PÊŞVAN

fer_uzun.jpg

 PÊŞVAN      

Tu zana û berpirsîyarê  welat

Xwina xwe te

Ji bo Kurdistan kir xelat.

Di çavê pîs û xayinan de tu kelem

Gulek sor bû

Ji bo Kurdistan bijî tu her dem.

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me dernayê tu caran.

Xebata te xof da dilê neyaran

Kirên şêwra xwe ji bo wî xayinan

Biryar dan,  çawa qetl bikin canfêdayê welat

Pêşvanê Kurd û Kudistan.

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me dernayê tu caran.

Dilerizî dijmin tevî hêzên xwe

Biryar hatibû ji bo kuştina te

Tu şehid kirin bi destê xayinên me

Ne hîştin bi te şa be Kurdistana te.

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me dernayê tu caran.

Te hêvî da bû karker û gundîyan

Her dem li cem te bûn xort û qîzê Kurdistan

Bawerîya kut e da bû wan

Xof kiri bû dilê dijminan.

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me dernayê tu caran.

Şahadeta te bû jîyana sed hezaran

Bawerî da tev xort, qîz û hevalan

Serfiraz e  ala Kurd û Kurdistan

Êrîş bikin ser neyar û dijminan

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me,dernayê tu caran.

Yekîtî û Biratîyê gel ji te fêr bû

Ji bo wî “ Yekbûn” navê qîza te bû

Zana, mamoste, pêşvan û kek rimza te bû

Doza Kurd û Kurdıstan armanca te bû.

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me dernayê tu caran

Azadîya Kurdistan bû xewn û xeyala te

Çavê xwe ve ke va em hatin ba te

Li başûr vane Kurd di bin dewlet

Rast di be xwena te da bû ber me.

Bijî bijî Ferîdê pêşvan

Ew kula

Ji dilê me dernayê tu caran

 

                         Fahri Karakoyunlu

Enter Google AdSense Code Here

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir