JI HAK-PAR Ê CÛDABÛN Û NEQŞA RİYA NÛ(İbrahim Guçlu)
Kasım 19, 2008 by brahim
Filed under İbrahim Güçlü
Min îro (18. 12 2008) li Amedê di Otela Prestîjê de bi rojname û televîzyonên herêmî û neteweyî yên tirk re, bi KURDISTAN TV û Dema – Nû civîneke çapemenî pêk anî.
Min, di civîna çapemenî de ev nerînên li jêr pêşkêş kir.
* * *
Heval û dostên Hêja,
Xebatkarên Çapameniyê,
Ez di destpêkê ji bona we xêr hatin dikim û serketina we dixwazim. Ji bona ku we zehmet kiriye hûn hatine vir jî, ji we re sipas dikim.
Min gelek caran ji bona ku siyaseta dewletê rûreş û protesto bikim, li ser navê xwe, grubek hevalên xwe, li ser navê KURD-KOMê û TEVKURDê civînên çapemenî pêk anîne. Lê ev car ez ji bona pirseke taybetî li hemberî we me. Ez di vê civînê de dixwazim behsa pêwendiya xwe ya HAK-PARê û Neqşa Riya xwe ya nû ji we re behs bikim.
* * *
Dostên Hêja,
Piştî salên 1992-an Tevgara Bakurê Kurdistanê kete pêvajoyeke nû. Tevger ji derveyî welêt ber bi hundirê welêt hat û ev pêvajoya nû di Tevgera Bakurê Kurdistanê de modeleke nû ya vekirî, legal a rêxistinî derxist holê.
Li Fransayê di sala 1989-an de ji aliyê Weqfa Azadî û Enstîtûya Kurd a li Parîsê Konferansa Navneteweyî ya Kurd hatibû bidarxistin. Parlamenterên SHPê yên kurd jî beşdarî konferansê bibûn. Ev parlamenteran ji aliyê SHPê de ji partiyê hatin bidûrxistin. Li hemberî vê biryarê di nav SHPê de serîhildana kurdan pêk hat û reflekseke xurt ya millî qewimî. Encama ev refleksa neteweyî ya kurd, ji SHPê kurd veqetiyan. Ji bona ku partiya xwe ava bikin dest bi xebatê kirin. Ev refleksa neteweyî di hemendem de li hemberî siyasta dewletê ya di derheqê pirsa neteweyî ya kurd de jî serîhildan bû. Encama vê refleksê pêvajoya avabûna HEPê dest pê kir. Hemû kurdan jî di HEPê de cîh girtin. Di nav pêvajoyê de ji bona ku HEP kete bin bandor û desthilatiya PKKê, ji HEPê veqetandin çêbû û pêvajoya nû ya vekirî û legal a rêxistinî ya plûral li Bakurê Kurdistanê dest pê kir. Partiyên nû ava bûn.
Beriya ku HAK-PAR bê avakirin, Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) wek rêxistineke çep ya îdeolojîk û teng nedikarî bibe rêxistineke nûjen û kîtlewî, nedikarî bersîva hewcedariyên tevgera neteweyî bide. Partiya Kîtlewî ya Demokratîk (DKP-ê) wek rêxistinekene lîberal û demokrat ava bibû, wê jî nikarîbû ku bersîva hewcedariya tevgera nû û tevgera neteweyî bide û ji aliyê Dadgeha Destûrê de hatibû girtin. Hewirdora PKK-ê di nav lêgerînekê de bû û PKK-ê piştî ku Ocalan hatibû Îmraliyê ji armanca serxwebûna Kurdistanê dûrketibû, di nav rasyonel û pîvanên dewleta unîter ya kolonyalîst de di nav lêgerînekê de bû û Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê wek stratejîk diparast.
HAK-PAR jî encama van derfetên nû bû.
Di van şertên taybet de HAK-PAR di sala 2000-an de wek projeyeke nû, ji tevgerên berê û heyî ferqtir û cûdatir, wek projeyeke plûral û demokrat a hevbeş hate holê. Di encama xebateke dûrdirêj û needetî de, HAK-PAR di Sibata 2002-an de hat ava kirin.
HAK-PAR, wek partiyeke berdewamiya partiyekê, an jî rêxistinên îllegal ava nebû. HAK-PAR, ji bona vê jî partiyeke muwaqet nebû, partiyeke stratejîk, têkoşer, di pirsa neteweyî ya Kurd de raste-rast teref, partiyeke çareserî bû.
HAK-PAR, wek partiyeke kevnare ava nebû, wek partiyeke nûjen, modern, demokratîk ava bû.
HAK-PAR partiyeke monolîtîk nebû, plûral bû. Ev plûralîzma HAK-PARê ne li ser bingeha partî û grubên kurd yên dema şerê sar bû: Plûralîzma HAK-PARê girêdayî fikir û îdeolojiyên nûjen, girêdayî programa partiyê û projeyên siyasî li ser bingeheke nû dihat avakirin. Lewra HAK-PAR partiyeke îdeolojîk kevnare nehatibû ava kirin.
HAK-PAR, federasyona rêxistinên dema şerê sar jî nebû. Li ser hiquqeke kesayetî û gorî pîvanên demokrasiyê û şertên Tevgera Bakurê Kurdistanê yên nû hatibû ava kirin.
HAK-PARê dixwest ku awayekî nû yê xebatê derxe holê û ji derveyî PKK-ê ji bona civata kurd bibe temsîlkariyeke nû.
* * *
Hezar mixabin demeke dirêj derbas nebû, piştî damezirandinê, HAK-PAR ji van taybetiyên xwe dûr ket. Peymana HAK-PARê, ya ku gorî pîvanên dema nû û globalîzmê û demokrasiyê û gorî berjewendiya neteweyî ya Kurd ava bibû ji holê rabû, HAK-PAR ber bi partiyeke edetî û statûparêz ya demê şerê sar çû.
Di HAK-PARê de grubçitiya kevn ya dema şerê sar, qewimî. Partî ji bona vê ji afirandinê dûrket, ji bona xwe neafirand, bû partiyeke teref, lê tu dem jî ev rastiya jî îlan nekir. Bi taybetî jî her ku çû grubçitiya Riya Azadî di nav partiyê de grubçitî teşwîk kir, endamên HAK-PARê ji bona ku xwe li hemberî grubçitiya kevnare biparêzin grubên sunî ava kirin, ev gruban piştî demek derketin derveyî HAK-PARê. Gruba Riya Azadî serxwebûna xwe îlan kir, bû endamê TEVKURDê. Gruba Demokratên Şoreşger grubçitiya xwe îlan kirin. Li cem vê yekê kesên serbixwe jî HAK-PAReke din ji bona xwe tehayûl kirin.
HAK-PARê bi ew rewşa xwe di civata Kurdistanê de negihîşt asta ku beşeke civatê kurd temsîl bike. Heta ez dikarim gelek aşkere bibêjim ku HAK-PARê nikarî damezrênêr û endamên xwe jî temsîl bike, bes beşekî biçûk yê endamê xwe temsîl dike.
HAK-PAR li Kurdistanê nebû hêzek û ji derveyî PKK-ê jî tiştekî nû neafirand.
Di HAK-PARê de Federasyon encama minaqeşeke d encama minaqeşeke dûrûdirêj û zehmet hat pejirandin. Pejirandina federasyonê jî di jiyana HAK-PARê de tu guhertinek pêk neanî.
Ev rewşa HAKPARê ji aliyê min û gelek hevalên din de her dem hat ser zimên û bi taybetî jî di Kongreya Asayî ya 1-emîn de bi dengekî bilind hat ser zimên. Lê piştî kongreyê di çareserkirina van pirsan de gav nehatin avêtin. Dema ku HAK-PAR ber bi Kongreya 2-emîn de diçû, xetimandin, qrîz mezin bû, qedandina partiyê bi tevayî hat rojevê. Beriya Kongreya 2-emîn jî ev rastiya hat ser zimên û di Kongreya 2-emîn de jî dîsa ji aliyê min û gelek hevalan de ev rewşa HAK-PARê hat ser zimên.
Di Kongreya 2-emîn û şertên awarte de serokbûna Birêz Serhat Bucakî encama ev rewşê bû. Bi serokatiya Birêz Sertaç Bucak, HAK-PARê ji bona ku pirsgirêkên xwe çareser bike, derfet çêbû û wext da qezenç kirin.
Hezar mixabin, piştî Kongreya 2-emîn jî pirsgirêkên HAK-PARê çareser nebûn, pirsgirêk zêdetir bûn û dikarim bibêjim ku bi gotina tirkan kangrên bûn.
Di Kongreya 3-emîn de ji bona ku HAK-PAR ji ew rewşa nexweş derkeve min û gelek damezrêner û endamên bi navûdeng xebat kirin. Ji bona ku HAK-PAR jinûve ava bibe pêşniyar û proje pêşkêş kirin. Ev pêşniyaran hatin red kirin û ber bi başiyê gavek nehat avêtin. Ji bona vê serokê Giştî Sertaç BUCAK careke din nebû berendamê serokê giştî, ew damezrêner û endamên nûjen difikirîn, dixwestin ku HAK-PAR bibe partiyeke dema nû, partiyeke azad û otonom; di Meclîsa partiyê de cîh negirtin.
HAK-PAR, nûha bi tu taybetiyên xwe ji partiyên dema şer sar yên ku mîsyon-qediyayî xwediyê ferqekê nîne. Heta rewşa HAK-PARê, ji bona ku ne zelal e, ji rewşa wan rêxistinên dema şer jî xirabtir e .
Di Tevgera Bakurê Kurdistanê de nebûna armanca ne hevbeş, ji bona HAK-PARê jî pirsgirêkek e. HAK-PAR, ji pîvanên globalîzmê û Yekîtiya Ewrupayê dûr e. Pîvanên demokrasiya YE-yê bi tu awayî di HAK-PARê xwediyê giranbihayekê nînin. Modela rêxistinî ya HAK-PARê kevnarê ye. Di HAK-PARê de pîvanên civata zanistiyê nayên meşandin.
HAK-PAR statuparêz e û xwediyê awayekî nû yê xebatê nîne. Partiyeke guhertîxwaz û reformîst nîne.
Ji bona vê HAK-PAR ji projeya min ya rêxistinî ku bersîva hewcedariya Tevgera Bakurê Kurdistanê ya dema nû bide, dûr ketiye. Ez di wê baweriyê de me ku êdî HAK-PAR berjewendiya giştî ya neteweyî napêreze û dê xizmetî berjewendiya grubekî statuparêz bike.
Ji bona van sedeman ez ji HAK-PARê vediqetim û riyeke nû dipejirînim.
* * *
Ezê çi bikim?
Di ev merheleyê de gorî şertên dinyayê, Kurdistanê, pêwendiya YE-yê û Tirkiyeyê, her çiqas zehmetî jî hebin, êdî bi nasnameya Kurd û Kurdistanê xebat û têkoşîn meşandin, rêxistinîkirin ketiye rojevê.
Divê Kurd, nasnameya xwe ya Kurd û Kurdistanî, navê rêxistin û partiyê dexîl, di program û destûra xwe de gelek aşkere bi cîh bike, awayekî nû ya xebatê bipejirîne, di dinyaya globalîzmê de ji bona xwe ciyê xwe diyar bike.
Divê Kurd pîvanên nevneteweyî yên demokrasî û qrîterên YE-yê bipejirînin û bi van pîvanan derkevin hemberî reya giştî ya dinyayê, Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Divê kurd pîvanên navneteweyî yên ji bo pirsgirêk û çareserkirina neteweyên bindest, kolonîhatiyê bi kar anîn, gelek aşkere bi kar bîne. Fîlîstînîyan, Kosovayiyan, Karadagyan û Di van 29 salên dawî de neteweyan li Yekîtiya Sovyetê, li Yugoslavyayê çi pîvan bi kar anîne û tînin, divê em kurd jî wek berpirsiyarên neteweyan kurd van pîvanan bi kar bînin.
Divê kurd, di her şertî de ji mafê çarenivîsiya xwe, serwerî û serxwebûna xwe, mafê dewletbûna xwe û desthiladariya xwe dev ber nede. Di van şertan de Dewleta Federal ya Tirkiyeyê û Dewleta Federe ya Kurdistanê rasyonal û realîst be jî, ev yeka girêdayî demokrasiyeke federal û pejirandina neteweya tirk e. Heger neteweya tirk ji refleksên xwe yên desthilatdarî û nîjadperestî û kolonyalîst dev ber nede, dewletbûna neteweya kurd mitlaq e.
Divê kurd, yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê her dem wek armanc û qible bidin ber çav û gorî vê armancê bi beşên din yên Kurdistanê re danûstandin bikin û ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re xwedî derkevin.
Divê em bi ew helwesta vekirî, siyaseta kurd ji rewşa entegralîst û Tirkiyevî ya kozmopolîtîk xelas bikin.
Siyaseta kurd divê ji durûtî û riyakarî paqij bibe.
Kurd û Tirk bi salan e ku ji hev re derewan dikin. Divê ev takîye û helwesta derewîn ji holê rabe. Lewra siyaseta takiyeyê û derewîn, pêşiya çareserkirina pirsan û pirsa neteweyî ya kurd digre.
Ezê ji bona vê yekê xebat bikim.
Ezê ji bona vê bîrûreyên xwe hem di nav gel de belav bikim û hem jî ji bona ev bîrûreyên xwe bi rêxistin bikim, bi ew kesên ku em mişterek difikirin re hevmişterekiyekê ava bikin.
Ji bona vê divê em gund û gund, bajar û bajar bigerin, bi awayekî nû ya xebatê Tevgereke Neteweyî ya Kurdistanê ya nû ava bikin.
Divê em di civatê de bi hêzên zindî û nu re pêwendî çê bikin.
Divê em bi hemû kategoriyên civatê re danûstandin bikin û wan ji pirsa neteweyî ya kurd re bikin teref.
Lewra nûha PKKê û DTPê tevgereke. Tevgereke otorîter e. Li herêmê, li Tirkiyeyê û li dinyayê xwediyê ciyekî ne demokrat e. Divê em tevgereke neteweyî ya hevdem, tevgereke bi dinyaya demokrat re di nav yekîtî û aşitiyekê de ava bikin.
Amed, 18. 12. 2008

