Siyaseta Kurd a nûjên û reformxwaz û Kurdistanî Şêx Zeynî wenda kir…
Kasım 8, 2009 by bahoz
Filed under 4-Nivîskar, İbrahim Güçlü
Ez û havjîna min Gulfer, em duho (07. 11. 2009) ji bona ku em dostê xwe yê nêzik û xebatkarê Doza Kurd Zekî Karakoçî ziyaret bikin di riya Liceyê de bûn. Nezikî Liceyê telêfona min lê da, li hemberî min Eyûp Alacabeg hebû. Ji bona ku em li rêbûn, wî got ku “paşê ji min re telêfon bike”. Dema ez gihîştim Liceyê, min ji Eyup Alacabeg re telêfon kir. Hezar mixabin telêfonê wî bersîv neda. Di ser re 2-3 deqîqe derbas bûn, Cebarê Şirnaxî -berpirsiyarekî HAK-PARê ya Şaxa Diyarbekîrê- ji min re telêfon kir, kuştina Şêx Zeynî û Zeynel Abîdînê Ozalpî û Lezgînê KUKê, wek agahdarî da min. Wî got ku “Şêx Zeynî li Swêdê hatiye kuştin. Hem jî, ji aliyê kurê xwe de hatiye kuştin”. Pişt re telêfon da Bavê Welat Reşatê Derîkî, ku ew jî dostekî Şêx Zeynî yê nêzik e,wî hîn zêde agahdarî da.
Rastî, ji aliyekî de ez girêdayî vê agahdariyê matmayî mam û şoqê bûm; ji aliyekî de jî ez gelek xemgîn bûm û mirina wî ez kûr birîndar kirim. Lê min bi lez û bez dest bi telêfonan kir, ku hem dostên Şêx Zeynî û kurdperweran agahdar bikim, hem ji agahdariyeke fireh bigrim. Rastî jî bi saetan telêfonan domand. Em vegeriyam Diyarbekîrê. Di destpêkê Ez, M. Emîn Kardeş, Gulfer Guçlu, Zahît Bozarslan, Mamoste Yusifê Derîkî, Hesen Çakir, Ehmed Kan, Mehmed Elî Ekmen, Firat Çakir, em li bûroya Weşanxaneya Komalê rûniştin, me li ser bûyerê şirove kirin û em li sedemê geriyan.
Lê di encamê de sedema kuştina wî pir girîng nebû. Tevgera Bakurê Kurdistanê dozger, lehengek, şêx, reformxwaz û têkoşerekî xwe yê bi navûdeng wenda kiribû. Her çiqas fikrê me yê hevbeş ew bû ku mirina wî, mirineke trajedîk û layiqî wî jî nebû, lê divê em li pêşiya xwe binêrin.
Ji bona vê beriya her tiştekî min biryar da ku ez di derheqê wî de nivîsareke destpêkê binivîsim.
Dema ku ez li ser nivîsara xwe difikirîm, hevjîna min Gulferê tiştekî balkêş ya di dadgehkirina me de hatibû rojevê anî bira min. Dema ku em dadgeh dibûn, serokê dadgehê ji Şêx Zeynî pirsiya û got ku “gelo tu zewicî yî û û çend zarokên te hene?”. Wî bi serbilindî bersîv dabû ku “6 zarokên min hene”. Lê dema ku bi serbilindî ji zarokên xwe behs dikir, tu car nedifikirî, ku ewê bi destê lawekî xwe, ku jê zêde hez dike, bê kuştin.
Lê ez baş dizanim ku ew nûha jî li dinyaya xwe ya nû bi zarokên xwe serbilind e û Bahozê xwe ji her kesekî zêdetir diparêzê û naxwaze ku ew sucdar bibe.
Ew evîndarê Kurdistanê bû…
Dema ku min dest bi nivîsara xwe kir, axevtina min û ya wî ya dawî, hat bîra min. Ew li Stenbolê bû û xwe amade dikir ku biçe Swêdê. Wî ji min re telêfon kir. Lê ji bona ku girêdayî bûyereke rojane ez ji wî eciz bibûm, axevtina me gelek germ derbas nebû û wî qise kir, min guhdarî kir. Di axevtina wî de rêzeke wî ya balkêş bû. Wî digot ku “Kek îbrahîm ji min re xwedî derkeve/derkevin.” Min wê demê wateyek neda bû ev axevtina wî. Lê piştî ku hat kuştin, wateya ev gotina wî derket holê. Beriya ku ew biçe Swêdê wî mirina xwe zanî bû. Rastî jî wî pir caran jî digot ku “ezê kîngê bimirim, ezê bizanim.” Lê her çiqas mirina xwe zanî bû jî, lê nikarî pêşiya kuştina xwe bigre.
Şêx Zeynî, bi navê xwe ye fermî Zeynel Abîdîn Ozalp û bi navê rêxistinî Lezgîn, tu wext wî û dostên wî nedifikirî ku ewê li Swêdê bimire û bi vî awayî bimire. Lewra ew evîndarê Kurdistanê bû û her tiştekî wî azadî û serxwebûna Kurdistanê bû. Wî ji bona evîna xwe ya kurdistanî, dev ji zarokên xwe berda bû. Wî her demê, her deqîqe û her saniyê azadî û serxwebûna Kurdistanê difikirî. Ew mirovekî bi heyecan û xwediyê ruhekî gelek amatorî ya kurditî û Kurdistanî bû. Ji bona vê hîç şik tune ye ku bi peyva gel, Hesen Çakir jî anî ser zimên, ew çavvekirî çû ser dilovaniya xwe û çû li dîwana serok û têkoşerên Kurdistanê bû mêvan.
Ew kurdperwerek û sosyalîstekî baş; dozgerekî Kurdistanê bû…
Min, Şêx Zeynî, di sala 1977-an de dema hevalbendê PDK-T/KUKê bû, nas kir. Wê demê PDK-T/KUK jî, encama pêla sosyalîzmê ber bi sosyalîzmê hati bû. Ew bi sosyalîstbûna xwe û em jî bi sosyalîstbûna KUKê gelek kêfxweş bûn. Lewra ji bona sosyalîstên Kurdistanê, sosyalîstbûna KUKê wek serkevtinekê dihat şirovekirin.
Şêx Zeynî, dixwest ku hem bibe kurdperwerekî baş û hem jî dixwest bibe sosyalîstekî baş. Hezar mixabin lewra wî jî wek her kurdekî sosyalîst difikirî, ku dema ku tu bibî sosyalîstekî baş, tu zêdetir dikarî ji azadî û serxwebûna Kurdistanê re xwedî derkevî; dîsa dema ku kurd bibin sosyalîst, çareseriya pirsa neteweyî ya kurd hêsantir û bi lez dibe.
Dîsa ew jî di wê nerînê de bû ku sosyalîzm ilmî ye û îdeolojiyê din ne îlmî ne. Ji bona vê jî, divê pirtukên seydayên sosyalîzmê bên xwendin. Şêx Zeynî jî, ji bona ku bawerî bi sooyalîzmê anî bû, pirtûkên seydayên sosyalîzmê dixwend. Heta dixwest ku wan hemûyan jêber bike.
Şêx Zeynî ji bona ku aşiq û evîndarê Kurdistanê bû; difikirî ku Kurdistanê bi sosyalîzmê azad û serbixwe bibe, loma ji bona yekîtiya sosyalîstan li Kurdistanê û li derveyî welêt piştî 12 Îlona 1980-yî hewil da û ew hewildana xwe li Swêdê jî domand.
Encama ew hewildana wî û berpirsiyarên KUKê yên din, li derveyî welêt di navbeyna min û wî de, di navbeyna Ala Rizgariyê û KUKê de di çarçeweya yekîtiya sosyalîstan de jî danûstandinên gelek nêzîk û germ pêk hatin.
Wî, di salên dawî de, ji yekîtiya beşek sosyalîstên Bakurê Kurdistanê re piştgirî kir û di nav PYSKê de cîh girt. Lê ew yekîtiya pêş neket.
Wegera wî ya Kurdistanê birayreke dîrokî bû û wî karên hêja pêk anî û beşdarî her çalakiyeke kurdperwerî bû…
Şêx Zeynî piştî ev ceraibandinên xwe yên siyasî, biryar da ku dev ji Swêdê berde were li Bakurê Kurdistanê bi cîh bibe. Ew ji bona wî biryareke dîrokî bû û ji bona tevgera kurd ya nûjên jî biryareke erênî/pozîtîv bû.
Dema ku Şex Zeynî hat li Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekîrê bi cîh bû dest bi xebateke aktîfî kir. Encama xebateke dûr û dirêj bi grubek qadroyên kurdperwer û xwediyê ceribandin re “Inîsîyatîfa Partiya Kurdistanê” ava kirin. Armanca wan ew bû, ku bi navê Kurdistanê partiyekê ava bikin û programeke kurdistanî bixin jiyanê. Reşnivîseke program û rêbazê jî amade kirin.
Partiya ku ew difikirîn, partiyeke vekirî bû. Hezar mixabin ew hewildana wî û hevalên wî, girêdayî gelek sedeman neçû serî. Lê ev nexşereya wan ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê gelek girîng bû; di xebata legal û vekirî de pencereke nû vedikir. Ew hewildana wan û nerînên min jî wek naverok li hevûdu dikir.
Şêx Zeynî, kurperwerekî nujênfikir û reforxwaz û têkoşer bû. Ew di wê baweriyê de bû, ku grub û rêxistinên Bakurê Kurdistanê di dema şerê sar de rolekî gelek girîng lêhîstin û xebatên gelek hêja pêk anîn. Lê piştî dema şerê sar van rêxistinan mîsyona xwe qedandin. Ji bona vê divê bi helwesteke nû, bi programeke nû, bi fikrekî nû, bi awayekî xebat û rêxistineke nû tevgerandin pêwîst e.
Ji bona vê jî, kesekî ji grubçitiyê dûr bû. Bi her kurdekî û kurdperwerekî re xwediyê nêzikbûneyekê bû. Loma jî, ji her kesekî û her grubek û her rêxistineke kurd re alîkar bû. Ew beşdarî her karekî kurdperwerî dibû. Wî, ji xebatên Komeleya Kurd a Diyarbekirê, HAK-PARê, Komeleya Ehmedê Xanî, KADEPê re alîkarî dikir û bi aktîfî beşdarî xebatên wan dibû.
Ew kesekî gelek çalakvan bû. Bê kompleks beşdarî her karekî kurdperwerî dibû.
Qempentyaya federalîznm û federasyonê…
Li Bakurê Kurdistanê 84 siyasetvan û rewşenbîrên kurd dest bi qempenyaya “Tirkiye bibe federal û Kurdistan bibe federe” kir. Vê qempenyayê li Diyarbekîrê bi mehan, hefteyê pênc rojan û her rojê di navbeyna saet 16.00- 19.00-an de domand.
Bes li Diyarbekîrê di navenda PKKê de, dema ku bi xurtî “Komara Demokratîk” dihat parastin û li dijî serxwebûn û federebûna Kurdistanê dihat derketin, 56.000 îmza hat top kirin.
Şex Zeynî, di vê qempenyayê de rolekî gelek girîng lêhist. Ew her roj beşdarî qempenyayê bû. Ew jî wek min û Xalis Nezan û Zahît Bozarslan, ew kesekî qempenyayê yê domdar bû.
Meşa Xaburê û hepisxane û dadgeh…
Tê zanîn ku Dewleta Tirk, ji bona ku Kurdistaneke serbixwe û azad ava nebe, hewil da ku rejîma seddamî û baasî nayê rûxandin. Lê Dewleta Tirk di hewildana xwe de bi ser neket.
Dewleta Tirk piştî rûxandina rejîma seddamî û baaasî jî, nexwest ku Irak bibe dewleteke federal û Kurdistan jî bibe federe û Kerkûk bi Kurdistanê re bê girêdan. Ji bona vê jî, li hemberî Kurdistana Federe siyaseta şer û dagırkirinê domand. Hebûna PKKê li Başurê Kurdistanê jî, ji bona xwe sedem nîşan da. Encama vê siyasetê xwe di dawiya sala 2005-an û destpêka sala 2006-an de 250.000 leşker li Bakurê Kurdistanê zêde û amade kir, ku êrişî Kurdistana Federe bike.
Min, Şêx Zeynî, Sedat Ogur, ji bona ku bala reya giştî ya dinyayê bikşînin ser vê pirsê –hezar mixabin reya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê mirî bû- me biryar da, ku di Gulana 2006-an de ji Diyarbekirê heta Xaburê bimeşin.
Ji bona vê me li Diyarbekîrê civîneke çapemenî pêk anî. Şiyara meşa me ya navendî, “Leşkerê Tirk ji Kurdistanê derkevin”/”Leşker vegere mala xwe” bû.
Piştî civîna çapemenî hêzên Dewleta Tirk îzin nedan ku em bimeşin û em binçav kirin. Pişt re dozgerê komarî lêpirsîna me meşand û hepiskirina me ji dadgeha cezayê ya giran xwest. Dadgehê jî biryara hepiskirina me da.
Em 40 rojî di hepisê de man. Pişt re em derketin dadgehê û hatin berdan.
Dema di binçavkirin, lêpirsîna dozger û biryara girtina dadgehê de Şêx Zeynî wek kesekî leheng li ber xwe da. Di hepisxaneyê de jî, li hemberî berpirsiyarên hepisxaneyê gelek egît bû. Lê wateyek nedida hepisbûna me. Digot ku “ez careke din jî nayêm hepisxaneyê”. Lewra wî ya mirin û yan jî azadiya Kurdistanê fikirî bû.
Dema ku em li hepsê bûn, me bê minaqeşe biryara mişterek girt, ku em bi niviskî û bi naverokeke dewlemend parêznemeyekê amade bikin. Me parêzname amade jî kir û pêşkêşî dadgehê kir.
Di lêpirsına dozger de min û wî bi kurdî nerînên xwe pêşkêş kiribûn. Encama wê jî diviya bû, ku em li dadgehê jî ev helwesta xwe bidomînin. Lê parêzerên me pêşniyar kirin ku ez û Sedat Ogur bi tirkî, Şêx Zeynî bi kurdî parêznameyê pêşkêşî dadgehê bikin. Me, ev pêşniyara di navbeyna xwe de kir biryar. Dema ku em derketin dadgehê, pêşî min parêznameya xwe bi devkî û niviskî pêşkêş kir. Pişt re jî Şêx Zeynî parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş kir.
Di parêznameya Şêx Zeynî de wergêr bû pirsgirêkeke mezin. Du-sê caran wergêr encama şer û minaqeşeyan hat guhertin.
Şêx Zeynî diparêznameya xwe de bêsansûr bû. Şêx Zeynî li mala xwe, di civînan de çi nerîn dianîn ser zimên, li dadgehê jî ew nerînan bêtixub pêşkêş dikir.
Parêzerên me, ji parêznameyên me her çiqas pir tirsiya bin jî, dadgehê em tehlîye kirin.
Li Dadgehê jî lehengî û kurdistanîbûna wî bi her awayî derket holê. Ew li hemberî dadgehê wek şêrekî bû. Bi nerîn û helwesta xwe jî, nûjen û reforxwaz bû û li dijî statuparêzî bû.
*****
Şêx Zeynî jî, wek her kesekî xwediyê zeafan bû. Zeafên wî yên mezin, zêde cigare kişandin û araq vexwarin bû. Lê aliyên wî yên pozîtîv gelek bûn. Wî, ji însan û dostên xwe gelek hez dikir. Mirovekî fedekar û hevkar û alîkar bû. Naneke xwe jî hebûya, bi însanan re parve dikir. Pere nas nedikir. Her demê çi rast dizanî li pişt wê radiwestiya. Kîna wî tune bû. Bi kesekî re şer bikira, piştî demeke kurt ji wî kesî baxişandin dixwest.
*****
Ji bo mirinê gelek terîf tên kirin. Du terîf hene ku li mirina Şêx Zeynî tên. Yek terîf “mirin qeleş e”, duyem terîf “mirin berfa spî ye”. Rastî jî mirina Şêx Zeynî hem qeleş e û hem jî wek berfa spî ye.
Ew, ji bo Tevgera Bakurê Kurdistanê û fikrên nûjen yên kurdistanî û ji bo Doza Kurdistanê wendayekî mezin e.
Bila serê neteweya kurd û kurdperwerên Kurdistanê; dost û malbata wî sax be.
Diyarbekîr, 08. 11. 2009
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)


onun ölümü kürdistan halkı için büyük bir üzüntü olmuştur onun gibi dürüst ve mert insanı kaybettiğimiz için ve bizlerin o diyarbakırda kaldığı müddetçe onu yanlız bıraktığımız için bir kürd olarak kendimden utanıyorum