“KÊ ÇIMA FERÎD KUŞT?” (Paşa UZUN)

Dûre çi dibe?
Li vir dixwazim li ser çend noqteyan bi kurtasî dîtinên xwe bêjim.
Yek; ji kuştina Ferîd heya nuha hinek însanên siyasetmedar û ronakbîrên kurd hîna jî xwe ji zîhniyeta eşîr û eşîrtiyê xelas nekirine, dibêjin “Mala Brodireja” xwe bêdeng kir.
Ez dibêjim têkiliyên xurt  ên eşîrtiye di nav mala Brodirêja de tunebûn û tunene. Min bi çavên xwe têkiliyên wan dîtine û ez jiyame jî. Bes nasnameya wan a kurdî xurt e. Salên ku ez û Ferîd mezin dibin, bav û kalên me, dê û xungên me bi kurdî dipeyivin, çîrok û kilamên xwe bi kurdî dibêjin, şîn û dawetên xwe bi kurdî dikin. Tiştê ku vê malê yan vê malbate balkêş dike ev xusûsiyet e.Di xortaniya xwe de em dibin kurdperwer, çep û sosyalîst, em dibin parçeyekî miletê kurd, dibin neferên serwext û zane. Êdî tevgera me, fikrên me, bîr û baweriyên me li ser têkiliyên kurdperwerî û rengên siyasî ava dibin. Loma em her yek dikevin nav rexekî: Ez di nav DDKD de cî digrim, Ferîd di nav KAWAyê de, Mehemed di nav KOMALê de. Encama me va ye. Nuha gava hin siyasetmedar yan ronakbîr dibêjin “Mala Brodirêja” ez ê ji sergêjên wisa re bersiveke çawa bidim? Didu: Ez kitêba “Xalê min Ferîd” wek sawciyekî, wek hakimekî, serekeşîrekî yan wek siyasetmedarekî nanivîsim. Ferîd bi kêmasî û qusûrên xwe ve xalê min bû, min jê hez dikir; ji bo min ew stêreka şevên tarî bû. Siyasetê em kirin neyarên hevdû. Min xwest bi nivîsarên xwe ez wê neyartiyê bikujim, nêzîkî wî bim, jê efû bixwazim û jê re bibêjim: Binêre, ez bi zimane te dinivîsim, min bi saya heval û hogirên kurdperwer ên wek Sîno Xurşîd kilam û helbestên te bi dest xistin û bi cî kirin, min tu ji bir nekir û hêviya min ew e ku xelkê kurd jî te ji bîr nake. Dibe ku siberoj bi navê te mektebek ava bibe, kurd navê te li kuçeyekê an li parkekê bikin, li ser jiyana te fîlîmek çêbe, kilamên bi deng û sedayê te li hemû Kurdistanê belav bibin. Însanên binamûs û kurdperwer, însanên ku hurmeta wan ji tarîxa xwe re heye û qîmet didinê, wê li te û li hevalên din xwedî derkevin. Li hember qatilan wê we yeko yeko vejînin. Rojên ku zarokên me li dibistanan jiyana we û têkosîna we bixwînin ê werin. Û bi vî hawayî em ê bersiva qatilên te bidin û bi vî hawayî em e “heyfa” te bigrin.Sisê: Di pirsa kuştina Ferîd de gelek tişt derketine holê.
- Nivîsara Çetîn Gungor (1)
- Îtîrafên H. Huseyin Karakuş (2)
- Gotinên Serhat Bucak(3)
- Nivîsara Ibrahim Kureken a di “Kurd Info”yê de. (4)
- Gotinên Ali Yaverkaya (5)Bes înformasyonek ku vê sala dawiyê derketiye hole, ez berî 27 salan, rojekê piştî kuştina Ferîd ji Ado (6) û Ibrahim Kureken re pêşkêş dikim.Ez vegerim ser roja 22ê çiriya paşîn a 1978an. Gava xebera gulebarandinê digihîje me, ez li komelê me. Saetek derbas nabe Ahmedê cîranê Ferîd (7) tê ba min. Dixwaze behsa wan du kesên xerîb bike, du kesên ku wî û diya xwe li dora apartmanê dîtibûn. Ez dibêjim baş e eşkalên wan ji min re bêje. Eskalê ku Ahmed tarîf dike weha ye: Xortekî bejna wî normal, eniyek fire, simêlên qusandî, sûretekî esmer, brîyên qalind û reş, li serê wî şewqeyekî Swêregê heye. Ahmed nikare eşkalê zilamê din tarîf bike.Ev tarîfa ku Ahmed kiriye û kesên ku min sibê li komela me dîtine wekî hev in. Ez matmayî dimînim. Ji Ahmed careke din dipirsim, lê tarîfa wî nayê guhertin. Zilamên ku min û Ahmed dîtine wekî hev in, eşkalên wan hevdû digrin. Çend roj berê ev her du kes li kuça Hurriyetê tên dîtin. Yê wan dibîne merivê min e. Li ba wan zilamek ji Sêwregê heye. Zilamê ku bi wanre ye zilamekî siyasî ye. Dikevin dukana merivê min û li  wir têştekî dikirin. Ez gava vê nivîsarê dinivîsim, ji wî merivê xwe re telefon dikim û dixwazim careke din li wî guhdarî bikim. Ew dibêje min tiştekî wisa nedîtiye û negotiye. Îhtimal e ku nayê bîra wî, bes ez bi hafiza xwe bawer im.  Roja ku Ferîd hat kuştin, ez bi gotina wî dibim sahidê vê înformasyonê. Divê em vê înformasyonê bidin hevalên KAWAyê. Ferîd heval û hogirê wan e, serekê wan e, ji herkesî zêtir heq û huqûqê wan heye ku ev înformasyon têkeve destê wan. Ez wisa difikirim û wisa biryarê didim. Rojekê şûnda, êvara 23ê çiriya paşîn, rojekê piştî kustina Ferîd em li mala Qerto, li xaniyê wan ê ku li paş şirketa elektrîkê nuh ava kiribûn, berhev dibin. Ez, Qerto û Ednan ji DDKD ê û ji KAWAyê jî Ibrahim û Ado. Ez ji wan re xeber dişînim, ew dibêjin baş e û tên mala Qerto.Ez di huzûra cemaetê de behsa wan du kesan dikim û eşkalê zilamê bi şewqê Sêwregê ji wan re tarîf dikim. Ado ne kêm û ne zêde dibêje, zilamê ku gule li Ferîd barand ew e. Tarîfa te rast e. Piştî ku Ado tarîfa min tesdîq dike, ez dibêjim çewt fam nekin, ez naxwazim ji we re bêjim filankesan Ferîd kuştiye, lê ev du kes çend roj berê li kuça Hurriyetê bi zilamekî siyasî re hatine dîtin. Înformasyona ku me dixwest hûn bizanibin ev e, êdî hûn çawa difikirin û çawa hereket dikin, mesela we ye.Em bêyî van gotinan zêde tiştekî nabêjin. Li gora qeneeta me ya wê gavê, Ferîd hevalê wan e û divê ev malûmat bigihîje wan. Civîna me ya kurt xelas dibe. Em radibin.Û ji wê rojê heta ku ez dest bi kitabê dikim, têkilya min û Ado çênabe. Gava ez dest bi vê kitabê dikim, berî her kesî ez diçim ba Ado. Demeke dûr û dirêj derbas bûye, gelek heval hatine guhertin, gava ez li wî dinêrim, ez dilekî pak û zelal, dilekî henûn û kurdperwer dibînim. Ji ber vê yekê kêfa min tê. Eşkalê ku min ji wî re berî 27 salan behs kiribû, ez careke dinê behs dikim. Ez dixwazim careke dinê ew wî eşkalî teyîd bike. Ew dibêje, Paşa yê ku li Ferîd gule barand, heta ku ez bijîm ji bîr nakim. Eşkalê ku tu behs dikî û camêrê ku min dîtiye yek e. Di vî warî de şika min tune. Li gel min hevalek heye, ew jî dibe sahidê vê gotinê. Em ji hevdû xatir dixwazin û radibin. Berî ku ez ji Amedê veqetim, careke din wî dibînim.Gava ez di hefsa Amedê de radikevim, ji dewa PKKê  H. Huseyin Karakuş dibe îtîrafçî. Di îtîrafa xwe de dibêje me Ferîd daye kuştin û yên emrê partîyê hanîye cîh Emin Dal û Ali Yaverkaya ne. Xeber balkêş e, bes ji bo min têr nake, divê ez rismekî Emin Dal bi dest xim. Bes çawa? Herî dawiyê rehmetî Emin Yavuz ji min re dibe alîkar. Berî ku em werin hefsa pêncemîn, ez û Emîn di hefsa yekemîn de di qawîşekê de dimînin. Di soriştirmê de bi zora lêdanê ji PKKê re çêr kiribû, PKKê jî ew tecrîd kiribû. Ebdekî Xwedê bi wî re nedipeyivî, kesî xwe nêzîkî wî nedikir. Carna ez pê re rûdiniştim, me suhbet dikir, di demeke kin de em bûn dostên hev. Di hefsa pêncemîn de PKKê efû îlan kir, Emin jî ket ber efûyê, dûre ket rociya mirinê û wefat kir. Xwedê bi rehma xwe şa bike.Li ba girtîyekî Hîlwanî rismekî Emin Dal heye, Emin Yavuz bi soza risim li xwedî vegerîne, ji min re tîne. Ez li wî rismê biçûk dinêrim û teslîmî Emin Yavuz dikim. Camêrê ku roja gulebarandinê tê komela me ew e. Tu şika min namîne. Di wî rismî de jî simêlê wî qusandî bû. Bes niha pistî 27 sala ez rismekî din bi dest dixim, cardin di wî rismî de jî her tişt hevdû digre. Bes di vî rismî de Emin Dal bê şewqe ye û simêilê wî nequsandî ye. Di gotinên xwe yên Internetê de Ali Yaverkaya dibêje, “yê Ferîd kuştiye Emin Dal e, ne ez im”.Li gor min Alî rast dibêjê, gava Emîn gulleyan li ser Ferîd dibarînê tenê ye, li ba wî kesek xuya nake. Dema Emin Dal sibê zû tê komela me, li ba wî zilamekî din jî heye, cardin li dora apartmana Ferîd, Emîn Dal û zilamekî din tev tên dîtin, lê gava gulebarandinê Emin Dal tenê ye. Zilamê ku li ba Emîn Dal tê dîtin kî ye? Gava gulebarandinê ew ku da winda dibe? Ez naxwazim ji Alî re neheqî bikim, lê, dibe ku ew bikaribe bersîva wan sewalan bide.Rojên pêş ê vê noqtê jî zelal bikin.
Hêviya min ew e ku yên biryara kuştina Ferîd didin, bi kêmasî ji wan yek kes bi cesaret û bi  mêranî rabe ser xwe û vê bûyerê eşkere bike, mejûyê xwe, wicdan û ruhê xwe azad û sivik bike.Mesela din jî ev e, tiliya Bucaxiyan di kuştina Ferîd de tune. Li dû kuştina Ferîd, Bucaxî xeberê dişînin ku tu alaqeyeka wan bi vî karî tune û dixwazin werin şîna Ferîd rûnin. Hevalên KAWAyê daxwaza wan maqûl dibînin û ew tên şîna Ferîd.Û ji aliyê min, ji roja ku Ferîd hatiye kuştin, heya niha tu carekê min ji kesekî re negotiye ku mala Bucaxiyan Ferîd kuştiye. Ne ji merivên xwe re û ne jî ji hevalên xwe re.
Berî şerê Sêwregê dest pê bike, ez û kulmek heval,

em ji DDKDê veqetiyan. Gava şer destpêdike, em dibêjin ev şer li derveyî îrada me derketiye, li hember êrişan em ê li ba xelkê cîhê xwe bigrin, em ê di rojên teng de li ba wan bin. Dibe ku wê gavê em nikarin encamên siyasî bi teferûat analîz bikin, lê ez hîs dikim  ku şerê Sêwregê di bingeha xwe de li hember hereketa kurd, li hember serwexbûyînê, li hember şiyarbûna gelê kurd e. Armanc sabotekirina vê pêşveçûnê ye. Kes me fahm nake, yan jî naxwazin fahm bikin.Hevalên min ên DDKDê, PKK, rojnameyên tirkan ji bo me dibêjin, ew dixwazin heyfa Ferîd bigrin, ji ber wê yekê li Sêwregê dimînin. Bi taybetî di nav hevalên DDKDê de ev gotinên han li hember min tên bikaranîn. Neco kiribûn qaçaxçî, min  jî dikin esîretçî. Li gelek ciyan û li gelek cemaetan ev gotina bi zanîn yan nezantî tê bikaranîn.Hevalên KAWAyê jî xwe kerr dikin, înformasyona ku ez didim wan di pişt guhen xwe re davêjin. 27 sal şûnde ez ji Ado û Brahîm dipirsim ka wan ji bo çi înformasyona ku min dabû wan avêtin pişt guhên xwe? Bersiva ku didin min wisa ye: “Li gor qenaeta me, we dixwest em û PKK têkevin rûyê hev ku meydan ji we re bimîne.”Gava hevalên KAWAyê wisa difikirin û hevalên DDKDê me bi eşîrtiyê îtham dikin, li ser me agir dibare, kevneperestên ku  hevsarên xwe diqetînin, guleyan li ser heval û hogirên me, malên me, merivên me, pîrek û zarokên me dibarînin. Kemal Uzun, pismamê min, hevalên min ên delal û xweşik Zubeyir Mizrakli, Esat Yildirim, Mustafa û Nasrettîn Îbîş tên kuştin.Pismamê min Mehemed û Elî Uzun gava li berberxana xwe ya li Qeleboxaziye kar dikin, mêrkuj guleyên xwe li ser wan vala dikin. Namirin, lê dikevin halekî xirab; dest didin ser xeraj, yazîxana otobus û loqanta bavê min û hîna jî di destên wan de ne. Tu kesek ji merivên me nikarin biçin ser kar û barên xwe; tî û birçî li malên xwe rûdinin. Yên ku xwe ji destê kevneperestan, cendirme û polîsan xilas dikin, mal û mulkên xwe, erdê bavûkalan berdidin û dikevin ser riya maciriyê. Ne tenê merivên min, xelkê reben û belengaz, bêsuc û bêsebeb tê kuştin, tê girtin, ji lêdan û eskencê derbas dibin,  mal û mulkê wan talan dibe û hwd.Naxwazim zêde dirêj bikim, bi şerê Sêwregê ve li hember hereketa kurd komplo çêdibe, komplo bi kuştina Ferîd dikeve tetbîqatê û gava komplo bi ser dikeve eniya welatparêzan winda dike, yên winda dikin em hemû ne.1-Çetin Gungor (Semir), yek ji  damezrêner û endamên komîta merkezî a PKKê bû. Dema wekê berpirsiyarê PKK ê li Ewrûpayê kar dike, ji PKKê vediqetê. Sedemên veqetandina xwe bi daxûyanîyeka ji 34 rûpelan di tarîxa 1984.08.16 de ji xelkê kurd û tirk re pêşkêş dikê. Li wir behsa kuştina Ferîd jî dikê.Çetin Gungor di 1986 an de bi destê PKKê li Swêdê tê kuştin.2-Hasan Huseyin Karakuş ji Sêwasê ye, di herêma Hîlwan-Swêregê de wek qomitanê eskerî ê PKK ê kar dikê û tê girtin. Di hefsa Pêncemîn a Amedê de dibê îtirafçî û cara yekemîn behsa kuştina Ferîd dike.( Dadgeha Orfî-îdarê a Yekemîn, îfada wî ya dawîyê ê dosya 1981/134 an. e.n.) Li gor îfadeyên wî, PKKê Ferîd dayê kuştin û yên wezîfa kuştinê anîye cîh Emîn Dal û Alî Yaverkaya ye. H. Huseyîn Karakuş ji hefsê derket, nuha bi çi mijûl dibe, li ku dijî ez nizanim.3- Serhat Bucax lawê Faîk Bucax ê ku damezirêner û sekreterê Partî Demoqratê Kurdistan ê Tirkîyê bû. Serhat jî wek min ji Swêregê ye û abûqat û siyasetmendar e, wek hemû kurdan bi sîyasetê re mijûl dibe, nuha nizanim rewşa wî çîye, lê demekê ew jî di nav PKKê de dixebitî. Di wê demê de, gava ji Ewrûpayê dizivire Tirkiyê, Mustafa Aksakal ban mala xwe dike û jê re dibêje, hevalên me kuştina Ferîd itîraf dikin û li xwe rexne digrin. Mistefa jî ji Serhat re dibêje, ger hevalên te dilsoz in bila di huzûra xelkê de, di weşan û rojnamên xwe de li xwe rexne bigrin.Ev înformasyona di nameya Mustafa Aksakal de a ku ji min re disînê, cîh digrê. Yê di vê kitabê de bi navê Misto cîh digre, Mustefa Aksakal e û ji gundê Hîlwanê ye. Mustefa hevalê Ferîd e, Ferîd li ber çavên wî tê kuştin.4- Yê di kitabê de bi navê Brahîm cîh digrê Îbrahîm Kureken e. Di tarîxa 27.11.2005 de di malpera Kurdînfo de, bi navê “Bîranîna Ferîd” nivisareka wî cîh digrê. Di nivîsara xwe de behsa kuştina Ferîd dikê. Îbrahim jî wek Mustefa hevalê Ferîd e, ji Swêregê ye. Roja ku Ferîd tê kuştin li Anqerê ye, nagîhîjê ser cenaza Ferîd.5- Alî Yaverkaya jî wek Emîn Dal ji xelkê Hîlwanê ye, cardin wek Emîn di destpêka PKKê de wek milîtan di kar û barên PKK ê de beşdar dibe. Alî jî wek gelek kesan hat girtin, di hefsa Pêncemîn de li hember zilm û zorê li ber xwe da, ji hefsê derket û cardin li ba PKKê cîhê xwe girt. Nuha ji PKKê veqetiyaye.
Di malpera Nasnamê de, di tarîxa 24.11. 2005 an de bi navê Xoca zilamekî ji Alî Yaverkaya dipirse:
- Herkes dibêje te Ferîd kuştiye?
-Herkes wisa dizane û wisa dibêje, lê ez bi dilsozîya xwe dibêjim ku yê Ferid kuşt ne ez im.
- Kî ye ?
- Emîn Dal e.
- Pekî, yên emir dane kî ne?
- Tu jî dizanî ew kî ne, tu bi xwe jî di bin emrê wan de xebitîyî.
- Belê.Cardin ji derveyî gotinên jorîn, Alî xeyrî-resmî wisa dibêjê;  “konseya eskerî ya ku wê gavê ji Mehmet Karasungur, Riza Altun û Fehmî Yilmaz pêkhatîye, biryara merkezî a kuştina Ferîd bi destên Emîn Dal tetbîq dike.” Mehmet Karasungur li Kurdîstana Başûr tê kustin, Emîn Dal jî hatîyê kuştin.Riza Altun li Ewrûpayê dijî û mirovê PKKê ye. Fehmî Yilmaz, eslê xwe laz e, di hefsa Yekemîn a Amedê de li qawişa min dima. Çetîn Gungor di daxûyanîya xwe de dibêje gava Fehmî Yilmaz tê girtin, eşkere dibe ku ew mirovê MÎTê ye, cardin dostê min rahmetî Emîn Yavûz ku ew jî di qawişa min de dima, ji min re digot, Paşa bi vî zilamî re zêde qisa meke, ew mirovê MITê ye.Fehmî Yilmaz ji hefsê derket û nuha li Îzmîrê dijî.
6-Ado hevalê Ferîd e, ew yê gulleyan li Ferîd dibarînê bi çavên xwe dibînê.
7- Cardin xortê ku ez jê re dibêjim Ahmed, wê gavê sempatîzanê me yê DDKDê ye.PAŞGOTINJi kuştina Ferîd heta niha 27 sal derbas bûne,gelek însan bûn guhdar û şahîdên gelek tiştan. Devê xelkê ne çewal e ku mirov bidirû û çavên xelkê ne mumkun e bê gêridan. Herkesî tiştek dît, tiştek bihîst û herkesî li gor dîtin û bawerîyên xwe tiştek got. Herkesî cîyek nîşan da, li gor hinekan mêrkuj ji alîyê çepê bû, li gor hinekên din jî axa û kevneperest bûn.Li cîyê wek welatê me, bûyerên wisa zû bi zû ji holê ranabin. Guhertina nivşên kevn zahmet e, civaka me ji bo kelmêşekê dikare zarokên xwe, bi xwînsarî û hovitî qetil bike û dike jî.Divê di jîyana me ya cîvakî û sîyasî de gelek tişt bên guhertin. Ê herî girîng, divê em di mejû, dil û wîcdanê xwe de qîmeta canê însanan hildin cîyekî bilind û muteber. Di edebîyat, şiir, kilam, seneat, sînema, mekteban de, vê mezîyetê di mijûyên nivsên nû de bineqihsînin. Ger em bikaribin zarokên xwe bi meziyetên însanî mezin, terbiye û hîn bikin, wê gavê rojepêşên me ê zêtir ronahî be.Milletekî wek me reben, belengaz û bêxwedî divê vê prensîbê han rake ser serê xwe, ji xwe ra bike rêber, wîcdanê xwe bike mahkeme. Di mahkema wîcdanê xwe de li hember mêrkujî û brakujîyê derkeve û fêlên wisa mahkûm bike. Heya nuha hem weke civat û hem jî weke ronakbîrên welatekî bindest me di vî warî de îmtihaneka baş nedaye, avakirina axlaqekî li hember mêrkujî, birakujî tu caran di bernama me de cîh negirtîye.Milletê ku nikaribe li mirîyên xwe xwedî derkeve, ew ê çawa li saxan xwedî derkeve?Yê herî xirabtir, gelek ronakbîr û sîyasetmedarên me, dem bi dem  li gor  bayê, ebe û cubeyên xwe dugeherînin, destên xwe dixin nav destên mêrkuj û brakujan, bêfedî û bê ar xwe wek pêşverû û welatxelasker ji xelkê re pêşkêş dikin.Pêwestîyeka wisa giran em ê kengê bidin ber xwe jî hîn ne belî ye. Bes mêrkujî û birakujî berdewam e, delalên wek Ferîd, wenda bûn û wenda dibin, sal tên sal diçin bes sîya mirinê ji ser zarokên milletê me winda nabe, her ku dere tarîtir û girantir dibe.Hevîya min ev e ku dûr an nêzîk, yên biryara kuştina Ferîd dabûn, di huzûra milletê me da bên mahkûm kirin.

Bes Ferîd paşda nayê, birîna dilê Ruhsarê rehet nabe.Gava ez dest bi nivisandina vê kitabê dikim, êdî 27 sal derbas bûne. Cara yekemîn ez diçim ser mezelê Ferîd, hevalên wî jê re mezelekî xweşik çêkirine, li ser kevirê sipî sala bûyina wî hatîye neqişandin.Gava ez li ber mezelê wî disekinim, dixwazim ew rabe, qet nebe ji min re bibêjê;
-Tu ji bo çê ewqas dereng mayî?
-Te ji bo çê li halê min nepirsî?Deng ji wî nayê, serê min dikeve ber min, ez digirîm.

2/3/2006 netkurd
Paşa UZUN
Xalê Min Ferîd 6

Enter Google AdSense Code Here

Şirove

Yorumlarınızı aktarırken lütfen kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmaya itina gösterin. Seviyeli, nitelikli, görüş ve eleştirilerinizi memnuniyetle yayınlayacağımızı, ancak eleştiri sınırlarını zorlayan, kişilik haklarını çiğneyen, hakaret içerikli, seviyesiz yorum ve yazıların yayınlanmayacağı bilinmelidir