JANA WERTHER-Johann Wolfgang Goethe (Weşanên Pêrî)
Aralık 3, 2008 by pixco
Filed under 2-Cîhana Pirtûkan
Me xwest ku xwendevanê kurd yekem jî dakeve nav cîhana kitêbên edebîyata derveyî, ango edebîyata cîhanê.
Lewra ev kesê xwendewan û zimanê ku tekildarî edebiyata cîhane nebe; teng dimîne, asoya xwe teng dêhêle.. Daku nikare xwe ji wan re kompore (muqayese) bike û xwe pêşve bibe.. Bi vê nêrînê me weke Weşanên Pêrî, kitêba ku Memê Mala Hine & Arjen Reîf Kosorî ji İngilizi û tirkî wergerandîbû kurdiya zelal, bîryara çapê girt û pêşkêşî we xwendekaran kir..Daku peşengiya zimanekî xweser dema ku xwe di nav edebiyata cîhanê de aşkerekir mayinde dibe.
Johann Wolfgang Goethe Kî ye?
J. W. Goethe; Di 23ê Gelawêja 1749an de li Frankfurtê ji dêya xwe bûye. Ji ber ku dê û bavê wî bi zanist û hunerê ve mijûl bûne li hawîrdoreke hunerhez mezin bûye. Di þanzdeh salîya xwe de ji bo perwerdehîya hiqûqê çûye Leipzigê. Piþtî ku ji ber nexweþîya xwe vegerîyaye Frankfurtê li ser wêje, kîmya û olê xebitîye. Di sala 1770an de çûye Strazssburgê û li wir helbestvanê herî navdar ê wê serdemê, Herder nas kirîye û bi saya Herder bêtir giringî daye helbestê û bi vî awayî dirûvekî nû daye helbesta Almanî. Di sala 1774an de “Jana Werther” nivîsandîye. Ev roman wek destpêka berhemên kemilî yên Goethe tê binavkirin.
Goethe di sala 1776an de bûye þêwirmendê dukê Waimarê û her wiha bûye rêvebirê þanoya Waimarê. Wî ev vatinî heya dawîya jîyana xwe domandîye.
Di sala 1786an de çûye Romayê û heya sala 1788an li wir maye. Di van du salan de þaristanîyeta Yewnan û Romayê vekolandîye. Piþtî vê serdanê di berhemên wî de bandora herdu þaristanîyetan zêdetir bûye. Wî þanoya xwe ya bi navê Egmont li Romayê nivîsandîye.
Di sala 1808an de bi handana Schiller berga pêþîn a berhema xwe ya navdar Faust qedandîye. Wî, berga duwem a vê berhema giranbiha çend hefte berîya mirina xwe temam kirîye. Goethe di 22yê Adara 1832an de çûye ser dilovanîya xwe.
Berhemên wî yên sereke ev in: West-oest Licher, Faust, Ýphigenie, Wilhelm, Meister, Kont, Egmont, Tarkuato Tasso, Herman û Doratho.
Goethe wek serkêþê wêjeya klasîk a Almanî tê binavkirin. Wêjeya Almanî bi saya wî di wejeya klasîk a Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng. Her wisa rexnegîrên wêjeyê hevbîr in ku wî her çiqas bi Almanî û wekî Almanekî nivîsandibe jî her tim nirxên gerdûnî derxistin pêþ.
Em vê kurtenivîsa li ser jîyan û berhemên Goethe bi gotineke wî ya navdar ku wî di ber sekeratê de gotibû, bi dawî tînin:
“Ronahî, hinekî din ronahî!”
Johann Wolfgang Goethe li ser vê xebata xwe weha dibêje:
”Bi qasî ku ji destê min hat di derbarê serborîya Wertherê reben de min çi dîtibin berhev kirin û niha jî pêþkêþî we dikim. Ez dizanim ku hûn ê spasîya min bikin. Ji ber hezjêkirin û heyranîya gîyan û kesayetîya wî, hûn ê li hember çarenivîsa wî nekarin rondikên çavên xwe bigirin.
A niha yên ku heman hestên wî parve dikin, jana wî bila we aþ bike û ger hûn ji ber çarenivîs an jî qebehetê xwe nikarin hevalekî din ê nêz bibînin, bila ev pirtûk ji we re bibe hevalek!”
Ebat: 21 x 13. 5, 112 Rûpel (7 forma)
Kaxez: formen navin Enzo, berg 300 kuşe
ISBN 978 975- 9010-92-8
Buha : 7 YTL
Editor: Ehmed ONAL



