Hêlîn dest bi weşanê dike… (Weşanên Avesta)
Mart 14, 2009 by argun
Filed under 2-Cîhana Pirtûkan
Weşanxaneya Avesta bi navê Hêlîn weşanxaneyeke ku ê tenê kitêbên zarokan bi kurdî biweşîne, ava dike. Hêlîn di Newrozê de dest bi weşanê dike. Kitêba yekemîn wergereke Celadet Alî Bedirxan a bi navê ‘Conî û Cimêma’ ye ku di sala 1943yan de di nav Kitêbxana Hawarê de tenê 15 heb hatibûn çapkirin e. Nivîskarê kitêbê Bryan Guinnes e û Celadet Beg ew ji fransî wergerandiye. Kitêba duwem a Mustafa Uzun ‘Newroz’ e. Ilustrasyonê ‘Newroz’ê ji aliyê Wolf Dieter Kopfer ve hatine çêkirin. Kitêba sêyemîn klasîkeke girîng e: Serpêhatiyên Tom Sawyer. Nivîskarê wê Mark Twain e. Tom Sawyer, Ergîn Opengîn ji ingilîzî wergerandiye.
Di Hêlînê de ji kitêbên alfabê ta bi xêzeromanan, çîrokên kurdî û ên dinyayê, kitêbên fêrkirina jiyanê, materyalên dersê, rengîn û reş û spî, bo her kategoriya temen û bi ebadên cihê ê çap bibin.
Hêlîn dixwaze her meh bi kêmanî kitêbeke zarokan biweşîne.
www.avestakitap.com

