Ocalan çima dewlet naxwaze? (Îsmaîl Beşîkçî)

Kasım 14, 2008 by argun  
Filed under 4-Nivîskar, İsmail Beşikçi

 Ocalan çima dewlet naxwaze?

Hesen Bîldîrîcî: Gelo cenabê te qonaxa ku pirsa kurd ku li benda çareserîyê ye gihaye û kapasîteya hilgirtina vî barî ya partî û rêxistinên Kurdîstana Bakur çawa şîrove dike? Sîyaseta PKK dikane vê prosesê bigihîne qonaxeka pêşdetir? Ji ber ku di pirsa kurd de ew hêza ku dibe babeta munaqeşeyan, PKK ye. Lewre min ev pirsî. Digel hemî rexne û daxwazkarîya mînîmal, dîsa jî gelê kurd di PKK de israr dike. Baş e, PKK dikane vê israrê bicih bîne?

Îsmaîl Beşîkçî: Merhaleya ku pirsa kurd têde ye, di warê helkirinê pirsê de rewşa partî û rêxistinên Kurdîstana Bakur çawa ye? Niha di navenda hêz û munaqeşeyên derbareyê pirsa kurd de PKK heye. Dema ku PKK tê gotin, divê meriv bala xwe bide ser fikr û rewşa Abdullah Ocalanî.

Abdullah Ocalan dibêje ez li dijî dewletê me

Abdullah Ocalan di hevdîtina bi avûkatan re ya li roja 17 îlon 2008 de dibêje “Ez takekesekî azad im, ez li dijî sazîya dewletê me, çunkî dewlet amûreka zordarîyê ye.” Dibêje, “Çi karekî min bi danîna dewletê re nîn e.” Lidijbûyîna dewletê, di metna hevdîtinê de bi şêweyekî berfireh tê qisetkirin. Herwisa, ev jî tê zanîn ku Abdullah Ocalan misêwa (hertim) van fikrên xwe beyan dike. Te divê bila koledar yan feodal be, te divê kapîtalîst an sosaylîst/komunîst be, hemî dewlet ta radeyekê zordarîyê di xwe de dihebînin. Ev, gelek eşkera ye.

Di navbera fikrê ku dibêje, “bi awayekî teorîk dewlet amûra zordarîyê ya çîna serdest e” û ew zordarîya dewletê ku her roj, gav û saet tê kirin de, ferq heye. Divê ev mijar were şîrovekirin.

Meriv çawa dibe takekesekî azad? Wekî mînak, em li komara Tirkîyê binihêrin. Em li komara îslamî ya Îranê binihêrin, em li komara Îraqê ya dewra Seddam Huseynî binihêrin, em li komara Sûrîyê binihêrin. Di van komaran de, zordarîyeka gelek mezin li ser kurdan, li ser teybetmendîyên civata kurdî heye. Ev rastîyeka vekirî ye ku li adara sala 1988 li Helebçeyê bi kurdan jenosîdek hate kirin. Hîn berî Helebçeyê, derbareyê dê kîjan gaz hîn bêhtir bikuje, kîjan hîn bêhtir dikane komelkujîyê pêk bîne, temrîn hatibûn kirin. Di vê behsê de, laboratuar, gundîyên kurd bûn, kurdên di girtîgehan de bûn. Kurd, sirf bona van ceribandinan dihatin revandin. Bi awayekî sabît eşkera ye ku bê hela dewlet çawa zordarîyê li ser kurdan dikin. Di teorîyê de meriv bibêje, sazîya dewletê amûra zordarîyê ye û li dijî wê derkeve tiştek e, lê meriv li dijî wê dewleta ku bi awayekî sabît zordarîyê li însanan, li xelkê dike, zordarîyê hertim tundtir dike, însanan û xelkê ditirsîne, wan ji pêrtaw de dixîne, ango meriv li dijî vê dewleta ku em niha têde ne, meriv li dijî zordarîyên vê dewletê derkeve, ev tiştekî din e.

Li Tirkîyê zordarîyeka gelek mezin li ser kurdan heye. Misêwa radeya terora dewletê bilindtir dibe. Li dora 18 hezar kuştinên (cînayetên) ku wekî “kiryarê wan ne dîyar” hene. Bi hezaran gund hatine şewitandin û wêrankirin. Texrîbkirina çavkanîyên debarê yên bingehîn, bi darê zorê bi mîlyonan meriv û bi dehhezaran malbat ji cih warê wan rakirin, şewitandina daristanan, nîşanên terora dewletê ne ku misêwê dewam dike. Dema ku behsa dewletê tê kirin, divê ev her du cûreyên zordarîyê wekî du kategorîyên ji hev cihê, bêne dîtin. Yek jê, zordarîyeka teorîk e, meriv dikane bibêje ku “dewlet amûra zordarîyê ya çîna serdest e”. Îcar ya din, ew zordarîya fiîlî ye ku her roj, gav û saet tê kirin. Meriv çawa dibe takekesê azad? Meriv dema ku li dijî van zordarîyên sabît derkeve, dibe takekesê azad. Dîmensîyoneka (boyut) din a vê prosesê jî ev e ku, ew takekesê ku li dijî van zordarîyên sabît derdikeve, dê ji van zordarîyên wisa dûr bimîne, dê li rêya wê bigere daku rêveberîyeka aîdê xwe ava bike daku azade bimîne… Em hukûmeta herêma Kurdîstanê ya li Kurdîstana Başûr bînin ber çavê xwe. Ew zordarîya ku li kurdan dihate kirin û zordarîya hukûmeta herêma Kurdîstanê eynî tişt e? Ger ev mînak, baş bête vekolîn û têgihîştin dê gelek sûdewar be.

Tu gotineka Ocalanî bo dewleta ku zordarîyê li kurdan dike tune

Îcar Abdullah Ocalan, hertim dibêje ez li dijî sazîya dewletê me. Lê derbareyê dewleta sabît de, bona dewleta ku her roj, gav û saet zordarîyê li kurdan dike, tu gotineka wî tune. Ocalan di metna hevdîtina roja 24 kewçêr 2008 de dibêje “Di parêznameyên xwe de min tu tiştek derheqê komarê û Tirkîyê de negotîye.” Ya rast, gelo ne pêwîst e ku ji ber van zordarîyên sîstematîk ku li jor bi kurdtî behsa wan hate kirin ew dewletê rexne bike? Ji layê din, tu derdekî Abdullah Ocalanî bi dewleta tirkan, bi dewleta farsan, bi dewletên ereban re nîn e. Tenê naxwaze kurd bibin xwedîyê dewletekê. Jixwe, ev fikrê hanê, di serî de komara Tirkîyê, fikrê dewleta Îranê, yê dewleta Îraqê, yê dewleta Sûrîyê ye. Ev şaşî ye ku lîderê PKK yê di girtîgehê de, ku di bin kontroleka gelek mehkem de ye, rêxistina xwe bi rê ve dibe û hewl dide xwe ku pêşî li kurdan bigre. Ev kirin, ji layê exlaqî ve jî şaşî ye. Abdullah Ocalan, wekî mînak, ma gelo ji filîstînîyan re jî dibêje ku “Çima hûn ketine pey danîna dewleteka cihê? Ji xwe re ligel mûsewîyan wekî birayan derbas bikin herin.” Yan jî, ji komara tirk a bakurê Qibrîsê re, ji tirkên Qibrîsê re dibêje ku “Dewlet paşverûtî ye. Çima hûn ewqas dixebitin daku wekî dewleteka din bêne naskirin? Ligel rûman bi hev re jîyana xwe dewam bikin…” Wisa nabêje. Tenê viya ji kurdan re dibêje.

Dibêje, “Dewlet paşverûtî ye, nebî-nebî hûn xwe bi nêzîkê dewletdanînê bikin!” Tu gotineka wî ji bo zordarîyên dewletê, yên ku bi awayekî fiîlî çêdibin, tune.

Abdullah Ocalan di hevdîtina bi avûkatan re li roja 28 kewçêr 2008 de tekîd dike ku ew li dijî neteweperestîyê ye. Dibêje, “Ez li dijî her tewirê neteweperestîyê me. Neteweperstîya tirkî, kurdî, erebî, almanî, ferq nake. Ez li dijî hemîya me, ez naletê li her tewirê neteweperestîyê tînim.”

Bo min gelek ecêb tê ku kurd eynî kirasî li neteweperestîya kurdî, li neteweperestîya tirkî, ya erebî, farsî û almanî dikin. Helbet neteweperstîya tirkan bona kurdan xirab e. Ji ber ku neteweperestîya tirkî dixwaze bi tevî ziman û kultura wan ve kurdan ji dîrokê bimale, dixwaze koka kurdan bîne, wan biqeliîne. Helbet neteweperstîya ereban jî bona kurdan xirab e. Ji ber ku dixwaze bi operasyonên di radeya jenosîdê de kurdan tune bike. Dema ku kurd li hemberî van nîjadperestî û neteweperestîyên êrîşkar xwe biparêzin, xwedîtîyê li ziman û kultura xwe dikin, dê çima ev yek bibe karekî xirab? Heta ku, ma ne pêwîst e li hemberî van nîjadperestî û neteweperestîyên êrîşkar li ber xwe bidin, ma ne pêwîst e ku vegerin ser koka xwe? Ji bilî vê yekê, êdî neteweperestîya kurdan çi ye? Li gorî qenaeta min, welatperwerîya kurdî û neteweperestîya kurdî, eynî tişt in. Gelo otorîteyên kurdan hene ku bibêjin “kurdek hêjayî hemî cîhanê ye” û rabin tirkan, ereb û farisan bikine kurd, yên ku nabin kurd, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî zordarîyê li wan bike, wan bike zindanan, operasyonên tunekirinê bimeşîne? Tê zanîn ku otoreteyeka wisa ya kurdan nîn e. Hingê, ev ne şaşî ye ku meriv rabe eynî kirasî li neteweperestîya kurdî û neteweperestîya tirkî, erebî û farsî bike? Dewletên ku bi awayekî muşterek kurdan di bin zordarîyê de dihêlin, esas ew prosesa ku dixwazin pêşî lê bigrin, di nav kurdan de geşbûyîna neteweperwerîyê ye. Gelo çima ewçend bi tundî zimanê kurdî û kultura kurdan tê qedxekirin? Li hemberî vê rewşa hanê gelo ne pêwîst e ku kurd jî piçek xwedîyê hîsên neteweyî bin, piçek neteweperest bin?

Ev qelsî ye ku dibêjin em ne neteweperestên kurd in

Beşeka mezin ji kurdan, bi taybet kurdên xwenda, dibêjin “Em ne neteweperest in, em şorişger in, em enternasyonalîst in.” Ev helwêsta kesên ku nikanin peyvekê bi kurdî biaxifin, tew nikanin navê welatê xwe jî bibêjin, lê radibin dibêjin “em ne neteweperest in, em şorişger in, em enternasyonalîst in”, hingê ev dibe zeafîyeteka însanî… Yê ku nikane bibe xwe, yê ku ji xwe direve, yê ku bi zimanê neteweya serdest diaxife û kultura wê pesend kiriye, dê çi xêrek, çi faydeyek ji şorişgerî û enternasyonalîstîya wî çêbibe? Yên ku xêra wan ji wan re tune be, dê çi xêra wan, çi faydeya wan ji şorişgerî û enternasyonalîstîyê re hebe? Lêbelê, xêr û faydeya vê helwêstê, xêr û faydeya van gotinan, bona dewletên ku bi awayekî muşterek kurdan di bin zordarîyê de digrin, pirr mezin e.

Çi dema ku di pevçûnan de leşker jîyana xwe ji dest bidin, li Anadolîya navîn û rojavayê, li bajar û bajarokan kurd têne lînçkirin. Li sûk û bazaran, li qewexaneyan zordarî li kurdan dibe. Li sûk û bazaran, li înşaatan kesên ku bi kurdî diaxifin, herwekî ku tirkan tehrîk kirine û ew pîj kirine, wisa tê hesibandin. Ew karkerên ku havînê bona berhevkirina findiqan diçin kevîyên Deryaya Reş, bi heqaretên gelek mezin re rû bi rû dimînin. Digel ku ev rûdanên hanê gelek eşkera ne, gelo çawa neteweperestîya kurdan û neteweperestîya tirkan dikane bikeve eynî kirasî? Digel ku li bajarên Anadolîya navîn û rojavayê ewçend êrîşên lînçkirinê li hemberî kurdan çêdibin, gelo qet hatîye dîtin, hatîye bihîstin ku li bajarên kurdan li hemberî tirkekî sivîl, li hemberî malbateka tirk êrîşeka kurdan çêbûye?

Em salên 1960î, salên 1970yî bînin bîra xwe. Îdeolojîya fermî kurdan û Kurdîstanê înkar dikir. Yên ku behsa kurdan û zimanê kurdî bikirana bi mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî re rû bi rû diman. Di vî warî de zordarîyên gelek pêt hebûn. Li hemberî vê rewşa hanê, wisa bifikirin ku kurdek radibe dibêje “ez kurd im”, bi awayekî maqul behsa kurdan û zimanê kurdî dike. Azadbûna meriv, roşinbîrbûna meriv wisa dest pê dike. Meriv di prosesa li dijî vê rewşa hanê derketinê de dibe takekesekî azad. Niha em lêkolînerekî, nivîskarekî bînin bîra xwe. Bona ku bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê re rû bi rû nemîne, qet behsa van babetan nake. Hertim dibêje “dewlet amûra zordarîyê ya çîna serdest e”, bi dehan têbinî ji Marks, Engels û Lenînî digre û gotaran dinivîse. Jê vê helwêstê, ji vê prosesê azadbûn, roşinbîrbûn dernakeve. Ev helwêsta hanê merivî nake azad. Çi dema ku meriv li dijî zordarîya sabît, li dijî qedexeyên li ser ramanê derkeve, hingê di meriv de azadbûn û roşinbîrbûn pêşde diçe.

PKK tevgereka mezin e lê daxwzên wê gelek piçûk in

PKK tevgereka mezin e. Meriv dikane bibêje ku PKK tevgereka gelek mezin jî. Lê xwestekên wê gelek piçûk in. Gelek, gelek piçûk in. Divê PKK ne ku bal bikşîne ser mafên takekesî, esas divê bal bikşîne ser mafên kolektîfî. Rexne, rexneya azad, sazîyeka gelek girîng e. Ne ku tenê di qada ramyarîyê de pêwîstî bi vê sazîyê heye, esas di warê sîyasetê de jî teqez divê hebe. Abdullah Ocalan lîderekî wisa ye ku di axaftinên xwe de, di nivîsarên xwe de, di hevdîtinên ligel avûkatên xwe de, di parêznameyên xwe de gelek behsa demokrasîyê dike, demokrasîyê dixwaze. Ger rexne nîn be, ger rexneya azad nîn be, gelo demokrasî çêdibe? Rexneya azad, ne ku tenê bingeha zanistê ye, herwisa, bona demokrasîyê jî şertê bingehîn e. Divê PKK bikanibe Abdullah Ocalanî rexne bike, Divê PKKyî, sempatîzan, gelê kurd bibe xwedîyê vê hişmendîyê. Bi fehme “Em mîlîtanên şaşîyên wî ne jî” meriv nikane bigihê tu derekê, meriv nikane tiştekî bi dest ve bîne. Helwêsta girîng, helwêsta rast ew e ku meriv berevanîya yê xwezayî bike. Lê zordarîyeka gelek mezin li ser yê xwezayî, ango li ser taybetmendîyên ku ji civaka kurdîtîyê pêk tên, heye. Helbet divê meriv li dijî van zordarîyan derkeve.

* * *

Têbinîya Hesen Bîldîrîcî

Ev suhbeta ku me ligel Îsmaîl Beşîkçî kiriye, bi tevî vê beşê, di bin pênc sernavan de hatin weşandin. Bi rêya vê suhbetê ji her layî ve me fikrên Îsmaîl Beşîkçî yên derbareyê pirsa kurd de dan eşkerakirin û bo we neql kirin. Dibe ku di vê suhbetê de hinde alîyên ku me kêm hiştibin hene. Yan jî dibe ku pirsên kesên ku bala xwe dabin ser me, hebin. Hevalên ku di vê babetê de bixwazin tiştekî bipirsin, dikanin peyamên xwe rabigihînin me.

Ez dixwazim bidim zanîn ku, em xwe berpirsîyar dibînim daku peyamên we yên wisa bo Îsmaîl Beşîkçî rabigihînin.

Wekî gotina dawîn, ez li ser navê Kurdîstan-Postê gelek sipasîyên xwe pêşkêşî Îsmaîl Beşîkçî dikim ku bona me wextê xwe yê hêja terxan kiriye.

Ligel rêzdarîyê.
14/11/2008
Hesen Bîldîrîcî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
Çavkanî: www.kurdistan-post.org/

Enter Google AdSense Code Here

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir