Çoplixa diya min
Haziran 29, 2009 by argun
Filed under 4-Nivîskar, Manset, Paşa Uzun
Diyarbekir germ e, xwûdan e, bêhn e. Bêhna kebabê ji aşxaneyan, bêhna çopan a kuçe û kolanan, dixana kamyon û erebeyan, xwûdana laş û lingan bi hev ra tev li ser bajêr û li nav bajêr hukma xwe diajon.
Diyarbekir deng e. Dengê eskeran, polisan, fêkî, sewzî û her babet tiştfiroşan, dengê ezanê, girî û qîrîna zarokan, tûtika erebeyan, sîrena ambûlansan, def û zurneyên dawetan, sloganên meş û mitîngan û dengê teyareyên arteşa dewleta tirk. Teyareyên ku her roja xwedê bi sedan bombeyan ji balafirxana Diyarbekirê bardikin û li ser kurdan û Kurdîstanê valadikin.
Di vê Diyarbekira a bêhn û dengan da diya min dijî. Mitpax û balkona wê li riya Swêregê dinêre. Di navbera riya Swêregê û balkona wê da xaniyê trafoyê heye. Toz û tebara ku cîranên apartmanê diavêjin der, beyî ku bigîhîjin erdê, li ser xaniyê trafoyê vedinişin. Sal bi sal çoplixa pirrengî û pirbabet liser trafoyê zêde dibe. Bi salan berê, wexta ez cara ewlî hatibûm Diyarbekirê, dê û bavê min, nas û nenasan qala hilweşandina trafoyê kiribûn. >>Mitehîtê ku apartman lêkiribû, pirsa trafoyê paşguh kiribû, yên di apartmanê da dijîn, ji bo hilweşandina trafoyê pere nedabûn, ji bo hilweşandina trafoyê hinekan îmza berhev kiribûn û hwd.<< hatibûn guhê min. Du sal berê, Belediya Kayapinarê bi nûkirina dîwarên trafoyê, mineqeşeyên hilweşandinê ji rojevê rakirin. Xaniyê trafoyê û çoplixa li ser wî, ji bo diya min bû dîmena(manzara) rojane û mejbûrî. Hêdî hêdî di navbera diya min û çoplixa li ser trafoyê da, têkilatîyek bi mane çêbû.
Di destpêkê da min ew têkilatîya wan fam nekir. Ji dûr ve û ji der ve min xwest ku pêwendiya di navbera diya xwe û çoplixa da şîrove bikim û têbigîhîjim ku ka ev çi meseleye. Mixabin ez negîhîştim encamekê. Ruhîyet, naverok û kûraniya wê têkilatîyê min fam nekir. Lêbelê diya min, bi sebir, aqildarî û bêhnfirehbûna xwe mesele ji min ra da fam kirin. Pêwendiyeka çawa di navbera wê û çoplixa a li ser trafoyê da çêbûye, li ber çavê min eşkere û zelal kir.
Çend roj berê diya min xwarin çêkir û danî ser maseya mitpaxê, min berê xwe ber bi trafoyê kir û li ber maseyê rûniştim. Diya min bi kîbarî û zimanekê dîplomatîk, cîhê min guherand.
>>Na lawê min! Divê ez li wir rûnim. Gava tiştek hewce bike, ez dikanim bi hêsanî rabim û rûnim.<<
>>Tu pîrî, tu nexweşî, ji bo çi tu yê rabî! Tiştek hewce bike, ez dikanim rabim ser xwe.<<
>>Qet wisa çênabe! Tu halê xwe nabînî? Li welatê xerîb tu bûye hêşk û bring. Bila lawê min hinek xwarin bixwe ku qelaw bibe, xweş bibe.<<
Min mizekir nabe, min ciyê xwe guherand û pişta xwe da ber bi çoplixa li ser
trafoyê. Gava diya min berê xwe da ber bi trafoyê çavê wê çirûsîn.
Ez diaxifim û diya min jî guhdarî dike. Gava min behsa hinek tiştan kir, bêyî “erê, imm, heyra heyra, wax wax û hwd.” gotinek din ji devê wê derneket. Li nav çavê min jî mize nekir û nekeniya. Ez ketim gumanê.
>>Xêre diya min? Ji bo çi tu gotinan nakî, li min nanêrî? Çavê te her li der dinêre. Wekî ez li vir nebim, wekî ez li hember te rûneniştime!<<
>>Qurbana lawê xwe dibim! Ma qey ez te bi vê dinyayê diguherînim! Bavê te hat bîra min, zarokiya te ji ber çavê min derbas bû, ez piçek ketim nav xeyalan.<<
>>Tenê ev?<<
>>Tu ger rastîyê bixwazî, ne tenê ev e! Nizanim ez çawa ji te ra bibêjim. Tu qet tenê maye lawê min? Tenêbûyin çiye tu zanî?<<
>>Ma qey hefsxana Diyarbekirê te ji bîra kir? Çend salan ez li wir mam? Çend salan ez di hucreyê da mam?<<
>>Madam wisaye, madem ku lawê min zane tenêbûyin çi ye, qasî ku zimanê min digere, ez ê ji lawê xwe ra bibêjim. Tenêbûyin zehmete, zore, tenêbûyin di nav dengan da bêdengiye, xwarina bê xwê ye, dixwî naxwî tam nade devê te.
Li welatê xeribiyê, wexta ez hatibûm serdana te, kal û pîrên ku li kuçe û kolanan bi kûçikan ra digeriyan, bala min kişandibûn. Min ji te pirs kir, te got, ew tenêbûyina xwe bi kûçik û pisikan ra parve dikin. Bersîva te qet neketibû serê min, min tiştek fam nekiribû. Heya bavê te hebû, tenêbûyin çi ye, min nizanîbû. Bavê te çû şûnda tenêbûyin, hêdî hêdî nêzîkayî li min kir û bû hevalê min. Lêbelê hevaltiya tenêbûyinê ji min ra xweş nehat, dilê min teng bû, te digot belkî ez saxî saxî ketime bin erdê. Di wê nuxteyê da min çoplixa li ser trafoyê kişf kir, min bi çavekê din li wê çoplixê mizekir û nirxand. Rabe ser xwe lawê min! Rabe ku em tev wê çoplixê temaşe bikin!<<
Ez û diya xwe ji ber masa xwarinê radibin û diçin balkonê. Diya min tiştên ku liser trafoyê kom bûne yekoyek bi bêçiya xwe nîşanî min dide.
>>Li wê boçika cixarê binêre! Her cara ku ez li wan boçikên cixaran dinêrim, bavê te tê bîra min. Tu zanî! Ez ji cixarekişandinê hez nakim, lêbelê ji tenêbûyinê qet hez nakim. Xwezî bavê te sax ba, xwezî ew li hember min rûnişta û cixara xwe bikişanda.<<
Girî li qirika diya min dipiçike, xemgîneyek gran li serçavê wê vedide. Bi paş de em vegerîn mitpaxê.
>>Ev çoplixa li ser trafoyê bû pisika min, bû kûçika min, bû hevala min a jîyanê. Tenêbûyina xwe, bêdengiya nav malê ez bi wê çoplixê ra parve dikim, derd û kulên dilê xwe, gilî û gazinciyên xwe ez ji wê ra dibêjim. Qîrîn haware min tenê dîgîhîje wê, hêsêrên çavê min tenê ew dibîne. Ez bûm hevala wê, ew bû hevalê min. Êdî qiyamet jî rabe ez dev ji wê çoplixê bernadim. Tiştê ku ez herî zêde dixwazim û hevî dikim ew e ku çoplixa min diha mezin û dewlemend bibe.<<
Diya min bi gotinên xwe yên feylesofî ez xweş îkna kirim ku jiyan û tişt piralî ye. Çênabe ku mirov tenê ji yek aliyê li tiştan binêre. Divê mirov hewl bide xwe ku her tiştê ji gelek aliyan bibîne, binirxîne û fam bike. Piştî ku diya min ev sirê xwe ji min ra eşkere kir û ez kirim sirdaşê xwe, êdî em ji mitpaxê dûrneketin.
Her cara ku em li mitpaxê yan jî li balkonê rûdinin, çavê me bê çoplixa a liser trafoyê tiştekê din nabîne. Bi seatan em li hember çoplixê rûdinin û diponijin. Her cara ku em li çoplixê dinêrin, tiştên ku berê me qet ferq nekiribû û nedîtibû, kişf dikin. Her cara ku em tiştek nû liser trafoyê dibînin, dinya dibe a me, ji kêfan em bi ezmanan dikevin, dilşadiyeke bêemsal li dilê me radibe. Em hezar carî ji cîranên apartmanê û belediya Kayapinarê ra dua dikin. Xwedê û pêxember ji we cîranan razî be ku hûn çopa xwe diavêjin ser trafoyê û cardin xwedê û pêxember ji belediya Kayapinarê razî be ku wê çoplixa a liser trafoyê diparêzin. Xwedê cîyê we cenet bike, rehma xwe liser we kêm neke, amîn!
Berê vê çend rojan şîna lawikekî ku cîranê diya min bû, çêbû. Lawik gerîla bû û termê wî li çolê hatibû dîtin. Li paş apartmana ku diya min lê dimîne, belediyê du çadirên mezin vekirin, kuçe û kolanên dora çadiran paqij kirin, şuştin û sandelye û mase li bin wan rêzkirin. Sê roj sê şev mîvan hatin û çûn. Sê roj û sê şev slogana “şehîd namirin” deng veda, mewlid û fatîhe hatin xwendin. Sê roj û sê şev diya min li çoplixa ser trafoyê mizekir û guneyê xwe bi lawikê cîranê xwe anî. “Lawikî xasek bû, di zarokatiya xwe da, bi hevalên xwe ra li ber siya trafoyê dilîstin. Dibe ku ew şekala naylon a kevn, yan jî ew demançeya naylon a liser trafoyê ê wî bû. Ez çizanim! Xwezî nehata kuştin, xwezî cardin bihata ber trafoyê, cardin bi hevalên xwe ra bilîsta û çopên xwe biavêtana ser trafoyê.”
>>Na lawê min! Dinya jî rabe ez naxwazim ev çoplixa min ji ber çavê min winda bibe. Ez hêvî dikim, ez ji cîranan û belediya Kayapinarê reca dikim ku ew vê çoplixa min ranekin. Ji diya xwe ra erzuhalek binivisîne. Bibêje ku diya min ji belediya Kayapinarê, ji cîranan reca dike û li ber wan digere ku ew dest bidin destê hev, bi hevkarî, alîkarî û biratî çoplixa li ser trafoyê zêde bikin. Ev trafoya piçek diha mezin û fireh bikirana wê diha xweş biba.
Her kî tê mala min, her kî li mitpaxa min rûdine, her çavê kê li çoplixa a ser trafoyê dikeve, heş li serê wan namîne. Li hember dîmena mitpax û balkona min serxweş û sergêj dibin. Bi seatan rûdinin û ranabin. De ez jî pîr im, bê teqet im, seatekê carê halê ku ez jiwan ra çay û qehwe çêbikim tuneye. Tu bibêje hema ez bi darêzorê wan ji mal derdikim.
Ez heyrana lawê xwe bim, xweş binivîsîne! Ezîzê birayê Osman Baydemir bi salan di apartmana me da ma. Ezîz çû hecê jî. Ger wê wextê min ji Hec Ezîz ra bigota û wî jî ji birayê xwe ra bigota, dibe ku nuha ez bûbûm xwediyê çoplixeka bi rêk û pêk. Min negot! Heya heş hat serê min, Hec Ezîz ji vir derket û çû apartmanekê din. Herwiha xwedê ra şukir ku tu li vir î! Emrê min ya salekê yan jî du sal maye. Di nav van salan da ez hêvî dikim ku tu kes dest neavêje çoplixa min û dûzana min xêra neke. Daxwaza min ew e ku ez bi çoplixa xwe ra tev bi huzûr û rehetî bijîm û emrê xwe temam bikim.
Ger belediya Kayapinarê bixwaze dilê min û dilê mîvanên xwe yên hevwelatî û derwelatîyan xweş bike; bila trafoya min jî zîyaret bikin û min û trafoyê nîşanî mîvanan bidin. Bila her kes bi çavê xwe bibîne ku em çuqas ji jîyan û çoplixa xwe dilxweş û razî ne.
Wan rojan gava ez pêhesiyam ku Osman Baydemir cil û cawên kurdan li xwe kiriye û ji mîvanên xwe ra gotiye,” ser çavan û ser seran hûn bixêr hatine!”, ez pir qehirîm, min hesûdî kir.
Osmanê min, delalê min! Ez qurbana wî bejn û bala te bibim! Ma qey tu nikanî rojekê were mala min jî? Bi serê bavê Paşê ez sond dixwim ku ger tu bihata mala min, min ê dest xwe bida destê te û me ê li ber vê çoplixa a liser trafoyê resmekê xwe tev bikişanda. Weleh bîleh! Ji bo xaitirê te min ê çevyekî kurdan jî bida serê xwe!<<
>>Bi çevîmeviyan ve ev karana nabe diya min!<<
>>Çima nabe lawê min! Hele ji min ra bibêje!<<
>>Divê tu bibêjî, “birêz serok” yan jî “bijî serok”.<<
>>Ma rez ma lawê min! Gava tu ketî hefsê, tiştek nema. Me her tiştê xwe firot û em li ber dîwarên hefsxana Diyarbekirê rûniştin. Ma qey em ji bo kêfê hatin vê Diyarbekira şewitî!<<
>>Ne rez û ne jî pez! Birêz birêz! Ka bitirkî dibêjin ya sayin Mehmet bey, sayin Ahmet bey. “Birêz” kurdîgotina “sayin” e. Te fam kir?
>>De ji diya xwe ra bibêje, ka ez ji kê ra bibêjim, birêz?<<
>>Ji serok ra! Divê tu bibêjî, “birêz serok”.
>>Serok kî ye lawê min?<<
>>Dinya milet zane serok kî ye, tu çima nizanî?<<
>>Nebe ku tu behsa Apo dikî?<<
>>Erê wele, ez behsa wî dikim! Roja ku te di kuçe û kolanên Diyarbekirê da “birêz serok” yan jî “bijî serok” qiriyay, dê çoplixa te baştir û xweşiktir bikin, hew.<<
Paşa Brodrej
29.06.2009


Ser pè hatinè malbàtek mezin u vendayi. e§à deruniyè dayikèk kurd.biraniyen rojen §ai u §adi.hey gidi kurdiyati hinèkanra bu be§ bilik. hinèkanra buy seferbelik. seferiyan li §opà sterkà karvankuj venda bun.u li bin sterken koma seviyàn §inen seferiyèn vendiyayi
Miletê me ji gendeliyê hes dike. Tu diçî kîjan gundî, derûdor tijî çop e, naylon in, potikên navlingan e…
Ber û berê hemî rêyan şûşeyên pet ên naylon in.
Mînîbus û texsîyên Dîyarbekir dengê eksoza xwe kirine wekî dengê teyareyên fantom, wekî dengê otomobîlên rally yên musabeqeyan, vijjjjjjînî ji erebeyan tînin…
Xwedîyê Dîyarbekir tune ye!