Xalê Min Çavên Min!
Kasım 22, 2007 by argun
Filed under 1-Ferid UZUN, 4-Nivîskar, Dı derheqê Ferid Uzun da, Sakîp Brodrej
Nivîsara ku Paşa di derheqê te da nivîsandibû û di malpara Argûn da dabû weşandin, min xwend. Di nivîsara xwe da Paşa, paşnavê te yê -uzun- radike û şûna wî da -Brodrêj- bikartîne. Paşnavê kalûbavan li te hatibû, di nav dilê min da pêlên kêfxweşiyê rabûn.Min nivîsarê Îbrahim Kureken û Mahmûd Kîper jî xwend. Hevalên dilşewitî, hevalên dilsoz û dilovan. Bi nefspiçûkî behsa te dikin, bi gotinek din, wekî resamek tabloyekî te çê dikin.Boyaxên rengcuda li nav hev dixin, rengên herî xweşik kişf dikin û resmê te yê rengîn çêdikin.Gava min helbesta Firat Kaya û nivîsarê Elvan Helîn xwend ez kelgirî bûm. Wan jî di malpara Argûnê da nivîsandibû. Di ciyekî da Elvanê wisa nivîsandibû:”Xalo min dixwest ez te hemiz bikim û bêjim, ez ji te pir hez dikim.” Gava min ev gotina wê xwend dilê min kizirî, êdî min nikarîbû rê li hêsirên çavê xwe bigrim.
Di wê nuxtê da, siûda min hebû. Du meh berê kuştina te, ez hatibûm mala we, min tu hemiz kiribû û min gotibû ez ji te hez dikim. Ew bû cara dawiyê, carekî din min tu nedît.
Tu bi dilrehetî razê xalê min. Qîmet û rûmeta mirovên wekî te îroroj xweştir xuya dike.
Yên ji te û ji mirovên wekî te hez dikin roj bi roj zêdetir dibe.
Dilsozî, nefspiçûkî, dilpakî, duristî meziyetên te bûn, mezîyetên me yên wê demê bûn. Nuha, durûtî, pozbilindî, divokî, neduristî, xwefiroşî, îxanet û birakujî di rewacê da ye. Lêbelê dewran duguhere, hêdî hêdî, gran giran sîya darê cîyê xwe diguherîne.
Bêriya te dikim.
Xwarziyê te Sakîb Brodrej
2007/11/22


