Kuçeya Sêvan(Elmalı Sokağı) -Paşa UZUN-
Kasım 22, 2008 by argun
Filed under 1-Ferid UZUN, 4-Nivîskar, Dı derheqê Ferid Uzun da, Paşa Uzun
Navê kuçeya ku Ferîd li mezin bûbû, “Elmali Sokagi” bû. Ger em wê navê tırkî wergerînin kurdî, dibe kuçeya Sêvan. Eslê xwe da navekê xweş û bi mane ye.
Ji ber ku sêv sembola ilmê ye. Gor Încilê, ceneta ku Xwedê ji Adem û Hewa ra diafirîne, bi darên fêkiyan ve tije ye. Ji derveyî wan daran, darekê din heye ku navê wê “dara ilmê” ye. Gor hinek rîwayetan, yên fêkiya wê darê tam bikin, ilmê rindiyê û xirabiyê fêrdibin û dibin nemir.
Xwedê ji Hewa ra dibêje, tu dikarî fêkiyên hemû daran tam bikî û bixwî, bes nebe nebe ku tu fêkiya dara ilmê tam bikî!
Weke têzanîn, marekê şît dikeve bin çengê Hewa û wê teşqîk dike ku fêkiya wê darê tam bike. Hewa û Adem fêkiyekê ji dara ilmê jêdikin û tam dikin. Bi wê awayê li hember fermana Xwedê radibin. Li hember Xwedê dibin sucdar û gunekar.
Xwedê wan herduyan, bi wê marê şît ve tev ji ceneta xwe diavêje der.Di Încilê da navê darê, ne dara sêva ye, lêbelê hunermendên ku resmên darê çêdikin, wê darê bi dara sêva dişibînin. Êdî dara ilmê dibe dara sêvê. Û ji wê rojê pê da sêv weke sembola ilmê têzanîn û têfamkirin.
Ferîd li kuçeya Sêvan tê dinyayê û li wê kuçeyê mezin dibe. Seriyekî kuçeya Sêvan li biniya Dûza Camiyê bû, serê din li ku derê xelas dibû, naye bîra min. Di kuçeya Sêvan da du kuçeçixmaz hebûn. Mala Ferîd wan, di kuçeçixmaza ku nêzî bîra avê da bû. Kuçeçixmaza din nêzî mala Necmettin Buyukkaya wan bû. Di wê kuçeçixmazê da, mala Qoçelîyê Fata Xezalê û xanima wî meta Bedê, Zilkîfê Qundirecî û xanima wî Nadîre, mala xaltiya Eyşê, mala Cimoyê Sînkinika û mala Şewketê Sînkinika hebû. Cımo terzî, Şewket qaçaxçî bû.
Xalê Qoçeliyê Fata Xezalê, terzîyekî bi nav û deng bû. Şelwerên Swêregê yên herî xweş wî didrût. Xanima wî meta Bedê xwedî cesaret bû, di rojên teng da mirov dikarîbû pişta xwe bisparta wê.Gava ez li Swêregê hatim girtin û ketim hefsxanê, du xwûngên min ji Antalyê tên serdana min. Gava ew digîhîjin mala me ya Swêregê, esker û polîs tax bi tax saxtî dikin. Kitab û nivîsarên min li gel mirovekî min hatiye veşartin. Ew mirovê min (em bibêjin navê wî Noko ye), gava xeber digre ku xwûngên min hatine mal, kitab û nivîsarên min dixe nav çewalekê û dibe teslîmî wan dike. Weke bibêje; a ji we ra kitabên birayê we! Çê dikin bikin! Herdu xwûngên min vir da direvin, wir da direvin, cîyekî mezbût nabînin ku kitaban veşirin. Esker û polîs jî hêdî hêdî nêzîkayî li mala me dikin. Kes newire ji wan ra alîkarî bike. Nokoyê ku destê xwe li sînga xwe dixist û digot ez şoreşgerim, kitab ji serê xwe avêtibû. Xelkê reben wê çima ji wan ra alîkarî bikira? Dawiyê da dawiyê xwûngên min xwe digîhînin meta Bedê. Meta Bedê çewela kitaban li paş çal û çirpîyan vedişire û xwûngên min ji wê ezabê xelas dike.
Mala Necmettin wan li jêrê wê kuçeçixmazê bû. Derîyên wan jî weke hemû deriyên din yên Swêregê mezin bû. Piraniya deriyên Swêregê mezin û çargoşe bûn. Di navenda wan da deriyekê çûk jî hebû. Deriyên çûk ji bo mirovan û yên mezin jî ji bo ker, hesp, pez û dewaran dihat bikaranîn. Li hember wan mala Bezirgana hebû. Malekê bêdeng bû, lawekî wan (ger ez şaş nebim navê wî Mehmedemîn bû) di emrê Ferîd û Necmettin da bû. Xelkê dıgot, ew nûrcî ne. Ya di destpêka şerê Swêregê da yan jî berê şer, ji Swêregê wenda bûn.
Mala kalikê min jî di kuçeçixmaza Ferîd wan da bû. Mala Seferê Mahlûca li ser bîrê, li jêr wan jî mala Mehemedê Reco hebû. Mehemedê Reco kengê dihat mal, kengê diçû kesî nedidît. Diya wî meta Zilo, weke stûna taxê bû, ji her kesî ra alîkarî dikir. Piraniya zarokên taxê bi alîkariya wê hatibûn dinyayê. Şîn, dawet û nexweşiyan da ji destê wê çê bihata texsîr nedikir.
Mala Mehemedê Mizûr li hember wan bû. Mehemedê Mızûr, demekê kin di hefsxana 5an a Diyarbekirê da raket. Wî xistibûn hucreyekê qatê çaran, wê gavê ez li qatê sêsiyan dimam. Min li deng kir, hal û xatirê wî pirsî. Bi dengekê xemgînî bersîva min da. Hat berdan şûn da çû rahmetê. Lawê wî yê delal Kemal Uzun jî weke Ferîd û Necmettin li kuçeya Sêvan mezin bûbû û di şerê Swêregê da hatibû kuştin.
Li jêr mala Mehemedê Mizûr, mala Hesenê Macîr hebû. Hesenê Macîr bi alvira pezan mijûl dibû, mirovekî durust û mezbût bû. Ji ku derê hatibûn, ez nizanim. Navê lawê wî jî Hesen bû. Hesenê Macîr çû rahmetê, lawê wî Hesenê Macîr hîn sax e û lı Swêregê dıjî.
Zubeyir Mizraqlî, hevalê min ê xasek û dilovan di kuçeya Sêvan da, di mala Ferîd wan da bîrîna xwe ya mirinê girt. Destê hevalekê wî da, bêhemdî demançe teqîyabû û gule rastî Zubeyir hatibû. Ez gihîştim ser, li ber bîra avê min ew kir hemiza xwe û serê wî danî ser çoga xwe. Renga wî zer bûbû, dengê wî sist derdiket. Li ser canê wî dilopekê xwîn xwuya nedikir. Min û Soro(Mehmet Mert), me Zubeyirê xwe kir nav texsiyê û bir nexweşxana Swêregê.
Dr. Fuad, bi Zubeyir ra tev ketin rê û çûn. Lêbelê negîhîştin Diyarbekirê, di nîvê rê da paş da vegeriyan.
Di şopa Ferîd û Necmettîn da qedera neferên kuçeya Sêvan bi hev ra hat girêdan. Seferê Mahlûca bi xwûnga Kemal ra zewicî. Xwûnga min ya ku kitabên min li gel meta Bedê veşartibû, qîza xwe ya mezin da lawê meta Bedê. Xwengekê min bi lawekî meta Bedê ra zewicî. Birayê Necmettîn Mahmûd, berê kuştina Ferîd û Necmettin, bi xwûnga Ferîd ra zewicî bû. Lawê Mahmûd Şerwan, wekî xalên xwe bû şoreşger û bi salan li hefsxana raket. Birayê Kemal Kazim, bi xwûnga Mehemed Uzun ra zewicî. Lawên xwûnga min bûn welatperwer. Xwûnga Necmettîn bi Ferhat Şakelî ra zewicî. Birayê Necmettîn Nîmet, kiataba der heqê Necmettîn da amadekir û da çapkirin. Xwarziyê Necmettîn Nemrûd bû duxtor û nuha hewl dide xwe ku Necmettin bibe şehîdê hemû kurdan.
Gava Ferîd û Necmettin sax bûn, lawê xalê Zilkîfê Qondireçî Melîk, zaro bû. Di şerê Swêregê da, Dûza Camiyê û kuçeya Sêvan bû merkeza şoreşgeran. Melîk di nav şer da û di nav şoreşgeran da mezin bû. Di kuçeya Sêvan da, wî şoreşgerên wekî Ferîd, Necmettin, Zubeyir û Kemal dît û nas kir. Melîk bû şoreşger û di şopa Ferîd û Necmettin da meşiya û bi salan li hember dewleta kemalîst a tirkan berxwe da.
Kuçeya Sêvan, kuçeya ilmê, kuçeya rindîyê û xirabiyê.Ferîd, Necmettin Buyukkaya, Kemal Uzun li wê kuçeyê mezin bûbûn, Zubeyir Mizrakli li wê kuçeyê rojên xwe yên dawiyê jiyabû.
Wan hemû ji wê kuçeyê li dinyaya mezin û gulover temaşe kiribûn.
Ji wê kuçeyê derketibûn rê.
Li fêkiyên dara ilmê gerîyabûn, dîtibûn û tam kiribûn. Ilmê rindiyê û xirabiyê fêr bûbûn û bûbûn nemir.
Wexta hûn ji kuçeya Sêvan derbas dibin, qasî bêhnekê guhdarî bikin. Gava dengê kilaman gîhîşt we şaş mebin, bi îhtimala mezin Ferîd û Nûriyê Wêranşarê li odeya mala Ferîd wan kilaman çêdikin.
-Kevokên spî kevokên spî dê bên firandin
Xerîtên kevn xerîtên kevn dê bên çîrandin…
Paşa Uzun


wax ta min ev nîvîsa xwend, wek ez çûm Swêregê û kuçeya Sêvan da mên turekî avêt. mên hevalê nemir a dît.û min nexest ew wext bila bikedê… silaw û hûrmet kuça sêvan re…
MRHEBA DEZA PAŞA, EZ KUMANCİ BAŞ NIZANIM, LE BELE NİVİSA TE XWENDIM. EVET YAZDIKLAINLA BENİ DE YAŞADIĞIMIZ O ORTAK DUYGULARA GÖTÜRDÜN, VE BİRKEZ DAHA YAZMAYI DÜŞÜNDÜĞÜM, KURDİSTAN DEVRİMCİ MÜCADELESİNDE HEPSİNİN ORTAK ÖZELLİĞİ BANA GÖRE- KÜRD ROBİN HOUD LARIYDILAR- NECMETTİN BÜYÜKKAYA,MUHTEREM BİÇİMLİ VE VEDAT AYDIN -EVET BU 3 KÜRD ROBİNLERİNİN BENDE AYRI-AYRI ANILARI VAR. 3. NÜDE TANIDIĞIM İÇİN ÇOK ŞANSLIYIM. TABİİKİ BU VESİLE İLE FERİT LER’İN VE DİĞER DEVRİMCİ KÜRD ŞEHİTLERİNİ TEKRAR YAAD EDEREK SELAMLARIMI İLETİYORUM.
SEVGİLİ DAYIM PAŞA YAZINI OKURKEN GEÇMİŞ ÇOCUKLUK YILARIM GÖZÜMÜN ÖNÜNDE BİR FİLM GİBİ YENİDEN SEYRETMİŞ GİBİ OLDUM. O YILAR SİVEREĞİMİZİN BİR KIRILMA NOKTASIYDI BÖYLE YAZILARINIZ LA O YILARI HAFIZALARDA TAZE TUTULMAKTADIR . VERİLEN EMEKLER ÖDENEN BEDELER BİR GÜN TARİH İN SAYFALARINDA MUTLAK KARŞILIK BULACAKTIR.SILAV VE SAYGILARIMLA BİBİN OĞLU NİHAT