Çend beş ji Romana Feqiyê Teyran
Haziran 22, 2009 by bahoz
Filed under 2-Cîhana Pirtûkan, 4-Nivîskar
Weşanxaneya Sarayê ku vê berhema hêja daye ber çapê, di pêşgotina pirtûkê de xebata nivîskarê romanê wisa dinirxîne: ”Abdusamet, bi vê mesqkirin û vegotina hizrî, ya li ser klasîkvanekî me yê fireh navdar, li ser jiyana Feqiyê Teyran; vegotineke serguzarî (roman), wêjeyî, derûnî, ya ku têra xwe zindî û rengîn dihone.” Fermo, em beşek ji romanê bi we re pay dikin:
”Berî ku here, Dîlberê hat nig wî û hemawiyek ji ber xwe derxist û da Mihemed, da ku bi xwe re bibe. Mihemed, gava ku Dîlberê hemawî dayê de, rahist û kire di ber xwe de û kir ku here. Lê gava kir ku here, hat li hevberê Dîlberê û weke heyamekê li çavên wê yên bi ês meyizand. Mihemed di wê kêlîkê de weke ku tijî bû dihate xuyakirin. Çavên xwe gava ku dibirine ser Dîlberê, xwe ne digirt ku li wê bimeyizêne. Çavên wê di wê kêlîkê de gava ku li wan dihate meyizandin, gelekî bi bal bûn. Çavên wê weke çirayekî vêxistî bû dihatine xuyakirin her çend ku xemgîn jî bûn. Gava ku li çavên wê dihate meyizandin, mirov digot qey çîk ji çavên wê diçin. Gava ku mirov ji ber royê dihate ber sîhwanê, weke ku ro tîrêjên xwe di çavên wê de bide nîsandan, dihate xuyakirin. Bi vî awayî çavên wê gelekî bi bal bûn. Çavên wê gelekî xwesik bûn. Çavên wê bejna wê gelekî xwesik didane ber çavan. Her weha li wê dihate meyizandin, bala mirov diçû ser çavên wê û pist re jî bi wê yekê re diçû ser bejna wê ya ku li ber çavan bû. Mihemed gava ku li wan çavên wê dimeyizand, gelekî di bin bandûrê de dima. Mihemed êseke mazin gava ku li çavan wê dimeyizand dixwand. Gava ku ês ji çavên wê dixwand jî, êseke gelekî mazin dixiste di dilê wî de. Mihemed ku her li wê û li çavên wê dimeyizand, gelekî di bin bandûrê de dima. Bi vê yekê re karê xwe dike û ji wir dûrkeve here. Lê destê wî ji wê ne dibû, ku wê li wir bihêle û here. Vê yekê jî li wî bandûrek gran dikir. Di dilê wî de raperînek ji dîtinên wî hebû. Di dilê xwe de weke ku difûrî dihate xuyakirin. Weke mirovê ku di xewê de gelek xûlobatan bibîne, dihate xuyakirin. Ew jî her weha di rewsekê de bû, ku xûlobatan didît. Lê xûlobatên ku didîtin ne di xewê de didîtin. Di jiyanê de û siyar bû, her weha didîtin. Mirov gava ku xûlobatan dibîne, zû bi zû ji bîr nake. Her weha Mihemed jî tistê ku dîtibûn, ne mimkun bû ku ji bîr bike. Ji tistên ku dîtibûn gelekî bi bandûr bû bû. Mihemed bi vê yekê re karê xwe kir û bikeve ser rê de, da ku here nig bav û birayên Dîlberê û rewsa wê ji wan re bibêjê. Her weha bi gavên lezê dabû ser rê û ji wir bi dilês û dilbikul dûr diket.”
* * *
”Mirov çawa ji zimanê teyrikan têdigehê? Ew ku li ciwaniya xwe, her weha gelek nêzîkatiyên xwezayî bi xwe re bi wate dike û bi nêzîkatiyên xwe re û bi hizra xwe re dihêne ser zimên..
Li ser xwezayê dipirsî, xwe di nav hizra xwezayê de kûr dikir. Avakirina hizira di serî de, ji bo nêzîkatiyên wî, dibû xwedî wateyeke mazin. Gava ku li nig seydayê xwe dixwand û ku li nav xwezayê digeriya û dirûnist, her weha nêzîkatiyên hûnerî bi xwe re dida çêkirin. Bi hevalên xwe re gerandina li nav xwezayê, li ser teyrik û xwezayê hizra xwe ji wan re digot. Bi wan re her weha li ser xwezayê dipêyivî. Digote hevalên xwe ’zimanê teyrikan jî heye’. Hevalên wî, ji wî dipirsin ’nexwe mirov dikare bi wan re bipeyive?’ Têgehîstin jî zor dihat ji hevalên wî re..
Ew ji teyrik û sewalan (heywanatan) hîs dikir. Di dil û serê wî de li ser teyrik û sewalan nêzîkatiyên ku bi hizir û hest hatibûn hûnandin, hêbûn. Gotinan ji nimûneyên bi teyrik û sewalan dihanîne ser zimên. Her weha nimûneyên li ser teyrik û sewalan dayin, wî dike ’feqiye ku bi tayrûkan re diaxive.”
Wêneya bergê: Kincên Peyayên Kurd 1885 (Antique Ethnographic Print: Kurdish Men and Costumes of Kurdistan – 1885) Orjînal: li Navenda Arsîvxaneya SARA’yê
Di sala 1978’ê li gundê Xirabesosinê ku di navbera Cizira Bota û Nisêbinê de ye, ji dayik dibe. Biçûkatiya xwe li wir dibuhurîne. Ta dibe 10 salî, li gund dimîne. Pist re, ji ber hatina dewletê bi ser sêniyê de, malbat bar dike bajêr. Dema ew ji gund bar dikin, pêsî diçin gundekî, ku jê re dibêjin Selekunê. Li wir jî derfet na din malbatê, ku li wir bimînin.
Abdusamet li Serhedê tê girtin. Dewlet dizanibû ku ew welatperwer e, dixebite. Ji ber vê yekê jî, gava ku ew girtin, 17 rojan di bin çavan de dihêlin û pist re jî, ew disînin girtîgeha Îdirê. Li girtîgaha Îdirê bi 40 hevalên xwe re 47 rojan dimîne. Pasê ew bi hev re disînin girtîgeha Erzeromê. Di wê demê de li girtîgeha Erzeromê dema wehsetê bû. Pistî ku Samet derket, pistî sê mehan, careke din hat girtin. Vê carê jî li Êlihê ye. Li wir, pistî ku ser 10 rojan di bin çavan de hat histin û pê de, ew sandin girtîgehê. Bi çendî salakê li hundir ma. Di wê demê de li DGM’ê li Amedê hat darizandin. Li dadgaha dagîrkeran 12 sal û nîv ceza dan wî. Pist re ew sandin girtîgeha Gîresûnê. Li vê girtîgehê 8 salan ma. Sala 2004’ê, 27 salî, ji girtîgehê derket. Ew têkosîna xwe ya ji bo azadiya kurdan hîna jî berdewam dike.
Goran Candan


