Ji Çiya MAZî Pirtûkeke Nû :“Mijarên Mîqro”
Mayıs 19, 2009 by bahoz
Filed under 2-Cîhana Pirtûkan
Çiya Mazî bi 2 yemîn pirtûka xwe a çîrokan derket pêşberî xwendevanan. Wekî tê zanîn Çiya Mazî pêşî pirtûka çîrokan “Mistek jiyan” weşandibû. Dû re bi pirtûka “Palûte” a helbestan dom kiribû. Herwiha Mazî, bi lêkolînên foklorîk û zargotinî û wergerê jî tê nasîn. Pirtûka wî ya bi navê “Ferhenga Gotinên pêşiyan” di sala 2005 an de hatibû weşandin. Ev ferheng li Duhokê bi tîpên Erebî (kurmancî) jî di 2006 an de hatibû weşandin. Herwiha gelek nivîsarên wî jî di gelek weşanan de hatine weşandin.
“Mijarên Mîqro”, nîşana guherîna çîrokên Çiya Mazî ji alî teknîk û şêwazê xuya dike. Di çîrokên xwe de bi piranî li ser pisîkolojiya mirovan sekiniye. Tiştên biçûk ku mirov lê heyîrî dimînin an mirov bi wan tiştan dikevin astengiyên mezin û nikarin derkevin bi piranî bûne mijara çîrokên Mazî. Minak; kêzikek, xewna zarokekî, çeqmaq, dibistan û fîkandina mirovekî bûne mijara çîrokên wî.
Ya herî girîng ku di vê pirtûkê de xuya dibe, tiştên bêgiyan ku dipeyîvin an dibin lehengê çîrokan wekî; kevir, dar, mêw. “Dara bihîvê” û “Dara Mêwê” ; van darana her yek ji xwe re çîrokek mirovan ji xwendevanan re vedibêjin. Van çîrokana rewşa civakê bi awayekî hêsan derdixin pêşberî xwendevanan.
Di “Dara Bihîvê” de em li rastî kuştina jin û qîzan rast tên û bi mînakên tewl bitewl. Di vê çîrokê de jin û mêr li derekê rûdinin û planên kuştina qîza xwe dikin. Lê wekî guftûgoyên ji rêzê dîyalog rêz dibin. Mekanê vê çîrokê welatê Kurdan giş e. Bajarek e, lê ew bajar bi navê hemû bajarên kurdan tê binavkirin. Wekî dibêje; “em li paş bajarekî dîrokî rûniştine, gelo Diyarbekir e, gelo Mêrdîn e, Riha ye, Xerpût e? Na na, ez dibêm Êlih e yan jî Agirî. Dibe ku Hewlêr an Duhok be jî, nizanim. Weke navê Mehabad jî tê guhê min, belkî nav ew be jî.” Ev nîşandayîn kuştina jinan ku li herderê welatê kurdan belabûyî derdixe holê”.
Di çîroka “Şemo Şano” de hînbûna şkenceyê ku mirov êdî demek te şkenceyê bi tiştekî nahesibîne xuya dike. Herwiha carinan mirov dibin wekî wahş û hirçan û bêrehm dimînin di çîroka “Şahîdî” de. Lehengê çîroka balkêş “Dîmen xweş e” bi navê “Brêz M.” zixtan li pîroziya dayikê dixe û dibêje “ez ji diya xwe hez nakim”. Herwiha di çîroka “Niqrîskên Gewriyê” de jî dayik tê rexnekirin.
Di çîroka fînalê “Xewna Dawî” de lehengên çîrokan giş tên bibîranîn, vê çîrokê bi xewneke dawî ya pir belkêş cîhekî xweş girtiye di pirtûkê de. “Tenûra mala şêx”, “Em” “Ma ev jî nig in”, “Kekê mino zava” “Dînamo” çîrokên din yên balkêş in di pirtûkê de.
Wekî çîrokên kurdî ku van salên dawiyê derdikevin, di çîrokên Çiya Mazî de jî pêşketina wêjeya kurdî xuya dibe û tahmeke xweş ya ziman bi mirov didin tahmkirin. .
“MİJARêN MîQRO” di weşanxaneya “do” yê de hatiye çapkirin.
doyayinlari@hotmail.com
Telefon: (0212) 2430156
Fax : (212) 2527048
STENBOL

