Ji Bîranîna Tevgera 1925-an û serokên wê lêpirsîn… (Îbrahîm GUÇLU)

Kasım 18, 2008 by argun  
Filed under Rapor

Ji bona bîranîna serok û têkoşerên Tevgera Kurdistanê ya 1925-an ku di Hezîrana 2008-an de ji aliyê çend rêxistinên kurd û şexsiyetên serbixwe de hatibû lidarxistin, ji aliyê Dozgerê Komarî yê Diyarbekîrê de lêpirsînê dest pê kir.

Di vê lêpirsînê de min ji dozger daxwaz kir ku ez parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim û ji bona vê jî wergerekî kurdî bê tespît kirin. Hezar mixabin ev daxwaza min ji aliyê Dozgerê Komarî de nehat pesinandin. Min jî wê demê parêzname pêşkêş nekir.

Parêzger Sabahaddîn Korkmaz, bi sedemên hiqûqî yên gelek girîng û hêja, ji biryara Dozgerê Komarî re îtiraz kir. Piştî ev îtirazan, min di encamê de parêznameya xwe bi kurdî û niviskî pêşkêş kir; Dozgerê Komarî jî qebûl kir û xiste nav dosyayê.

Ez li jêr ev parêznameyê pêşkêşî reya giştî dikim.

Min di parêznameya xwe de li ser felsefe, îdeolojî, manîfestoya damezrenerî ya Komara Tirkiyeyê û li ser Tevgera Kurdistanê ya 1925-an, nerînên xwe anîn ser zimên. Lêpirsîna Dozgerê Komarî ne rewa û hiqûqî diyar kir.

* * *

“ Em, ji çand û serokên xwe re xwedî derketin.”

Tevgera Yekîtiya Neteweyî a Kurd (TEVKURDê), Komeleya Ehmedê Xanî, Demokratên Şoreşger/CIWAN-KURD, Weşana Ray û Şexsiyetên Kurd yên serbixwe biryar da ku serokên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya 1925-an, serok û têkoşerên wê: Di 28. 06. 2008-an de bi panelekê, Di 29. 06. 2008-an de li ber Mizgefta Mezin bi civîneke çapemenî, Di 04. 07. 2008-an de li Mala Taziyê ya Liceyê jî bi Mewludê bîrbîne.

Wek tê zanîn ku Komara Tirkiyeyê bi ked û xebata neteweya kurd û tirk û grubên din etnikî ava bû. Di pêvajoya avakirina Komara Tirkiyeyê de, Kurd û Tirkan li hevûdu kiribûn ku ji aliyê mafan de wek hevûdu bin û dewleteke mişterek ava bikin. Hezar mixabin piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, felsefe û îdeolojiya damezirandinî ya Komara Tirkiyeyê hat guhertin. Biryar hat dayin ku dewleteke unîter û neteweyî ya tirk ava bibe. Lê wê demê neteweyeke tirk ya kamil tune bû û osmaniyan jî xwe tirk nedizanîn û Komara Tirkiyeyê jî li ser mîrasa osmaniyan ava bibû.

Dewleta nû ji bona ku bibe dewletek xurt, diviya bû ku neteweyeke tirk çê bike. Ji bona vê jî, diviya bû ku kurdan û grubên din yên etnikî asîmîle bike, tune qebûl bike. Wusa jî kir. Komara Tirkiyeyê wek îdeolojiya fermî biryar da ku kurd tune ne û kurd tirk in. Ji bona vê jî hemû mafên neteweya kurd yên neteweyî xesip kir, mafên di dema osmaniyan de hebûn jî, ji holê rakir. Bi zulm, zordarî, bi metodên, ku ji kolonyalîzmê jî xerabtir xwest ku kurdan bihelîne û bike tirk, an jî wan jo holê rake.

Neteweya Kurd jî, ji bona ku ji ev rewş û statuya xerab xelas bibe, ji bona ku mafên xwe yên neteweyî qezenç bike, welatê xwe azad û serbixwe ava bike, li hemberî desthilatdariya merkezî ya kolonyalîst ya dewleta tirk, ji bona ku derfetên din jê re nehat hiştin, di Sibata 1925-an de mecbûr bû ku serîhildanê pêk bîne û dest bi şerê çekdarî bike.

Ji ev serîhildanê re Rêxistina Azadiyê pêşengî kir. Serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibran bû. Serokê tevger û serîhildanê jî Şêx Seîd Efendiyê Pîranî bû. Serokatiya Tevgera 1925-an, ji rewşenbîr, şêx, mîrên Kurdistanê pêk hatibû. Ev serokatiya, ji bona ku ji rêvebirên civata kurd bûn, li ser civatê xwediyê bandoreke mezin bûn jî. Ji bona vê yekê jî Tevgera Kurdistanê ya 1925-an, di demeke kurt de piştgiriya gel qezenç kir û li gelek bajarên Kurdistanê desthilatdarî pêk anî.

Bi kurtî armanca Tevgera Kurdistanê ya 1925-an: Avakirina desthilatdariya neteweya kurd li Kurdistanê û qezençkirina hemû mafên milî bû.

Hezar mixabin ev tevgera neteweyî û rewa û însanî ya Kurdistanê, ji aliyê hêzên çekdar yên dewletê de bi zorê hat temirandin. Beşek serok û têkoşerên wê di nav şer de hatin kuştin; gelekên wan jî dîl hatin girtin û di Dadgeha Îstiklalê yê Leşkerî de bêhiquqî hatin dadgeh kirin û di demeke kurt de biryara darvekirinê hat dayîn û hatin darve kirin.

Ev helwesta Komara Tirkiyeyê hîç şik tune ye ku neheqiyeke mezin û qetlîamek bû li hemberî Neteweya Kurd.

Ew neheqiya di vê merheleyê de jî dom dike.

Komara Tirkiyeyê ev neheqiya, ku li hemberî serok û têkoşerên neteweya kurd pêk aniyê jî, ji holê rake hewil nade û ew neheqiya xwe didomîne.

Komara Tirkiyeyê ji bona ku mafên neteweya kurd nede jî, siyasetên dijwar û qirêj dimeşîne.

Me jî wek rêxistin û şexsiyetên kurd yên siyasî û civakî ku ji bona mafên neteweya kurd ya çarenivisiyê; ji bona ku neteweya kurd asîmîle nebe û ji holê rane be xebat dikin, me biryar da ku em li ser Tevgera Kurdistanê ya 1925-an minaqeşeyekê bi panelekê bînin rojevê; serok û têkoşerêm tevgerê bîr bînin; biryar û helwesta dewleta tirk ya neheq û nehiqûqî ya li hemberî tevgerê bidin minaqeşekirin.

Ji bona vê me dest bi ev xebata bûye mijara lêpirsînê kir.

Ez jî li ser navê TEVKURDê beşdarî vê xebatê bûm. TEVKURDê bi serê xwe ev xebata nemeşand. Komîteya Amadekar ku ji ew grubên ku min li jor binavkirîbûn hatibû avakirin, hat meşandin. Di vê xebatê de çi biryar hatibin girtin, Komîteya Amadekar, min, me zanyarî girt û xiste jîyanê.

Qedexekirina van xebatan nehiquqî bû: Li dijî demokrasî û Peymana Mafên Mirovî yê Ewrupayê bû…

Encama daxwaza emniyet û parêzgehê (waliyê) Diyarbekîrê di 27. 06. 208-an de ev xebata me, ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Sulhê de hat qedexe kirin. Ev biryara qedexekirina çalakiyên me nehiquqî bû: Li dijî demokrasî û Peymana Mafên Mirovî yê Ewrupayê bû. Lewra me dixwest ku di pirsa Tevgera Kurdistanê ya 1925-an de xweîfade bikin û bîrûreyên xwe bînin ser zimên. Serok û têkoşerên Kurdistanê bîrbînin.

Di xebata me de şiddet û teror jî bi kar nedihat. Tê zanîn ku mafê xweîfadekirinê gorî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û peymanên din yên navneteweyî, mafekî rewa û bêsînore. Kes û rêxistin gorî ev peymanan dikare fikrên gelek beravajî û li dijî desthilatdariya dewletê bîne ser zimên. Lewra azadiya xweîafadekirinê jî, bi vê yekê naverokekê wateyekê qezenç dike.

Eger fikrek, wek fikre fermî yê dewletê be, ez dikarim bibêjim ku ew nabe fikirek û bîrçûnek jî.

Ev biryara dadgehê li dijı demokrasî û krîterên Yekîtiya Ewrupayê ne jî. Komara Tirkiyeyê dixwaze bibe welatekî demokratîk û endamê YE-yê. Gelo bi qedexekirina fikran dê çawa bikare bibe demokrat û endamê YE-yê?.

Her çiqas dadgehê ev çalakiya me qedexekiribe jî, me maf û azadiya xweîfadekirinê bi awayekî din pêk anî: Me li ber Şaredariya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê civîna çapemenî ya protestokirina biryara dahgehê li dar xist. Min û Zeynel Abîdîn û Mehmet Konuk, me di ev civîna çapemenî de qise kir. Me li ber Mizgefta Mezin ya Diyarbekîrê serok û têkoşerên Kurdistanê bîranîn. Di vê bîranînê de gelek kesan axiftin kir. Ez jî yek ji wan kesan bûm. Li Mala Taziyê ya Liceyî jî, ji bona serok û têkoşerên Kurdistanê mewlûd hat xwendin.

Axiftinên min bi tevayî şaş û kêm hatine werfgerandin…

Min di civîna çapemenî de li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekîrê axiftina xwe bi kurdî kir. Ev axiftina min ya bi tirkî hatiye wergerandin, diyar e ku ji aliyê kesekî di kurdî de pispor ne, ji aliyê polîsekî de hatiye wergerandin. Ji bona vê jî axiftina min hîç nayê fahm kirin û naveroka axiftina min jî hatiye valakirin.

Ev wergerandina axiftina min bi tirkî, her awayî şaş û kêm e. Ji aliyê din de jî divê axiftina min ji aliyê şandeke/heyeteke bê teref de bê wergerandin.

Ji bona vê ez daxwaz dikim ku kesekî di kurdî de pispor jinûve axiftina min bi tevayî wergerîne tirkî.

Dozgerê Komarî di derheqê lêpirsîna me de xwediyê heq nîne û di derheqê çalakiyên me de lêpirsîn vekirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye…

Ev xebatên me, xebatên gelek xwezayî bûn. Wek rêxistin û kesên kurd me ev çalakiyan pêk anîn. Ji bona vê jî ez lêpirsînê meşrû nabînim. Ji aliyê din de ji bona ku wek Dozgerê Komarî hûn li ser navê neteweya tirk desthilatdar in, neteweya kurd jî ji aliyê we de rewa û wek neteweyekî naye pejirandin, mafên we yê ku di derheqê min de lêpirsîn vekin jî tune ye.

Ev lêpirsîna ku di derheqê çalakiyên me de dest pê kiriye, li dijî mafên me yê xweîfadekirinê ye jî.

Civat bi minaqeşeyên fikran û felsefeyan pêş dikevin û rastiyên dîrokî bi lêkolîn û bi minaqeşeyan zelal dibin.

Dîsa ji bona ku demokrasî ava bibe, fikrên cihê û plûralîzmeke civakî, fikrî, rêxistinî pêwîst e.

Ev lêpirsîna pêşiya van tiştên girîng digre û mafên me yên xwezayî û hiqûqî bin pê dike.

Gelek aşkere ye ku ji bona ku neteweya kurd ji aliyê hiqûqî de û siyaseta fermî ya dewletê de nayê nas kirin, her bîrûreyeke di derheqê neteweya kurd de jî, li dijî siyaseta fermî ya dewletê û hiqûqa Komara Tirkiyeyê ya ku neteweya kurd temsîl nake, tê pejirandin.

Pirsa girîng ew e ku divê ev pirsa bingehî û dîrokî bê çareser kirin. Ev hiqûqa ku bes neteweya tirk temsîl dike, gorî rastiyên dervayî neteweya kurd wek paragdîmayekê hatiye ava kirin, divê bê guhertin.

Di encamê de…

Neteweya Kurd, li vê meheleyê jî, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par e. Vê rewşê bêadaletî û newekhevî di civatê de pêk aniye. Ev rewşa heyî ya li Tirkiyeyê, ji dervayî Kemalîzmê ji aliyê tu îdeolojiyan de jî nikare rewa bê nîşandan.

Ev rewşa, rewşeke neînsanî ye. Divê neteweya kurd jî, qasî neteweya tirk û hemu neteweyên din yên dinyayê xwediyê maf be û li Kurdistanê desthilatdar be.

Ez/Em jî, ji bona vê xebat dikin. Em ji bona vê li dijî hiqûqa Komara Tirkiyeyê nî. Em ji bona vê Komara Tirkiyeyê dewleteke rewa û dewleta kurdan napejirînin.

Em bi çalakiyên xwe, ji dîrok, ji çanda, ji serok û têkoşerên neteweya kurd re xwedî derketin. Ev xebata me xebeteke gelek rewa û însanî ye. Wek her kesekî em jî, ji hêjayiyên xwe re, ji hêjayiyên neteweya xwe re xwedî derketin. Ev ji bona me wezîfeke netewîparêziyê ye.

Ji bona vê divê ev lêpirsîna di derheqê me de ji holê rabe. Heger hûn lêpirsînê bi dozvekirinê dawî bînin: Ew jî ji bona me dibe serbilindiyekê û ji bona Komara Tirkiyeyê dibe rûreşiyeke nû.

Ez xebatkarekî doza kurd û Kurdistanê me. Ev lêpirsîna we, min ji riya heq û dîrokî venagerîne.

14. 11. 2008
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir