NEÇİRVAN(Necat Çetin)

Kasım 13, 2008 by pixco  
Filed under 4-Nivîskar, Nejat Çetin

Ev mêseleme li ser rovîyêkî ehmeq hatîye gotın.Rovîyême ehmeq ji bêrmayîyê xelqê xweyî bûnê kirixî bu . Malûma di darîstanê de nêçirvanê mezin û ê hêjayî şêr bû, rovîyême ehmeq çûyê ba şêr ji bo kû pera bi şevirê nêta wî xwe bi alimînê nêçîrê.Ji şêr rêca kir
-Birayê şêr tu neçîrvanêkî gêlek mezin ü hêjayê di wê darîstanêde neçîrvanêkî wêke te mezin nine
Şêr di zanî kû rovî welê xeber bi dê mûheqêq konetîyêkê di fikirê, di dilê xwe de wilo fikirî û ji rovî pirskir:
-De bêje wîqasî dirêj neke gêlo tu dîse çi konetîyê dikê.
-Bi wî xweda ye jêre ti konetîye min nîne le hema ez ji bermayîyê xelqê xweyî bûnê kerixim ez dixwazim ku zikê xwe bi ked û emeqê xwe têr bikim.anî min di go tu min hinê neçire nake gelo
-Lê ez bawêr nakım ko tu bı alîmê çimkî neçîrvanî karêkî zef zore
-Bıla be tu dîsa jî şanî mın bide maxwa eze ji birçî bûne bimirim.
-Eğer tu ji bo welê hatibê ser serê min ser çavê mın hatî lê gava ez diçime nêçîrê dı laşê min de tiştin di gûherin şûnde ez nêçîrê digrim û perça perça dikim . Ez bawêr nakım laşê tê wîsa bıgûhûrê
-Min tiştek fem nekir gêlo ew çi tiştin di laşê te de di gûhêrin
We demê de di hemberê wan de mambîzêk di sekinî şêr wî mambîzê nîşanî rovî kir û got:
-Bi nêre nêçîre min li hemberê me sekînîye, zêde xeber ne de li min bi nêre
-Belê ez kurban li te di nêrim
-Meze nêçîre me êw mambîze were hêmbêra min ü li çavê min bi nêre be çawa çavê min sor büne ?
Rovî bi lêz diçê pêşîye şêr û li çavê vî di nêre
-Erê bi rastî jî çavê te sor bûne
-Bi nêre mû yê min jî tev gıjgijokî büne navîlo?
-Belê mûyê te jî gıjgıjokî bûne
-Tu îca lı kûne min mêzê bêçawa di hejîjê navîlo ?
Rovî bi derbekê de diçê paşîye şêr û li kûna wî di mêzênê
-Erê bi xweda kûna te jî di hejiyê.
He rovî xeber di da şêr ji anîşkê de xwe êrîşkire mambîzê û ji sitüyê mambîzê zemt kir , û perça perça kir ü gote rovî.
-Te fêm kir ? vêca here xwe bi ceribêne
Rovî di dil ê xwe de got hey law , ev nêçîr hewgasî hesane.Jı we rojêde Rovî dı darîstanê de bu dêng herkes nêçîrvantîye Rovî hısîyabun.
Vêca hêvalê Sıhor jî wekê rovî dıxast xwe alımînê nêçîrê Sîhor hiskir kü rovî xwe alimandiye nêçîre ew jî meraq dikê û diçê serêdanîya rovî ji bo kû xwe bi alimînê nêçîrvaniyê.
-Birayê rovî mın hîskır kû te xwe alimandîye nêçîrê .Ez ji dixwazim xwe bi ceribemin tu qancîyêkî ji min re bike çi xweşe,qencıye te jı çı car jıbîrnakım.
Rovî xwe wîlo mêzin di hesîbine, ji xeberdanê sihorê kûna wî radıbê.
-Ser serê min,ser çavê mın hatî birayê sîhor tu naxwa li min qanc bi nêre çimkî gava ez diçim neçîrê tiştin di laşê min de di guhêrin.
We gave li kambilî wan de fîlek hebü rovî wî fîlê şanî sîhorê da û go :
-Bi nêre nêçîre min êv fil e lê tu li min qanc bi nêre, be çavê min çawa sor bûne na wîsa?
Rovî be şer çawa wî alimandî bü,wî jî aynî wîsa dikir. Sîhor jî çü li çavê wî mêzê kir, goti ye da
-Na; çavê tê qet sor na bû ye
-Kûro ferz bike kû sor bü ye, vêca li mûye min mêzê tev be çawa gijgijokî bûne na wisa ?
Sîhor di nêre kû tiştêkî kü laşê rovî da bi güghere get nine
-Na welah mûye te jî gijgijokî ne bûye.
-Kûro mın gote te; ferz bike ku gijgijoki bûye.
- Belê min ferz kir ku gijgijokî bûye ,
-Vêca li kûna min bi nêre; be kunamın çawa di hejijê
Rebenê Sıhor jı evqas gotınê tı tışt fêm nakır lê wekê gotına rovî dıkır.
-Belê min ferz kir ku di hejijê
Sîhor tiştekî ji rovî fem na kiribû lê dîsa jî li hêwîye wî di sekinî.
Wê demê de rovî xwe çênd kire fîl , û ji lıngê wî gez kir.Hema bi wî êşe lıngê xwe fîl pihînêke li rovî dixe ku nayê gotın,rovî di firê ezman û li bin gûhe darekî dikevê, wîsa li ser serê xwe keti bû û kûna wî diçû û dehat , weke wî dıgot dıhejıjî,çavê wî jî sor dıkır u muyê wî tev gıjgıjokî bubun,weke wî ceryanê gırtıbu.
Sîhor bi banzdan di çe cem rovî ü li wî di nêre û bi lencînî dı bêje:
-Erê bi xweda vê gavê min fêm kir , çavê te sor bûne , mû ye tê tev gigijokî bûne û bawêr bike kûna te ji dıhejijê.
Rovî fêm kiri bü ku herqes bıjîyane xwe , qesek cıhe qesek3i nagırê,rabu ser xwe u bı xweyî bunê xelqê jîyanê xwe dom kır.

Enter Google AdSense Code Here

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir