“Ferîd tê dinê” (Paşa Uzun)
Ekim 12, 2007 by argun
Filed under 1-Ferid UZUN, Dı derheqê Ferid Uzun da, Paşa uzun
“Her cara ku dîya min bahsa serpêhatîyên xwe yan behsa bûyeran dike ez mat û heyran dimînim. Di gotinên wê de wext nîn e; ne saet, ne meh û ne jî sal… Wek em hemû însan di wextek bê serî û bê binî de dijîn, mesafeyên di nava bûyin û mirinê de wenda dibin. Dîya min heyşt zarok anîne dinê, lê kîjan rojê an kîjan mehê zariyên wê çêbûne ne ew û ne jî kesekî din dizane. Xwedê bi rehma xwe şa bike, apê min Hesen tarîxa bûyina zarokan bi destnivîsa xwe li paş resmekî ku me xistibû nav çarçoveyek û bi dîwarê odê ve bi darda kiribû,dinivisand. Gava ez ji hefsê derketim ew resm jî wek gelek tiştên din wenda bûbû. Ferîd di bihara sala 1945an da tê dinê, bes ez dixwazim ji devê dîya xwe guhdariya bûyina Ferîd bikim.
Ji rojan rojekê, biharê bi giranîya xwe çarşefeke şîn li erdê Swêregê raxistîye, bîhna kulîlk û nefelan daketîye ser Swêregê, diya min û xwungên wê li Helawikê, li nav bîstên dendikên zebeşan diçînin. Xebera xêrê digîhîje bîstên ku dakê Kejo lawikek anîye dinê. Navê Ferîd li lêwik dikin. Berîya Ferîd sê keç û sê law hene, Ferîd dibe zarokê heftan, êdî li pêy Ferîd dakê Kejo zaro çê nake. Ferîd dibe zarokê dawî, dibe şîr û şekirê malê.
Ew dibe zaroyekî biharê, zarokê kulîlkan, nefelan, gîyayên êşin. Sirûştê, serma û seqema zivistanê li dû xwe berdabû, dar û daristan, gul û kulîlk bi darmêwan ra tev bi çîçekên rengareng rabûbûn ser piyan, Ferîd jî bi wan re çavên xwe li biharê vekiribû û bi biharê re jîyaneke nû, jîyaneke teze û xweşik dest pê dikir. Dilpakî, biratî û hevaltîya wî wek bîhna nefelê, bîhna darên sincan ji der û dora xwe re, ji bav, bira û xwungên xwe ra, ji heval û dostên xwe ra germayî, xweşî, ken, henek û dilgeşiyê bela dike, bi eşqa dilê xwe dilê wan jî geş û xweş dike.
Wê demê dayikên me, zarokên xwe li mal tînin dinê, pîrên mehelê yên zane û xwedî tecrube alîkariya dayikan dikin. Zarokên der û dora mehela me bi destên meta Gulo, Zuloya Cana û Altûna Çavişan tên dinê. Gava jana dakê Kejo dest pê dike Zuloya Cana ne li mal e, ji ber wî yekê ban Gula Delî Elîya dikin, di şûna meta Zilo da Gulê dibe pîrika Ferîd. Gava çelê Ferîd xelas dibe, dinêrin ku nigên Ferîd xwar in. Apê Sefo dibêje, emê lawikê nigxwar çi bikin, herin Abdullahê Botî bînin, bira derzîyekê li vî lawiki xe ku lawik bimire. dakê Kejo ban pîrika min Bêzê dike. Bêzê dayika bavê min e, ew jî dimilî ye, gava ew û dakê Kejo tên ba hev bi hev re dimilî qise
dikin. Bêzê dibêje, “Kejo, ev lawikê ha, te çewt pêçaye ji ber vê yekê lingên wî xwar bûne. Ez ê wî bi babetekî dinê bipêçim ew ê lingên Ferîd rast û baş bibe.” Û wisa jî dibe. Demekî şûn da lingên Ferîd wek spîndaran rast dibin.Dîya min xwunga Ferîd e, ji Ferîd mezintir e. Diya min û bavê min di yek şevê û yek saetê de tên dinê. Gava salên wan dibin sêzdeh dergîstî dibin, çardesalî dizewicin. Sala ku diya min dibe bûk Ferîd heft, heyşt mehî ye, çile ye, serma û berf li erdê ye. Di salên 40 û 50yan zivistanên Swêregê wek niha nerm û germ nîn in, sermakî xurt hukum dike, berfa ku zivistanan dibare bêhêsab e, derî û paceyên xanîyan di bin berfê de dimînin. Di zivistaneke wisa giran, bi serma û seqem de Ferîd hevt mehên xwe tije dike, bi meş neketîye bes bi çarpîyan dimeşe. Navê pîrika Ferîd Zeyno ye. Me jê re digot “Pîro”, Ferîd jî dinav de, em hemû bi çîrokên Pîro mezin dibin. Di wê demê de televîzyona me kesekî tune, radyoyeke bavê min Hesen heye, lê belê kêfa me zarokan ji radyoyê re nayê, bi taybetî şevên zivistanan em hemû zarok diketin bin kursîyê û bi matmayî me li
çîrokên Pîro guhdarî dikir. Çîrokên ku Pîro ji me ra digot, ji sînemaya Hollywood jî wêdatir bûn, her çîroka Pîro wek neqşên dolbendên serên dayikên me, di nava mijûyên me da cîyê xwe digirt. Ji diya Ferîd re me digot “dakê Kejo”, navê wê yî rastî Kezîban bû. Zaroktiya xwung û birayên min Sakip di navbera mala me û
mala xalo Ferîd de derbas dibû. Dema ku em ne li mala xwe bûn, dihat wê maneyê ku em li mala dakê Kejo bûn. Li gor diya min dakê Kejo ji Dêrsimê bû, kengê ji Dêrsimê hatine Swêregê, ji bo çi hatine ez nizanim. dakê Kejo dimilî, kurmancî û piçek jî tirkî dipeyivî. Însaneke pir sosyal, bînfireh, û suhbetxweş bû. Gava niqare û zirne lê diket zû bi zû xwe nedileqand, divê yekî pîyê wê bigirta bikşanda nava govendê. Berîya ku rabe ser xwe, ji
bêrîka xwe qutiya enfîyê derdixist, piçek dixist nav du tilîyên xwe û dikşand pozê xwe û li govendê cîyê xwe digirt. Wek li ser ewran bilîze, te di got qey lingên wê nagîhîjin erdê. Bejna kinik, lingên sivik wek têlên tenbûra Ferîd dilerizîn. Apê Sefo bavê Ferîd e. Di jiyana me hemûyan de cîyekî wî yê taybetî heye. Li gora dema xwe pir pêşda ye. Xeybetên rojane, teq û req û teşqelên eşîrî li ba wî tunene. Însanekî henekxweş e.. Rojekê li Mêrgehmedê, li ber yazixana Otoşarkê bi pîrika min dakê Kejo re rûniştiyê û li benda bav û xwunga min
e. Bavê min û xwedîyê Otoşarkê, Îhsanê licêyî hem heval û hem jî kirîbên hev in. Kalikê min ji camêrê ber yazixanê re dibêje em xwesî û xenzûrê Emer in, Emer bavê min e, li Swêregê Otoşark destê wî de ye, camêr zêde rû nade wan, bîskî şûnda bavê min û xwunga min tên wir. Camêrê ku rû nade Apê Sefo radibe ser
xwe, ber bi bavê min baz dide, serxweşîyê li bavê min dike, qîmet û rûmeta xwe ji bavê min re nîşan dide. Apê Sefo nikare xwe bigre, radibe ser xwe, destê xwe ji para davê şalwarê camêr û dibêje, “şeqên dirêj şalwerê fire, illa pere illa pere!” Henekçîtîya Apê Sefo derbasî zarokan jî dibe, bi taybetî qîzên Apê Sefo di jiyana sosyal de gelek azad û henekçî ne. Apê Sefo dema bi rê de diçû hertim li fîtika dixist. Dinê ne xema wî bû. Xwarina wî, mekteba zarokên wî, henek û kêfên rojane jîyana wî bûn. Divê her roj goşt bixwara, xwarina bê goşt
ne xwarin bû. Bes wî tu caran kîlo li xwe zêde nekir, zirav û çeleng bû, şewqeyê xwe xwar dikir, destên xwe dida paş pişta xwe û fîtika xwe lê dixist û dimeşiya.Ji xoceyên camîyan re tu cara hurmeta wî tunebû. Ji me re
digot, lawê min evana ne rast in, li camîyê tiştekî dibêjin li mala xwe û di jiyana xwe ya rojane de tiştekî dinê dikin. Dema nas û cîranên me, merivên welatê me birçî û tazî bin ji me re tiştek ferz nîn e, ne rocî, ne hec û ne jî nimê û camî. Divê em berîya her tiştî birçî û tazîyên xwe têr bikin, ji wan ra alîkar bin. Heta ku em vê
wezîfa xwe neynin cîh her gotina ku em dibêjin vala ye. Apê Sefo di jiyana xwe de, tu carî lingê xwe navêt hundirê camîyê, tu carî rocî negirt û tu carî nimêj nekir. Ji ber wê yekê xoceyên mehela me ji bo Apê Sefo digot, “Ew kafir e!” Dema ez zaro bûm dikana Apê Sefo li ber devê xana Hec Ûsib bû. Li wir caw difrot. Bêyî dikanê li ser rîya Gebendirîsê erdê wî hebû. Apê Sefo hemû mal û milkê xwe dabû ber lingên zarokên xwe, digot bira zarokên min mektebê bixwînin bira ez jî li ser cila reş rûnim, ez ê hemû erdê xwe bifroşim û wan bidim
xwendinê. Û wisa jî kir, erdên xwe bi perekî pir kêm firot û zarokên xwe da xwendin. Di mehela me da, xortên ku li derveyî Swêregê mekteb dixwend ji pênc tilîyan zêtir nebûn. Gava wext û saet temam bû zarokên Apê Sefo yek û yek çûn derveyî Swêregê û dest bi xwendina xwe kirin. Xalo Mehemed ji Hesen û Ferîd mezintir bû. Herî pêşin wî dest pê kir. Herî mezinê wan xalê min Abdo bû, bes xalo Abdo tu cara mekteb nexwend, kar û barê wî terzîtî bû. Li Swêregê dû babet terzî hebûn: Yên ku cilên gundîyan didrût û yên ku cilên modern didrût. Xalo Evdo ji babetê yekemîn bû, şalwar, ebe û fîstanê gundiyan didirût. Gava ez vê nivisarê dinivisînim ew jî li bajarê Wêranşarê fîstanên bi neynik, pûl û morîkan dineqişîne.Xalo Mehemed ket mekteba Herbîyê, gava ew havînan dihat mal ji bo me zarokan dibû şênayî. Bi meraq û heyecana dilê xwe, me baz dida mala Apê Sefo. Xalo Mehemed dibe paca me ya herî pêşîn, paceya li hember dinyaya derveyî Swêregê Pacayek wisa ku em dikarin tê de bajarên mezin, trênên ku li ser şivên hesinî diçin, erd, ezman û behrên bê serî û bê binî bibînin.
Xalo Mehemed bi xwe re ba û bîhnên dîyarên ku me ne bi xewnên şevan û ne jî di jîyana xwe ya rojane de didît, ji me re dianîn. Kêfa dilê me bê sinor û bê hesab bû, ger ez bibêjim ji kêfan per bi me ve hêşîn dihatin wê nebe mubalexe. Ji me zarokan hez dikir, bi me re henek dikir, gulaş dikir, em radikirin ser pîyên xwe û hiloyî jor dikir.
Kêfa Apê Sefo pir ji wî ra dihat, bes ev kêfa wî dûr û dirêj najot. Di nav herbîyê de inqîlab çêbû, Xalo Mehemed ji Herbîyê avêtin, heqê xwendinê ji dest girtin. Demekî şûn da heqê wanê xwendinê paşda hat dayin. Wî ji nû ve dest bi mektebeke din kir. Mekteba Bilind a Tenduristîyê (Saglik Yuksek Okulu) xelas kir û li Çorimê dest bi kar kir. Piştî demekê tayîna wî hat Diyarbekîrê. Li nexweşxana Nimûneya Diyarbekîrê bû serekê kar û barê îdarî. Sê heb zarokên wî çêbûn, hîna zarokên wî çûk bûn nexweş ket. Cinawirê qanserê wek tofana çîyayê sîpanê xalê
min Mehemed ji nav me digre û dixe bin herîya sor a Swêregê. Qehra apê Sefo û dakê Kejo wek bîra kûr û bê binî ye, xalê min Hesen li Anqerê dibe elektrîkçîyê trênê, xanima wî ji Çorumê ye. Bi hev re dizewicin û li Anqerê bi cîh dibin, ji wan re du zarok çêdibin. Ji welatê xwe, ji dê û bavê xwe dûr dikeve. Apo û dakê hemû eşqa dilê xwe, wek konê koçeran li ser Ferîd vedikin. Ferîd di nava zahmet û zorîyê de mekteba xwe xelas dike û dibe mihendisê ziraetê. Qehra Mehemed a di dilê dakê û apo de winda nabe, bes piçekî sivik dibe. Ferîdê wan, şekirê dilê wan, kulîlka bira û xwungan, ba û bîhna biharê li wan vedigerîne, xwe li wan dipêçîne, bi bîhna xwe wan serxoş û serbilind dike.”
Paşa UZUN
“Xalê Min Ferîd “


