Sersala we Pîroz be! (Gabar Çiyan)

sesal.jpgLi başûrê Kurdistanê, li ser xaka azad a pîroz, plan û operasyonên tirka berdewam e.
 
Li bakurê welêt, partiya paşverû û neteweperest AKP, ji aliyekî berê êrîşa xwe dide kurda, xweza Kurdistanê bombebaran dike û parlementerên kurda dixe bin tehdîta girtinê, ji aliyê din bi bertîl û yadîgariyên cewaz çavê Gelê Kurd digire û hewil dide ku hêza xwe a li Kurdistanê biparêze.
 
Teror û hovîtiya rejîma Îranê a îslamî (!) li hemberî Gelê Kurd li rojhilatê welêt bê westan didome.
 
Projeya kembera ereban, di pêşengiya lawê Hafizê Esadê ultraneteweperest de, bi şêweyekî bêînsaf û neînsanî li beşê biçûk yê başûrê Kurdistanê didome. Gelê kurd xwîn digirî.
 
Em di demek wisa hesas û bêwijdan de derbasî sala nû bibin. Di demê wisa de hêvî dimîne ji Yezdanê heq ku berê xezeba xwe bide van dewletên zalim, birêvebirên wan yên hov, bêol û bêwijdan.
 
Lê di konaxên wisa de, hesasbûna me li hemberî hev, li hemberî kes û dezgehên me jî, pirsek e giring e. Û divê ev awir neyê jibîrkirin: Hezkirin û girêdana bi Nijada Kurd, û parastina wê û xaka pîroz…
 
Em bi heyecana hezkirin, girêdan û hesasiyetek e wisa sala we a nû pîroz dikin. Rêz û hurmetên xwe rê dikin. Bi silavên germ.
 
Gabar Çiyan
Gerînendeyê Zarathustra News Service, Stockholm

Şirove bike
Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir

*