NALÎNEK Jİ HELEBCÊ..! (Fahri Karakoyunlu)
Mart 15, 2009 by bahoz
Filed under 4-Nivîskar, Fahri Karakoyunlu, Manset
Sibe 21’emin salvegera karesata Helebce ye. Ev karesata di mîjoyê gelê Kurd de bi herhawayî hîn zindî ye. Wek tê zanîn, heyva adarê ji bo Kurda heyvek girîngîya xwe bê hempa ye. Ji ber ku gellek bûyerên dîrokî, gellek êş û elem, gellek şîn û hawar di vê heyvê de qewimî ye. Ji ber van teybetmendîyan, Kurd, di vê heyvê de dem bi dem di nav xemgînîye de, di nav ceng û hawarê, di nav êş û elemê de ne. Lê êş û elemê gelê kurd ê di vê heyvê de bi pîrozkirina xemla bûka Kurd Newrozê de xwe dispêre rojên xweş û geş, rojên berxedan û azadîyê, rojên evîn û hêvîyê. Kurd dizanin ku li pê van rojên reş û tarî, li pê serma û seqemê, li pê ihanet û zilmê, roja xweş, roja nû, roja azadîyê, roja NEWROZÊ heye.
Bi seden sala ye ku gelê Kurd xemla bûka Kurd Newrozê bi wate û bi hêvîya azadîyê û evîna xort û qîza pîroz dike. Li mixabin bûyerên di vê heyvê de qewimî ye, tu cara wek wê roja bi elem, wek wê roja bi keder, wek wê roja erdû ezman bi ser gelê Kurd de daket ne qewimî ye. Ev roja ne ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahîyê, ji bo dîroka mirovatîyê, ji bo edaletê, ji bo mafê zarok û jina; rûpelek tarî, rûpelek qirêj e ya bi destê zilmê hatîye amade kirin.Ev roj; di mîjo, di hest û ramana gelê Kurd de HELEBCE ye.
Ji wê rojê vir de gelê Kurd, Newrozan bê zarokên Helebcê û bihustîxwarî pîroz dikin. Diserderbasbûyîna vê karesata dij mirovahî de, 21 sal derbas bû. Mixabin birîn û kedera gelê Helebcê nehat kewandin. Gere herkes bizanibe ku ev karesata ne tenê karesatek dij netewa Kurd, lêbelê li dij mirovahîyê bûye. Her çıkas li ser netewa Kurd tifakek qirêj, tifakek bêyom bi destê dijminê Kurd hetibe darxistin jî, bandora vê karesatê di mijoyê gelê kurd de bi sadan salan dê bandora xwe bidomîne. Ev bandor ji bo cîhana medenî ya hevdem jî, şermîyek û rûreşîyek mezin jî wê biafirîne. Ji ber kû di vê karesatê de tawanên wan yên dewletî û bazirganî hebû. Wan dewletên ku ji tawanên Saddam û hevparê wî re çav girtin, ji bo berjewendîyê xwe yê aborî û sîyasî li ber gelê Kurd rûreşîyek mezin kirin û ji nivşê xwe ye nû re şermek mezin berdan.
Birînê Helebcê ji layê desthilatdarîya Kurd de jî derman nebû, ev jî şermek mezin e ji bo desthilatdarîya Kurd. Tenê Helebce hilweneşîyabû. Tenê penc hezar can qetilnebibû. Vê karesata qirêj, erdnîgarîya heremê, av û rûbar, darû ber, deşt û zozan, gîha û kulîlk, erdû ezman ji hilweşandibû. Lê deme şerê birakujî û hin alozîyê di nawbera KDP û YNK ê de qewimî, valatîyek li bajarê Helebcê û li ser pirsa Helebcê çêbû. Dubendîtîya deshilatdarîya Kurdistanê, neçarmayîna Helebcê û birînên Helebcê hîn kûr kir. Her çikas îro hinek tişt ji bo bajarvanîyê ava dibe jî, birînên gelê Helebcê pirr di kûr de ye. Her tişt li Helebcê tên qebûlkirin lê bê edaletî tu car nayê qebûl kirin. Ji bo wî Hukmeta Federe ya Kurdistan, gere di rêvebirîya bajarê Helebcê de pirr hasas û adîl be. Her tişt tê jibîrkirin lê bê edaletî tu car…
Êdi komkujîyek bê navim, ez navê xwe dixwzim…
Şev tum amade ye ji rojek nû re, dixwaze histûnê xwe kom bike û bi rêkeve, lê feleka xaîn îjar jî konê şevê bi ser me de kir û nexwast ji ser me rake. Dîsa xewn û xweyalên zarokên Kurd nema gîha wê rojê, wê roja şadî; lewra wê rojê ji ezmaman de jar barî. Zarok di xeyalên xwe de bi bîna sêva, bi bîna xerdelê de matmaî ma û razan. Di zimanên zarokê Helebcê de ew roja şadî, roja evînê Newroz wek wan qetil bibû û Zarokên Helebcê wisa bang dikirin.
Em li hêvîya bûharê bûn.
Berf helîya bû, xule xula çem û rûbaran bû.
Dar û pel dibişkivîn,
Bîhna germê ji erd û asîman dihat.
Me destê xwe li rojê vekir û em revîyan, revîyan…
Berbi rojê berbî bayê Newrozê.
Bîhn dihat, bîhnek ne wek her car.
Pozê me, qirika me, çavên me dişewitand.
Çi bi bayê Adarê, bayê Newrozê hatibû.
Qey ew bîhna beybûn, sosîn, rihan û şîlana,
bîhna sêvê bîyanî bû ji welatê dûr dahat?
Bîhnê em dikşand,
Me jî xwe li wê bîhnê girt
û me kişand nav cerg û dilê xwe.
Lê me nizanî bû ev bîhn bîhna jarê ye, bîhna mirinê ye.
Di wê demê ewrên reş û tarî bi ser me de girt
û her der bû şev û tarî…
Em bi hezaran zarok, keç û law,
bi hezaran dê û bav,
bi hezaran pîr û kal,
matman di cî de.
Nema em revîyan û di cî de wek berxikên li ber şîr,
li ber dayikan bi lorîn…
Me ne dizanî berxikê ber şîr, zarok jî tên kuştin…
Xewn û xeyalên me a newrozê şikîya.
Hîn em ê biçyana banîya,
me ê destê xwe bida hev
di nav beybûn, mêrg û çîmenan de…
Me ê bifiranda bafirokên kesk û sor û zer,
em ê biçûna nav zevîyan,
me ê beybûn kom bikira, bikira taca serê xwe,
û me yê pîroz bikira Newroza rengîn.
Lê mixabin wan xewn û xeyalên me pûç kirin.
Dayik bê zarok, zarok jî bê dayik hîştin
li nav bajarê HELEPCÊ.
Li Helepçê Newroz qetil bibû. Êdê di zimanê zarokan de qîrîn û hawar, di zimanê dayikan de şîn û şîvan e Newroz.
Newroza gelê Kurd pîroz be.
15 Adar 2009 – Amed
Fahri Karakoyunlu.

