Wall Street Journal : “Amerîka di navbeyna Tirkiye û PKKê de navçîtî bike!”

Haziran 23, 2009 by brahim  
Filed under 8-Nûçe

rojnameRojnameya Amerikî Wall Street Journal di weşana xwe ya îroyîn de li ser çarseriya “Pirsgirêka Kurd” de pêşniyazeke wisa kir: “Tirkiye û PKK jibo çarseriyê amade ne. Lê pirsiyar gelek komplîke ye, jiber vê yekê pêwîstiya Tirkan û Kurdan bi alîkariyeke ji derve heye. Di vê derbarê de serokê Yekîtiya Dewletên Amerîka dikare dewreke mezin bilîze. Bo nimûne ew dikare Tirk û Kurdan bihîne gel hev û di çarseriyê de dewra xwe bilîze. Her wiha PKK dikare çekên xwe teslîmî Amerîkayê bike û Amerîka jî dikare serkirdeyên PKKê li hin cîhên cûr be cûr belav bike. Bi vî aweyî ev pirsgirêka girîng û mezin dikare çarser bibe.”

Di nivîseke îroyîn ya di vê rojnameya Amerîkî Wall Street Journal bi sernivîsa “Di Aşîtiya Tirk û Kurd de şansekî” de pêşniyazeke ber bi çav ya di navbeyna Tirk û Kurdan de dihête kirin û ji serokê Amerîkayê Barack Obama dihê kirin ku bila ew di navbeyna Tirk û Kurdan de navçîtî bike û bi vî aweyî dewra xwe ya dîrokî bilîze.

Rojname bi vê pêşniyazê ve dide destnîşankirin ku Obama bi vê navçîtiyê ve hem dikare şansekî mezin yê aşîtiya Tirk û Kurdan de bi başî bikar bihîne û hem jî dikare dewra xwe li ser cîhana Îslam de mezintir û bi hêztir bike.

Her wiha rojname jibo vê pêşniyazê jî vê argûmanê pêş dixîne: “PKK di şerê xwe yê bi salan de di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de birînên mezin vekirin û jiber vê yekê jî pir astengî avabûn. Her çi qas mûtefîkeke bingehî bibe jî gelek caran di navbeyna Tirkiyê û Amerîkayê de aloziyên mezin rûdan. Bi navçîtiya Barack Obama hem aşîtiyeke di navbeyna Tirk û Kurdan de çêdibe, meseleya Kurd hel dibe û hem jî têkeliyên Tirkiyê û Amerîkayê jî dikeve rewşa berê ya baş û rêkûpêkî.”

Rojname di pêşniyaza xwe de cîh dide vê nihêrînê jî: “Di başûr û bakûrê Kurdistanê de herêmeke mûsaît ya berhemdananiya (endûstriya) xurt heye, eger ev aşîtî bihête pêkanîn, wê çaxê Tirkiyê dikare vê bazar û potensiyala endûstrî ya mezin bikar bihîne. Ev yek hem jibo pêşeroja Tirkiyê û hem jî jibo herêmê (Kurdistanê) encamên baş û bikêr bide afirandin.”

Yekemîn car e ku ji Amerîkayê pêşniyazeke wisa vekirî û heyînî hatiye kirin. Niha dihête çaverê kirin ku Tirkiye û PKKê çi bersivê bidin jibo vê pêşniyazê?

Kurdistan news net
23/06/2009

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir