Firat Cewerî êdî bi tirkî yekî dikuje
Haziran 8, 2009 by bahoz
Filed under 2-Cîhana Pirtûkan
Romana nivîskarê hezkirî Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim “Birini Öldüreceğim” bi tirkiya Muhsin Kizilkaya di nav weşanên İthakiyê de derket. Mîna tê zanîn par jî romana Cewerî ya bi navê “Payiza dereng” ji aliyê heman wergêrî ve hatibû wergerandin û ji aliyê heman weşanxaneyê ve derketibû.
Ez ê yekî bikujim (Weşanên Avesta) ku îsal bû yek ji pirtûkên kurdî ya herî pir hat firotin û ya herî pir li ser hate peyivandin û nivîsandin, cihê xwe di dilên gelek xwendevanan de çêkir. Ev romana modern ya ku ji du beşan pêk tê; serpêhatiyên sê kesan bi rewşa welêt ya sosyo-psîkolojîk ve dihûne û bi xelekên tesadufiyê bi hev ve girê dide, diyar e wê cihê xwe di dilên xwendevanên dinyayê de jî çêbike.
Weşanxaneya İthaki di danasîna xwe de weha dinivîsîne: “Firat Cewerî, trajediyên ‘mirovên biçûk’ ku di navbera ‘dinyayên mezin de’ asê mane her vedibêje…”
Zarathustra News –

