Ferît UZUN: Dozkarê Kurd û Serokekî Dengê KAWA-yê…(Îbrahîm Güçlü)
Aralık 16, 2007 by argun
Filed under 1-Ferid UZUN, 4-Nivîskar, Dı derheqê Ferid Uzun da, İbrahim Güçlü
Ferît Uzun di sala 1950-yî de li Sîveregê hatiye dinyayê. Ez jî zarokê sala 1950-yî me. Salên 1950-yî, piştî şikestina rejimên faşîst li Ewrupayê, salên ku li dinyayê û bi taybetî jî li Ewrupayê demokrasî bi firehî bi cîh û cîh dibû. Bandora demokrasiyê li ser Tirkiyeyê jî çêdibû.Tirkiye di bin pêla demokrasiyê de, di sala 1946-an de biryar girtibû ku demokrasiyê bi şiklî be jî bipejirîne: Ji bo demokrasiyê krîtera diyar, avabûna partiyan bû. Ji bona vê, rejîma kemalîst destûr dabû ku ji dervayî partiya dewletê Partiya Gel ya Komarî (CHPê), Partiya Demokrat (PD) jî avabibe. Di sala 1950-yî de Partiya Demokrat bı encama hilbijartina giştî bibû hukûmet. Piştî şoreşên milî û serîhildanên gelerî yên neteweyî, li Kurdistanê gelê kurd û berpirsiyarên kurdan jî ji dervayî siyasetê mabûn. Dema ku Partiya Demokrat avabû, kurdên ku di civatê de desthilatdar bûn, bi awayekî derfet dîtin ku gor pîvanên xwe, bi nasnameya kurdî nebe jî, beşdarî siyaseta merkezî ya Tirkiyeyê bibin. Dema ku mirov li bayê şoreşgerî û çep yê li salên 1968-an mêze dike, dibîne ku zarokên di sala 1950-yî de hatibûn dinyayê, bı sıûd bûn. Lewra ew di sala 1968-an de 18 û 19 salî û li dibistanên bilind û li zanîngehan xwendevan bûn. Vê yekê jî, ji wan xortên 18 û 19 salî ra derfet dıda ku ew jî beşdarî pêl û tevgera civakî û şoreşger bibin. Rastî jî Ferît Uzun di 19-20 salîya xwe de, xwe di nav tevgera şoreşger û kurdperwer de dît. Di salên 1968-an de li hemû dinyayê û bi taybetî jî li Ewrupayê ev tevgera şoreşger ya azadîxwaz ku li Fransayê destpêkiribû, li Tirkiyeyê jî li ser xortên kurd û tirkan tesîr dıkır. Kurdbûna Ferît Uzun jî, ji bona ku beşdarî ev tevgera şoreşger, çep, azadîxwaz bibe, bi serê xwe dıbû dînamîk û referanseke civakî û dîrokî.
Bi DDKO-yê re pêwendî… Xort û ronakbîrên kurdan li Tirkiyeyê û metropolan, di navîna sala 1960-yî de beşdarî tevgera çep ya Tirkiyeyê bibûn. Di hemendem de endamên Partiya Karker a Tirkiyeyê jî bûn û di avakirina FKFê, komeleya cîwanên şoreşger û çep de jî cîh girtibûn. Dema ku xort û ronakbîrên kurdan di nav pêvajoyê de şiyar bûn, li dinyayê tevger û şoreşên neteweyî û şoreşa li Başurê Kurdistanê ji nêzîk de nas kirin û bi şoreşa kurd re pêwendiya fîzîkî û manevî serrast kirin, gihîştin wê qenaetê ku divê neteweya kurd jî xwediyê rêxistinên xwe yê serbixwe û xweser be. Di sala 1965-an de jî PDK a Tirkiyeyê, ji aliyê ronakbîrên ne çep ve avabibû. Çep û nasyonalîstên kurdan di sala 1969-an de biryar dan ku di qada legal de rêxistina xwe ya serbixwe, ji rêxistinên çep û şoreşger yên tirkan cihê avabikin. DDKO ew rêxistina kurd ya serbixwe ya legal, demokratîk, pirdeng û pirreng bû. Dema ku DDKO avabû, Ferît Uzun jî, li Enqereyê li Zanîngeha Zîraetê xwendevan bû. Xwendevanekî jêhatî bû, dı xwendina xwe de gelek titîz bû, xwendina xwe baş dişopand. Di kar û xebatên şoreşgerî de xwediyê helwesteke profesyonelî nebû. Wî, Di sala 1970-yî de bi DDKO-yê re pêwendî pêkanî. Wê demê ez jî serokê DDKO ya Enqereyê bûm. Piştî ku pêwendiya wî û DDKO-yê pêkhat, min jî ew ji nêzik de nas kir. Ferît Uzun, di DDKO-yê de qursên folklorê dida. Di karên xwe de gelek bi disîplîn bû. Karên xwe di wextê de dimeşand. Lê bi aktîfî beşdarî kar û xebatên din yên DDKO-yê nedibû. Beşdarî semînerên DDKO-yê dibû. Di îlona 1970-yî de dema ku em wek berpirsiyarên DDKO-yê li Enqereyê li Ulucanan hepis bûn, pêwendiyên min û wî yên şexsî qetiyan. Lê gor agahdariyên ku min ji hevalên berpirsiyar digirt, pêwendiyên wî ya DDKO-yê dom dikir. Piştî wê demê jî, wî, di DDKO-yê de xebata xwe pêştir xistibû.
Hepisîya wî li Amedê… Wek tê zanîn di 12 Adar a 1971-an de leşkeran darbe pêkanîn û desthilatdariya siyasî vekirî xistin destên xwe. Dema leşkeran destpêkir ku Tirkiyeyê rêvebibin û hukim bikin, rêxistinên çep û şoreşger yên tirkan û kurdan, Partiya Karker a Tirkiyeyê hat qedexe kirin, mifte li deriya wan hatxistin. DDKO jî, di 26 Nîsan a 1971-an de hat qedexe kirin û girtin. Bı encama vê biryarê, hemû damezrênêr, berpirsiyar, endam, alîkar, piştgir û rêvebirên DDKO-yê li Enqereyê, Stenbolê, Amedê, Erganiyê, Farqînê, Kozluxê, Batmanê hatin hepiskirin. Ji dervayî van jî, berpirsiyar û endamên PDKTê, axa, beg û şêxên kurdperwer jî hatin hepiskirin. Desthilatdariya merkezî ya Tirkiyeyê piştî demeke kurt biryar da ku hemû kurdperwer û rêxistinên kurd li Amedê di dadgeha leşkerî de bên darizandin. Loma em ji Enqereyê birin Amedê. Piştî ku em çûn Amedê, Ferît Uzun jî anîn hepisxaneya leşkerî ya Amedê. Lê ew di kîjan tarîxê de hat hepisxaneyê nûha baş naye bîra min. Divê ji bona vê li doznameya DDKO-yê bê mêze kirin. Dema ku Ferît Uzun hate hepisxaneyê, di hepisxaneyê de, di du pirs û an jî mijarên bingehî û dîrokî de minaqeşeyên esasî destpêkiribû û dom dikir. Mijara yekemîn, rêxistinên serbixwe avakirin li Kurdistanê pêwîst e û an na; neteweya kurd jî wek miletên din xwediyê maf e ku xweser xwe rêxistin bike û an na?. Mijara duyemîn jî ew bû ku li hemberî dadgeha leşkerî, girtiyên kurd û kurdperwer dê bi giştî helwesteke siyasî, mafparastinê bimeşînin û an na? Bi taybetî jî damezrênêr, berpirsiyar û endamên DDKO-yê, rêxistina xwe û mafên neteweya kurd li ber dadgehê biparêzin û an na? Di van mijaran de du terefên diyar hebûn. Terefek Komûna DDKO-yê û endamên Partıya Demokrat a Kurdistanê bûn. Vê grubê, li hemberî dadgehê parastina doz û mafê neteweya kurd, parastina DDKO-yê wek helwest nîşan dida. Rêxistinên serbixwe li Kurdistanê avakirin diparastin. Ez, Mûmtaz Kotan, Îsmaîl Beşîkçî, Feqî Huseyîn, Yumnû Budak, Şerafeddîn Kaya, Ruşen Arslan, Fîkret Şahîn, Mehmud Kiliç, Bettal Batê, Alî Beykoylu, Nezîr Şemîkanli, Yilmaz Balkaş, Kazim Baba, Alî Yalçin, Çetîn Dayî, Recep Maraşli di nav vê komûna DDKO-yê de bûn. Edîp Karahan, Mehmed Gemîcî, Abdurrahman Demîr, Ahmet Zekî Okçûoğlu, Mehmed Uzun, Mehmud Kîper û gelek girtiyên din jî ji vê helwestê re teref bûn. Terefa din jî, gruba kurd ya di nav Partiya Karker a Tirkiyeyê de kar kiribûn, beşek damezrênêr, berpirsiyar, endamên DDKO-yê bûn. Serokatiya vê grubê Tarik Zîya Ekîncî dikir. Piştî demekê ev gruba jî bû du beş, helwesta Komûna DDKO-yê, hevmişterek jî nebe, bi serê xwe meşandin. Ferît Uzun, di destpêkê hîn biryar nedabû ku çi helwestê nîşan bide. Lewra wî hîn biryar neda bû ku di doza kurd de bibe profeysonelekî û an na. Ji bona vê ew di destpêkê de di bin tesîra gruba Tarik Zîya Ekîncî de ma. Ev helwesta wî bû sedem ku di navbeyna me de jî nekokî pêk bê û navbeyna me nexweş bibe. Di nav pêvajoyê de Ferît Uzun jî gihîşte wê qenaetê ku divê li hemberî dadgehê helwest bê nîşan dan. Wî û grubek hevalên din jî biryar dan ku li hemberî dadgehê, helwesteke hevmişterek nîşan bidin. Wî, di nav gruba îhsan Aksoy, Faruk Aras, Sabrî Çepîk, Zekî Kaya, îhsan Yavuzturk, Nusret Kiliçaslan, Hesenê Erganîyê de cîh girt. Di destpêkê de li hemberî doznameya dozgerê leşkerî, Ferît, bîrûreyên xwe bi vê grubê re niviskî pêşkêş kir. Ev helwesta xwe di merheleya parastinê û dadgeha bilind (Yargitayê) de jî nîşan da. Piştî ev helwestê, Ferît Uzun li hemberî dadgehê û desthilatdariya hepisxaneyê gelek bi qerardarî têkoşîn da. Dema şerê Otonomiya Kurdistanê û Hukûmeta Merkezî ya Baasî di sala 1974-an de qewimî ew ji Yekîtiya Sowyetê û sosyalîzma sowyetê dûr ket. Lewra ew, ji helwesta Yekîtiya Sowyetê ya li hemberî Başurê Kurdistanê gelek eciz bû. Çimkî Yekîtiya Sowyetê bi her awayî ji dewleta Iraqê re alîkarî dikir. Ez baş dizanim ku dema ku Otonomiya Kurdistanê hilweşiya ew jî gelek êşiya û dijminatiya wî li hemberî Yekîtiya Sowyetê zêdetir bû. Gor baweriya min, ev pêvajoya û qewimandinan bûn sedem ku Ferît Uzun nêzikî PDK a Tirkiyeyê bibe. Di hepisxaneyê de karên wî yên hunerî, folklorî em gelek kêfxweş dikirin. Roja dawî dema ku em hatin ceza kirin, di dadgehê de me bi hev re merşa enternasyonal, merşên Kurdî xwendin û em vegeriyan hepisxaneyê, wî bi seatan bi sazê xwe stranên kurdî yên klasîk, yên Aram got, me jî govend gerand.
Piştî Hepisxaneyê… Di hepisxaneyê de bi giştî be jî grubên siyasî avabibûn. Bi taybetî jî Komûna DDKO-yê biryardar bû ku wek grubeke siyasî kar û xebatên xwe yên kurditî bimeşîne. Piştî ef a giştî (13-ê Tirmeh a 1974-an) li Bakurê Kurdistanê merheleyeke nû destpêkir, bihara duyemîn ya tevgerê bi gelek awayan qewimî. Grub û rêxistinên serbixwe yên kurd avabûn, rêxistinên ku hebû jî (PDK a Tirkiyeyê û PDK li Tirkiyeyê) xwe ji nû ve ava kirin û xwe jı çav derbaskirin. Di hepisxaneyê de Ferît Uzun, îhsan Yavuzturk û Musa Anter gelek nêzikî hevûdu bûn. Piştî hepisxaneyê jî ev nêzikatiya wan domand. Îhsan Yavuzturk, bi PDK a Tirkiyeyê re kar dikir û di Kovara Xebatê de nivîs dinivîsand. Ez di wê baweriyê de me ku Ferît Uzun jî wê demê nezikî PDK a Tirkiyeyê bû. Lê bû endamê PDK a Tirkiyeyê, an na, ez nikarim tiştekî bibêjim. Tiştekî din yê aşkere hebû ku piştî salên 1974-an grubeke diyar ya xwediyê proje gruba me bû (Kovara Rizgarî diweşand, pirtûkxaneya Komalê ava kiribû, ji bona ku komeleyeke kîtlewî ya wek DDKO-yê ava bike hewil da bû), girêdayî rewşa hepisxaneyê Ferît Uzun ji me dûr bû. Piştî ku ez li Kurdistanê bi cîh bûm, min karên siyasî bi domdarî dimeşand, di navbeyna me de dostaniyeke taybetî çêbû, min û wî li Sîwereregê gelek caran me hevûdu dît, li ser pirs û mijarên girîng yên tevgera Kurdistanê danûstandin kirin. Ev helwesta wî ya hişk li hemberî Yekîtiya Sowyetê piştî hepisxaneyê jî dom kir. Em jî wek gruba siyasî li hemberî Yekîtiya Sowyetê xwediyê helwesteke hişk bûn. Lê, bı encama vê helwestê ew bû maoîst, em jî bûn rexnegirên Yekîtiya Sowyetê. Wek tê zanîn ku wî, bi beşek kurdperwer re Gruba KAWA avakirin. Pişt re di nav KAWA de cûdatiya siyasî û îdeolojîk pêkhat. Ew bû ji serokekî Dengê KAWA. Li Kurdistanê îdeolojiya sowyetî xwediyê dîrokeke kevn bû. Maoîstî ji bona Bakurê Kurdistanê nû bû. Ev cudayetiya îdeolojîk ya sowyetî û maoîstî bû sedem ku li Bakurê Kurdistanê nekokiyeke stratejîk û dijîtiyeke xurt derkeve holê. Di navbeyna grubên sowyetî (Ozgurluk Yolu û Şivanciyan) û maoîstî de şer derkeve. Di van şertan de wek gruba Rizgarî em di navendeyê de bûn, me ji herûdu terefan re jî nêzikatî nîşan dida, herûdu teref jî welatparêz dihesiband. Ji bona vê di wan şertan de di navbeyna min û Ferît Uzun û hevalên wî Sabrî Kont, Reşît Delek, Nureddîn El-Huseynî, Mistefa Aksakal de dostaniyek pêkhat. Bi van re gelek caran derfet çêbû ku em li ser mijarên girîng, pirsgirêkên tevgera Kurdistanê rawestin û minaqeşe bikin. Her dem min ji wan re digot ku maoîstiya we ne pirsgirêk e. Lê divê di navbeyna kurdan de ji bona pirsên îdeolojîk dijminitî nebe û şer dernekeve. Divê hûn jî ew hêz û grubên kurd yên ku bîrûreyên sowyetê diparêzin dost û welatparêz bibînin. Lê hezar mixabin, ew hewildana me û beşek hevalên maoîst, pêşî li ber dijminitiya kurdperweran negirt. Beriya ku Ferît Uzun bê kuştin û şehîd bibe, li mala Mehmed û Mistefa Uzun, me hevûdît. Di vê hevûdîtinê de, ez û Mehmed Uzun em bi hev re bûn, li cem wî jî Puşo Ehmed ku hevalê me yê hepsê bû, hebû. Em, di vê hevûdîtinê de li ser xeterîyên şerê navxwe û birakujiyê rawestiyan. Ji bona ku di van pirsan de bi hev re helwestekê nîşan bidin, di navbeyna me de lihevkirinek pêk hat. Hezar mixabin piştî hevûdîtina me demeke kurt dozkarê kurd Ferît Uzun şehîd ket.
Xwepêşandana Farqînê… Dema ku bihara nû ya Tevgera Bakurê Kurdistanê dest pê kir, bi gelek awayan xebat hatin rojevê: Kovarên nû hatin weşandin, pirtûkxane avabûn. Rêxistinên siyasî yên nû ketin jiyana gelê Kurdistanê. Xwepêşandanên kîtlewî jî babetek ji xebata Tevgera Kurdistanê ya wê demê bû. Piştî sala 1974-an welatparêzên Kurdistanê bi hev re bi riya xwepêşandanên kîtlewî siyasetên dewletê yên li hemberî neteweya kurd protesto dikirin û bi gelê kurd re danûstandin dikirin. Di wê demê de li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê xwepêşandanên hevmişterek hatin organîze kirin. Xwepêşandana yekemîn di destpêkê de li Wîranşehîrê hat bidarxistin. Pişt re jî li bajar û bajarokên din yên Kurdistanê hatin bidarxistin. Xwepêşandana Farqînê jî yek ji van xwepêşandanên bi navû deng bû. Ev xwepêşandana di şertên gelek awarte (neasayî de) pêkdihat. Li Kurdistanê ew beşbûna îdeolojîk ya sowyetî û maoîstî jî qewimî bû: Di navbeyna van herûdu terefan de minaqeşeyên hişk destpêkiribû. Farqîn jî ji bona Tevgera Kurdistanê cîhekî gelek girîng bû. Li Farqînê jî ew minaqeşeya gruba sowyetî û maoîst dom dikir. Di van şertan de rêvebirina xwepêşandanê dabûn Ata Şen. Ata Şen, hevalekî ku xwediyê baweriya maoîstî bû, hevalekî gelek bi heyecan û ji provakasyonê re jî vekirî bû. Ji bona vê min, ji rêvebiriya Ata Şen re îtiraz kir. Biryar hat girtin ku wek rêvebir Ata Şen bêguhertin. Ev biryara dema hatibû pêşkêş kirin, di hemendem de ji Ferît Uzun re jî, ji aliyê Muhterem Bîçîmlî ve hat pêşkirin. Ferît Uzun gelek eciz bibû û gotibû ku “ev plân û daxwaza Îbrahîm e.” Belê ev daxwaza min bû, lê ji bona berjewendiya giştî bû. Di dema rêvebirina xwepêşandanê de şerê ku ji aliyê maoîstên grubên tirkan de hatibû derxistin, ev nerîna min rast derxistibû. Min dema ku ev pêşniyara kir û ev pêşniyara bû biryar, nexweşiyek di nav me de hat rojevê. Min ev pêşniyara bi taybetî ji bona Ferît Uzun nekiribû. Ez îro jî di wê baweriyê de me ku ev pêşniyar û biryara bi tevayî bi berjewendiya welatparêzan re li hev dikir.
Taybetiyên wî yên kesayetî… Ferît Uzun xortekî gelek çeleng û sempatîk bû. Kesekî gelek zekî û xebatkar bû. Ew xwediyê rihekî hûnerî bû. Ew, him lîstokvanekî folklora kurd yê baş bû, him jî mamostaye folklorê bû. Wî, gelek keç û lawên kurd têgîhandibûn. Ew helbestvan û stranbêj bû. Ew, lîstokvanekî futbolê yê baş bû. Di takıma hepisxaneyê de ew bibûya hevalê kîjan taximê, ew taxima dibû taximeke bi awantaj. Lê wî jî wek her fotbollîstokvanekî Sîweregî (Mehmed Uzun ne tê de), wek Mehmud Kîper, Sabrî Çepîk, Puşo Ehmed, û hwd. di lîstikê de hişk û şervan bû. Ew di doza Kurdistanê de qerardar û durist bû. Gelperest û mirovhez bû. Piştî ku li Sîweregê bicîhbû û destbikarkir, bû palpişt û alikarekî gelê xwe. Ji bona vê jî, gel ji wî gelek hez dikir. Ew bi her awayî ji gel re alîkar bû. Di vê mijarê de bîrûreyên dostê min ê hêja Îbrahîm Kûrekên yên ku di kovara Bîrê de anîbû ser zimên rastiya Ferît diyar dike. Lêbelê kêm in. Ew jî kesek bû ku di wê merhelayê de, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê fikir diafirand. Ew îdeologê gruba xwe bû. Wî, qiymeteke mezin dida ziman û çanda kurd. Wî, bi kurdî qise dikir, bi kurdî helbest dinivîsandin. Bi ev helwesta xwe jî li xortên kurd tesîreke mezin çê dikir. Her çiqas di hepisxaneyê de navbeyna me gelek xweş nebû jî, di navbeyna me de minaqeşeyên bê edebî jî pêknehatin.
Şehîdketina wî… Ew di sala 1978-an de li ber mala xwe, bi awayekî nemirovane û nemêrdane hat kuştin. Dema ku min bihîst ku Ferît Uzun hatiye kuştin, ji her kurdekî waletparêz zêdetir xemgîm bûm. Lewra ji gelek aliyan de di navbeyna me de nêzikî hebû û ew kesekî bijarte yê Kurdistanê bû. Ji vê zêdetir pirsa ku ez gelek xemgîn kirim ew bû ku kuştina Ferît Uzun li Bakurê Kurdistanê şerekî birakujiyê dê biafirîne û di navbeyna du grubên welatparêz de bibe sedem ku şer pêkbê. Rastî di destpêkê de min wusa difikirî ku Ferît Uzun ji aliyê grubên sowyetî ve hatiye kuştin. Lewra wê demê Apoyî li Sîweregê xwediyê rêxistineke xurt nebûn. Pişt re dema ku min bihîst ku ji aliyê Bucaxîyan de hatiye kuştin, bi awayekî ew tirsa min ji holê rabû. Hezar mixabin piştî demekê derket holê ku Ferît Uzun ji aliyê Apoyîyan ve hatiye kuştin. Lê ji bona vê belgeyek jî li holê nebû. Piştî darbeya leşkerî ya 12-ê îlona 1980-yî bi gelek awayan aşkere bû ku Ferît ji aliyê Apoyîyan ve hatiye kuştin. Ev bûyera ket doznameyan û hevalbendên Apoyîyan ji bona vê qise dikirin. Di vê pirsê de ev bîrûreyên ji aliyê Îbrahîm Kûrekên de di kovara Bîrê de hatine ser zimên rast in. Semîr (Çetîn Gûngor) endamê komîteya navendî ya PKKê bû. Di sala 1984-an de bi PKKê re li Ewrûpayê eleqeya xwe birî. Piştî wê jî nivîsand ku Ferît Uzun jî ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin. Sedema vê kuştinê jî gelek aşkere diyar kiribû. Semîr, ev rastiya rûberû ji min re jî diyar kir. Kuştina Ferît Uzun ji aliyê PKKê de, beşek ji plâneke mezin bû. Gor Semîr, PKKê wê demê biryar girtiye ku hemû serokên Tevgera Bakurê Kurdistanê bikuje. PKKê ev siyaseta xwe pişt re him li Bakurê Kurdistanê û him jî li Başurê-Rojihilatê-Rojavayê Kurdistanê meşand, plâna kurdkuşiyê xiste jiyanê.
Bîranîna Ferît UZUN… Hîç şik tuneyê ku divê kurdperwer û tevgera kurd ji serok, têkoşer, dozkar û xebatkarên xwe yê neteweyî re xwedî derkevin. Di van salên dawî de di saya çend havalên hêja (Adem Avcı , Fahrî Karakoyunlu, Îbrahîm Kûrekên) de Ferît Uzun li ser mezelê wî têbîranîn. Ez jî 3 sal in ku beşdarî vê bîranînê dibim û qise dikim. Ferît Uzun di hemendem de dibe sedem ku em, serokên tevgera kurd Faîk Bucak, M. Remzî Bucak û Necmeddîn Bûyûkkaya jî li ser mezelê wan bîrbînin. Ferît Uzun ji bona neteweya kurd û tevgera kurd wendayîke mezin e. Divê em wî hîç bîra nekin. Em ji helwest û bîrûreyên wî sûd werbigrin.
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Amed, 16. 12. 2007


