Li Ser Bahoz/Firtina (İsmail Beşikçi)

Kasım 23, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, İsmail Beşikçi

 Bahoz/Firtına, fîlmekî Mezopotamya Sînema ye. Senaryoya vî fîlmî ji layê Kazim Ozî ve hatîye amadekirin. Derhênerê vî fîlmî jî, dîsa, Kazim Oz e.

Ez dixwazim derbareyê vî fîlmî de hest û fikrên xwe îfade bikim.

Hevalekî min î gelek nêzîk, gelek ciwan hebû. Bo min behsa salên destpêkê yên xwendina xwe ya li unîversîteyê kiribû. Dawîya salên 1980yî, destpêka salên 1990î… Digot, “Me zanibû ku em tirk in, lê me nizanibû em ji kîjan êla tirk in. Me meraq dikir ku bê hela kurd ji kîjan êla tirk bûn. Bona viya, diviyabû me kitêb bixwendana. Em li kitêbfiroşan ketibûn pey kitêban, me kitêb dipirsîn. Kitêbfiroşek, xwendina kitêbên Beşîkçî pêşnîyaz kir. Em di prosesa van xwendinan de ji koka xwe haydar bûn, me zanî ku kurd miletekî din e.

Di fîlmê Bahoz de xwendevanekî ciwan ku hîn nuh lîseyê qedandîye û li Îstanbulê dest bi unîversîteyê dike heye: Cemal. Xwendevanên kurd ên şorişger ku li unîversîteyê dixwînin, hewl didin xwe ku xwendevanên nuh jî organîze bikin. Bi Cemalî re jî peywendî datînin. Bo Cemalî behsa kurdan, mafê kurdan, ji destê kurdan stendina van mafan dikin. Cemal dide zanîn ku ew ji Tucelîyê hatîye û dibêje “Ma kurd jî ne tirk in?” Di navbera Cemalî û hevalên wî de nakokîyên pêt çêdibin. Heta ku ev hevkişandin digihê wê radeyê ku keça kurd Hêlîn ji ber vê sersarîya wî şîlmaqekê li Cemalî dixe lê bi hemet tevdigerin daku peywendîya ligel hev nebirin.

Bahoz, li 30 salên dawîn têkoşîna şorişgerî ya xwendevanên unîversîteyê, bi taybet têkoşîna kurdan vedibêje. Di serê fîlmî de ew xwendevanên ku bi polîtîkayê re, bi pirsgirêkên sîyasî û civakî yên Tirkîyê re hîç eleqedar nabin, jîyana wan a li unîversîteyê jî hatîye nîşandan. Di fîlmî de bi awayekî girîng bo têkoşîna kurd bal tê kişandin. Bi eleqedarî, bi heyecan û baldarî tê şopandin ku bê hela di Cemalî de veguherîna derûnî û hişmendîyê çawa çêdibe, haydarbûn çawa geş dibe, zanîn çawa pêşde diçe. Cemal jî bi kitêbeka Beşîkçî dest bi xwendinê dike. Di fîlmî de peyamên gelek girîng, ne ku bi gotinan, bi rêya mîmîkan tên dayîn. Wekî mînak, kenekî sivik î rewnak, çavên ku dibişirin, ronahîyek ku ji hundirê çavan belav dibe, peyamên gelek girînd diafirînin. Meriv dikane vê yekê wekî uslûbeka afirînerîyê jî bihelsengîne. Di fîlmî de 4-5 peyamên wisa hene.

Di fîlmî de kêlîyeka trajîk, sehneyeka trajîk heye. Yê ku trajîk e, çi ye? Em rêveberîyeka otorîter a faşîst bifikirin. Hêzên asayîşê bi ser malekê de digrin. Li mal, dê-bavek û du zarok/xort hene. Fermandeyê hêzên asayîşê ji jinikê/dayîkê re wisa dibêje: Ev malbat li dijî rêveberîya me xebitî. Guh neda talîmat û fermanên me. Dê ev helwêst bê ceza nemîne. Em ê ji van her du zarokan yekî bibin û bidin ber devê guleyan. Em kîjanê bibin, tu bibêje.

A ev e, di vê kêlîyê de rewşa derûnî ya jinikê, bêhuzûrîya wê ya derûnî, trajîk e. Bêguman jinik dixwaze her du zarokên xwe jî biparêze, dixwaze her du jî bijîn. Lê divê ji zarokan yek jê bibin bidin ber devê guleyan. Û wî mafî didin jinikê ku bikanibe ji her duyan yekî hilbijêre. Di vê kêlîya trajîk de hilbijartin çênabe. Tiştê ku vê kêlîyê dike trajîk, nebûna hilbijartinê ye. Çareserî, bi biryara ku ji layê hêzên ji derveyî jinikê û zarokan hatîye dayîn ve pêk tê. Bi demê re pêk tê.

Di fîlmê Bahoz/Firtina de wekî viya, kêlîyeka trajîk a giran heye. Pêrgî hev hatina bav û kur, ango Cemal û bavê wî ku li dersxaneyeka vala ya unîversîteyê rastî hev tên… Kurik bona ku ji teqîbata polîs xilas bibe, xwe diveşêre. Wekî kesekî winda tê zanîn. Bav li kurê xwe digere. Ji kantîna unîversîteyê, ji polîsxaneyan pirsa kurê xwe dike. Ya rast, kantîn û salona dersxaneyê ji hev gelek nêzîk in. Cemal dema ku di pencereyê re li derve dinihêre, hay ji bavê xwe yê ku bi tena serê xwe li ser bankekê rûniştîye, dibe. Û ji hevalê xwe dixwaze ku bavê wî bigre bîne cihê ku ew lê dimîne. Di wê kêlîya ku hevalê wî ji derî derdikeve derve ku biçe bavê wî bîne, polîs xwe didin nêzî bavê wî, tiştek jê re dibêjin û diçin. Cemal poşman e ku hevalê xwe şandîye ber bavê xwe. Heval, ji polîsan bêxeber e. Bavî digre tîne ber Cemalî. Bav û kur li vê dersxaneya ku behsa wê bû, rastî hev tên. Bav dixwaze kurê xwe bibe mal, bibe gund. Kurik bi mîmîkan dide zanîn ku ew vê daxwazê qebul nake. Awayê rûniştina bav û kur a li dersxaneyê jî vê nakokîyê nîşan dide. Temaşevan gelek meraq dikin ku dê bav ji kur re, kur ji bav re çi bibêje. Cemal di nav bêhuzûrîyeka kûr a derûnî de ye. Êdî difikire ku tevli têkoşînê bibe. Ji layekî ve jî, pabendîya bi malbatê ve, berpirsîyarîyên malbatî hene. Dema ku di nav bêhuzûrîyeka wisa de ye, lihevrasthatina wî û bav pêk tê. Di vê rewşê de, dema ku meraqek, heyecanek bi meriv re çêdibe, di wê kêlîyê de ew hevalê ku ji rewşa Cemalî xeberdar e, xeberê didiyê ku polîs tê. Cemal gelek bi lezgînî ji salonê derdikeve. Bav jî bi awayekî neçar li pey kurê xwe bazdide lê kur winda dibe. Ew diyaloga ku dihate payîn, çênabe. Di vir de meriv afirînerîya derhêner Kazim Ozî dibîne. Ger diyalog çêbûbûya, dê bûbûya diyalogeka basît. Dibe ku diyalog neşîya wê kêlîya trajîk deşîfre bikira. Diyalog, dibe ku vê kêlîya trajîk a gelek giran sivik bikira. Kêlîya trajîk ji layê kesên ji derveyî Cemal û bavê wî ve çareser dibe. Kêlîya trajîk ji layê hevalê Cemalî û polîsên di teqîbatê de, tê deşîfrekirin. Di vir de afirînerîyek heye.

Piştî muhasebeyeka derûnî a pêt, Cemal biryar dide ku tevlî têkoşînê bibe. Bahoz/Firtina, ji layekî ve jî, muhasebeya derûnî ye. Êdî di nav gelê xwe de ye. Di nav xelkê wî de hinde merivên ku wî nas dikin jî dertên. Lê êdî ew dibêje ez Mehmûd im. Bi dawetekê re tevlî têkoşînê dibe. Daweteka kurdan. Li Anqere û Îstanbulê min beşdarî bo gelekê dawetên kurdan kiriye. Ji wan re daweta kurdan dihat gotin. Lêbelê ew qet jî ne dawetên kurdan bûn. Ligel folklorekî tirkîzebûyî û xirabûyî çend stranên kurdî… Lê ya di fîlmî de, tam daweteka kurdan bû. Dawet, li ser ava çemekê, di kelekekê de çêdibe. Ketina govendê ya merivên sere gelek muhteşem bû. Ji govendê zêdetir, amadekarîya bo govendê, ketina govendê hîn bêhtir muhteşem bû, lerz bi canê meriv dixist. Dr. Cemşîd Bênderî digot “Li Zagrozan jîyaneka muhteşem a pêşîyên me hebû.” Govendgirtina merivên sere min bir zemanên kevnare, min bir Zagrozan. Govendgirtinê, kesekî din jî anî bîra min. Dibêjin Mela Mistefa Barzanî gotîye, “Kurdê ku govend negire, ne kurd e.” Em di dawetê de Şivan Perwerî jî dibînin… Orhan Kotanî bona Şivan Perwerî wisa digot: Şivan Perwerî bi stranên xwe, bi ajîtasyona xwe kurdê razayî şîyar kir, xist tevgerê, hejand. Êdî ev kurdê hanê ranazê…

Di destê Cemalî de parçeyek kevir heye. Parçeyekî kevir ê niqirandî, neqişandî. Li kevîya avekê, wê dema ku li lîseyê xwendevan bû, ev parçeyê kevir ketîye destê Cemalî. Lê mîna kevirên din, ji destê xwe bernedaye, neavêtîye. Tiştekî girîng ku bi xwe re ji Dêrsimê biriye Îstanbulê. Carînan di nav destê xwe de dibe û tîne, bi vî awayî pê qerîya xwe tîne. Hinde caran demeka dirêj li vî parçeyê kevir mêze dike û têde bi kûr ve diçe. Ev kevir, ez wisa texmîn dikim ku li dorûberê gundê wî ji eserekî arkeolojîk hema elelusûl hatîye jêkirin.

Cemal dema ku di nav gelê xwe de li ser kelekê diçe, vê parçeyê kevir ji nav destê xwe bera nav avê dide. Dema zarok bû, ev parçeyê kevir tam li van deran ketibû destê wî. Ev parçeyê kevir ku ji Dêrsimê bi xwe re biriye Îstanbulê, ji Îstanbulê cardin bi xwe re anîye, li gorî min parçek ji eserekî arkeolojîk e, bi vî awayî cardin vedigere tê cihê ku aîdê wir e.

Di fîlmê Bahoz/Firtina de kadroyekî gelek hêja, kadroyekî bi kalîte ya lîztikvanan heye. Lîztikvanên di rola Cemal, Hêlîn, Orhan û Rojdayê de gelek serketî ne. Lîztikvanê din jî… Gelek hêja ye ku di fîlmî de slogan nîn e, hemî peywendî, hemî gotin di proseseka xwezayî de dewam dikin.

Li 30 salên dawîn, têkoşîna şorişger a xwendevanên unîversîteyê, bi taybet têkoşîna kurdan, karîgerîya wê ya li ser xwendevanên unîversîteyê, bi baldarî, bi heyecan tê temaşekirin.

23/11/2008
Çavkanî: www.netkurd.com

*****

Bir Mezopotamya Sinema Filmi. Senaryosu Kazım Öz tarafından hazırlanan bir film. Yönetmeni yine kazım Öz olan bir film. Bu film hakkındaki duygularımı ve düşüncelerimi belirtmek istiyorum.

Çok yakın, çok genç bir arkadaşım var. Bana, üniversiteye başladığı yılları anlatmıştı. 1980’lerin sonları, 1990’ların başları… Şöyle diyordu: “Türk olduğumuzu biliyorduk, ama, Türklerin hangi boyundan olduğumuzu bilmiyorduk. Kürtler, acaba, Türklerin hangi boyundandı? Bunu merak ediyorduk. Bunun için kitaplar okumamız gerekiyordu. Kitapçılardan kitapla arıyor, kitaplar soruyorduk. Bir kitapçı Beşikçi’nin kitaplarını okumamızı önerdi. Kürt köklerimize, Kürtlerin ayrı bir halk olduğuna bu okumalar sürecinde vardık.Bahoz/Fırtına filminde de, liseyi henüz bitirmiş, İstanbul’da, üniversiteye başlayan genç bir öğrenci var. Cemal. Üniversitedeki devrimci Kürt öğrenciler, yeni gelen öğrencileri de örgütlemeye çalışıyorlar. Cemal ile de ilişki kuruyorlar. Cemal’e Kürlerden, Kürtlerin haklarından, bu hakların Kürtlerin ellerinde alındığından söz ediyorlar. Cemal, Tunceli’den geldiğini söylüyor, “Kürtler de Türk değil mi?” diyor. Arkadaşları Cemal’le yoğun bir çatışma yaşıyorlar. Bu çatışma, Kürt kızı Helin’in, bu duyarsızlığından dolayı Cemal’i tokatlamasına kadar varıyor ama ilişkileri koparmamaya özen gösteriyorlar.

Bahoz/Fırtına, son 30 yıllık, üniversitelerdeki devrimci öğrenci mücadelelerini, özellikle Kürtlerin mücadelelerini dile getiriyor. Filmin başında, politikayla,Türkiye’nin toplumsal ve siyasal sorunlarıyla hiç ilgilenmeyen öğrenciler, onların üniversitedeki yaşamları da dile getirilmiş. Filmde Kürt mücadelesine önemli bir vurgu var. Cemal’deki ruhsal ve zihinsel dönüşümün, fark etmenin, nasıl geliştiği, bilincin nasıl yükseldiği, ilgiyle, heyecanla, dikkatle izleniyor. Cemal’de okumalarına Beşikçi’nin bir kitabıyla başlıyor. Filmde çok önemli mesajlar sözlerle değil, mimiklerle veriliyor. Örneğin, aydınlık, hafif bir gülümseme, gözlerin hafifçe gülmesi, gözlerde parlayan bir ışık çok önemli mesajlar üretiyor. Bunu yaratıcı bir üslup olarak değerlendirmek mümkündür. Filmde böyle 4-5 mesaj var.

Filmde trajik bir an, trajik bir sahne var. Trajik olan nedir? Otoriter, faşist bir yönetim düşünelim. Güvenlik birimleri bir eve baskın yapıyor. Evde, ana-baba iki erkek çocuk/delikanlı var. Güvenlik biriminin komutanı, kadına/anaya şöyle diyor: Bu aile yönetimimize karşı geldi. Talimatlarımızı, direktiflerimizi dinlemedi. Bu cezasız kalamaz. Ceza olarak bu çocuklardan birini götüreceğiz, kurşuna dizeceğiz. Hangisini götürelim, sen seç. İşte kadının buradaki durumu, ruhsal gerginliği trajik bir andır. Kadın şüphesiz iki oğlun da korumaya, ikisini de yaşatmaya çalışmaktadır. Fakat çocuklardan biri götürülüp kurşuna dizilecektir. Ve kadına seçim hakkı tanınıyor. Bu trajik anda seçim falan olmaz. Trajik anı yaratan zaten bir tercihin olamayışıdır. Çözüm, kadının ve çocukların dışındaki güçler tarafından verilen kararla gerçekleşir. Zaman içinde gerçekleşir.

Bahoz/Fırtına filminde de buna benzer ağır bir trajik an var. Oğulun, Cemal’in, ve babanın, üniversitenin boş bir ders salonunda karşılaşmaları… Oğul, polisin takibinden kurtulmak için gizlenmektedir. Birkaç arkadaşı dışında kimse, kendisinin nerede olduğunu bilmiyor. Kayıp olarak biliniyor. Baba oğlunu arıyor. Üniversite kantinlerinden, karakollardan soruyor. Kantin ve dershane salonu aslında çok yakın. Cemal, pencereden dışarıyı izlerken bankta tek başına oturan babasını fark ediyor. Ve arkadaşından, babasını bulunduğu yere getirmesini istiyor. Arkadaşı, babasını getirmek üzere salondan çıktığı anda polis babaya yanaşıp bir şeyler söylüyor ve ayrılıyor. Cemal, arkadaşını babasına gönderdiğine pişman. Arkadaş, polisten habersiz. Babayı Cemal’in yanına getiriyor. Baba-oğul, sözü edilen bu dershanede karşılaşıyor. Baba oğlunu eve, köye götürmek istiyor. Oğul mimikleriyle bunu kabul etmediğini bildiriyor. Babanın ve oğlun dershanede oturuşları da bu çelişkiyi sergiliyor. Seyirci, babanın oğluyla, oğlun babasıyla ne konuşacağını çok merak ediyor. Cemal derin bir ruhsal gerilim içindedir. Artık mücadeleye katılma gereğini düşünmektedir. Bir taraftan da aileye bağlılık, aile sorumlulukları var. İşte böyle bir gerilim içindeyken babayla karşılaşma gerçekleşiyor. Bu ortamda bir merak, bir heyecan gelişirken, Cemal’in kendisinden haberdar olan arkadaşı, polisin geldiğini haber veriyor. Cemal çok hızlı bir şekilde salonu terk ediyor. Baba da çaresiz bir şekilde oğlun arkasından koşuyor ama, oğul kayıplara karışıyor. Beklenen diyalog gerçekleşmiyor. Burada yönetmen Kazım Öz’ün yaratıcılığını görmek mümkün. Diyalog olsaydı bu sıradan bir diyalog olurdu. Bu diyalog buradaki trajik anı çözmeye yetmeyebilirdi. Diyalog belki de bu çok ağır trajik anı sulandırırdı. Trajik anı Cemal’in ve babasının dışındaki kişiler, kimseler tarafından çözümleniyor. Trajik an Cemal’in arkadaşı ve takipteki polisler tarafından çözülüyor. Burada bir yaratıcılık var.

Yoğun iç sorgulama sonunda, Cemal, mücadeleye katılma kararı vermiştir. Fırtına bir bakıma da iç sorgulamadır. Artık kendi halkı arasındadır. Kendi insanları arasında onu tanıyanlar çıkıyor. Ama o artık Mahmut olduğunu söylüyor. Bir düğünle birlikte mücadeleye katılıyor. Bir Kürt düğünü. Ankara ve İstanbul’da Kürtlerin birçok düğününe katıldım. Bunlara da Kürt düğünü deniyordu. Ama onlar Kürt düğünü falan değildi. Bozulmuş, Türkleştirilmiş bir folklor eşliğinde Kürtçe bazı parçalar… Ama filmdeki tam bir Kürt düğünüydü. Düğün, nehirde, sal üzerinde gerçekleşiyor. Yaşlı insanların halaya durmaları çok görkemliydi. Halaydan çok halaya durma, halaya hazırlanma, daha görkemliydi, ürperticiydi. Dr.Cemşid Bender, “Zağroslarda yaşayan Kürt atalarımızın görkemli bir yaşantıları vardı” derdi. Yaşlı insanların halaya durmaları, beni eski çağlara, Zağroslara götürdü. Halaya durma, bana bir kişiyi daha hatırlattı. Mela Mustafa Barzani, “halaya durmayan Kürt, Kürt değildir” dermiş. Düğünde Şıvan Perver’i de izliyoruz. 1970’lerin sonlarındaki fırtınayı yaratan Şıvan Perver…Orhan Kotan, Şıvan Perver için şöyle derdi; Şıvan Perver, şarkılarıyla, ajitasyonuyla uyuyan Kürdü uyandırdı, hareketlendirdi, sarstı. Artık bu Kürt uyuyamaz…”

Cemal’in elinde bir taş parçası var. Oyma işlemeli bir taş parçası. Suyun kıyısında, henüz lisede öğrenciyken tesadüfen Cemal’in elene geçen bir taş parçası. Ama öbür taşlar gibi bunu elinden atamıyor, çıkaramıyor. Bu, Dersim’den İstanbul’a taşıdığı önemli bir şey. Zaman zaman avuçlarının içinde dolaştırıp oyalanıyor. Bu taş parçasını uzun uzun inceleyip düşüncelere daldığı da oluyor. Bu, kanımca köylerinin çevresinde yer alan, arkeolojik bir buluntudan gelişigüzel koparılmış bir parça.

Cemal, sal üzerinde, halkının içinde giderken, elindeki bu taş parçasını suya kaydırıyor. Çocukken, taş parçası tam da buralarda eline geçmişti. Dersim’den İstanbul’a götürdüğü, İstanbul’dan tekrar yanında getirdiği, bu taş parçası, kanımca arkeolojik buluntunun bir parçası, böylece ait olduğu yere dönmüş oluyor.

Bahoz/Fırtına filminin çok değerli, kaliteli bir oyuncu kadrosu var. Cemal, Helin, Orhan, Rojda rolündeki oyuncular, çok başarılı, Öbür oyuncular da…Filmde slogan olmaması, bütün ilişkilerin, sözlerin, doğal olarak seyretmesi değerlidir.

Son 30 yıllık, üniversitelerdeki devrimci öğrencilerin mücadelesi, özellikle Kürt mücadelesi, bunun üniversite öğrencilerine yansıyan yönü, dikkatle, ilgiyle heyecanla izleniyor.

İsmail Beşikçi
Kurdistan-Post

Şirove

3 Responses to “Li Ser Bahoz/Firtina (İsmail Beşikçi)”

  1. mehmet on Kasım 26th, 2008 09:57

    hayret ismail beşikçinin ilk defa sinema ile ilgili yazısını okuyorum. Benim için süpriz oldu. Çok iyi bir yazıydı. teşekkürler hocam

  2. bahoz on Kasım 30th, 2008 05:21

    bir kürt öğrencisi olup ta bu sahneleri yaşamayan nerdeyse yoktur.izlerken üniversite yıllarına gittim.gözlerim yaşardı. oldukça yalın ve etkileyiciydi.çünkü temelinde yaşanılmışlık vardı.ve orda, sahnede biz vardık… teşekkürler bahoz emekçilerine… teşekkürler ismail hocaya…

  3. merve on Aralık 14th, 2008 06:37

    filmi izledim cok güzeldi cemalin mücadeleye girmesinin sebebi otobüste kütce konusan iki kişinin dışlanmasıydı film cok gzeldi gerceken kürtlere izlemsini tavsiye ederim

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir