MEHA KESKESORÊ (Çiya Mazi)

Mart 20, 2009 by argun  
Filed under 4-Nivîskar

keskusorSebra xwe î te dikişand

ji hinavên dilşikesti

Berî ewrên çilesrî

Berî zîpikek bêbext

Berî av bigire ser rê

Heyşt hilman jê bigihîne min

Di biharê de diyar dibin

xweşî û nexweşiyên min

Li ser devê min şanzdeh kevir

Çeqçeq nayê ji diranê min

Destmalên ciwan paqij dikin hêsirên min

Bi biryarim biqetînim qeyd û merbetên xwe

Bi biryarim û nêzîk maye adar

Were…

Binuhurîne li ber serê min

Bîst û carekê bilîrîne

Bila dengê te bê min

Tevlî bêhna bi hezaran bilbizêk re

Bişîne şînika xwe î bi qul

Ezê bi porê kurê xwe vekim

Were…

Berî zewêdiyên keskesora bi dizî

Berî tarî têkeve erdê

Bide ser hev perçeyên tavê

Û bigihîne min şewqa wê

Bila germ bibim

Bila germ bibim ji awirên te

Reşemî 2002
Çiya Mazi

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir