çiqas di nav xwe de gellek proplema di hewîne jî, li başûrê Kurdistanê ketîye rêçek çareserîyê.

Bi ya min, têkilîya Tirk û Kurda tu carî li ser wek hevîyê ne meşîya ye. Ev dîtina min gava ku Kurd bi hawakî otonom bûn jî wisa bû ye. Dibe ku, di çerçeva împaratorîyê de li ser ziman û kesayetîya milletî, wek dema Komara Tirk asîmilasyon û inkarkirin ne xurt bû be, lê mixabin bi destê rêvebirîyê, wek gellekî desthilatdar Tirk, tim serdest bû ye û Kurd jî di bin desthiladdarîya wan de ma ye. Ev rastîya ji bo me Kurdan jî û ji bo Tırkan jî tim bi vî şeklî û derûnîyê dom kirî ye.

Di pêvajoya damezirandina Komara Tirk de û dû re jî, ev pêvendîya, bi şeklekî nû bi sîyasetek netewedewlet berdewam kirî ye. Bi înkarkirin, tunebûnê û bi asimîlasyonek ne mirovahî, fikr û ramanên zarokên Kurd tevlihev kirin û zimanê wan ê dayikî, zimanê wan ê şêrîn cî bi cî tune kirin.

Li himper vê polîtîkaya ne mirovahî û hovana, Kurdan tim gor hêzên xwe reaksîyonek nîşan da û ev pêvajo heta îro hat.

Îro, ger ku dewleta Tırk û ciwata Tırk dê ji dil bahsa aşitîyê bi ke, gere ev şerê qirêj ku bi destê kê û ji bo kîjan berjewendîya tê meşandin bibîne. Dev ji polîtîkaya şahadet û standina tola berde. Ger bahsa rengê xwînê û alê bi ke, bahsa edalaeta Tirk û nedametê bi ke, aşitî di devê wan de tê wata ne bawerîyê û ne samîmîyetîyê.

Gere Tirk li xwe mikur werin ku sebeba vî şerî ne Kurdin. Sebeba vî şerî sîstema desthilatdar a nîjatperest e. Berxedana gelê Kurd, her car ji bo maf û hiqûqa gelê Kurd, bû ye. Ger nedematek an uzrek he be, ev ewilî gere ji alîyê Tirkan de were.

Li alîyên din, Kurd jî zanibin ku aşîtîyek bi rûmet, bi ber gerê, bi daxazên naveroka wan ne dîyar tu carî nayê holê. Ala ku ser û binê wê bi xwîna gelê mazlûm hatibe rêstin nabe ala aşîtîyê. Ala aşîtîyê divê ser û binê xwe spî be wek kevokê aşitîyê.

Gava mirov hazir be ku, bi hezaran kuştîyê cangorîn yên kujerê wan dîyar û tiştê ku sedsala bîstan de bi serê gelê Kurda de hatî ye bi destê desthilatdarîya Tirka bîr bikin, bi van gotarana aşîtîyek bi rûmet nayê holê.

Heta ku alîyê tirk, kaxizek spî pêşkêşî Kurda ne ke û ne bêje “ka hûn li vê kaxizê çi dinivisînın binivisînın” ne aşîtîyek bi rûmet tê avakirin ne jî di devê Kurdan de peyva aşitîyê tê wateyekê.

Belê aşitî peyvek xweş e, peyvek pîroz e, ger ku naveroka vê peyvê tije be. Yên kû pêvajoya aşîtîyê û aramîyê xira kirin e, gere ewilî aşîtîyê ew bi nav bikin û bixwazin. Ger ne wisa be, di devê civata bindest de aşitî, tirsa min bi be derûnîya şikestinê, derûnîya bê çaretîyê.

Bi hivîya aşîtîyek bi rûmet Roja Aşitîyê a Dinê 1 Elûnê pîroz be.

02.09.2009- Amed

Fahri KARAKOYUNLU

Dinê li dinê, gur li bizinê * (Fahri Karakoyunlu)
Di xwezayê de mêzînek hatîye avakirin ku, her tişt du alî ye. Ev dîyalekta, di hebûna her tiştê xwezayî de çi zindî an ne zindî, çi têgîhiştin, di her tiştî de xwe dide nîşan. Hebûn û tunebûn di nav hevda ye. Gava hin tiştek dimire, dihele an tê guhertin, di şûna wan de hinek tiştê din ji nav wan di afirin.

Gava mirov bala xwe dide xwarin û vexarina ajalan, her ajalek bi ya din xwe têr dike, an bi refleksa kuştina wî jîyana xwe didomîn e. Di dîroka mirovahîyê de, di mabeyna ciwatan de jî demek dirêj, pêvajoyek wisa hat jîyan. Hinek desthilatdarîya, domandina desthilatdarîya xwe û hebûna xwe, li ser tunebûna hinek desthilatdarîya û gelan dîtin. Minakên wiha di dîroka mirowahîyê de pirrin. Di sedsala 20 an de bi navê faşîzmê gelê dinê gellek eş û elem kişand. Her çıkas îro, êdî li pişiya gellek bûyeran hatibe girtin jî, hîn li ruyê dinê gellek bûyerên li dijî mirovahîyê di qewimin he ne. Di rêça wekhevî û aşitîyê de dîroka mirovahîyê hîn rêkek dirêj li ber xwe he ye.

Gava ku iro mirov li dinê dinere, bi gellek proplema be jî; dinê, berbi demokrasîyê, aşîtîyê ve diçe. Wekhevîtî û jîyanek bi rûmet û aram, desthilatdarîyek adîl, nirxên mafê mirova şîyarê gelê dine ye. Nirxên mafê mirovan, bi teybetî ji Awropa bigre heta Emerîka û li gellek deverê dinê bi cî dibe. Lewra mirovahîyê ji destê dîktotarîyê, ji destê olîgarşîyê û ji destê faşîzmê gellek êş û elem, gellek azar, koçberî û neçarî kişandî ye.

Gelo Sîstema ku Tirka ava kirî ye, çima nakeve pêvajoyek wisa?

Dibe ku, ciwatek an sîstemek hinek fikar û ramanan ji bo xwe xetere bibîne. Di be ji bo ewlehîya xwe hinek tedbîran bistîne, hinek sazîya ava bike. Lê wisa tê xweya ku, di pêvajoya sîstema dinê ya îroyîn de, tu polîtîka dewletekê nema ye ku hebûna xwe li ser tunebûna gellekî bibîne.

Her çikas di dema Osmanî de Kurd ne biserê xwe bûn jî, ji alîyê hebûna wan a etnîsî û çandî, zordarîk û pişaftinek sîstematîk tune bû. Li mixabin 1923 an şûnde bi pejirandina peymana Lozanê pêvajoya tunebûn û îmhayê destpêkir û gelê Kurd li welatê xwe rûbirûyî bê nasname, bê nav, bê cîh û war hate hîştin. Kurdistan seranser bû qada şer û heta 1940 an cîhê ku xwîn li nahate rijandin li Kurdıstanê nema.

Komara Tirk, li ser ernîgarîya ji Osmanî jê re mabû hatibû damezirandin. Yên ku Komar damezirandibûn dewşirmên leşgergeha Osmanî bûn. Burokratên sivîl jî,ji vê kevneşopîya leşkerî dihatin. Ji bo proja komarê armanc û bername kifş bû. Netewek, yek ziman û yek ol; ew jî, etnîsîya Tirk û ola İslamê mezheba Sune bû. Yên ku, li ber vê bernamê û armancê astengîyê derxe, gere bi awayekî ji holê bê rakirin. Ji ber wî, yê kû ne ji ola îslamê bû, bi navê “ciguhertinê”, “mubadelê” û bi wek taktîkê “ baca hebûnê” wek “bûyerê 6- 7 ê elûnê” û bi hinek provakasyonan, kêmnetewên ne Misliman qedandin û yê mayî jî nema xetere bû ji bo proja Cûmhîrîyetê.

Ji ber ku Kurd bi pirani ciwatek mislıman bû, kadroyê cumhûrîyetê ji bo polîtîka wê demê ev teybetmendîya gelê Kurd ji xwe re kir taktîk û bi karanî. Gava ku, gelê Kurd daxazîya xwe ya netewî anî ziman, wê demê ya ji Kurda re rewa hate dîtin, ya serî danîn û pişaftinê qebûl kirin, an jî zilm,esaret û koçberî…

Belê çîroka me ya îro û ya pêş me jî ev e. De werin di bin çerçowa do û îro de û di pêşeroja me de em li çîroka gur û bizinê binêrin.

Gurê me, ge di postê berxikê de û ge di ê gurde xwe digevizîne îro. Her çikas li pê şerê Cihanê ya yekem de, xwe bi komarek netewî rizgar kirin jî, çavê wan tim li desthilatdarîya borî bû. Ji ber vî, di bin derûnîya kadirên wan de, her tim komarek mezin he bû. Li gor wan, derdora wan û ciranên wan tevayî dijminê wanê dîrokî bû. Lê ne dixwastin ku fêrbin, ka bi gotina wan “dijminatîya” van gelan, ji ku dahat. Wek ku ne ew bûn li ser hespên bûcirk û kurmik hatibûn û li ser van gelan desthilatdarî kiribûn. Ne ew bûn ku, bi navê feteret û fetha, gelên ku li ser erdnîgarîya xwe, li ser av û erdê xwe dijîyan dagır kiribûn. Gurê me, de di şerê duyem yê cihanê de bi sîyaseta gur û rovî xwe roja dawîyê tevî cepha demokratxwaza kir û ji ber têkçûyînê rizgar bû. Li pê wî, xwe kir nav sazîyê rojava, demokrat û aştîxwaz. Gurê me dizanî bû ku bi postê berxika wê gellek kar û barê xwe bidomîn e. Ji bo wî, di heman deman de xwe hispartin hêzên desthilatdar û ji vî karî re jî gotin serkeftin û jîrbûna karê dîplomasîya Tirk.

Serkeftina dîplomasîya wan êdî wek berê ne hêsa ye.

Berî her tiştî bingeh û serkeftina dîplomasîya wan, bi navê sayişa ewlehî dijminatya gelên cîranê xwe û li ser tunebûna gelê Kurd çi yê navxwe û çi yê devreyî xwe ye. Wan, li dij bernama xwe ya netewî astenga herî sereke her gav pirsa Kurd û Kurdistanê dîtin e. Wek tê zanîn, pirsa kêmnetewên nav xwe li ber çavê cîhana rojava, bi navê berjewendîyên dewletan û bi navê dîplomasîyê çawa wek armancên xwe çareser kirin, belengaz û bêxwedîyê wek Kurda ji bo wan ne pêwist bû. Şîv xwaribûn, dora paşşîvê bû. Êdî ji bo gelê Kurd destberdayîbûn.

Di nav xwe de bi înkar û asîmîlasyonê bi zilm û zorê heta îro ev rewşa anî. Lê tiştê ku wan ne di hesibandin li dinê û li Kurdistanê qewimî. Dinya du alî û sîstema Sovyetê rûxya. endamên Yekîtîya Awropa, tevli dewletên nû gîha hijmara 27’ an. Sazîyê navnetewî û mafê mirovan xurt bûn. Êdî pirsgirêkên nav dewleta, dibe pirsgirêkên navnetewî û dinê têkildar di be. Kes bi navê pirsa navxweyî nikare pirsgirêkên xwe bi serê xwe ava bi ke.

Îro, rewşa ku ji alîyê aborî heta ewleyê û sîyasî, li ser asta dinê bi cî dibe, tu sîtemek nekare xwe jê cûda bi ke. Êdî, tu dewlet û ciwat nema ye ku, hebûna xwe ya sîyasî û ciwakî li ser tunebûna bi milyonan gellekî bibîn e. Tu dewlet nîne ku, dîpomasîya xwe ya navdewleti, li ser dijmanatîya cîran ava bike. Gelo çima polîtîkaya dewleta Tirk li ber ve rewşê nig dide berxwe?Ev çi polîtîka ye? Di zanîsta dîplomasî û sîyaseta hevdemîn de êdî rêç û rêbazen wisa qey ma ne? Wek tê zanîn, gel bi gelan re di rekabetek û danû standinek ji bo wekhevîyê û bi hev re jîyanê de ye; dewleta Tirk û paradîgma wan a fermî jî, dev ji dinê û pêşveçûna mirovahîyê berda ye, wek gur û bizinê bi gelê mazlûm, gelê Kurd de ketîye.

Bûyerên 30 salên dawîyê û bi teybetî pêvajoya Ergenekonê rûyê sîstemê berbiçav dike.

Di hundir de şerekî qirêj hate meşandin, li ser tunebûna gelê Kurd û ji bo desthilatdarîya kesên wek brokratên sivîl û leşkerên payebilind, xwîna bi hezaran xortê Turk û Kurd hate rijandin. Bi milyar dolaran pere yê ji bo karguzarîyê bê xerçkirin, di vî şerî de bû berdêla xwîna gelê Kurd û Tirk.

Bi hezaran gund, mezra hate wêrankirin, şewitandin, ruxandin. Bi milyonan hemwelatî ji cîyê bav û kalê xwe, ji nirx û kevneşopîya xwe hatine bi dûrxistin. Cîhê lê bi cî û war bûn- çi li heremê çi li metrepolin Tirkyê- ji bo wan bûne dojeha li vê dinê. Wana bi xwe bextewarîyek, jîyanek xweş nedîtin. Tenê ne ji bo Kurdan ji bo gelê Tirk ji, jîyanek bextewar, jîyanek bi rûmet pirr dîtin. Ji ber xatirê Kurda, gelê Tirk ji ji gellek tiştên li rûyê dinê, bê par hîştin. Ji ber wî di nav xwe de ji, sîstemek bi rûmet ava nekirin.. Desthilatdarîya brokratên leşker û medenî (wek brokratên dadgehên bilind, brokratên wezaretan, zankoyan û ragihandinê) li ser gel rêvebirîyek olîgarşîk ava kir. Ji damezirandina komarê vir de, ji bo domandina desthiladdarîya xwe li ser gel her rêç û rêbazên ne yasayî, ne hukûkî, ne mirovahî dane meşandin. Ev pêvajoya îro di lêpirsîna bi navê Ergenekonê de didome – hîn rewş ne kivş e ku pêşeroja Tirkîyê wek dewletek sivîl û demokratîk be an na – bo xatirê pirsa Kurd cî bi cî dikeve ber erîşa sîstemê û desthilatdarên sîstemê bi her pergalên xwe berxwedide.

Gava mirov mala xwe ji camê ava bi ke, wê demê mirov nikare ji hinekare bêje kevira navêje mala min…

Her çikas gotinê mirov xweş be, aştîxwaz be, rûken be, demokrat bê xwîya kirin jî, kirina (pratîk) mirovan dibe neynika mirov. Wek ku tê gotin “ ne li gotinan, li kirinan binêr e”. Tirkîye, bi navê mafên mirova, bi navê heqê olî û netewî, ji bo Tirkû Mislımanên devreyî Tırkîyê mane dibaxre. Li ser sazîyên navdewletî, sazîyên mafên mirovan dixwaze bandorekê çêbike.Gellek caran di van gotinên xwe da, ji bo gelên Tirk an Misliman ne ji dilin. Bes ji bo polîtîka navxwe di ke navgîn û ji bo polîtîka hundir bikartîne. Ev polîtîkaya wan a ne ji dil, gellek caran zirarê di de wan gellan. Ji ber ku ew gelê Misliman an bi koka xwe Tirkin yên bi hinek gelên din re bi sedsalanin dijîn, bi polîtîka Tirkîyê dikevin nav dijminatîyan û aramîya wan ciwatan li hev dikevin.

Pêvajo û lêpirsîana Ergenekonê, hinek karên qirêj ê devre, yê bi destê dewleta kûr hatine avakirin derxist holê. Ev karê li dij gelan, li hev xistina van ciwatan, ji bo sîstema Tirk wek kevneşopîyek dîplomasîyê berdewam kirî ye û dixwaze bi ke.

Ev dîplomasîya li dij Kurda – ya hebûn û tunebûnê- bi her awayî li kîjan devera dinê be bila bi be, her berdewam e. Bi teybetî, ji bo destkeftinê Kurdistana Federe ya Iraqê bi her rêç û rêbazê li ser kar e. Ji ber ku hinek tişta nikare bi de sekinandin, hêzên ku di destê wan de heyî, heta dawîyê bi kartîne. Gor hûkûka navnetewî, Iraq dewletek ji alîyê navnetewî de, tê nasandin. Sistema ku li nav xwe avakirine- wek dewletek federal- ji tê nasandin. Belê çima dîplomasîya Tirk li ber rewşek wisa hukûkî, ahlakî berxwedide? Çima kesê ku terorîst tê nasandin wek serokê şia yê radîkal Mûkteda El Sadr, bi derfetê dewletê tîne Tirkîyê û bi astek herî bilind- wek serokwezîr û serokkomar – dide pêşwazîkirin.

Li alîkî ji bo Turkmenîstana Rojhilat -ya ku bi salane bi zimanê xwe perwerde, bi ola xwe ayîn bi revebirya xwe mûxtarin – dinê radikin ser pîya, lê ji bo Kurda, wek gur û bizinê tunebûnê ji xwe re di ke kar. Belê bi rastî li kîderê neheqîyek, zordarîyek hebe li dij derketin wek karekî pîroz e, lê ne dirûtîya wek dîplomasîya Tirk.

Ger ku ji dil bahsa heq û hukûka gelên bindest û belengaz dikin, çima ji bo Kurdistana Federe ya Iraqê, her roj astengîya derdixin? Çima, nahêlin bi aramî û serbestî bi îrada gel meclîsek ava be, gel serokê xwe bibjêre, zagona xwe ya bingehîn bibe referandûmê? Çima ji bo van xebatên demokratîk, bi desthilatdarîya navendî ya Iraqê re dikevin hinek danûstandinê ne dîyar. Çima zixt û zordarîya aborî, dîplomatîk dide ser desthiladarîya Kurd û li wan didin gefan? Çima di dema dîktatorîya Saddam de qet bahsa heqê Tirkmena nedikirin lê îro ji bo Kurd bi sernekevin û Kerkûk bi ser Kurdistana Federe ve nêgirêdan çi ji dest wan tê dikin?

Dema Gur û bizinê çû…!

Birên me yê Tirk, bila êdî vîya baş zanibin ku, Kurd ne kurdên berê ne. Dinya jî ne dinya berê ye. Kurd li her çar perçeyê welatê xwe di nav hewildanek netewi da ne. Ji bo mafê xwe yê rewa di nav tevgeran de ne. Dengê wan êdî digîje dinê. Ji bo wan jî gellek derfet çêbûne.Bi milyonan Kurd, êdî vîna xwe ya netewî bi her rêç û rêbazan tîne ziman. Nûnerê wan, dîplomatên wan he ne. Di cepha demokratxwazan de cî girtin e. Rûyê xwe berbî nirxên hevdemî, nirxên mafê mirovan ve kirin e. Dost û hevalbendê wan jî hen e. Ji alîyê sîyasî, jeopolîtîk û ji nirxên ser erd û bin erdên xwe hayîdarin. Ew jî dixwazin wek gelê dinê êdî ji bo pêşeroja xwe xwedî biryar bin.

Her çiqas deshilatdarîya Tirk ji bo nasnekirinê berxwe bi de jî, dewletek Kurda ya federe he ye. Meclîsa wan, serokê wan, serokwezîr û wezîrên wan he ne. Vîna gel a ji bo azadî û serxwebûnê he ye. Ji bo azadî û serxwebûnê peşmergên canfîda hene. Serokê wan ê dibê “Ku hezar sal jî derbas be em dev ji Kekûkê bernadin” he ye.

Banga min ev e, werin dev ji gurbûnê berdin. Dem ne dema gur û bizinê ye, lewra, ji we mestir gur he ne û Kurd jî êdî ne bizinin. 17.07.2009- Amed

* Gotinek pêşîya ya Kurda

Fahri KARAKOYUNLU

Bir Miladı Yaşamak. (Fahri Karakoyunlu)
“Bir miladın altına imza atan Kürd yönetimini büyük bir minnetle kutluyorum. Irak Petrolü tüm Iraklılarındır. Bağdat yönetimi görecektir ki, Kürdler herkesten daha adil olacaktır.” ( Mesut Barzani, 01.06.2009 – Hewlêr)

Yüz binlerce Kürd evladının kanı pahasına yaşanılan, henüz uzun ve sabırlı bir mücadeleyi ve o oranda tarihi bir sorumluluğu gerektiren bu günde, bölgenin ve dünyanın ekonomik, siyasi diplomatları önünde çok modern ve diplomatik olarak tasarlanmış bir ortamda tarihi bir gün yaşanıyor.

Lozan’da, parlak zekalı diplomatların, diplomasi dehlizlerinin karanlık labirentlerinde hararetle tartıştıkları ve üzerinde Kürd halkının ülkesinin ve siyasal iradesinin parçalandığı bir sonuca varmış olmanın huzuru ile 24 Temmuz 1923 te çıktıkları genel kurul salonundan; Kürdistan petrolünün, Kürd halkının önderleri tarafından söz konusu anlaşmanın tarafları olan ülkelere akıtıldığı tarihi güne, yani 1 Haziran 2009 a gelindi.

Mam Celal’ın biraz yorgun ama yıllar sonra da olsa yaşanılan o mutlu adımlarını, Kek Mesut’un vakur ve tekmili yürüyüşü izliyor. Onurlu, direngen ve fedakar bir halkın temsilcileri; tüm dünyaya, sabrın ve fedakarlığın yarattığı bir noktada, daha uzun bir yürüyüşün başlangıcındaki heyecan ve umut dolu bir duruşu sergiliyorlar.

Enerji sorunu tüm yakıcılığıyla güncelliğini koruyor.

Musul-Kerkük Sorunu; emperyal ve egemen güçler için her zaman petrol ve enerji kaynaklarının denetim altına alınması sorunu, Kürdler için de siyasal ve ekonomik geleceklerini belirleme mücadelesi olarak tarih sahnesinde yerini almıştır. Kürd halkının yüzyıllık mücadele tarihi, farklı örgütlenme ve taleplere rağmen, temel olarak kendi siyasal ve ekonomik geleceklerini belirleme mücadelesi olarak bu günlere gelmiştir.

Kerkük bağlamında petrol ve enerji rezervlerine baktığımızda, Kürdistan Federe Bölgesi’nin şu andaki sınırları içerisinde 40-45 milyar varil petrol rezervinden, 100-200 trilyon metreküp doğal gaz rezervinden söz edilmektedir. Şu anda Dihoka bağlı Tawke ve Süleymaniye’ye bağlı Taqtaq sahalarında Kerkük Ceyhan Boru hattına 100 bin varil, bağımsız bir boru hattının inşası halinde günde 1 milyon varil petrol akışı sağlanabilecektir.

115 milyar varille dünyada 3. petrol rezervine sahip ülkesi olan Irak’ın petrolünün 1/3 den fazlasının Kürdistan’da olduğu düşünüldüğünde, Kürd halkının siyasal iradesi’nin bu devasa enerji kaynaklarına sahip olmasının, başta Türkiye olmak üzere bölge devletlerini neden bu kadar tedirgin ettiği daha net anlaşılacaktır.

Kürdistan özgürleşmesinin ayrılmaz bir parçası, tarihsel başkenti olarak kabul görmüş ve algılanmış olan Kerkük konusunda Kürdler, siyasi ve diplomatik olarak yeterli düzeyde etkili olabilmişler midir?

Her ne kadar bir bütün olarak Kürdistan’ın siyasal ve ekonomik konumu, bu gün için istenilen bir durum değilse de Güneydeki Kürd kazanımları, mevcut verili durum karşısında yabana atılacak, elin tersiyle itilecek bir durum da değildir. Başta Türk siyasal sistemi olmak üzere, sorunu zamana yaymak suretiyle, zaman içerisinde gücün, despotizmin ve devletlerarası çıkarların kurbanı yaparak çözme anlayışında olan egemen bölge devletlerinin talepleri yanında; enerjiye olan bağımlılık, kaynakların güvenli bir ortamda dünya pazarına sunulması, bunun sonucu olarak da daha güvenli ve çatışmasız bir ortama duyulan gereksinme, ABD ve AB ülkelerinin bu dar bölgesel bakış açısına fazla rağbet görmemesi, Kürdler’in bu denklemin dışında tutulmasını imkansız hale gelmektedir. Bu nedenledir ki, petrol ve enerji kaynakları bağlamında Kürdler’i ciddiye almak ve Kürdistan sorununu çözmek bu ülkeler açısından kaçınılmaz olacaktır.

Çünkü, batılı ülkelerin petrol ve doğal gaza olan bağımlılıkları, Türkiye’nin bu kaynakların aktarılmasında geçiş noktası olması, Batı dünyası açısından, Rusya ve etki alanında bulunan enerji kaynaklarına bağımlılığın gelecek açısından riskler taşıması, bu devasa enerji kaynaklarını Batıya ulaştırmada izlenecek yolun Türkiye üzerinden olması, kuşkusuz Türkiye’yi bu stratejik alanda önemli bir aktör haline getirmektedir. Nabucco Projesi’ne Kürdistan doğal gazının dahil edilmesi ve bu proje çerçevesinde Kürdistan’daki doğal gaz rezervlerinin, Türkiye üzerinden dünya pazarına açma isteği, Türkiye’nin yanında Kürdistan’ın da asgari bir güvenlikli ortamın kavuşmasını zorunlu kılmaktadır.

Ancak, bu verili durum, henüz Kürdler açısından net, geriye gidilmez bir durum da değildir bu nedenle çözümün pek kolay olmayacağı da bilinmelidir. Kerkük ve Kürdistan’ın sınırları dışında tutulmuş yerleşim yerlerinin geleceklerinin Irak Anayasası’nın 140. maddesi gereğince belirlenmesi yönünde yapılacak referandumun, 2007 yılı sonu itibariyle dolduğu, ertelemelerle birlikte, 5 yıl daha erteleme yönünde Birleşmiş Milletler Genel Sekreteri Özel Temsilcisi Steffan de Mistura’nın raporu, yeni bir tartışmanın ve haklı olarak Kürd tarafında yeni bir endişenin doğmasına neden olmuştur. Bu verili durum karşısında,Kürdler’in de konuyla ilgili referansları kendi tarihleri ve deneyimleri olmak zorundadır.

1919 yıllarında Şeyh Mahmut Berzenci hareketiyle başlayan Kerkük’ün Kürdistan toprağı olduğu konusundaki tarihsel tutum ve duruş, Mustafa Barzani’nin Kerkük’ün Kürdistan’ın kalbi olduğu, Kerküksüz bir Kürdistan’ın düşünülmeyeceği siyasal hedefi, Kürd halkının bilincine taşınmış, bu meşru ve tarihsel siyasi hedef, 11 Mart 1970 Özerklik Anlaşması’nın 6.maddesinde kendisini ifade etmiştir. Irak Baas yönetimi tarafından 1974 yılına kadar tanınan sürede yapılanlar ise tam aksi yönde olmuştur. Kerkük’ün demografik yapısına müdahale edilmiş, Kerkük’e Araplar yerleştirilmiş, bağlı ilçeler Kerkük’ten koparılarak idari yönden de değişikliklere gidilmiştir. Bilindiği gibi, bu tarihten sonra, Kerkük’ten ödün verilmesi istenilmiş, ancak bu konuda ödün verilmediği için de çatışmalar yeniden başlamıştır. Ne yazık ki, 11 Mart 1975 Cezair Anlaşması ile tarafların Petrol ve enerji kaynakları üzerinde anlaşmaya varmaları sonucu, Kürd Ulusal hareketi tarihi bir yenilgiye uğratılmıştır.

Türkmen, Arap, Aşuri, Keldani ve Ermeniler’in de yönetime katılacağı demokratik bir kent yönetimi yanında, Kerkük’ün Kürdistan’ın bir parçası olduğu realitesi, hiçbir güç tarafından değiştirilemez.

Kürdistan’da 1991 sürecinden sonra ortaya çıkan fiili durum ile 2003 yılından ABD’nin Irak’a müdahalesi ile ortaya çıkan uluslar arası durumdan sonra, 2005 tarihinde kabul edilen Irak Anayasasına bağlı olarak ortaya çıkan iç hukuk gereği, Irak’ta federal bir siyasal yapı ile Kürdistan Federe Devleti’nin varlığı kabul edilmiştir. Kürdistan Federe Yönetimi ile merkezi hükümet arasındaki sorunlar- ki bu sorunların başında petrol yasası, federe bölgede mevcut kuyuların dışında yeni çıkarılacak petrol kuyularının varlığı, bu konuda uluslar arası şirketlerle Federe Kürdistan Bölge Yönetimi’nin yapacağı anlaşmaların geçerliliği, elde edilen petrol gelirlerinin kullanımı, merkezi hükümetin güvenlik güçlerinin Kürdistan Bölgesindeki durumu, referandum gibi- Irak Anayasası çerçevesinde çözüm beklenmektedir.

Sorunların çözümü için öngörülen mekanizmalar neden işletilmemektedir?

Bilindiği gibi Kürd önderleri, tüm mülakat ve demeçlerinde, sorunların, mevcut Irak Anayasası bağlamında çözmeye taraf olduklarını ve bu konularda çıkacak sonuçlara saygı duyacaklarını ifade etmektedirler. Peki, sorunların, anayasada belirlenen biçimde ve sürede çözümüne yanaşmayanlar kimlerdir? Bu gün Türkiye’nin tezi olarak dayatılan ve Kerkük’ün özel bir statü ile idare edilmesi gerektiğini Kürd halkına dayatanlar; tüm olanaksızlıklar ve yetersizliklere rağmen kendilerine dayatılan bu teklifi 1974 yılında reddeden Kürdler’in, iç hukukla belgelenmiş ve uluslar arası alanda kabul görmüş meşru haklarından bu gün çok daha güçlü iken vazgeçmeyeceklerini, böylesi haksız ve etik dışı bir dayatmayı kabul etmeyeceklerini bilmiyorlar mı?

Mesut Barzani, tüm mülakatlarında ve demeçlerinde, Kerkük’ün kesinlikle Kürdistan’ın bir parçası olduğunu, ancak Kerkük’ün kimliğinin özellikle orada yaşayan halklara saygı duyularak belirleneceğini ifade etmiştir. Keza, referandumun sonucu ne olursa olsun kabul edeceklerini belirterek de kendisine ve demokrasiye olan güvenini vurgulamaktan çekinmemiştir.( El Cezire Televizyonu’na verdiği son mülakat)

Yine, Neçirvan Barzani, 16.02.2009 tarihli demecinde, Kerkük sorununun Irak Anayasası’nın öngördüğü biçimde sonuçlanmaması halinde, Kürd ve Arap çatışmasının kaçınılmaz olacağını söylemesi, yaşanılan tarihsel olguların sonucudur.

Keza, Celal Talabani 03.05 2009 tarihinde PDK ve YNK politbüro toplantısından sonra “Irak Anayasası’nın 140. maddesini hiç kimse ihlal edemez ve bu madde başka hiçbir durumla, alternatifle de değiştirilemez” ifadesi, yeterli tarihsel ve kararlı bir duruş değil midir?

Bütün bu tarihi ve hukuki verili duruma rağmen, kimler, neden ayak diretiyorlar?

1- Anadolu’da Osmanlı bakiyesi üzerinde bir devlet- ulus yaratma projesi peşinde olan Kemalistler, 1917 Ekim Devrimi sürecinden sonra oraya çıkan uluslar arası durumu da iyi kullanarak, İngiliz diplomasisiyle anlaşmak suretiyle, Sevr’le ortaya çıkan aleyhte durumu Lozan’da bertaraf etmesini başarmışlarsa da Misak-ı Milli’den ödün vermek zorunda kalarak,Irak’taki petrol rezervlerinin İngiliz himayesinde kalmasına engel olamamışlardır.

Türk siyasal anlayışı, her zaman olduğu gibi, özellikle 1991 tarihinden sonra ortaya çıkan durum karşısında, Kürdistan’da yaşayan Türkmenlerin haklarını savunuyor gibi yaparak, 2005 tarihinde halk oylaması ile kabul edilmiş Irak Anayasası’nda belirlenmiş temel bir hukuk kuralı olan ve Kürdler ile Irak merkezi hükümeti arasındaki temel sorunların çözümünü sağlayacak Anayasa’nın 140. maddesinin uygulanmasına karşı çıkmışlardır. Bunun için de devlet olmanın sözde tüm “diplomatik incelikleri” ile kaba – saldırgan her türlü yöntemi, uluslar arası hukuk argümanlarını da kullanmak suretiyle gerçekleştirmeye çalışmaktan da geri durmamışlardır.

Uluslar arası diplomasinin ve Türkiye’nin de tanıdığı Irak Federal Devleti içerisinde, kendi anayasalarıyla kabul edilen ve uluslar arası bir hukuk süjesi olan Federe Kürdistan Bölgesel Yönetimini, Kürd halkının meşru seçilmiş önderlerini, tanımama konusunda, tarihi refleksleriyle hareket etmektedirler. Ekonomik, askeri, siyasi ve diplomatik baskı araçlarını kullanarak, birçok gayri meşru faaliyetin arkasında olmaktan çekinmedikleri gibi, Saddam’ın iktidarda olduğu dönemde, Kürd halkı ile beraber birçok acıyı çeken, yok edilen, göçtürülen Türkmen halkının haklarından söz etmezken, Kürdistan Bölgesel Yönetiminin sağladığı tüm demokratik haklardan yararlanan Türkmen halkını, bir ülkenin içişlerine müdahale ederek, komşuluk hukukuna uymayan bir biçimde kışkırtmaktan geri durmamaktadırlar.

Amerika güçleri tarafından aranan ve hakkında idam karar verilmiş bulunan Mukteda El Sadr’ın, bizzat Türkiye devletinin imkanlarıyla Türkiye’ye getirtilerek başbakan ve cumhurbaşkanı tarafından en üst düzeyde kabul edilmesi sağlanırken; başbakan R. Tayyip Erdoğan, yıllarını parlamentoda milletvekili olarak geçirmiş bulunan ve halkın oylarıyla TBMM’de bulunan DTP lideri Ahmet Türk’ün elini sıkmamayı, diyalog yolunu açmamayı bir marifet saymaktadır.

Mukteda El Sadr’ın beyanlarıyla, bu ziyaretin amacı açıkça ortaya çıkmıştır. Sadr’ın, Kerkük sorununun Türkiye’nin istediği biçimde çözüm bulacağını ifade etmesi, Kerkük Kent Meclisindeki bileşenlerin Kürd, Türkmen ve Arap olmak üzere %33 gibi temsilde eşitlik, Meclis başkanının Türkmen olması yönündeki karar, Irak merkezi hükümetinin kentin güvenliğine ilişkin aldığı kararlarlar ve uygulama, referandumun 5 yıl ertelenmesi yönündeki raporlar ve diğer gelişmeler, Türk devletinin, Kürdistan sorununda, tarihsel refleksinden kurtulmadığını, dünyanın geldiği yeni durumu algılamakta ve kabul etmekte ayak direttiğini ve direteceğini göstermektedir.

2- Denilebilir ki Kürd siyasal önderliğinin, gerek 2003 süreci ile gerekse 2005’te kabul edilen Irak Anayasası sürecinde merkezi hükümette yer alması, çok parçalı ve çatışmalı Arap siyasal yapısına, Irak’ın bütünlüğüne ciddi ve samimi katkılar sunmuştur. Anayasanın, Irak halkının %80i aşan bir referandumla kabul görmesi Kürdler’in bu demokratik sürece katkılarıyla mümkün olabilmiştir.

Peki, tüm bu fedakar ve samimi yaklaşımlara karşılık, Arap egemen siyasal anlayışının tutumu ne olmuştur? Her zaman olduğun gibi, kabul edilen tüm hukuki ve meşru Kürd hakları, merkezi hükümetlerin güçlenmesiyle, mümkün olduğunca asgari bir noktaya çekilmeye çalışılmıştır. Allawi, Caferi ve Maliki hükümetleri, sorunların çözümünde Kürdler’le işbirliği diyalog yerine, başta Türkiye olmak üzere, İran ve Suriye ile ikili angajmanlara, ABD ve AB ülkelerini, Arap- İslam dünyasıyla ekonomik ve siyasi çıkarlarla etkilemeye çalışmaktan geri durmamışlardır.

Her ne kadar bu gün yapılan petrol anlaşmaları ve sevki işlemleri, Irak Anayasası’na uygun yapılmış olsa da, Henüz merkezi hükümetle petrol gelirlerinin dağılımı, bütçe ve Peşmerge güçlerinin konumu konusunda anlaşmazlıklar içerisinde bulunan merkezi hükümet ve egemen anlayış, bu tarihi kararı henüz içine sindirilemediğini göstermiştir.

Merkezi Irak hükümetinin Kerkük’ün yönetimi ve güvenliğiyle ilgili son tutumu, Kürdler’i bölme yönündeki bilinen tarihi ve ilkel oyunları- Feyli ve Şebek Kürdleri’nin Kürd olmadıkları yönündeki tutumları, Êzidî Kürdleri’ne yönelik, Musul çevresindeki katliam ve göçtürme faaliyetleri- hep bu tarihsel tutumlarının sonucudur. Bu nedenle Kürdler, çok ince bir zemin üzerinden, ama; ustalıkla geçmeleri gerektiğini unutmamalıdırlar.

3- Yine tarihsel süreç değerlendirildiğinde, Birleşmiş Milletler sistemi içerisinde başta ABD olmak üzere kimi devletlerin dünya siyasetinde ve ekonomik döngüsünde egemen oldukları, bu güçlerin bu konumları nedeniyle kendi çıkarlarını önemseyeceklerini kabul etmek gerekir.

Özellikle Türkiye’nin etkisi ve dayatmalarıyla ortaya çıkan durum karşısında, ABD’nin, referandum konusunda gerektiği kadar ağırlığını koymaması, bunun Mesut Barzani ve Kürd liderler tarafından da ifade ediliyor olması, beraberinde bazı kaygıları da getirmektedir. Kürd tarihinin deneyimleri referans olarak kullanılmalı, Kerkük’ün Kürdistan’a ait olduğu stratejisinden asla taviz verilmemelidir. Kürdler’i azınlığa indirgemeye çalışan mantık ve çözüm anlayışları, şiddetle reddedilmelidir.

Referandumun 5 yıl ertelenmesi yönündeki söylemin, ABD’nin politikalarından bağımsız olduğu biçiminde bir anlayışa kapılmamak gerekirken, özellikle enerji kaynaklarının Batı pazarına akıtılması temel stratejisinde Kürdistan’ın ve Kürdler’in rolünün hiç kimse tarafından yadsınmayacak bir durumda olduğu da unutmamalıdır. Kürd siyasal önderlikleri bu tarihi süreci ve Kürdler’in konumunu bir bütün halinde doğru okuyup, doğru siyasal stratejiler geliştirmeleri gerekirken, kimsenin de Kürdler’in sabrını, samimiyetini ve gücünü ölçmeye çalışmaması gerektiğini düşünüyorum.

Başkasından adalet bekleyenler öncellikle kendileri adil olmalıdırlar.

Kürdler yüzyıllardır adaleti hep başkalarından beklediler, şu anda, kendileri için de olsa, adaleti gerçekleştirecek kimi olanaklara sahiptirler. Bu nedenle Mesut Barzani’nin dediği gibi, Kürdlerin herkesten adil olduğunu, sadece Bağdat yönetimi değil, tüm dünya görecektir.

07.06.2009 – Amed

Fahri KARAKOYUNLU

Ji Kûraya Dilê Min Nameyek…
Ez dixazim, qala min tu çava naskirî bikim, dû re emê bi hev re pê jîyana te ya bi rûmet, serfiraz û mînak ke ve.

Sal 1975. Em li Înstîtûya Perwerdeyî ya Amedê dixwînin. Belê, ne wek formekî sîyasî be jî, welatparêzîyek xwezayî bi min re he ye. Rojek payizê ye. Li navça Amedê Farqînê mîtîngek dahate avakirin. Em ji wek gellek kesî û xendevan amadeyî mîtîgê dibûn. Em, ji Amedê, wek hevalên xwendavan û welatparêz bi hev re bi rê ketibûn. Min, Farqîn nuh didît. Gava em ketin nav Farqînê Farqîn di nav şinayekê de, bajarokekî bi çûk, lê pakij. Tama dîrokê, kurdperwerîyê jê tê. Hinek kesa em pêşwazî kirin, lê min kes nas ne dikir. Em daketin nav navenda bajêr, di nav dikkanan de meydanek bi çûk û şêrîn. İro wek xwnekê tê bîra min. Der dora meydanê cûr be cûr dikkan. Dikkandar di jîyana rojane de, tu rewşek awarte nî ne. Gel li kar û barê xwe, ciwan di nav çalekîyeke normal de. Wê rojê, ez nizanim ku, yê diaxifin kî ne. Di dema axaftinan de tê xwyakirin ku hinek cûdatî di nav me de he ye. Ez zêde tu watayê nadim van gengeşîya. Du sê heb dirûşm( slogan) bala min dikşîne. Yek jê “ Bijî Leyla” “ Yan Kurdistan yan Neman” yek ji jê “ Bijî Şivan”. Ewilî ez di avitina sloganan de tu ferqayekê hîs nakim. Ez sologanan tevayî davêjim. Lê dû re min ferq kir ku hinek havalên min slogana “Biji Leyla” navêjin. Ji wana hinek, hevalên em bi hev re, ji Amedê hatibûn ji di nav de ne. Lê dîsa jî, ev tewrê guhertî û cûdatîya van hevalan min pirr bi wate ne di dît, lê ez ketibûm hinek şik û gumanan. Li vegerê hevalê ku em bi hev re hatibûn Farqînê, ji me qetîyan û em bi hev re venegerîyan.

Min, tu meraq kiri bû. Tu kî bû? Çima hinek haval li dijî slogana “Bijî Leyla” derketibûn?

Di wê demê de li başûrê Kurdistanê gellek bûyer qewimî bû, lê bi rastî xebera min ji hinek tişta hebû. Disa jî, min tu nasnedikir. Wê demê de kovara Rizgarî de, behsa têk çûna tevgera PDK û gelê Kurd dahate şîrovekirin. Lê di wê demê de, em di nav fêrbûn û pêvajoya ideolojîya çepîtîyê de bûn. Her çikas bi peymana rûreş Peymana Cezaîrê têk çûna tevgera Başûr dahate şîrovekirin jî, di van gengeşîyên nav me de, Emperyalîzma Emerîkî dahate gunehbarkirin û girêdaya tevgera Kurd ya bi Şahê İranê re wek karekî kevneperest dahate şopandin. Lê di van şîroveya de, ji bo me hinek hevalan, arikarîya Sovyetê ya bo Baasîyê nîjatperest û faşîst bi guman dahate nirxandin.

Min tu pirr meraq dikir, min dixast ku wêneyê te bibînim, tu keçek çawa bû?

Belkî tu nizanî, bi rastî, heta demekê wêneyê keça Aşûrî ya qehreman Margirêt Govergîs wek wêneyê te di nav destê me xortan de digerîya.

Belê êdî mi tu nasdikir. Di helbesta Ferît ûzûn de tu Leyla bû, Leyla me bû, ya hêvîya qîz û xortên Kurd. Ferît Ûzûn di helbesta xwe ya Kevokê Spî de, bang li peşmergê qehreman û gelê Kurd dikir û wiha digot:

Herin herin, heta Bexdayê herin,

Bînin ha bînin, serê Hesen dêl Bekir bînin

Se bav Husên bîr nekin ha bîr nekin,

Warê wan, warê wan bi ser wan de hilweşînin

Erd û ezman, erd û ezman bi ser wan de bireşînin

Heyfa Leyla, çira Kurdistanê bistinin ha bitsînin.

Êdî min zanî bû ku tu keçek Kurd, qîza Kasimê Hesenî. Tu wek pêşmergeka qehreman, şoreşger tê nasîn. Di pênasîya kesayetîya jina Kurd ya sîyasî de, tu bi rûmetek giranbûha yî. Tu, di sala 1952 de li gundê Elmendê ya bi ser bajarê Xanikînê ve girêdayî, di nav malbatek welatparêz, wek qîzek Kurd hatî ye dinê.

Xaneqîn, ji berê de, di şoreşa Kurdistanê de rola xwe girti bû. Te gava dibistana seretayî û navendî li Xaniqînê dixwend, li ser Xaniqînê zilm û zordarîya Baasîyan berdewam bû.

Gava ku hûn bi malbatî çûn Bexdayê, di wê demê de bi Serokatîya Barzanîyê Mezin, di mabeyna PDK û Rejîma Iraqê li ser Otonomîya Kurdistan li hev hatinek ava bibû. Her çiqas wek îro deverên derveyî herema Otonom mabû jî, bi teybetî dahatûya dilê Kurdistan Kerkûk ne dîyar bû. Ji bo van hereman û ji bo statûya Kerkûkê, heta 1974 an demek hatibû dîyarkirin. Di vê demê de hûn bi malbatî çûn Baxdayê. Her çikas hûn bi malbatî, di nav feqîrî û hejarîyekê de bûn jî, hûn di nav jîyanek bextewar û bi rûmet de dijîyan. We dixast kû rojekê pêş de hûn bigihîjin armanc û hêvîyên xwe yê ji bo welat û malbatî.

Te gava dest bi zanîngehê beşa sosyolojîyê kir, tu bi rîya birayê xwe yê mezin şehid Selam Qasim ket nav refê Partîya Demokrat a Kurdistan. Ji bo te xebat, ne tenê li ser çîyayê Kurdistanê bû. Xebat, gere di nava gel de, bi jina Kurd ve û di nav civatê de be jî. Lewra te, rola jina Kurd di pêvajoya şoreşê de baş fêm kiri bû.

Evîna welat û ya hevalê te Cewad Hemewendî ji bo xebata azadîya Kurdistanê gihîştibû hev û dû. Bi hevaltîya xortê karkir Cewat, êdi tu di nav refê peşmerga de bû. Evîna te û Cewad, ji bo xebata azadîya welat tu nebû asteng. Hûn di nav ciwatek olperest û kevneşop de bû mînak ji keç û xortê Kurd re. We îspat kir ku, gere jin û mêrê Kurd ji bo doza netewî mil bide hev û dû, û bi hev re tekoşer be, da ku nîrê li ser gelê Kurd û li ser jina Kurd bişkîyê.

Baasîyan mirin rî Kurda didan ku wana bi tayê razî bikin

Dem kin di bû, Baasîyan dîsa soza xwe dixwarin.Qebûlkirina peymanê ne bi dilê wan bû. Wek tu jî zane, dijminê gelê Kurd, gava dikevin tengasîyê wek her car biratîya Kurda tê bîra wan.Lê mixabin gava ku xwe didin ser hev û dû, dîsa dest bi qirkirinê û tunebûnê dikin. Ji ber vî, dem gav bi gav berbî 1974 an dihat. Baasîyan di Serokatîya Saddam Husên de şertê peymanê ne danîn cî û Sovyet, bi alîyê xwe xistibûn. Ewrê reş û tarî dîsa li ser gelê Kurd dahate û diçû. Hinek ûlemayê wanê sextekar, bi seredana Berzanîyê Mezin xwastibûn wî ji holê rakin. Qeladiza bombebaran dibû. Êrîşî Helepçê kiri bûn. Tu û hevalên xwe, ji vê pêvajoyê agadar bûn. Gellek welatparêz ji Bexdayê direvîyan û xwe digihîşt nav refê pêşmerga û herema otonom.

We biryar dabû ku hûn li Baxdayê li ser dilê dijmin, di nav çalekîyan de bin.We dixwast ku zordarîya bi destê Baasîya li ser gelê Kurd tê meşandin, hûn dinê pê bihesînin. Lê haya dijmin ji, ji we he bû. Dijmin li pê we bû. Lê mixabin roja 28 Nisanê 1974 de hûn ketin destê dijmin û hûn bi tawanên ne dîyar sucdar bûn.

Te û hevalên xwe di destê dijmin de gellek îşkenceyê hovane dîtin. Berxwedana te û sekna te, ji bo xort û qîzên Kurd bû destanek. Lê dijmin, tu carî bi têklîyê te ya kesan fêr ne bû. Ji ber wî, dijmin har bibû. Li alîkî dixwast di kasayata te da çavê gel bitirsîne û te îdam bike, li alîkî din ji idamkirina keçekê de, hinek reaksîyonê dinê û civakê difikirîn.

Gava biryara îdama te dabûn, xwastin tu poşmanîya xwe bi de. Ji bo vî, serokê dewletê Hesen El Bekir ji te daxazîya lêborîna kir. Tu neket fenê û dafikê dijminê xwînxwar. Li ser vê daxazîya rûreş, te wiha got:

“Ger ku ez ji karekî vê cîhanê poşman bibim ewe ye ku; ez zû dimirim. Lewra min nekari demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim. Ger ku lazim e ez dawa lêborînê ji kesî bikim, ez dixazim lêborînê ji gelê Kurd bikim. Ji ber ku di rastîya xwe de, min bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kirî ye.

Roja ku tu çu ser sepa dijminê faşîst, te bi rûyekî bê tirs, bi serbilindî û bi rûmet te li xwênrêja nêhirt û te wiha got: “Hûn ê min bikujin, lê vê rastîyê jî zanibin ku, bi kuştina min bi hezaran Kurdê ji xewa giran şîyar bin. Ez pirr kêfxweşim ku bi serfirazî di riya azadîya Kurdistanê de canê xwe feda dikim”. Te Ey Reqîp xwend û tu çû ser sêdarê. Tu wek kevokê spî ket nava qada pêşmerga.

Belê Leyla çeleng û qehreman.

Li pê qetla te, Adara 1975 de peymana rûreş Peyman Cezaîrê ya kû bi destgirîya Sovyet, Emerîka û dijminê gelê Kurd yê dîrokî hate imzekirin. Disa ji bo berjewendîyê xwe yê dewletî û ji bo warîlên petrolê doza gelê Kurd di dehlîzên tarî yê dîplomasîyê de hate fetisandin. 1975 de şoreş têk çû, lê 1976 de tevgera azadi li Başûr dîsa dest bi şoreşê kir.

Dijminê gelê Kurd Iraq û İranê li ser peymanê li hev nekirin. Heyşt sala bi hevre şer kirin. Gelê bê gune, xweza, çavkanîyê aborî di vî şerê qirêj de qedandin.

Lê mixabin şerê xwe yê qirêj dîsa bi qatlîyama Kurda qedandin û 1988 de Jenosayda Helepçê çêkirin. Bi hezaran zarok û jin, kal û pîr qetilkirin. Lê mixabin ev karê qirêj bi desgirîya hinek dewletê rojava û “bi gotin” medenî, li ber cavê cîhanê hate avakirin. Rejîma Baasîyên Faşîst û Saddamê devbixwîn, 1991 de êrîş bir ser devera Kûweytê. Li ser vê bûyerê Emerîka kete nav axa Iraqê û Saddam teslîm bû. Lê desthilatdarîya Baas û Saddam heta 2003 ya berdewam kir.

Di vê pêvajoyê de, Kurda serhildan li darxistin û herema Kurdıstanê bi gellek devera bi dest xistin. Parlamento avakirin, devleta federe îlan kirin. Mixabin di nav YNK û PDK şerê birakujîyê çand sala berdewam kir, ev ji bo me Kurda bû xemgînîyek mezin. Lê nuha hinek pirsgirêk he be jî testhilatdarîya Kurda xurttir di be. Rewşa Kurdistana Federe hergî diçe ji alîyê ewlekarî, aborî, sîyasî û civakî baştir di be.

Hindik ma bû ez ji birbikim.

Di 20 Adara 2003 de hêzên Emerîkî ketin Irqê û Saddam û hevkarê wî yê tawanan, hate dadgehkirin û hate sêdarkirin. Her çikas li Iraqê pêvajoya demokrasîyê di dome jî, dîsa pirsa Kerkûkê çareser nebû ye. Deverê derveyî Kurdıstan rewşa wan ne dîyare. Di Zagona bingehîn de her çikas dewletek Federal ava bû be jî, desthilatdarîya Iraqê û dijminê Kurd di pirsa Kerkûkê de dîsa li pê hinek tiştê dîrokî ne.

Belê Leyla,

Naxwazim nameyê zêde bi kim. Min qala perçê din yê Kurdistanê nekir. Dibe ku di nameyek din de ezê bahsa perçê Kurdistanê yên din jî bikim.

Li bakûrê Kurdistana 1980 an şûn de di işkencexanan de jîyana gellek xort û qîzê Kurd vemirî. Di 1984 an de şerê çekdarî despêkir. Bi hezaran welatparêz, rewşenbîr hate qetilkirin.Gelê Kurd li vir jî pirr zahmet kişand. Lê her çikas pirsa Kurd çareser nebû ye jî, pêvajo ji inkarkirinê berbî nasname û demokrasîyê di çe. Ji ber vî keda we, vala neçû. Bi hezaran xort û qîzê Kurd rîya we vekirî de di nav çalekîya de ye.

Ez mizgînîyek din bidim te.

Kek Mesût Barzanî, serokê Kurdistana Federe, Mam Celal jî Serokê Dewleta Federal ya Irakê ye.

Li ser şahadeta te 35 sal bohorî ye. 13 Gulanê 1974 de tu wek gulek heyva gulanê ve bû. Berxwedana te û jîyana te ji bo hezaran keçê Kurd bû mînak.Tu gula baxçê bûhiştê yî, tu canfîdaya Kurd û Kurdistanê yî.

Ez pê bextewarim ku min wê rojê slogana “ Bijî Leyla” avêt û min tu naskir. 23.05.2009 – Amed

Fahrî Karakoyunlu

Çavkanî: Wîkîpedîa