Aqilekî neteweyî, hevbeş, rasyonal, demokrat, hevdem…

Haziran 23, 2009 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, İbrahim Güçlü

ibrahimgucluPiştî ku ji aliyê serokê Herêma Federê yê Kuırdistanê Mesud Berzanî ve “Konferansa kurd” ya herêmî û navneteweyî hat rojevê, li Tirkiyeyê jî ji bona ku rol û serokatî ji wî bê girtin, ji aliyê dewleta tirk û PKKê de jî pêvajoyeke çareseriyeke derevîn a “pirsa kurd” li Tirkiyeyê dest pê kir. Serokkomarê Tirkiyeyê Evdillah Gulî, di destpêkê de diyar kir ku “li Tirkiyeyê di pirsa kurd de dê pêşveçûnê baş bibin.” Pişt re jî, realîteke ku heta nûha ji aliyê Tirkiyeyê de nedihat pejirandin diyar kir û got: “Li Tirkiyeyê pirsa sereke û yekem pirsa kurd e.” PKK û DTPê jî gorî xwe stratejiyek diyar kir. DTPê û PKKê gelek kêfxweş bûn ku Tirkiyeyê û serokkomarê Tirkiyeyê serokatî ji Mesud Berzanî wergirtiye. Lewra ji bona ku Mesud Berzanî rola serokatî nehêlîze PKKê û DTPê hewildeneke gelek taybet nîşan dan. Ji bona ku pêşniyarên ku ji aliyê desthilatdar û karbidestên Herêma Federe ya Kurdistanê de hatine kirin nayên pejirandin, anîn ser zimên. Mirov dikare bibêje ku Komara Tirkiyeyê, PKKê û DTPê di vê pirsê de jî bi serket. Lewra PKKê û DTPê aşkere diyar dike ku di pirsa Bakurê Kurdistanê de divê hêzên derva nebin teref.

*****

Serokkomarê Tirkiyeyê û Tirkiye dizanin ku çi dikin. Serokkomar û Komara Tirkiyeyê ji bona ku sîstema kolonyalîst li Kurdistanê dom bike û neteweya kurd di bin bandora Komara Tirkiyeyê de bimîne û neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar nebe, program û siyasetekê dimeşînin. Ew dixwazine ku pirsa neteweyî ya kurd gorî model û pîvanên navneteweyî çareser nebe, wextê dirêj bikin, pêvajoye şelû bikin û pêvajoyê bi demagojiyeke xurt û encamnegirtî dagrin. Her çiqas piraniya kurdan helwesta serokkomarê Komara Tirkiyeyê erênî dibînin jî, wî heta nûha ji bona mafên neteweya kurd projeyek û programeke hevbeş û diyar, neaniye ser zimên. Bes ji mafên kesayetî behs dike. Hîn aşkere ji mafên perwerdayî ya zimanê kurdî qal nekiriye. Serokkomar û desthilatdariya dewletê hîç bi awayekî naxwaze ku desthilatdarî bi kurdan re parve bikin, neteweya kurd jî wek her neteweyekî û wek neteweya tirk bibe xwediyê mafên grubî yên neteweyî.

Her çiqas di eniya Komara Tirkiyeyê de wek teref û wek berpirsiyar tevliheviyek xuya jî dike, ew di eslê xwe de ne wusa ye. Lewra pirsa neteweyî ya kurd pirsa dewletê ye û di vê pirsê de dewlet teref e. Li ser navê dewletê kî dê bibe teref, ew jî diyar e. Nuha di vê pirsê de nekokiya heyî, bi zanyarî tê çêkirin. Tê nîşan dan ku serokkomar cuda ye, berpirsiyariya dewletê cûda ye. Kurd jî li vê nekokîyê mêze dikin, gorî vê helwest nîşan didin. Kurd di nav van nekokî û dîmenê de, helwesta serokomar erênî, helwesta dewletê neyênî dibînin.

*****

Lê dema ku li terefa kurd bê mêze kirin, pirsgirêkeke mezin, paşvemayî, ne neteweyî, ne rasyonel, ne hevbeş, ne demokrat, ne hevdem li holê ye.

PKK û DTPê di pirsa neteweyî ya kurd de xwediyê programeke neteweyî nînin. PKKê û DTPê helwesteke Tirkiyevî dimeşînin. Her roj, ji bona pirsa neteweyî ya kurd modelekê pêşniyar dikin.

Piştî ku Ocalanî hat Îmraliyê guhertineke straretjîk hat holê. PKKê û partiyên wê yên legal dev jî serxwebûna neteweya kurd berdan. Gotin ku neteweya kurd li Tirkiyeyê, li hemû Rojhilata Navîn û li hemû beşan xwediyê mafê otonomiyê, federalîzmê, dewletbûnê nîne. Kurd bes dikarin bibin xwediyê mafên kesayetî. Ji bona vê jî demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê wek stratejiyeke merkezî eciband û li Başurê Kurdistanê li dijî federebûn û dewletbûnê derket. Demeke dirêj di çarçeweya vê stratejiyê de tevgeriya. Li hemberî vê stratejiya PKKê û partiyên wê yên legal mixalefeteke mezin hat meşandin. Ew mecbur bûn ku di stratejiyên xwe de guhertinên biçûk çê bikin. Lewra jî DTPê beriya hilbijartina giştî ya Tirmeha 2007-an stratejiya “Ozerkbûna demokratîk” pejirand. Lewra li dinyayê neteweyên wek Kosovayê û Karadaxê ku nifûsa wan gelek hindik bibûn dewlet û kurdan jî kêmtirîn dixwastin ku qasî wan bibin xwediyê maf.

Lê dîsa jî di stratejiya PKKê û DTPê ya Tirkiyevî de guhertinek pêk nehat. Wan ji bona neteweya kurd, qasî neteweyên din û qasî neteweya tirk maf daxwaz nekirin û nakin. Bi taybetî jî di van demên dawî de bi helwesta Murad Karayilanî pirsgirêk mezintir bû. Karayilanî kesên tirk yên wek Îlker Turkmenî û Hesen Cemalî berpirsiyarên kurdan diyar kirin. Ew helwesta nîşana pêvajoya Lozana duyemîn bû.

Di vê merheleyê de kurd hewcedarî helwesteke hevbeş û neteweyî ne. Lê DTPê ji bona ku helwesteke wusa diyar nebe, taktîkeke nû meşand. Biryar da ku Kongreyekê bidarxe. Di propagandayê de ev kongreya wek kongreya hemû kurdan hat pêşkêş kirin. Lê di eslê xwe de kongreya PKKê û DTPê pêk hat. Lewra kongre ji aliyê wan de hat amade kirin. Rojev ji aliyê wan de hat diyar kirin. Kes û hêzên beşdarî kongreyê bibin ji aliyê wan de hatin tespît kirin.

Encama kongreyê jî, gorî vê paradîgmayê diyar bû. Wek tê gotin di kongreyê de stratejîyeke nû ya neteweyî nehat erê kirin. Programa DTPê û heta ji programa DTPê paşvatir programek hat ecibandin. Berpirsiyariyeke hevbeş derneket holê. Mirov dikare bibêje, kongreyê ji berpirsiyariya Komara Tirkiyeyê re derfetên nû pêk anî. Derket holê ku kurd xwediyê stratejiyeke neteweyî û modeleke navneteweyî nînin.

*****

Kongreya DTPê careke din diyar, ku kurd ji aqilekî neteweyî, rasyonal, hevbeş, demokrat, hevdem mehrûm in.

Kurd, ji bona ku tirkiyevî difikirin, ji aqilekî neteweyî bê par in. Berpirsiyarên kurdan, her çiqas ji boma neteweya Filîstîn û neteweyên din yên dinyayê mafê çarenivîsî û dewletbûnê diparêzin jî, ji bona xwe dewletbûnê û li Kurdistanê desthilatdarbûnê napêrezin. Ew jî derdixwe holê ku berpirsiyar û tevgera kurd ji aqilekî neteweyî bê par e. Berpirsiyaên Bakurê Kurdiastanê, wek berpirsiyarên neteweyên din, neteweya Filistînî, Karadaxî, Kosovayî û neteweyên din xwediyê aqilekî neteweyî nînin. Ew tirkiyevî difikirin û beşek ji sîstema Komara Tirkiyeyê ne.

Divê kurd û berpirsiyarên wan hem xwediyê aqilekî neteweyî bin û hem jî ew aqila hevbeş be. Lewra bi çend stratejiyan kurd li hemberî Komara Tirkiyeyê nikarin bibin teref. Komara Tirkiyeyê ji vê rewşê her demê îstifade dike û kîjan stratejî nêzîkî wan be, dê bi wê beşê re danûstandin bike. Ew jî her demê ji bona kurdan û pirsa neteweyî ya kurd xeteriyê çê dike û pêvajoya çareseriyê dirêj dike. Divê berpirsiyariya kurd li Kurdistanê desthilatdarî û dezgehbûna neteweyî ya kurd û Kurdistanê gelek aşkere biparêzin.

Li cem vê yekê divê berpirsiyariya kurd rasyonal be. Lê hezar mixabin berpirsiyariya kurd bi giranî bi hîs û hestên xwe hereket dike. Ev jî dibe sedem ku stratejî û helwesta xwe her dem biguhere, gorî rojê, demê, konjonktûrê tevbigere. Lê tê zanîn ku ji bona çareserbûna pirsên neteweyî, pîvan û model objektîf û rasyonal in. Ji bona vê divê berpirsirsiyariya kurd rasyonal be. Gorî hîsên xwe ne, gorî pîvanên objektîf û navneteweyî tevbigere.

Berpirsiyariya kurd divê demokrat û hevdem be jî. Tevgera Bakurê Kurdistanê di şertên dema Şerê Sar de pêş ket, gorî îdeolojî û helwesta wê demê şikil girt û xwe organîze kir. Ev jî bû sedem ku Tevgera Bakurê Kurdistanê karaktereke otorîter û totalîter qezenç bike.

Bi taybetî jî piştî ku PKKê bi Îranê û Suriyeyê û Iraqê re danûstandin kir, ev karaktera otorîter û totalîter xetertir bû û karaketereke dezgehî qezenç kir. Di vê merheleyê de jî, ev karaktera otorîter û totalîter problemeke mezin e û ev karaktera pêşiya hevbeşbûn û yekîtiya kurdan digre. Dibe sedem ku di nav kurdan de parçebûn çê bibe.

PKKê, ji derveyî xwe tu hêzên civakî û siyasî meşrû nabîne. PKKê bes xwe berpirsiyar dibîne û terefên din meşrû nabîne. Ji bona vê jî berpirsiyariya kurd hewcedarı demokrasiyeke plûral e. Dema ku demokrasî wek çand û şiklê jiyanê neyê pejirandin, yekîtiya neteweya kurd pêk nayê.

Divê berpirsiyariya Bakurê Kurdistanê di hemen dem de hevdem be jî. Ji çand û helwesta dema Şerê Sar ya ne demokratîk xelas bibe. Di navbeyna xwe dinyaya otorîter û totalîter xeteke qalind bikşîne. Bi dewlet û sîstemên otorîter û totalîter ve nebin xwediyê pêwendiyên stratejîk. Divê bi dinyaya demokratîk û hevdem re pêwendiyên xwe xurt bikin.

*****

Di encamê de: Ev dema ku em tê re deras dibin, demeke taybet û girîng e. Pirsa neteweyî ya kurd, ji derveyî îrade û helwesta terefa tirk û kurd ber bi çareseriyê diçe. Sedsala 21-emîn dê bibe sedsala neteweya kurd. Divê kurd û berpirsiyariya kurdan gorî sedsala 21-an tevbigerin û xwe nû bikin. Ev jî aqilekî neteweyî, hevbeş, rasyonal, demokrat, hevdem hewce dibîne. Di vê merheleyê de berpirsiyariya kurd ji vê helwestê dûr e. Divê ev xwe bi lez û bez biguherîne.

Beriya vê demekê beşek rêxistinên sivîl û kesên kurd bi serokkomarê Tirkiyeyê re hevûdîtin h.kirin û ji bo çareseriya “pirsa kurd” bîrûreyên xwe pêşkêş kirin. Di nav van de navê Galîp Ensarıogluyî derket pêş. Ensarîogluyî divê vî mafî di xwe de nebîne. Ciyê xwe jî baş nas bike. Lewra ew heta duho bi Mehmed Agarî û Tansû Çılerî re bû. Wan û hikumetên wan jî, Kurdistan şewitandin û bi hezaran kurd li kolanan kuştin û dan kuştin.

Amed, 27. 06. 2009
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

foto:fmanager.net

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir