TEVGERA CÎWANÊN KURD (Tevger ÇEKDAR)

Kasım 9, 2009 by bahoz  
Filed under 4-Nivîskar, Tevger ÇEKDAR

bezginbekirGava mirov bi cavekî objektif lê mêze dike reşbînî dibe. Cîwanên Kurda xwe winda kirine bi rastî xwe şibandine zarokê neteweki din. Rewşa Kurdewarî li ba wan kêm e. Gelek ehlî kêyfin, ji bo gelê xweyê bindest helwestê nagirin. Na xwînin, na xebitin ji bo fêrbûna dîroka Kurda an ji bo wêjê û zimên. Ev xetereki mezin e. Bi çend peyvê kin bi Kurdî axivtin ne nîşana zimên zanînê û Kurdayetîye.

Serfrazî bi diruşme nabe. Çalakî û tekoşîn pêwîste ji bo pêşve çûyînê. Zanîn hewceye ji bo doza gel. Bawerî û hêvî bi cîwanên Kurda re kêm e bi rastî. Ya rast ciwanên gelê bindest gere herî xurt,zindî bigirin hêvî û bawerîyên xwe. Ji bo serkeftin û azadî gere tekoşînek payîdar bidin. Rewşa gelê Kurd tê da ye destûr nade, ciwanên me bi tiştên vala re mijûl be. Gere dîroknas bin, zimên zan bin. Hember gelê xwe gere berpirsiyar bin. Çimkî bareki giran e doza Kurdayetî yê. Zehmetkêşî û xebat hewceye ji bo vê doza pîroz.

Cîwanên me ku li xwe veneciqin ne zivirin hûn bawer bikin pêşeroja me tarî ye. Bi cil û bergê xwe bi tevgerên xwe bi suhbet û axivtinên xwe gere bibin mînak . Bi zanebûna xwe bikaribin rêzdar û birûmetbin. Berpirsiyarîyek giran di stûyê cîwanên Kurda da ye. Hewceye gorî vî hay ji xwe hebin û bi zanatî tev bigerin. Ku cîwanên me erka xwe bi cîh neyinin valahî wê ji teref hinekê din ve bê tije kirin. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên ciyawaz. Bêtifaqî dikeve nav civakê, yekitî û hevgirtina me lawaz dibe. Pêwîste cîwanên me erka xwe, weynê xwe bi rewşeki serkeftî pêk bînin. Çande û kultura xwe bi zanibin, bi zimên xwe perwerde bikin. Bi vî awayî dikarin bibin dînemoya civakê ji wan ra rêberî û pêşengî yê bikin.

Cîwanên ne li ser rêça bav û kalikên xwe bin, jê dûr ketî bin nikarin ji gelê xwe re xizmetê bikin. Nûjenî ne sedema ji çand û kultura xwe dûr ketinê ye . Dijane, ev dibe bingeha xwe nas kirinê; vîzyonek dewlemend ji mirov ra amade dike. Rêya nêrînek cûda ji mirov ra vedike. Rihê netewî bi mirov ra tunebe jîyan têkçûn e, bê wate ye.

Ewil bi nasname ya gelê xwe paşê bi cavê îdeolojîk bûyera bi nirxînin. Neteweperwerî ji bo yekitî û hevgirtinê hewce ye. Ev ne nijadperestî ye . Tu kesê ne neteweperwer be nikare pêşve biçe, lêbelê xwe di xapîne. Mirov bi gelê xwe re bi nasname ya xwe serbilinde û bexteware. Xeyrî vî rê û rêç tune, kî bêje heye derew e û xapandin e. Ew kesên ku xwe ji neteweperwerî ya Kurd dûr di hesibînin qey nizanin vî geli ji bo nasname ya xwe ji bo zimanê xwe berdêleki mezin û giran da ye ! Hîn jî dide. Xwedêgiravê “enternasional”in an “sosyalîst”in !? Enternasionalî û sosyalîstî ne rastî înkarî ye, ne bêbawerî ye.

Hêvîdarim cîwanên Kurda herî rind xwedî li nasname ya xwe, li çande ya xwe, li zimanê xwe derkevin û dijî nezan û xapanoka bi helwesteki Kurdewarî erka xwe bi cîh bînin. 08.11.09

Tevger ÇEKDAR

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir