Argun "Ramanên Azad, Özgür Düşünceler" » Abit Gürses

Etrak-î bê îdrak(Abit Gurses)
Li ser hilbijartina parlamento u damezirandina duyemîn hikûmeta AKP (Partiya Edalet û Pêşketin) ji aliyî kurda ve gelek şirove hatin kirin, lî belê li ser taybetmendiyekî giring a AKP hema hema tiştek nehat gotin u nivîsandin. Ez dixwazim li ser vê taybetmendiya desthilata AKP rawestim. Hilbijartina sala 2002 û hikûmeta peşî ya AKP jî giring e, lê ne weke hilbijartina dawîyê. Ji ber çi? Ji ber ku hilbijartina 22 Temmuzê de ”Etrak-î bê îdrak” li hember dewleta elîtîst û kemalîsta tirkan serkeftineke dîrokî bi dest ve anî. Yanî milet li hember dewletê qezanc kir.

Cima etrak-î bê îdrak? Belkî hin xwendevan maneya ve gotine bizanibin lê divê ez ji bo xendevanên dûrî literatur û jargona siyasî ya tirkî maneye vê gotinê vekim:

Di dema Imparatoriya Osmanî de Osmaniya xwe ji tirkên edetî meztir didîtin, weke ku tirkbûn qebehetek, qisurek be, ji tirkên edetî re digotin ”etrak-î bê îdrak” Yanî bi gotineke din dema Osmanîyan de tirkbûn rewacta (populer) nebû. Imparatoriya Osmanî di çerxa burokrasiya xwe asker û sivîl de bi zanistî mirovên xeyrî-tirk istixdam dikirin. Ev xeyrî-tirk gelek caran bermayiyên şûrê (kilic artigi) ordiya Osmanî bûn, ku bi wext re bi serê xwe bûn kategoriyek. Ji van re ”DEWŞIRME” jî dihat gotin.

Her çend M. Kemal piştî îlana Komara Tirkiye bi navê modernîzim hin guhertina ji çêkir lê weka ku henekê xwe bi milletê tirk bikin hem digot ”tirkek bedela dinyayê ye”(Bir Turk dunyaya bedeldir) hem jî salatanat û diktatorya xwe bi deste heman (ayni) elîta bermayiyê Osmaniyan didomand. Ew bixwe yek ji nimunêya herî baş a vê elîtê bû. Di dema ebedî şefîtiya wî de, M. Kemal milletê tirk layiqê demokrasiyê nedidît. Di Çankayê de li ser sifra areqê, li gor kêfa xwe mebus û wezîr tayîn dikir, dîsa li gor kêfa xwe wan ezl dikir. Ev rewşa han piştî mirina wî di dema Ismet Pasa jî dom kir, ta ku dostê wan Hitler ji holê rabû Dewleta Yekgirti ya Amerika bu efendiyê wan.

Lê dinya êdî guherî bû. DYA ji bo endametiya NATO şerta sîstema pir partîtiyê danî ber Tirkiye. Ismet Pasa ji neçarî qebûl kir. Bi hevalê xwe Celal Bayar re Partiya Demokrat da damezirandin, bi vî awayî Tirkiye goya bu demokrasî. Mixabin ev demokrasî li ser înkarkirin û qetlîama kurdan û bindestkirina milletê tirk ava bû û tu car ji bin welayet, wesayet u tehdîda elîta Kemalistan rizgar nebû.

Ev elîta Kemalist ku ji asker u sivîl burokratan, muesseseyên dewletê, rexistinên bi manipule pêk tên bi dehan salan bi navê demokrasî sistemek sosret Tirkiye îdare kir. Bi hêsanî nebû, bi çend înqilabên eskerî, bi ruxandina xwîn û zordestiyê gihan salên 2000 î.

Salên duhezarî de dinya, Rojhilata Navîn û Tirkiye guherîbû, bi guherina Tirkiye re ”etrak-î bê idrak” jî guherî, hem jî êdî tirkên Anatoliya dixwestin xwe bixwe îdare bikin, ev talep ji AKP de wicud dît.

AKP her çiqas motivên îslamî bikar bîne jî, serkewtin û iqtîdara wê de rola tirkên anatoliya ”etrakên bê îdrak” heye. Elîta kemalîstan (ordiya tirk, universiteya tirk, burokrasiya tirk, partiyen wek CHP, MHP, uhwd.) nikarin serkeftin û desthilata ”BÊ IDRAKIYAN” qebûl bikin, hezim bikin. Ji ber ku mirov dikare bêje di dîroka Komara Tirkî de cara peşî desthilat, hukum ji deste wan derdikeve.

Lê belê nakokî û xirecira ku îro di navbera xetta kemalîstan û AKP de heye sebeba esasî pêvajoya dewletbûyina Kurdistana Başur e. Pêvajoya dewletbûyina başur hemû siyasetên Tirkiye xitimandiye, felc kiriye. Cep û rastên tirk îslamî û sekulerên tirk çiqas bihevbikevin jî li ser xalekê li hev dikin ev jî dijminatiya awabûna dewleta kurdi li Kurdistana Başur e.

vêca hin hêz û xet bi avakî militarîst, hin jî bi avakî din dixwazin pêşiya vê prosesê bigrin.

Ev niyet û armanca qirêj bixwe dê bibe mîlada gelek tiştên nû li Tirkiye u Kurdistanê. Ji niha de nîşanên vê hêdi hêdi diyar dibin.

Di neticeyê de dewlet û milletê tirk bi hemû xet û dezgehên xwe ve yan dewletbûyina Kurdistana Başur qebûl bikin, hebûn u mafê milletê kurd li Tirkiye nas bikin yan jî vî milletê mezin û kevnare ji meydanê rakin.

Ma rêyeki din heye?

Divê Tirkiye topyekun bersiva vê pirse bide.

Lê weke kurdekî ez bixwe nizanim ka derbareyê vê pirsê de kijan xet “bê îdrak”e? kijan ”bi îdrak” (mudrik) e. Yan jî ji tirka re gelek wext divê ku giringiya doza milletê kurd îdrak bikin.

*”etrakî bê îdrak”: ji aliye Osmaniyan ve ji bo biçûkkirina tirken edetî dihat bikaranîn.

Ereb jî jibo Osmanî û tirkan biçûk bikin ev gotin bikaranîne. Qesda min ne biçûkkirina tirkan e.

(KRG.org 13 Teşrîn 2007)

Dewleta Tirkiyeyê çi dixwaze?(Abid Gürses)
”Çekdaren PKK ê li Bakurê Iraqê de bi cih bûne, ji wir êrîş tînin ser me. Em vî tistî qabûl nakin. Me bi hikûmeta Iraqê û Amerikiyê re gelek danustandin kirin tu netîce derneket. Em dê bi operasyonên eskerî li Bakurê Îraqê vê problemê hal bikin… û hwd”Gava mirov meselê û dîroka wê meselê nizanibe, nîyeta tirka wek daxwazekî meşru dibîne. Lê mesele ne weke ku tirk dibejin rast û basît e.Beriya her tiştî li Kurdistana Bakur hebûn û mafê milletê kurd hîn ji aliyê dewleta tirk va tê înkarkirin û patiyen kurdî jî bo bidestxistina mafe millete kurd derketine meydane…Şerê çekdarî yê PKK 23 salin geh xurt, geh sist berdewam kiriye. Demekî dirêj piştgiriya lojistik a PKK Suriye, Iran û Iraqa kevin bû. Wexte herî gur û geş serok û navenda PKK bi dehan salan li Suriye bûn, gelo arteşa tirk çima êriş nebirin ser Suriye û Iranê? Hîngê Amerika û hemû Ewrupa jî dostên tirkan bûn…Lê di mesele Iraqê û Kurdistana Iraqê de divê em neheqî nekin. Ordiya tirka di dema Saddam û dema ”No Flay zon” de bi dehan caran ketin nav sînorên Kurdistana Iraqê. Ne hêzên Saddam (ji xwe hêzên Saddam di Kurdistana Iraqê de nebûn) û ne jî PDK û YNK li hember operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê derketin. Tirkiye di wan operasyonan de çi bi dest xistiye ku îro dîsa dixwaze operasyonên eskerî di nav xaka Kurdistana Iraqê de pêkbîne?

Gelo ev ne pirsekî normal e? Ma ev Ordî û dewleta Tirk ku her tim pesnê xwe didin dibêjin li ser ordiya me ordî û li ser dewleta me re dewlet li vê dinyayê nîne. Ê başe madem wehaye ma stratejîst, taktisyen û pisporên we kor in, nabînin ku tecrûbeyên bi dehan operasyon pûc û vala bûn. Belê dibînin û dizanin jî pûc û valaye. Ne xwe mesele çiye? Mesele dewletbûyîna Kurdistana Başûr e wesselam.

Çima? Ji ber ku di dema Imparatoriya Osmaniyan de Mirektiyên otonom ê Kurdan (Bedlis, Botan, Behdinan, Baban uhwd) hesab nebe, kurd di dîroka modern de cara peşî nêzîkî dewletbûyînê ne. Ev prosesa devletbûyîna kurdan sistema fikirandin, têgihiştin, rêvebirin û jiyan û MEJIYÊ dewleta Tirk tevlihev kiriye. Tirk ji her milleteki re mafe dewletbûyinê dikarin qebûl bikin hetta piştgirî lê bikin, lê bo kurdan nabe. Çima nabe? Ji ber ku li gor îdeolojiya resmî ya dewleta Tirk bi vî navî milletek nîne, yanî kurd û Kurdistan nînin. Ideolojiya resmî weha dibeje lê di praktikê de li rex sînorê Tirkiye Heremekî federe bi nave Kurdistana Iraq di prosesa dewletbûyine de ye.

Ji bo tirka, ji her tistî xirabtir; Amerika niha bûye dosta Kurdistana Iraqê. Be guman tirk mana û tesîra vê pekhatinê ji min ji we baştir dibînin, li hember vî tistî neçar dimînin. Gereke neçar nemana lê ji ber ku mejiyê wan tehemmula nave Kurdistanê nake.

Tam di ve noqteyê de divê em problemê bi nav bikin, problem ne li ba kurda ye, problem li ba Ttrka ye. Divê tirk rojekî zûtir ji xetaye xwe ya mezin û dîrokî vegerin hebûn û mafe milletê kurd qebûl bikin û kîn û dijminatiya li hember milletê kurd ne ji wan re ne ji kesekî re fayde nayine.

Başe Tirkiye weke ku dibêjin bixwazin pêşiya devletbûyina Kurdistana Basûr derkevin şerê wê bikin çi dibe? Welle êdi xwedê dizane çi dibe û çi nabe. Lê ez baş dizanim ku miletê kurd naqede.

Abit Gurses

(KRG.org 28 Çırî 2007)