Kurdocide Watch-CHAK Sektîona Bakur ava bû

Kasım 9, 2009 by bahoz  
Filed under 8-Nûçe

chakKurdocide Watch-CHAK, dezgehek netewî ya mafê mirovan e. Dezgeh di sala 2002 an de li Helebceya Şehîd ava bûbû. Giraniya xebatên wê ji lêkolînan pêk tê. Bêhtir li ser qirqirinên li dijî Kurdan, li Kurdistanê û derveyî welêt kur dibe. Jenosîdên li dijî kurdan pêk hatine, li welat û derveyî welat dihêne rojevê.

Weke mîsal berî nuha Partiya Sosyal Demokratan li Swêdê li ser qirkirina Enfalê gavek giring avêtibû. CHAK yek ji wan dezgehan bû ku, li ser pirsê gelek caran bi parlementerên swêdî re hevdîtin pêk anîbû û dosyeyên taybetî dabû wan. Di biryara Sosyal demokratan de keda CHAK ê mezin e.

Kurdocide Watch-CHAK demek dirêj bû amadekariya avakirina sektîona xwe ya bakûrê Kurdistanê dikir. Duhî bi civînek fermî, avakirina ”Kurdocide Watch-CHAK Sektîona Bakur” hate îlankirin. Ji rêvebiriya CHAK-Ewropayê beyana hatiye belavkirin wisa ye:

”Amadekariya me demek e ji bo avakirin û bihêzkirina sektîonên (şaxên) CHAK ê her sê aliyê welêt didomiya. Bakûrê Kurdistanê dilê Kurdistanê ye. Lewma avakirina sektîona wê ji bo me giring bû. Duhî, gava giring di civînekê de hate avêtin û Sektîona Bakur jî ava bû. Xwîşk û birayên ji sektîonê mesûl in, ev in:

Seyidxan Anter (Rojnamevan-nivîskar), Kader Nadir (CHAK-Ewropa), Ayşe Goktepe (Rojnamevana TV yî), Negîn Şêx Eslam (Parêzvana mafê mirovan), Gabar Çiyan (Rojnamevan).

Em ji Sektîona Bakur re serkevtinê dixwazin.”

EuroKurd News – eurokurd.net

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir